30 december 2009

Xewna dawî û xebereke xêrê

Berî ku li ser vegera xwe xebereke xêrê bidim we, dixwazim xewna xwe ya şeva çûyî ku ez gelkî tirsandibûm ji we ra bibêjim.
Min dît ez diçim welêt, lê nizanim çima ez li Înglistanê bûm, li otêla nasekî dimam, li bendî wexta birêketinê bûm
Min ji katibê otêlê ra got, ji bo çûna otoboza min waye hîn 3 saet û nîvê min heye, ezê derkevim der, bîstekê ji xwe ra li van deran doş bibim.
Û ez derketim.
Xwedê giravî min navê otelê, kolana lê bû dizanîbû û karta wê jî kiribû bêrîka îşligê xwe.
Yanî qaşo ji alî edresê ve min kerê xwe li singekî baş girêdabû, ez serbest digeriyam.
Piştî bîstek ger, min fêm kir ku ez wenda bûme.
Ez vir da çûm, wê da çûm, min riya otêlê nedît û wexta rabûna otobozê jî hêdî hêdî nêz dibû.
Min xwest texsiyekê rawestînim û bi texsiyê herim, lê ji siûda xerab ra ne navê otêlê û ne jî herêm û kolana lêbû nehat bîra min.
Min destê xwe xist bêrîka îşligê xwe û kartên tê da derxistin, gelek kart bûn, lê ya otêlê tunebû.
Ez matmayî mam, kart min çawa wenda kiribû?
Bi vî şiklî ez mam li çolekê, min nizanîbû ezê berê xwe bi kuda kim û bi kuda herim.
Min bala xwe da saetê wext 2 saet jî nemaye, min xwe pir pêçare his kir, girî ket qiraka min.
Ez bi alî xwe yê çepê da vegeriyam, bi şiklekî bê hedef bîstekê meşiyam, çûm ber înşiatekê.
Wî aliyê înşiatê şiva trênê bû, piştî wê jî kolaneke qelebalix bû, însan diçûn û dihatin.
Min xwest ez derbasî wî alî bim.
Lê rê tunebû, dibê ji nava înşiatê derbas bibûma. Min xwe li nav înşiatê xist, hinekî çûm, ketim odeyekê.
Çend karkir têda dixebitin, dîwarên xênî heta nîvî lêkiribûn, lê avahî hîn neqediyabû.
Riya ez ji nava odeyê derketama tunebû, min berê xwe da paceyekê, min xwest ji pacê xwe bera wî alî bidim.
Lê hespek li ber pacê bû û xwe nedida alî, min xwest wê hinekî wê da tahm bidim, şîhînî pê ket, rê neda min û xwest bi serê xwe li min xe.
Min xwe paşda vekişand. Lê min hew dît hespeke din jî ket hundur û ew jî bi alî min da hat.
Min deng li karkiran kir ku hespên xwe ji min veqetînin, lê kesî guh neda min, her kes bi karê xwe va mijûl bû.
Ji mecbûrî min xwe di orta dîwêr û hespê ra kir û bi pacê da hilperikîm, bi halekî xerab ez derketim ser dîwarê pacê û min xwe holî jêr kir.
Min da ser şiva tirênê, min hew dît ku trên tê, min baz da, lê likumîm, rabûm û min dîsa baz da.
Trên derbas bû, ez ji mirinê filitîm, min xwîdan li xwe sar kir, hinekî bi alî çepê da meşiyam.
Min dît waye munîbûseke xerxote milet lê siwar dibe, ez çûm wir. Min got, ma ev minîbûs bi kîjan alî da dihere?
Rêwiyekî, aliyê çep nîşanî min da, got bi vî alî da dihere.
Min got baş e, ezê jî li siwar bim.
Çimkî min digot otêla min li wî alî ye.
Munîbûs pir nêzî dîwarekî sekinîbû, bi zor min xwe di orta dîwêr û minîbûsê ra kir û çûm li ser kursiya pişt şufêr rûniştim.
Şufêr destê xwe dirêjî min kir, pere xwest. Min destê xwe xist bêrîka xwe ya rastê û hinek pere derxist û dirêjî şufêr kir, lê di dema dirêjkirinê da perê min ket ber şîşa kursiya pişt serê şufêr.
Çermê kursiyê çiriya bû, hesin pê va li ba dibûn. Perê min ket bin hesinekî wek lûleyekê bû, min kişand lê çend heb jê qetqetî bûn.
Yê kêleka min got, tişt nabe, tu yê dûra bi hev ve bizeliqînî.
Munîbûsê ez li derekê danîm. Min li der û dora xwe mêze kir, min nizanîbû ez li ku me û ezê berê xwe bidim kîjan alî?
Wext li min teng dibû, dilê min bi halê min şewitî, ez ketibûm streseke dûrî aqilan.
Min dixwest edresê ji yekî bipirsim, lê minê çi bipirsiya?
Ji ber ku min ne navê otêlê û ne jî edresa wê dizanîbû…
Ez bîstekê weke dînan meşiyam, min dît zilamekî kejê navsale(li dora 40-45 salî)ji hember da tê.
Gava nêzikî min bû, min dît ku waye digrî.
Min di dilê xwe da got, veleh evê digrî miheqeq ew jî weke min yekî bi derd e, hema ezê ji vî alîkariyê bixwazim.
Min ew rawestand û derdê xwe bi kurmancî jê ra got.
Ji min ra got, wele te baş texmîn kiriye, ez jî kurd im.
Min xwest ku ew min bişîne otêla min, lê camêr nizanîbû ewê min bişîne ku û kîjan otêlê?
Min şiklê otêlê û çend dikanên li kêleka wê jê ra qal kir. Got wele ez nizanim, lê li gor tu dibêjî dikane filan der be û ji bo tu herî wira jî dibê em herin filan derê li otobozê siwar bin.
Me bi vî şiklî li hev kir û em ketin rê, em çûn, çûn, hevalê min bi rê da dageriya dikaneke fêkîfiroş, got ji min ra hinek fêkî lazim e.
Dikandar kurd bû, got li van deran kurd pir in.
Min got baş e, bikire ezê perê fêkî bidim.
Rabû kaseyek fêkî kirî, bi taybetî jî tiriyê kirî, tiriyekî pir xweş bû, zer û heb gir bû, dilê min bijiyayê, min çirtimek ji gûşî kir û bir devê xwe ku bixwim.
Lê ji destê min da ket erdê, xwediyê dikanê got, av li pişt te ye bişo. Min ji erdê rakir, şuşt û çend heb jê kir ku tam bikim, lê bi ez xwe hesiyam…
Min dît ku ez di nava nivînan da me, ez li Londonê wenda nebûme û tiştê min dîtiye xewn e.
Kêfa min hat.
Ez rabûm, min çû qedehek av vexwar. Min bala xwe dayê ku xanim jî wa ye şiyar bûye.
Min jê ra got, ez bawer dikim çûna min bû derew, tu yê tenê herî…
Got te dîsa xewn dît?
Min got erê û min xewna xwe jê ra got…
Vê sibehê dema ez li ser xurîniyê rûniştim bîna min teng bû, zulma tirkan ne bes bû ev xewn jî bûbû qembûrê ser zembûr.
Bîstek derbas bû, birayê min Fûad telefon kir, got, ”keko ez dixwazim xebereke xêrê bidim te…”
Min fêm kir mesele çi ye…
Û dûra jî xebera xêrê da min, got abûqatê te nuha telefon kiriye, gotiye mesele temam e, hakim qerara ketina dozê nivîsî ye, Zinar êdî serbest e.
Yanî ji ber ku ez ne rimildar im min xewna xwe şaş tabîr kiribû, diyar ev xewn xeberfêrîka vê mizgînîyê bûye.
Piştî vê xeberê, min telefonî abûqatê xwe Halîl Akil kir û xwest meselê ji devê wî jî bibihîzim.
Wî jî got mesele temam e, roja duşemiya bê(piştî serê salê)ezê qerara dadgehê teslîmî birayê te bikim.
Esas dawe di 4-ê meha borî da dibê biketa, lê li gor agahdariya abûqat, wê rojê heyeta dadgehê nikanîbû biciviya û loma jî hakim doz avêtibû 29-ê adarê.
Ji min ra wisa hatibû gotin û loma jî moralê min gelkî xera bûbû. Ji ber ku necivîna heyetê û taloqkirina 5 mehan ne tiştekî normal bû.
Lê dûra min fêm kir ku dibê meriv baş li meselê bipirse, dibê xwediyê meriv hebe û hinekî jî comerd be.
Yanî bi vî hawî, heger ne derew be mahkûmiya min ya 30 salan êdî qediyaye û piştî serêsalê ez kînga bixwazim ezê kanibim herim welêt.
De tişt nabe, bira avis be, bira bi derengî be…

6 kommentarer:

  1. Slav,
    Çavên te ronî, rêya te vekirî be, cîranê hêja.
    Îja emê li hêviya xewna kirîna bilêta te a welêt bin.
    Ez dibêjim hê ku te xwen nedîtiye bilêta xwe bistîne.
    Slav.
    Mamoste Nûjen.

    SvaraRadera
  2. Silav Birayemin!
    cave te roni be,doza te ket,daviya mahkumiya te hat.Cend sal bere,wehta Fuat hatibu Swed,e ji hatim u me rismek behevra kisand.
    Bi heviya e ji werim,li welet rismeki endame hemu malbate tede biksinin.Bave min gelki dihwest te
    bibini,temene wi tere nekir...Bi cuyina te yi welet,daxwaziyek wi ji bi cih te.
    Riya te vekiri be!
    Silaven biratiya
    Biraye te Metin

    SvaraRadera
  3. Xalo, de bila riya te vekirî, dilê te bi chosh be. Hêvîdar im ku tu dê heyfa van sî salên li xerîbiyê li gor dilê xwe dawî bikî u vegerî welêt.
    Bila xwedê teala li gel te be u hemu daxwaz u payînên te yên li welêt rast derbixe.

    Silav u hurmet

    Pîran Tîr

    SvaraRadera
  4. Çavên te roni be Zınar xwedê tu kevır neke ber lıngê te, bı xêr heri û bı xêr weri.

    SvaraRadera
  5. Gelek sipas ji bo dilxweşiya Cîranê min ê rojên giran, Pîran Tîr, Lawikê Farqînî û birayê min Metîn.
    Mala we gişan ava.
    Cîran, ezê guh bidim temiya te, çimkî tercûbeya te zêde ye û ez dizanim tu çêya min dixwazî...

    SvaraRadera
  6. Ser xere be, hevi dikim hesreta te ya salan bi sax u selameti biqede.

    Aqubet li sere kesen din be.

    SvaraRadera

PARVE BIKE