31 december 2009

Sala we ya nû pîroz be!

Nuha li Stockholmê saet tê duduyan û ez nuh hatim mal.
Piştî xebera çûnê, ji kêfa ez çûm der û min ev xeber bi ”dîzî” pîroz kir.
Nuha serê min hinekî xweş e û dilê min jî ji kêfa geş e, aqûbet li serê hemû kesên ji welatê xwe dûr û weke min be…
Gelî xwendevanan, belkî we ji bîr kiribe, lê ez bînim bîra we, di 30-ê îlona 2007-an da min dest bi vê blogê kir.
Sibe ne dusibe, yanî di sala 2010-an da bloga min dikeve 4 saliya xwe.
Sê sal domandin ne temenekî pir dirêj be jî lê ne pir kin e jî.
Di sala 2007-an da 86, sala 2008-an da 310 û sala 2009-an da jî bêyî bersîvên şirovyên xwendevanan, min tam 343 nivîs nivîsîne.
Yanî îsal, min hema hema her roj nivîsek nivîsî ye.
Roja karê min derketiye min nikanîbûye binivîsim, roja din min du nivîs nivîsîne.
Yanî min bi hemû îmkanên xwe hewil daye ku her şev nivîsekê binivîsim û min ev standart parastiye.
Ez bawer dikm îsal ev nivîsa min ya dawî ye…
Wek hûn jî dizanin sibe(nuha hîn şev e, loma ez dibêjim sibe) serêsalê ye û bi îhtîmaleke mezin ezê nikanibim tiştekî binivîsim.
Bi kêmanî nuha ez wisa texmîn dikim…
Min dixwest bi ketina sala nû ra hin guhertinan di malpera xwe da çê bikim, lê ji destê min nayê.
Min ji xwe ra digot, ezê hin dokuman û dîtinên xwe ji ”avakarê pêşî” ra bişinîm û dîsa alîkariyê jê bixwazim.
Lê min cangiranî kir û heta nuha haya wî negîhandê.
Loma jî ez nuha tu soza guhertinan nadim we, ezê wisa dom bikim, hela ka Xwedê çawa dike…
Lê ez dixwazim hûn dîtin û pêşniyarên xwe di bin vê nîvasa min da binivîsin. Ez dixwazim hinekî li we jî guhdarî bikim, aqil ji we jî bigrim.
Te dî dibêjin dest di ser dest ra, aqil di ser aqil ra.
Her çiqas ez ji aqilê xwe gelkî razî me jî, lê dîsa jî xem nake, çimkî zirara perê zêde û aqilê zêde tuneye.
Ez nuha li ser rê me, ji min ra herdu jî lazim in...
Hûn jî dîtinên, pêşniyar û rexneyên xwe bibêjin.
Gelo ez çi binivîsim?
Qala çi bikim û qala çi nekim?
Tiştên bê dilê we çi ne?
Tiştên bêtir kêfa we jê rat ê çi ne?
Hûn dixwazin kîjan mijar di vir da hebin û kîjan tunebin?
Yanî bi kurtî li ser xebata xwe ya 3 salên borî û ji bo sala pêş, ez dixwazim dîtin û fikrên we jî fêr bibim.
Heger hûn di xwe ra bibînin û dîtin, pêşniyar û rexneyên xwe bigihînin min, ezê gelkê kêfxweş bibim.
Ez sala we ya nû û ya hemû kurdan ji dil û can pîroz dikim û hêvî dikim ku sala 2010-an ji bo gelê me yê bindest û mezlûm bibe sala serkeftinên mezin û dîtina rojên azad û serbixwe.

6 kommentarer:

  1. Weleh mamo te bloga xwe xwesh kiriye

    SvaraRadera
  2. Merheba Zinar,

    Sala te ji piroz be. Blaoga te ya nujen ne xerabe.

    SvaraRadera
  3. Sala te ya nu pirozbe u hevidikim ku ti di roje pesde me bi nivise xwe en heja u bi zad mijul bike.
    Ez her roj malpara te dixwenim u kefa min geleki ji nivise tere te.
    Tistek bi wan destan neye.Saeta te xwes u jiyaneke xwes jibo te dixwazim.
    Midyadiye

    SvaraRadera
  4. heyfa hewka salen ji welat dur. m a tu dibe qey te welate hinekan ji van bistini. Welat welate te ye. Tu tist ji je tabii tune buku tu welate xwe bi dile xwe bigeri.. Ez nizanim te cjen cara tesebbus kiri ji bo vegeri le te duxuda ew cesreta mezin ya nedi yaji li welate xeribiye da pasifize buy u tene bi nivisen xeyi heja dile xwe tiji kir. Le xem neke wexta tu vegeriya ji pisti hevka salan, eger te welatek ne gora dile xwe bibini ji, le je reji sukur bike,,tuji u welat ji hatine guhertin.. bi slaven germ. Pale Nujen.

    SvaraRadera
  5. Birayê Pala, gotinek kurdan heye, dibêje "Yê zane zane, yê nizane baqê nîskan e"
    Yanî ez ne tirsonek im, lê derdê min tevraneke...

    SvaraRadera
  6. Why people still make use of to read news papers when in this technological globe
    the whole thing is existing on web?

    Review my blog post :: best cellulite treatment

    SvaraRadera

PARVE BIKE