18 november 2009

Kemalîzim faşîzim e û CHP jî partiyeke faşîst e

Nerazîbûn û protestoyên li hember axaftina Onur Oymen ya ku di 10-ê mehê da di meclîsê da kiribû bi rengekî bênabên berdewam in.
Li hember rexneyan Oymen xwe sipart kirinên Musta Kemal û got:
”Di hemû serîhildanan da însan hatine kuştin. Heger hûn ne kesên serêhildêr lê yên serêhildanê ditefînin sûcdar bikin ewê şaş be. Dema min qala kirinên Ataturk yên li Dêrsimê kir, ji min ra gotin faşîst. Heger ez faşîst im, wê demê yên serîhildana Dêrsimê şikandin çi bûn?"Gotinek heye, dibêjin uzrê wî ji qebheta wî mezintir e.
Ya Oymen jî bû ev mesele.
Oymen, li alîkî qetlîamên Mustefa Kemal yên li hember kurdan kirine diparêze û li aliyê din jî dibêje ji ber ku Ataturk kiriye rast e û loma jî ez jî diparêzim û dibê hûn kurd jî li dij dernekevin.
Li Dêrsimê li dora 90 hezar însan hatin kuştin. Hemû bajar û herêm hat şewitandin, kesên mayî jî bi darê zorê li gund û bajarên Tirkiyê hatin belavkirin.
Û Oymen û partiya wî rexne li gavên hukûmetê digre, dibêje gerek hûn bi kurdan ra rûnin, li riyên aştiyê negerin, mizakere nekin.
Dibê hûn jî weke Ataturk, bikujin, bişewitînin û surgûn bikin.
Pêşniyara Oymen ya ji AKP-ê ra ev e.
Û di ser da jî dibêje ev ne ”faşîzim” e, heger ev faşîzim be, wê demê Ataturk û havalên wî çi bûn?
Ji ber li Tirkiyê ”qanûna parastina Ataturk” heye loma jî kes newêre bibêje Ataturk faşîst bû.
Lê dema meriv bi rengekî objektîv û ilmî Ataturk û kirinên wî analîz bike, merivê bibîne ku ew faşîstekî temam û herî mezin e.
Wek tê zanîn di îdeolojiya faşîzmê da şex sivir e, her tişt ji bo serok û dewletê ye, can û malê herkesî di emir û xizmeta dewletê daye.
Lîder çi bike, çi bibêje rast e û kes nikane rexne bike.
Ma di dema Ataturk da kî diwêrîbû li hember Ataturk rabûya?
Yên rabûn jî hemû ya hatin kurştin ya jî ji welêt hatin qewirandin.
Hîn jî meriv li Tirkiyê dikane Pêxember rexne bike, lê nikane ji Ataturk ra tiştekî bibêje.
Di vî warî da qanûn heye.
Ji bo parastina Xwedê û Pîxember Li Tirkiyê qanûn tuneye, lê ji bo parastina Ataturk qanûn heye.
Dahîre, mal, dikan û dera risim û heykêlê Ataturk lê tunebe tuneye.
Ma ev ne faşîzim e?
Faşîzim, giraniyeke pir mezin dide nîjad û nasnameyeke netewî ya pir xurt. Loma jî Ataurtk gotiye, ”tirkek bedîlî hemû cîhanê ye” û ”çi bextewariye ji bo wî kesê ku ji xwe bibêje ez tirk im.”Vana hemû tezahurên îdeolojiyeke neînsanî, nîjadperest û faşîst e.
Jixwe faşîzim, nasyonalîzmeke pir zêde ye.
Îcar li Tirkiyê gotina zêde hindik e, erebeya ala tirk ne pêve tê şewitandin, dikana ala tirk û rismê Ataturk ne pê da marûzî êrîşê dibe.
Ma çi ferqa van kirinan ji yên dema naziyan heye?
Naziyan jî eynî wisa dikirin, her kesê ku ala naziyan hil neda û rismê Fuhrer bi sînga xwe ve nekira dijminê miletê alman bû û dibê ji ortê bihata rakirin.
Ma nuha tiştê li hember kurdan tên kirin ne eynî tişt e?
Ji ber ku rozeta Ataturk ne bi sîngê ve ye, ji ber ku li straneke kurdî gihdarî dike, ji ber ku di telefonê da bi daya xwe ra bi kurdî dipeyive ma her roj kurd nayên lînckirin?
Heger ev ne faşîzm e wê demê faşîzim çi ye?
Faşîzim rejîmeke totalîter, mîlîtarîst, antî komînîst e, antî lîberal, antî dokratîk e. Bêyî nasnameyekê maf û heqê jiyanê nade miletekî din.
Mîlîtarîzma ev 86 sal in li Tirkiyê heye li tu welatekî din tuneye, ancax di rejîmên faşîst da leşker dikanin hewqasî serdest bin.
Yanî bi kurtî, kirinên Ataturk yên di dema Serîhildan Şêx Seîd û Dêrisimê da faşîzim bû û rejîma kemalîst jî rejîmeke faşîst e.
Oymen, di hevpeyvîna xwe da tiştekî din jî eşkere kiriye, gotiye:
”Ji bo ku em kesî neêşînin tiştên em pê dizanin em nabêjin, ji xwe ra vedişêrin. Ji bo ku em kesî rencîde nekin, em dîrokê tevnadin.
Camêr çi çavê diya xwe ye, him rastiyê vedişêre û him jî pê pesnê xwe dide. Oymen tiştê dizane nabêje, ji ber ku naxwze kurd şiyar bibin, kurd û elewî bizanibin ku Ataturk çi aniya serê bav û kalên wan.
Oymen dizane bêhemdî çewtiyeke pir mezin kir û xwe da dest, nêta xwe ya rastîn eşkere kir.
Loma jî dibêje ”em vê defterê bigrin”, zêde tevranedin.
Na, bîlekis dibê em vê defterê baş tevradin û baş eşkere bikin, dibê hemû kurd bizanibin ku di vê defterê da çi sûcên Ataturk û rejîma wî hene.
Di rojên pêşî da elewî bêdeng man, lê nuha li gelek bajaran hêdî hêdî dengê xwe bilind dikin.
Lê elewiyên mebûs û yên di îdareya partiyê da hîn bêdeng in, hî neweêrin dengê xwe bikin.
Kemal Kiliçdaroglu di serî da ji Oymen ra li çepikan xist, dûra îstifa wî xwest û nuha jî newêre dengê xwe bike, xwe ji çapemeniyê vedişêre.
Fena ku çûcek kirbe…
Kiliçdaroglu jî dizane ku Di nava CHP-ê da Onur Oymen tenê wisa nafikire, hemû partî wisa difikire.
Jixwe di serî da Baykal, hemû îdareya partiyê piştgiriyê dide dîtinên Oymen û wî diparêzin.
Baykal, do li meclîsê di civîna gurûba partiyê da ket milê Oymen û pê ra risim kişand, yanî nîşan da ku ew bi Oymen ra ye û rexneya Kemal Kiliçdaroglu û elewiayn qebûl nake.
Loma jî tiştê ji Kiliçdaroglu û ji elewiyan ra maye dibê ew îstifa bikin, CHP partiyeke faşîst e, serokên wê faşîst in û bi îstîfa Oymen paqij nabe.
Lê diyar e hîn jî destê elewiyên mej i CHP-ê nabe, naxwazin qatilên xwe yê rastîn nas bikin, naxwazin qebûl bikin ku qetlîama Dêrsimê bi emirê Ataturk hatiye kirin.
Lê rastî tahl be jî ev e, heger Oymen faşîst be, wê demê Ataturk ji wî faşîsttir e, ji wî xerabtir e.
Ji ber ku Ataturk faşîzim îcra kiriye, Oymen tenê diparêze.
Loma jî kesê ku carê li dijî gotinên Oymen be, di sed carî li dijî Ataturk û îdeolojiya wî be.
Li ser siyaseta Ataturk ya durû û oportunîst Taha Akyol, di hevpeyvîna xwe ya îro ya rojnameya Tarafê da ji Neşe Duzel ra dibêje, ”di dema micadeleya netewî da Ataturk gotiye, ”qanûna me ya bingehî, Quran e.”Û di dema şerê Lîbyayê da jî ji Padîşah Vahdetîn ra gotiye, ”Ez hesretiyê ruyê xwe di toza sola we bidim.”Belê, yanî mêrik li gor şertan hereket kiriye, tu pirensîbekî wî yê îdeolojîk û exlaqî tunebûye.
Jê ra çawa bi feydebûye wisa kiriye, dema hewce bûye , partiya komunîst avakiriye û dema hewce bûye gotiye, ”qanûna me ya bingehî, Quran e.” û ”ji bo ku me rîayetî emrên Xwedê nekir em paşda man…”Dema zeîf bû name ji serok û mezinên kurdan ra şand, çû destên wan maçî kir, lê piştî ku girêka xwe bi pişt xist serê wan jê kir, dest bi qetlîaman kir.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE