25 november 2009

Osman Ocalan îcar xweş gotiye

Osman Ocalan, van rojên dawî di çapemaniya tirk da gelkî populer e. Rojnamevan û telewîzyon ji pê naqetin, yek dihere yek tê.
Camêr hema hema heroj di manşêtan da ye.
Îro jî muhabîrê Kanalturkê Celal Çamûr bi Osman Ocalan ra hevpeyvînek balkêş kriye.
Osman Ocalan di vê hevpeyvîna xwe da du tiştên girîng gotine.
Yek jê gotiye, ”Şîara PKK-ê ev e: azadiya Ocalan azadiya kurdan e. Helbet Ocalan ji azadiya kurdan ra xizmet kiriye. Lêbelê azadiya Ocalan yanî ya serokê PKK-ê nabe bi azadiya kurdan ra wekehev were dîtin. Bi eksê wê, azadiya kurdan ewê pêşiyê li azadiya Ocalan veke. Formula rast ev e.”
Bi rastî jî wiha ye. PKK, azadiya Ocalan ji azadiya miletê kurd girîngtir dibîne û li gor wê çalakiyan li dar dixe.
Li gor PKK, azadiya Ocalan ewê azadiya kurdan jî bi xwe ra binîne.
Lê ev ji binda şaş e.
Dewlet dikane sibe Ocalan berde, lê ev nayê wê maneyê ku miletê kurd jî rizgar dibe û digihîje azadiya xwe.
Lê dema kurd ji bin vê bindestiyê rizgar bibin, azadiya Ocalan û ya hemû girtiyên di destê dewleta tirk da jî ewê bigihîjin azadiya xwe.
Heger PKK-ê, azadiya Ocalan nikira hedefa xwe ya yekem û siyaseteke li gor vê hedefê nemeşanda, ji dêlî vê azadiya kurdan kirbûya hedefa xwe ya yekem nuha rewş gelkî cuda bû.
Xebat, çalakî û enerjiya ku ji bo jiyan, rehetî û azadiya Ocalan tê meşandin, ji bo azadiya kurdan û serxwebûna Kurdistanê bihata meşandin kurd nuha ne di vî halî da bûn.
Lê ji ber ku siyaseta PKK-ê jî û ya DTP-ê jî li gor emir û daxwazên Ocalan şikil digre û tê meşandin loma jî azadiya Ocalan ketiye pêşiya azadiya miletê kurd.
Bêyî vê, Osman Ocalan, li ser têkiliyên Dogu Perînçek, Yalçin Kuçuk û Ragip Dûran yên bi PKK-ê ra jî gotiye.
”Armanca Dogu perînçek ew bû ku bibe baskê PKK-ê yê siyasî. Gava nikanîbû vê armanca xwe bicî bîne bû dijmin. Yalçin Kuçuk li ser navê dewletê dixwest PKK-ê kontrol bike. Dixwest aliyê PKK-ê yê kurdparêz zeîf bike û aliyê çep derxe pêş. Ragip Dûran jî li ser navê dewletê sekna PKK-ê ya xeta çep gelkî girîng didît. Di vê maneyê da vanan bi xeta PKk-ê lîstin. Meriv dikane bibêje ku ev yek li ser navê Ergenekonê kirin.”
Gelek kurdî sîxuriya Perînçek, Kuçuk û Dûran ji roja roj da digot, lê Ocalan dev ji van zilamên dewletê bernedida, dixwest tew wan bi rayên kurdan têxe meclîsê.
Ji xwe nuha jî hin kesên weke wan li ser navê kurdan siyasetê dikin û ketine meclîsê.
Diayr e PKK ji dîroka xwe tecrûbeyê nagre, Ergenekonek diçe yekî din tê dewsa wî û wisa dom dike.
Û piştî ku mêrikan têra xwe zirarê didin PKK-ê û tevgera kurd ya netewî, dûra dibêjin weleh filan kes merivê dewletê bû û gelek zirar da PKK-ê.
Ji bo ku meriv bizanîbûya Perînçek, Kuçuk û Ragip Dûran merivên dewletê ne, xêrnexwazên miletê kurd in ne şert bû ku meriv pir zana û dûrbîn bûya, nerindî û nêtxerabiya wan ji dûr va bandikir, kesê bixwesta bibîne rehet didît.
Lê ji ber ku Ocalan nedixwest loma jî PKK-ê jî nikanîbû bêemriya wî bikira û siktirî wan bikira.

2 kommentarer:

  1. Xalê Zinar!
    Gellek silaf û rêz ji bo te.
    Ji bo van nivîsê teyê giran baha pir û pir spas.
    CEJNA WEYÊ KURBANÊ JÎ PÎROZ Û BİMBAREK DİKİM. Ji bo milletê Kurd serkeftin dixwazim. Xwedayê Mihrîban alîkarê milletê mezlum be.
    Xwarzîyê te yê REHAWÎ.

    SvaraRadera
  2. Gelek sipas û mala te ava.
    Ez jî Cejna te ya Qurnabanê, ya hemû xwendevanan û hemû kes, xwarzê û biraziyên ku ji min xeyidî bi dilgermiyeke mezin pîroz dikim.
    Li vir ez dixwazim Cejna hemû kurdên ku li bajarên tirkan di bin êrîş û hesarga hêzên faşîst da ne jî ji dil û can pîroz bikim.
    Zulma li bajarên tirkan ya ser kurdan min gelkî xemgîn dike.
    Ev bûyer jî nîşan didin ku em û tirk êdî nikanin bi hev ra bijîn, dibê kurd di meclîsê da doza serxwebûna Kurdistanê bikin.
    Mêrikan me dijmin dibînin û axwazin bi kurdan ra bijîn...

    SvaraRadera

PARVE BIKE