20 december 2009

Swêregiyan Şivan Perwer jî kirin yê xwe

Şivan Perwer mabû, swêregiyan ew jî kirin swêregî û yê xwe.
Ev çend roj in hemû malperên kurdî li ser danîna peykerê Şivan Perwer xeberekê diweşînin.
Li gor xeberê, serokê belediya Siwêrega qeza Ruhayê Ali Murat Bucak, peykerê hunermendê kurd yê bi nav û deng Şivan Perwer daniye taxeke bajêr û camêr bi yekê jî gelkî kêfxweş bûye.
Bala xwe bidinê, reîsê xelkê çi jîr e, mêrik him merivê deletê yê herî baş e û him jî peykerê Şivan datîne.
Camêr herdu aliyan jî baş îdare dike...
Helal be ji xelkê ra...
Peykerê Şivan Perwer, di bin rêvebiriya serokê belediyê Alî Mûrat Bûcak da ji alî heykeltiraş Abûzer Çalişkan ve hatiye çêkirin.
Bi rastî swêregî mêrikan ji tiştên wiha ra gelkî jêhatî ne, hema li ku yekî meşhûr bibînin ya ji alî bavê, ya ji alî dê, ya ji alî jinê ve, axirê bi riyekê digihînin xwe, dikin swêregî û tavilê peykerê wî diçikînin.
Berê jî peykerên Yilmaz Guney û Şukrî Îzol danîbûn.
Nuha bi rastî jî Şivan Perwer swêregî bûya ev yek mafê wan bû, bira ne yek, bira deh peykerên wî li çarhawêlî Swêregê daniyana.
Lê bi qasî ku ez dizanim Şivan ne swêregî ye, wêranşarî ye.
Ne ku ez çavnebariyê dikim, ya jî dilê min ji swêregiyan ra naxwaze, na, tiştekî wisa tuneye.
Ez tenê li dû rastiyê me...
Ez dixwazim hertişt rast were zanîn, kes tecawizî heqê yê din neke.
Şivan, weke malbat ne bajarî ye, gundî ye û gundê wî jî girêdayî Wêranşarê ye, yanî li ser nufûsa Wêranşarê ye.
Ev jî tê wê maneyê ku ew ne swêregî, lê wêranşarî ye.
Gulîstan jî wisa ye, ew jî ji Wêranşarê ye.
Lê gelek caran min bihîstiye û xwendiye swêregî Gulîstanê jî weke Şivan dikin swêregî.
Û li gel ku malbata Gulîstanê jî li Wêranşarê dima.
Lê dibê ez viya jî bibêjim ku Gulîstan jî û Şivan jî di vê meselê da carnan ”oportunîstiyê” dikin, naxwazin dilê swêregiyan ji xwe bihêlin, loma jî li hember ”swêregîbûna” xwe, xwe kerr dikin, dengê xwe nakin.
Weke hevaltiya bi însanên ”meşhûr” ra, diyar e hemşerîtiya bajarê ”meşhûr” û bi ”nav û deng” jî xweştir e.
Esas Swêreg bajarekî menbea, inbara kesên ”meşhûr” e, bi sedan nivîskar, şair, hunermend, general, profesor û siyasetmedarên pir û pir meşhûr jê derketine.
Loma jî pir ne mihatacê Şivanê me yê wêranşarî ne.
Mesela tirkçiyên weke Prof. Dr. Kamîl Turan, Abdulkadir Karahan û heta serokê MHP-ê Dewlet Bahçelî jî swêregî ye.
Swêregî mêrikan bi rastî jî gelkî jîr in, li xerabên xwe xwedî dernakevin û başên xelkê jî dikin malê xwe.
Çi baş, çi baş...
Gelî swêregiyano, meşhûrên we berê têra we hene, ji kerema xwe ra Şivan Perwer jî nekin malê xwe, bira ew jî ji wêranşariyan ra bimîne.
Ez tiştekî din jî li vir eşkere bikim, mesela herkes wisa dizane ku Mehmet Uzun swêregî ye.
Lê di eslê xwe da ew jî ne swêregî, wêranşarî ye.
Malbata Mehmet Uzun ji Wêranşarê ji eşîra Kûra ye.
Yanî ew kûrî ye.
Lê kalê wan ji ber dijminatiyê ji gundê xwe bar kiriye û çûye li gundekî nêzî Swêregê bicî bûye û bi vî hawî bûne swêregî.
Lê li gel vê jî wêranşarî Mehmet Ûzûn nakin malê xwe û li Wêranşarê peykerê wî danînin.
Yanî swêregî pir pêşda herin, wêranşarî dikanin Mehmet Ûzûn jî ji wan bistînin û wan bê nivîskarê kurdî bihêlin.
Lê li alî din di vê rewşê da helbet sûcê wêranşariyan jî heye, bira serokê belediya Wêranşarê, Leyla xanimê jî berî serokê belediya Swêregê bîr bibira û peykerê Şivan çêkira.
Lê ka ew aqil, ka ew zanîn?
Xwelîleserên wêranşariyan kes li Wêranşarê nedîtin, jinebiyeke ji Cîhanbeyliyê tayinkirî kirin seroka belediya xwe.
Ma çi haya vê jinbiya tayinkirî û emirqûlî dikane ji dîrok û civata Wêranşarê hebe?
Qet…
Loma jî here were Şivanekî wan hebû, ew jî swêregiyan ji wan stend.
Ez di dewsa belediya Wêranşarê da bim ezê jî peykerê Gulîstan û Şivan bi hev ra şêkim, çimkî herdu jî wêranşarî û hêjayî bîranînê ne…
Pêşniyar ji min, bicîanîn ji wêranşariyan.
Lê ez bawer nakim ku tişt ji wêranşariyan derkeve, ji ber ku miletekî ne ji xwe ra ye…

2 kommentarer:

  1. Yaw Ziunar tu chiqas svatsjuk i. Ma tu Weranshare u Siwerege diki yek.

    SvaraRadera
  2. Ez çi bikim bira, ez "hesûd" jî nebim ezê ji qehran biteqim!!!
    Xwelîleserê wêranşariyên min hewqs bêkêr in rebenan nikanin li stranbêjekî xwe jî xwedî derkevin, swêregî mêrikan wî jî ji wan distînin.
    Û ya xerab, di ser vê zulmê da mahrûman tew dengê xwe jî nakin, nabêjin wele ne Şivan ne swêregî, wêranşarî ye.
    Ez nizanim ez çawa ji vî bajarî derketime???

    SvaraRadera

PARVE BIKE