20 januari 2010

Çare dibê ev artêş were belavkirin

Li gor rojnameya Tarafê îro dinivîse, di sala 2003-an da piştî ku AKP hatiye ser hukim di bin serokatiya Serokê Ordiya 1-ê Orgeneral Çetîn Dogan da haziriya darbeyekê hatiye kirin.
Navê darbeyê kirine ”Zomp/Balyoz” û li gor darbeyên din, ev darbeya herî bi hazirî û herî mezin e.
Ji ta heta derziyê li hertiştî fikirîne û amadeyiya hertiştî kirine.
Di sala 2003-an da generalên artêşa tirk di bin serokatiya Çetîn Dogan da civiyane û biryara darbeyeke leşkerî dane.
Û Darbeya 12-ê Îlonê jî ji xwe ra weke numûne girtine.
Du merheleyên plana darbeyê tesbît kirine.
Di merheleya pêşî da ewê tevlihevî, teşxele û bûyerên mezin werin derxistin û kuştin çêbibin, ji bo ku şertên îdareya urfî amade bikin.
Lê ji bo vê jî biryarên qetlîamên pir mezin girtine.
Biryar dane di serî da rojeke îniyê li Mizgefta Fatîhê ewê bombeyeke pir bi tesîr biteqînin û gelek kesan bikujin.
Ji bo vî kerî jî hemû hazirî kirine, krokî çêkirine, kesên bombeyê bicî bikin tespît kirine.
Piştî wê, li Mizgefta Beyazitê jî ewê bombeyeke din biteqînin, li wir jî ewê bi sedan kes bikuştana û birîndar bikirana.
Dûra jî ewê bi hin behaneyan bi hezên Yûnan yên hewayî ra têketana şer û hewil bidina ku balafirên Yûnan balafireke tirk bixîne.
Lê heger yûnanan nexista, wan ê bixwe balafireke xwe bixistana û bi vî hawî jî rewşeke pir krîtîk peyda bikirana.
Yanî ji bo ku urfî îdareya leşkerî îlan bikin di mizgeftan da ewê bombe biteqandana û balafirên xwe bixistana û têxin hustuyê Yûnanîstanê. Ji bo ku milet bînin xeleyanê.
Piştî îlankirina urfî îdareya leşkerî ewê darbeyek bikirana û dest dayniyana ser hukum û dest bi teror, kuştina kesên muxalif lê bi taybetî jî kuştina kurd û hin hêz û gurûbên îslamî bikirana.
Plan û programa darbeyê bi teferûat çêkirine.
Wisa ku, piştî darbeyê lîsteya endamên kabîneyî jî hazir kirine.
Lîsteya kesên ewê werin girtin, kesên ji ortê werin rakirin yek bi yek nivîsîne û hazir kirine.
Heta bigihîje kîjan reîsên belediyan ewê ji kar werin girtin û kê têkve dewsa wan, ew jî yek bi yek tespît kirine.
Di 5000 hezar rûpelî da hemû kar û barên ku ewê piştî darbeyê bikin yek bi yek rêzkirine.
Û ev hazirî jî bi belge, îmze û bi kasêtan hemû di destê dozgeran da ne. Yanî tu tiştekî veşartî tuneye.
Lê dîsa jî nikanin amadekar û berpirsiyarên van sûcan bigrin û teslîmî edaletê bikin.
Bîstek berê serokê darbeya ”Zomp” generalê teqawit Çetîn Dogan, di Star TV-da bi Ugur Dundar ra dipeyivî.
Min bîstekê lê guhdarî kir, min bala xwe dayê mêrik qet ne xema wî ye, henekê xwe bi van belge û delîlan dikir. Û hin tişt jî diparast.
Ji mehê carê darbeyek bi delîl û êspat îfşa dibe, navê mesûlan eşkere dibe. Lê netîce tuneye.
Ne yek e, ne duduye, hemû general, hemû zabitên rutbebilind bi hawakî di sûc geriyane û fêrî îktîdarê bûne.
Leşker ji sivîlan ra dibêjin ya hûnê ji emrê me dernekevin û hertiştî li gor daxwaz me bikin ya jî emê bi darê zorê tim dest deynin ser hukim û we ji meclîsê biqewirînin.
Kî bûye serokerkan û general qet ferq nake, miheqeq xwe tevî siyasetê û îdareya welêt kirine û xwestine dewlet û hukûmetê îdare bikin.
Tu dibêjî qey karê wan ne leşkerî, siyaset e.
Hukûmeta ku ev emir qebûl nekiriye bi zor xistine û îro jî dixwazin bixînin.
Ji Ozal bikeve ev cara pêşî ye ku hukûmeta AKP-ê li hember artêşê serî natewîne û bi emrê wan nake.
Loma jî ji sala 2003-an û virda ye, yanî ji roja ku AKP hatiye ser hukim û virda çend caran xwestine li hember hukûmeta AKP-ê darbeyekê bikin.
Lê biserneketine.
Di virda li gel şertên der û hundur, rola Erdogan jî pir girîng e. Erdogan weke Demirel û Erbekan nareve.
Erê newêre tam berê xwe bide wan û hemû generalên sûcdar bide girtin, lê ji ber wan jî danaxwe, teslîm jî nabe.
Ev gelkî girîng e.
Erdogan dixwaze hêdî, hêdî bi reforman artêşê bîne rê.
Lê ev îş bi pişopişo û ”nermkirinê” nabe, dibê ev artêş ji kok da were tasfiye kirin û artêşeke nuh were çêkirin.
Ev jî bi çareserkirina mesela kurd va girêdayîye. Heta ku mafê miletê kurd yê netewî neyê dayin û şer raneweste di nava artêşê da reformeke radîkal ne mimkûn e.
Ev artêş ji zabitê herî biçûk bigre, heya bi generalê herî mezin hemû bi kultura darbeyê perwerde bûne û pir hindik giş jî di sûc geriyane.
Ji bo ku Tirkiye ji tehdîta darbeyên leşkerî xelas bibe dibê ev artêşa darbecî û çete ji bin da were guhertin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE