08 december 2009

Halê min û Sosireteke kurdan

Hin şev hene meriv li xwe diheyire, nizane qala çi bike û kîjan meselê bike mijara nivîsa xwe.
Ev zêdeyî nîvsaetêye ez li mijareke xweş û girîng digerim lê tiştekî nabînim, ji vê malperê diherim wê malperê vala ye, tiştekî bi ser avê naxim.
Wek tirk dibêjin, sifir sifir elde sifir…
Helbet ez dikanim nenivîsim jî.
Lê çaxa têm wê nuxtê, dudilî min digre, ez ji xwe ra dibêjim, çima ezê nenivîsim?
Tu mazereteke min ya cidî tuneye, ez ne nexweşê di nava nivînan da me û ne jî mîvanên min hene…
De îcar ezê ji bo çi nenivîsim û çi sebebê nîşan bidim?
Loma jî ez dikim nakim, ji bo nenivîsandinê ez nikanim xwe îqna bikim.
Îcar dema ez nikanibim xwe îqna bikim, ezê çawa kanibim xwendevanan îqna bikim.
Welhasil dudiliya min, ez binivîsînim, nenivîsînim li ser vî mînwalî dom dike û dawiya dawî xîret, îstîkrar û berxwedan zora bêxîretiyê û tembeliyê dibe.
Loma jî her êvar ji vir û ji wir, çend gotinan li hev radigrim.
Nuha min careke din bala xwe da hin malperên kurdan.
Di malpera Nefelê û Avestakurd da xebera li ser çîroka beşdarbûna Behrem Haco ya TRT6-ê bêhemdî bala min kişand.
Herdu malperan jî bi saya serê Behrem Haco şirik ji hev berdane, hevdu baş di denê da kirine.
Min xebera pêşî ya Avestakurdê nexwendibû, loma jî haya min ji şerê Nefelê û Avestakurdê tunebû.
Mesele bûye gêrmiya gavanan, ji hev derxistina wê ne mimkûn e.
Weke Behrem Haco bi xwe di telefonê da ji Arif Zêrevan ra gotiye, ”haşa ko yek çiqasî gû tevbide pirtir bêhn jê têt.”
Bi qasî min jî fêm kir ne kêm ne zêde, tam wisa bûye.
Lê ji bo ku ”bîn zêde jê nedefe” ezê qet ”tevnedim” û we jî pê nerehet nekim.
Bes dixwazim bi kurtî qala vê xebera dûrî aqilan bikim.
Tiştê min ji şerê belge û telefonên di navbera Nefelê û Avestakurdê da fêm kir, hefta borî, Behrem Hacoyê resam beşdarî programa Arif Zêrevan ya TRT6-ê bûye.
Do di Avestakurdê da nivîsek bi navê Behrem Haco hatiye weşandin. Behrem Haco, di wê nivîsa xwe da dibêje, haya wî ji TRT6-ê tuneye, Arif Zêrevan jê ra negotiye ew programê ji bo telewîzyoneke Tirkiyê çêdike, wî gotiye belkî ji bo telewîzyineke kurdî ye û loma ew hevpeyvîn qebûl kiriye.
Piştî vê xeberê bi çend saetan, îcar Nefelê bersîva Avestakurdê daye û gotiye:
”Behrem Hacoyî vê êvarê ji Nefelê re got ew daxuyanî ne ya wî ye û ew bi rizamendiya xwe beşdarî programa Ewronameyê ya TRT6-ê bûye.
Behrem Haco dibêje her kê ew daxuyanî belav kiribe haya wî jê nîne û wî ji ti malperên kurdî re daxuyaniyeka wisa jî rênekiriye û dibêje dibe ko hinek kesên ko ji wî aciz in planeka wisa li dijî wî organîze kiribin.”
Piştî vê bersîva Nefelê bi çend saetan îcar Avestakurdê, bi deng û nivîsa Behrem Haco bersîva Nefelê daye.
Di wê telefona bi Avestakurd ra Behrem Haco dibêje, ew bi Arif Zêrevan ra nepeyivî ye û ew tiştên di nefelê da li ser navê wî hatine gotin jî ne rast in, haya wî jê tuneye.
Bi kurtî tiştê Nefelê gotiye û îdîa kiriye red dike û dibêje derew e.
Hîn neqediya, sosiret dewam dike.
Û nuha jî îcar Arif Zêrevan belgeyeke bi nivîs û bi dengê Behrem Haco weşandiye.
Îcar Arif Zêrevan telefonî Behrem Haco kiriye û gotiye, ”ma Xêr e, daxuyaniyek bi navê te hatiye belav kirin ko tu ne bi rizaya xwe beşdarî TRT6-ê bûyî û tiştên wisa.”
Behreh Haco, îcar jî ji Arif Zêrevan ra gotiye, ”wî ji kesî ra tiştekî wisa negotiye û haya wî jî jê tuneye.”
Hevpeyvîn dirêj e, ez naxwazim qalê bikim,lê gotiye tiştê di Avestakurdê da hatiye weşandin haya wî jê tuneye, hinekan li ser navê wî weşndiye û ew gotin ne yên wî ne.
Lê ji Avestakurdê ra jî berî wê bi çend saetan eksê wê gotibû, gotibû Arif Zêreva ew xapandiye û ew tiştên ew li ser navî wî dibêjin ne rast e, ew tu carî bi Arif ra nepeyivî ye.
Ev 30 sal in ez di nava vî karî da me, li gel siyasetê pir hindik bi karê rojnamevaniyê jî mijûl dibim.
Heta nuha min tu carî ne di çapemeniya tirk û swêdî da û ne jî di ya kurd da ibreteke wiha nedîtiye.
Ev cara pêşî ye ez dibim şahidê sosireteke wiha.
Camêr di telfonê da dilê kesî ji xwe nehîştiye, kê telefonî wî kiriye li gorî dilê wî peyivîye û yê din derewçîn derxistiye.
Îcar gava yê din telefon kirye, ji wî ra jî eynî tişt gotiye, îcar li gor dilê wî peyivîye û gotiye, na, yê din derewa dike.
Xwedê kir ku haya min ji hebûna nexweşiya ”mîtomaniyê” heye, heger haya min jê tunebûya îşev ewê xew li min bigeriya.
Pêşiyên kurdan gotine derew li miriyan dibin, heyran miriyên çi halê çi, hersê serî jî sax in lê kes nikane li ser kesî îspat bike.
Tiştê ez dizanim Xwedê meriv ji MÎTOMANÊN kurdan bisitirîne û hew…
Ez sond dixwim bêyî kurdan di nava tu miletekî din da sosireteke wiha ne mimkûn e...

3 kommentarer:

  1. Birêz Xamo, berî her tiştî biborîne, min ji zûde, serdana we nekiriye, rîtma xebatê min di înternetê de û li derveyî wê aramiyê nas nake. Lê niha min mafê panabertiyê wergirtiye, rojekê ez hatim Swêde, ez serdana we jî bikim.

    Gelekî spas ji bo vê nivîsê. Berê vê jî avestakurd (bi riya min) û Nefelê bi hev ketin derbarê wegerandina nûçeyeke Spanî li ser birêz Kurdo Baksî. Ji ber wê vê carê min nedixwest ez bi vî şerê nû agahdar bim.

    Spas ji bo şîroveya te, em bi vê tevliheviyê agahdabûn.

    Û hêvî dikim hûn herdem binivîsînin, li xwe nehyre, xwendevanên we tim li bendê we ne.

    Silav ji zemîna Don Kîxotê.

    Zinar Ala / Spanay

    SvaraRadera
  2. Zelalkirinek ji Zinar Ala:
    Min gotibû ku demeke dirêj min serdana we nekiriye, lê divê min bigota: min ji zûde li blogê we şîrove nekiriye.
    Tenê min dxwest ez eşkere bikim ku ez hemû nivîsên we dixwînin.

    Silav ji Ciudad Real

    SvaraRadera
  3. Wey gelek sipas û mala te ava ji bo vê ziyaretê û silava te, birayê Zinar Ala.
    Û ji bo ku te mafê penaberiyê girtiye chavê te ronî be.
    Dema tu hatî Swêd ser seran û chavan bibî mîvanê min.
    Gelek silavên bdostaniyê
    Zianrê Xamo

    SvaraRadera

PARVE BIKE