23 januari 2010

Cevdet Akbay wezîfeya "kurmê darê"dibîne

Birêz Cevdet Akbay, ev çend roj in di palatforma Dîwanxaneyê da ez nivîsên te taqîb dikim.
Piştî nivîsên te, min tu hinekî meraq kir û di Googlê da li navê te geriyam.
Ez nuha rastî malpera te(cevdet.net-ê) jî hatim.
Li gor bîyografiya te, tu ji Çewlikê yî, lê te gotiye ”Bîngol”, yanî te navê tirkî tercîh kriye. Ev jî tercîheke.
Ne ji nezanî tu navê ”Bîngolê” bikar tînî, tu merivekî akademîsyen î, tu şeb û şekir, çê û xerab ji hev digerînî, lê tu ya guh nadê ya jî bi zanetî navê tirkî hildibijêrî.
Dewlet ji bo ku me kurdan bike tirk, hafiza û ”hard disk”a me ya netewî ji hemû şop û emareyên kurd û Kurdîstaniyê paqij dike, naxwaze li Kurdistanê navê gundekî jî bi kurdî bimîne. A ji bo bicînîna vê armancê navê hemû gund û bajarên Kurdistanê guhert, navên tirkî lê kirin.
Navê Çewlikê jî di vê çarçewê da kirin ”Bîngol”.
Dibê tu viya bizanî û loma jî navê bi zorê li bajarê te bûye bikar neynî…
Axir, piştî ku tu ji Çewlikê yî wê demê tu kurdekî ya kurmanc ya jî zaza yî.
Lê her tiştê te bi tirkî ye.
Heger tu kurd î û tu doza kurdayetiyê dikî, tu çima bi tirkî dinivîsînî?
Ya bi kurmancî ya jî bi zazakî binivîsîne.
Heger tu bi kurdî nizanî û fêr nabî şerm e û heger tu zanî lê tu bi zanetî nanivîsînî wê demê jî pir eyb e.
Heger tu bi kurdî dizanî binivîsîne, heger tu nizanî fêr bibe…
Ma tu îngilîzî, tirkî fêr nebû?
Dema kêfa te jê ra bê û kara te tê hebe tu zimanên biyanî fêr dibî û belkî fêrî zarokên xwe jî dikî.
Jixwe ev çend roj in di Dîwanxaneyê da te kurd baş fêrî tirkî kir, ji bo vê xizmeta te dibê dewleta tirk te xelat bike.
Ev du hefte ne te Dîwan xane ji platformeke kurd derxist û kir platformeke tirk.
Te bi nivîsên xwe yên bênabên bi hosteyiyeke pir zîrekane bi dehan kurdên welatperwer ku qet bi tirkî nedinivîsandin qeherand, provqe kir û dûra jî tirkî bi wan da nivîsandin.
Te bersîva wan da…
Dûra wan bersîva te da…
Dûra dîsa te bersîva wn da, dûra îcar yekî din xwe tevê kir…
Û bi vî hawî ev du hefte ne te Dîwanxane bi tevayî kir platformeke tikan.
Yanî tu gihîştî armanca xwe.
Heta te wisa kir ku êdî hin kurdên weke te(bezrehivi@gmail.com, belkî ne kurd be jî) ji daxwazên bi kurdî binivîsin ra dibêje, nivîsîna bi kurdî ewê bîna kesên kurdînezan teng bike (sikinti teskil edebilir).
Yanî di platform û di cimateke kurd da yek radibe ji bo nivîsên bi kurdî dibêje(xwedê zane ji çi miletî ye?), ev yek dikane bîna kesên kurdînezan teng bike…
Yanî tu dibînî, bi saya tecrûba te ya akademîk û hewildana ta ya bînfireh û bi israr piştî du heftan êdî yek dikane cesaret bike û ji cimata kurd ra bibêje bi kurdî nenivîsînin, heger hûn binivîsin ev yek dikane bîna kesên kurdînezan teng bike…
Ev hemû bi saya xebata te ya bi zanîn, bi îstîkrar û bînfirehî bû.
Ne xebata te bûya vî camêrî nikanîbû wiha bigota.
Ne nivîs û israra te bûya bi sedan kurdî bi zimanê tirkî xwe tevî vê minaqeşê nedikirin.
Yanî tu bû kurmê darê, te dar qewar kir, heta ku te rizand…Jixwe ne xizmet û alîkariya kurdên weke te be, dewlet bi tena serê xwe nikane kurdan asîmîle bike, ji bo vê yekê hevkarên hundur lazim nin., ancax bi saya alîkariya wan, dewlet dikane kurdan asîmîle bike.
Îşxala welatekî jî wiha ye.
Ne piştgirî û hevalbendiya hevkarên hundur be dewleta tirk bi hêza xwe ya leşkerî tenê nikane Kurdistanê di bin îşxala xwe da bigre.
Ev yek di cepheyamuzîk, ziman, edebiyat û kulturî da jî wiha ye, bêyî hevkarên hundur dewlet bi tena serê xwe nikane kurdan ji ser rê da bixîne.
Vî karî ji dewletê bêtir hevkarên hundur dikin.
Ev yek nayê wê maneyê ku kesên bi van karan radibin hemû meriv û ajanên dewletê yên bi meeş in, na ez tiştekî wiha nabêjim.
Dema însan asîmîle bû ji fikir, dîtin, hedef û şuûra netewî dûr dikeve, dibe weke kukla û dîreksioneke di destê dijmin da
Dibe ku haya te jê tunebe, lê bi rastî jî ji bo asîmîlekirina kurdan tu ji dewletê ra xizmeteke bêhempa dikî, tiştê dewleta tirk bi zorê û bi milyaran dolar nikane bike, li ser navê kurdayetiyê tu ji wan ra belaş dikî.
Belkî nêta te pir baş e û haya te jî ji vê xizmeta te ya ji dewleta tirk ra tuneye.
Lê mixabin ne nêt, netîce girîng e...
Bimîne di xweşiyê da

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE