31 januari 2010

Hin kurd ji koletiyê hez dikin

Cîgirê Serokê Giştî yê CHP-ê Yılmaz Ateş, di hevpeyivîna xwe ya bi Aknewsê(Ajansa Deng û Basan a Kurdistanê)da ji serokê xwe Denîz Baykal bêtir li dijî perwerdeya bi zimanê kurdî derdikeve û dibêje daxwazeke wiha perçekirina miletê tirk e.
Dijberiya Denîz Bayjkal ya li hember perwerdeya zimanê kurdî meriv fêm dike, çimkî mêrik ”tirk”e û birêvebirekî dewletê ye.
Lema jî ne anormal e ku mêrik neyartiye kurdan bike.
Lê Yilmaz Ateş xwedêgiravî kurdekî Dêrsimî ye, loma jî meriv hêvî dike ku qenebe ew weke tirkekî faşîst li dijî zimanê miletê xwe dernekeve.
Lê bira derneketin li wir bimîne, mêrik ji nîjadperestekî tirk bêtir li dij derdikeve û dibêje tiştekî wiha nayê qebûlkirin.
Min digot belkî di nava CHP-ê da kurdê ji xîret û kurdperweriyê herî şuştî û zilamê tirkan tenê Kemal Kiliçdaroglu ye, lê piştî ku min hevpeyvîna Yilmaz Ateş xwend, min dît ku ev texmîna min şaş bûye, yên weke Kiliçdaroglu û belkî ji wî jî hîn xerabtir pir in.
Yilmaz Ateş sebebê têkçûna CHP-ê ya li Kurdistanê bi siyaseta CHP-ê ya derbarê mesela kurd ve girê nade, dibêje:
”Na, tu tesîra wê tuneye. Wek zarokê wê herêmê ez dibêjim ku em perçekirinê qebûl nakin, em dixwazin di nava yekîtiyê da bijîn. Û ji bo ku em bibin yek çi pêwîst be emî bikin.”
Wey xwezî tu ne zarokê wê herêmê bûya…
Wek tê dîtin, mêrik li dijî ”perçekirinê” yanî li dijî azadî û serxwebûna miletê xwe ye û ji bo ku kurd negihîjin mafên xwe yên netewî, bihelin û bibin tirk, bi gotina wî, ji bo ku ”bibin yek” çi pêwîst be ewê bike…
Ev jî tê wê maneyê ku bi zorê be jî ewê kurdan bike tirk.
Li ser pirsa, heger sebeb ne siyaseta CHP-ê ye, wê demê hûn vê yekê bi çi ve girê didin?, Ateş dibêje:
”Li Başûrê Rojava teror hakim e. Yek terora olî ye û ya din jî etnîkî ye. Di kîjan demokrasiyê da di propagandayê da meriv dibêje: ”Dengê xwe ya bide ola xwe ya jî bide zimanê xwe.”
Ev şîara, ”dengê xwe ya bide ola xwe ya jî bide zimanê xwe” nayê bîra min, lê kê ev şîar derxistibe bi rastî jî ew kurdekî ji dil kurd bûye.
Lê Yilmaz Ateşê bûye xulamê tirkan li dijî vê şîariyê, bi ya wî be dibê kurd dengên xwe nedin ferdên ji qewmê xwe û ola xwe, bidin neyar û celadên xwe, bidin qatilên bav û kalên xwe.
Diyar e însan ku carê kumê bêxîretî û çavpaniyê da serê xwe, dikane heta tu bixwazî bêheya û bêrû bibe, bibe zilamê dijmin û li dijî gelê xwe şer bike.
Li gor dîtinaYilmaz Ateş, li Tirkiyê kurd, ereb, laz tunene, herkes tirk û mecbûr e bibe tirk, çimkî Ataturk wisa gotiye.
Atêş dibêje, ”Di şerê rizgariyê da kurd, tirk, ereb û laz hebûn. Dema M. Kemal welat rizgar kir got, ”Ji damezirînerên Komara Tirkiyê ra miletê tirk tê gotin.”
Yanî tu ji çi miletî dibî bibî, dixwazî ereb ya jî kurd bû, tu mecbûr î bibî tirk.
Û Yilmaz Ateşê me yê Dêrsimî jî vê fermana M. Kemalê arnawit îro ji gelê xwe ra dubare dike, dibêje, Ataturk wiha gotiye, dibê hûn jî qebûl bikin.
Dîroka dinyayê û têkoşîna gelan nîşan daye, li welatekî heta ku zilam û destikên dijmin xurt bin û biwêribin hevalbendiya bi dijmin ra eşkere biparêzin serkeftin gelkî zahmet e.
Loma jî li kîjan welatî dibe bila bibe, ji bo serkeftina li hember hêzên dagîrker divê pişta destik û hevalbendên hundur were şikandin, ji bo ku nikanibin dijmin li ba xwe şarge bikin.
Li ser perwerdeya bi zimanê kurdî jî Yilmaz Ateşê efendî xwe gelkî aciz dike û dibêje:
”Eger hûn bixwazin miletekî perçe bikin dibê di serî de hûn zimanê wan perçe bikin. Niha PKK bi zimanê zikmakî perwerdeyê dixwaze û dibêjie bila aleke me ya cuda hebe û hêzên me yên ewlekariyê cuda hebin. Ev yek tê wateya dewletek cuda. Ma herkes reben e tenê PKK biaqil e.”
Ew merivekî pir "reben" û "kêmaqil" e lê haya wî ji wî tuneye, lema jî belangaz û evdalê Xwedê xwe "reben" nahesibîne.
Kuro piştî ku tu perwerdeya bi zimanê kurdî jî weke mafekî gelê xwe nabînî, ma êdî ji te rebentir û bêaqiltir kî heye?
Ji ber ku wî carê bindestî û koletî qebûl kiriye, loma jî daxwa perwerdeya bi zimanê kurdî, aleke cuda û hêzên kurd yên ewlekariyê qebûl nake, viya weke perçebûna Tirkiyê dibîne.
Bidestxistana van mafan layiqî gelê xwe nabîne.
Û dûra jî dibêje, heger kurd van mafan bidest xin, ewê bibin xwedî dewleteke cuda.
Ev yek jî weke kurd camêr ditirsîne…
Û ji bo ku kurd di pêşerojê da nebin xwedî dewleteke serbixwe, dibê zarokên kurd bi zimanê diya xwe nexwînin, dibê kurd nebin xwedî al û hêzên ewlekariyê.
Heta ku ruhkoleyên wiha di nava me da hebin serkeftina kurdan gelkî zor zahmet e…

30 januari 2010

Tirkiye hîn jî embara narkotîkayê ye

Neteweyên Yekgirtî, Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê di raporên xwe da diyar kirin ku di tîcareta narkotîkayê da Tirkiye hîn jî welatê niftê ye û ji sedî 93-ê narkotîka dikeve Ewrûpayê ji alî mafya tirk ve tê organîzekirin.
Ofîsa li Dijî Narkotîkayê ya girêdayî Neteweyên Yekgirtî(UNODOC), Wezareta Derve ya Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê raporên xwe yên sala 2009-an ya derbarê tîcareta naorkotîkayê da eşkere kirin.
Di hersê raporan da jî tê gotin ku di sewqîyata narkotîkayê da Tirkiye hîn jî welatê sereke ye.
Ji xwe Tirkiyê heta nuha tu carî ev serokatî ji dest xwe bernedaye, hersal diraporan da Tirkiye him di qaçaxçîtiya narkotîkayê da û him jî di tîcareta jinan da Tirkiye tim welatê yekem e.
Loma jî tiştekî pir ne xerîb e ku Tirkiye îsal jî welatê yekem be.
Di raporê da tê gotin ku li gel krîza aborî ya navnetewî bazara esrar, kokaîn û afyonê mezin dibe û krîz zêde tesîrê lê nake.
Li gor raporê narkotîka herî zêde ji Tirkiyê derbasî Ewrûpayê dibe. Ji 110 tonê eroîna li Ewrûpayê tê firotin ji sedî 85-ê wê bi destê mafyaya tirk derbasî Ewrûpayê dibe û tê belavkirin.
Di sala 2009-an da 85 ton narkotîka ji Tirkiyê derbasî Ewrûpayê bûye û ev jî tê wê maneyê ku ji sedî 93-ê bazara Ewrûpayê ya narkotîkayê di destê mafiya tirk da ye.
Û ev serokatî ji destpêka sala 1980-î û virda ye wer di destê mafya û çeteyên tirk da ye û tu carî jî ji dest wan derneketiye.
Ji ber ku ev kar bi piranî bi destek û alîkariya dewletê dibe û loma jî mafya tirk sal bi sal mezintir û xurttir dibe.
Li gor îdîa hin pisporan bi saya serê vê tîcareta jinan û qaçaxçîtiya narkotîkayê ye ku tu krîzeke aborî tesîrê li aboriya Tirkiyê nake.
Ji ber ku li gor texmîna hin der û doran li dora 400 milyar dolar pereyê reş di ekonomiya Tirkiyê da digere û ev pereyê reş nahêle Tirkiye têkeve krîzeke aborî.
Weke di raporan da jî hatiye gotin, hîç krîzeke aborî, çiqas mezin dibe bila bibe, tesîrê li bazara narkotîkayê nake.
Di van 2-3 salên dawî da li Emerîka latînî û li Ewrûpayê gelek gelek welatî top avêt, îflas kir.
Lê Tirkiye qet ne xema wê ye, dinya xera bibe jî ew her eroîna xwe difroşe û bi milyaran pereyê xwe qezenc dike.
Heger di nava dewletê da(artêş, pûlis û îstîxbarat)hin hêz ne li pişt vî karî bin ne mimkûn e ku ji sedî 93-ê bazara narkotîkaya Ewrûpayê di destê mafya tirk da bimîne.
Ji bo mezenayiyeke wiha alîkariya dewletê divê, bêyî alîkariyên îstîxbaratî, leşkerî û pûlisî ne mimkûn e ku mafyayek bikanibe hewqasî mezin bibe.
Di belge û wesîqeeyên doza Ergenekonê da derket ortê ku artêşa tirk ji tîcareta narkotîkayê bi milyonan dolar qezenc kiriye û bi wan peran jî çek û cebixane ji Ewrûpayê kirîne û li hember PKK-ê û kurdan bikaranîne.
Hetanî nuha bi dehan pûlis û zabitên rutbebilind bi serokên çete û mafyayê ra hatine girtin.
Loma jî raporên li jor rastiya ku herkes pê dizane tenê dubare dike.

Dîtina hevalekî û şevbêrkek xweş...

Dûrî, xerîbî û borîna salan hesret û daxwaza dîtina dost û hevalan li ba meriv zêde û xurt dike.
Bi dîtina hevalekî xwe meriv weke zarokekî li pêsîrê ku bigihîje himêza diya xwe kêfxweş û bêhed dilşa dibe.
Weke zarokekî azirî bi şekir aş be, bi rewş û sohbetên wiha dil jî hinekî sakin û aş dibe, bîna xwe digre.
Ji ber ku hewcedariya dil jî bi terapiyê heye.
Do bi şev dema min hevalê xwe yê 30 sal berê Abdulkadir Îzol dît, ez gelkî kêfxweş û dilşa bûm.
Dema ez ji Wêranşarê derketim em herdu jî xort bûn, lê do êvarî dema me hevûdu dît, em herdu jî bûbûn weke du kalên hilhilî...
Bi dîtina pêşî ra min ew nas kir, çimkî li ber çavê ew zêde neguherî bû, lê wî got, heger li dereke din bûya wî yê tavilê ez nas nekirama.
Ez serê we neêşînim, me xwe da kêlek hev û me kul, hesret, serpêhatî û bîranînên 30 sal berê hemû bera beroşekê da û dûra jî çemçik di nav da gerand û li hev xist...
Me Wêranşar, Ruha û Kurdistan anî Stockolmê û em bîstekê pê şa bûn, me salên xortaniyê, salên fedekarî û xebatên bênabên û bêwestan bibîranîn.
Min bi bêsebriyeke mezin pirsa hin hevalên hatin bîra min jê kir, geh got miriye, geh got baş e, li filan derê ye.
bi xebera başiya wan ez kêfxweş û xebera mirina wan jî ez pir xemgîn bûm.
Gava cimat li gor dilê meriv be şêwr jî xweş û geş dibe, mesele meselê vedike, bîranîn li pey bîranînê tê bîra meriv, zindîbûneke nedîtî tê hafizeyê, weke agirekî vemirî ji nişka ve gur dibe.
Û dema atmosfer wiha be bêxwediya araqiyê jî dibe weke şîr û şekir, meriv ji vexwarina wê têr nabe.
Di sala 1978-an da Keya Îzol hatibû Wêranşarê mala apê xwe Abdulkadir Îzol. Abdulkadîr Îzol wê demê li Wêranşarê eczacî bû.
Min dizanîbû Keya hevalê me ye lê min ew nedîtibû û me hevûdu nas nedikir.
Abdulkadir ez vexwendim mal, got were bîstekê em ji xwe ra sohbet bikin.
Ez çûm, me heta derengê şevê sohbet kir.
Baş tê bîra min, wê şevê min ji Keya pirsa Swêd, xebata wan, hêza hevalan, hêz û qeweta gurûbên din kir.
Lê min qet texmîn nedikir ku dûra ezê jî li Swêd bibim mahcir û piştî 32 salan ez û Abdulkadir û Keya îcar ne li mala Abdulkadir, li Stockholmê li mîvanxaneya Hecî werin ba hev û ezê îcar jî ji Abdulkadir Îzol pirs û sewala welêt û Wêranşara xopan bikim.
Bi rastî jî dinya biçûk e û însan jî teyrê bêbask e, îro li vir e sibe li dereke din e…
Û jiyan jî mişt surprîz in, meriv nizane pêşeroj ewê çi nîşanî meriv bide, meriv bi kîjan bûyer û tesadufê matmayî bihêle.
Bêyî vê tesaduf û şevbêrka xweş ya do êvarî, ez dixwazim xebereke xweş ya din jî bidim we…
Tam di wê bîstika sohbetê ya herî bi heyecan da ”lawikê Licî” bilêta min ya welêt jî anî got terp û danî ser masê, şevbêrka me geştir kir.
Belê, we çewt nebihîst, nuha bilêta min di bêrîka min da ye, heger heta wê demê Ergenekoncî li Tirkiyê dest nedin ser hukim, bi xêr di destpêka meha hezîranê da ez li welêt im.
Ji bo kirîna vê bilêtê min tam 30 salî pa, lê bi derengî be jî min kirî û kir bêrîka xwe.
Êdî dora kaniyê dora min e…
Û dîlokek ji dil
Keçê dînê li ber çavê min feqîrî xwe li ba neke
Derd û kulên dilê min tevraneke
Ji evîna te ez nexweş im dinalim
Bi hesret û evîna min heneka neke

28 januari 2010

Ji Ataturk ra got "Mistik" 2 sal ceza danê

Di dîroka Komara Tirkiyê da cara pêşî 5 sal berê 2 zarokên 15 salî di deftera ”Anitkabîrê” yanî di deftera taybet ya li ser qebre Ataturk da çend gotinên pir xweş û maqûl nivîsîne.
Ji zarokan yê bi navê K.K, di deftera ”Anitkabîrê/Qebra Ataturk”da wiha nivîsîye:
”Mistik, ji tiştên te kirî ra sipas, lê çavê min qet te nagre. ”Hevalê wî jî gotiye, ”ezê di serê te da por biçînim…”û çend henekên din.
Ji ber van henekên du zarokên 15 salî, zarokan digrin, didin mahkimê û bi sûcê heqareta li şexsê Ataturk ceza dikin.
Li gor malpera Haberturkê îro nivîsîye, pênc sal berê ji Norveçê xortê 15 salî yê bi navê K.K, di dema ziyareta xwe ya ser gorra Ataturk da di deftera gorrê da wiha dinivîse:
”Mistik, ji ber ku min tu dît ez hîn xerabtir bûm. Ji bo tiştên te kiriye sipas, lê nabêjim Xwedê ji te razî be. Lê belê çavê min qet te nagre.”Xortê din yê bi navê S.Y jî wiha nivîsîye:
”Ezê bibêjim selamuneleykum, lê nabêjim. Ezê por di serê te da biçînim, lê naçînim.”Piştî ku berpirsiyarên gorrê, van notên zarokan dixwînin tavilê li alarimê dixin û herdu zarokan jî digrin û dozê li wan vedikin.
Zarok di parastina xwe da dibêjin ew li Norweçê hatine dinê û mezin bûne û li wir henekên wiha ne sûc e, wan henek kirye, lê pere nake, ji heqareta li Ataturk her zarokekî salek û 10 meh ceza didinê.
Doz piştî 5 salan do di Heyeta Cezayê ya Mahkimeya Bilind da bi dawî bû. Mahkimeya Bilind jî argumenta ”henek” qebûl nekir, lê ji ber temenê wan yê biçûk ceza ji salek û 10 mehan daxist 11 mehan.
Dema zarokan girtine şandine Îslehxaneya Zarokan ya Elmadaxê û demakê ji bo terbiyekirinê li wir girtî mane.
Ji roja”Qebra” Ataturk avabûye û virda ye ev cara pêşîye ku bi destê van herdu zarokên biaqil û pir jîr tiştekî pir xweş hatiye nivîsîn.
Heta nuha belkî bi sedhazaran kesî di wê defterê da nivîsînîne, lê ez bawer nakim ku tu kesî weke van herdu zarokan tiştekî hewqas xweş nenivîsîbe.
Ji dêlî ku tirk wan gotinên zarokan têxin çarçeweyeke zêrîn û bi darda kin, zarokan digrin û ceza dikin.
Ji ber ku tirk miletekî cahil û dinya nedîtiye, loma jî tehamulî henekeke du zarokan jî nakin.
Li Tirkiyê ji bo parastina Xwedê û Pêxember qnûn tuneye, lê ji bo parastina Ataturk qanûn heye.
Kes nikane bi şiklekî ne baş di heqê Ataturk da bipeyive, wî rexne bike.
Wek tê dîtin, kes nikane henekekê jî bike, henek jî sûc e.
Heta xwediyê henekê zarokekî 15 salî be jî ferq nake, salek û 10 meh ceza didinê…

27 januari 2010

Dewletê nuha jî berê xwe da mutehîtan

Bi îdîeya di îhaleyan da hîle û sextekarî kirine îro li Diyarbekrê 42 mutehît girtine binçavan.
Birrrre, birrre...
Mêrikan êdî fêrî girtinên girseyî, qefle bi qefle bûne.
Li gor çapemenî dinivîse, pûlisên ji Mudûriyeta Emniyeta Diyarbekrê vê sibehê li Diyarbekirê û qezayên wê bi operasyoneke di eynî wextê da 42 mutahît bi îthama di îhaleyan da sextekarîmkirne girtine bin çavan.
Ne yek, ne dudu, tam 42 heb...
Wey mala we nekeve, gelo li Diyarbekrê li ser hev çend mutehît hene ku jê 42 heb girtine bin çavan?
Tirk, mêrikan êdî tenezulî girtinên yeko yekeo nakin, dema dest bi operasyonekê dikin, mezin dest pê dikin, bi sedan digrin.
Kîjan “operasyon” dibe bira bibe ji bo tirkan ferq nake, pûlis û cendirmeyên wan ji bo girtina çend kesan xwe nawestînin, gava derdikven “operasyonan bi bajarekî qîma xwe naynin, bi çend bajaran dest pê dikin.
Diyar e ev jî madeyeke “açilima”, pakêta kurd e, girtin û tewqîfatên kîtlewî...
Berê operasyona siyasî û li dijî DTP/BDT-ê bû, nuha ya mutehîtan e, gelo sibe dor ewê were kê?
Di destpêkê da weke bira bi hev ra dixwin û dûra jî berê xwe didin kurdan, wan digrin.
Kurro li Tirkiyê sîstem li ser rişwet, bertîl, torpîl û sextekariyê ava bûye, gepa jerî mezin tim para şêr, para we tirka ye, yê kurdan tim çend kurtêl mirtêl in, bi van operasyonan hûn van kurtêlên xwe jî li feqîran dikin jahr.
Ya berê nedinê, ya jî piştî ku we dayê lê poşman nebin, li rebenan neherimînin, di zar û bîvilên wan ra neynin...
Xwarin heqê mutehîtên kurda ye jî lo, bihêlin bira bi saya hevaltiya we ew jî çend qurişan piçirpînin...

Li ba kê çi kêm be ewê wiya hilbijêreLi zanîngeha Diyarbekrê xwendevanek çû xwaringehê ji bo ku firavînê (navrojê)bixwe.
Lê gava kursiyek vala nedît ji mecbûrî çû li ser masa profesoran rûnişt xwe bera ser kursiyekê da.
Profesorekî awirên xwe tûj kir û ji xort ra got, “ga û çivîk/çûk li ser eynî maseyê rûnanin...”
Li ser vê, xwendevan got, ”wê demê ez difirim…” û ji ciyê xwe rabû.
Vê bersîva xwendevan, Profesor gelkî êşand, weke xencerekê li diê wî ket.
Di dema îmtihanê da profesor xwendevan di çavê xwe ra kir û ji bo ku di îmtihanê da bisernekeve çi ji destan hat texsîr nekir.
Lê xortê xwendevan di îmtihanê da qet çewtiyek jî nekir û bersîva hemû pirsan pir xweş û rast da.
Ji ber ku nêta profesor xerab bû, loma jî bela xwe ji xwendevan venekir, ji xwendevan ra got, ”ezê pirseke dawî” ji te bikim.
”Wisa qebûl bike ku dema tu bi rê da diçû te du torbe dîtin. Di torbeyekî da aqil û di yê din da jî pere heye. Tu yê kîjan torbeyî bigrî?”
xwendevan dibêje:
”Minê torbê pera bigirta.”
profesor jî dibêje:
”Heger ez bûma minê torbeyê aqil hilbijarta.”
Xwendevan dibêjje:
”Normal e, li bak ê çi kêm be ewê wiya hildibijêre.”
Ev bersîva xwendevan, profesor dîn û har dike, radihîje deftera xwendevan ya notê û di hundurê wê da ”ga!” dinivîsîne…
Xwendevan bêyî ku li “nota” profesor dayê binêre ji odê derdikve. Lê piştî deqîqeyekê paşda vedigere, hêdîka derî vedike û ji profesor ra dibêje:
“Profesorê hêja, we îmzeya xwe avêtiye binî, lê we nivîsandina notên min ji bîr kiriye...”

26 januari 2010

Anketa derewan

Di rojnameya Tarafê da Neşe Duzel, bi xwediyê şîrketa lêkolînê A&G Alî Gur ra li ser anketa wan ya dawî hevpeyvînek kiriye.
Alî Gur dibêje, di pêvajoya rêvekirina li ber mesela kurd da wan pênc lêkolîn kirin.
Netîceya ji lêkolînan derketiye: "kurd û tirk tu carî bi hev nakevin, şer nakin."Tu tiştekî tirkan ne weke xelkê ye, di hertiştê wan da miheqeq kêmasiyek, derewek û sextekariyek heye.
Ne alimên wan alim in û ne jî lêkolînên wan lêkolîn in.
Lê bi taybetî jî dema mijar li ser kurd û Kurdistanê be.
Dema mijar dibe kurd û Kuristan êdî pir zahmet e ku meriv derew û rastiyê ji hev bigerîne, dibe weke porê dînan, li hev digere.
Alî Gur efendî xwedêgiravî merivekî lêkolîner e û ji bo ku rastî derkeve ortê anketek çêkirye, lê bi îhtîmaleke mezin netîceyên anketê rast nabêje, heta belovacî dike û li ser netîceyên anketê jî derwan li hev tîne.
Mesela dibêje ku netîceya ankêtê nîşan da ku ”kurd û tirk tu carî bi hev nakevin, şer nakin”Baş ev şerê ku 26 sal in berdewam e çi quzulqurt e?
Di van 26 salan da ji kurd û tirkan li dora 40-50 hezar înssanî hetine kuştin, bi hezaran kurd ji alî çete û qatilên dewletê va hatine revandin û wendakirin.
Li Kurdistanê li dora 3 hezar gundên kurdan hatine şewitandin, 3-4 milyon kurd bi darê zorê ji erd û avên xwe, ji welatê xwe hatine bidûrxistin.
Bi dehhezaran kurd hatine girtin, îşkenceyên netîdî dîtine, di zindanan da rizyane û bi sedan jî seqet mane.
Li bajarên Rojava tirk heroj êrîşî mal û dikanin kurdan dikin, kurdan li vir û li wir lînc dikin, davêjin ser malên wan bi darê zorê ji bajar û gundên xwe derdixin.
dibêjin em naxwzin bi kurdan ra bijîn...
Ji bo ku kurdek straneke kurdî dibêje ya jî bi di telefonê da bi kurdî dipeyive ji alî girseyên tirk va tê lînckirin û kuştin.
Alî Gurê lêkolîner ji me ra hîn jî dibêje ku ”ankêtê nîşan da ku kurd û tirk bi hev nakevein…”
Diyar e Alî Gur, ji bihevketinê qey jenosîdî, qetlîameke weke ya ermeniyan fêm dike.
Kurr dema miletek, tehamulî ziman, muzîk û hebûna miletekî din neke ev bihevketin û şerekî mezin e, ji viya mezintir dijminatî û bihevketin nabe.
Lê sebebê nebûna qetlîamên mezin jî ne ku herdu milet ji hev hez dikin, na, şertên der û hundur vê îmkanê nade dewlet û miletê tirk.
Sebaba esasî ev e, ne hezkirina kurd û tirkan ya ji hev e.
Dîsa li gor îdîeya Alî Gur, ji sedî 79-ê kurdan û ji sedî 64-ê DTP-yiyan naxwazin herêmeke otonom ya xwedî meclîs û pûlis naxwazin.
Wey agir bi virên te keve, wê demê ev şerê ku 26 sal in dom dike ji bo çi ye?
Madem ji sedî 70-80-ê kurdan bira serxwebûn û federasyon li wir bimîne, otonomiyê jî naxwzin, wê demê ev librxwedana 30 sal î ji bo çi ye?
Dibê xwediyê anketê ev pirs jî ji kurdan bikira, bigota madem hûn otonomiyê, meclîsê û pûlisên kurd naxwazin, wê demê hûn doza çi li dewletê dikin û ev şerê we ji bo çi ye?
Anketên wiha beşekî ji şerê psîkolojîk e, dewlet ne bi teror û çekan tenê, bi ”anketên” wiha jî li hemberî kurdan şerekî psîkolojîk dimeşîne.
Vî aliyê meselê dibê meriv tu carî ji bîr neke.
Alî Gur dibêje, bi ankêtê derketiye ortê ku ji sedî 87-ê teviya tecivatê û ji sedî 64-ê kurdan li dijî efûyeke ji bo Ocalan e.
Lê ji sedî 76, 5-ê DTP-yiyan ji efûya ji bo Ocalan ra dibêjin erê.
Hejmara/prosenta civata tirk rast e, heta dibê hîn jî zêde be, nêzî sedîsed be.
Û tirk ne ji bo Ocalan tenê, ji bo hemû kurdan wiha difikirin, heger ji destê tirkan bê, ewê hemû kurdan, bi mezin û çûkan ve, bi baş û xeraban ve komî ser hev bike û bi carê da bikuje, ku ew jî ne mimkûn be hemû kurdan têxe zindaneke pir mezin û bi vî şiklî ji wan û daxwazên wan xelas bibe.
Lê îdîa ku ji sedî 64-ê kurdan jî li dijî berdana Ocalan e ne rast e, derewke bi boçik e.
Kesên ne hevalên PKK-ê ne û raya xwe nedane DTP-ê nayê wê maneyê ku dixwazin dewlet Ocalan bikuje.
Ji bo ku meriv bixwaze însanek heta dawiya jiyana xwe di zindanê da bimîne dibê meriv pir zalim û bêmerhemet be.
Bi vê îdîayê Alî Gur dixwaze nîşan bide ku tenê PKK û BDP-yî berdana Ocalan diparêzin, lê ji sedî nêzî 70-ê kurdan li dij in, dixwazin Ocalan di zindanê da birize, bimre.
Ev ne rast e, kurdên ji Ocalan heznekin jî wiha nafikirin û nabêjin.
Dîtin û şêleke pir nemirovî ye ku meriv bixwaze dijmin kurdekî, mixalifekî ji qewmê meriv di zindanê da birizîne, bikuje.
Çapemeniya kurd li hember belovacîkirinên wiha dibê pir şiyar û bi dîqet be û netîceyên anketên wiha weke ya anketên rastîn dibê neweşînin.

25 januari 2010

Kurdî şekir e lê tirkî ŞÎRÎNTIR e

Di înternetê da platformeke bi navê ”Dîwanxane”yê heye, ez jî endamê vê komê me.
Li gor şîar û ”destûra komê”, Dîwanxane, platformeke azad û serbixwe ye û koma hemû kurda ye.
Di şîar û destûra komê da bi şiklekî vekîrî û zelal nayê gotin kîjan ziman(kurdî ya jî tirkî)zimanê komê ye.
Lê tê gotin ku ”ewê dora pêşî bidin mesajên kurdî…”
Ev jî tê wê maneyê ku zimanê komê xurî ne kurdî ye, bi qasî kurdî azadiya tirkî jî heye û kî bi kîjan zimanî binivîse serbest e.
Ev yek ji alî moderatoran ve heta nuha bi vê zelaliyê nehatibe gotin jî lê di praktîkê da wiha bûye, erê carnan ji bo nivîsîna bi kurdî hin nesîhet hatine kirin lê tu carî rê li ber tirkî nehatiye girtin.
Dema ez bûm endamê Dîwanxaneyê hêvî û baweriya min ew bû ku di pêşerojê da zimanê komê ewê bibe kurdî.
Û ji bo vê yekê jî min gelkî hewil daye…
Lê mixabin heta nuha wiha nebû û kesî jî nexwest zimanê komê bibe xurrî kurdî.
Yanî moderatoran negotin em nivîsên bi tirkî naweşînin.
Çendakî berê kurdekî bi navê Cevdet Akbay, li ser PKK-ê û Ocalan nivîsek nivîsî, nivîs bû sebebê minaqeşeyeke mezin û berfireh û hîn jî berdewam e.
Camêr ji şûrê xwe tûjtir e, pêra digihîne bersîva herkesî bide.
Ez bi xwe matmayî mame, însan çawa dikene rojê hewqas nivîs binivîse, pir xerîb e.
Ev demeke Dîwanxane ketiye bin bandora vê minaqeşeyê, mijar tenê rexne û bersîvên Cevdet Akbay e.
Îcar ji ber ku Cevdet Akbay bi tirkî nivîsî bû, loma jî hemû bersîv jî bûn tirkî. Û bi vî şiklî tirkî ji bi temamî bû zimanê Dîwanxaneyê.
Êdî herkesî dest bi tirkî kiriye, heta kesên hema qet bi tirkî nedinivîsandin jî vegeriyane tirkî.
Mane ji gelekan ra xweş bûye, kêf kêfa wan e.
Ez bi xwe ji vê yekê gelkî nerehet im.
Lê tiştek ji dest min nayê…
Kêfa min ji komên wiha tevlihev ra pir nayê, ez dixwazim koma Dîwanxaneyê bibe komeke kurdîaxêv û cî nede tirkî.
Dema wiha nebe ewê tim problem derkevin.
Bi ya minn dibê moderator û endamên komê di warê zimên da biryara xwe bidin, em komeke çawa dixwazin?
Li gor dîtina min, dibê kesên kêfa wan ji tirkî ra tê û dixwazin bi tirkî binivîsin û bixwînin, dibê ji xwe ra komeke li gor vê daxwaza xwe çêkin.
Yên dixwazin tirkî û kurdî tevlihev be, bira ew jî ji xwe ra tiştekî wisa yanî komeke tevlihev çêkin, ew jî mafê wan e.
Lê kesên weke min difirkirin, yanî kesên ku tenê kurdî dixwazin, dibê ew jî koma xwe li gor vê prensîbê çêkin û tenê destûrê bidin mesaj û nivîsên kurdî, tirkî qebûl nekin.
Karekî wiha ji dest min nayê, ez ji teknîkê qet fêm nakim û wexta min jî tuneye, lê dema hinek komeke wiha çêkin ezê bibim endamê wan yê pêşî.
Kêfa hin hevalan ji axaftin û nivîsîna tirkî ra tê, ya jî jê nereht nabin, lê ez dibim û naxwazim di civateke tirkîaxêv û ya jî tevlihev da rûnim.
Tercîha min hertim civat û hevalên kurdîaxêvin.
Ev ne mesela dijminatiyê ye, mesla hezkirinê ye.
Hinek kes ji pinpinîkan hez dikin û diherin dibin endamê komeleya pinpinîkhezan.
Lê hin kes jî kewa hez dikin, dibin endam û hevalên kewfir û kewhezan. Hinek kes ji basketê, hin kes ji futbolê hez dikn û diherin dibin endamên wan kulûban û li gor destûr û şertên wan hereket dikin.
Mesela me jî wiha ye
Bêyî veqetandineke wiha ez tu riyeke din nabînim, ya herî baş ew e ku kî ji kîjan zimanî hez dike, dibê wê komê ava bike û bibe endamê wê.
Îro min bala xwe dayê, Cevde Akbay bersîva Seîdî Sîsî bi zazakî daye û him jî gelkî xweş nivîsî ye.
Min nizanîbû zazakiya wî hewqasî baş e.
Kêfa min hat û min hinek jî keda xwe tê da dît. Ez bawer dikm ev berhema ”derzî û şûjin, kevir û kuçên” min e…
Bi ya min zazakiya wî ji tirkiya wî ne xerabtir e. Bi qasî tirkî, bi zazakî jî xwe xweş îfade kiriye.
Yanî dema bixwaze dikane bi zazakî binivîsîne.
Wê demê mesele ji mecbûriyetê bêtir, daxwaz û tercîheke siyasî ye.
Moderator Serger Barî, ji bo nivîsandina bi kurdî ji endamên komê tenê tika dike, kesî mecbûr nake.
Mesela ji bo Cevdet Akbay ra dibêje, ”Ez heyanî niha rastî heqareteke birêz Cevdet Akbay nehatime, ezê çima nivîsên wî asteng bikim?”
Maneya vê bersîva Serger Barî ew e ku , heger heqaret tê tunebe ewê her nivîsa tirkî biweşîne, dixwaze bira rojê bi sedan nivîs bên.
Jixwe hemû mesele di vir da ye.
Ez vê şêlê rast nabînim, lê mafê wî ye ku wisa bifikire. Tercîha wî komeke wiha ye, komeke kurdî û tirkî tevlihev.
Em kesên ku ji vê tevliheviyê ne razî ne ya dibê em ji Dîwanxaneyê veqetin û ji xwe ra komeke kurdîaxêv çêkin ya jî divê em zêde pêşda neçin...
Gave em pir israr bikin, hevalên moderator dikanin bibêjin, koma me ev e, heger kêfa we jê ra nayê û nayê hesabê we kerem bikin jê derkevin.
Tiştê min fêm kiriye, kurd, kurdî bizanibin nizanibin destê wan ji axaftin û nivîsîna tirkî nabe.
Dewleta tirk, tirkî li kurdan qedxe bike jî kurd qebûl nakin, ewê serî hildin, ewê îsyan bikin, ewê tirkiyê bihejînin...
Çend kesên weke min ji xwe ne normal in û kes guh nade wan, em di nava kurdan da bûne weke “teyrên kel eyna”, em cîlekî li ber qedandinê ne, bûne malê muzeyê...
Kurdî şekir e, lê tirkî şîrîntir e...

24 januari 2010

Bersîva Cevdet Akbay

Birêz Cevdet Akbay, te pirsa gelo ez "bi zazakî dizanim ya na?" ji min kiriye, belê, ez dikanim zazakî bixwînim û jê fêm jî dikim.
Lê nikanim binivîsînim.
Dema tu bi zazakî binivîsînî ezê ji te fêm bikim.
Yanî ji bo vê ne hewceye tu bi tirkî binivîsînî.
Jixwe min berê jî gotibû, ez nikanim bi soranî jî binivîsnim, lê jê fêm dikim û dikanim bixwînim. Bêguman meriv bikanibe bi hemû lehçeyên kurdî binivîsîne baş e, lê zahmet e, bes mriv dikane fêrî axaftin û xwendinê bibe.
Ev jî têr dike û jixwe tiştê ji me ra lazim e jî ev e.
Dibê em ji hev fêm bikin…
Ez him ji soranî û him jî ji zazakî fêm dikim û dikanim bixwînim, helbet ne weke kurmancî, lê têra min dike.
Loma jî ez dibêjim bira soran bi soranî, zaza bi zazakî û kurmancî bi kurmancî binivîsin û ji hev fêm bikin.
Meriv nenivîse, nexwîne, nepeyive fêrî lehçeyên hev nabe.
Weke doçent û mamostê kîmayayê dibê tu jî hewqasî bizanibî…
Ji bo ku tu û kurmanc fêrî lehçeyên hev bibin dibê hûn bi lehçeyên xwe bi hev ra bipeyivin û binivîsin. Ji bo fêrbûnê tu riyeke din tuneye.
Bahaneya ez bi kurmancî nizanim û kurmanc jî zazakî nizanin loma ez bi zazakî nanivîsim xîlafî heqîqet û xapandin e.
Ji bo min hejmar(kemîyet) qet ne mihîm e, kar û netîceya wê(keyfiyet) mihîm e.
Tiştê ez dikim feydeyê digihîne kê, zirarê dide kê, ew girîng e.
Ziman, ji bo kurdan ne tenê wasiteyeke mesajdanê ye(Ben dili, mesaj anlatmak icin kullanilan bir arac olarak goruyorum),ew sîleh û wasiteyeke asîmîlasyonê ya herî girîng û herî tahlûkeye jî.
Weke mamosteyekî zanîngehê dibê tu viya bizanî.
Tu merivekî akademîsyen î û hişê te dihere ser gelek tiştî, tu başî û xerabiyê, rastî û çewtiyê ji gelek kesan bêtir û baştir ji hev digerînî.
Bi kêmanî tu aqilê xwe pir razî ye.
Çimkî ev çend roj in tu wer aqil didî xelkê.
Yanî tu dizanî ku ji bo miletê te çi baş e û çi xerab e.
Wê demê ka ji min ra bibêje, li hember asîmîlasyonê dibê kurd çi bikin, çi xweliyê li serê xwe kin?
Tu weke mamostayekî dizanî ku dewlet bi zor û bi xapandin dixwaze zimanê kurdî bihelîne û dûra jî kurdan bike tirk.
Li hember vê siyaseta dewletê pêşniyara te çi ye, divê kurd çi bkin?
Lê li hember vê plan û armanca dewletê pêşniyara te teslîmiyet e, tu dibêjî tiştekî em bikin tuneye, dibê em asîmîlasyonê qebûl bikin û bibin tirk.
Heger tu eksê vê dibêjî kerem bike, konkret pêşniyara xwe bibêje.
Li ser mesela Ocalan, dîtinên min diyar in, dema hewce be ez dinivîsim û rexne dikim.
Loma jî li ser Ocalan tiştekî bi te ra minaqeşe bikim tuneye.
Lê îdîeya PKK-ê tu feyde negîhandiye kurdan, tenê zirar daye wan ne rast e û akademîsyenekî weke te dibê viya nebêje.
Hema carê salên 1980-î û nuha bide ber hev, 25, 30 berê tevgera kurd ya netewî di kîjan konaxê da bû îro di kîjan qonaxê da ye?
Tu jî zanî ku 30-40 berê têkoşîn û şerê bi dewletê ra li ser hebûn û tunebûna kurdan bû, kurd hene yan tune ne?
Navê kurdan ”dogulu” bû…
Lê îro minaqeşe li ser federasyon, otonomîyê ye, li ser şiklê statuya kurdan û riya çareseriyê ye.
Do, kurd tirkên çiyayî û zimanê wan jî lehçeyeke tirkî bû.
Lê îro di telewîzyona dewletê bi zimanê kurdî 24 saetan weşan heye.
Li Kurdistanê 100 belediyên 100 bajarî di destê kurdan da ye.
Di meclîsa Tirkiyê da gurûba kurdan heye.
Li Kurdistanê gelek bajarên ku do kela dijmin(CHP û yên din)bûn îro bûne kela kurdan û kurd lê ji sedî 60-70-î rayan distînin, piştî qetlîama Dêrsimê li Kurdistanê ev cara pêşî ye kurd li hember dewleta tirk dibin xwedî hêz û dikanin 3-4 milyon ray bigrin.
Ev tiştekî pir mezin e.
Dewlet ne bi şer û ne jî bi siyasî êdî nikane bi kurdan, loma jî tim teror û şîdetê bikar tîne.
Îro di her civîn, semîner, konferans û platformê da kurd bi rehetî qala navên Kurdistanê, federasyon û heta serxwebnê dikin.
Ev hemû ji ezmanan da nehatin, bi xebat û fedekariya însanan hate meydanê.
Di van qazanc û destkeftiyên îro da bêguman par û keda her hêzê, her kurdê welatparêz heye, lê ya PKK-ê ji hemûyan bêtir e.
Ji ber ku her kesî li gor hêz û qeweta xwe xizmet kiriye û kedek aniya ortê.
Ev rastî bi înkarê ji ortê ranebe.
Tu li hemberî hertiştê PKK-ê be jî dibê tu vê rastiyê jî înkar nekî.
Lê tu înkar dikî, ev jî diyar dike ku tu ne merivekî objektîv û rastgo ye.
Dibê meriv şaşî û xerabiyên PKK-ê bibje, lê xebata wan ya bi salan û keda wan jî înkar neke.
Rast e PKK-ê tiştên pir ne li rê, karên pir xerab jî kirine, min gelek caran ev yek gotiye.
Lê li alî din PKK-ê ji vî miletî ra gelek xizmet jî kiriye, bûne pêşeng û alîkarî gelek pêşketinên mezin jî, gelek tabû şikandine.
Bi kurdî rojnameyên rojane derxistine, telewîzyona kurdî vekirine, partiyên kurd danîne û gelek tiştên din...
Yanî îro li Kurdistanê kurd xwedî çi maf îmakan bin, di van da par û keda PKK-ê ji ya her kesî bêtir e.


Bersîva Cevdet Akbay.Ji bo ku xwendevan meselê fêm bikin li gel ku bi tirkîye jî ez diweşînim.

Sayin Zinare Xamo;
Dil konusu daha once de gundeme geldi. Benim anadilim Zazaki'dir, ama maalesef Zazaki'yi cok rahat yazamiyorum, yazsam bile bu gruptakilerin yuzde 2'sini ya okur ya okumaz.

Kurmanci'yi konu$ulunca idare edecek kadar anlarim, ama yazisindan okumak zorluyor beni. Ben bunu kendi acziyetime ve tembelligime veriyorum, ovunulecek birsey olarak gormuyorum. Kurmanci'yi kendi capimda ogrenmeye calisiyorum. Siz sevgili Zinare Xamo, Zazaca'yi biliyor musunuz mesela?

Turkce'ye gelince... Ben dili, mesaj anlatmak icin kullanilan bir arac olarak goruyorum. Turkce'yi kullanmam onu kutsadigimdan degil, bu gruptakilerin yuzde 90'indan fazlasi, belki yuzde 100'u Turkce'yi anliyor. Kurdce yazabilen yazsin (ben yazilanlari okumaya calisiyorum).

Fakat, sevgili Zinare Xamo, Turkce yaziyorum diye, bunu bahane ederek, bunu firsat bilerek bana tokat sallamayiniz lutfen. Varsa muhalefetinizi dolambacsiz yapiniz lutfen. Durustce birsey degil yaptiginiz.

Dostlukla
Cevdet

Ji bo ku di nivîsa xwe da min navê Koma Dîwanxaneyê nenitirandiye Rojda Xanimê bi cend gotinan ez rexne kirime. Min ev rexneya wê di cîda dît û loma jî rexneya wê jî li jêr diwesînim.
Lê dibê bête zanîn ku ev yek ne tiştekî qestiye, tenê jibîrkirineke bêhemdî ye.

Rexneya Moderatora Koma Dîwanxaneyê Rojda Xanim:

Kekê Zinarê Xemo,

Te bersiva Kekê Cevdet daye û di bin nivîsa xwe de bersiva birêz Cevdet jî weşandiye lê mixabin navê koma Diwanxane di nivîsa we de qet derbas nabe. A rastî em xemgîn bûn.

Divê navê Diwanxane jî tê de derbas biba, ne wisa kekê?

Silav û rêz,
RoJdA
Moderatora Koma Diwanxane

23 januari 2010

Cevdet Akbay wezîfeya "kurmê darê"dibîne

Birêz Cevdet Akbay, ev çend roj in di palatforma Dîwanxaneyê da ez nivîsên te taqîb dikim.
Piştî nivîsên te, min tu hinekî meraq kir û di Googlê da li navê te geriyam.
Ez nuha rastî malpera te(cevdet.net-ê) jî hatim.
Li gor bîyografiya te, tu ji Çewlikê yî, lê te gotiye ”Bîngol”, yanî te navê tirkî tercîh kriye. Ev jî tercîheke.

21 januari 2010

Tiştê hukûmeta AKP-ê dike zulm û çavsorî ye

Ji havînê da ye hukûmeta AKP-ê bi şiklekî bênabên endam û hevalbendên DTP/BDP-ê nerehet û terorîze dike.
Pûlis û cendirme şev nîvê şevan davêjin ser karxane, dahîre û malên kurdan, wan digrin û davêjin zindanan.
Xwedêgiravî kesên digrin hemû jî endamên PKK-ê ne.
Heta nuha bi dehan serokên belediyan û endamên BDP-ê bi vê îthamê terorîze kirine, girtine û xistine hefsê.
Tiştê dewlet û hukûmeta AKP-ê tîne serê kurdan çavbirîn e, çavsorî ye, stûrî û zulm e.
Dewlet ji ber ku xurt e û kane bi kurdan zulmeke nedîtî li wan dike, bê sûc û bê sebeb dûzan û pergala însan belav dike.
Tu bingeheke van operasyonan ya huqûqî û qanûnî tuneye.
Tenê pêkanîn û çavbirîn e.
Vê sibehê li Stenbolê, Agiriyê, Farqînê, Bismilê, Melazgirtê, Wanê, Îzmîrê, Qersê û Idirê dîsa avêtine ser gelek cî û malên kurdan û ji 50 kesî zêdetir însan girtine bin çavan.
Di nava kesên girtî da serokê belediya Idirê Mehmet Nûrî Guneş jî û 10 hevalên wî jî hene.
Operasyon pêşî li mala Mehmet Nûrî Guneş hate kirin û piştra jî li oda wî ya meqam û li avahiya belediyê dom kir.
Piştî gerîna li mala Guneş û avahiya belediyê, hêzên ewlekariyê(ya rastir hêzên terorîzekirinê)Mehmet Nûrî Guneş girtin û birin qereqola cendirmeyan.
Hêzên ewlekariyê dema dîtin ku miletekî zêde li ber avahiya belediyê kom bûye, ji bo ku milet zulma dibe nebîne, xwestin Guneş ne ji deriyê normal, ji dereke din bi dizî bibin.
Lê Guneş ev revandina bi dizî qebûl nekir û got, ”Ji gelê me netirsin. Bira gelê min vê rezaletê bibîne.”Abûqatên Guneş diyar kir ku Mehmet Nûrî Guneş, ”bi tawana endametiya PKK-ê hatiye girtin.”Ma qulp û bahane tuneye, PKK nebe ewê bahaneyeke din bibînin.
Esas ji bo girtin û nerehetkirina kurdan ne şert e ku sûc û sebebek jî hebe, kurdbûn û doza mafê xwe kirin ji xwe sûcê herî mezin e.
Ev sûc ji bo girtinê û heta ji bo kuştinê jî têr dike…
Endamê PKK-ê ye, endamê KCK-ê ye, vana hemû fasafîso û derewên berdîwaran e.
Sebeb hêza PKK-ê ye, dixwazin vê hêzê kêm bikin, bişkînin, lê dikin nakin zefta wan lê nayê.
Yanî nêt û hesabê hukûmetê ew e ku PKK-ê zeîf bike, ji ber hev da bixîne û heger bikanibe di nava xebata legal da ”basko” bike.
Ev zulm û zordarya dewletê hemû ji bo vê armancê ye, dibê PKK ji hêz da bikeve.
Lê ev hesabekî şaş e, PKK û tevgera kurd ya netewî bi operasyonan, bi girtin û zindankirinê zeîf nabe û naqede.
Sîh(30)salên borî îspata vê yekê ye.
Miletê kurd heta negihîje azadî û serxwebûna xwe dev ji têkoşîn û liberxwedana xwe bernade.
DTP here, ewê BDP were, BDP here ewê partiyeke din were.
Loma jî dibê hukûmeta AKP-ê dev ji xeyala ”qedandina PKK-ê” berde û ji xwe ra riyeke raalîstir bide ber xwe.
Ew jî dana mafê kurdan yê netewî ye.
Li hember van êrîşên dewletê tiştê meriv xemgîn dike bêdengiya hin hêz û kurdên derî BDP-ê ne.
Bi kêmasî weke pêwîst e û dil dixwaze li dijî êrîşan dernakevin. Ev şaş e û şêleke ne rast e.
Ji kîjan hêzê dibe bila bibe, dibê kurd xwedî li hev derkevin, piştgirî û alîkariya hev bikin, neheqiya li ser hev qebûl nekin.
Îro BDP xurt e dewlet berê êrîşî yê xurt dike, dixwaze berê hêza xurt ji desthilanîn da bixîne.
Lê sibe ewê dor were hemû kurdên welatparêz.
Di peyvê da gelek mebûsên kurd yên di nava AKP-ê da tiştên baş dibêjin, qala aştiyê û çareserkirina mesela kurd dikin.
Lê li hember vê zulma dewletê ya li hember endam û hevalbendên BDP-ê xwe kerr û lal dikin, qed deng ji wan dernakeve.
Ji dewlet û partiya xwe ra nabêjin, we xêr e, hûn çima vê zulmê li însanên me dikin?
Çi heqê we heye?
Gava dor tê PKK-ê BDP-ê, ûjdan û merhamet bi kesî ra namîne, kurdayetî û welatparêzî dadikeve nuxteya sifirê, qanûn tên jibîrkirin, hemû norm û pîvanên huqûqî dibin derew.
Bi kurtî ez bi xwe weke şexs bi vê bêdengiya hin hêz û ronakbîrên kurd û kurdên di nava AKP-ê da ne gelkî nerehet û xemgîn im.
Dil dixwest ku ne endam û hevalbendên BTP-ê tenê, hemû ronakbîr, siyasetmedar û hêzên derî PKK-ê û BTP-ê jî li hember van êrîşên dewletê yên nerewa bêdeng nemana.

20 januari 2010

Çare dibê ev artêş were belavkirin

Li gor rojnameya Tarafê îro dinivîse, di sala 2003-an da piştî ku AKP hatiye ser hukim di bin serokatiya Serokê Ordiya 1-ê Orgeneral Çetîn Dogan da haziriya darbeyekê hatiye kirin.
Navê darbeyê kirine ”Zomp/Balyoz” û li gor darbeyên din, ev darbeya herî bi hazirî û herî mezin e.
Ji ta heta derziyê li hertiştî fikirîne û amadeyiya hertiştî kirine.
Di sala 2003-an da generalên artêşa tirk di bin serokatiya Çetîn Dogan da civiyane û biryara darbeyeke leşkerî dane.
Û Darbeya 12-ê Îlonê jî ji xwe ra weke numûne girtine.
Du merheleyên plana darbeyê tesbît kirine.
Di merheleya pêşî da ewê tevlihevî, teşxele û bûyerên mezin werin derxistin û kuştin çêbibin, ji bo ku şertên îdareya urfî amade bikin.
Lê ji bo vê jî biryarên qetlîamên pir mezin girtine.
Biryar dane di serî da rojeke îniyê li Mizgefta Fatîhê ewê bombeyeke pir bi tesîr biteqînin û gelek kesan bikujin.
Ji bo vî kerî jî hemû hazirî kirine, krokî çêkirine, kesên bombeyê bicî bikin tespît kirine.
Piştî wê, li Mizgefta Beyazitê jî ewê bombeyeke din biteqînin, li wir jî ewê bi sedan kes bikuştana û birîndar bikirana.
Dûra jî ewê bi hin behaneyan bi hezên Yûnan yên hewayî ra têketana şer û hewil bidina ku balafirên Yûnan balafireke tirk bixîne.
Lê heger yûnanan nexista, wan ê bixwe balafireke xwe bixistana û bi vî hawî jî rewşeke pir krîtîk peyda bikirana.
Yanî ji bo ku urfî îdareya leşkerî îlan bikin di mizgeftan da ewê bombe biteqandana û balafirên xwe bixistana û têxin hustuyê Yûnanîstanê. Ji bo ku milet bînin xeleyanê.
Piştî îlankirina urfî îdareya leşkerî ewê darbeyek bikirana û dest dayniyana ser hukum û dest bi teror, kuştina kesên muxalif lê bi taybetî jî kuştina kurd û hin hêz û gurûbên îslamî bikirana.
Plan û programa darbeyê bi teferûat çêkirine.
Wisa ku, piştî darbeyê lîsteya endamên kabîneyî jî hazir kirine.
Lîsteya kesên ewê werin girtin, kesên ji ortê werin rakirin yek bi yek nivîsîne û hazir kirine.
Heta bigihîje kîjan reîsên belediyan ewê ji kar werin girtin û kê têkve dewsa wan, ew jî yek bi yek tespît kirine.
Di 5000 hezar rûpelî da hemû kar û barên ku ewê piştî darbeyê bikin yek bi yek rêzkirine.
Û ev hazirî jî bi belge, îmze û bi kasêtan hemû di destê dozgeran da ne. Yanî tu tiştekî veşartî tuneye.
Lê dîsa jî nikanin amadekar û berpirsiyarên van sûcan bigrin û teslîmî edaletê bikin.
Bîstek berê serokê darbeya ”Zomp” generalê teqawit Çetîn Dogan, di Star TV-da bi Ugur Dundar ra dipeyivî.
Min bîstekê lê guhdarî kir, min bala xwe dayê mêrik qet ne xema wî ye, henekê xwe bi van belge û delîlan dikir. Û hin tişt jî diparast.
Ji mehê carê darbeyek bi delîl û êspat îfşa dibe, navê mesûlan eşkere dibe. Lê netîce tuneye.
Ne yek e, ne duduye, hemû general, hemû zabitên rutbebilind bi hawakî di sûc geriyane û fêrî îktîdarê bûne.
Leşker ji sivîlan ra dibêjin ya hûnê ji emrê me dernekevin û hertiştî li gor daxwaz me bikin ya jî emê bi darê zorê tim dest deynin ser hukim û we ji meclîsê biqewirînin.
Kî bûye serokerkan û general qet ferq nake, miheqeq xwe tevî siyasetê û îdareya welêt kirine û xwestine dewlet û hukûmetê îdare bikin.
Tu dibêjî qey karê wan ne leşkerî, siyaset e.
Hukûmeta ku ev emir qebûl nekiriye bi zor xistine û îro jî dixwazin bixînin.
Ji Ozal bikeve ev cara pêşî ye ku hukûmeta AKP-ê li hember artêşê serî natewîne û bi emrê wan nake.
Loma jî ji sala 2003-an û virda ye, yanî ji roja ku AKP hatiye ser hukim û virda çend caran xwestine li hember hukûmeta AKP-ê darbeyekê bikin.
Lê biserneketine.
Di virda li gel şertên der û hundur, rola Erdogan jî pir girîng e. Erdogan weke Demirel û Erbekan nareve.
Erê newêre tam berê xwe bide wan û hemû generalên sûcdar bide girtin, lê ji ber wan jî danaxwe, teslîm jî nabe.
Ev gelkî girîng e.
Erdogan dixwaze hêdî, hêdî bi reforman artêşê bîne rê.
Lê ev îş bi pişopişo û ”nermkirinê” nabe, dibê ev artêş ji kok da were tasfiye kirin û artêşeke nuh were çêkirin.
Ev jî bi çareserkirina mesela kurd va girêdayîye. Heta ku mafê miletê kurd yê netewî neyê dayin û şer raneweste di nava artêşê da reformeke radîkal ne mimkûn e.
Ev artêş ji zabitê herî biçûk bigre, heya bi generalê herî mezin hemû bi kultura darbeyê perwerde bûne û pir hindik giş jî di sûc geriyane.
Ji bo ku Tirkiye ji tehdîta darbeyên leşkerî xelas bibe dibê ev artêşa darbecî û çete ji bin da were guhertin.

19 januari 2010

Emerîka dibêje ewê careke din kurdan tenê nehêlin

Sefîrê Emerîka yê Îraqê Christopher Hill, li paytexta Kurdistanê li Hewlêrê îro mesajên pir girîng da kurdan û cîranên wan û got, ”Emerîka ewê hertim alîkariya kurdan bike.”Titştê îro Hîll li Hewlêrê gotiye, li gor dema Bush, mesajên girîngtir û vekirîtir in, di heq siyaseta Emerîka ya pêşerojê da fikreke baştir dide meriv.
Dema meriv be beyana Hîll bi dîqet dixwîne, meriv fêm dike ku di pêşerojê de li Rojhilata Navîn ji mitefiqên Emerîka yek jî kurd in û Kurdistana Federe ye.
Dibê kurd ji nuha da vê siyaseta Emerîka aş bibînin û li gor wê gavên xwe bavêjin, ”dost” û ”dijminên” xwe tayin bikin.
Sefîrê Emerîka yê Îraqê Christopher Hill, li Hewlêr li sefaretxaneya Emerîka bi grûbek rojnamevan ra civînek çapemeniyê pêk anî û bersîva gelek pirsên rojnamevanan da.
Hill di axaftina xwe da got, wî di serdana xwe da bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê Berhem Ehmed Salih ra hevdîtin pêk anîye û di hevdîtinê da qala pirsgirêkên Herêma kurdistanê kirine.
Her wiha ew bi serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ra jî rûniştiye û bi wî ra jî rewşa Îraqê û Kurdistanê gotûbêj kiriye.
Hîll, di axaftina xwe da ji bo pêşketinên li Kurdistanê kêfxweşiya xwe nîşan daye û gotiye:
“Di pêşerojeke nêz da sermiyandarên emerîkî ewê bên herêma Kurdistanê.”
Li ser pirseke li ser deverên ku ji herêma Kurdistanê hatine cudakirin jî Hîll gotiye:
“Bi ya me divê pirsgirêkên wan deveran li gor destûrê bên çareserkirn.”
Ev gelkî girîng e. Ji ber ku bêyî kurdan hemû hêzên îraqî û heta hemû cîranên Îraqê jî naxwazin pirsgirêk li gor destûrê çareser bibe, hemû jî dixwazin meselê taloq bikin û bi vî rengî wextê qezenc bikin.
Loma jî piştgiriya Emerîka gelkî girîng e, ev yek kurdan xurttir dike.
Dîsa li ser pirseke di derbarê têkiliyên di nabêna kurdan û Emerîkayê da jî Hîll bi zimanekî pir zelal gotiye:
“Ez we dilniya dikim ku Emerîka ewê hertim alîkariya kurdan bike. Emerîka xwe nêzî gelşên kurdan dike, nemaze gelşên wan yên bi Îraqê ra. Herweha destûra Iraqê jî ji bo çareserkirina pirsên nava Iraqê bingeheke sereke ye. Bi ya min alternatîfeke ciyê wê bigre nîne”
Ev gotinên Hîll bêguman pir mihîm in. Ev jî nîşan dide ku Emerîka ewê demeke dûr û dirêj li herêmê bimîne.
Û dema li herêmê bimîne jî mitefikê herî saxlem ku kanibe baweriya xwe pê bîne bêguman kurd in.
Çimkî kurd ji tirkan, farisan û ereban bêtir muhtac û mecbûrî hevkariya bi Emerîkayê ra ne, şertê kurdan vê yekê li ser wan ferz dike.
Li alî din Emerîka jî heta dereceyekê muhtac û mecbûrî kurda ye. Ji br ku meneeta herdu seriyan jî ne di berberiyê, di hevkarî û dostaniyê da heye.
Di derbarê bicîbûna 21 hezar leşekerên Emerîka li Kurdistanê jî Hîll gotiye:
“Tiştekî wiha di rojevê da nîne. Berjewendiyên Emerîkayê yên hevbeş bi Herêma Kurdistanê ra heye û dixwaze ev herêm hertim aram be û pêşve biçe. Ez jî wiha dibînim ku Herêma Kurdistanê dahatûyeke wê ya baş û geş heye. Ev desthilata Herêma Kurdistanê jî di destûra Iraqê de hatiye garantîkirin.”
Li ser bicihanîna madeya 140-î jî Hîll gotiye:
“Me negotiye bila bicihanîna vê madeyê taloq bibe. Em bi şêweyekî cidî kar dikin ku ew made bê bicihanîn û pirsên di navbera Bexda û Hewlêrê da bên çareserkirin.”
Heta nuha gelek caran dema meriv beyanên serok û berpirsiyarên Emerîkayê dixwend meriv ji sozên wan dikket şik û gumanê, metirsiyek bi meriv ra çêdibû.
Lê vê beyana Christopher Hill, ev metirsiya min îşev hinekî kêm kir.
Tiştê xuyaye Emerîka herêmê tu carî ji rejîma Îslamî û tirkan ra nahêle û Îraqê terk nake.
Û dema wiah be jî mitefiqê esasî kurd in.
Ev yek ji bo me kurdên Tirkiyê jî pir baş e, Emerîka mitefiqê kurdên başûr ewê zû bi zû nebe dijminê kurdên bakur.

18 januari 2010

Îşev besta min li nivîsandinê nehat

Ez nizanim çima, lê hema îşev xulqê min ê nivîsandinê qet tuneye. serê min jî hinekî diêşe û ez nêv bapêşî jî bûme. Hinekî dikuxum jî.
Lê hûn rastiyê dixwzin vana hemû ne sebeb in, sebebê esasî ji nivîsîna li ser mijareke siyasî ji dilê min nayê.
Yanî bi gotineke edebîtir îşev besta min li nivîsandinê nayê...
Xwedê bi xêrê bigerîne.
Loma jî ji dêlî ku qet tiştekî nenivîsim, min got hema ezê çend pêkenokan ji we ra li hev ragirim çêtir e.
Ez hêvî dikim ku hûnê xwe ji min nexeyidî nin...

Satilmiş Dîlbazê tirk û sol tengSatilmiş Dîlbazê tirk rojekê ji bo ku ji xwe ra cotek sol bikire dikve dikanekê. Çend cotan prova dike û dûra dilê wî li yekê rûdine û dixwaze bikire. Lê sol hinekî teng e, li nigê wî dixe.
Qonderecî dibêje tişt nabe, hefta pêşî ewê hinekî bijdîne, lê dûra ewê fire bibe.
Li ser vê garantiye hostê, Satilmiş solê dikire û ji hoste ra dibêje:
-Baş e, madem hefta pêşî tenê ye, ezê jî hefta pêşî nekim pê.

Bira jina wî biryarê bideLawê Temelê laz ketibû 20 saliya xwe lê hîn nesunetkirîbû.
Cîranan jê pirsîn, gotina Temel, lawik 20 salî ye, te heta nuha çima nedaye sunetkirin?
Temel got:
-Çi ji min ra yaho, bixêr kînga zewicî bira xanima wî biryarê bide ewê çuqasî jêke.

Di alema Îslamê da bêyî Erdogan mêr tuneyeLi Erebîstana Suûdî jinek çûye avdesxanê(tualetê, daşirê). Lê bi çewtî ketiye aliyê mêran. Yên li wir riya wê birîne, gotine:
-xanim raweste, vira ji bo mêra ye.
Jinikê bi rengekî matmayî gotiye:
-Ma di hundur da serokwezîrê Tirkiyê Tayyip Erdogan heye?
Zilamên li dorê gotine:
-Na.
Li ser vê, jinikê gotiye:
-Wê demê ez dikanim herimê.
Û dûra jî gotiye:
-Ma di alema Îslamê da bêyî Erdogan mêr heye ku hûn ji min ra dibêjin vira beşê mêra ye?

Bira te bizanîbûya helaw çuqas xweş eXortê gundî derdê xwe ji havalê xwe re got:
-Axx, axx, bira te bizanîbûya helaw çuqasî xweş e!
Havalê wî got:
-Ma te helaw xwarîye?
Xort got:
-Na weleh, min nexwariye. Lê wê rojê bavê min çûbû êş, li wir li ser nanê yekî dîtibû, ji min ra qal kir...

17 januari 2010

Tirkiyê Îsraîl tam nakawt kir

Piştî krîza ”kursiya nizm û bilind” ya di nabêna Îsraîl û Tirkiyê da wezîrê parastinê yê îsraîl Ehud Barak îro li Anqerê mîvanê tirkan bû.
Lê serokên dewleta tirk qet rû nedan Barak û daxwaza wî ya hevdîtinê qebûl nekirin.
Ehud Barak, vê sibehê zû gihîşt Anqerê û pêşî çû ”Anitqabîr” yanî çû gorra Ataturk ziyaret kir.
Lê ne serokwezîr Erdogan, ne serokkomar Abdullah Gul û ne jî serokerkan Îlker Başbûg, bi hin bahaneyên pelapûçî bi Ehud Barak ra rûneniştin û hersiyan jî daxwaza wî ya hevdîtinê red kirin.
Abdullah Gul, rêwîtiya xwe ya Stenbolê, Erdogan haziriya gera xwe derva ya sê rojan û serokerkan Başbûg jî li derî Anqerebûna xwe kir bahane û yekî jî wexteke hevdîtin neda Barak.
Loma jî Barak, qîma xwe bi hevdîtina bi wezîrê derve Ahmet Davutoglu û wezîrê parastinê Vecdî Gênul anî.
Dibê ev miameleya tirkan ya rencîdekar ji bo dewlet û hukûmeta Îsraîl heqareteke pir mezin be.
Dewletek ancax dikane hewqasî biçûk bikeve…
Bi gotineke herî sivik, serokên tirkan, îsraîlî rezîl û riswa kirin.
Gotinek me kurdan heye, dibêje ”Xwedê kesî şaş neke, şaş kir fahş neke, fahş kir bi erdê ra kaş neke.”Tirk nuha îsraîliyan bi erdê ra kaş dikin.
Tê gotin ku mijara hevdîtinan ya herî girîng balafirên”heron” yê bêînsan in. Tirkiye plan dike ku ji dewleta Îsraîl ji bo şerê li hember kurdan çend balafirên ”heron” yên bêînsan bikire.
Lê piştî krîza “one minute” Erdogan ya li Davosê û nuha jî krîza ”kursiya nizm”, Îsraîlî ditirsin ku Tirkiye kirîna balafiran îptal bike.
Loma jî li hmber tirkan xwe hewqasî pîs dikin.
Heme hema hemû serokên wan yeko yeko ketine rêzê û ji tirkan uzrê xwe dixwazin.
Lê tirk zalim in, carê ketine ser dilê wan, loma jî bi rehetî dev j iwan bernadin. Çimkî ew dizanin ku li ba Îsraîl pere ji xurûr heysiyeta siyasî girîngtir e, ji bo çend quriş pere tirk bi şîrmaqan bi wan kevin jî ewê xwe nexeyidînin.
Mesela îro Erdogan, di dema gera xwe ya Erebîstana Suûdî da beyanên Ehud Barak yên uzurxwaz baş dît şirove lê pê ra jî hin ”nesîhetên” gelkî giran li îsraîliyan kir, got:
”Tirkiye berî nuha bi sedsalan çibû, dema komar ava bû çibû, nuha jî eynî Tirkiye ye, naxwaze zêde pê were lîstin. Îktîdareke wiha li ser hukim e, dibê ez viya bibîrxînim.”Dibêjin lêwik deng li bavê xwe kir, got, ”bavo min diz girtiye.” bavê got, ”lawê min berde bira here.”Lêwik dîsa bag kirê, got, ”bavo ez berdidim lê ew min bernade.”Ya îsraîliyan jî bû ev mesele, ew dev ji tirkan berdidin lê tirk dev ji wan bernadin.
Bi saya serê vê pepûkiya îsraîliyan, Erdogan û tirk di çavên ereb û farisan da bûn hûtê heftserî.Ev çend roj in çapemeniya Îranê û ereban habîre pesnê Erdogan û tirkan didin, dibêjin Îsraîl ancax ji zimanê tirkî fêm dike, ji bo Îsraîl bitirse dibê meriv pê ra bi tirkî bipeyive.
Xwedêgiravî dibêjin ”cuhû biaqil” in, Îsraîl dewleteke cidî û xwedî tecrûbeye, dîplomasiyê baş dizane.
Lê di krîza ”kursiya nizm” da terket ortê ku tu jahrê jî nizanin. Heger bizanîbûna xwe hewqas rezîl nedikrin.
Ev quretî û çavsoriya tirkan ji mêraniya wan bêtir ji ecemîtiya îsraîliyan ya dîplomatîk û siyasî tê, wan xwe xist vî halê xerab.
Lê bi baweriya min heq kirine…
Dewleta Îsraîl ji bo menfeeta xwe piştgiriya artêşa tirk û dijminatiya AKP-ê û hewildanên gavên demokratîk dike.
Loma jî AKP çi bîne serê wan jî heq kirine, bira hinekî din di erdê vegevizînin. Bira bi çavê serê xwe bibînin ku tirk dikanin wan têxin çi halî.
Ya din jî nabêna wan û tirkan çiqas xera bibe ji bo me kurdan hewqas baş e, çimkî di şerê kurdan yê netewî da ew heta nuha tim hevalbendê dewleta tirk bûne…

PARVE BIKE