31 december 2009

Sala we ya nû pîroz be!

Nuha li Stockholmê saet tê duduyan û ez nuh hatim mal.
Piştî xebera çûnê, ji kêfa ez çûm der û min ev xeber bi ”dîzî” pîroz kir.
Nuha serê min hinekî xweş e û dilê min jî ji kêfa geş e, aqûbet li serê hemû kesên ji welatê xwe dûr û weke min be…
Gelî xwendevanan, belkî we ji bîr kiribe, lê ez bînim bîra we, di 30-ê îlona 2007-an da min dest bi vê blogê kir.
Sibe ne dusibe, yanî di sala 2010-an da bloga min dikeve 4 saliya xwe.
Sê sal domandin ne temenekî pir dirêj be jî lê ne pir kin e jî.
Di sala 2007-an da 86, sala 2008-an da 310 û sala 2009-an da jî bêyî bersîvên şirovyên xwendevanan, min tam 343 nivîs nivîsîne.
Yanî îsal, min hema hema her roj nivîsek nivîsî ye.
Roja karê min derketiye min nikanîbûye binivîsim, roja din min du nivîs nivîsîne.
Yanî min bi hemû îmkanên xwe hewil daye ku her şev nivîsekê binivîsim û min ev standart parastiye.
Ez bawer dikm îsal ev nivîsa min ya dawî ye…
Wek hûn jî dizanin sibe(nuha hîn şev e, loma ez dibêjim sibe) serêsalê ye û bi îhtîmaleke mezin ezê nikanibim tiştekî binivîsim.
Bi kêmanî nuha ez wisa texmîn dikim…
Min dixwest bi ketina sala nû ra hin guhertinan di malpera xwe da çê bikim, lê ji destê min nayê.
Min ji xwe ra digot, ezê hin dokuman û dîtinên xwe ji ”avakarê pêşî” ra bişinîm û dîsa alîkariyê jê bixwazim.
Lê min cangiranî kir û heta nuha haya wî negîhandê.
Loma jî ez nuha tu soza guhertinan nadim we, ezê wisa dom bikim, hela ka Xwedê çawa dike…
Lê ez dixwazim hûn dîtin û pêşniyarên xwe di bin vê nîvasa min da binivîsin. Ez dixwazim hinekî li we jî guhdarî bikim, aqil ji we jî bigrim.
Te dî dibêjin dest di ser dest ra, aqil di ser aqil ra.
Her çiqas ez ji aqilê xwe gelkî razî me jî, lê dîsa jî xem nake, çimkî zirara perê zêde û aqilê zêde tuneye.
Ez nuha li ser rê me, ji min ra herdu jî lazim in...
Hûn jî dîtinên, pêşniyar û rexneyên xwe bibêjin.
Gelo ez çi binivîsim?
Qala çi bikim û qala çi nekim?
Tiştên bê dilê we çi ne?
Tiştên bêtir kêfa we jê rat ê çi ne?
Hûn dixwazin kîjan mijar di vir da hebin û kîjan tunebin?
Yanî bi kurtî li ser xebata xwe ya 3 salên borî û ji bo sala pêş, ez dixwazim dîtin û fikrên we jî fêr bibim.
Heger hûn di xwe ra bibînin û dîtin, pêşniyar û rexneyên xwe bigihînin min, ezê gelkê kêfxweş bibim.
Ez sala we ya nû û ya hemû kurdan ji dil û can pîroz dikim û hêvî dikim ku sala 2010-an ji bo gelê me yê bindest û mezlûm bibe sala serkeftinên mezin û dîtina rojên azad û serbixwe.

30 december 2009

Xewna dawî û xebereke xêrê

Berî ku li ser vegera xwe xebereke xêrê bidim we, dixwazim xewna xwe ya şeva çûyî ku ez gelkî tirsandibûm ji we ra bibêjim.
Min dît ez diçim welêt, lê nizanim çima ez li Înglistanê bûm, li otêla nasekî dimam, li bendî wexta birêketinê bûm
Min ji katibê otêlê ra got, ji bo çûna otoboza min waye hîn 3 saet û nîvê min heye, ezê derkevim der, bîstekê ji xwe ra li van deran doş bibim.
Û ez derketim.
Xwedê giravî min navê otelê, kolana lê bû dizanîbû û karta wê jî kiribû bêrîka îşligê xwe.
Yanî qaşo ji alî edresê ve min kerê xwe li singekî baş girêdabû, ez serbest digeriyam.
Piştî bîstek ger, min fêm kir ku ez wenda bûme.
Ez vir da çûm, wê da çûm, min riya otêlê nedît û wexta rabûna otobozê jî hêdî hêdî nêz dibû.
Min xwest texsiyekê rawestînim û bi texsiyê herim, lê ji siûda xerab ra ne navê otêlê û ne jî herêm û kolana lêbû nehat bîra min.
Min destê xwe xist bêrîka îşligê xwe û kartên tê da derxistin, gelek kart bûn, lê ya otêlê tunebû.
Ez matmayî mam, kart min çawa wenda kiribû?
Bi vî şiklî ez mam li çolekê, min nizanîbû ezê berê xwe bi kuda kim û bi kuda herim.
Min bala xwe da saetê wext 2 saet jî nemaye, min xwe pir pêçare his kir, girî ket qiraka min.
Ez bi alî xwe yê çepê da vegeriyam, bi şiklekî bê hedef bîstekê meşiyam, çûm ber înşiatekê.
Wî aliyê înşiatê şiva trênê bû, piştî wê jî kolaneke qelebalix bû, însan diçûn û dihatin.
Min xwest ez derbasî wî alî bim.
Lê rê tunebû, dibê ji nava înşiatê derbas bibûma. Min xwe li nav înşiatê xist, hinekî çûm, ketim odeyekê.
Çend karkir têda dixebitin, dîwarên xênî heta nîvî lêkiribûn, lê avahî hîn neqediyabû.
Riya ez ji nava odeyê derketama tunebû, min berê xwe da paceyekê, min xwest ji pacê xwe bera wî alî bidim.
Lê hespek li ber pacê bû û xwe nedida alî, min xwest wê hinekî wê da tahm bidim, şîhînî pê ket, rê neda min û xwest bi serê xwe li min xe.
Min xwe paşda vekişand. Lê min hew dît hespeke din jî ket hundur û ew jî bi alî min da hat.
Min deng li karkiran kir ku hespên xwe ji min veqetînin, lê kesî guh neda min, her kes bi karê xwe va mijûl bû.
Ji mecbûrî min xwe di orta dîwêr û hespê ra kir û bi pacê da hilperikîm, bi halekî xerab ez derketim ser dîwarê pacê û min xwe holî jêr kir.
Min da ser şiva tirênê, min hew dît ku trên tê, min baz da, lê likumîm, rabûm û min dîsa baz da.
Trên derbas bû, ez ji mirinê filitîm, min xwîdan li xwe sar kir, hinekî bi alî çepê da meşiyam.
Min dît waye munîbûseke xerxote milet lê siwar dibe, ez çûm wir. Min got, ma ev minîbûs bi kîjan alî da dihere?
Rêwiyekî, aliyê çep nîşanî min da, got bi vî alî da dihere.
Min got baş e, ezê jî li siwar bim.
Çimkî min digot otêla min li wî alî ye.
Munîbûs pir nêzî dîwarekî sekinîbû, bi zor min xwe di orta dîwêr û minîbûsê ra kir û çûm li ser kursiya pişt şufêr rûniştim.
Şufêr destê xwe dirêjî min kir, pere xwest. Min destê xwe xist bêrîka xwe ya rastê û hinek pere derxist û dirêjî şufêr kir, lê di dema dirêjkirinê da perê min ket ber şîşa kursiya pişt serê şufêr.
Çermê kursiyê çiriya bû, hesin pê va li ba dibûn. Perê min ket bin hesinekî wek lûleyekê bû, min kişand lê çend heb jê qetqetî bûn.
Yê kêleka min got, tişt nabe, tu yê dûra bi hev ve bizeliqînî.
Munîbûsê ez li derekê danîm. Min li der û dora xwe mêze kir, min nizanîbû ez li ku me û ezê berê xwe bidim kîjan alî?
Wext li min teng dibû, dilê min bi halê min şewitî, ez ketibûm streseke dûrî aqilan.
Min dixwest edresê ji yekî bipirsim, lê minê çi bipirsiya?
Ji ber ku min ne navê otêlê û ne jî edresa wê dizanîbû…
Ez bîstekê weke dînan meşiyam, min dît zilamekî kejê navsale(li dora 40-45 salî)ji hember da tê.
Gava nêzikî min bû, min dît ku waye digrî.
Min di dilê xwe da got, veleh evê digrî miheqeq ew jî weke min yekî bi derd e, hema ezê ji vî alîkariyê bixwazim.
Min ew rawestand û derdê xwe bi kurmancî jê ra got.
Ji min ra got, wele te baş texmîn kiriye, ez jî kurd im.
Min xwest ku ew min bişîne otêla min, lê camêr nizanîbû ewê min bişîne ku û kîjan otêlê?
Min şiklê otêlê û çend dikanên li kêleka wê jê ra qal kir. Got wele ez nizanim, lê li gor tu dibêjî dikane filan der be û ji bo tu herî wira jî dibê em herin filan derê li otobozê siwar bin.
Me bi vî şiklî li hev kir û em ketin rê, em çûn, çûn, hevalê min bi rê da dageriya dikaneke fêkîfiroş, got ji min ra hinek fêkî lazim e.
Dikandar kurd bû, got li van deran kurd pir in.
Min got baş e, bikire ezê perê fêkî bidim.
Rabû kaseyek fêkî kirî, bi taybetî jî tiriyê kirî, tiriyekî pir xweş bû, zer û heb gir bû, dilê min bijiyayê, min çirtimek ji gûşî kir û bir devê xwe ku bixwim.
Lê ji destê min da ket erdê, xwediyê dikanê got, av li pişt te ye bişo. Min ji erdê rakir, şuşt û çend heb jê kir ku tam bikim, lê bi ez xwe hesiyam…
Min dît ku ez di nava nivînan da me, ez li Londonê wenda nebûme û tiştê min dîtiye xewn e.
Kêfa min hat.
Ez rabûm, min çû qedehek av vexwar. Min bala xwe dayê ku xanim jî wa ye şiyar bûye.
Min jê ra got, ez bawer dikim çûna min bû derew, tu yê tenê herî…
Got te dîsa xewn dît?
Min got erê û min xewna xwe jê ra got…
Vê sibehê dema ez li ser xurîniyê rûniştim bîna min teng bû, zulma tirkan ne bes bû ev xewn jî bûbû qembûrê ser zembûr.
Bîstek derbas bû, birayê min Fûad telefon kir, got, ”keko ez dixwazim xebereke xêrê bidim te…”
Min fêm kir mesele çi ye…
Û dûra jî xebera xêrê da min, got abûqatê te nuha telefon kiriye, gotiye mesele temam e, hakim qerara ketina dozê nivîsî ye, Zinar êdî serbest e.
Yanî ji ber ku ez ne rimildar im min xewna xwe şaş tabîr kiribû, diyar ev xewn xeberfêrîka vê mizgînîyê bûye.
Piştî vê xeberê, min telefonî abûqatê xwe Halîl Akil kir û xwest meselê ji devê wî jî bibihîzim.
Wî jî got mesele temam e, roja duşemiya bê(piştî serê salê)ezê qerara dadgehê teslîmî birayê te bikim.
Esas dawe di 4-ê meha borî da dibê biketa, lê li gor agahdariya abûqat, wê rojê heyeta dadgehê nikanîbû biciviya û loma jî hakim doz avêtibû 29-ê adarê.
Ji min ra wisa hatibû gotin û loma jî moralê min gelkî xera bûbû. Ji ber ku necivîna heyetê û taloqkirina 5 mehan ne tiştekî normal bû.
Lê dûra min fêm kir ku dibê meriv baş li meselê bipirse, dibê xwediyê meriv hebe û hinekî jî comerd be.
Yanî bi vî hawî, heger ne derew be mahkûmiya min ya 30 salan êdî qediyaye û piştî serêsalê ez kînga bixwazim ezê kanibim herim welêt.
De tişt nabe, bira avis be, bira bi derengî be…

29 december 2009

Ferqa me û tirkan

Li Enqerê, di bareke li taxa Çankayayê da ji bo ku xortekî kurd straneke bi kurdî got ji alî polîsekî ji hêzên taybet va hat kuştin.
Li gor çapemenî dinivîse, xortekî bi navê Emrah Gezer, birayê wî û çend kesên din li barekê rojbûna hevalekî xwe pîroz dikin.
Di dema sohbet û kêfxweşiyê da Emrah Gezer jî bi kurdî stranekê dibêje. Ev yek maseya kêleka wan aciz dike û êrîşê dibin ser kurdan.
Li ser vê, xwediyê barê dikeve nabênê û grûba tirk derdixe derve. Lê tirk naçin, li ber derî disekinin, dema kurd ji barê derdikevin, ji nava tirkan pûlisê bi navê S.A, bi şeşderba xwe sê derban bera xortê ku bi kurdî strabû Emrah Gezer dide û dikuje.
Ev ne cara pêşî ye ku kurd ji ber gotina straneke kurdî marûzî heqaretan dibin û tên kuştin.
Heta nuha çend carên din jî bûyerên wiha bûne, ji ber straneke kurdî, tirkan êrîş birine ser kurdan û kurd kuştine.
Ev dewleta çete û miletê tirk yê hov û ne însan nikane tehamulî straneke me bike, lê serok û siyasetmedarên me jî bênabên qala biratiya kurd û tirkan dikin.
Aqilê meriv disekine, dewletek û miletek tehamul nake ku tu stranekê bi zimanê xwe bibêjî.
Li tu dera cîhanê wahşeteke wiha nehatiye dîtin.
Lê kurd ji vê zulmê nerehet nabin û xwe ji tirkan dûr naxin, bi vacayî bêtir xwe nêzî tirkan dikin. Di dawiya salên 1980-î da gava hukûmeta Bûlgarîstanê xwest navên bi tirkî li tirkan qedexe bike, tirkan qiyamet rakirin û di nava malbatên tirk-bûlgaran da bi sedan kesî hevûdu berdan.
Piranî jî mêr û jinên tirk, bûlgar berdan û gotin, miletê ku navê me qedexe bike, em êdî nikanin weke mêr û jin bi ferdên vî miletî ra bijîn.
Û ji ber vê sebebê gelek tirk û bûlgar ji hev qetiyan.
Lê yê me, tirkan ne tenê navê me, mêrikan qewmê me, zimanê me, muzîka me, kultura me, welhasil hertiştê me qedexe kirine.
Bira qedexe li wir bimîne, her roj kurdan ji ber kurdbûna wan li vir û li wir lînc dikin, lê li gel vê jî heta nuha min ne dîtiye û ne jî bihîstiye ku kurdekî ji ber van kirinên tirkan îsyan kiribe û dev jina xwe ya tirk berda be.
Ya jî jineke kurd qeherîbe û gotibe, ez vê zilama tirkan hew qebûl dikim û dev ji mêrê xwe yê tirk berda be.
Ev ”berdan” ewê weke protestoyeke manîdar derbasî dîroka kurdan ya siyasî bibûya.
Lê tiştê ez dibêjim xewn e, kurdên bakur bi qasî tirkên bûlgar bi nasnameya xwe ne girêdayî ne, bi qasî wan qedir û qîmetê nadin nasnameya xwe.
Ev jî nîşan dide ku hestên nasnameya kurdbûnê û kurdayetiyê li ba me kurdên bakur pir zeîf e, mirî ye...
Heger kurdan eynî neheqî li tirkan kirbûna nuha yek tirk jî bi kurdekî/kurdekê ra nedijiya...
Çimkî mêrikan "nasyonalîst"in, bi nasnameya xwe ve girêdayî ne.
Esas ji kurdan bêtir, tirk ji ber bêtehamulî û hovîtiya xwe, beşekî kurdan mecbûrî parastina kurdayetiyê dikin.
Heger ji bo stranekê tirk wan nekujin ew ji halê xwe razî ne…

Çend şîret...

Dibê tu bizanibî ku ”evîn” jî û îdîalên mezin jî fedekarî û rîskên mezin dixwazin.
Îdîalên mezin, bi fedekariyên biçûk nayên bidestxistin.
Hin îdîal hene, jiyana te dikane têra dêtin û bicîanîna wan neke, lê ev nayê wê maneyê ku îdîala te şaş e.
Sebeb, mezinayiya îdîalê û kiniya jiyana te ye.
Gava tu biserneketî,
gava te wenda kir û ji bo demeke miayen tu negihîştî armanca xwe bêhêvî nebe,
ji bîr neke ku tu tiştekî nuh fêr bûyî, te aliyekî veşartî yê hevalê xwe nas kir.
Dibê tu viya jî weke serkeftinekê qebûl bikî.
Di jiyanê da dibê tu van ”sê qaîdeyan” tu carî ji bîr nekî.
-Di serî da hurmeta li hember şexsê xwe,
dûra hurmeta li hember kesên din
û ya sêyem jî berpirsiyariya li hember kirinên xwe.
Di her biserneketin û têkçûnê da bi qasî yê hember, şertên derî îradeya te, mesûliyeta te jî heye, dibê te hesabê biserneketin û têkçûnê jî bikira û
li gor wê gav biavêta.
Dibê tu bizanibî ku jiyan ne riyeke tepedûz e, gelek xaçerê, gelek kaş û evrazên
wê hene.
Çawa ku her quba kesk ne ziyaret e, her kalê rîsipî ne sofî ye, her hevalê ”salan” jî ne hevalê rastî ye...
Heval jî weke zebeşan e, hemû nayên ”xwarin”, hinek kurmî, hinek kal û hinek jî kelek in…
Heta tu yekî baş bibînî, dibê di gelek şert û mercan da tu wan biceribînî û teqle bikî.
Tu carî tiştê biçûk mezin û tiştê mezin jî biçûk neke,
lê bira hafiza te jî xurt be, ne çêyiyê jî û ne jî xerabiyê ji bîr neke.
Fêrî ”efûkirinê” bibe, lê fêrî jibîrkirinê nebe…
Gav te dît ku te şaşiyek kiriye tavilê rast bike û ji demê ra nehêle.
Şaşiya ku di wexta xwe da neyê rastkirin di dilê hevalê te da dikane bibe kulek bêderman...
Biçûkan mezin û mezinan jî biçûk neke, çimkî ne biçûk mezin dibin û ne jî mezin biçûk dibin...
Her roj bîstekê ji xwe ra di qoziyekê da tikûtenê rûne û têkeve xem û xeyalan, bifikire, weke şirîdê fîlmekî serpêhatî û jiyana xwe bîne berçavê xwe, li hemû dost û hevalên ku di jiyanê da te ew naskirine bifikire, wan li bijêngê xwe, bêbextan, pûlperestan, durûyan, virekan, tirsonekan, netutiştan, rebenan, camêr û ziravpilingan ji hev bigerîne.
Wan yek bi yek tasnîf bike, yên ji bo rojên giran û yên ji bo sohbetên qehwan ji hev biqetîne, wan baş nas bike...
Ji rexneyan netirse, ne li dijî guhertinan be, lê bîr û baweriyên xwe jî neke pênc pere, fena kertal bi her bayî ra hol nebe.
Ked û xebata siyasî wek pera ye ku tu qedrê wê baş nizanibî tu yê zû wenda bikî û bibî dikandarê topavêtî, dost, heval û mişteriyên te yên salan jî hew riya xwe bi te dixin.
Loma jî dibê meriv qedrê perê xwe jî, qedrê xebata xwe jî baş bizanine, li ciyê rehetiyê çarçûr neke...
Heger tu yê bi nan bî, bibe nanê tenûrê, nebe nanê sêlê...
Mêranî û comerdî du meziyetên baş in, hewil bide comerd û cesûr be, ev herdu meziyet dijminên te kêm û dostên te jî zêde dikin...
Loma jî di evîn xwe da comerd û cesûr û di xebata xwe da jî bêperwa, bînfireh û bi îstîkrar be...

27 december 2009

Li Tirkiyê "Qanûn" tenê ji bo kurdan heye...

Parlamenterê AKP-ê yê Xarpêtê(Elezîz)Feyzî Îşbaşaran, bi rê da serxweş hate girtin.
Ji bo ku pufî balona testa alkolê neke û nasnameya xwe nîşan nede, bi pûlisên trafîkê ra ket minaqeşeyeke gelkî ne xweş û ji pûlisan ra gelek gotinên ne xweş kir.
Ji br vê şêla wî ya ne li gora mebûsekî, AKP-ê Feyzî Îşbaşaran bi daxwaza îxracê da heyeta dîsîplînê.
Îşbaşaran fêm kir ku ewê wî îxrac bikin, loma jî berî ku ew were îxrackirin, do wî bi xwe ji AKP-ê îstîfa kir.
Di civîna îstîfa xwe da kaxeta xwe ya îstifayê xwend û dûra jî bi hêrs kaxet derbasî mîkrofona ber xwe kir û got, ”Erdogan tehamulî Baydemîr kir, lê tehamulî min nake.”
Mêrik serxweş hatiye girtin, sûcê xwe qebûl nekirye, li pûlisên wezîfedar heqaretê kiriye û ji ber vê yekê jî partiya wî dixwaze wî ceza bike.
Yanî di nabêna bûyera wî û Osman Baydemîr da tu têkiliyek tuneye.
Osman Baydemir bi rê da serxweş nehatiye girtin û heqaret li pûlisên trafîkê nekiriye.
Lê li gel vê jî, ew êrîşî Baydemîr dike.
Ji Erdogan ra dibêje, tu çima tehamulî Osman Baydemir dikî, lê tehamulî min nakî.
Esas wek şexs tu derdekî Îşbaşaran bi Baydemîr ra tuneye, derdê wî bi Baydenirê kurd ra heye, ew êrîşî kurdan dike, derdê wî bi kurdan ra ye.
Li gor wî dema yekî tirk di tafîkê da serxweş were girtin jî dibê neyê girtin, çimkî ew tirk e û li dijî kurda ye.
Li Tarsûsê pûlis davêjin ser taxa romenan. Bi jinekê ra hin madeyên narkotîkayê digrin.
Dixwazin wê bigrin, lê jinik îtîraz dike, dibêje min berdin.
Li hember kamareyên telewîzyonan jinik xwe perçe dike, êrîşê dibe ser pûlisan dibêje, ”çima hûn min digrin, herin Leyla Zanayê bigrin...”
Grûbek faşîstên tir êrîşî du xortên kurd dikin, bi kevir û daran li wan dixin, herduyan jî birîndar dikin.
Ew pir in kurd dudu ne.
Pûlis tên, êrîşkarekî faşîst jî digrin.
Yê faşîst îtîraz dike, dibêje ez tirk im, yên terorîst ew in, herin wan bigrin.
Pûlis, yê faşîst berdide û herdu xortên kurd digrin.
Yên marûzî êrîşê bûne kurd in, yên birîndar bûne kurd in, lê yên tên girtin jî ew in.
Ji ber ku ew kurd in...
Kêfa milet tê, milet ji pûlisan ra li çepikan dixe.
Pûlis bêqanûniyê dike, yê êrîşkar û zorba berdide û yê mexdûr digre.
Lê milet dîsa jî jê ra li çepikan dixe.
Çimkî pûlis vê bêqanûniyê ne li hember tirkan, li hember kurdan dike, loma jî milet jê ra li çepikan dixe.
Parlamenterê Xarpêtê Feyzî Îşbaşaran jî dizane û faşîstên tirk jî diznin ku dema meriv li dijî kurdan be, meriv çi bêrêtiyê û bêqanûniyê bike jî ne sûc e û dibê dewlet jî tu carî weke sûc nebîne.
Loma jî li Tirkiyê hemû diz, sextekar, çete, rêbir û qatil ji bo ku neyên girtin û cezakirin li dijî tevgera kurd ya netewî ne û xwe weke dijmin û neyarên kurdan nîşan didin.
Mêrik serxweş tê girtin, ji pûlisan ra dibêje, ji ber ku ez dewletê diparêzim û li dijî kurda me, loma jî dibê hûn min berdin.
Çimkî li ba dilê wî, piştî ku meriv li dijî kurdan be dibê her babet sûc û sextekarî serbest be.
Û bi rastî jî heta nuha li Tirkiyê bi piranî wiha bûye.
”Qanûn” tenê ji bo pelixandina kurdan hatine bikaranîn.
Ma hewqas qatil, çete, bîrên asîtê û rêxistinên weke Ergenekonê ne netîceya vê fikrê û dîtinê ne.
Ji bo ku li dijî kurda ye, ji bo ku ji bo qetilkirina kurdan hatiye çêkirin loma jî dibê li hember qanûnan ne sûc be, kesên di sûc geriyane dibê neyên cezakirin û hwd.
Yanî parlamenterê serxweş jî, qereçiya narkotîkfiroş jî, çeteyên Ergenekonê jî û faşîstên tirk yên krîmînel jî di dijminatiya kurdan da weke hev difirkirin; kesên li dijî kurdan çi sûcî bikin jî divê neyên girtin û cezakirin.
Çimkî li Tirkiyê sûc jî, qanûn û ceza jî tenê ji bo kurdan hene…

26 december 2009

Bêdengiya li hember van êrîşên dewletê piştgiriya bi dijmin ra ye

Çavsorî û terora dewleta tirk ya bi navê ”dadgehkirina” 28 BDP-yî û DTP-yiyên kevn qediya.
Di netîceya vê ”dadgehkirina” ne huqûqî û qomîk da ji 28 berpirsiyar, serok û şarederên kurd, 5 kes hatin berdan û 23 kes jî ji ber sebebên ”alîkarî û piştgiriya bi rêxistina terorê” ra hatin tewqîfkirin.
Dewleta tirk ji bo ku xurtiya xwe nîşanî miletê kurd bide, kelepçe li destê hemû serok û siyasetmedarên kurd xistibû û li ber dadgeha Diyarbekrê xistibû rêzê û her yek jî pûlisek dabû kêlekê.
Min nuha bi dîqeteke pir mezin bala xwe da vî rismê zulmê û îspata terora dewleta tirk.
Bêxewî, westiyaneke fîzîkî di ruyê hemûyan da xuya dikir, lê serê yekî jî ne di ber da bû, hemû jî bi şiûr û mexrûrîyeta nûnertiya doza miletekî weke tîreke di çavê dijmin da tîk sekinîbûn, serê hemûyan bilind bû.
Sekin û şêla hemûyan bêtirs û bêperwa xuya dikir…
Meriv di çavê wan da şopa tirsê, poşmaniyê nedidît, hemû jî weke şêr û pilingan bi heybet, tîk û ji xwe bawer rawestiya bûn.
Pişta yekî jî ne xûz bû.
Lê yên ji fediya û ji tirsê serê wan ketibû ber wan pûlisên tirk bûn, hemûyan weke sûcdarên ku bi sûcên xwe zanibin xayin xayin çavên xwe bera erdê dabûn, dizanûbûn ku ew parêzvanên zulmê û sîstemeke neheq in, li welatekî mistemleke ferdê hêzeke îşxalkar in.
Tenê ji bo zulmê û terorîzekirina miletekî li wir in, her kes ji wan nefretê dike, herkes dixwaze wan di tasek av da bifetisîne…
Vê dewletê heta nuha gelk carên din jî kelemçe li destê serok û rêvebirên kurdan xistiye, di zindanan da rizandiye û kişandiye ser darên sêpiyê.
Ev nêzî 100 salî ye ku dewleta tirk vê zulmê û çavsoriyê li miletê kurd û serokên wî dike, îşkence dike, dikuje, dixe hefsan û bidarde dike.
Lê heta ku miletê kurd negihîje azadî û serxwebûna xwe ewê tu carî teslîmê tirsê, terorê û zulmê nebe.
Ji ber ku dewleta tirk ji serok, kadir û siyasetmedarên kurd ditirse loma kelemçeyê li destê wan dixe, loma wan digre û dixe hefsê.
Çawa ku heta nuha bi teror û kuştinê dewlet biser neket, bêguman ji nuha û pêva jî ewê biser nekve.
Bi van êrîşan ra kîn û nefreta miletê kurd zêdetir û ezmê wî yê liberxwedanê bilindtir dibe.
Fikrê kêsên girtî çi dibe bila bibe, dibê hemû kurd li dijî vê terora dewletê derkevin û protesto bikin.
Ji bo dewletê DTP, BDT qet ferq nake, ew dijminê me hemû kurda ye û dixwaze kelemçeyê li destê her kesê kerdperwer, bi xîret û bi namûs xe.
Hukûmeta AKP-ê, ji alîkî da bi durûtiyeke mezin dibêje, ew dixwaze rê li ber mesela kurd veke, ji bo vê yekê wezîran dişîne başûr û bi serokên kurdan ra rûdinin, lê li bakur jî kelemçeyê li destê siyasetmedarên kurdan dixin û bi hin îdîayên pelapûçî dixwazin tevgera kurd ya netewî tasfiye bikin.
Dewleta bi rastî jî bixwaze mesela kurd çareser bike, li serok, kadir û siyasetmedarên kurd vê zulmê û neheqiyê nake, kekemçeyan li destê serokên kurdan naxe.
Dibê kurd rojekê hesabê van kelemçeyan ji vê dewletê bipirse...
Dewlet dixwaze yê xurt berê ji bortê rake, ji bo ku bikanibe yê zeîf hêsandtir bipelixîne.
Em vê siyaseta dewleta tirk baş nas dikin.
Dewleta tirk di her serîhildana kurd da ev siyaset meşandiye, bi alîkariya hin eşîran berê serîhildan şikandine û dûra jî berê xwe dane kesên hevalbendên xwe û hesabê wan jî dîtine.
Loma jî kurdên di nava AKP-ê da dibê bi derewên tirkan nexapin û li hember vê êrîşa ser endam û DTP. û BDT-ê bêdeng nemîn.
Rojekê were ewê ji vê bêdengiya xwe pir poşman bibin û fedî bikin, lê ew roj jî ewê pir dereng be.

25 december 2009

Kêmaqilê ku xwe biaqil dizane

Ev du roj in haya min baş ji dinyayê tuneye, ez hinekî meşxûl im, lema jî nikanim bûyeran baş taqîb bikim.
Bîsteke din jî ezê herim civîna Komeleya Nivîskaran, ji xwe ra hinekî li helbestê û nivîskarên kurd guhdarî bikim.
Di çapemeniya tirk da do xebereke li ser şairê tirk Îsmet Ozel bala min kişandibû, lê ji ber ku ez li ser rê bûm, min pêra negîhandibû bixwînim û çend rêzan li ser binivîsim.
Nuha min nivîs xwend.
Îsmet Ozel, merivekî pir ne tebitî ye, rojê dikeve boyaxekê.
Berê xwedêgiravî komunîst bûye ku nuha jî hîn di wê îdîayê da ye. Dûra efendî hat hîdayetê û bû dîndar û serdilkê hêzên îslamî.
Lê di van salên dawî da jî efendî îcar bûye him dîndar, him pantirkîst û him jî komunîst.
A vî Îsmet Ozelê heftreng, du roj berê di programa qanala Haberurkê da weke gelek carên din dîsa ji qal û bela peyivîye û xwe baş berda ye.
Lê di vê nabênê da li ser qerekter û felsefeya tirkan çend gotinên xweş û rast jî gotiye.
Mesela gotiye, ”Mistefa Kemal di 1921-ê da gotiye, em ne demokrati in, em ne sosyalîst in. Em dişibin xwe.”
Birastî jî rast e, Mustefa Kemal, mêrik ne tu tişt bû, çi ji bo wî baş bûya dibû ew û ew fikir diparast.
Mustafa Kemal li cîhanê yekem kes e ku partiya kominîst ya sexte danî. Ji bo ku alîkariyê ji Sovyeta wê demê bistîne û rê li ber xurtbûna komunîstan bigre, bi derewan partiyeke komunîst da çêkirin.
Û piştra gava girêka xwe bi pişt xist, him serok û hemû kadirên komunîstan da kuştin û him jî bû neyarê komunîstan yê herî xedar.
Li ser ”tirkbûn û musilmanbûnê” jî Ozel gotiye, ”heger hûn ne misilman bin hûn nikanin bibin tirk. Tirk misilman e. Her misilman ne tirk e, lê her tirk misilman e. Heger însanek eksê vê bibêje nêta wî xerab e.”
Maneya van gotinan jî ew e ku elewiyên tirk ne tirk in. Ji bo ku bikanibin bibin tirk dibê berî hertiştî misilman bin.
Jixwe li gor Ozel, elewî nikanin bibin misilman. Elewiyên li Tirkyê û Kurdistanê hemû jî bermayiyên ”Seferên Xaçparêzan e.”
Piştî ku seferên Xaçparêzan biser neket, hin ewrûpî li wan deran man û ji xwe ra gotin ”elewî”!
Cêmêr hinekî din jî pêda çûye û mesele baş zelal kiriye, gotiye, ”Ji kesê ne tirk ra gawir tê gotin.” Yanî her kesê ne tirk, ne misilman e jî û ji ber vê yekê ”gawir”e jî.
Gawir, yanî ne misilman.
Li gor vê tesbîta Îsmet Ozel ya gelkî wecîz, hemû miletên ne
Tirk, ne misilman in jî.
Ku meriv ji gotinên Îsmet Ozel bawer bike, hemû “gawir” kêmaqil in. Çimkî li gor dîtina wî, “heger bi gawir ra aqil hebûya ewê bibûya misilman.”
Sînorê dînîtiyê û viran tuneye, gava tiştên ji devê însên derdikve guhê însên nebihîze wiha ye.
Xwedê kir ku misilman û tirk yek ji miletên herî perîşan û paşdamayî ne, ne xêra tirkan û misilmanan be hemû “gawir” ewê di nava toz û gemarê da bixeniqin, yên xizmetkariya “gawiran” dikin tirk û misilman in.
Heger hûn û “misilman” hewqasî biaqil” in, çima hûn heroj qefle bi qefle, weke çûkên qefilî xwe davêjin weletakî “gawiran”?
Ozel, heqê elewiyan jî baş daye, gotiye, “elewîtî kevneperestî ye”!
Lê ew jî bi vî aqilê xwe “pêşverû” û medenî ye...
Xwedê hevza meriv ji bêtarên giran bike...

24 december 2009

Hukûmeta AKP-ê terora xwe ya li hember kurdan berfirehtir dike

Hukûmeta AKP-ê, li hember PKK-ê û DTP/BTP-ê siyaseteke pir êrîşkar û dûrî aqlê selîmiyê dide meşandin.
Di bin durûtiya ”hewildanên demokratîk” da dewlet dixwaze bi ço û cop kurdan bêdeng bike û teslîm bigre.
Ji hilbijartinên belediyan û virda ye AKP serkeftina DTP-ê nikane tehamul bike û loma jî virt zirt, baheneyekê dibîne û li dijî kadir, siyasetmedar û serokên belediyên DTP-ê operasyonan dide kirin, bi hezaran însanan nerehet dike, digre û dixe hefsan.
Dîsa vê sibehê xwedêgiravî bi emrê dozgerê Diyarbekrê(dozger mozger vir e, bi emrê hukûmetê ye)li bajarên Sêrtê, Rihayê, Mêrdînê, Batmanê, Colemêrgê, Wanê, Diyarbekirê, Stenbolê, Îzmîrê, Şirnexê, Dêrsimê û gelek navçeyên van bajaran, hêzên pûlis avêtin ser mal û ciyên kar yên gelek endam û şarederên BTP-ê, gelek belediyan, komeleya mafê mirovan, bi sedan kes terorîze kirin û gelek kes girtin bin çavan.
Di operasyonê da kesên weke Hatîp dîcle, serokê belediya Sûrê Abullah Demîrtaş, serokê belediya Batmanê Nejdet Atalay, serokê belediya Sêrtê Selîm Sadak jî di nav da 12 serokên belediyan, li ser hev nêzî 100 kesî girtin bin çavan û operasyon hîn jî berdewam e.
Xwedêgiravî ev operasyon li dijî ”endam û kadirên KCK-ê” ye, yanî dixwwazin vî baskê PKK-ê tasfiye bikin.
Ji xwe her cara ku dixwazin kurdan terorîze bikin û bigrin, tim dest davêjin qulpa PKK-ê û însanan bi vê îthamê digrin.
Herkes dizane ku Hatîp Dîcle, Firat Anli, Selîm Sadak û bi hemû kesên girtine yek jî ne endamê PKK-ê û KCK-ê ye.
Lê di warê fikrî û siyasî da heval û dilsozê vê tevgerê ne û ev jî li gor ”qanûnan” ne sûc e.
Jixwe li gor dewletê her kesê ku doza kurd û Kurdistanê bike ”terorîst” e û dibê ji ortê were rakirin.
Ji bo ku mesela kurd neyê helkirin, dewlet bi riya ”dewleta xwe ya kûr” ya dewletê û ya di nava PKK-ê da van bûyeran bi zanetî derdixe, bi zanetî însanan dikuje û dide kuştin.
Bi zanetî wisa dike, ji bo ku kanibe van operasyonan li dar xe, ji bo kanibbe bi hezaran kurdî terorîze bike, bigre, têxe hefsê û ji siyasetê dûr bixe.
Yanî him di şiklê çalakiyên dawî da(şewitandina, mal, milk, ereb û dikanên xelkê)û him jî di kuştina 7 leşkeran da tiliya dewleta kûr heye, ew, geh bi di bin xêliya xort, dilsoz û mîlatanên PKK-ê da û geh jî di bin xêliya navekî din da van tevliheviyan derdixin û nahêlin kurd rehet bikin.
Ji ber ku ”dewleta kûr” naxwze ev şer raweste, dixwaze dom bike, çimkî kara wan di vê dirêjbûnê da heye.
Bi saya hebûna vî şerî û hebûna PKK-ê ew dikanin vê zulmê li kurdan bikin û rê li ber xurtbûna xebatên legal û demokratîk bigrin.
PKK, nahêle tevgera legal û demokratîk ji bin însîyatîfa wan derkeve û bi rengekî serbixwe xurt bibe.
Û di esasê xwe da dewlet jî viya dixwaze, naxweze DTP ya jî BTP-yeke ne girêdayî PKK-ê hewqasî xurt bibe.
Ji bo ku dewlet tim kanibe tevgera kurd ya netewî, xebta kurdan ya legal û demokratîk basko bike, divê rêxistineke îllegal li pişt be.
Ev siyaseteke dewletê ya pir zinfiqî ye. Lê mixabin PKK viya nabîne û kurdan ya legal û demokratîk serbest bernade.
Netîce, dewlet heta nuha çawa ku bi vê siyaseta êrîşkar, girtin û kuştinê biser neket, ji nuha û pê va jî ewê bisernekeve.
Miletê kurd zû ya dereng, ewê vê dewleta rezîl miheqeq bîne rê hemû mafên xwe yê netewî jê bistîne.

22 december 2009

"Harakîriya" di nava artêşa tirk da berdewam e

Zabit û efserên tirk, ji ber ku weke berê nikanin hukûmetê îdare bikin û bixînin, serokwezîr bidin îstîfakirin, miameleya onbaşiyekî bi serokkomar ra bikin ji qahran her roj ”întîxar” dikin.
Çiqas rast, çiqas derew em nizanin, lê tirk dibêjin ”întîxar”.
Û bi ”întîxara” serpel(ustegmen)Onder Galîp ra, ev zabitê heyşta ye ku xwedêgiravî xwe dikuje.
Ev çawa artêş e?
Dibê sebebekî cidî yê van ”întîxaran” hebe?
Di 12-ê hezîrana 2007-an da li Umraniya Stenbolê di malekê da 27 bombeyên destan, qalibên TNT-ê û gelek funye hatin girtin.
Li ser vê, dozger dest bi lêpirsînê kir.
Piştî lêpirsînê, gelek zabitên teqawit û kesên siwîl hatin girtin û lêpirsîn berfirehtir bû.
Û bi vî rengî ”Doza Ergenekonê” dest pê kir û heta nuha belkî bi sedan zabit, rojnamevan, brokrat û kesên ji meslegên cuda hatin girtin.
Gelek kes hîn di hefsê da ne û doz berdewam e
A ji vê roja ku doza Ergenekonê destpêkiriye û heta îro tam 7 zabitên tirk kuştî hatin dîtin û gotin ku ”întîxar” kirine.
Piştî ”întîxara” mîralay Alî Tatar ya du roj berê, îro jî fermandaraê navçeya Ezînê serpel Onder Galîp di odeya wî da kuştî hate dîtin.
Li gor çapemenî dinivîe, bi dengê şeşderbêra leşker çûne odeya wî û dîtine ku wa ye bi şeşderbê xwe kuştiye.
Tiştekî pir ecêb e, roj tuneye ku zabitek kuştî neyê dîtin.
Lê mişterekiyeke hemû zabitên xwe kuştine heye. Ew jî, ya ji doza Ergenekonê ketine hundur û derketine ya jî navê wan di doza Ergenekonê da derbas dibe. Yanî bi hawakî hemû jî di vê dozê geriyane.
Îcar ciyê meraqê ev e: çima berî doza Ergenekonê di nava artêşê da hewqas întîxar tune bû, lê îro heye?
Û ya din jî, çima kesên xwe dikujin hemû jî di doza Ergenekonê geriyan e.
Çima kesên ji vê meselê bêrî xwe nakujin?
Dibê miheqeq sebebekî van ”întîxaran” hebe!
Helbet hin îdîa hene, dibêjin ”întîxar” ne rrast in, tên kuştin…
Ya jî, ji ber ku carê fêrî darbeyên leşkerî û îdareye dewletê bûne û îro jî nikanin viya bikin, loma jî ji qehran xwe dikujin, dibêjin ”jiyaneke bê darbe” tunebe çêtir e û dawî li jiyana xwe tînin.
Do jî du zabitên rutbebilind bi îdîeya hazirkirina plana kuştina Bulent Arinc hatibûn girtin.
Li gor çapemenî dinivîse, di dema saxîkirina malên wan da hin belge û agahdariyên şexsî yên di heqê da Erdogan û Abullah Gul de ketiye destê hêzên ewlekariyê.
Heta ne zanînên di heqê Erdogan û Gul tenê, di heqê hin wezîr û mebûsan da jî gelek tişt hatine dîtin.
Tê gotin ku krokiya mala Serokê Meclîsê M. Alî şahîn jî di nava van tiştan da bûye.
Nuha heger vana hemû rast bin, maneya xwe ew e ku leşkeran hîn jî dev ji darbeyeke leşkerî bernedane.
Û ewê zû bi zû jî dev jê bernedin.
Ji ber ku piraniya zabitên rutbe bilind li gor qanûnan di sûc geriyane, xwestine hukûmetê bixînin, darbeyekê bikin.
Heger bi rastî jî hukûmet û mahkime herin ser hemû kesên sûcdar û bixwazin wan ceza bikin, dikanin bi hezaran kesên ku di sûc geriyane bigrin û têxin hefsê.
Bi berfirehbûna dozê ra gelek zabit ditirsin ku serî here bigihîje wan jî û ew jî ya weke "şahid" ya jî weke sûcdar derkevin pêşberî dadgehê.
Ev yek gelek kesî ditirsîne û loma jî dibe sebebê ya "întîxarê" û ya jî hevûdu ji ortê rakirinê.
Yanî ji bo ku serî negihîje wî/wan, dibê delîl û şahid ji ortê rabin.
Belkî jî "întîxar" ji ber vê tirsa ji edaletê ye...

21 december 2009

Artêş hustuyê xwe di kêrê dide...

Yaho van leşkeran mirina xwe kirine çavên xwe, rojê yek dudu di ser sûc da tên girtin, lê mêrikan dîsa jî rehet nasekinin.
Geh dixwazin serokkomar Abdullah Gul bikujin, geh dixwazin serokwezîr Erdogan bikujin, geh dixwazin muzeyan bi 300 zarok ve bi hewa xin…
Ji roja doza Ergenekonê dest pê kiriye û virda ye her ev şerê bênabên e.
Yek tê girtin, yekî din derdikeve.
Û bi vî hawî dom dike.
Derket ortê ku do jî du kesan xwestine cîgirê serokwezîr Bulent Arinc li ber mala wî bikujin.
Do êvarî li Anqerê, li nêzî mala Bulent Artinc, pûlisan du kes girtin.
Derket ortê ku kesên hatine girtin yek jê serdar e(bînbaşî ye)û yê din jî albay(mîralay)e û li pey kuştina Bulent Arinc in.
Herdu zabitên hatine girtin nuha li serekerkaniyê wezîfedar in.
Tê gotin ku pûlis roja şemiyê di heqê vê plana suûkastê da îstîxbarat girtiye û li gor vê îstîxbaratê ev herdu zabit girtine bin kontrolê.
Wek tê dîtin mêrikan çuqas tên girtin jî lê dîsa jî dev ji planên darbeyeke leşkerî bernadin.
Tim jî li pey kuştina kesên mezin in, bûyerên ku bikanibe milet bîne xeleyanê û bibe sebebê tevliheviyên mezin
Lê ya baş ew e ku hukûmet meselê sist nagre û tim li pey wan e.
Leşkeran tiştên wiha berê tim bi destên hin qatil, sûtal û faşîstan didan kirin, zabitên rutbebilind tevî bûyerên wiha nedikirin.
Wan tenê plan çêdikirin û emir didan qatilan û qatilan jî emrê wan bicî dianî. Dema dihatin girtin jî ”dewleta kûr” yanî artêşê li pişt wan bû û ew piştî demekê ew xelas dikirin.
Lê diyar e leşker êdî weke berê bi hêsanî nikanin qatilan bibînin, çimkî îhtîmala girtinê li gor berê zêde bûye.
Û dema qatil werin girtin jî xelaskirina wan jî weke berê ne hêsan e.
Êdî forsa leşkeran jî new eke berê ye, bûne kûçikên keriyan, rezîl û riswa bûne, muxtarê gund jî êdî ji generalan natirse.
Qey ewê ji ber vê yekê be ku wek berê kar nikanin bidin xelkê, êdî dixwazin îşê xwe bi destê xwe biqedînin.
Li alî din du roj berê jî dîsa dema yekî dixwest di nexweşxaneyê da generalê teqawit yê girtiyê doza Ergenekonê Levent Ersoz bikuje bi du şeşderban va hate girtin. Ji bo ku ji destê notirvanan xelas bibe 6 derb berda lê dîsa jî xelas nebû û bi alikariya gel hate girtin.
Derket ortê ku ew jî zabit bû ye û di îfadeya xwe da gotiye ”albay” ew şandiye.
Ji ber ku Levent Ersoz, gelek tiştan dizane û hin tişt jî gotine, lê ne hemû, loma jî dixwazin wî ji ortê rakin.
Jixwe ji destpêka doza Ergenekonê û vir da ye ew 6 zabitin ku kuştî tên dîtin. Xwedêgiravî hemûyan jî întîxar kiriye.
Ev bûyer hemû, kuştin, întîxar, teşebusî kuştinê, plana kuştina serokwezîr û cîgirê wî nîşan didin ku artêş ketiye panîkî û loma jî dînîtiyên wiha dike.
Diyar e hîn baş fêm nekirine ku dewra wan qediye, êdî kes ji guh nade wan û ji wan natirse.
Dewra darbeyên leşkerî ji zûda ye derbas bûye, ne Emerîka û ne jî Ewrûpa êdî alîkariya darbeyên leşkerî nakin.
Lê leşker ya naxwazin vê rastiyê bibînin ya jî dibînin lê destên wan ji hukmê berê nabe, naxwazin bibin leşkerên normal.
Bes ewê fêr bibin, mecbûr in fêr bibin, wekî din tu rê li ber wan tuneye.
Û helbet artêş çiqasî ji siyasetê dûr keve ji bo me kurdan hewqasî baş e, bi vê dûrketina wan ra çareseriya mesela kurd jî ewê nêzîktir bibe.
Bi rastî jî AKP-ê, lê bi taybetî jî Erdogan, qûş li leşkeran qetandiye, mesela kurd ne têda, lê wekî din bêtirs diçe ser wan, ji wan natirse.
Loma jî di vî şerê hukûmet û artêşê da dibê kurd tim piştgiriyê bidin hukûmetê û kadirên sivîl.

20 december 2009

Swêregiyan Şivan Perwer jî kirin yê xwe

Şivan Perwer mabû, swêregiyan ew jî kirin swêregî û yê xwe.
Ev çend roj in hemû malperên kurdî li ser danîna peykerê Şivan Perwer xeberekê diweşînin.
Li gor xeberê, serokê belediya Siwêrega qeza Ruhayê Ali Murat Bucak, peykerê hunermendê kurd yê bi nav û deng Şivan Perwer daniye taxeke bajêr û camêr bi yekê jî gelkî kêfxweş bûye.
Bala xwe bidinê, reîsê xelkê çi jîr e, mêrik him merivê deletê yê herî baş e û him jî peykerê Şivan datîne.
Camêr herdu aliyan jî baş îdare dike...
Helal be ji xelkê ra...
Peykerê Şivan Perwer, di bin rêvebiriya serokê belediyê Alî Mûrat Bûcak da ji alî heykeltiraş Abûzer Çalişkan ve hatiye çêkirin.
Bi rastî swêregî mêrikan ji tiştên wiha ra gelkî jêhatî ne, hema li ku yekî meşhûr bibînin ya ji alî bavê, ya ji alî dê, ya ji alî jinê ve, axirê bi riyekê digihînin xwe, dikin swêregî û tavilê peykerê wî diçikînin.
Berê jî peykerên Yilmaz Guney û Şukrî Îzol danîbûn.
Nuha bi rastî jî Şivan Perwer swêregî bûya ev yek mafê wan bû, bira ne yek, bira deh peykerên wî li çarhawêlî Swêregê daniyana.
Lê bi qasî ku ez dizanim Şivan ne swêregî ye, wêranşarî ye.
Ne ku ez çavnebariyê dikim, ya jî dilê min ji swêregiyan ra naxwaze, na, tiştekî wisa tuneye.
Ez tenê li dû rastiyê me...
Ez dixwazim hertişt rast were zanîn, kes tecawizî heqê yê din neke.
Şivan, weke malbat ne bajarî ye, gundî ye û gundê wî jî girêdayî Wêranşarê ye, yanî li ser nufûsa Wêranşarê ye.
Ev jî tê wê maneyê ku ew ne swêregî, lê wêranşarî ye.
Gulîstan jî wisa ye, ew jî ji Wêranşarê ye.
Lê gelek caran min bihîstiye û xwendiye swêregî Gulîstanê jî weke Şivan dikin swêregî.
Û li gel ku malbata Gulîstanê jî li Wêranşarê dima.
Lê dibê ez viya jî bibêjim ku Gulîstan jî û Şivan jî di vê meselê da carnan ”oportunîstiyê” dikin, naxwazin dilê swêregiyan ji xwe bihêlin, loma jî li hember ”swêregîbûna” xwe, xwe kerr dikin, dengê xwe nakin.
Weke hevaltiya bi însanên ”meşhûr” ra, diyar e hemşerîtiya bajarê ”meşhûr” û bi ”nav û deng” jî xweştir e.
Esas Swêreg bajarekî menbea, inbara kesên ”meşhûr” e, bi sedan nivîskar, şair, hunermend, general, profesor û siyasetmedarên pir û pir meşhûr jê derketine.
Loma jî pir ne mihatacê Şivanê me yê wêranşarî ne.
Mesela tirkçiyên weke Prof. Dr. Kamîl Turan, Abdulkadir Karahan û heta serokê MHP-ê Dewlet Bahçelî jî swêregî ye.
Swêregî mêrikan bi rastî jî gelkî jîr in, li xerabên xwe xwedî dernakevin û başên xelkê jî dikin malê xwe.
Çi baş, çi baş...
Gelî swêregiyano, meşhûrên we berê têra we hene, ji kerema xwe ra Şivan Perwer jî nekin malê xwe, bira ew jî ji wêranşariyan ra bimîne.
Ez tiştekî din jî li vir eşkere bikim, mesela herkes wisa dizane ku Mehmet Uzun swêregî ye.
Lê di eslê xwe da ew jî ne swêregî, wêranşarî ye.
Malbata Mehmet Uzun ji Wêranşarê ji eşîra Kûra ye.
Yanî ew kûrî ye.
Lê kalê wan ji ber dijminatiyê ji gundê xwe bar kiriye û çûye li gundekî nêzî Swêregê bicî bûye û bi vî hawî bûne swêregî.
Lê li gel vê jî wêranşarî Mehmet Ûzûn nakin malê xwe û li Wêranşarê peykerê wî danînin.
Yanî swêregî pir pêşda herin, wêranşarî dikanin Mehmet Ûzûn jî ji wan bistînin û wan bê nivîskarê kurdî bihêlin.
Lê li alî din di vê rewşê da helbet sûcê wêranşariyan jî heye, bira serokê belediya Wêranşarê, Leyla xanimê jî berî serokê belediya Swêregê bîr bibira û peykerê Şivan çêkira.
Lê ka ew aqil, ka ew zanîn?
Xwelîleserên wêranşariyan kes li Wêranşarê nedîtin, jinebiyeke ji Cîhanbeyliyê tayinkirî kirin seroka belediya xwe.
Ma çi haya vê jinbiya tayinkirî û emirqûlî dikane ji dîrok û civata Wêranşarê hebe?
Qet…
Loma jî here were Şivanekî wan hebû, ew jî swêregiyan ji wan stend.
Ez di dewsa belediya Wêranşarê da bim ezê jî peykerê Gulîstan û Şivan bi hev ra şêkim, çimkî herdu jî wêranşarî û hêjayî bîranînê ne…
Pêşniyar ji min, bicîanîn ji wêranşariyan.
Lê ez bawer nakim ku tişt ji wêranşariyan derkeve, ji ber ku miletekî ne ji xwe ra ye…

19 december 2009

Min dizanîbû rebenan bindest in

Min bawer nedikir ku parlamenterên DTP-ê bi rastî jî ewê xwediyê gotina xwe bin û ji parlamentoyê îstîfa bikin.
Çimkî ew ne mirovên azad in, îradeya wan di destê Ocalan da ye, ne ew, ancax Oclan dikane biryara îsîfa ya jî mayina wan bide.
A ji ber ku min ev rastî texmîn dikir, di nivîsa xwe ya 12-ê mehê da min gotibû:
-Ji ber ku Ocalan, di hevdîtina xwe ya roja çarşemiyê da ji parêzerên xwe ra gotiye, DTP were girtin jî tişt nabe, ”ne dawiya dinyayê ye, dema were girtin bira micadeleya xwe dewam bikin.”
Min ev gotinên Ocalan weke emrekî îstîfanekirinê fêmkiribû û gotibû, ”emrê berdewamiyê hatiye dayin û ewê îtîatî vî emrî bikin.”
Derket ortê ku texmîna min ne şaş bûye, birastî jî hemûyan weke berxikan emrê Ocalan bi serên xwe qebûl kirin û biryara xwe ya îstîfayê paşda girtin.
Do, piştî civîna DTP û BDP-ê, dîsa eynî Ahmet Turkî,(meriv şaş dimîne, çawa li ber xwe nakeve) ragihand ku 19 parlamenterên DTP-ê yên di parlamentoyê da îstîfa nakin.
Ahmet Turk got:
”Hin hêzên demokratîk, rewşenbîr, nivîskar û akademîsyenan daxwaza mayîna me di parlamentoyê de kirin. Her wiha roja çarşemê Ocalan jî bi riya parêzerên xwe li ser vê mijarê nêrînên xwe anîn ziman û pêşniyaz kir ku parlamenterên DTP-ê parlamentoyê bi cîh nehêlin û di xebatên xwe yên demokratîk da berdewam bin.”
"Hêzên demokratîk, nivîskar û rewşenbîr" vala ye, ya girîng emrê Ocalan e, li ser emrê Ocalan mecbûr mane ku biryara xwe paşda bigrin.
Rastî ev e.
Dihat zanîn ku Ahmet Turk û hevalên wî ne li ber tu tiştî ne, serokatiya wan jî û mebûsiya wan jî formalîte ye, Ocalan hertişt e.
Vê "çerxkirina" dawî ev rastî baştir raxist ber çavê dewletê û hemû kurdan.
Abdullah Ocalan hertişt e û herkes û hemû dezgehên din jî vala û ne tiştek in...
Û hewqas peyayên mest û mezin, xwedêgiravî serok û mebûs in, lê dîsa jî vê heqareta nedîtî qebûl dikin, ji bin emrê Ocalan dernakvin.
Kesên ku bi serê xwe nikanibin biryarekê bigrin û dema digrin jî roja din li gor emrê şexsekî ku dîlê dijmin e biguherînin, ewê çawa bikanibin pêşengiyê ji tevgereke netewî ya miletê kurd ra bikin?
Partiyeke ku bi milyonan rayên gel girtiye, lê bi serê xwe nikane biryarekê bigre, li gor emirên Ocalan dimeşe.
Ev heqareteke ne li hemû parlamenter û birêvebirên DTP-ê tenê ye, heqaretekek li miletê kurd e jî.
Bi vê zîqzaqa dawî Ahmet Turk û hemû berpirsiyar û parlamenterên DTP-ê nîşan dan ku ew sifir in, pepûk hêsîrên destê Ocalan in.
Rast çewt, biryarek dabûn dibê bicî bianîna.
Erê siyaset ne bi hestan, bi aqil dibe, lê ”aqilekî” ku meriv bike sifir jî dibê meriv qebûl neke.
Bi vê biryara dawî îspat bû ku mebûs û berpirsiyarên DTP-ê ne mirvovên xwedî îrade û azad in, bi serê xwe ew nikanin biryrarekê bidin.
Di nezdê dewletê da ji nuha û pêva di nabêna hebûn û nebûna hemû birêvebirên DTP-ê da êdî tu ferq tuneye.
Ahmet Turk û hemû parlamenterên DTP-ê û nuha jî yên BTP-ê, êdî ne ew kes in ku meriv îtîbarî gotinên wan bike û wan bigre cidiyê.
Ji ber ku ew çi biryarê bigrin û çi sozê bidin jî heta ku Ocalan tesdîq neke vala ye, meriv nikane pê bawer bike.
Ocalan, bi tena serê xwe û him jî di hefsê da, hêzeke weke PKK-ê mezin, bi hezaran gerîla, partiyeke ku bi milyona ray girtiye îdare dike, hemû kiriye êsîrê xwe.
Ew êsîrî dewletê ye, lê PKK, KCK û DTP jî bûne êsîrên wî, dewlet wî, ew jî ji bo şexsê xwe van hêzan bikar tîne.
Berê hêviyeke hebû ku DTP, ji bo çareseriyê kanibe rolekê bilîze, lê bi vê bûyera dawî eşkere bû ku êdî ew jî, PKK jî, gerîla jî, cephe jî ne xwedî îradeyeke serbixwe ne, hertişt Ocalan e, Ocalan çi bibêje, herkes bê lamûcîm emrê wî bicî tîne.
Dema meriv li rewşê dinêre, aqilê meriv disekine, meriv nikane bawer bike.
Belkî jî însanan di saxaxiya pêxemberan da hewqasî îtîatî wan nekirye.
Lê psîkopatekî weke Ocalan, dikane vî hukmî bike û hewqas însan têxe bin emrê xwe.
Ji bo dewletê ev otorîteya Ocalan ya mutleq loto ye, heger dewlet hinekî tawîzê bide şexsê wî û rewşa wî baştir bike, dikane PKK-ê, gerîla û vê hêza mezin û muhteşem tasfiye bike.
Lê a bixêr ku dewlet ji eksa xwe ya em bi terorîstan ra rûnanin danakeve û hemû gerîleyan teslîm nagire.

Wa dîsa bû şev xewa min nayê...

Bîstek berê di înternetê da min li strana xwe ya xemgîniyê, ”Wa dîsa bû şev, xewa min nayê” guhdarî dikir.
Ez heyran û evîndarê vê strana xembar im, cegerê li meriv diperitîne, hinav li meriv tîne xwar…
Min ji qiteyeke wê baş fêm nekir.
Min çend carên din jî lê guhdarî kir, lê her eynî gotina bêmane, ”sevhêrkêm” dihat tekrar kirin.
Min li çend klîpên facebookê yên din jî guhdarî kir, lê di hemûyan da jî eynî gotin, ”sevhêrkêm” dihat dubare kirin.
Li ser vê, ez li teksta stranê geriyam.
Min teksta stranê bi dest xist.
Min dît ku di teksta starnê da jî eynî çewtî heye.
Stran wihaye:

”Wa dîsa bû şev
Xewa min nayê
Van şevên tarî
Dawî lê nayê

Tenahî zor e
Sebra min nayê
Dîlber xeyîdîye
Pêjîn jê nayê

Dimînim şîyar
Di gel xeyalan
Sevhêrkêm* diçin
Tev puç û vala

Dijmêrim derdan
Dirêşim** kulan
Dilber xeyîdîye
Pêjîn jê nayê”

Helbest: Beşîr Mele Newaf

Wek tê dîtin, gotina ”Şevbêrkêm diçin, tev pûç û vala” bi çewtî bûye, ”Sevhêrkêm diçin, tev pûç û vala” û herkesî jî li gor vê çewtiyê sitraye û vê gotina bêmane bala tu kesî nekişandiye.
Kesî negotiye, yaho ev ”Sevhêrkêm” çi ye?
Meriv matmayî dimîne, meriv kurd be û bi kurdî zanibe, çawa dikane fêm neke ku gotina ”Sevhêrkêm diçin” miheqeq Şevbêrkêm diçin e.
Çimkî tu maneyeke gotina ”Sevhêrkêm” tuneye.
Dema yek stranekê distirê divê gotinên wê fêm bike, sitrana ku meriv ji gotinên wê fêm neke dibê meriv nestirê
Lê ji kurdan ra ferq nake, ew ji gotinên stranê fêm bikin, fêm nekin distirên.
Dema fêm nekirin jî dinuhurînin, devê xwe diliviînin fena ku tiştekî dibêjin, lê di esasê xwe da tiştekî nabêjin.
Ji ber ku gotinê baş nizanin, dikin, hiiiim, hiiiim….
Sebebê vê yekê jî nizanîna zimên e, piraniya stranbêjên kurmanc yên ku stranên gelêrî dixwînin şaşiyên wiha dikin.
Heger meriv baş guhdarî bike, merivê di piraniya stranbêjan da şaşiyên wiha bibîne.
Îcar piştî ku stranek bi şaşî ket devê milet, rastkirina wê jî êdî gelkî zahmet e, xwediyê wê jî bibêje heyran hûn şaş dibêjin, min wiha nenivîsî ye pere nakeke, miletê her bi hawa şaş bistirê.
Ez ji vê stranê gelkî hez dikim, bi guhdarîkirina wê ez mest û sersem dibim, kela dilê min ra radibe û ez dixwazim vexwim, vexwim heta ku serxweş dibim….

*Şevbêrkêm
**Gotina ”dirêşêm” jî dikane dirêsim be. Ez bixwe tu maneyeke gotina ”dirêşim” nizanim.

17 december 2009

Berfa pêşî û şeveke cihê

Berfa îsal ya pêşî ev 3 roj in qet venekiriye, herder di bin berfa sipîboz da maye.
Hertim pûk e, bahoz û tozan e.
Ev çend sal in Stockholma xopan tu carî berfeke wiha zêde nedîtiye.
Stockholmî hesretiya vê berfê bûn, Xwedê da wan.
Vê sibehê dema min derî vekir, ez matmayî mam, berf çongekê bi ser derî ketibû, heta min xwe gîhand enbarê û kulung(bêra berfê) anî çi bi zorê. Ji ber ku ez berî hemûyan derketim, min rê vekir.
Îro li ciyê kar mijara me berf û problemên trafîqê bû, hinekan qala derengmayina mrtroyê, hinekan qala nehatina otobozê û hinekan jî qala problema wasiteyên xwe dikir.
Lê yê min bixwe tu gelş derneket, otoboza min weke saeetê xebitî û ez sax selîm gîhandim ciyê karê min.
Piştî kar ez çûm civîna nasandina kitêbekê: Ji Qetlîamê Heta Xutmuxtariyetê-riya kurdan ya dirêj ya azadiyê-
Dil dixwest ku navê kitêbê "Ji qetlîaman heta bi serxwebûnê-Riya kurdan ya dirêj -bûya.
Lê ez bawer dikim ku emê wê rojê jî bibînin.
Bi swêdî navê kitêbê wihaye:Fran folkmord til sjalvstyre-kurdernas langa kamp till frîhet-
Kitêba wêneyan ya wênegirê norveçî Georg Krîstîansen e.
Krîstîansen, bi wêneyan dîroka liberxwedan, kuştin, mahcirî, enfal û serkeftinên kurdan radixe ber çavan.
Di civînê da bêyî Georg Krîstîansen, dostê kurdan yê bi nav û deng Olof G. Tandberg û Cemal Alemdar jî peyivîn û qala salên 1960-î ya destpêka xebatên xwe û avakirina komîteya kurd kirin.
Celam Alemdar, yek ji kurdên pêşî ye ku di destpêka salên 1960-î da hatiye Swêd û kurd û têkoşîna wan bi gelê swêdî daye nasîn.
Piştî axatinên Tanndberg û Alemdar, wezîrê werziş û lawan yê kevn Teha Berwarî jî qala rewşa Kurdistanê ya îro kir û hin înformasyonên hêja da guhdaran.
Rismên kitibê hemû yên Georg Krîsîansen in û tekstên wê jî ji alî kurdperwerê hêja Cemal Alemdar ve hatiye nivîsîn.
Kitêb, bi swêdî û îngilîz ye.
Şêxmûs Ceylanê hemşeriyê min jî mala wî ava, xwarineke vegetarîsk(ya goştnexuran)ya baş da me mîvanan.
Him kurd û him jî swêdî gelek kes hatibûn, lê swêdî zêdetir bûn. Ji ber ku Georg Krîstîansen fotografçiyekî meşhûr e, loma jî gelek swêdiyên întellektuel û dostên kurdan hatibûn.
Weke hercar helbet bi xêra civînê min gelek dost û heval jî dîtin, me ji alîkî da him xwarina xwe xwar û him jî sohbet germ kir.
Yanî bi dilekî rehet ez dikanim bibêjim ku min îşev şevek ji felekê dizî û baş bîna xwe fire kir.
Herşev di mal da, di mal da û li ber vê quzulqurta datayê û bi xwendina nivîsên li ser kurd û tirkan min kezeb li xwe reş kiriye.
Di teşbîhê da xeta tuneye, rewşa min ji ya hefsiyekî zêde ne baştir e; hefsa yê hefsî biçûk e, ya min hinekî jê mezintir e.
Hefsî qet nikane derkeve îzna çarşiyê, ez heftê carekê derdikevim û ew jî hertim eynî cî ye...
Yanî çîroka ”reva pisîkî heta kadînê ye”, ya min jî ew mesele ye.
Lê îşev hinekî cihê bû…
Li gora ku Netkurdê nivîsîye, dewleta tirk ji bo ku li dijî têkoşîna kurdan tê bikoşin ji sala 1993-an û virda ye bêyî cerdevanên resmî, çek daye 23 hezar û 274 kesên din jî.
Piştî êrîşa Kopê ya ser meşvanan û kuştina 2 kesan, derket holê ku qatilê bûyerê Turan Bilen, mensûbekî vê artêşê dewletê ya dizî ye.
Li gor hatiye gotin, ev ”cerdevanên bi dizî” 23 hezar û 274 kes in û hemû jî cerdevanên bi dilê xwe ne, xwedêgiravî bêpere ji dewletê ra xizmetê dikin.
Lê bêperetî jî qet nakeve serê min, hewqas însan bêbere xizmetê nakin, miheqeq dewlet bi hawakî tiştekî dide wan.
Yanî dewletê di sala 1993-an eynî weke cerdevanan çek daye van çete û qatilên veşartî jî.
Lê bi baweriya min ev jimar ewê gelkî zêdetir be. Dibê kurd û çapemeniya kurd biçe ser vê meselê û koka wê derxe.
Hûn dibînin ev dewlet çi dewleteke bêbext û rezîl e, bi yek milyon hêzên çekdar û nizanim çendsed hezar pûlis û qorîciyên resmî nayê serî, 24 hezar kesên din jî ji bo kuştina kurdan çakdar dike.
Axir dibê kurd vê qulpê ji dest xwe bernedin û baş herin ser dewleta kûr. Çimkî dewleta kûr di vir da jî cirmeşût hatiye girtin…

16 december 2009

Di êrîşa Kopê da jî tiliya dewletê heye

Êrîşkarê Kopa qeza Mûşê, Tûran Bîlgen jî weke êrîşkarên bûyera Stenbolê, merivê dewletê derket.
Hat ragîhandin ku Tûran Bîlgenê ku do li Kopa qeza Mûşê bi kelaşînkofê meşvanên ku girtina DTP-ê protesto dikirin gulebaran kiribû û di vê êrîşê da du kes kuştibûn û 8 kes jî birîndar kiribûn hatiye girtin.
Na wele bira ne hata girtin jî…
Mêrik li orta bajêr, li ber çavaên bi hezaran kesî bi kelanşînkofê girse gulebaran kiriye, ma bira neyê girtin jî?
Tê gotin ku êrêşkar merivê JÎTEM-ê ye û kelanşînkof jî dewletê daye wî.
Pûlis li dikana Bîlgen, êlegê pola, bombeyên gazê û maske jî dîtiye.
Yanî mêrik weke elemanekî JÎTEM-ê tam bi techîzat bûye.
Bi îhtîmaleke mezin weke bûyera Dolapdereya Stenbolê, tiliya ”dewleta kûr” û hêzên faşîst ewê di vê êrîşê da jî hebe.
Yanî weke serokwezîr û çapemeniya tirk do gotin, ev ne ”reaksiyona esnafekî” ye, mêrik merivê dewletê ye û bi kelanşînkof e.
Di destpêkê da ji bo êrîşkarên Stenbolê jî eynî propagande kirin, gotin ”milet e, xelkê taxê” ne, lê dûra derket ku derew e, êrîşkar bi peran kirê kirine.
Ji xwe ji êrîşkarên qereçî yekî gotiye, 500 lîre dan min û gotin here bera wan de û min jî çû bera wan da.
Camêr gotiye ew li dû nanê xwe ye, kî pera bide wî, ewê daxwaza wî bicî bîne û kê bixwaze ewê here jê ra birevîne.
A dewlet tirk li her derê li hember kurdan însanên wiha bi peran kirê dike û bikar tîne.
Û dûra jî dibêje milet aciziya xwe nîşan da.
Weke min di nivîsa xwe ya wê rojê da jî gotibû, êrîşên wiha bêyî organîze û kontrola dewletê ne mimkûn e, dewlet di bin ra bi piranîjî qereçî, sûtal û pêxwasên kuçan organîze dike û dişîne ser kurdan.
Êrîşa Kopê jî miheqeq wisa ye.
Berê tiştê wiha dernediket, veşaertî dime.
Lê nuha ya baş ew e ku provakadyonên wiha zû derdikevin, xelk dibîne ku tiliya dewletê di van êrîşan da heye.
Li alî din, şiwitandina mal, dikan û wasiteyên xelkê jî ne rast e û dibê meriv li dij derkve.
Meş û çalakiyên demokratîk dibê werin kirin, dibê kurd nerazîbûna xwe ya li hember siaysetê hukûmetê nîşan bidin.
Ev mafekî demokratîk e, lê bikaranîna şîdetê, şiweitandina dikan û wasiteyên xelkê suwîl ne tu hawe ye û şaş e, dibê PKK jî van bûyeran qebûl neke.
Lê tiştê heta nuha xuyaye PKK, li dijî van bûyeran dernakeve û ji kîtleya xwe ra nabêje wiha nekin.
Ev jî tê wê manê ku PKK jî van bûyeran taswîb dike.
Bi baweriya min ev tiştekî şaş e û dibê PKK bûyerên wiah taswîb neke.
Ji bo sarbûna xelkê, dewlet jî dikane bûyerên wiha bike, zirarê bide malê însanan û bibêje kurd in.
Ma heta nuha dewletê li ser navê PKK-ê hindik çalakî kirine û însan kuştine û dûra jî xistiye hustuyê PKK-ê
Çawa ku em li dijî şîdeta hêzên faşîst û dewletê ne, dibê em bixwe jî eynî şîdetê li hember mixalif û xelkên sivîl bikar neynin.
Heger emê jî eynî tiştî bikin, wê demê divê em ji şîdeta hêzên nîjadperest û faşîst jî gazinan nekin…

Gelo îstîfa ewê çi bi xwe ra bîne?

Dihat payin ku parlamenterên DTP-ê daxwznameyên xwe yên îstîfayê ewê îro teslîmî serokê meclîsê bikirana.
Lê ji ber hebûna hin civînan, ev tarîx maye roja îniyê.
Tê gotin ku Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak ewê roja îniyê îstîfanameyên 19 parlamenterên DTP-ê pêşkêşî serokê meclîsê bikin.
Beyanên DTP-ê serê min jî çelqomelqo kirye, ez nizanim ji kîjan beyanê bawer bikim.
Ji ber ku rojê tiştek tê gotin.
Ez baş nizanim îstîfa ewê çi bi xwe ra bîne û çi bibe, yanî kar û zirara me ewê çi bibe?
Lê li gel vê du diliya min jî ez ne li dij im ku îstîfa bikin.
Ji ber ku heta nuha bi riya meclîsê tu tiştek ji kurdan ra bi ser avê nexistin.
Ji alîkî da hemû partî bi çavên dijmin û ”terorîstan” li wan dinêrin, nahahêlin li ser mesela kurd du gotinan bibêjin.
Ev jî ne bes e, di ser da jî meclîs carnan wan mecbûrî beyan û gotinên pir şaşomaşo dike.
Ji bo ku wan ”nerm” bikin, çi destê meclîs û hukûmetê tê dikin.
Serokwezîr heta nuha hîn silav jî nedaye parlamenterên DTP-ê, dibêje heta hûn ji PKK-ê ra nebêjin ”ew rêxistineke terorîst e” ez bi we ra rûnanim.
Li aliyê din ew bi xwe jî jêhatî derneketin, tu xebetake berbiçav nekirin.
Feqîran man di orta xelîl û celîl da, li alîkî dewlet, li aliyê din jî Ocalan û PKK-ê nehîşt DTP bi serê xwe hereket bike.
Loma jî tiştê dikanîbûn bikirana jî, ji ber van midaxeleyên ji derve nekirin û hemû wexta xwe bi xirecira vala ra bihurandin.
Ji ber ku dewlet hîn ne amadeye kurdan weke milet qebûl bike û mafê wan yê netewî bidê, loma jî di meclîsê da tehamulî parlamenterên kurd jî nakin.
Hemû problem di vir da ye.
Roja ku dewletê hebûna miletê kurd qebûl kir û xwest mesela kurd bi riyeke demokratîk çareser bike, wê demê ewê tehamulî partiyên kurd jî bikin.
Hebûna DTP-ê di meclîsê da tu tesîr li tirkan nekir, belkî îstîfa wan tesîrekê li wan bike, bibînin ku bi girtina partiyan mesele çareser nabe.
Dibê tirk li hember kurdan hemû alternatîv û qozên xwe bikar bînin û teseliya wan ji van taktîk û konetiyên bêfeyde bikeve.
Lê pir ne dûr e ku AKP îstîfayan red bike, ya jî ji bo îstîfanekirinê werin îqnakirin.
Ez nizanim, hema kîjan bi xêr be bira ew bibe…

15 december 2009

Sohbeta bi kurdekî zaza ra

Di nabêna min û C. Zerdeşt Pîranij da li ser nivîsîna bi ”tirkî” sohbeta
jêr çêbû.
Ji ber ku ev mijar gelek kurdên din jî alaqedar dike loma jî ez îşev quncikê xwe terxanî vê sohbeta min û Pîranij dikim.
Min nêt hebû ku îşev li ser êrîş û cînayeta li Kopê ya li hember meşvanên kurd û lixwemukurhatina êrîşkarên Stenbolê ku îro yekî j iwan gotiye wî bi peran ev êrîş pêk aniye, rawestim lê wext name.
Heger heta sibe bûyerên ji wan girîngtir neqewimin bixêr sibe êvarî ezê li ser wan jî çend gotinan bibêjim.

Merheba!
Bira C.Zerduşt Pîranij, gelek sipas ji bo bersîva te.
Birayê delal, min ji te ra negotiye ji min ra, ya jî ji kurmancan ra bi kurmancî binivîsîne.
Min wiha gotiye:
”Birayê Pîranij, te ji kurdên zaza ra bi zazakî nivîsî ye baş e, lê te ji bo çi ji kurmancan ra bi TIRKÎ nivîsî ye?
Dibê ya te ji wan ra jî bi kurmancî binivîsîya, ya jî zazakî tenê têr dikir.”
Wek tê dîtin, min gotiye ya ji kurmancan ra jî bi kurmancî binivîse û heger tu nizanî jî ”zazakî tenê têr dike.”
Yanî min gotiye bi tirkî ne nivîsîne, rexneya min li nivîsandina bi tirlî ye.
Tu bi zaravayê xwe(yanî zazakî)û yên kurmanc jî bira bi kurmancî binivîsinin û dibê em herdu serî jî fêrî zaravayên hevûdu bibin, bikanibin tekstên herdu zaravan jî bixwînin.
Ez dibêjim zaza bi zazakî û kurmanc jî bira bi kurmancî bipeyivin û ji hev fêm bikin, tirkî nexin nabênê.
Yanî tu ji min ra bi zazakî û ez jî ji te ra bi kurmancî binivîsim, tiştê min gotiye ev e û di vê da jî tu çewtî tuneye.
Mesela çaxa ez bi kurdên soran ra dipeyivim, ez bi kurmancî û ew jî bi soranî dipeyivin û em ji hevûdu fêm dikin.
Ne ew min mecbûrî soranî dikin û ne jî ez, wan mecbûrî kurmancî dikim, herkes bi zaravayê xwe dipeyive.
Û ne ez tenê, di têkiliya hemû soran û kurmancan da metod ev e, herkes bi zaravayê xwe dipeyive.
Dibê tu jî wisa bikî.
Heger min kanîbûya zazakî xweş binivîsîiya bêguman minê bi zazakî bersîv bida te.
Çim axaftin û nivîsandina bi lehçeyeke kurdî ya din(derî kurmancî)bi min zor nayê, dema ez bi tirkî binivîsînim bi min zor û nexweş tê.
Loma jî te çewt fêm kiriye, ez nabêjim bira zaza fêrî kurmancî bibin û kurmanc fêrî zazakî nebin, ez dibêjim bira herdu alî jî fêrî zaravayên hev bibin û ji hev fêm bikin.
Lê ne şert e ku meriv bikanibe bi hemû zaraveyên kurdî binivîse, ev hinekî zahmet e.
Meriv bikanibe axaftinê fêm bike û nivîsê bixwîne têr dike.
Ez bixwe soranî jî, zazakî jî him axaftinê û him jî nivîsê îdare dikim. Dema zazakiya swêregê be baştir fêm dikim, dêrsim hinekî zahmettir e.
Loma jî dema tu ya jî kurdekî zaza ji min ra bi zazakî dinivîse ez wek te naqeherim, ez kêfxweş dibim.
Lê tu ji kurmancî nivîsîna min caziz bûyî û te gotiye, "Eki ti zazakî zanê se xeyrê xo -to rê zamet nêbo- mi rê zazakî binusi, ma/ez mecbûrê TIRKÎ nêbo...", yanî, heger tu bi zazakî zanî xêra xwe ji min ra bi zazakî binivîse ji bo ku ez jî mecbûrî nivîsîna tirkî nebim.
Heger min ji kurmancan ra bi kurmancî û ji zazan ra jî bi tirkî nivîsîbûya û te ji min ra gotibûya, ”ji min ra bi tirkî nenivîse, ya bi zazakî binivîse ya jî kurmancî têr dike”, ezê neqeheriyama, ewê kêfa min bihata.
Lê te xwe ji vê gotina min pir aciz kiriye.
Ji ber ku kurdekî ji te ra bi kurmancî nivîsîye tu xwe aciz dikî, lê tu ji nivîsîna bi zimanê dijmin, ji tirkî aciz nabî.
Ma ne divê eksê wê bûya, yanî dema ku min ji te ra bi tirkî binivîsanda, divê te xwe aciz bikira û bigota, ji bo çi tu bi tirkî dinivîsînî?
Ez hêvî dikim îcar min derdê xwe bi te da fêmkirin.


Date: Mon, 14 Dec 2009 17:19:02 +0200
Subject: Re: {Diwanxane} Zerduştname
From: czpiranij@gmail.com
To: diwanxane@googlegroups.com


Merheba Birayê Zinare Xamo,

Çîyo ki/ke mi nuştedê to ra famkerd; ti vanê, ti çîrê zazakî/kirmancî ra vêşêr "kurmancan rê TIRKî
nusnenê?"

Sebep:
1) Ez kurmancî (sera hewtay-heştay) nê zano...
2) Ez bawer keno -zano...- ki/ke şima kurmancî zî (sera hewtay-heştay) zazakî/kirmanckî nê zanê...
3) Eki ti zazakî zanê se xeyrê xo -to rê zamet nêbo- mi rê zazakî binusi, ma/ez mecbûrê TIRKÎ nêbo...

Zaf silamî

C.Zerduşt Pîranij

2009/12/12, zinare xamo :

Birayê Pîranij, te ji kurdên zaza ra bi zazakî nivîsî ye baş e, lê te ji bo çi ji kurmancan ra bi TIRKÎ nivîsî ye?
Dibê ya te ji wan ra jî bi kurmancî binivîsîya, ya jî zazakî tenê têr dikir.
Ji kerema xwe ra dev ji tirkî berdin, ji bîr bikin, fêrî jiyaneke bêtirkî bibin.
Ez dizanim ji bo hin kurdan qutbûna ji tirkî ne hêsa ye, ne karê aqil e, weke ku meriv "deve di ser xendeqê ra bide qevzkirin"...yanî hewqasî zor e.
Lê ji xwe her tiştê me kurdan zor e, heger em dixwazin weke kurd li ruyê vê cîhanê bimînin dibê em dev ji tirkî berdin û bi kurdî bipeyivin, xwe fêrî axaftina kurdî bikin...
Axaftina bi tirkî me nêzî Tirkiyê û axaftina bi kurdî jî me nêzî Kurdistanake serbixwe dike, hestên me yên ji bo vê armancê xurt û zeîf dike...
Gelek silavên dostaniyê
Zinarê Xamo



Silamî,

No hewte meymanê programê ma hunermend/deyirbaz Soner Soyer o.

Programê Zerduştnameyî, her hewte şewa şemî/siftî seet: 20.00 ra pey 89.4 Yaşam Radyo do..

(Selamlar,
Bu haftaki program konuğumuz sanatçı Soner soyer'dir.
Zerdüştname programı, her hafta cumartesi akşamları saat: 20.00 den sonra 89.4 Yaşam Radyo'da..)

Not: Program tekrarı pazar günleri saat 14.00 'tedir.

Weşî di/de bi manê

C.Zerduşt Pîranij

14 december 2009

Dewleta tirk belaseb serî li xwe digerîne

Min texmîn nedikir ku parlamenterên DTP-ê ewê hemû bi hev ra ji meclîsê îstîfa bikin.
Ji xwe di nivîsa xwe ya 12-ê mehê da jî min gotibû ku herçiqas Ahmet Turk wiha gotibe jî, lê ev biryar li ser daxwaza Ocalan ewê bicî neyê.
Lê heger di gotinê da nemîne, piştî civîna li Diyarbekrê ya bi Tevgera Civaka Demokratîk ra Turk got ku di nava du rojan da ewê bi hev ra îstîfayên xwe bidin serolê meclîsê.
Hemû parlamenterên DTP-ê îro li Diyarbekrê bi berpirsiyarên Tevgera Civata Demokratîk ra civiyan.
Piştî civînê, serokê DTP-ê Ahmet Turk got, wan biryar daye ku bi temamî ji Parlamentoya Tirkiyê îstîfa bikin û careke din jî venegerin parlamentoyê.
Ahmet Turk di daxuyaniya çapemeniyê da got:
”Wan got ciyê çareseriya gelşan meclîs e. Rojekê, dema meclîs van pirsan bigre rojeva xwe anxax dikane çareser bike. Meclîs mewcûd qabîliyeta tehamula me jî nîşan neda.”
Ahmet Turk di xaftina xwe da got, di demeke pir nêzîk da ewê îstîfanameyên xwe bigihînin serokê meclîsê.
Lê li gor qanûna parlamenteriyê ji bo ku endametiya parlamenterekî îstîfakirî bikeve, dibê meclîs vê daxwazê têxe dengdanê û qebûl bike.
Yanî dibê meclîs jî van îstîfayan qebûl bike.
Li gor beyana serokê meclîsê Mehmet Alî Şahîn, gava daxwaznameyên wan here meclîsê ewê ”emrê destûrê bicî bîne” û ev jî tê maneya ku ewê îstîfayan qebûl bike.
Lê bi qebûlkirina îstîfayan ra hilbijartineke zû jî dikane were rojevê û ne diyar e ku gelo AKP tiştekî wiha dixwaze ya na.
Miletê kurd 21 parlamenter şandin meclîsê bi hêviya ku mesela kurd li meclîsê bi nûnerên tirk ra minaqaşe û çareser bikin.
Lê Meclîsê bi rastî jî ev daxwaze kurdan qebûl nekir, her cara ku parlamenterekî DTP-ê qala çareseriya mesela kurd bi riyeke aştî kir, hemû meclîsê bi hev ra êrîş birin ser wan û nehîştin kurd bi rengekî serbet û azad dîtinên xwe bibêjin û daxwazên miletê xwe bînin zimên.
Ji ber ku dewleta tirk ne li meclîsê û ne jî li derî meclîsê nexwest bi DTP-ê ra têkeve diyalogê û pê ra riyên çareseriyê minaqaşe bike.
Loma jî ketina meclîsê tu feydeyek mezin bi xwe ra neanî.
Tenê nîşan da ku dewlet ne dixwaze bi hêzeke kurd ra rûne û ne jî tu mafekî cidî bide kurdan
Gelo îstîfa ewê çi bi xwe ra bîne?
Ew jî ne diyar e.
Ya herî girîng ew e ku kurd dev ji xebat û têkoşîna xwe ya legal û demkratîk bernedin û bi hin çalakiyên bêfeydê zêde zirarê nedin tevgera kurd ya netewî û demokratîk.
Tiştê dewlet dibêje û dike, tenê ji bo serîlêgerandinê û qezenckirina wextê ye, xapandin e.
Dewlet, ji PKK-ê ra dibêje ”terorîst” e pê ra rûnane û DTP-ê jî dide girtin.
Maneya xwe ew e ku îro tu nêteke dewletê ya çareseriyê tuneye.
Lê dewlet çi bike jî xelasiya wan tuneye, ew DTP-ê jî bigrin û BTP-ê jî bigrin, kurdan bigrin, bikujin, têxin hefsan çi bikin jî miletê kurd naqede, têkoşîn û liberxwedan ranawesta.
Heta ku kurd azadî û serxwebûna xwe bidest nexin ev têkoşîn ewê her berdewam be.
Dewlet, zû ya dereng ewê teslîm bibe, bi van taktîkan belasebeb serî li xwe digerîne û meselê dirêj dike…

13 december 2009

Tirk naxwazin bi me ra bijîn

Li Stenbolê li taxa Beyogluyê gurûbek faşîst, çeqel, pêxwasên kuçan û qereçî bi ço, kêr, bivir, sator, şûr, tiving û şeşderban êrîş birin ser gurûbek kurdên ku girtina DTP-ê protesto dikirin.
Di êrîşê da kurdek bi guleyê û çar kurd jî bi kêr û daran birîndar bûne.
Ev ne cara pêşî ye ku MHP û hin hêzên nîjadperest û faşîst di serî da qereçiyan û hin sûtal, pêxwazs û çeqelên kuçan tînin ba hev û bi şiklekî organîze dajon ser kurdan û rê li ber çalakiyên wan digrin.
Tiştê ku dewlet li dij e û naxwaze kurd bikin, lê di warê qanûnî da nikanin rê li ber bigrin, bi riya van kîtleyên sûtal, pêxwes û lûmpen kurdan nerehet û terorîze dikin.
Û dûra jî dibêjin, ”gel reaksîyon nîşan da”.
Lê ne rast e, piraniya êrîşên wiha orgîze ne û di bin kontrol û insîyatîfa pûlisan da dibe.
Bêyî destûr û xweşbîniya hêzên ewlekariyê ne mimkûn e ku li orta Beyogluyê bi dehan însan bi kêr, şûr, sator, tiving û şeşderban êrîşê bibin ser xelkê.
Û meriv di risman da jî dibîne, yekî jî hewcedariya veşartina ruyê xwe jî nekiriye, hemû jî tên naskirin.
Dema pûlis bixwaze dikane hemû êrîşkarên çekdar, êrîşkarên ku gule bera kurdan didin bigrin.
Weke çend carên din, tê gotin ku îcar jî piraniya êrîşkaran dîsa qereçî bûne.
Kes nema îcar qereçî?
Qereçî bi serê xwe êrîşê nabin ser kurdan, çimkî tu tiştekî wan û kurdan naçe ber hev, kurdan tu zirar nedaye qereçiyan.
Li tirkiyê kîtleya herî perîşan, herî bêmaf û herî li derî civatê maye qereçî(romen)ne.
Loma jî dewlet û hêzên faşît, dema hewce be pir bi hêsanî qereçiyan organîze dikin û dajon ser kurdan.
Ev du heftene li gelek bajarên Tirkiyê û Kurdistanê MHP-ya faşîst û nîjadperestên tirk êrîşên bi vî rengî li hember kurdan organîze dikin û bera pêxîla kurdan didin.
Sernivîskarê rojnameya Tarafê Ahmet Altan, di nivîsa xwe ya îro da li ser çareseriya mesela kurd dibêje:
”Bi qasî ku ez dibînim 3 alternatîv hene: Ya ev ax ewê were parkirin, ya ewê bênabên şer be, ya jî ewê ji her kesî ra miameleyeke weke hev were kirin.”
Lo gor Ahmet Altan, alternatîva dawî, yanî dibê tirk û kurd bi hev ra, bi şiklekî wekhev, di dûzaneke ku tu kes ji ber nîjada xwe marûzî neheqiyê nayê da bijîn, ya herî baş ev e.
Ji xwe kurd jî ji serê salan da ye viya dibêjin.
Kurd ji tirkan ra dibêjin, heger hûn dixwazin em û hûn bi hev ra bijînin, dibê em herdu milet jî xwedî heman mafan bin, çi mafê miletê tirk heye, dibê miletê kurd jî xwedî eynî mafan be.
Dema hûn viya qebûl nekin, li ber me riyek tenê dimîne, ew jî veqetandin e, wekî din tu rê tuneye.
Tuneye, çimkî êdî em jiyaneke bindest, ya weke îro qebûl nakin û emê tu carî jî qebûl nekin.
Yanî ev hersê alternatîvên Altan, kurdan ji avabûna Komara Tirkiyê û virda ye ji serokên tirkan ra gotine û dibêjin, lê tirk qebûl nakin.
Daxwaza ya serxwebûn ya federasyon di programa hemû partiyên kurdan da hebû û heye.
Ji xwe sebebê vî şerî jî ev qebûlnekirina dewletê ye, ne ku kurdan daxwazên xwe neanîne zimên, kurdan tim ev yek gotine.
Lê dewlet zorba ye, guh nade daxwzên kurdan, dixwaze kurdan weke miletên din bi
darê zorê bihelîne, bike tirk.
Şerê kurdan şerê tirknebûnê ye, kurd dixwazin li ser axa xwe weke kurd bijîn, hemû mesele ev e, dewlet qebûl nake.
Dewlet nahêle kurd rêxistin û partiyên xwe ava bikin, dema ava dikin çirt pirt sebebekî dibîne û digre.
Nahêle kurd medyaya xwe bi kurdî û bi şiklekî azad saz bikin.
Nahêle kurd navê welatê xwe bikar bînin.
Nahêle kurd ala xwe hil din.
Nahêle kurd meşekê bikin, neheqiyeke dewletê protest bikin.
Û gava dikin jî, çend sûtal û çeqelên kuçan topî serhev dikin, kêr, şûr, sator û şeşderban didin destên wan û dajon ser kurdan.
Miletê tirk xwedî dewlet e, xwedî gelek mafên civakî û ferdî ye, lê kurd him weke milet û him jî weke ferd ji van mafan hemûyan bêpar in.
Û di ser da jî tirk ji kurdan ra dibêjin, dengê xwe nekin, divê em bi hev ra weke bira bijîn…
Kuro emê çawa weke bira bijîn?
Hûn nahêlên zarokên min bi zimanê xwe perwerde bibin, hûn nahêlên weke we ez jî bibim xwedî dibistan, zanîngeh û dezgehên netewî, ma ezê çawa van şertan qebûl bikim?
Min berê jî çend caran di vî quncikî da nivîsî, ez careke din jî dibêjim, bi baweriya min dibê serokên kurdan ji lîderên tirka ra vekirî bibêjin, ya hûnê qebûl bikink u em jî weke we bibin xwedî eynî mafan ya jî emê riya veqetandinê bidin ber miletê xwe.
Riyeke sêyemîn tuneye, ya federasyon ya serxwebûn…
Tirk naxwazin bi me ra bijîn, heger bixwestana bi me ra bijîn, ewê mafên me qebûl bikirana û bi şûr û satoran nejotana ser me...

12 december 2009

Heta ku serokên kurdan ev serok bin kurdê hîn gelkî pûş bikutin

Berî nuha bi demêkê serokê DTP-ê Ahmet Turk, di axaftineke xwe da gotibû, ”Hevalên me dibêjin, mayina di meclîseke yasax da tu maneyeke wê tuneye” û bi van gotinan jî îşareta vegera sîne-î milet dabû, yanî dema partiya wan were girtin ewê ji meclîsê îstîva bikin.
Heta ev jî lê zêde kiribû, gotibû, heger piştî girtina partiya wan hilbijartinên zû çêbibin jî ewê beşdar nebin
Lê Ahmet Turk, di axaftina xwe ya îro da hinekî dev guherandiye û negotiye emê îstîfa bikin, tenê gotiye, ”partiya wan ewê fiîlî xwe ji parlamentoya Tirkiyê vekêşe û ji îro pê da beşdarî karûbarên parlamentoyê nebin.”
Meriv ji van gotinên Turk jî wisa fêm dike ku ewê xwe ji parlamentoyê venekêşin.
Ji ber ku Ocalan, di hevdîtina xwe ya roja çarşemiyê da ji parêzerên xwe ra gotiye, DTP were girtin jî tişt nabe, ”ne dawiya dinyayê ye, dema were girtin bira micadeleya xwe dewam bikin”, bira bi ”demokratên tirk” ra partiyeke din ava bikin û riya xwe bidomînin.
Meriv ji axaftina Ahmet Turk jî fêm dike ku ”emrê” berdewamiyê hatiye dayin û ewê îtîatî vî emrî bikin.
Ji xwe waye ajansa Firat Newsê gotiye, herçiqas DTP-ê berê wiha gotibe jî lê ”derdorên demokratîk germ liv ê biryarê nanêrin”, xwedêgiravî van ”derûdoran” dibêjin bira mebûsên DTP-ê îstîfa nekin û ji nû ve gurûbê ava bikin. Van hêzan di rojên pêş da ewê bi bangekê dîtinên xwe bigihînin DTP-ê.
Dîsa di eynî xeberê da tê gotin ku Emîne Aynayê ji rojnamevanan ra gotiye ”roja duşemiyê ewê li Amedê bin û derbasî DTK-ê(Kongreya Civaka Demokratîk) bibin.
Bêyî ”DTK-ê, Partiya Aştî û Demokrasiyê(BDP)jî berê hatiye avakirin û ew jî hazir e, dikanin derbasî wê jî bibin.
Yanî bi kurtî, îstîfeya ji meclîsê li ser daxwaza Abdullah Ocalan ewê bi rast negere, tenê weke forteke Ahmet Turk bimîne.
Û Ocalan jî demeke din ewê PKK-ê û hin kurdan bi tiştekî din mijûl bike, di bin navekî din da wan bîne ba hev, bibe û bîne û serî him li hevalên xwe û him jî li miletê kurd bigerîne.
Û demeke din jî ewê wiha dom bike.
Mêrik ne hil dike, ne heram dike, partiyê jî, gerîla jî ne ji bo serxwebûna Kurdistanê û azadiya miletê kurd, ji wê bêtir ji bo azadiya xwe, bi xwe ve girê dide û ji bo xwe bikar tîne.
Û pir mixabin ku PKK jî vê rastiyê nabîne û tim li gor daxwaz û emrên wî hereket dike û loma jî em tim gavekê bi pêş da û heft gavan bi paş da davêjin û dikin nakin, nikanin xwe ji gerîneke Abdullah Ocalan xelas bikin.
Di biryara mahkemeya qanûna esasî da tiştê herî balkêş, qedexeya di heqê Ahmet Turk û Aysel Tuglukê da ye.
Her kes dizane ku Turk û Tugluk di nava DTP-ê da kesên herî bêzirar, herî nerm in, tu carî ne terefdarê şer û teşxeleyê ne.
Lê dadgehê her çi hîkmetî îlahî ye, siyaset li van herdu ”nermikan” qedexe kir, yeka weke Emîne Aynayê jî dest nedanê.
Ya din jî çima ne 4-5 ke, çima tenê 2 kes?
Vê biryara dadgehê serê min hinekî tevhev kir...
Diyar e di vê qedexekirinê da jî siyaset û hedefeke dewletê heye, dewlet siyasetê li Leyla Zanayê qedexe dike, lê belkî jî Emîne Aynayê ji bo serokatiya pêşerojî serbest dihêle.
Çimkî ji bo şer û teşxeleyên vala, ji bo tevliheviyê ji wan ra kesên ne ”kurdçî”, şerûd û pêlewanên derewçîn lazim in, kesên ku ji bin emerê Ocalan dernekevin lazim in, kesên ku kanibin bêtir bi kurdan bilîzin lazim in....

A. Ocalan û dewleta kûr DTP dan girtin

Mahkemeya qanûna esasî ya Tirkiyê di civîna xwe ya do da biryara girtina DTP-ê(Partiya Civaka Demokartîk)girt.
Serokê mahkemeya qanûna esasî ya Tirkiyê Haşim Kiliç, do di civîneke çapemeniyê da diyar kir ku wan bi yekdengî biryara girtina DTP-ê û îptalkirina mebûsiya Ahmet Turk û Aysel Tuglukê dane.
Bêyî girtina DTP-ê, xistina mebûsiya Ahmet Turk û Aysel Tuglukê, mahkemeyê, pênc salan jî qedexeya siyasetê danîye ser 37 endam û berpirsiyarên DTP-ê.
Li gor vê biryara dadgehê, ji nuha û pêve Ahmet Turk, Aysel Tugluk, Leyla Zana û gelek şareder, mebûs, damezirêner û birêvebirên DTP-ê heta pênc salan ewê nikanibin bibin damezirêner, berpirsiyar û endamên partiyeke siyasî û bi siyasetê mijûl bibin.
Serokê mahkemeya qanûna esasî Haşîm Kiliç, di civîna çapemeniyê da îdîa kir ku DTP bûye merkeza terorê û dûra jî got, "dema çalakiyên DTP-ê bi yên rêxistina terorê ra bê nirxandin, ewê were dîtin ku DTP li hember yekparebûna dewletê bûye mîhraq…”
Gotina ”terorê” bûye benîştê devê tirkan, di devê her kesî da ev benîşt heye.
Serokê giştî yê DTP-ê Ahmet Turk, piştî eşkerebûna biryara dadgehê, daxuyaniyek kin da çapemeniyê û got, "Biryar siyasî ye û Tirkiye wê bi girtina partiyan nikanibe pirsgirêka kurd çareser bike. Em li pişt biryarên ku me berê girtibûn disekinin. Emê xebatên xwe yên ji bo aştî û demokrasiyê bidomînin…”
Dewleta tirk ev du sal in biryara girtina DTP-ê bincil kiribû û li bende şert û sebebên hîn maqûltir bû.
Û ev şert û sebebên hîn maqûltir jî bi destê Abdullah Ocalan di van du sê hefteyên borî da baş hate amedekirin.
Bêyî daxwaz û emrê Ocalan, ne mimkûn bû ku PKK-ê û DTP-ê ev çalakiyên rojên dawî li dar xista û bibûna sebê vê sertbûna bêmane û vê rewşa aloz.
Gava Ocalan dît ku di pakêta hukûmetê da ew ne mixatabê meselê ye û îhtîmala berdana wî jî tuneye, loma jî hin maneyên vala dît û emrê tevliheviyê û şer da PKK-ê.
Ocalan, wisa bawer dikir ku piştî hatina herdu gurûbên ”aştiyê”, dewlet û hukûmetê bi wî ra têkevin têkiliyê û soza berdanê bidinê.
Û dema ev soz negirt, emrê çalakiyan da PKK-ê.
Erê dewlet ji bo girtinê li pelekî nexwendî digeriya, lê Ocalan jî bû alîkarê wan, karê wan hêsantir kir.
Ji xwe ji bo Ocalan azadiya wî, hertim ji azadî û serxwebûna miletê kurd girîngtir e, azadiya wî tim di merkeza siyasta wî da ye, kurd û Kurdistan di dereceya duyem û sêyem da tên.
Bêguman dewlet û hukûmeta AKP-ê li hember kurdan siyaseteke pir kone û pir dijminane dimeşînin, dixwazin PKK-ê û tevgera azadîxwaz tasfiye bikin, ev vekirî ye.
Loma jî meriv dikane bibêje ku hemû biryarên wan yên di heqê şexs û rêxistinên kurdan da siyasî ne, bi hesab û kitab in.
Û ev biryara girtina DTP-ê jî hin sebeb û argumentên ”huqûqî” hebin jî lê di bingeha xwe da siyasî ye û perçeyê planekê ye.
Lê li gel vê jî bêyî alîkariya Ocalan nikanîbûn ev sebeb bidest xistana û DTP bidana girtin.
Bi îhtîmaleke mezin artêşê, yanî ”dewleta kûr” ji Ocalan xwest ku hin teşxeleyan derxe û wî jî ev bûyerên dawî bi PKK-ê û DTP-ê da kirin û hin qulp da destê dewletê.
Kuştina 7 leşkerên li Tokatê jî xelekeke ji bistxistina vê qulpê ye.
Li gel biryara PKK-ê ya agirbestê, yekîneyeke HPG-ê li herêma Tokatê êrîş bir ser wasiteyeke leşkerî û 7 leşker kuştin.
PKK-ê, piştî 3 rojan bûyer girt ser xwe û got me kiriye.
Berî her tiştî di rewşeke wiha hesas da meriv tiştekî wiha nake. Ji ber ku bûyereke wiha tu feydeyê nade PKK-ê û miletê kurd.
Haydê em bibêjin ku bi rastî jî yekîneyê bi serê xwe kir, wê demê çima piştî 3 rojan hûn digrin ser xwe?
Û hûn dizanin ku bi qebûlkirina vê bûyerê tenê hûnê zirarê bidin xwe û tevgera kurd ya netewî, hûnê bibin sebê gelek nerazîbûn û reaksiyonên mezin.
Negrin ser xwe, bibêjin ne em in.
Ma dewlet her cara kurdan dikuje, dibêje ku me kuştiye?
Na, nabêjê, înkar dike.
Dewlet, gelek caran tebdîlîqiyafet dike û bûyerê dixe hustuyê PKK-ê. Ji ber ku ji bo dewletê ya girîng bûyer e, ne reqlam e.
Tiştê ku kara meriv tê tunebe, di ser da zirareke mezin mide meriv, meriv nake û heger ”bêhemdî” bû jî meriv lê xwedî dernakeve.
Nuha kuştina 7 leşkerên li Tokatê, bêyî zirarê çi feyde gîhand PKK-ê?
Qet, texmîna herkesî ew bû ku ev karê Ergenekonê ye, çimkî ya herî normal û rast jî ew bû.
Lê PKK-ê girt ser xwe.
Bi baweriya min di vê qebûlkirinê da jî tiliya Abdullah Ocalan heye.
Ji xwe dema meriv gotinên Ocalan yên di hevdîtina dawî da dixwîne meriv fêm dike ku ew berdewamiya şer û teşxelê û tevliheviyê dixwaze.
Ocalan, di hevdîtianxwe ya dawî da li dijî bûyeran dernakeve, nabêje mal, dikan, û wasaitên xelkê sivîl neşewitînin, zirarê nedin mal û canê xelkê.
Sersaxiyê tenê ji malbata xortê ku li Amedê bi destê pûlisan hate kuştin dixwaze.
Ya din jî Ocalan girtina DTP-ê jî pir girîng nabîne, sergirtî normal dibîne, dibêje ”Ne dawiya dinyayê ye, were girtin jî ewê micadeleya xwe bimeşînin, riya xwe dom bikin. Dikanin dîsa ji Tirkiyê ji her alî bi girtina demokratan avahiyeke demokratîk ava bikin.”
Yanî DTP tê girtin tişt nabe, bira bi tirkan ra tiştekî din çêkin.
Yanî lîstik e, mêrik ji bo xelasiya xwe bi PKK-ê û kurdan dilîze, dibe û tîne û pê milet mijûl dike.
Heta ku Abdulah Ocalan xwe xelas neke nahêle kurd xelas bibin, mêrik miletê kurd, PKK û DTP ji ruhê xwe ra kiriye rehîn, miletê kurd û PKK-ê weke qoz bikar tîne.

10 december 2009

Pêşiyên Kiliçdaroglu jî rêberiya dijmin kirine

Li ser gotnên Onûr Oymen, şêla CHP-ê û Baykal û çepikên Kemal Kiliçdaroglu ya ji axaftina Oymen ra heta nuha di vî quncikî da min çend caran nivîsî û bêxîretiya û bêşexsiyetiya Kiliçdaroglu raxist ber çavan.
Lê îro min nivîseke pir hêja ya Mûnzûr Çem xwend.
Mûnzûr Çem, di nivîsa xwe da hinekî jî li ser Kiliçdaroglu û malbata wî jî rawestiyaye û hin agahiyên heta nuha me nizanîbû daye.
Ez dixwazim bi kurtî qala van agahiyên Mûnzûr Çem bikim.
Mûnzûr Çem dibêje, Kiliçdaroglu esas merivekî zêde ne hêjaye ku meriv li ser raweste.
Ev tespîteke rast e û di ciyê xwe da.
Merivekî ku rojê tişekî bibêje ne hêja, ne xwediyê gotinên xwe be û bi rastî jî ne hêjaye ku meriv zêde serê xwe pê ra biêşîne.
Lê li gel vê jî ji bo ku însan vê yekê bizanibin meriv mecbûr dibe ku carnan li ser rawste.
Mûnzûr Çem dibêje, esas nirxandina şexsan li gor kirinên bav û kalên wan ne metodeke rast e.
Ji ber ku ji malbata meriv yekî, di wext û zemanekî da hin tişt kiriye ne meriv mezin dike û ne jî biçûk dixîne.
Ev yek ji bo Kiliçdaroglu jî derbas dibe.
Mûnzûr Çem dibêje:
“Lê dema îdareya partiya wî rabe li qetlîameke li hember gelê wî hatiye kirin xwedî derkeve û bixwaze îro jî wê bike numûne, wê demê mesele diguhere.
Weke her kesê ku li hember vê bûyerê bêdeng dimîne, li hember Kiliçdaroglu jî bibîranîna hin tiştan dibe mecbûrîyetek.”
Mûnzûr Çem dibêje, Kiliçdaroglu bi eslê xwe ji navçeya Nazmiyê ji gundê Bolciyê ye.
Ji malbata wî ra dibêjin, “Çê Cewelî, yanî malbata Cewelî.
Ji alî bavê da navê kalikê wî Ûsifê Ûsêne Cewelî bûye. Navê birayê kalikê wî jî, Qemerê Ûsênê Cewelî bûye û yekî ji meşhûrên hevkarên qetlîama salên 1937-1938-an e.
Qemerê Ûsênê, yanî birayê kalikê Kiliçdaroglu, di wan salan da li hember gelê xwe bi dewletê ra hevkarî kiriye û ji bo kuştina kurdan her babet alîkarî daye hêzên dewletê.
Birayê kailikê Kiliçdaroglu, di dema qetlîama Dêrsimê da rê îşanî leşkerên dewletê daye, û îxbarî kiriye.
Ji ber vê yekê jî Qemer, ji alî gelê Dêrsimê va weke şexsekî ku destê wî di xwîna gelek kesî geriyaya tê nas kirin.
Di nava van qurbanên Qemer da, gelek merivên wî jî hebûne.
Yanî ne tenê îxbariya pêşengên berxwedanê û eşîreke din, îxbariya merivên ji eşîra xwe jî kiriye, ji wan jî gelek kes dane kuştin.
Dîsa li gor agahiya Munzûr Çem, dewletê di destpêkê da paşnavê Karabûlût li malbatê kiriye, lê bavê Kiliçdaroglu qey ji bo ku şopê li ser xwe wenda bike, dûra ev paşnav guhertiye, kiriye Kiliçdaroglu.
Ji van agahiyên Mûzur Çem jî meriv fêr dibe ku ne Kiliçdaroglu tenê, malbata wî jî, bav û kalên wî jî ne paqij in, weke Kiliçdaroglu îro dike, wan jî rêberî û hevalbendiya dewletê kiriye û bûne sebebê qetilkirina gelek kesan.
Û Kilçdaroglu jî vê tore û pêşikê xerab yê bav û kalên xwe ya hevalberndî rêberiya ji neyar ra didomîne.
Wisa xuyaye ku ne tenê ewladê şêxan bê sir, çêlê maran bi jahrî nabin, neviyên xayinan jî dev ji pîşikên bav û kalên xwe bernadin...

09 december 2009

Li Swêd mezinkirina zarokan barekî giran e

Îro piştî kar ez çûm mekteba lawikê xwe Rojan, civîna weliyan.
Civîna ku mamoste bi dê û bavê xwendekar ra çêdike.
Li Swêd civînên bi vî rengî pir rêk û pêk dibin û gelkî girîng in. Weke welî divê miheqeq meriv herê.
Dema meriv neçe civînê, wê gavê meriv ne welîyekî(dê û bavekî) baş e û ji bo zarok dikane bibe problem.
Di her termînekê da bi kêmanî carê du caran weke dê û bav, ban meriv dikin û meriv bi zarokê xwe ra diçe dibistanê û rewşa zarokê xwe fêr dibe, li mamosteyê zarokê xwe guhdarî dike.
Min jî îro ev wezîfeya xwe bicî anî, ez çûm ba mamosteya Rojen û rewşa wî fêr bûm.
Ev 27 sal in ku li vî welatî halê min ev, yek mezin dibe, bi firê dikeve, yêkî din tê, ew mezin dibe, îcar yekî din û yekî din…
Welhasil di van 27 salan da me 3 heb bi firê xistin, mezin kirin, yek maye, ew jî ifareya dawî ye…
Ez dibêjim 27 sal, ji ber ku xanim 3 salan piştî min hat, dema hat berê du zarokên me hebûn, Azad 7 salî û Rûken jî 5 salî bû.
Me li vir duduyên din çêkirin, bûn çar.
Rojen yanî yê dawî îsal dest bi lîsyê kiriye, hîn du salê din jî ezê ji li ber dîwarên mekteban, li ber deriyên mamosteyan bizikzikim û hetanî şev nîvê şevan bi mamosteyan ra civînan bikim.
Li Swêd dê û bavîtî, xwedîkirina zarokan ne hêsa ye. Weke dê û bav dibê meriv her tişt be, her tişt ji dest meriv were û ji heqê her tiştî derkeve.
Dibê meriv lîstikvanê topê be, antranor be, şofêr be, ajnêber be, aşpêj be, bizanibe pasta û peqlawe û qedaîf çêke, bi qasî tuxtorekî ji nexweşiyan fêm bike, mamoste be, swêdî û îngilîzî zanibe, dîrok û caxrafya Kurdistanê zanibe, lîstik û sitranên zarokan zanibe, çîrokbêj be, zanibe piskilêtê bajo, yanî ji bo zarokekî çi hewce û xweş be, dibê wek dê û bav tu van tiştan hemuyan zanibî û bi zarokên xwe ra pêk bînî.
Û ya xerab ew e ku ez piraniya van tiştan nizanim, ez ne zanim rindikî aşnê bikim û ne jî piskilêtê bajom.
Îngilîzî ji xwe ji binda nizanim.
Û weke dê û bav, dibê meriv tu carî neweste, neqehere, bînteng nebe û ji gede ra nebê jî ”na”, ez nikanim.
Çimkî weke biyanî çavê hemû swêdiyan li ser meriv e, şaşiyeke meriv ya herî biçûk jî dikin deve, dibê meriv li hember daxwazên zarokên xwe her gav hazir û amede be û pê ra here her derê.
Lê dema zarok tew di se da sporekê jî bike, wê demê tam malik li meriv dişewite, wê demê şemî û yekşem jî meriv ne vala ye.
Yên min keçik ne tê da, hersiyên din ev qembûr jî dabûn ser zembûrê min, her yekî sporek jî dikir, lê dûra bi xwe dev jê berdan.
De îcar texmîn bikin ku di van 27 salên borî da ji destê van zarokan min çi kişndiye û çi nekişandiye…
Ez bi saetan li parkan di nava kûmê da rûniştime û min bi wan ra bi qûmê lîstiye, ez bûme hakemê futbolê û min gelek biryarên ku swêdî dîn û har kiriye daye.
Ji mecbûrî her şev bûme çîrokbêj, ji bo ku di hewizên nîvbejin da nefetimsim min hewil daye ku fêrî ajnêberiyê bibim û hwd.
Weke temaşevan bi saetan min tezahurat kiriye.
Berî her maçê li pêş saheyan bûme firoşkarê sosîs û pasta û hwd.
Yanî min gelkî ”kişandiye”…
Lê êdî taqet di min da nemaye, ez nizanim du salên din jî ezê kanibim li ber xwe bidim yan na?
Li welêt mezinkirina zarokan ne wiha bû, pir rehet bû, meriv çêdikir û weke çêlên mirîşkan bera kuçê dida, bi alîkariya kalik û pîrikê, xweh bûkê mezin dibûn.
Weke bav meriv qet nizanîbû çawa mezin bûne, meriv hew didît ku waya bûne heft heyştek û li ser sifrê rûniştine jî.
Lê li Swêd ne wisa ye, ji bo mezinkirina zarokan wext lazim e, sebir, tehamul û zanîn lazim e, zarok bi xwe mezin nabin, dibê meriv wan mezin bike.
Û ew jî êdî baş ji min nayê…

08 december 2009

Halê min û Sosireteke kurdan

Hin şev hene meriv li xwe diheyire, nizane qala çi bike û kîjan meselê bike mijara nivîsa xwe.
Ev zêdeyî nîvsaetêye ez li mijareke xweş û girîng digerim lê tiştekî nabînim, ji vê malperê diherim wê malperê vala ye, tiştekî bi ser avê naxim.
Wek tirk dibêjin, sifir sifir elde sifir…
Helbet ez dikanim nenivîsim jî.
Lê çaxa têm wê nuxtê, dudilî min digre, ez ji xwe ra dibêjim, çima ezê nenivîsim?
Tu mazereteke min ya cidî tuneye, ez ne nexweşê di nava nivînan da me û ne jî mîvanên min hene…
De îcar ezê ji bo çi nenivîsim û çi sebebê nîşan bidim?
Loma jî ez dikim nakim, ji bo nenivîsandinê ez nikanim xwe îqna bikim.
Îcar dema ez nikanibim xwe îqna bikim, ezê çawa kanibim xwendevanan îqna bikim.
Welhasil dudiliya min, ez binivîsînim, nenivîsînim li ser vî mînwalî dom dike û dawiya dawî xîret, îstîkrar û berxwedan zora bêxîretiyê û tembeliyê dibe.
Loma jî her êvar ji vir û ji wir, çend gotinan li hev radigrim.
Nuha min careke din bala xwe da hin malperên kurdan.
Di malpera Nefelê û Avestakurd da xebera li ser çîroka beşdarbûna Behrem Haco ya TRT6-ê bêhemdî bala min kişand.
Herdu malperan jî bi saya serê Behrem Haco şirik ji hev berdane, hevdu baş di denê da kirine.
Min xebera pêşî ya Avestakurdê nexwendibû, loma jî haya min ji şerê Nefelê û Avestakurdê tunebû.
Mesele bûye gêrmiya gavanan, ji hev derxistina wê ne mimkûn e.
Weke Behrem Haco bi xwe di telefonê da ji Arif Zêrevan ra gotiye, ”haşa ko yek çiqasî gû tevbide pirtir bêhn jê têt.”
Bi qasî min jî fêm kir ne kêm ne zêde, tam wisa bûye.
Lê ji bo ku ”bîn zêde jê nedefe” ezê qet ”tevnedim” û we jî pê nerehet nekim.
Bes dixwazim bi kurtî qala vê xebera dûrî aqilan bikim.
Tiştê min ji şerê belge û telefonên di navbera Nefelê û Avestakurdê da fêm kir, hefta borî, Behrem Hacoyê resam beşdarî programa Arif Zêrevan ya TRT6-ê bûye.
Do di Avestakurdê da nivîsek bi navê Behrem Haco hatiye weşandin. Behrem Haco, di wê nivîsa xwe da dibêje, haya wî ji TRT6-ê tuneye, Arif Zêrevan jê ra negotiye ew programê ji bo telewîzyoneke Tirkiyê çêdike, wî gotiye belkî ji bo telewîzyineke kurdî ye û loma ew hevpeyvîn qebûl kiriye.
Piştî vê xeberê bi çend saetan, îcar Nefelê bersîva Avestakurdê daye û gotiye:
”Behrem Hacoyî vê êvarê ji Nefelê re got ew daxuyanî ne ya wî ye û ew bi rizamendiya xwe beşdarî programa Ewronameyê ya TRT6-ê bûye.
Behrem Haco dibêje her kê ew daxuyanî belav kiribe haya wî jê nîne û wî ji ti malperên kurdî re daxuyaniyeka wisa jî rênekiriye û dibêje dibe ko hinek kesên ko ji wî aciz in planeka wisa li dijî wî organîze kiribin.”
Piştî vê bersîva Nefelê bi çend saetan îcar Avestakurdê, bi deng û nivîsa Behrem Haco bersîva Nefelê daye.
Di wê telefona bi Avestakurd ra Behrem Haco dibêje, ew bi Arif Zêrevan ra nepeyivî ye û ew tiştên di nefelê da li ser navê wî hatine gotin jî ne rast in, haya wî jê tuneye.
Bi kurtî tiştê Nefelê gotiye û îdîa kiriye red dike û dibêje derew e.
Hîn neqediya, sosiret dewam dike.
Û nuha jî îcar Arif Zêrevan belgeyeke bi nivîs û bi dengê Behrem Haco weşandiye.
Îcar Arif Zêrevan telefonî Behrem Haco kiriye û gotiye, ”ma Xêr e, daxuyaniyek bi navê te hatiye belav kirin ko tu ne bi rizaya xwe beşdarî TRT6-ê bûyî û tiştên wisa.”
Behreh Haco, îcar jî ji Arif Zêrevan ra gotiye, ”wî ji kesî ra tiştekî wisa negotiye û haya wî jî jê tuneye.”
Hevpeyvîn dirêj e, ez naxwazim qalê bikim,lê gotiye tiştê di Avestakurdê da hatiye weşandin haya wî jê tuneye, hinekan li ser navê wî weşndiye û ew gotin ne yên wî ne.
Lê ji Avestakurdê ra jî berî wê bi çend saetan eksê wê gotibû, gotibû Arif Zêreva ew xapandiye û ew tiştên ew li ser navî wî dibêjin ne rast e, ew tu carî bi Arif ra nepeyivî ye.
Ev 30 sal in ez di nava vî karî da me, li gel siyasetê pir hindik bi karê rojnamevaniyê jî mijûl dibim.
Heta nuha min tu carî ne di çapemeniya tirk û swêdî da û ne jî di ya kurd da ibreteke wiha nedîtiye.
Ev cara pêşî ye ez dibim şahidê sosireteke wiha.
Camêr di telfonê da dilê kesî ji xwe nehîştiye, kê telefonî wî kiriye li gorî dilê wî peyivîye û yê din derewçîn derxistiye.
Îcar gava yê din telefon kirye, ji wî ra jî eynî tişt gotiye, îcar li gor dilê wî peyivîye û gotiye, na, yê din derewa dike.
Xwedê kir ku haya min ji hebûna nexweşiya ”mîtomaniyê” heye, heger haya min jê tunebûya îşev ewê xew li min bigeriya.
Pêşiyên kurdan gotine derew li miriyan dibin, heyran miriyên çi halê çi, hersê serî jî sax in lê kes nikane li ser kesî îspat bike.
Tiştê ez dizanim Xwedê meriv ji MÎTOMANÊN kurdan bisitirîne û hew…
Ez sond dixwim bêyî kurdan di nava tu miletekî din da sosireteke wiha ne mimkûn e...

07 december 2009

Ev hevîr ewê hîn gelek av hilkişîne

Ez îro gelkî westiyayî me, heger min fedî nekiriba nuha ji zûda ez di nava nivînan da bûm û pixe pixa min bû.
Ez îro tam 10 saetan ji swêdiyan ra xebitîme.
Saet ji heftûnîvan(07.30)heta pêncûnîvê êvarê(17.30)min nig di bin xwe ve nekiriye, min ji vir bazdaye wir, ji wir bazdaye vir.
Bi nêzîkbûna Julê(Noelê) û serêsalê ra karê min deh qatan girantir û zêdetir dibe, malik li min divirtite.
Ez wextê nabînim serê xwe buxrînim.
Çavê tunebûnê kor be, heger rahmetiyê bavê min ji min ra çend quriş hîştibûya nuha ji bo nanozikê minê rojê 10 saetan ji swêdiyan ra himalî nekira.
Minê wext û enerjiya xwe têxista xizmeta gelê xwe û belkî jî hin xebatên baş bikira.
Êvarî çaxa ez hatim mal di otobozê da min rojname dixwend, ji xwe çentê min tim tije ye, di nîvê rê da xewê girt ser min û rojname ji dest min da ket.
Min got qey ez şiyar im, lê bi bihîstina navê rawestgehê ra min fêm kir ku ez ji rawestgeha malê bihurîme.
Xew li ser çavê min, ez ji nişka ve bi hêrs ji ciyê xwe hol bûm, xortê feqîrê li hember min tirsiya…
Ez daketim…
Ew jî bû qembûrê ser zembûr, ji mecbûrî di wê tariyê û baranê da tep û rep min peyatî berê xwe da mal.
Bîna min hinekî din teng bû, ez hinekî din bi xweda xeyidîm…
Tiştên wiha ez newêrim ji xanimê ra bibêjim, gava ez dibêjim, dilê xwe bi min xweş dike, dibêje:
”OXXX, çêxweş bû, dilê min rehet bû… Ma kê ji te ra gotiye heta sibê li ber datê/kopîtorê rûne…”
Loma jî serpêhatiyên wiha ez qet rê ra qal nakim, di hundurê xwe da dihêlim û pê xwe diqeherînim.
Ez dibêjim bira rûnê min bi hîzê min va be.
Min nuha bîstekê bala xwe da hin malperên kurd û tirkan. Piraniya xeberan ez hinekî din bînteng û reşbîn kirim.
Li gelek bajarên Kurdistanê meş, çalakî, şewat, girtin, lêdan û terora dewletê heye.
Kurd dimeşin, dewlet lêdixe.
Bi hezaran însan ji bo tiştekî tune ketine kolanan û hêzên dewletê jî bi zalimî êrîşê dibe ser, lêdixe û digre.
Ev çend roj in bi sedan kes girtine bin çavan.
Yanî ziyareta her malperekê ez bêtir bêtir xemgîn kirim.
Li Kurdistanê rewş dişibe dawiya salên 90-î, li herderê şer û pevçûn e.
Xwedêgiravî dewlet jî û PKK jî nerm bûbûn, qasidên aştiyê hatin, qala lihevhatinekê dihat kirin.
Lê ji nişka ve hertişt belovacî bû, fena ku herdu serî jî ji projeya diyalog û aştiyê poşman bûne.
Bi kêmanî ji derva wisa xuya dike.
Qey ev jî ji şansê min ra ye…
Bi nêzîkbûna çûyina min ra waye dîsa herb dike dest pê bike…
Carê ji min ra xerab hatiye.
Weleh kevir jî bibare hey ezê xwe lê biqelibînim, lê axir herder sakîn bûya, ez, xanim û zarok em têra dilê xwe bigeriyana ewê xweş bûya.
Min bi dizîka ji xwe ra digot, vaye rewş berbî başiyê dihere, heta havîna tê Kurdistanê bibe Buhuşt, PKK û dewlet ewê bi dizî hevûdu maç kin, şer, teşxele û tevlihevî ewê nemîne.
Dema ez çûm, ezê bi gerê dilê xwe rehet bikim, hesret û kedera 30 salî derînim…
Lê ji siûda min ya xerab ra dewletê û birêz Ocalan ji nişka ve xwe çindî hev kirin û hevûdu digerînin.
Tenê Ocalan û dewlet dizane ev teşxele ewê çawa û kînga biqede.
Ez hêvî dikim heta dema çûna min ew rewş dom neke…
Birêz Ocalan heta nuha weke melek û qasidê aştiyê dipeyivî, tiştên baş digot, tim qala ”biratiya tirk û kurdan” dikir, qasidên aştiyê dişand welêt û qala çekdanînê dikir.
Lê ev çendake nizanim çi pê hatiye, ji nişka ve dev guherîye, bêtir gazinan ji siheta xwe dike, geh dibêje ciyê min nexweş e, geh diblje oda min teng bûye, geh dibêje ”ez di binê bîrê da me…”
Berê digotin tenê ye, dibê hin girtî herin balê, lê nuha jî li gor tê gotin, dibêjin serok ji kesên birine ba wî ne razî ye, ji wan hesaban dike…
De îcar ewê çawa be?
Tiştê xuya ye mesele ne tengbûna cî û filan û bîvan e, Ocalan garantiya “berdana” xwe dixwaze, dixwaze dewlet vê sozê bidê.
Û dewlet jî ji bo tiştekî wiha ne hazir e, heta heger mimkûn e dixwaze wî ji ortê rake û jê xelas bibe.
Îcar ewê çawa li hev bikin ez nizanim...
Bi qasî min fêm kiriye ev hevîr ewê hîn gelek av hilkişîne.

06 december 2009

Paşnavekî nîjadperest û pir fahş

Komisyona Lêgerîna Bihevre ya Tevgera Neteweyî ya Kurd, piştî konferansa xwe ya li Diyarbekrê ya du rojan îro beyanek daye çapemeniyê.
Min nuha beyan xwend.
Meriv ji beyanê jî fêr dibe ku Konferansê du rojan ji bo çareseriya mesela kurd û Kurdistanê bi riya diyalog û aşîtiyê minaqeşeyên gelkî hêja kiriye û li riyên çareseriyê geriyaye.
Di beyanê da tê gotin ku konferans bi beşdariya 95 kesên vexwendî vebûye û xebeta xwe domandiye.
Min dîna xwe da navên kesên beşdar.
Navê ”Azad TURKEKUL” tavilê bala min kişand.
”Azad”, navekî kurdî ye û tê maneye ” hur, serbet”.
Navê lawikê me yê mezin jî Azad e.
Û “TURKEKUL” jî bi tirkî tê maneya ”Qûlê tirk, Koleyê tik”!
Vê kontrastê(dijberiyê) ez matmayî hîştim…
Bi tirkî jî, bi kurdî jî gotina ”qûlê Xwedê” heye, însan ”qûlîtiyê” tenê ji Xwedê ra qebûl dikin.
Lê heta nuha min nebihîstiye ku însan ”qûlîtiya” yanî koletiya miletan jî qebûl bike.
Ji ber ku maneya ”qûl”, bi tirkî jî û bi kurdî jî ”kole” ye, koletî ye.
Ev paşnav çawa û kê li bav û kalê meriv kiribe jî wek însanekî reşîd û di ser da jî navê meriv jî ewê ”Azad” be, qebûl neke û biguhre.
”TURKEKUL” yanî “Qûlêtirk, koleyêtirk”, paşnavekî pir nexweş e û tê meneyeke nîjadperst e û biçûkxistinê.
Nav ya jî paşnav, perçeyekî ji şexsiyeta meriv e, semboleke gelkî girîng e, dema tê gotin û bihîstin bi yê hember dide zanîn ku meriv ji kîjan malbatê, lawê kê, birayê kê, merivê kê, ji kîjan miletî, ji kîjan herêmê ye û hwd.
Heger hertim ne wiha be jî lê bi piranî wiha ye.
Bi taybetî jî îro li Tirkiyê û li Kurdistanê ”nav” û ”paşnav” gelkî girîng e, sembol û îşareta nasnameya meriv e.
Dema navê meriv “Azad, Lezgîn” ya jî “Bêrîvan û Gewrê” be, her kes dizane ku meriv kurd e, ne tirk e.
Lê dema navê meriv “Satilmiş” ya jî ”Dondu, Yeter” be, her kes dizane ku meriv tirk e.
Bes paşnavê “TURKEKUL” bi rasî jî gelkî ne xweş e.
Merivê kurd û navê wî jî Azad be û paşnavê wî jî “TURKEKUL” be…
Ev nav û ev paşnav qet li hev nakin û ne xweş e.
Ji bo yekî tirk jî ne xweş, dibê însan paşnavekî ku maneya wî koletî” be li ser xwe nehêle û biguhere.
Hema ji dêlî “TURKEKUL”, “KURDEKUL” be jî ne xweş e, dibê meriv “Qûlîtîyê” yanî koletiya tu miletan, tu însanan qebûl neke.
“TURKEKUL”, paşnavekî fahş e, ne xweş, tu însan dibê vî paşnavê nîjadperest di cuzdanê xwe da qeyt neke, neke nasnameya xwe...

Hesbihala bi dostekî ra

Bayram*, birayê hêja!
Gelek sipas ji bo e-maila te ya giranbuha.
Ez gelkî kêfxweş bûm ku te ew nivîsa min bi derengî be jî xwendiye.
Birayê ezîz, weke tu jî dizanî yên ziman, edebiyat û hunera miletan pêşda dibin û dewlemend dikin ronakbîr, edîb û siyasetmedar in, çimkî ew rêber û pêşeng in, loma jî dikanin tesîrê li gel bikin, rê nîşanî gel bibdin, ji gel ra bibin rêber û ronahî.
Dema xeta wan rast be miletê jî bide ser riya rast û tiştên baş fêr bibe û biafirîne.
Ji xwe ji ber vê yekê ye ku pêşiyên kurdan gotine, "xeta xwar ji gayê pîr da ye", yanî heger rîsipî, rêber, mezin û serokên milet, xeta xwar nedin ber milet, tiştên şaş û xerab nekin, milet jî nake.
Loma jî di vê merheleya îro da rol û tesîra we siyasetmedaran pir û pir mezin û girîng e, heger hûn siyasetmedar siyasetê bi tirkî bikin hûnê bibin sebebê asîmîlekirina gelê xwe û karê dewleta tirk jî rehet bikin.
Lê ku hûn eksê wê bikin, yanî hûn bi gelê xwe ra bi kurdî bidin û bistînin û kurdî bikinm zimanê siyasetê, wê demê jî hûnê xizmetê ji ziman û çanda kurd ra bikin û rê li ber asîmîlasyonê bigrin, plana dewletê xera bikin, hêviya wan biqurçimînin.
Bi baweriya min roja ku dewleta tirk hêviya xwe ya ji helandina kurdan qut bike, ewê dev ji vê siyaseta xwe ya înkar û îmhayê berde û mafê kurdan yên netewî qebûl bike.
Dewlet di vê siyaseta xwe ya helandinê da israr dike ji ber ku bi kirinên xwe em vê hêviya dewletê xurt dikin, dewlet dibîne ku kurd bi lez û bez zimanê xwe ji bîr dikin, dihelin, dibin tirk.
Û yên pêşengiya vê felaketa mezin dikin jî mixabin ronakbîr û siyasetmedarên kurd in, ew ji tirkan bêtir rê li ber fêrbûna kurdî digrin, gel mecbûrî axaftian tirkî dikin û bi vê riyê jî gelê xwe asîmîle dikin.
Loma jî hebûna siyasetmedarên weke we kurdîzan, ku di zanîn û şuûra vê yekê da ne gelkî girîng e, dibê hûn ji siyasetmedarên din ra jî, ji yên tirkîhez û tirkîaxêv ra jî bibin nimûne û cesaretê bidin wan jî.
Ez hêvî dikim ku partiya we di warê axaftina kurdî da bibe pêşeng.
Bi silavên dostaniyê
Zinarê Xamo


To: zinarexamo@hotmail.com
Date: Sat, 5 Dec 2009 22:36:34 +0200
Subject: Spasi
From: ....
Birayê hêja,
Ez hinekî bi derengî ji nivîsa we ya derbarê axaftina/konferansa min a li Stocholmê ya ku li malpera we hatibu weşandin, hayidar bûm. Ji bo pesndayîna we ya dilnizim û rexneyên we yên dostanî gellek sipas dikim. Destê we xweş be. Bila şika we tune be, nivîsa we ji bo axaftina kurdî him min teşwîk dike û him jî cesaretê dide min. Carek din ez li ser navê xwe û li ser navê hevalan sipasîya xwe pêşkêşî cenabê we dikim. Di kar û barê we da serkeftin dixwazim. Bila dostên wek we saxbin.
Bimînin di xweşîyê de.
Bayram Bozyel

*Min do bi şev e-mailek ji serokê HAK-PAR-ê Bayram Bozyel girt û ev bersîv îro dayê. Ez herduyan jî li jêr diweşînim.