12 november 2009

Onur Oymen dibêje Ataturk li Dêrsimê çi kir dibê em jî îro wiya bikin

Axaftina cîgirê serokê CHP-ê Onur Oymenê faşîst ya ku du roj berê di meclîsê da kir bû sedemê protesto û reaqsiyonên mezin.
Ev cara pêşî ye ku kurd û hin nivîskarên tirk yên demokrat bi tundî li dijî van gotinên Oymen ku li hember kurdan qetlîameke nuh diparêze derdikevin.
Onur Oymen li ser anvê CHP-ê, pêr li meclîsê li ser pakêta hukûmetê ya ”çareserkirina mesela kurd” peyivî û ji dêlî dana mafê kurdan, qetlîamên wek yên dema Serîhildana Şêx Seîd û Dêrsimê pêşniyarî hukûmetê kir.
Oymen di axaftina xwe da got:
“Ma di Serîhildana Şêx Seîd û ya li Dêrsimê da dayik negiriyan? Ma kesî got ji bo ku dayik negirîn bira têkoşîn were rawestandin?”
Yanî qetlîamên dema Ataturk dibê dewlet îro jî dubare bike.
Onur Oymen jî weke serokê xwe Denîz Baykal, li dijî muzakereya bi kurdan ra ye, li dijî her babet dana mafê kurda ye.
Loma jî Oymen, di axftina xwe da kirinên Ataturk weke nimûne nîşan dide û dibêje, “Ataturk muzakere nekir, çi pêwîst bû ew kir.”Wek tê dîtin Oymen, çareseriyê di îmha û kuştina kurdan dibîne, dibêje Aturk jî wiha kir û dibê em jî eynî tiştî bikin.
Bêguman kesên li Tirkiyê, di nava CHP-ê û MHP-ê û artêşê da wisa difikirin pir in, bi sedhezaran tirk wisa difikirin.
Ji xwe civat wisa nefirkiya Oymen newêrîbû wisa bigota, ew hêz û cesareta xwe ji partiya xwe, ji civatê û ji artêşê digre.
Dibê em vê yekê baş bizanibin.
Ev yek....
Li hember van gotinên Oymen, protesto û reaksiyona kurdan gelkî baş e û dibê dom bikin, berfirehtir bikin.
Ya din jî dibê van gotinên Oymen, hişê kurdan û bi taybetî jî yên elewiyan bîne serê wan û bizanibin ku ew bi hevaltiya CHP-ê ra şaşiyeke çuqasî mezin dikin.
Ew rayên xwe didin qatilên xwe û canawaran ku rojekê werin ser hukim ewê jî weke Ataturk dest bi qetlîamnên mezin bikin.
Û mêrikan vê nêta xwe jî vekirî dibêjin.
Lê li alî din tiştê Oymen gotiye rast e, bi rastî jî Ataturk û rejîma kemalîst qet guh neda hêsirên çavên dayikên kurd, li hember gazî û hawara zarokên kurd qet merhamet nîşan nedan, heta ji destê wan hat, kuştin, kuştin û kuştin…
Dibê kurd û bi taybetî jî elewî vê rastiyê jî jibîrnekin...
Li gor gotina helbestvanê tirk Necip Fazıl Kisakurek, li Dêrsimê dewletê bi kêmanî 50 hezar kurd kuştin.
Wezîrê kevn yê derva İhsan Sabrî Çaglayangil di bîranînên xwe da dibêje, ”Ji heft saliyan bigre heta bi heftê saliyan me hemû şerjêkirin. Yên xwe di şikeftan da veşartibûn jî me bi bombeyên jahrî weke mişkan hemû jahrdadayî kirin.”Geliyê Zîlan bi rojan xwîn herikî.
Li Dêrsimê kevir li ser kevir nehîştin….
Oymen ev rastî di meclîsê da aniye zimên û dixwaze ku ew jî weke Ataturk eynî qetlîaman bikin.
Di van gotinên wî da tu xîlaf tuneye.
Sosireta herî meizn, dema Oymen wiha peyivîye, Kemal Kiliçdarogluyê Dêrsimî, kurd û elewî jê ra li çepikan xistiye.
Dibê kurd û elewî ne tenê CHP-ê, Oymen, lê vî rezîlê ku ruhê xwe firotiye dijmin jî baş nas bikin.
Di ser gotinên Oymen ra 3 roj derbas bûne lê serokê CHP-ê Baykal hîn di vî warî da tiştek negotiye, hîn li dij van gotinên Oymen derneketiye.
Esas heger derkeve jî derew û sextekariye, çimkî wî jî ji van gotinên Oymen ra li çepikan xistibû.
Dîtina Oymen û ya partiya wî ev e, em nikanin bi zor biguherînin. Yanî em nikanin bi wan lê dibê em kanibin bi xwe.
Dibê ji îro û pê va CHP li Kurdistanê nemîne, dibê hemû kurd û elewî di zûtirîn wext da ji CHP-ê îstîfa bikin.
Jixwe pir ecêb e ku heta nuha kesên mîna Sînan Yerlîkaya û bi hezaran elewiyên din hîn îstîfa nekirine.
Ez nizanim hîn li bende çi ne?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE