17 januari 2010

Çavê miletê tirk ronî be, Rahşan Ecevîta 87 salî bû seroka DSHP-ê

Piştî gelek şer û pevçûn, jina Bulent Ecvît Rahşan Ecevît a 87 salî li hember Hulkî Cevîzogluyê 52 salî şerê serokatiya partiya DSHP-ê(Partiya Demokratîk ya Çep ya Gel) qezenc kir û weke şahbanuyeke xwedî qudret li ser kursiya serokatiyê rûnişt.
Ev demek bû di nabêna Rahşan Ecevîta 78 salî û Hulkî Cevîzogluyê 52 salî da ji bo serokatiya DSHP-ê şerekî bêaman domdikir.
Lê di dawiya şer de Rahşan Ecevîtê, Hulkî Cevîzoglu neqawt kir û weke şepalekê ket ser dilê Cevîzoglu.
Piştî vê naqawtê, Cevîzoglu dismala spî ya teslîmiyetê bilind kir û bi şiklekî derbeder û birîndar teslîmî Rahşan Ecevîtê bû.
Bi xebera serkeftina Rahşan Ecevîtê ra malperan rismekî wê jî weşandine.
Min bala xwe baş da risim.
Bawer bikin meriv jê ditirse, ji binîademeke zindî bêtir, dişibe Draculayeka li ber mirinê û pîrebokekê.
Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, di axaftineke xwe da ji bo serokê MHP-ê Devlet Bahçelî û serokê CHP-ê Denîz Baykal gotibû, dema di telewîzyonan da axaftinên Baykal û Bahçelî nîşan didin, ricayeke min ji hemû dê û bavan heye, ji bo ku zarokên wan netirsin, bira telewîzyonên xwe bigrin ya jî kanalan biguherînin.
Bawer bikin yê Rahşan xanimê ne zarok, kesên mezin jî dema wê bibînin ewê jê ziravqetyayî û hêbetula bibin.
Ez dizanim hevalê min ê heqnas û dilbirahm Osman Aytar, ewê dîsa min bi “dîskrîmînasyona cinsî û temen” rexne bike.
Lê berî ku ew min di bin bombebarana e-meylan da bihêle, bira ji kerema xwe ra baş bala xwe bide rismê wê.
Piştî ku ew rismê wê bibîne, ez bawer dikim ku ewê heq bide min.
Jineke 87 salî, (dixwaze bira mêr be, beqet ferq nake) bibe seroka partiyê ne normal e, dibê meriv biwêribe rexne bike.
Rast e însan dema kal û pîr dibe pîs û ne xweş dibe, dibe qird, dibe weke guleke çilmisî, ne tê bînkirin û ne jî kes bi ber xwe ve dike.
Herkes kal û pîr dibe, kesê kal û pîr nebe tuneye, ev li pêşiya me hemûyan e. Di kal û pîrîtiyê da tu kes weke xortaniya xwe xweşik namîne.
Loma jî ne rast e ku meriv sal û kêmasiyên însanan ji wan ra bike kêmasî û qusur.
Ev hemû rast in û ez qebûl dikim.
Lê dibê kal û pîr jî li gor temenê xwe, xwe li kar û baran rakşînin, piştî 87 saliya xwe doza serokatiya partiyan nekin.
Ji xwe rexneya min jî ne li temenê wê, ne li pîrîtî û li nexweşikbûna wê ye.
Ez dibêjim jineke 87 salî çawa dikane hîn jî rabe doza serokatiya partiyeke siyasî bike û bibe seroka partiyekê?
Haydê em bibêjin Rahşan Ecevîtê hiş berdaye, xirifîye, haya wê ji temen û hêza wê tuneye, nizane çi dike û hwd.
Baş e ya kesên pê ra ne, ya kesên jê ra li çepikan dixin û wê ji xwe ra weke serok hildibijêrin, diyar e ew jî hemû dîn in, ew jî hemû totik vala ne.
Heger ne wisa be ewê çawa vê kokima helizî ji xwe ra bikin serok?
Kê raya xwe bide vê gumgumokê?
Aqilê meriv disekine, meriv fêm nake însan çawa dikanin hewqasî dûrî aqil hereket bikin?
Ez nizanim, Tirkiye welatekî ecêb e, gelek tiştên dûrî aqilan lê diqewime...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE