02 december 2009

Hafizeya miletan...

Dîrok, hafizeya mileta ye, miletê ji dîroka xwe bêhay yanî ji bêhafize, weke însanê gêj û kêmaqil e, herkes dikane pê bilîze, pê bikene û tiştên li dijî menfeta wî pê bide gotin û kirin.
Lê miletê xwedî hafiza, xwedî şuûrekî netewî ye jî, xwe baş nas dike, ferqa xwe û miletên din dizane.
Kesê xwedî hafiza, koka xwe, dîroka xwe, serpêhatiyên bav û kalên xwe dizane û dema pêwîst be vanan bibîr tîne, dewrî cîlên nuh dike.
Û bi vî rengî dibe sebebê xuluqandina zanîn û şiûrekî netewî yê mişterek.
Şeb û şekir herdu jî gewr in lê tama wan cihê ye.
Miletê xwedî hafize yanî xwedî zanîneke dîrokî şeb û jî şekir zû ji hev digerîne, tu carî tev hev nake, bi reng naxape.
Di van rojên dawiyê da dema meriv li hin siyasetmedarên kurd guhdarî dike, meriv dibîne ku çuqasî ”bêhafize/bîr” ne û loma jî ji tevger, şiûr û hestên netewî bêpar in.
Li gel ku xwedêgiravî rêber û siyasetmedarên miletê kurd in, lê bi gotin û daxwazên xwe, bi analîz û hedefên xwe yên siyasî weke dilnexwazên miletê xwe dipeyivin.
Ji ber ku ew dijmin baş nas nakin, loma jî dibin sebebê ku milet jî şaşomaşo bibe û neyarê xwe nas neke.
Serok û kadirên miletan di civatê da nerivên zana ne, jîr in, ziman û dîroka gelê xwe dizanin, hestên wan yê netewî xurt e û loma jî bûne pêşengên tevgera miletê xwe.
Lê yên me kurdan piranîya wan zimanê gelê xwe nizanin, ji dîrokê xwe bêpar in û şiûrê wan yê netewî jî nêzî sifirê ye.
Loma jî gelekê caran gotinên li dijî berjewendiya gelê xwe dibêjin.
Meriv pê diqehere...
Ev çend roj in li hin bajarên Tirkiyê û li gelek bajarên Kurdistanê meş, çalakî û protestoyên kurdan hene.
Rojê 40-50 kesan digrin û davêjin hundur, heqaretên mezin li milet dikin.
Hêzên ewlekariyê pir sert hereket dikin.
Berdevkên hukûmetê beyanên sert didin.
DTP, pir sert bersîvê dide hukûmetê.
Welhasil li her derê toz û dûman e, qîjewîjeke mezin heye, hertişt li bin guhê hev ketiye, bûye wek porê dînan.
Lê min fêm nekir mesele çi ye?
Tê gotin ku Ocalan ji ciyê xwe yê nuh ne razî ye, gotiye ji ciyê berê xerabtir e.
Baş e, bira ciyê wî baştir bikin, bira oda wî biguherînin, dibê hevalên wî viya bixwazin.
Lê ji bo başkirina ciyê wî, guhertina odeya wî ma rê ev tenê ye?
Ma bêyî şewitandina ereeyan tu riyeke din tuneye?
Gelo ji bo kurdan metod û riya herî baş ev e?
Di vê nabênê da "pakêt" makêta "kurd" jî têk çû, kes nizane çi hat serî.
Belkî jî hukûmet ji vê "pakêtê" jî poşman bû, ji ber ku dawiya derwan û xapandinê tuneye.
Çimkî çira firekan tu carî heta sibê fêketî namîne...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE