30 januari 2010

Dîtina hevalekî û şevbêrkek xweş...

Dûrî, xerîbî û borîna salan hesret û daxwaza dîtina dost û hevalan li ba meriv zêde û xurt dike.
Bi dîtina hevalekî xwe meriv weke zarokekî li pêsîrê ku bigihîje himêza diya xwe kêfxweş û bêhed dilşa dibe.
Weke zarokekî azirî bi şekir aş be, bi rewş û sohbetên wiha dil jî hinekî sakin û aş dibe, bîna xwe digre.
Ji ber ku hewcedariya dil jî bi terapiyê heye.
Do bi şev dema min hevalê xwe yê 30 sal berê Abdulkadir Îzol dît, ez gelkî kêfxweş û dilşa bûm.
Dema ez ji Wêranşarê derketim em herdu jî xort bûn, lê do êvarî dema me hevûdu dît, em herdu jî bûbûn weke du kalên hilhilî...
Bi dîtina pêşî ra min ew nas kir, çimkî li ber çavê ew zêde neguherî bû, lê wî got, heger li dereke din bûya wî yê tavilê ez nas nekirama.
Ez serê we neêşînim, me xwe da kêlek hev û me kul, hesret, serpêhatî û bîranînên 30 sal berê hemû bera beroşekê da û dûra jî çemçik di nav da gerand û li hev xist...
Me Wêranşar, Ruha û Kurdistan anî Stockolmê û em bîstekê pê şa bûn, me salên xortaniyê, salên fedekarî û xebatên bênabên û bêwestan bibîranîn.
Min bi bêsebriyeke mezin pirsa hin hevalên hatin bîra min jê kir, geh got miriye, geh got baş e, li filan derê ye.
bi xebera başiya wan ez kêfxweş û xebera mirina wan jî ez pir xemgîn bûm.
Gava cimat li gor dilê meriv be şêwr jî xweş û geş dibe, mesele meselê vedike, bîranîn li pey bîranînê tê bîra meriv, zindîbûneke nedîtî tê hafizeyê, weke agirekî vemirî ji nişka ve gur dibe.
Û dema atmosfer wiha be bêxwediya araqiyê jî dibe weke şîr û şekir, meriv ji vexwarina wê têr nabe.
Di sala 1978-an da Keya Îzol hatibû Wêranşarê mala apê xwe Abdulkadir Îzol. Abdulkadîr Îzol wê demê li Wêranşarê eczacî bû.
Min dizanîbû Keya hevalê me ye lê min ew nedîtibû û me hevûdu nas nedikir.
Abdulkadir ez vexwendim mal, got were bîstekê em ji xwe ra sohbet bikin.
Ez çûm, me heta derengê şevê sohbet kir.
Baş tê bîra min, wê şevê min ji Keya pirsa Swêd, xebata wan, hêza hevalan, hêz û qeweta gurûbên din kir.
Lê min qet texmîn nedikir ku dûra ezê jî li Swêd bibim mahcir û piştî 32 salan ez û Abdulkadir û Keya îcar ne li mala Abdulkadir, li Stockholmê li mîvanxaneya Hecî werin ba hev û ezê îcar jî ji Abdulkadir Îzol pirs û sewala welêt û Wêranşara xopan bikim.
Bi rastî jî dinya biçûk e û însan jî teyrê bêbask e, îro li vir e sibe li dereke din e…
Û jiyan jî mişt surprîz in, meriv nizane pêşeroj ewê çi nîşanî meriv bide, meriv bi kîjan bûyer û tesadufê matmayî bihêle.
Bêyî vê tesaduf û şevbêrka xweş ya do êvarî, ez dixwazim xebereke xweş ya din jî bidim we…
Tam di wê bîstika sohbetê ya herî bi heyecan da ”lawikê Licî” bilêta min ya welêt jî anî got terp û danî ser masê, şevbêrka me geştir kir.
Belê, we çewt nebihîst, nuha bilêta min di bêrîka min da ye, heger heta wê demê Ergenekoncî li Tirkiyê dest nedin ser hukim, bi xêr di destpêka meha hezîranê da ez li welêt im.
Ji bo kirîna vê bilêtê min tam 30 salî pa, lê bi derengî be jî min kirî û kir bêrîka xwe.
Êdî dora kaniyê dora min e…
Û dîlokek ji dil
Keçê dînê li ber çavê min feqîrî xwe li ba neke
Derd û kulên dilê min tevraneke
Ji evîna te ez nexweş im dinalim
Bi hesret û evîna min heneka neke

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE