27 december 2009

Li Tirkiyê "Qanûn" tenê ji bo kurdan heye...

Parlamenterê AKP-ê yê Xarpêtê(Elezîz)Feyzî Îşbaşaran, bi rê da serxweş hate girtin.
Ji bo ku pufî balona testa alkolê neke û nasnameya xwe nîşan nede, bi pûlisên trafîkê ra ket minaqeşeyeke gelkî ne xweş û ji pûlisan ra gelek gotinên ne xweş kir.
Ji br vê şêla wî ya ne li gora mebûsekî, AKP-ê Feyzî Îşbaşaran bi daxwaza îxracê da heyeta dîsîplînê.
Îşbaşaran fêm kir ku ewê wî îxrac bikin, loma jî berî ku ew were îxrackirin, do wî bi xwe ji AKP-ê îstîfa kir.
Di civîna îstîfa xwe da kaxeta xwe ya îstifayê xwend û dûra jî bi hêrs kaxet derbasî mîkrofona ber xwe kir û got, ”Erdogan tehamulî Baydemîr kir, lê tehamulî min nake.”Mêrik serxweş hatiye girtin, sûcê xwe qebûl nekirye, li pûlisên wezîfedar heqaretê kiriye û ji ber vê yekê jî partiya wî dixwaze wî ceza bike.
Yanî di nabêna bûyera wî û Osman Baydemîr da tu têkiliyek tuneye.
Osman Baydemir bi rê da serxweş nehatiye girtin û heqaret li pûlisên trafîkê nekiriye.
Lê li gel vê jî, ew êrîşî Baydemîr dike.
Ji Erdogan ra dibêje, tu çima tehamulî Osman Baydemir dikî, lê tehamulî min nakî.
Esas wek şexs tu derdekî Îşbaşaran bi Baydemîr ra tuneye, derdê wî bi Baydenirê kurd ra heye, ew êrîşî kurdan dike, derdê wî bi kurdan ra ye.
Li gor wî dema yekî tirk di tafîkê da serxweş were girtin jî dibê neyê girtin, çimkî ew tirk e û li dijî kurda ye.
Li Tarsûsê pûlis davêjin ser taxa romenan. Bi jinekê ra hin madeyên narkotîkayê digrin.
Dixwazin wê bigrin, lê jinik îtîraz dike, dibêje min berdin.
Li hember kamareyên telewîzyonan jinik xwe perçe dike, êrîşê dibe ser pûlisan dibêje, ”çima hûn min digrin, herin Leyla Zanayê bigrin...”Grûbek faşîstên tir êrîşî du xortên kurd dikin, bi kevir û daran li wan dixin, herduyan jî birîndar dikin.
Ew pir in kurd dudu ne.
Pûlis tên, êrîşkarekî faşîst jî digrin.
Yê faşîst îtîraz dike, dibêje ez tirk im, yên terorîst ew in, herin wan bigrin.
Pûlis, yê faşîst berdide û herdu xortên kurd digrin.
Yên marûzî êrîşê bûne kurd in, yên birîndar bûne kurd in, lê yên tên girtin jî ew in.
Ji ber ku ew kurd in...
Kêfa milet tê, milet ji pûlisan ra li çepikan dixe.
Pûlis bêqanûniyê dike, yê êrîşkar û zorba berdide û yê mexdûr digre.
Lê milet dîsa jî jê ra li çepikan dixe.
Çimkî pûlis vê bêqanûniyê ne li hember tirkan, li hember kurdan dike, loma jî milet jê ra li çepikan dixe.
Parlamenterê Xarpêtê Feyzî Îşbaşaran jî dizane û faşîstên tirk jî diznin ku dema meriv li dijî kurdan be, meriv çi bêrêtiyê û bêqanûniyê bike jî ne sûc e û dibê dewlet jî tu carî weke sûc nebîne.
Loma jî li Tirkiyê hemû diz, sextekar, çete, rêbir û qatil ji bo ku neyên girtin û cezakirin li dijî tevgera kurd ya netewî ne û xwe weke dijmin û neyarên kurdan nîşan didin.
Mêrik serxweş tê girtin, ji pûlisan ra dibêje, ji ber ku ez dewletê diparêzim û li dijî kurda me, loma jî dibê hûn min berdin.
Çimkî li ba dilê wî, piştî ku meriv li dijî kurdan be dibê her babet sûc û sextekarî serbest be.
Û bi rastî jî heta nuha li Tirkiyê bi piranî wiha bûye.
”Qanûn” tenê ji bo pelixandina kurdan hatine bikaranîn.
Ma hewqas qatil, çete, bîrên asîtê û rêxistinên weke Ergenekonê ne netîceya vê fikrê û dîtinê ne.
Ji bo ku li dijî kurda ye, ji bo ku ji bo qetilkirina kurdan hatiye çêkirin loma jî dibê li hember qanûnan ne sûc be, kesên di sûc geriyane dibê neyên cezakirin û hwd.
Yanî parlamenterê serxweş jî, qereçiya narkotîkfiroş jî, çeteyên Ergenekonê jî û faşîstên tirk yên krîmînel jî di dijminatiya kurdan da weke hev difirkirin; kesên li dijî kurdan çi sûcî bikin jî divê neyên girtin û cezakirin.
Çimkî li Tirkiyê sûc jî, qanûn û ceza jî tenê ji bo kurdan hene…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE