19 december 2009

Min dizanîbû rebenan bindest in

Min bawer nedikir ku parlamenterên DTP-ê bi rastî jî ewê xwediyê gotina xwe bin û ji parlamentoyê îstîfa bikin.
Çimkî ew ne mirovên azad in, îradeya wan di destê Ocalan da ye, ne ew, ancax Oclan dikane biryara îsîfa ya jî mayina wan bide.
A ji ber ku min ev rastî texmîn dikir, di nivîsa xwe ya 12-ê mehê da min gotibû:
-Ji ber ku Ocalan, di hevdîtina xwe ya roja çarşemiyê da ji parêzerên xwe ra gotiye, DTP were girtin jî tişt nabe, ”ne dawiya dinyayê ye, dema were girtin bira micadeleya xwe dewam bikin.”Min ev gotinên Ocalan weke emrekî îstîfanekirinê fêmkiribû û gotibû, ”emrê berdewamiyê hatiye dayin û ewê îtîatî vî emrî bikin.”Derket ortê ku texmîna min ne şaş bûye, birastî jî hemûyan weke berxikan emrê Ocalan bi serên xwe qebûl kirin û biryara xwe ya îstîfayê paşda girtin.
Do, piştî civîna DTP û BDP-ê, dîsa eynî Ahmet Turkî,(meriv şaş dimîne, çawa li ber xwe nakeve) ragihand ku 19 parlamenterên DTP-ê yên di parlamentoyê da îstîfa nakin.
Ahmet Turk got:
”Hin hêzên demokratîk, rewşenbîr, nivîskar û akademîsyenan daxwaza mayîna me di parlamentoyê de kirin. Her wiha roja çarşemê Ocalan jî bi riya parêzerên xwe li ser vê mijarê nêrînên xwe anîn ziman û pêşniyaz kir ku parlamenterên DTP-ê parlamentoyê bi cîh nehêlin û di xebatên xwe yên demokratîk da berdewam bin.”
"Hêzên demokratîk, nivîskar û rewşenbîr" vala ye, ya girîng emrê Ocalan e, li ser emrê Ocalan mecbûr mane ku biryara xwe paşda bigrin.
Rastî ev e.
Dihat zanîn ku Ahmet Turk û hevalên wî ne li ber tu tiştî ne, serokatiya wan jî û mebûsiya wan jî formalîte ye, Ocalan hertişt e.
Vê "çerxkirina" dawî ev rastî baştir raxist ber çavê dewletê û hemû kurdan.
Abdullah Ocalan hertişt e û herkes û hemû dezgehên din jî vala û ne tiştek in...
Û hewqas peyayên mest û mezin, xwedêgiravî serok û mebûs in, lê dîsa jî vê heqareta nedîtî qebûl dikin, ji bin emrê Ocalan dernakvin.
Kesên ku bi serê xwe nikanibin biryarekê bigrin û dema digrin jî roja din li gor emrê şexsekî ku dîlê dijmin e biguherînin, ewê çawa bikanibin pêşengiyê ji tevgereke netewî ya miletê kurd ra bikin?
Partiyeke ku bi milyonan rayên gel girtiye, lê bi serê xwe nikane biryarekê bigre, li gor emirên Ocalan dimeşe.
Ev heqareteke ne li hemû parlamenter û birêvebirên DTP-ê tenê ye, heqaretekek li miletê kurd e jî.
Bi vê zîqzaqa dawî Ahmet Turk û hemû berpirsiyar û parlamenterên DTP-ê nîşan dan ku ew sifir in, pepûk hêsîrên destê Ocalan in.
Rast çewt, biryarek dabûn dibê bicî bianîna.
Erê siyaset ne bi hestan, bi aqil dibe, lê ”aqilekî” ku meriv bike sifir jî dibê meriv qebûl neke.
Bi vê biryara dawî îspat bû ku mebûs û berpirsiyarên DTP-ê ne mirvovên xwedî îrade û azad in, bi serê xwe ew nikanin biryrarekê bidin.
Di nezdê dewletê da ji nuha û pêva di nabêna hebûn û nebûna hemû birêvebirên DTP-ê da êdî tu ferq tuneye.
Ahmet Turk û hemû parlamenterên DTP-ê û nuha jî yên BTP-ê, êdî ne ew kes in ku meriv îtîbarî gotinên wan bike û wan bigre cidiyê.
Ji ber ku ew çi biryarê bigrin û çi sozê bidin jî heta ku Ocalan tesdîq neke vala ye, meriv nikane pê bawer bike.
Ocalan, bi tena serê xwe û him jî di hefsê da, hêzeke weke PKK-ê mezin, bi hezaran gerîla, partiyeke ku bi milyona ray girtiye îdare dike, hemû kiriye êsîrê xwe.
Ew êsîrî dewletê ye, lê PKK, KCK û DTP jî bûne êsîrên wî, dewlet wî, ew jî ji bo şexsê xwe van hêzan bikar tîne.
Berê hêviyeke hebû ku DTP, ji bo çareseriyê kanibe rolekê bilîze, lê bi vê bûyera dawî eşkere bû ku êdî ew jî, PKK jî, gerîla jî, cephe jî ne xwedî îradeyeke serbixwe ne, hertişt Ocalan e, Ocalan çi bibêje, herkes bê lamûcîm emrê wî bicî tîne.
Dema meriv li rewşê dinêre, aqilê meriv disekine, meriv nikane bawer bike.
Belkî jî însanan di saxaxiya pêxemberan da hewqasî îtîatî wan nekirye.
Lê psîkopatekî weke Ocalan, dikane vî hukmî bike û hewqas însan têxe bin emrê xwe.
Ji bo dewletê ev otorîteya Ocalan ya mutleq loto ye, heger dewlet hinekî tawîzê bide şexsê wî û rewşa wî baştir bike, dikane PKK-ê, gerîla û vê hêza mezin û muhteşem tasfiye bike.
Lê a bixêr ku dewlet ji eksa xwe ya em bi terorîstan ra rûnanin danakeve û hemû gerîleyan teslîm nagire.

1 kommentar:

  1. Wey li hale me kurdabe!
    Hata ku Abdullah Ocalan seroke kurdanbe we hale kurdan evbe.Ev cibu bu bela sere kurda.
    Silav u rez jibo TE Zinare Xemo

    Midyadiye

    SvaraRadera

PARVE BIKE