30 november 2009

Kiliçdaroglu îcar jî qetlîama Dêrsimê parast

Kurd dibêjin Xwedê kesî şaş neke, ku şaş kir fahş neke, ku fahş kir bi erdê ra kaş neke.
Kemal Kilçdaroglu, berê li meclîsê xwe şaş kir, dûra li Almanya xwe fahş kir û nuha jî xwe bi erdê ra kaş dike.
Kiliçdaroglu, neviyê şehîdên qetlîama Dêrsimê, di kanaleke telewîzyona tirk da gotinên alîkarê serokê CHP-ê Onur Oymen yên derbarê qetlîama Dêrsimê da parastiye û gotiye:
”Dibê meriv wan bûyeran li gor şertên wê dem şirove bike. Salên komarê yên pêşî in. Şoreşek bûye, şetên wê hene. Ne bûyereke tenê mexsûsî welatê me ye, li gelek welatan numûneyên dişibin wê hene. Ne rast e ku meriv wan bûyeran bi bûyerên îro yên terorê ra miqayese bike. Civatê ev yek çewt fêm kir, çivatê nerazîbûn nîşan da.”
Gava însan xwe ji ûjdan û xîretê bişo dikeve vî halî, pûç dibe, dibe weke potekî zarokan, bi kêrê tiştekî nayê, dibê were avêtin.
Ev gotinên wî rûreşiyeke pr mezin e lê camêr li ber xwe nakeve, weke bukalêemûn rojê dikve rengekî.
Kiliçdaroglu bê fedî û heya dibêje, di wan şertan da kuştina bav û kalên wî normal bûye, çimkî li welatên din jî qetlîamên wiha dibûn.
Û ji ber ku li hin welatên din, hin kesan bûyerên wiha dikirin, loma kirinên rejîma kemalîst jî normal e û dibê meriv li dij dernekeve.
Asîmîlasyonê û kemalîzma nîjadperest û faşîst hin kurd ji însaniyetê dûr xistiye, kirine dijminê qewmê xwe, kirine parêzvan û evîndarên qatilên wewm û bav û kalên xwe.
Mixabin Kiliçdaroglu yekî ji van e, qatlîama li hember miletê xwe rast dibîne ş diparêze.
Kiliçdaroglu, ”namûsê bi fulûsê dide”, ji bo ku kursiya xwe wenda neke kuştina bi hezaran kurdî diparêze.
Rûreûşî û sosireteke ji vê mezintir tuneye.
Lê mixabin kurdên wiha pir in, ne Kiliçdaroglu tenê ye.
Di vir da tiştê baş, milet dît ku hin kesên ew ji xwe dizanin, di esasê xwe da hevalên dijmin in û rola Hespa Troya girtine ser milê xwe.
Kiliçdaroglu merivekî tirsonek e, bêzirav e.
Loma jî bêşexsiyet û durû ye, newêrê ji qatilên bav û kalên xwe ra bibêje qatil...
Heyf, xwezî tu ne kurd bûya...

29 november 2009

Nameyeke vekirî ji Îbrahîm Malgîr ra

Îbrahîm, birayê ezîz, teqrîben ev 30 sal in ku em hevûdu nas dikin. Em bi salan endamên eynî komelê û eynî partiyê bûn.
Piştî darbeya 12-ê Îlonê li Sûriyê demakê em li ba hev man û me hevûdu hinekî ji nêz va nas kir.
Ez berî te hatibûm Swêd, lê piştre tesadufan tu jî anî Swêd.
Li Swêd jî ne di warê rêxistinî û siyasî da be jî lê weke şexs dostaniya me tim dom kir, silava me tu carî ji ser hev qut nebû.
Weke ya her hevalekî me yê kevn, di warê siyasî da guherîn û pêşketinên di jiyana te da jî tim bala min kişandiye, carnan kêfa min aniye û carnan jî ez xemgîn kirime.
Çend sal berê, dema min dît tu bi kurdî dinivîsî gelkî kêfa min hat, min ji xwe ra got, çi baş, va ye qelemeke din jî li ziman, kultur û edebiyata kurdî zêde bû.
Û her cara ku li derekê ez li nivîseke te ya kurdî rast dihatim, min bi meraq dixwend û dixwest pêşketinên di ziman û nivîskariya te da bibînim.
Li gor ku destpêk bû, lê li gel vê jî uslûb û stîla te xweş û balkêş bû, hêviyek dida meriv.
Nivîsên te kin, zimanê te jî têra xwe serkeftî û baş bû.
Ji bo ku tu bibûya nivîskarekî hîn baştir tu asteng li pêşiya te tunebû, tiştê pêwîst tenê xwendin, nivîsandin û nivîsandin bû.
Lê ev demeke ez bala xwe didimê te dev ji nivîsandina kurdî berdaye û tu bûyî heyran û muptelayê tirkî.
Li gel ku li gor kurdî, tirkiya te gelkî xerab, lê dîsa jî ji nişka ve te xwe li tirkî kiriye bela û tu di nivîsîna tirkî da israr dikî.
Gelo ji bo çi?
Çima nivîsîna bi kurdî te tatmîn nake?
Çima tu hewce dibînî ku bi tirkî jî binivîsî?
Hinek kurd hene asîmîle bûne, ya kurdî ji binde nizanin ya jî kurdiya wan zeîf e, loma jî bi tirkî nivîsin. Heta dereceyekê meriv dikane mazereta wan fêm bike.
Lê ya te ne wisa ye, tu di maleke kurdîaxêv da mezin bûye, belkî dê û bavê te qet neçûne mektebê û bi tirkî jî nizanin.
Û tu jî dûra bi darê zorê li mektebê çend gotin tirkî fêr bûyî.
Lê dîsa jî kêfa te ji nivîsîna tirkî rat ê, gelo çima?
Çima tu hewce dibînî nîşan bidî ku tu bi tirkî jî dizanî û heta dikanî pê binivîsînî jî ?
Ev çi hest û hêze ku zimanê tirkî bi te hewqasî şîrîn dike û nahêle tu bi kurdî tenê qîma xwe bînî? Sebeb çi ye?
Nivîskarên her miletî bi zimanê xwe dinivîsin û bi zimanê xwe dibin nivîskar, şair, edîb, hunermend û hwd.
Çima tu jî naxwazî bibî nivîskarekî kurd?
Çima tu dixwazî îlem bi tirkî jî binivîsî?
Ma zimanê miletetê kurd tirkî ye?
Çima tu û hin kurdên din, hûn bi kurdî tenê nayên serî û tim xwe li tirkî radikşînin?
Sebebê vê heyraniya we ya zimanê tirkî ji ku tê?
Şoreşger, neteweparêz û ronakbîrên miletan hemû zanîn, huner, marîfet û sinetên xwe dixin xizmeta gelên xwe, ji muzîk, edebiyat, dîrok, zimanê yanî ji gelê xwe ra xizmetê dikin, ziman û edebiyata wî bi pêş dixin.
Lê piraniya ronakbîr û nivîskarên me kurdan ne ji ziman û edebiyata gelê xwe ra, ji ziman û edebiyata tirkî ra xizmetê dikin û ji vê xizmeta xwe jî kêf, zewqek û hazeke pir mezin digirin, gelo ji bo çi?
Heger ronakbîr, edîb û hunermendên kurd bi kurdî nenivîsin, bi kurdî berheman nedin, kî ewê vî karî bike?
Edebiyat, ziman û muzîka kurdî ewê çawa bixuluqe û bi pêş keve?
Ma ne ev karê min û te ye...
Dante, ji ziman û edebiyata îtalî ra, Shakespeare, ji ziman, edebiyat û drama îngilîz ra, Goethe, ji edebiyata alman ra, Montaigne, ji edebiyata fransis ra, Puşkîn, Gogol û Çehov ji edebiyata rûs û Namik Kemnal, Orhan Kemal, Nazim Hîkmet jî ji ziman û edebiyata tirkî ra xizmet kirine. Bêyî berhemên van nivîskaran edebiyata van miletan îro ewê ne di vê nuxteyê da bûya.
Ev tişt ji bo edebiyata kurdî jî wisa ye.
Ma çima em bi Elî Herîrî, Melayê Batê, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî hewqasî serbilid in û pesnê wan didin?
Ji ber ku bi kurdî nivîsîne.
Ji ber ku ji ziman û edebiyata gelê xwe ra xizmet kirine.
Ji ber ku wan jî wek gelek kesên hemdemên xwe bi erebî, farisî û osmanî nenivîsîne û ji wan ziman û edebiyatan ra xizmet nekirine.
Sebeb tenê ev e.
Wekî din tu mezinayiyeke wan tuneye.
Heger Elî Herîrî, Melayê Batê, Melayê Cizîrî, Ehemedê Xanî, Feqiyê Teyran, Cegerxwîn û Erebê Şemo bi kurdî nenivîsîbûna ma îro me dikanîbû qala hebûna edebiyata kurdî bikira?
Ji ber kun van camêran do bi kurdî nivîsîn, loma jî îro em dikanin qala edebiyata kurdî ya klasîk, qala romana kurdî bikin.
Heger em jî îro bi kurdî ninivîsin, zimanê xwe bi pêş nexin, sibe ewê kes nikanibe qala edebiyateke kurdî ya modern bike.
Hîcrî Ozgoren kurd e lê bi tirkî dinivîse. Ji ber ku edebiyat bi zimên dibe, loma jî ew ji edebiyta tirkî ra xizmetê dike.
Lê Ahmed Husênî û Şêrko Bêkes jî ji ber ku bi kurdî dinivîsin ji ziman û edebita kurdî ra xizmetê dikin.
Ez hin nivîskar û ronakbîrên kurd dişibînim kesên xwedî kompleks, kesên bi xwe ra ne li hev, ji şikil û şema xwe ne razî.
Kesên wiha tim dixwazin bibin tiştekî din, bişibin hin kesên din. Loma jî kesên wiha di hundurê xwe da nerehet in.
Bi baweriya min, kesê ku dikane bi kurdî binivîse lê nanivîse, ya jî tim rast û çep lêdixe, tirkî jî di bera û sera dike, di esasê xwe da bi kurdbûna xwe ra ne li hev e, nasnameya kurdbûnê wî tatmîn nake, nivîsîna bi tirkî agirê dilê wî vedimirîne, kêmasiyeke wî ya rûhî tatmîn dike.
Heger ne wisa be, çima emê rabin çirt û virt bi tirkî binivîsin?
Em kurd in û emê jî weke her kesî bi zimanê xwe binivîsin û xelas...
Em dizanin ku dewlet jî dixwaze em kurdî nenivîsin, bi tirkî binivîsin û bibin tirk.
Ji bo ku zimanê kurdî wenda bibe, bihele û kurd werin asîmîle kirin dewlet zulmeke mezin li me dike, her roj çend heban ji me dikuje, dixe hefasan.
Bera me dide, me bi çolan dixe.
Ji bo ku ev ziman bi pêş nekeve.
Ji bo ku ev milet bihele...
Û em jî him bi vê siayseta dewletê dizanin û him jî radibin bi tirkî dinivîsin, di zimanê xwe da israr nakin.
Îbrahîm, wek min li jor jî got, hin kes hene ji ber ku nikanin meriv loma jê nake, lê yên weke te, tu sebeb tuneye ku bi tirkî binivîse.
Ji ber ku dê bavên me, bi tirkî nizanîbûn bi mehan, belkî jî bi salan nehîştine di zindanan da bi zarokên xwe ra bipeyivin.
Digotin ya hûnê bi tirkî bipeyin ya jî hevdîtin tuneye.
Hema ji ber vê zulmê û vê wahşetê be jî dibê meriv di malperke kurdî da ji kurdan ra bi tirkî nanivîsîne.
Belkî tu jî weke hinekan bibêjî, ji ber ku hin kurd bi kurdî nizanin loma ez bi tirkî dinivîsim.
Ev sebebekî vala û xapandin e.
Heger em li gor daxwaz û hewcedariya ”hinekan” hereket bikin, wê demê divê em dev ji bawerî û hedefên xwe jî berdin.
Ji ber ku milet gelek tiştên ne li rê, ne rast jî ji me dixwaze.
Carê piraniya gelê me bawermend e, dixwaze em jî weke wan dîndar bin. Dema me dest bi xebatê kir gel Kurdistaneke serbixwe, dewleteke kurd jî nedixwest, belkî hîn jî naxwaze.
Lê me guh neda gel, me riya xwe domand.
Gelekên me merivên ”ataîst” in û em Kurdistanane serbixwe dixwazin. Yanî em li gor daxwaza piraniyê, milet hereket nakin û me nekiriye.
Em dixwazin milet şiyar bikin, bînin ser fikrên xwe.
Ji ber ku hin kes bi kurdî nizanin, ne rast e ku em jî rabin dev ji kurdî berdin û bibin weke wan.
Wê demê maneya têkoşîna me namîne?
Ya rast ew e ku em kurdî fêrî wan bikin, ne ku em jî dev ji kurdî berdin.
Bi baweriya min, kesên ku ji bo nivîsîna bi tirkî bahaneyên wisa dibînin him xwe û him jî milet dixapînin, mesele ne milet û daxwaz e, problem ew bi xwe ne, destê wan ji tirkî nabe, ew di meju û hestên xwe da asîmîle bûne û loma jî ji zimanê kurdî hez nakin.
Ez hêvî dikim ku ev rexneya min ya dostane ewê tesîreke pozîtîv li te bike û te ji tirkî dûr xe û bike nivîskarekî kurdî yê baş.

28 november 2009

Keda me bi avê da neçûye

Weke bav, dema meriv bi çavên serê xwe dibîne ku zarokên meriv ji meriv derbas kirine û bûne welatparêz û kurdperwerên baş, weke ku meriv ji dara bi destê xwe çandibe fêkî bixwe, hestekî pir xweş, bextewarî û dilşadiyeke mezin bi meriv ra peyda dibe.
Îro gava min li semînera lawikê xwe Serhat ya ser Kurdistanê gudarî kir, ez, xanim û birayê wî Azad em gelkî kêfxweş bûn, min j iwan ra negot, lê ba dilê min fena ku ez ji ”dara” xwe fêkî bixwim…
Di nava zarokên min da yê herî siyasî û ji bo kurd û Kurdistanê bênabên dixebite Serhat e.
Heta nuha min gelek nivîsên wî xwendibûn, lê di civîneke wiha fireh da min qet lê guhdarî nekiribû.
Ev cara pêşî bû ku di semînerekê da min lê guhdarî dikir.
Ya wî jî cara pêşî bû.
Loma jî ez ji wî bêtir bi heyecan bûm, ez ditirsiyam ku ewê bi heyecan be û xwe şaş bike.
Lê tirsa min belasebeb bûye, ew ji texmîna min jî zêdetir rehet û sîstematîk û serkeftî bû.
Dîrok û prosesa perçebûna Kurdistanê ji sedsala 19-an girt û heta roja îro û siyaseta AKP-ê anî.
Di perçebûna Kurdistanê da rola hêzên emperyalîst û nebûna yekîtiyeke netewî ji texmîna min jî baştir anî zimên.
Tam ev 30 sal in ku ez di gelek kovar û rojnameyan da dinivîsim, heta nuha belkî nêzî 2 hezar nivîsên min hatine weşandin.
Lê heta nuha ez tu carî beşdarî semînerekê, konferans û panelekê nebûme, ez yek carê jî li hember civatekê nepeyivîme.
Loma jî ez nizanim di rewşeke wiha da cara pêşî ezê çawa bim û çuqasî bi heyecan bim.
Lê Serhat, qet ne bi heyacan bû, gelkî rehet bû.
Ji xwe li Swêd zarokan ji biçûktî, li zarokxaneyê fêrî retorîkê, sinetê axaftinê, îqnayê û axaftina li hember kîtleyan dikin.
Loma jî meriv dikane bibêje ku zarokên vir, bi taybetî jî keçik çelziman in, li kuçê tu mîkrofonê bidî ber devê kîjan swêdî ewê fena abûqata bipeyive.
Tu dibêjî belkî berê bi rojan prove kiriye, li ser xebitiye.
Ji ber vê yekê jî bêyî tercûbe û prova jî zarok û xortên li vir mezin dibin fena me ne kutûm in, ne pepûk in.
Bêguman ev jî meziyet û mehareteke pir baş e.
Weke min got, axaftina wî baş bû, lê hin beşên dîrokê dibê baştir derz bike, hin perçe kêm bûn, ji bo rismekî temam dibê ew jî ciyê xwe bigrin.
Serhat nuha 21 salî ye, gelo dema em di salên wî da bûn me li ser kurd û Kurdistanê çi dizanî bû? Wê demê li Kurdistanê gelo çend xortên di salên wî da dikanîbû li ser Kurdistanê semînereke wiha bida?
Loma jî meriv bi dilekî rehet dikane bibêje ku zarokên me ji zûda ye ji me bihurîne, bi zanîn û kapasîteyên xwe fersah fersah ji me pêşdetir in.
Îro him li dervayî welêt û him jî li Kurdistanê bi sedan, belkî jî bi hezaran xortên weke serhat hene.
Taba me nebûye keda bersîs û bi avê da neçûye, darên me çandine hêdî hêdî fêkî didin, di rojên pêş da gelê me ewê ji vî fêkîyî bêtir feydeyê bibîne…

26 november 2009

Sibe li welatê min Cejna Qurbanê ye...

Sibe li welatê min Cejna Qurbanê ye, ewê qurban werin şerjêkirin, devê hin feqîran ewê bi çêniyek goşt bibe.
Sibe li welatê min Cejna Qurbanê ye, şekir û şîraniyên herî baş ewê werin kirîn, şorbeşîr ewê li kêlekê were danîn.
Sibe li welatê min Cejna Qurbanê ye, zarok, jin û keçên narîn ewê kincên xwe yên nuh û rengo rengo bera ser bejn û bala xwe din û pê dilşa bibin.
Sibe li welatê min Cejna Qurbanê ye, kebanî ewê hemû huner û marîfetên xwe yên veşartî nîşan bidin û xwarinên şikil şikil rêzî ser sifran bikin.
Sibe li welatê min Cejna Qurbanê ye, li park û meydanan, li taxên feqîran ewê leylî werin danîn û zarokên pêşeroja kurdan ewê bi dilşadiyeke mezin xwe hêl kin, berberî asîmanan bibin.
Sibe li welatê min Cejna Qurbanê ye, hin dilên ji hev mayî, ewê destên xwe bidin hev û hevûdu ramîsin, hevûdu efû bikin.
Sibe li welatê min Cejna Qurbanê ye, kokima diya min ewê here ser gora bavê min û jê ra Yasînekê bide xwendin û dara ber serê wî av bide, li ber serê wî ji derd û kulan hinekî binihurîne û du dulop hêsirên bîrîkirinê birjîne ser gora wî.
Sibe li welatê min Cejna Qurbabê ye, dost, heval û malbatên şehîdan ewê qefle bi qefle, pêl bi pêl biherikin ser gorên şehîdên Kurdistanê û qevdên gulên sor, çîçekên reng rengî bi giramî û hurmeteke mezin deynin ser gorên wan û wan bibîr bînin, ji kevirên ber serên wan ra bi çend gotinan bibêjin ku ew mêrxas, canfîda û şehîdên miletê kurd in, heta ku ev milet hebe ewê tu carî neyên ji bîr kirin.
Sibe li welatê min Cejna Qurbanê ye, xwezî min jî bikanîbûya qevdek gulên sor daniya ser gora şehîdekî, xwezî min jî bikanîbûya hemû gorên hevalan ziyaret bikira, xwezî min jî bikanîbûya bi kokima diya xwe ra misînek av li dara ber serê bavê xwe kir û ew hesret û keder ji dilê diya xwe derxista.
Sibe li welatê min Cejna Qurbanê ye, xwezî ez jî li welêt bûma, xwarzê û biraziyên min qefle bike bihatana epîrozkirina cejna min, destê min ramaûsana, danîna ser serên xwe û min jî cejna wan bidayê…
Bi hêviya dîtina gelek rojên şad û bextewar û Kurdistaneke serbixwe û azad, ez cêjna xwendevanên vî quncikî, hemû kurdên xwedî xîret û binamûs û bi taybetî jî yên li Çanaqeleyê di bin hesara tirkên faşîst da ne pîroz dikim.

Şêla Nêçîrvan Barzanî hêjayî teqdîrê ye
Serokwezîrê Kurdistanê yê berê Nêçîrvan Barzanî, di hevpeyvîna xwe ya bi Kurdistan TV-ê ra li ser siyaseta hukûmeta AKP-ê ya çareserkirina mesela kurd û şêla Tirkiyê ya li hember PKK-ê jî sekinîye û çend tiştên gelkî baş gotiye.
Nêçîrvan Barzanî gotiye, ew dizane ku Tirkiye naxwaze di çareserkirina mesla kurd da PKK-ê wek mixatab qebûl bike.
Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axaftina xwe da gotiye, ”lê belê bi îhmalkirina PKK-ê jî gelşa kurdî bi temamî çareser nabe”, di prosesa çareserkirnê da habûna PKK-ê gelkî girîng e. Dibê Tirkiye vê rastiyê bibîne û qebûl bike.
Barzanî gotiye, di mesela çareseriyê da nabe Tirkiye guh nede kesî, dibê herdu alî jî, tirk jî û kurd jî razî bin.
Nêçîrvan Barzanî tiştekî din yê girîng jî aniye zimên, gotiye têkçûna PKK-ê ne li mesleheta miletê kurd e.
Ev şêla Nêçîrvan Barzanî gelkî girîng e û şêleke netewî ye, dibê meriv teqdîr bike.
Ev dîtin dîtineke netewîye, li kîjan beşê Kurdistanê dibe bila bibe, dibê kurd nebin terefdarê belavbûna hêzeke kurd, partiyeke kurd, tevgerke kurd ya netewî.
Li Kurdistana Tirkiyê dibe ya jî li beşekî din dibe hîç ferq nake, têkçûn û belavbûna komeleyeke kurd jî ne li menfeeta miletê kurd e.
Û pir baş e ku kurdên başûr vê şêla xwe ji tirkan ra eşkere dibêjin, dibê tirk bizanibin ku mesela kurd bi kurdan ra çareser dibe.
Heger tirk dixwazin PKK dev ji şerê çekdarî berde, wê demê bi hawakî dibê bi wan ra jî têkeve têkiliyê.

25 november 2009

Osman Ocalan îcar xweş gotiye

Osman Ocalan, van rojên dawî di çapemaniya tirk da gelkî populer e. Rojnamevan û telewîzyon ji pê naqetin, yek dihere yek tê.
Camêr hema hema heroj di manşêtan da ye.
Îro jî muhabîrê Kanalturkê Celal Çamûr bi Osman Ocalan ra hevpeyvînek balkêş kriye.
Osman Ocalan di vê hevpeyvîna xwe da du tiştên girîng gotine.
Yek jê gotiye, ”Şîara PKK-ê ev e: azadiya Ocalan azadiya kurdan e. Helbet Ocalan ji azadiya kurdan ra xizmet kiriye. Lêbelê azadiya Ocalan yanî ya serokê PKK-ê nabe bi azadiya kurdan ra wekehev were dîtin. Bi eksê wê, azadiya kurdan ewê pêşiyê li azadiya Ocalan veke. Formula rast ev e.”
Bi rastî jî wiha ye. PKK, azadiya Ocalan ji azadiya miletê kurd girîngtir dibîne û li gor wê çalakiyan li dar dixe.
Li gor PKK, azadiya Ocalan ewê azadiya kurdan jî bi xwe ra binîne.
Lê ev ji binda şaş e.
Dewlet dikane sibe Ocalan berde, lê ev nayê wê maneyê ku miletê kurd jî rizgar dibe û digihîje azadiya xwe.
Lê dema kurd ji bin vê bindestiyê rizgar bibin, azadiya Ocalan û ya hemû girtiyên di destê dewleta tirk da jî ewê bigihîjin azadiya xwe.
Heger PKK-ê, azadiya Ocalan nikira hedefa xwe ya yekem û siyaseteke li gor vê hedefê nemeşanda, ji dêlî vê azadiya kurdan kirbûya hedefa xwe ya yekem nuha rewş gelkî cuda bû.
Xebat, çalakî û enerjiya ku ji bo jiyan, rehetî û azadiya Ocalan tê meşandin, ji bo azadiya kurdan û serxwebûna Kurdistanê bihata meşandin kurd nuha ne di vî halî da bûn.
Lê ji ber ku siyaseta PKK-ê jî û ya DTP-ê jî li gor emir û daxwazên Ocalan şikil digre û tê meşandin loma jî azadiya Ocalan ketiye pêşiya azadiya miletê kurd.
Bêyî vê, Osman Ocalan, li ser têkiliyên Dogu Perînçek, Yalçin Kuçuk û Ragip Dûran yên bi PKK-ê ra jî gotiye.
”Armanca Dogu perînçek ew bû ku bibe baskê PKK-ê yê siyasî. Gava nikanîbû vê armanca xwe bicî bîne bû dijmin. Yalçin Kuçuk li ser navê dewletê dixwest PKK-ê kontrol bike. Dixwest aliyê PKK-ê yê kurdparêz zeîf bike û aliyê çep derxe pêş. Ragip Dûran jî li ser navê dewletê sekna PKK-ê ya xeta çep gelkî girîng didît. Di vê maneyê da vanan bi xeta PKk-ê lîstin. Meriv dikane bibêje ku ev yek li ser navê Ergenekonê kirin.”
Gelek kurdî sîxuriya Perînçek, Kuçuk û Dûran ji roja roj da digot, lê Ocalan dev ji van zilamên dewletê bernedida, dixwest tew wan bi rayên kurdan têxe meclîsê.
Ji xwe nuha jî hin kesên weke wan li ser navê kurdan siyasetê dikin û ketine meclîsê.
Diayr e PKK ji dîroka xwe tecrûbeyê nagre, Ergenekonek diçe yekî din tê dewsa wî û wisa dom dike.
Û piştî ku mêrikan têra xwe zirarê didin PKK-ê û tevgera kurd ya netewî, dûra dibêjin weleh filan kes merivê dewletê bû û gelek zirar da PKK-ê.
Ji bo ku meriv bizanîbûya Perînçek, Kuçuk û Ragip Dûran merivên dewletê ne, xêrnexwazên miletê kurd in ne şert bû ku meriv pir zana û dûrbîn bûya, nerindî û nêtxerabiya wan ji dûr va bandikir, kesê bixwesta bibîne rehet didît.
Lê ji ber ku Ocalan nedixwest loma jî PKK-ê jî nikanîbû bêemriya wî bikira û siktirî wan bikira.

24 november 2009

Ji xelkê ra adet e ji me kurdan tenê ra qebhet e!

Wezîrê Karê Hundir yê Tirkiyê Beşir Atalay, li Kizilcihamamê di civîna AKP-ê da gotiye.
“Bûyera ku herî zêde ez êşandime, danîn û perwerdekirna îstîxbarata Bakurê Îraqê ji bal Îsraîlê ve ye.”
Li gor çapemeniya tirk Atalay, di civîna kampa AKP-ê da dema li ser Îraqê û Kurdistana Federe agahî daye, gotiye ku îstîxbarata Kurdistana başûr ji bal MOSAD-ê va hatiye danîn û tê perwerde kirin.
Û him jî ev teşkîlat ne girêdayî îstîxbarata Îraqê ye, xwedêgiravî ji ya Îraqê cihê ye.
A ji ber vê yekê jî Atalay efendî pir û pir xemgîn bûye.
Ev ne cara pêşî ye ku di çapemeniya tirk da speklasyonên li ser MOSAD-ê û kurdên başûr tên kirin.
Berê jî çapemeniyê gelek caran tiştên wiha îdîa kir. Lê ev cara pêşî ye ku wezîr û berpirsiyarekî hukûmetê jî tiştekî wiah eşkre dibêje.
Helbet ev tenê îdîa ye, rastî û nerastiya wê em hîn baş nizanin.
Tiştê ez dizanim Îsraîl mirîşka îro bi qaza sibe nade û tu carî masiyan di golê da nakire.
Lê li gel vê jî ez hêvî dikim ku ev îdîa rast rast be û bi rastî jî kurdan gaveke wiha avêtibin û alîkarî ji Îsraîl ya jî ji dewleteke din girtibin.
Heger meriv bixwaze bibe dewlet û guran ra şer bike, bêguman dibê îstîxbarateke meriv ya xurt hebe.
Lê ez fêm nakim Atalay efendî çima bi vê xeberê hewqasî ”êşiyaye” û xwe ji Îsraîl aciz dike.
Dema MOSAD û CIA, MÎT û artêşa we wan perwerde dike, baş e, normal e û hûn pê pesnê xwe didin.
Ereb, faris xwedî teşkîlatên îsîtîzbaratan bin normal e, Atalay qet pê naêşe. Lê gava dor tê ser kurdan, ”li telî wî dikeve”, pê gelkî zor tê.
Gotinek me kurdan heye, dibêjin, ji xelkê ra adet e qey ji me ra qebhet e?
Tirkiye, Îraq, Sûriye û Îran ewê xwedî teşkîlatên îstîxbaratê bin, lê dibê ya kurdan tunbe.
Ma çima ji Eyşika Ereb in, heyran?
Çawa ku dewleta we xwedî teşkîlateke îstîxbaratê ye, Kurdistana Federe jî mecbûrî ewê bibe xwedî teşkîlateke wek ya we.
Dewlet bê îsîxbarat nabe.
Dibê hûn viya bizanibin û xwe pê neqeherînin.
Ma ne bi perê xwe ye, Îsraîl neke ewê welatekî din bike.
Ferq çi ye?
Çima kirina Îsraîl bi we hewqasî zor tê?
Lê ji van gotinên Atalay xuya dibe ku di nabêna wan Îsraîl da li hember kurdan hin peymanên bi dizî hene.
Belkî jî li gor şertên van peymanan, divê Îsraîl bi tu hawî alîkariyê bi kurdan ra neke.
Dibe ku ji ber vê yekê ye Beşîr Atalay, xwe fena ku hatibe xapandin his dike û loma jî xemgîn bûye.
Li gor hesabê tirkan, wan dor baş li kurdan pêçaye, kesê destê dostanî û alîkariyê dirêjî kurdan neke.
Îcar dema tiştên wiha dibihîzin, derew be jî gelkî ditirsin û wek ku kurdên konyayê dibêjin, pir jî "uzulmîş" dibin...

23 november 2009

Nivîseke pir tevlihev

Wey mala Xwdê ava be, waye bi xêra ”ehmaqiya” Onur Oymen ya bêhemd hişê kurdên kemalîst hêdî hêdî tê serê wan.
Tiştê xuyaye nerazîbûnên li hember gotinên Oymen û şêla CHP-ê ya li dijî miletê kurd ewê roj bi roj zêde bibin, îstîfayên ji partiyê berdewam bin.
Li Dêrsîmê 3 serokên belediyan, parlementerê berê û endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr jî di nav da li dora 100 kesî ji CHP'ê îstifa kirin.
Hêrsa kurdan ya li dijî gotinên Cîgirê Serokê Gişt yê CHP-ê Onur Oymen ku di 10-ê mehê da li meclîsê di derbarê Komkujiya Dêrsîmê da gotibû berdewam e.
Piştî ku CHP û Denîz Baykal jî li gotinên Oymen xwedî derketin û ew parastin, kurd hinekî veciniqîn û îstîfayên ji CHP-ê dest pê kir.
Îro li Dêrsimê, serokê belediya Pulumurê Mesût Coşkûn, serokê belediya Pulurê Mustafa Sarigul, endamê meclîsa bajêr Cafer Kirmiziçîçek, meûpsê Dêrsimê yê kevn Hasan Guyuldar, endamê meclîsa giştî ya bajêr û gelek endamên CHP-ê bi beyaneke çapemeniyê bi hev ra îstîfa kirin û xwestin ku hemû kesên xwedî xîret jî di zûtirîn wexta ji CHP-ê îstîfa bikin.
Do jî 300 kesên endamên rêxistinên Mazgirt û Qiliyê beyanek dabûn û îstîfayên xwe îlan kiribûn.
Bêyî van bajaran, li navçeya Culemêrgê Çelê jî endamên rêxistina CHP-ê hemûyan îstîfa kirine.
Carnan çûk li kevir dikve, weke kuçê koran derb ciyê xwe digre. Ya me û CHP-ê jî wisa bû.
Oymen, ji ber tesîra kîn û nefreta xwe ya li hember miletê kurd bêhemdî bi wan gotinên xwe çewtiyek pir mezin kir.
Wî nizanîbû ev gotinên wî ewê olaneke hewqas mezin bide.
Lê baş bû ku ev olan da.
Meriv dikane bibêje ku van gotinên Oymen û şêla CHP-ê ji bo kurdan bû wek “şokterapî”yê û gelek kurdên kemalîst hejand.

Dewlet faşîstên xwe dajo ser kurdan
Gurûbek nîjadperest û faşîstên tirk do li Îzmîrê bi şiklekî organîze êrêş birin ser konvoya DTP-ê û bi dehan kes, jin û zarok jî di nav da birîndar kirin û gelek erebeyên DTP-yiyan jî bi kevir û daran li ber çavên pûlisan tahrîb kirin.
Ev demeke Bahçelî û berdevkên MHP-ê gefan li kurdan dixwun û miletê kurd bi qetlîam û êrîşên mezin tehdît dikin.
Ji xwe ev ne cara pêşîye ku faşîst û çeteyên dewletê êrîşê dibin ser endamên DTP-ê û avahiyên wê dişewitînin.
Berî nuha jî li Sakaryayê, li Altinovayê, li Eskîşehîrê û li Antakyayê dîsa li ber çavên hêzên ewlekariyê êrîşî konvoya DTP-ê kiribûn.
Dema zarokên kurd yên 12-13 salî kevirekî davêjin ji pûlisan da hêzên ewlekariyê bi panzeran dajon ser zarokan, bi rengekî hovane li wan didin, digrin û cezayên giran didin wan.
Lê dema hêzên faşîst êrîşî kurdan dikin, hêzên ewlekariyê bi copan bi wan nakevin, avê napijiqînin ser wan, panzêran najon ser wan, ji dêlî vê va li ber wan digerin, bi wan ra bazariyê dikin.
Ev jî nîşan dide ku dewlet li hember kurdan ne tenê hêzên ewlekariyê, hêzên faşîst jî dem bi dem bikar tîne û weke gurên devbixwîn wan dajo ser DTP-ê û kurdan.
Dema dewlet nexwaze faşîstên MHP-ê nikanin hewqasî bêperwa hereket bikin û gav û saetê weke gurên har yên devbixwîn êrîşî kurdan bikin.
Ev taktîkeke dewletê ye, dewlet van hêzan jî li hember kurdan weke ”ergenekona” eşkere bikar tînin.
Bi ”Ergenekona îlegal” bi sedan kurd kuştin û bi faşîstên MHP-ê jî dixwazin kurdan terorîze û çavtirsiyayî bikin.

Serokkomarê Îsraîlê Şîmon Peres, Tirkiyê û di heq ordiya tirk da tespîteke pir di cîda kiriye, gotiye:
”Tirkiye, li cîhanê welatê yekem e ku dezgeheke ne demokratîk, yanî artêş, bi parastina demokrasiyê wezîfedar e."
Peres, di hevpeyvîna xwe ya kovara emerîkî Defense News da gotiye, ” ”Tirkiye, li cîhanê welatê yekem e ku dezgeheke ne demokratîk, yanî artêş, bi parastina demokrasiyê wezîfedar e. Bi rastî jî wisa bû. Lê rola artêşê guherî.”
Peres camêr gelkî xweş gotiye.
Bi rastî jî li vê cîhanê li tu welatekî din artêş hewqasî ne serdest e. Lê ev 86 sal in li Tirkiyê artêş bê hilbijartin, bê raya milet, bi xêra devê tivingê û serê sungiyê li ser hukim e û kes nikane vî hukmî ji dest wan derxe.
Esas leşkeran partiya xwe çêikrina û ew jî têketana hilbijartinan ji vî halî çêtir bû, qenekê ewê bi rayan bihatana ser hukum.
Lê nuha bi darê zorê li ser hukim in.
Feqet têkoşîn û libexwedana miletê kurd ya van 30-40 salên dawî tac û textê artêşê ji bin da hejand, otorîteya wan daxist sifirê.
Peres tiliya xwe daye ser vê rastiyê.
Gelek kes dikane bibêje ku ev pêşketin bi saya AKP-ê bûye.
Lê ne rast e, di vê guhertinê da rola esasî û herî mezin xebat, têkoşîn û li berxwedana miletê kurd e.
Bêguman AKP-ê jî li gor xwe rolek pozîtîf lîstiye, faktorên derve rol lîstiye, lê hêza ku AKP derxistiye ortê û kiriye îktîdar tevgera kurd e.
Liberxwedana kurdan ya van 30-40 salên dawî (û helbet şerê gerîla û xebata PKK-ê rola herî mezin lîstiye) rejîma kemalîst ya ceberrût mecbûrî vê nuxtê kir, hemû refleksên wê şikand, hêza wê ya bi ”heybet” rezîl kir, anî pênc peran.
Zarokên kurd yên heftsaLî jî êdî ji artêşê, tank û topên wan natirsin.
Heger îro Başbug li ber hember Erdogan "serî ditewîne", ev tenê ne ji ber ”mêraniya” Erdogan e, ji wê bêtir, tevgera kurd Başbûg mecbûrî vê ”bindestiyê” kirye.
Ji ber ku Başbûg bi şer nikane liberxwedana kurdan bişkîne, nikane PKK-ê biqedîne, loma jî zimanê Erdogan li hember wî dirêj e.
Neyse, min îşev nivîs kir gêrmiya gavanan, hertişt tevhev bû…

22 november 2009

Sebebên qutnebûna elewiyan ji CHP-ê?

Melîh Aşik, di nivîsa xwe ya do ya di rojnameya Mîllîyetê da dibêje, piştî gotinên Oymen yên meclîsê gelek kes dijminatiya Ataturk û Komara Tirkiyê dikin, dixwazin Komara Tirkiyê û Ataturk ji çavan da bixînin û bûyerên Dêrsimê jî weke qetlîamekê nîşan bidin.
Li gor Melîh Aşik, li Dêrsimê qetlîam nebûye û gelê Dêrsimê jî ji xwe tu carî bi çavê qetlîamekê li bûyeran nenêrîye.
Aşik dibêje, ”gel, Seyid Riza qehreman û CHP jî wek partiyeke qetlîam kiriye nedîtiye. Heger wisa bidîta ewê rayên nedana CHP-ê.”
Û dûra jî ji hilbijartinên 1950 heta 1970-î numûneyan dide.
Dibêje di sala 1950-î da hilbijartinên giştî çêbû. DP-ê(Paratiya Demokrat) li Dêrsimê ji sedî 60 û CHP-e jî ji sedî 40-ê dengan stendiye.
Di hilbijartinên 1954-an da CHP ji sedî 53, DP jî ji sedî 46-ê dengan girtiye.
Di sala 1957-an da CHP-ê ji sedî 53, DP-ê jî ji sedî 34-ê dengan girtiye.
Di sala 1965-an da CHP ji sedî 34, AP(Partiya Edelatê)ji sedî 27-ê dengan girtiye.
Û di sala 1973-an da jî CHP-ê ji sedî 70-ê û AP-ê jî ji sedî 14 girtiye.
Piştî van reqeman jî dibêje, heger gelê Dêrsimê bi çavê partiyeke qetlîamcî li CHP-ê binêriya ma ewê raya xwe wisa bikar bianiya?
Bêguman Melîh Aşik bi van reqeman demogojiyê dike û dixwaze teror û qetlîama ku dewletê li Dêrsimê kiriye veşêre.
Ji dêlî ku sebebên rastîn yên van netîceyan bibêje, bi zanetî meselê belovacî dike û dibêje Dêrsimî ne li dijî CHP-ê bûne.
Ji bo ku Dêrsimî û bi giştî jî kurd dîroka xwe nizanibin, qetlîamên dewletê fêr nebin dewletê her tedbîr girtiye, hemû derew û sextekarî kirye.
Ê baş e kurd, elewî û Dêrsimî ewê çawa û ji kê fêr bibin?
Di nabêna salên 1937-1938-an da dewletê li Dêrsimê 13 hezar û 160 kes, bi biçûk mezinan va qetil kir, 11 hezar û 818 kes jî bi darê zorê şand surgûnê, bi çolan xist.
Ev reqem li gor reqemên arşîwên dewletê ne, lê hejmara rastî bêguman ji van reqeman gelkî zêdetir e.
Heger reqem ev bin jî, ev tê wê maneyê ku Dêrsim û hemû gundên wê wêran kirine, hema hema kes lê nemaye.
Û kesên surgûn kirine jî birine li çarhawêlî Tirkiyê belav kirine, her malbetek li gundekî bicîkirine û nehîştine kes kesî bibîne.
Û piştî wê jî li seranserê Kurdistanê dest bi teroreke mezin kirine.
Hemû zana, mîr, beg û kesên kurdperwer, ronakbîr û pêşengên civatê ya kuştine ya jî mecbûrî surgûnê kirine.
Kurdistan vala bûye.
Milet bê serî, bê serok û bê rêber û bê ronakbîr hîştine.
Ji bo ku milet ji dîroka xwe qut bibe, xwe nas neke, nizanibe dewletê çi aniye serê bav û kalên wan hertişt li kurdan yasax kirine.
Ziman yasax, axaftin yasax, nivîsandin yasax, kitêb, kovar, rojname tune, mekteb tune û kesên şiyar, zana û ronakbîr jî hemû ya kuştine ya jî bi çol û çeplelan xistine.
Û bi vê jî nehatine serî, ji bo ku kurd xwe negihîhin serok û kadirên serîhildanan, bi wan ra nekevin têkiliyan çûn û hatin qedexe kirine, sînor mayin kirine.
Navê Kurdistanê, navê kurd yasax kirne.
Û dûra jî dîrokek li ser esasê derewan çêkirine û fêrî zarokan kirne.
Di vê dîrokê da serîhildana Îbrahîm Paşayê Milî, serîhildana Koçgiriyê, serîhildan Şêx Seîd, serîhildan Agiriyê, serîhildana Zîlan û herî dawî jî ya Dêrsimê tuneye.
Miletekî bi navê kurd û welatekî bi navê Kurdistanê tuneye.
Ji bo ku di nabêna cîlan da berdewaniyeke nebe, ji bo ku kurd serpêhatî, tecrûbe û zanînên xwe dewrî hev nekin, li yek bajarekî Kurdistanê jî yek malbateke eşraf, beg, mîr, yek kesekî alim, welatperwer, zana û ronakbîr nehîştine.
Yanî ji bo ku hafizeya cîlên nuh radibin paqij be, qetlîamên dewletê li hember kurdan kiriye fêr nebin, di heqê kurd û Kurdistanê, di heqê dîroka xwe da tiştekî nizanibin dewletê hertişt kiriye.
Û îro jî Melîh Aşik radibe dibêje, çima elewî û Dêrsimî rayên xwe didin CHP-ê? Heger CHP-ê qetlîama Dêrsimê kiribûya milet ewê rayên xwe nedayê.
Ji bo ku Dêrsimî bizanibin Ataturk û CHP-ê çi kirye, berî hertiştî dibê dîroka kurd û Kurdistanê bizanibin.
We dewletê hîştiye ku kesên beşdarî serîhildanê bûne li welatê xwe, li bajarê xwe, di nava qewmê xwe bijîn?
Û ev jî ev 80 sal in yasax e.
Zora zaliman ji viya ra dibêjin, him nahêlin kurd xwe û dîroka nas bikin, bizanibin vê dewleta kemalîst çi aniye serê pêşiyên wan û him jî dibêjin, heger CHP-ê qetlîam kiribe wê demê çima dengên xwe didinê?
Keriyê bê şivan gur vê dikeve, dibe qûtê lawir û teyr û tuyan.
Miletê bê rêxistin, bê rêber, bê ronakbîr, bê nivîskar, bê mekteb, bê dem û dezgeh jî mahkûmî bindestiyê ye, nikane dost û dijminên xwe ji hev bigerîne.
Çimkî ji hafizeya civakî, ji zanîn, hest û şuûrekî netewî bêpar e, weke merivê bêhiş, xêv û qêmaqil e.
A sebebê ku dêrsimî û bi tevayî jî kurd hîn jî raya xwe didin partiyên dijminê xwe ev yek e, dewlet nahêle kurd rastiyê fêr bibin.
Dema kurd dîroka xwe bizanibin, rastiyê fêr bibin ewê sûcên Ataturk û qatiliya vê dewletê derkeve ortê.
Wê demê dêrsimî jî ewê bizanibin ku qatilê pêşiyên wan Mustafa Kemal û CHP-ye ye û ewê rayên xwe nedinê.

21 november 2009

Şelaf

Berê di dema osmaniyan da adet bû, di qesirên paşa, mîr û began da şelaf hebûn. Karê wan parastin û pesindana paşa, beg û mîrê xwe bûn.
Wê demê şelafî(şalûzî, qeşmer, dalkavuk)sinetek, mieseseyek bû, raîc û tarîfeyeke şelafan jî hebû.
Padîşah qetlek, cirmek, çewtiyek, tiştekî ne li rê bikira, şelafê ku ji vê qetlê û çewtiyê ra bigota rast e û ew biparasta, ji paşê weke mikafat 15 quriş digirt.
Ev heqê şelafiya wî bû.
Îro padîşah, beg û mîr tunene lê serokên partiyan ketine dewsa wan, kesên şelaf ji dêlî paşa û mîran pesnê serok û patronê xwe didin.
Loma jî mieseseya şelafiyê hîn berdewam e û li piyaseyê hîn jî bi hezaran şelaf hene, şelef ji şelafan ra dibêje wêda here…
Li gor tarîfeya şelafiyê ya dema osmaniyan, çipisklêdana li pozê şelafekî 20 pereyê wê demê bû.
Helbet ji bo her çipiskekê 20 pere bû.
Ku meriv bixwesta carê kundur li serê şelaf xe heqê wê jî 20 pere bû.
Lê buhayê sîleyê hinekî zêde bû, ji bo lêdana sîleyekê dibê meriv tam 30 pere bida şelaf.
Ev heqê wî yê qanûnî bû.
Totkirina şelaf ji ser nêrdiwanê buhatir bû. Buhayê wê jî 180 pere bû.
Hegr şelaf serzulût bûya û meriv sîleyeke rehmankî li tepelika qotê wî xista, dibê meriv 45 pere bida şelaf.
Lêdana gurmisteke(hurmist)li serî jî 40 pere bû.
Wek xuya ye lêdana gurmistê ji sîleyê erzantir bûye.
Min fêm nekir çima ?
Qey zêde deng dernexistiye loma erzantir bûye.
Esas gurmist bêtir diêşîne, loma jî dibê buhatir bûya…
Buhayê van fiîlan nuha hinekî zêdetir e, mahkimeyan raîc bilind kirine.
Lê nuha jî weke berê şelafî hîn jî berdewam e.
Hin şelaf hene dewletê, partî û serokê xwe di her şert û mercî da diparêzin. Dixwaze bira vê dewletê, vê partiyê û serokê wê, li hember miletê wî qetlîamên mezin jî kiribe, bav û kalê wî jî kuştibe û serokên vê partiyê îro jî van qetlîamnan biparêze, ferq nkane, şelaf dîsa jê ra li çepikan dixe, dîsa celadê bav û kalên xwe diparêze û ji wan qut nabe.
Nuha jî çîrokek li ser şelafan
Dibêjin di dema osmaniyan da begekî rojekê îlanek daye, gotiye:
Ji min ra şelafek lazim e, ezê filan rojê bi îmtihanê şelafekî bigrim.
Xulaman îlana beg li her derê belav kirine. Hemû şelafên bajêr bihîstine ku begê filan qesrê ewê ji xwe ra şelafekî bigre.
Wext derbas bûye, nîhayet ew roja îmtihanê hatiye û şelaf li ber deriyê qesrê weke mozên hingiv kom bûne.
Şelafek girtine hundur, derxistine huzûra beg.
Beg, pirsiye:
-Ma tu şelaf î?
Şelaf gotiye:
-Erê begê min, ez şela fim.
Beg gotiye.
-Lê tu qet naşibî şelafan.
Şelaf gotiye:
-Çawa dibe begê min? Min ji filan begî ra hewqas, ji filan begê din ra hewqas sal û zeman şelaftî kir. Ez şelafekî bi nav û deng im û di ser pozê xwe ra m e. Şelafekî ji min çêtir tu nikanî bibînî.
Beg gotiye, nebû, derkeve der.
Şelefê duyem, sêyem, yek li pê yekî girtine hundur, lê netîce her eynî bûye, beg eynî pirs pirsiye û wan jî tim eynî bersîv dane…
Beg tirsiyaye ku ewê şelafê xwe nebîne, lê tam di wê bîstikê da yek ketiye hundur.
Beg dîsa pirsa xwe dubare kiriye, gotiye.
-Ka bibêje ma tu şelaf î?
Yê şelef gotiye:
-Belê ezbenî.
Beg gotiye:
-Lêbelê tu qet naşibî şelafan.
Şelaf bersîva daye, gotiye
-Rast e, ez qet naşibim şelafan, ezbenî…
Li ser vê bersîva şelaf, beg gotiye:
-Hela bise, kuro ez bawer dikim tu piçekî dişibî şelafan.
Şelaf îcar jî gotiye:
-Rast e ezbenî, ez piçekî dişibim şelafan.
Piştî vê bersîvê, beg tavilê xeber daye der, gotiye:
-Zêde lê negerin, min şelafê xwe dît…
Mixabin dewleta tirk û kemalîzmê ji nava kurdan ji xwe ra bi sedan şelaf çêkirine.
Û him jî şelafên vê cîhanê yên herî rezîl û bêxîret in, qatilên qewmê xwe diparêzin, pesnê wan didin, dev ji xulamiya wan bernadin…

19 november 2009

Merivê me serî li hember dijin tewand

Kemal Kiliçdaroglu, ji axaftina Onur Oymen ya parastina qetlîama Dêrisimê ra li çepikan xist.
Piştra li Dêrsimê îstîfa Oymen xwest.
Nuha jî 180 derece çerx kir û DTP-ê sûcdar dike, dibêje tiliya hêzên derva, AKP-ê û DTP-ê di vê meselê da heye.
Ji ber ku ji serê salan ve ye xulamtiyê ji celadên bav û kalên xwe ra dike, loma însaniyet, xurûr, heysîyet û ûjdan pê ra nemaye, ji însanekî bêtir dişibe bûkalemûnekî, rojê dikeve rengekî.
Lê ji tirs û xofa xwediyê xwe newêre bibe kurd.
Wey Xwedê bela te bide te û miletê kurd jî ji însanekî wekî te bêxîret xelas bike.
Kiliçdaroglu dema dît ku Denîz Baykal ne bi wî ra, bi Oymen ra ye bû pisik û li ciyê xwe rûnişt.
Efendî tavilê dev ji daxaza îstîfa Oymen berda û berî xwe da AKP-ê û DTP-ê, got tiliya wan di vê meselê da heye.
Yanî, AKP-ê û DTP-ê û hin hêzên der va ji Oymen ra gotine di meclîsê da wisa bipeyive.
Însan çamûr dibe lê ne hewqas.
Xwedê kesî nexe vî halî
Piştî beyana xwe ya Dêrsimê, Kiliçdaroglu xwe ji çapemeniyê vedişart û nedixwest tu beyanan bide.
Lê îro daxuyaniyeke nivîskî belav kiriye.
Di daxuyaniya xwe da ji CHP-liyan ra dibêje, dibê hûn şiyar bin û di bin tahrîkan da nemînin.
Li gor îdîa Kiliçdaroglu, ev ”operasyona” li hember CHP-ê, bi tifiqa AKP-ê û DTP-ê tê meşandin.
Kiliçdaroglu di beyana xwe da dibêje, AKP, siyaseteke li ser esasê irqî û dînî dimeşîne û bi vî hawî jî gelşên heyî bincil dike.
Hevalbendiya kemalîzmê ya 70 salî bi Kiliçdaroglu ra tamareke şermê û heysîyetê nehîştiye, ew di nava miletê wî da kiriye mîsyonerê qatilên bav û kalên xwe.
Ji dêlî ku qatil û pêgirên qatilên pêşiyên xwe rexne bike, kesên piştgirî dane wî rexne wî rexne dike.
Welhasili merivê me ne tu meriv e, kuşpene derket.
Li hember dijmin serê xwe tewand.
Lê zirara kurdan di vê netîceyê da tuneye, belovacî wê, kara kurdan tê heye.
Bi vê bûyerê me baş û xerab, dost û dimin û hevalbendên wan baştir nas kir, weke nîsk û nokan ji hev gerand.
Kesên kurdperwer ji serê salan va ye xwe diçirînin lê dîsa jî nikanin bi hezaran elewiyên kurd ji CHP-ê biqetînin.
Mixabin, gelek elewiyên me bûne evîndarên neviyên qatilên qewmê xwe, ji CHP-ya faşîst dûr nakevin.
Lê vê bûyerê ji tevgera kurd ya netewî ra xizmeteke mezin kir, piştî gotinên Oymen yên meclîsê û şêla Baykal û CHP-ê gelek elewî ji CHP-ê û îdeolojiya kemalîst sar kir û qetand.
Di vê maneyê da gotinên Oymen feydeyeke mezin gîhand kurdan. Xêra gotinên Oymen, gelek kurdên elewî serî li hember CHP hildan û îstîfa kirin û ev yek ewê hîn jî dom bike.
Ya din jî, elewiyên kurdperwer û welatparêz bi xêra vê bûyerê merivên xwe yên saxlem û çurûk jî nas kirin.
Di nava bîstanê xwe da zebeşên kurmî yên weke Kiliçdaroglu, Kamer Genc û kesên weke wan jî tespît kirin.
Welhasil bûyer bû kevirê mîhengê, ji me ra zêr û paqir ji hev gerand.
Loma jî ez bi xwe tu gazinan ji Oymen û CHP-ê nakim, ez hêvî dikim ku partiyên din jî carnan bêhemdî xwe rastiyên wiah bibêjin.
Dibêjin Erdogan gotiye, ”yê ku gava cîranê wî birçî be têr rakeve ne ji me ye.”
Bi qasî ku ez dizanim ev gotina Pêxember e, ya jî ayeteke, lê wa ye kirine malê Erdogan.
Li hember vê ”gotina Erdogan” camêrekî bersîveke xweş daye, gotiye, ”Dema hemû cîranên meriv di wîlayan da rûnin fortên wiha rehet e.”
Loma jî zengîn tu carî nabin cîranên feqîran, dibin cîranên zengînan ji bo ku xewa wan nereve, têr rakevin…

18 november 2009

Kemalîzim faşîzim e û CHP jî partiyeke faşîst e

Nerazîbûn û protestoyên li hember axaftina Onur Oymen ya ku di 10-ê mehê da di meclîsê da kiribû bi rengekî bênabên berdewam in.
Li hember rexneyan Oymen xwe sipart kirinên Musta Kemal û got:
”Di hemû serîhildanan da însan hatine kuştin. Heger hûn ne kesên serêhildêr lê yên serêhildanê ditefînin sûcdar bikin ewê şaş be. Dema min qala kirinên Ataturk yên li Dêrsimê kir, ji min ra gotin faşîst. Heger ez faşîst im, wê demê yên serîhildana Dêrsimê şikandin çi bûn?"
Gotinek heye, dibêjin uzrê wî ji qebheta wî mezintir e.
Ya Oymen jî bû ev mesele.
Oymen, li alîkî qetlîamên Mustefa Kemal yên li hember kurdan kirine diparêze û li aliyê din jî dibêje ji ber ku Ataturk kiriye rast e û loma jî ez jî diparêzim û dibê hûn kurd jî li dij dernekevin.
Li Dêrsimê li dora 90 hezar însan hatin kuştin. Hemû bajar û herêm hat şewitandin, kesên mayî jî bi darê zorê li gund û bajarên Tirkiyê hatin belavkirin.
Û Oymen û partiya wî rexne li gavên hukûmetê digre, dibêje gerek hûn bi kurdan ra rûnin, li riyên aştiyê negerin, mizakere nekin.
Dibê hûn jî weke Ataturk, bikujin, bişewitînin û surgûn bikin.
Pêşniyara Oymen ya ji AKP-ê ra ev e.
Û di ser da jî dibêje ev ne ”faşîzim” e, heger ev faşîzim be, wê demê Ataturk û havalên wî çi bûn?
Ji ber li Tirkiyê ”qanûna parastina Ataturk” heye loma jî kes newêre bibêje Ataturk faşîst bû.
Lê dema meriv bi rengekî objektîv û ilmî Ataturk û kirinên wî analîz bike, merivê bibîne ku ew faşîstekî temam û herî mezin e.
Wek tê zanîn di îdeolojiya faşîzmê da şex sivir e, her tişt ji bo serok û dewletê ye, can û malê herkesî di emir û xizmeta dewletê daye.
Lîder çi bike, çi bibêje rast e û kes nikane rexne bike.
Ma di dema Ataturk da kî diwêrîbû li hember Ataturk rabûya?
Yên rabûn jî hemû ya hatin kurştin ya jî ji welêt hatin qewirandin.
Hîn jî meriv li Tirkiyê dikane Pêxember rexne bike, lê nikane ji Ataturk ra tiştekî bibêje.
Di vî warî da qanûn heye.
Ji bo parastina Xwedê û Pîxember Li Tirkiyê qanûn tuneye, lê ji bo parastina Ataturk qanûn heye.
Dahîre, mal, dikan û dera risim û heykêlê Ataturk lê tunebe tuneye.
Ma ev ne faşîzim e?
Faşîzim, giraniyeke pir mezin dide nîjad û nasnameyeke netewî ya pir xurt. Loma jî Ataurtk gotiye, ”tirkek bedîlî hemû cîhanê ye” û ”çi bextewariye ji bo wî kesê ku ji xwe bibêje ez tirk im.”
Vana hemû tezahurên îdeolojiyeke neînsanî, nîjadperest û faşîst e.
Jixwe faşîzim, nasyonalîzmeke pir zêde ye.
Îcar li Tirkiyê gotina zêde hindik e, erebeya ala tirk ne pêve tê şewitandin, dikana ala tirk û rismê Ataturk ne pê da marûzî êrîşê dibe.
Ma çi ferqa van kirinan ji yên dema naziyan heye?
Naziyan jî eynî wisa dikirin, her kesê ku ala naziyan hil neda û rismê Fuhrer bi sînga xwe ve nekira dijminê miletê alman bû û dibê ji ortê bihata rakirin.
Ma nuha tiştê li hember kurdan tên kirin ne eynî tişt e?
Ji ber ku rozeta Ataturk ne bi sîngê ve ye, ji ber ku li straneke kurdî gihdarî dike, ji ber ku di telefonê da bi daya xwe ra bi kurdî dipeyive ma her roj kurd nayên lînckirin?
Heger ev ne faşîzm e wê demê faşîzim çi ye?
Faşîzim rejîmeke totalîter, mîlîtarîst, antî komînîst e, antî lîberal, antî dokratîk e. Bêyî nasnameyekê maf û heqê jiyanê nade miletekî din.
Mîlîtarîzma ev 86 sal in li Tirkiyê heye li tu welatekî din tuneye, ancax di rejîmên faşîst da leşker dikanin hewqasî serdest bin.
Yanî bi kurtî, kirinên Ataturk yên di dema Serîhildan Şêx Seîd û Dêrisimê da faşîzim bû û rejîma kemalîst jî rejîmeke faşîst e.
Oymen, di hevpeyvîna xwe da tiştekî din jî eşkere kiriye, gotiye:
”Ji bo ku em kesî neêşînin tiştên em pê dizanin em nabêjin, ji xwe ra vedişêrin. Ji bo ku em kesî rencîde nekin, em dîrokê tevnadin.
Camêr çi çavê diya xwe ye, him rastiyê vedişêre û him jî pê pesnê xwe dide. Oymen tiştê dizane nabêje, ji ber ku naxwze kurd şiyar bibin, kurd û elewî bizanibin ku Ataturk çi aniya serê bav û kalên wan.
Oymen dizane bêhemdî çewtiyeke pir mezin kir û xwe da dest, nêta xwe ya rastîn eşkere kir.
Loma jî dibêje ”em vê defterê bigrin”, zêde tevranedin.
Na, bîlekis dibê em vê defterê baş tevradin û baş eşkere bikin, dibê hemû kurd bizanibin ku di vê defterê da çi sûcên Ataturk û rejîma wî hene.
Di rojên pêşî da elewî bêdeng man, lê nuha li gelek bajaran hêdî hêdî dengê xwe bilind dikin.
Lê elewiyên mebûs û yên di îdareya partiyê da hîn bêdeng in, hî neweêrin dengê xwe bikin.
Kemal Kiliçdaroglu di serî da ji Oymen ra li çepikan xist, dûra îstifa wî xwest û nuha jî newêre dengê xwe bike, xwe ji çapemeniyê vedişêre.
Fena ku çûcek kirbe…
Kiliçdaroglu jî dizane ku Di nava CHP-ê da Onur Oymen tenê wisa nafikire, hemû partî wisa difikire.
Jixwe di serî da Baykal, hemû îdareya partiyê piştgiriyê dide dîtinên Oymen û wî diparêzin.
Baykal, do li meclîsê di civîna gurûba partiyê da ket milê Oymen û pê ra risim kişand, yanî nîşan da ku ew bi Oymen ra ye û rexneya Kemal Kiliçdaroglu û elewiayn qebûl nake.
Loma jî tiştê ji Kiliçdaroglu û ji elewiyan ra maye dibê ew îstifa bikin, CHP partiyeke faşîst e, serokên wê faşîst in û bi îstîfa Oymen paqij nabe.
Lê diyar e hîn jî destê elewiyên mej i CHP-ê nabe, naxwazin qatilên xwe yê rastîn nas bikin, naxwazin qebûl bikin ku qetlîama Dêrsimê bi emirê Ataturk hatiye kirin.
Lê rastî tahl be jî ev e, heger Oymen faşîst be, wê demê Ataturk ji wî faşîsttir e, ji wî xerabtir e.
Ji ber ku Ataturk faşîzim îcra kiriye, Oymen tenê diparêze.
Loma jî kesê ku carê li dijî gotinên Oymen be, di sed carî li dijî Ataturk û îdeolojiya wî be.
Li ser siyaseta Ataturk ya durû û oportunîst Taha Akyol, di hevpeyvîna xwe ya îro ya rojnameya Tarafê da ji Neşe Duzel ra dibêje, ”di dema micadeleya netewî da Ataturk gotiye, ”qanûna me ya bingehî, Quran e.”
Û di dema şerê Lîbyayê da jî ji Padîşah Vahdetîn ra gotiye, ”Ez hesretiyê ruyê xwe di toza sola we bidim.”
Belê, yanî mêrik li gor şertan hereket kiriye, tu pirensîbekî wî yê îdeolojîk û exlaqî tunebûye.
Jê ra çawa bi feydebûye wisa kiriye, dema hewce bûye , partiya komunîst avakiriye û dema hewce bûye gotiye, ”qanûna me ya bingehî, Quran e.” û ”ji bo ku me rîayetî emrên Xwedê nekir em paşda man…”
Dema zeîf bû name ji serok û mezinên kurdan ra şand, çû destên wan maçî kir, lê piştî ku girêka xwe bi pişt xist serê wan jê kir, dest bi qetlîaman kir.

17 november 2009

Artêşa tirk dewleteke îlegal e

Belasebeb nav lê nekirine ”dewleta kûr”, bi rastî jî artêş dewleteke "kûr" e û pir kûr û dûr jî dixebite, weke axtapotê destê xwe avêtiye ji her derê da.
Li kêlek dewleta resmî û legel, generalan dewleteke îlegal(neqanûnî)avakirine û bi vê dewleta ”kûr” û îlegal şikil dane civatê û însanan.
Ji kovar, rojname, telewîzyon, malperan bigre heta bi radyoyên mehelî, mêrikan dest avêtina her derê û hemû îmkan û wasiteyan.
Berî çendakî derket ku 43 malperên girêdayî artêşê hene. Û ev malper bi emir û dîrektîfên artêşê li hember kurdan û hêzên îslamî şerekî psîkolojîk dimeşînin.
Nuha jî derket ortê ku li gel van 43 malperên înternetê, li Kurdistanê û Tirkiyê tam 24 radyoyên leşkeran jî hene û ew jî weke malperên wan, bi navên cuda weşanê dikin û şerê psîkolojîk dimeşînin.
Li gor hin belgeyên nuh ketine destê dozgerê doza Ergenekonê, 5 radyoyên girêdayî serekerkaniyê, 12 radyoyên girêdayî hêzên bejayîyê, 3 radyoyên girêdayî hêzên deryayî, 3 radyoyên girêdayî cendirmeyan û 1 jî girêdayî hêzên ewlekariya sînoran e.
Yanî li ser hev, tam 24 radyoyên girêdayî artêşê li Kurdistan û Tirkiyê bi navên cuda weşanê dikin di faalîyetê da ne.
Û ne ev tenê jî, bêyî van 24 radyoyan, li Anqerê, Stenbolê, Xarpêtê, Diyarbekrê û Afganîstanê 5 radyoyên artêşê yên mobîl jî hene û ew jî weşanê dikin.
Yekî nizanibe ewê bibêje radyoya ”Diyar” radyoyeke mehelî ye û ji alî kesên sivîl ve tê meşandin. Lê wek tê dîtin nav, ”maske” ye xapandinê ye, di rastiyê da ji alî leşkeran ve hatiye avakirin û di çarçeweya programa wan da weşanê dike.
Û ev babet radyo mêrikan li seranserê Kurdistanê çêkirine û pê propagandeya xwe dikin.
Dibe ku berî nuha jî li hin deran kurdan ji van radyoyan şik kirine û texmîn kirine ku ew yên artêşê ne.
Lê bi vê belgeya ketiye destê dadgehê, êdî mesele ji texmîn û îdîayê derketiye, bûye rastiyeke bi belge û delîl.
Kesên di van radyoyan da dixebitin jî bêguman merivên artêşê û pir xerab in, baş bû ku kurd ew jî nas kirin.

24 radyoyên artêşê ev in:
Radyoya artêşê ya agahdariyên afetan(Anqere)
Diyar FM (Diyarbekir)
Guven Fm(Şirnex, Sêrt, Mêrdîn, Başûrê Kurdistanê)
Radyo Tirkiyem(Afganîstan)
Mehmetcîk FM(Kosova Prîzren)
Sumbul(Simil) FM (Culemêrg)
Dost Fm(Dêrsim-Hozat)
Tirkiyem FM (Bîngol)
Sancak FM(Bîngol-Adakli, Kîxi)
Lale Fm(Mûş, merkez, Warto, Haskoy)
Gol FM(Betlîs merkez, Tetwan)
Suphan FM(Agirî, Patnos)
Agri Dagi/Çiyayê Agirî FM(Agirî, Îdîr)
Kardelen Fm(Qan, Çaldiran)
Newroz FM(Wan, Ercîş)
Kura FM(Erdexan)
Fistik FM(Sêrt)
Poyraz FM(Kocaelî Golcuk)
Leventler FM(Mugla, Marmarîs)
Yore FM(Tokat, Amasya, Sêwas, Ordu, Tokat-Reşadiye, Topçam)
Tunç FM(Dêrsim)
Sînor FM(Culemêrg, Gever)
Sînor Ewlekarî(Îzmîr, Aydin, Manîsa)

16 november 2009

Tişt nabe, bira avis be bira dereng be...

Ev serê hefteyekêye ez li hêviyê me ku kurd bi girseyî ji CHP-ê îstîfa bikin, lê kesî nedikir.
Bi payinê ez kevzikî bûm.
Heger îro jî kurdan îstifa nekirana êdî hêvî û sebir û hedan bi min ra nedima, ezê ji qahra kurdan biteqiyama.
Tu nema bû ku ez ji derdê kurdan porê serê xwe birûçikînim, xwe gurrî bikim, bikim sodiret û rûnim…
Ji xwe sermiyan, mal û milkê min jî tenê porê min e, bêyî por hemû organên din, ji çavan bigre heta bi nigan, hemû ne temam in.
Lê şikir ji rahm û kerema Xwedê ra piştî 6 rojan nîhayet tamara xîret û namûsê di hin kurdan hilat û îro dest bi îstîfayê kirin.
Li gor çapemenî dinivîse, ji navçeya Araban a Entabê ji gundê Başpinarê 700 gunduyên elewî, biryar dane ku hemû bihev ra ji CHP-ê îstîfa bikin û herin bibin endamên AKP-ê.
Xwezî ji dêlî AKP-ê biçûyana DTP-ê, lê naçin.
Diyar e ji bo wê hîn wext lazim e.
Qey ew roj jî ewê were.
Jixwe herku şerê tirk û kurdan germ dibe, mesele ji teoriyê dadikeve praktîkê, wê demê ruyê dijmin jî hêsantir eşkere dibe.
Çimkî êdî ji gotinê bêtir kirin, îcriat li ber çavan e.
Muxtar û gunduyên Başpinarê gotine, gotinên cîgirê serokê CHP-ê Onur Oymen yên li ser Dêrsimê ew gelkî êşandine û loma jî hemû gundî ewê ji CHP-ê îstifa bikin û herin bibin endamên AKP-ê.
Gudiyên Başpinarê gotine ne ew tenê, 500 gundiyên wan yên li dervayî welêt, wan jî telefon kiriye û xwestiye ku ew îstîfa bikin.
Ev xebereke xêrê û pêşketineke pir baş e.
Heger ne xêra ehemeqiyên dijmin be em neyarên xwe zû bi zû nas nakin, xêra çewtiyên wan, em carnan bi xwe dihesin.
Bêguman îstîfa 700 kesî baş e lê têr nake, pir û pir hindik e, dibê heta nuha bi hezaran kesî îstifa kiribûna.
Bi taybetî jî dibê li Dêrsimê û hin bajarên weke Meraşê, Sêwasê, Erzinganê, Meletyê û li Stenbolê bi hezaran însan jê veqetiyana.
Li van bajaran dibê kurdên elewî bi girseyî îstîfa bikin û tabeleyên partiyê daxînin xwar.
Li 3-4 ciyan partî were girtin weke sembolîk gelkî girîng e.
Dibê kurd vê fersendê ji dest xwe bernedin, vê atmosfera germ bûye sar nekin û bûyerê nedin ji bîrkirin.
Dibêjin Kemal Kiliçdaroglu efendî û serokê CHP-ê yê Stenbolê Gursel Tekîn jî şêla xwe guherandine û xwestine ku Oymen tavilê ji partiyê îstîfa bike.
Esas îstifakirin pir negirîng e, dibê kurd tiştekî wiha nexwazin.
Îstîfa Oymen, dîtin û siyaseta CHP-ê naguhere. Ev dîtin ne ya Oymen tenê ye, Baykal jî û hemû birêvebirên CHP-ê jî wisa difikirin.
Lê vê dîtina xwe li her derê nadin der.
Yanî îstifa Oymen tu feydeyê nade kurdan, ji dêlî wê, dibê kurd îstifa bikin, dibê ji kurdên endam ev were xwestin.
Ma Kiliçdaroglu nizane ku CHP partiyeke kemalîst e û kemalîzim jî înkar, îmha û tunekirina miletê kurd e.
Li ser banga Kiliçdaroglu ya li Dêrsimê, Oymen gotiye:
”Piştî axaftina min ya meclîsê yê herî bêtir ji min ra li çepikan xist Kiliçdaroglu bû. Vêga çima tiştekî wisa dixwaze min fêm nekir.”
Esas tiştekî neyê fêmkirin li ortê tuneye.
Dema li çepikan xist jî ne samîmî û ne ji dil bû û nuha dema îstifayê dixwaze jî ne samîmî û ne ji dil e.
Çimkî şelaf(dalkavuk)e, karê wî ev e.
Piştî beyana Kiliçdaroglu û Gursel Tekîn, peyivdarê CHP-ê Mustafa Ozyurek îro beyanek nivîskî da û li gotinên Oymen xwedî derket, rexne li beyana Kiliçdaroglu û Gursel Tekîn girt û Oymen parast,
Yanî mêrikan kemalîst in û ne mimkûn e ku kemalîzmê û qetlîamên Mustefa Kemal yên li hember kurdan kiriye neparêzin.
Heger serokên CHP-ê li dijî qetlîamên dema serêhildana Şêx Seîd û Dêrsimê derkevin wê demê divê dev ji kemalîzmê berdin.
Ji xwe yê kurd xistine vî halî Mustafa Kemal bi xwe ye. Wî, îdeolojî, siyaset û teoriya bindestiya kurdan çêkiriye, Oymen mirîdê wî ye.

15 november 2009

Heta em kurd ev kurd bin dijmin ewê tim biwêribe viya bîne serê me

Di ser beyana cîgirê CHP-ê Onur Oymen ra tam pênc roj derbas bûn lê bi qasî ku min taqîb kiriye hîn yek kurdî ji ji CHP-ê îstifa nekiriye.
En bûyer bi serê xwe tiştekî pir seyr û balkêş e.
Erê li vir û li wir, hin komeleyên elewiyan, hin endamên DTP-ê Oymen û CHP-ê protesto dikin.
Û îro jî Platforma Demokrasiyê ya Amedê bi civîneke çapemeniyê gotinên Oymen şermezar kir û xwest ku rêveberên rêxistinên Kurdistanê û kesên demokrat ji CHP-ê veqetin.
Lê heta nuha Dêrsim di serî da hîn li yek bajarekî Kurdistanê û Tirkiyê yek kesî jî ji CHP-ê îstîfa nekiriye.
Heger kurd xwedî şuûrekî netewî bûna, hestên netewî li ba wan xurt bûye dibê heta nuha bi dehhezaran kes ji CHP-ê veqetiyabûna.
Lê mixabin ne li Dêrsimê û ne jî li bajarekî din hûn tu kurdekî ev reaksiyon nîşan nedaye.
Li gor tê gotin piraniya elewiyên kurd rayên xwe didin CHP-ê. Tenê li Stenbolê li dora 80 hezar kurdên Dêrsimê hene û ji sedî 80-ê wan jî di hilbijartina belediyê da rayên xwe dane Kemal Kiliçdarogluyê ku ji gotinên Onur Oymen ra li çepikan xistibû.
Lê yek kesî jî hîn ji CHP-ê îstîfa nekiriye.
Ev jî nîşan dide ku destê kurdan zû bi zû ji celadên wan nabe.
Ji xwe sebebê ku Oymen diwêre li hember me wiha bêperwa bipeyive jî ev zeîfiya şuûra me ya netewî ye.
Heger em miletekî temam bûna, me zanîbûya dost û dijminên xwe ji hev bigeranda Oymen û kesên weke wî ewê wiha nepeyiviyana, ewê hesab ji me bikirana.
Lê mêrikan dibînin ku çi bibêjin û çi bikin jî em ji wan qut nabin, lema jî diwêrin wisa bêtirs bipeyivin.

Berê digotin yasax e, wa ye yasax jî rabû, heger ne derew e de kerem kin...
Biryara RTUK-ê(Dezgeha radyo û telewîzyonê) ya ku rê li ber weşanên bi zimanên cuda vedike, di Rojnameya Fermî da hate weşandin.
Li gorî qanûna hatiye qebûlkirin, ji îro û pê va televîzyon û radyo êdî ewê kanibin 24 saetan bi kurdî weşanê bikin.
Yanî ji nuha û pê va êdî li hember weşana bi zimanê kurdî tu astengên qanûnî neman, kesê ku bixwaze ewê bikanibe di radyo û telewîzyona da 24 saetan weşanê bi zimê kurdî bike.
Dîsa bi vê qanûnê, di weşanên telewîzyonê da teksta tirkî ya binnivîs û vergerandin jî hate rakirin.
Li gor vê qanûna nuh, di televizyon û radyoyan da rê li ber bernameyên perwerdeya zimanê kurdî jî hate vekirin.
Dibêjin şar dûr e, ma mişar jî dûr e?
Berê digotin weşana bi kurdî ”qedexe” ye, waye qedexe jî rabû. Êdî kesê bixwaze dikane kanaleke kurdî veke û 24 saetan qeşanê bi kurdî bike.
Kesên xwedî hêz û xwedî pere, kerem bikin bi dehan radyo û telewîzyonên kurdî vekin û pera qezenc bikin û di vê nabênê da bira feyddeya we bigihîje ziman û edebiyata miletê we jî.
Weke gelek caran, ez bawer dikim ku PKK ewê îcar jî berî her kesî dest pê bike.
Ev îş wiha ye, dibê meriv jîr be û destê xwe zû bigre…
Di rojên pêş da emê bibînin hela ka kurd çuqasî jîr kurdperwer in…

Şivan Perwer: Heta ku mesela kurd çareser nebe bira hatina min nepên

Dengêbêja kurdan yê bi nav û deng Şivan Perwer, li Almanya li bajarê Bonê di kokteyla weqfa xwe da gotiye, heta ku mesela kurd neyê çareserkirin ewê venegere Tirkiyê.
Ez bawer dikim xwestiye bibêje Kurdistan, lê qey bêhemdî wer ji devê wî derketiye.
Çimkî Tirkiye ne welatê wî ye, ma ewê here Tirkiyê çi bike?
Axir çawa be jî şertê vegera hemşeriyê min pir giran e, ew weke hin kurdan wisa bi tiştmiştên biçûk, bi efû mefuyan venagere.
Esas hemşeriyê min bersîveke baş daye ”gaziya” Erdogan û berpirsiyarên dewleta tirk…
Heger bi rastî jî hûn(tirk) dixwazin ez vegerim, wê demê mafê miletê kurd bidin û ez jî vegerim welatê xwe û azad bijîm…
Lê li gel vê daxwaza xwe ya bi heq, hemşeriyê min negotiye ew çareseriyeke çawa dixwaze?
Gelo ji ”helkirina mesela kurd”, qesta wî Kurdistaneke serbixwe ye, azadiya Ocalan e, ”komara demokratîk” e ya jî tiştekî din e?
Gelo heta kîjan nebe ewê venegere?
Yanî bersîveke xweş e, lê belê şertekî pir giran e, tirsa min ew e ku tirk qebûl nekin…
Heger ji ”çareseriyê” qest ”serxwebûn ya jî federasyon be, weleh wê gavê di demeke nêzîk da vegera wî hinekî zahmet e.
Li gor baweriya min jî dibê meriv xwe hinekî giran bike û bi tawîz mawîzên pir biçûk razî nebe, tiştên zêdetir û mezintir bixwaze.
Lê ne ku bi bi carê da ”serxwebûn û federasyonê” bike şertê vegera xwe. Ez dibêjim meriv bin hin tiştên îro ”mimkûntir” dest pê bike ewê çîtir be.
Şivan Perwer di axaftina xwe da gotiye ”ez naxwazim wek turîstekî herim Tirkiyê” û dûra jî şertê vegera xwe wisa aniye zimên:
”Ez naxwazim tenê wek turîstekî herim Tirkiyê. Li ortê realîteyek heye. Heta ku ev mesele çareser nebe ez venagerim. A nuha nikanin tehamulî strana min ya ”Kî ne em” bikin. Herkes ji min vegera min dixwaze. Tu gelşeke min ya nevegerê tuneye. Ez jî dixwazim vegerim. Ez hazirim vegerim. Lê belê heta ku mesela kurd neyê helkirin dibê ne li bende vegera min bin. Em weke gel, kê destê aştiyê dirêjî me kiribe, me bêtir destek daye wan. Wek gel, em gelkî azadiyê dixwazin, heger me azadî nexwesta em nedihatin van rojan.”
Weleh gelek serok û siyasetmedarên kurd yên ku berê hedef û programa wan Kurdistaneke serbixwe bû, ji zûda ye dev ji wan armancên xwe berdane, nabêjin “heta mesela çareser nebe em venagerin.” û
Bi piranî weke turîstan diçin û tên û qîma xwe bi vê destûrê tînin, şertekî wek yê hemşeriyê min nadin pêş.
Xwedê kir ku yek ji me derket û şertekî wiah giran da ber dewleta tirk.
Ya meselê hel bikin, ya jî ez venagerim...
Lê baş e, qenebe waye yek ji me derketiye dibêje, heger bi rastî hûn dixwazin hunermend û ronakbîrên kurd vegerin welatê xwe, dibê hûn “mesela kurd çareser bikin.”
Lê li gel vê jî bi ya min meriv şertên xwe eşkere û zelaltir bike baştir e, wê demê belkî hinkên din jî wan daxwazan bikin şertên vegera xwe...

14 november 2009

Do di meclîsa Tirkiyê da rojeke dîrokî bû...

Do li meclîsa Tirkiyê li ser mesela kurd rûniştineke dîrokî pêk hat.
Ji avabûna Komara Tirkiyê û vir da ye ev cara pêşîye ku mesela kurd di rûniştineke taybet da bi navê wê hate minaqeşekirin.
Bêguman ji bo kurdan ev yek serkeftineke baş e û dibê parlamenterên kurd vê serkeftina xwe berfirehtir bikin.
Dewleta tirk ev 86 sal in ku li hember miletê kurd siyaseteke înkar, îmha û asîmîlekirinê dimeşîne.
Lê kurdan bi xebat û têkoşîna xwe ya bênabên û bi israr nîşan dan ku ew weke miletên din teslîm nabin û nabin tirk.
Dewletê, heta nuha nedixwest hebûna mesela kurd qebûl bike û loma jî navê ”gelşa kurd, mesela kurd” nedigirt devê xwe.
Birêvebirên dewletê digotin, meseleyeke bi navê ”problema kurd” tuneye, problem aborî ye, problema paşdamayina herêmekê ye.
Lê miletê kurd bi xebat û têkoşîna xwe ya van 30 salên dawî(helbet di vir da rola esasî ya PKK-ê ye)dewlet mecbûr kir ku mesela kurd qebûl bike û li riyên çareseriyê bigere.
Di vê çarçewê da minaqeşeyên do li meclîsê bûn têkçûna siyaseta dewleta tirk ya înkarê û serkeftian miletê kurd e.
Loma jî meriv dikane bibêje ku ji bo kurdan do, rojeke dîrokî û serkeftineke mezin e.
Piştî axaftinên mebûsên kurd yên meclîsa yekê(1920-1923)yên derbarê sînorên Mîsakî Millî û devjêberdanan Mûsilê, ev cara pêşî ye ku mebûsên kurd di meclîsa Tirkiyê da li ser mesela kurd dipeyivin.
Ji ber vê yekê ye ku serokê MHP-ê Bahçelî, di axaftina xwe da bal kişnadiye ser vê yekê û gotiye:
”Di dîroka 89 salan ya parlamentoyê de ev roj rojeke herî bêsiûd e. Emê îro li vir çi nîqaş bikin? Emê awayê perçebûyînê nîqaş bikin? Emê awayê parvekirina dewleta xwe nîqaş bikin? Emê awayê teslîmkirina axa xwe nîqaş bikin?”
Bahçelî rast dibêje, dibê mebûsên DTP-ê, ji axaftinên mebûsê Betlîsê Yûsûf Ziya Beg û mebûsên kurd yên din yên di meclîsa yekem da ku li ser perçebûna Kurdistanê kiribûn nimûne bidana û bigotana we do jî li kurdan neheqî kir û hûn îro jî dikin.
Do îmkana min tunebû ku ez li hemû axaftinên di meclîsê da li ser navê partiyan hatin kirin guhdarî bikim.
Lê bi qasî ku min di çapemeniyê da taqîb kir,wezîrê hundur Beşîr Atalay û Omer Çelîk tiştekî nuh negotine, tiştên heta nuha gotine dubare kirine.
Hal bû hêviya herkesî ew bû ku di vê civîna taybet da hukûmet tiştekî nuh bibêje.
Axaftina serokê DTP-ê ne xerab bû lê zeîf bû, di rojeke wiha da dibê axaftineke hîn dîrokîtir bihata kirin.
Dil dixwest ku di şûna Ahmet Turk da, xatibekî hîn baştir, hîn zanatir, hîn cesûrtir derketa ser wê kursiyê û ji dêlî berger û heyran û qurbanê, derew, sûc û cirmên Komara Tirkiyê yên 86 salan li hember kurdan kiriye yek bi yek raxista ber çavan û dewlet mahkûm bikira.
Mesela kurd li Tirkiyê ewê çareser bibe, dewleta çibike jî pere nake, weke her miletî kurdê jî bigihîjin maf û azadiya xwe.
Lê dîtina wê rojê zûtir ya jî derengtir di destê xebat û jîriya siyasetmedarên kurdan da ye.
DTP çiqasî bi serê xwe be û siyaseta wê jî ji alî kesên erbab ve were maşandin dîtina wê rojê ewê hewqasî nêzîktir bibe.
Û eksê wê jî ewê derengtir bixîne.

12 november 2009

Onur Oymen dibêje Ataturk li Dêrsimê çi kir dibê em jî îro wiya bikin

Axaftina cîgirê serokê CHP-ê Onur Oymenê faşîst ya ku du roj berê di meclîsê da kir bû sedemê protesto û reaqsiyonên mezin.
Ev cara pêşî ye ku kurd û hin nivîskarên tirk yên demokrat bi tundî li dijî van gotinên Oymen ku li hember kurdan qetlîameke nuh diparêze derdikevin.
Onur Oymen li ser anvê CHP-ê, pêr li meclîsê li ser pakêta hukûmetê ya ”çareserkirina mesela kurd” peyivî û ji dêlî dana mafê kurdan, qetlîamên wek yên dema Serîhildana Şêx Seîd û Dêrsimê pêşniyarî hukûmetê kir.
Oymen di axaftina xwe da got:
“Ma di Serîhildana Şêx Seîd û ya li Dêrsimê da dayik negiriyan? Ma kesî got ji bo ku dayik negirîn bira têkoşîn were rawestandin?”
Yanî qetlîamên dema Ataturk dibê dewlet îro jî dubare bike.
Onur Oymen jî weke serokê xwe Denîz Baykal, li dijî muzakereya bi kurdan ra ye, li dijî her babet dana mafê kurda ye.
Loma jî Oymen, di axftina xwe da kirinên Ataturk weke nimûne nîşan dide û dibêje, “Ataturk muzakere nekir, çi pêwîst bû ew kir.”
Wek tê dîtin Oymen, çareseriyê di îmha û kuştina kurdan dibîne, dibêje Aturk jî wiha kir û dibê em jî eynî tiştî bikin.
Bêguman kesên li Tirkiyê, di nava CHP-ê û MHP-ê û artêşê da wisa difikirin pir in, bi sedhezaran tirk wisa difikirin.
Ji xwe civat wisa nefirkiya Oymen newêrîbû wisa bigota, ew hêz û cesareta xwe ji partiya xwe, ji civatê û ji artêşê digre.
Dibê em vê yekê baş bizanibin.
Ev yek....
Li hember van gotinên Oymen, protesto û reaksiyona kurdan gelkî baş e û dibê dom bikin, berfirehtir bikin.
Ya din jî dibê van gotinên Oymen, hişê kurdan û bi taybetî jî yên elewiyan bîne serê wan û bizanibin ku ew bi hevaltiya CHP-ê ra şaşiyeke çuqasî mezin dikin.
Ew rayên xwe didin qatilên xwe û canawaran ku rojekê werin ser hukim ewê jî weke Ataturk dest bi qetlîamnên mezin bikin.
Û mêrikan vê nêta xwe jî vekirî dibêjin.
Lê li alî din tiştê Oymen gotiye rast e, bi rastî jî Ataturk û rejîma kemalîst qet guh neda hêsirên çavên dayikên kurd, li hember gazî û hawara zarokên kurd qet merhamet nîşan nedan, heta ji destê wan hat, kuştin, kuştin û kuştin…
Dibê kurd û bi taybetî jî elewî vê rastiyê jî jibîrnekin...
Li gor gotina helbestvanê tirk Necip Fazıl Kisakurek, li Dêrsimê dewletê bi kêmanî 50 hezar kurd kuştin.
Wezîrê kevn yê derva İhsan Sabrî Çaglayangil di bîranînên xwe da dibêje, ”Ji heft saliyan bigre heta bi heftê saliyan me hemû şerjêkirin. Yên xwe di şikeftan da veşartibûn jî me bi bombeyên jahrî weke mişkan hemû jahrdadayî kirin.”
Geliyê Zîlan bi rojan xwîn herikî.
Li Dêrsimê kevir li ser kevir nehîştin….
Oymen ev rastî di meclîsê da aniye zimên û dixwaze ku ew jî weke Ataturk eynî qetlîaman bikin.
Di van gotinên wî da tu xîlaf tuneye.
Sosireta herî meizn, dema Oymen wiha peyivîye, Kemal Kiliçdarogluyê Dêrsimî, kurd û elewî jê ra li çepikan xistiye.
Dibê kurd û elewî ne tenê CHP-ê, Oymen, lê vî rezîlê ku ruhê xwe firotiye dijmin jî baş nas bikin.
Di ser gotinên Oymen ra 3 roj derbas bûne lê serokê CHP-ê Baykal hîn di vî warî da tiştek negotiye, hîn li dij van gotinên Oymen derneketiye.
Esas heger derkeve jî derew û sextekariye, çimkî wî jî ji van gotinên Oymen ra li çepikan xistibû.
Dîtina Oymen û ya partiya wî ev e, em nikanin bi zor biguherînin. Yanî em nikanin bi wan lê dibê em kanibin bi xwe.
Dibê ji îro û pê va CHP li Kurdistanê nemîne, dibê hemû kurd û elewî di zûtirîn wext da ji CHP-ê îstîfa bikin.
Jixwe pir ecêb e ku heta nuha kesên mîna Sînan Yerlîkaya û bi hezaran elewiyên din hîn îstîfa nekirine.
Ez nizanim hîn li bende çi ne?

11 november 2009

Kurd rojekê hesabê van cînayetan ewê ji rejîma melayên Îranê jî bipirsin

Li gor nûçeya malperên Avesta û Kurdistan Postê, gerîllayê PJAK-ê Îhsan Fetehiyan, berbanga vê sibehê ji alî rejîma Îranê ya melayên destbixweîn va li bajarê Sine hate îdamkirin.
Ev çend roj bûn Îhsan Fetehiyanê gerîllayê PJAK-ê li zindana Sine di hucreyekê da li bende înfazê bû.
Malbata Fetehiyan, dost û hevalên wî ji serê rojan ye bi şev û roj li ber deriyê zindanê ev biryara rejîma Îslamî ya hovane protesto dikirin.
Li dervayî welêt, li gelek welatên Ewrûpayê jî ji bo azadkirina Fetehiyan kurdan meş û çalakiyên çûr be cûr çêdikirin.
Lê rejîma melayên Îranê ya qatil, guh neda protestoyên rêxistinên mafê mirovan, yên malbat û dost û hevalên Fetehiyan û vê sibehê kindira bi rûn xistin hustuyê xortê canfîda û bi ew bidarde kirin, rejîma dîktator bû qatilê kurdekî din yê qehreman û evîndarê azadiya kurd û Kurdistanê.
Rejîma melayên destbixwîn di qetilkirin kurdan da pir comerd hereket dike, hercara ku fersend dikeve dest, îdamê dide keç û xortên kurd yên gernas û ziravpiling û sûcên xwe girantir dikin.
Miletê kurd çawa ku hesabê enfal û qetlîamên li hember xwe ji Seddam û hevalbendên wî pirsî, rojekê were ewê hesabê şehedadeta Fetehiyan, Qasimlo, Şerefkendî û bi hezaran şehîdên din ji rejîma meleyan jî bipirse.
Miletê kurd ewê tu carî van cînayetên rejîma Îranê ji bîr neke, zû dereng mele ewê hesebê van cînayetên xwe bidin.
Rejîma Îranê heta nuha bi kêmasî cezayê îdamê daye 17 gerîllayên kurd. Li gor nûçeya Kurdistan Postê, bi îdama Fetehiyan ra hejmara kesên îsal hatine îdamkirin derket 266 kesan.
Lê texmîn ew e ku reqema rastîn ji vê hejmarê gelkî zêdetir e.
Gelê kurd ev nêzî 200 salan e ku dara azadiyê bi xwîn û xwîdana xwe av dide.
Yek buhost axa Kurdistanê tuneye ku kurdan xwîna li nerijandibe, yek çem û rûbarekî Kurdistanê tuneye ku xwîna keç û xortên kurd yên canfîda û gernas tevê neherikî be…
Ji bo azadî û serxwebûna xwe miletê kurd heta nuha gelek şehîd daye, gelek eziyet û cefa kişandiye.
Dijminên xwînxwar li Îranê, li Tirkiyê û li Îraqê heta nuha gelek caran serok û mêrxasên kurdan kişandine ber darê sêpiyê û kindara zulmê û barbariyê xistine hustuyê wan.
Lê kurdan tu carî serê xwe li hember van zalim û celadan netewandiye û dev ji têkoşîna xwe bernedane.
Bi şehadeta Îhsan Fetehiyan, bêguman ezm û biryardariya kurdan ya têkoşînê ewê xurttir û kîn û nefreta li hember zaliman jî ewê zêdeir bibe.
Xwîna gernasê kurd Îhsan Fetehiyan ewê bexçeyê Kurdistana azad rengîntir bike…

10 november 2009

Qey rojekê ewê dora me jî were...

Du roj berê Serokerkaniya Tirk di brîfîngekê da qebûl kir ku serekerkanîyê li dora 430 malperên înternetê fîş kiriye û ji bo meşandina şerê psîkolojîk jî 42 malper vekirine.
Lê dûra gotin, ev yek di sala 2000-î da bi îzin û destûra hukûmeta Bulent Ecevît bûye, wan bi serê xwe nekiriye.
Hukûmetê do tavilê bersîva vê îdîaya serokekaniyê da û got ew destûr di sala 2007-an da bi qanûna jimara 5651-ê hatiye betalkirin û serokerkanî jî vê yekê baş dizane.
Yanî tiştê heta nuha serekerkaniyê kiriye him bêqanûnîye û him jî haya hukûmetê jê tuneye.
Çapemeniya kurd qala bûyera fîşkirina malperên înternetê kir, lê kes qet li ser 42 malperên(sîteyên)serekerkaniyê yên ku ji bo şerê psîkolojîk hatine avakrin nesekinî.
Di destpêkê da hat gotin ku serekerkanî 430 malperên înternêtê ku piraniya van yên kurdan e fîş kirine û taqîb dikin.
Lê dûra derket ortê ku bêyî van malperan, serekerkaniyê 42 malperên bi navên cuda vekirine û bi riya van melperan li hember kurdan û hêzên îslamî şerekî psîkolojîk didn meşandin.
Ev yek gelkî girîng e. Dibê kurd biçin ser vê meselê û heger mimkûn be van malperan derxin, eşkere bikin.
Ji ber gelek malperên heta nuha wek yên nîjadperest û faşîstan dihatin zanîn bi îhtîmaleke mezin yên artêşê ne û ji alî serekerkaniyê va tên îdarekrin.
Wek numûne, malpera ”TURK SOLU” ku heroj neyartiya kurdan dike, dikane ya serekerkaniyê be.
Dibê hêzên kurd yên siyasî û çapemeniya kurd here ser vê meselê û koka wê derxe.
Çimkî ev 42 malper, li Tirkiyê li hember kurdan heroj tahrîk û prowakasyonên mezin dikin, milet li hember kurdan pîj dikin û jahriya nîjadperestiyê di nava tirkan da belav dikin.

Dîwarê Berlînê û sînorên Kurdistanê
Ev du roj in bîstemîn salvegera hilweşandina dîwarê Berlînê ji alî sedhezaran ve bi meş, civîn û şahiyên pir mezin tê pîrozkirin.
Di çarçeweya pîrozbahiyan da dîwarê ji hezar perçeyên weke domînoyê pêkhatî
careke din hate hilweşandin û bi vî rengî mesaja aştiyê ji dinyayê ra hate dayin.
Li dora 30 serokên dewlet û hukûmetan bi çendsed zarokî ra ji deriyê Brandenburgê ji aliyê rojava derbasî aliyê rojhilat bûn.
Serokwezîra Almanya Angela merkel, di axftina xwe da got:
”Îro rojeke Almanya ya gelkî bisiûd bû. Dîwarê ku gelek, parzemînek ji hev qetandibû 20 sal berê hilweşiyabû. Ji bo min rokeke herî bextewar bû. Dîwarê ku du dinya ji hev veqetandibû hilweşiyabû, şerê sar qediyabû.”
Dema di telewîzyonê da min li merasima pîrozbahiyê, axaftinên berpirsiyar û serokên dewletan û şiroveyên nûçegîhanan(peyamnêran)guhdarî dikir ez ketim derya xem û xeyalan û min rojeke wiha ji bo me kurdên bakur jî xeyal kir.
Dîwarê Berlînê herewere 28 salan li ber xwe da, tenê 28 salan dikanîbû bajarekî û miletekî ji hev veqetîne.
Û dema ev dîwarê bi heybet û bi nav û deng hedimî jî yek dilop xwîn nerijiya, yek gulle nehat berdan.
Bawerî, ezm û îradeya însanan ev dîwarê sunî û tirsê bi erdê ra kir yek û bi sedhezaran însan weke lehiyê di ser ra derbas bûn, dîwar kirin serad, hûrhûrî kirin.
Dîwarê ji betonê li hember îradeya gel nikanîbû zêde li ber xwe bida, zû hedimî...
Lê yê me, ev 86 sal in em dikin û nakin, em nikanin sînor û dîwarên ku em kurd, gund û bajarên me, welatê me ji hev qetandine ji ortê rakin.
Dibêjin dinya bi dor e, qey rojekê ewê dor were me jî, qey emê jî rojekê sînorên di nabêna milet û bajarên xwe da rakin, dîwarên zulmê hilweşînin û Serêkaniyê û Nisêbînê bi nîvê wan yê din ra bikin yek…


Koça mala bavê min dike here
Delal bi saetan li min zeriyê digere
Zanim lava dike ramûsanekê
Lê dike nake dev lê nagere

Qurba gelî kûr bû ez daketim
Strî hûr bûn bi nav da ketim
Ji bo sebre dila bilind firîm
Çi bikim li vê deştê nizim ketim

Mala bar kir koç bi rêket
Kewa gozel bi rex êlê ket
Hezkiriyê min diçe xerîbiyê
Dilê min heliya agir pê ket

09 november 2009

Kurdan dewleta tirk boçikî kir...

Parlamentoya Iraqê do piştî gelek minaqeşe û hevdîtinên dûr û dirêj bi 141 dengan qanûna hilbijartinê pejirand.
Bêguman ji alî parlamentoya Îraqê ve pejirandina vê qanûna hilbijartinan ji bo kurdan û prosesa siyasî ya Îraqê serkeftineke gelkî mezin e.
Bi qebûlbûna vê qanûnê ra kurdan rê li ber girtina Kerkûkê vekir. Li gor pêr, kurd îro gelkî xurttir in.
Piştî vê qanûnê, hilbijartina Kerkûkê jî ewê bi hilbijartinên Îraq û Kurdistanê ya giştî ra were pêkanîn.
Ji parlamentoya bi 275 kursîyî, 195 parlamenter tevlî dengdanê bûn û ji wan jî 141 kesan di lehê qanûnê da dengê qebûl bi kar anîn.
Di hilbijartinê da pêşniyarên parlamenterên tirkmen û ereb nehat qebûlkirin û biryar weke kurdan û mitefikên wan dixwest derbas bû.
Piştî qebûlbûna vê qanûnê, li Kerkûkê jî hilbijartin ewê bi bajarên din ra di eynî rojê da were çêkirin.
Tirkiye û tirkmen li dijî vê bûn. Wan dixwest ji bo Kerkûkê statuyeke taybet were qebûlkirin û hilbijartinên wê jî ji yên bajarên din were cudakirin.
Cepheye Kurdistanî li dijî vê pêşniyara tirkmen û ereban bû. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi daxuyaniyekê gotibû ku ewê tu carî ji bo Kerkûkê statuyeke taybet qebûl nekin.
Tirkiye bi hemû îmkanên xwe li dijî kurdan dixebitî, dixwest him statuya Kerkûkê were guhertin û him jî hilbijartina bajêr ji hilbijartinên Îraqê yên giştî were qetaqndin.
Tirkiyê, di vî warî da Emerîka û Neteweyên Yekbûyî jî îqna kirbû û anîbû pozîsyona xwe.
Heta do jî ez bi xwe gelkî reşbîn bûm, min bawer nedikir ku qanûn ewê ji meclîsê derbas bibe.
Min digot bi îhtîmaleke mezin ewê dîsa were texîr kirin.
Kurdan ji meclîsê bi derbeskirina vê qanûna hilbijartinan ra zora Tirkiyê û mitefikên wê bir.
Ji bo ku ev qanûn bi vî rengî ji meclîsê derbas nebe Tirkiyê hemnû giraniya xwe danî û çi destan hat qet texsîr nekir.
Li gor nûçeya AKnews-ê, sefîrê Tirkiyê yê Bexdayê Murat Ozçelîk, dema qanûna di meclîsê da dihat minaqeşekirin ew jî li salona parlamntoyê bûye û bi hin parlamenterên tirkmen û ereb ra ketiye danûstendinan.
Ev midaxeleyeke pir vekirî ye û dijminatiya kurdan e.
Endamê Komîsyona Karûbarên Deve yê Parlamentoya Îraqê Abdulbarî Zêbarî, li ser vê destêwerdana Tirkiyê ya vekirî dibêje, "Ev, mudaxeleya karê hundirê Iraqê ye."
Zêbarî dibêje, wan li ser navê hevpeymaniya lîsteya Kurdistanê ji wezareta hundur ya Îraqê daxwaz kirine ku li ser sebebê habûna sefîrê tirk Murat Ozçelîk ya li parlamentoya Îraqê û têkiliyên wî bi hin parlamenteran ra bersivekê bide wan.
Lê hîn tu bersîv negirtine.
Parlamenterekî din yê Kurd Raûf Osman jî dibêje, Murat Ozçelîk di dema hilbijartinan da ji bo ku Kerkûk bibe xwediyê statuyeke taybet bi hin parlamenterên îraqî ra ketiye têkliyan.
Dîsa li gor agahiyên malpera parlamentoya Îraqê, Murat Ozçelîk û serokê parlamentoya Îraqê li ser qanûna hilbijartinan û pirsa Kerkûkê çarşemiya borî hevdîtinek pêk anîne.
Ev bûyer hemû nîşan didin ku dewleta Tirk û hukûmeta AKP-ê siyaseta xwe ya li djiî kurdên başûr ya dijminatiyê hîn neguherandine.
Serok û berdevkên dewletê û AKP-ê li rû çi dibêjin bila bibêjin, lê di bin ra heta ji destê wan li dijî kurdan dixebitin û hîn jî naxwazin Kerkûk têkeve destê kurdan.
Di nivîseke xwe ya din da jî min gotibû, tirkan bi dijminatiyeke eşkere tiştek bi ser avê nexistin û têk çûn, kurdan hemû xetên wan yên sor û zer tarûmar kir.
Îcar nuha dixwazin bi siyseteke nuh, bi ”dostiyeke” derewîn vê dijminatiya xwe bi dizî û veşartî bidomînin; di bin perdeya ”naskirn û têkiliyên baş” da derba xwe li kurdan xin.
Şêl û xebatên Tirkiyê yên derbarê hilbijartinên Îraqê û Kerkûkê da îspata vê dijminatiya hukûmeta AKP-ê ye.
Kurdan bela sebeb negotiye, ”rî dibe bihost dijmin nabe dost”.
Ez jî dibêjim, ”rî dibe bihost lê tirk tu carî nabe dost…”
Bi qebûlbûna vê qanûnê ra kurdan do derbeyek baş li dewleta tirk xist, pişt xist ber, heta meriv dikane bibêje boçikî kir….

08 november 2009

Kurdiya Bayram Bozyel li Stockholmê olan da...

Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan(HAK-PAR-ê) Bayram Bozyel, do li Sotckholmê konferansek da.
Min di heqê Bozyel da gelek tiştên baş bihîstibû. Lê weke şexs ne min ew dîtibû û ne jî lê guhdarî kiribû.
Eva cara pêşî bû ku di civîneke wiha berfireh da fersend çêbû ku ez li Bayram Bozyel guhdarî bikim û di vê nabênê da li ser ningan be jî em hevûdu binasin û çend gotinan ji hev bikin.
Kurdîaxftina kurdên Swêd li welêt gelkî deng daye, çawa ku Diyarbekir bi zebeşên xwe yên mezin û belek di nava kurdan da deng daye û meşhûr e, kurdên Swêd jî bi kurdiya xwe deng vedane û meşhûr bûne.
Dema qala kurdên Swêd dibe, di serî da herkes qala axaftina wan ya bi kurdî, "pakî û delaliya" zimanê wan dike.
Vê dengvedana kurdiya kurdên Swêd, li ser kurdên welêt jî otorîte û bandoreke mezin hîştiye.
Esas rastî li Swêd jî di her warî da û di nava hemû kurdên bakur da ne li gor vî navî ye, lê reqlamê carê ciyê xwe girtiye…
Li Swêd hemû kurd bi kurdî dipeyivin û kurdiya wan wan ya herî paqij, herî rast û herî xweş e…
A ji ber vê bandorê û vî navê kurdên Swêd yê giran, gelek kurdên welêt li hember kurdên Swêd, di warê zimên da otomatîkman xwe mahcûb, şermezar, fedîkar û hinekî jî ”biçûk” dibînin.
Ev cara pêşî bû ku kurdekî ji Kurdistanê hatibû di konferansekê da ji ber ”nebaşiya kurdiyaya xwe” hustuyê xwe li hember kurdên Swêd xwar nedikir û bi psîkolojiyeke ji xwe bawer û rehet dest bi axaftinê dikir.
Piştî konferansê, di beşê pirsan da her kesî bi meth û pesnên paqijî û xweşikiya kurdiya Bozyel dest bi axaftina xwe kir.
Li hember kurdiya Bozyel têra xwe xweş û şîrîn herkes him şaş û him jî matmayî mabû.
Kurdekî welêt û di ser da jî Licî, çawa dikanîbû kurdiyeke hewqas delal bipeyive?
Kurdekî welêt, çawa dikanîbû hemû meseleyên siyasî hewqasî rehet û jixwebawer, bi kurdiyeke hewqas xweş, bêyî ku devê wî li ber hev keve û li gotinan bigere bianiya zîmên?
Vê kurdiya Bozyel û rehetiya wî ya axaftinê piraniya kurdên Swêd xistibû heyretê, loma jî herkesî halan di kurdiya wî hildida, digotin kurdiya te û ne tiştekî din…
Fena erebê çav li penêrê ter keve, herkesî di ser da can dabû, ji pesnan devê kesî nediket hev, berî her pirsê, fasiliye metha kurdiya wî bû.
Bi rastî jî kurdiya Bozyel pir û pir baş bû û di axaftina xwe da jî gelkî rehet bû, hakimê mijarê û zimên bû.
Lê ji xwe ya herî normal jî dibê ev bûya.
Serokê pariyekê dibê siyasetê û zimanê miletê xwe baş bizanibe.
Dema ji siyasetê tiştekî fêm neke û bi kurdî jî nizanibe wê demê çima dibe serokê partiyê û pêşengê tevgere kurd ya netewî?
Heger ewê ji min ji û ji kesên ji rêzê baştir ji siyasetê fêm neke, zimanê xwe jî bi qasî min nizanibe bira nebe serok û here ji xwe ra karekî din bike.
Ma we cara dîtiye, ji ber ku siyasetmedarekî swêdî ya jî tirk baş bi zimanê xwe dizane însan rabin ji ber vê yekê pesnê wan bidin?
Siyasetmedar û serokê partiyeke tirk helbet ewê bi tirkî baş bizanibe, helbet ewê xweş bipeyive, li gor însanên din, helbet ewê bêtir jîr, zana û bi kultur be, haya wî helbet ewê bêtir ji siyaseta dinyayê, Tirkiyê û ya kurdan hebe.
Ji ber ku siyaset karî wî ye û ew jî bi zimên dibe.
Ji ber ku siyasetmeddarekî tirk bi tirkiyeke rast dipeyive tirk ranabin ji ber vê yekê pesnê wî nadin û nabêjin:
-Her bijî, ji ber ku tu bi tirkî dizanî?
Ji ber ku em kurd ji tiştê herî normal mehrûm in, loma jî dema em rastî serokekî kurdîzan tên, em ji kêfan difirin, em har û dîn dibin.
Weke siyasetmedar û serokên her miletî, dibê siyasetmedar û serokên kurdan jî zimanê xwe baş bizanibin.
Ji ber ku siyaset bi zimên dibe, bi îşaretan, bi zimanê kerr û lalan nebe.
Dema siyasetmedar û serokên me bi kurdî nizanibin, dibê em normal nebînin, qebûl nekin û lê guhdarî jî nekin.
Serokekî kurd çima ewê bi kurdî nizanibe?
Dema nizane bira nebe serok, bira yê zane bibe.
Esas milet jî ne tu milet e, ew jî weke siyasetmedar û serokên xwe ji rê derketiye û tê hesabê milet jî.
Gava milet li siyasetmedar û serokê kurdînezan guhdarî neke, kitêb, rojname û kovara wî nekire, neçe civîna wî, dema ciyê wê hat rexne bike, a wê demê bazara wî ya tirkî namîne û ewê ya kurdî fêr bibe ya jî dev jê berde, kesên dizanin ewê werin dewsê.
Di sektora xizmet da bi qasî yên xizmetê pêşkêş dikin, daxwaz û standartên yên xizmetê digrin jî gelkî mihîm e.
Aşxaneya serwîseke baş nake meriv careke din naçe wê aşxanê û tewsiyeyî tu hevalê xwe jî nake.
Ji bo ku ew aşxane topê navêje ya ewê qalîteya xwarin û serwîsa xwe bilind bike ya jî ewê dawiya dawî topê bavêje û nifteyê li deriyê aşxaneya xwe xe.
Siyaset jî wihaye, dibê milet ji siyasetmedarên xwe qalîteyeke bilind bixwaze, dibê zimanê kurdî şert bibîne, dibê serok xatibekî baş be.
Çawa ku meriv otoboza xwe teslîmî mawînekî nuh nake, her wisa dibê meriv serokatiya partiyekê jî teslîmî merivekî nezan, tifil û kurdînezan neke...
Di civîna Bayram Bozyel da du afîşên amblema partiyê yên bi tirkî(Hak ve Ozgurlukler Partisi) li panoya pişt masê xistibûn.
Partiya Maf û Azadiyan(HAK-PAR), partiyeke kurdan e, serokê wê kurd e û di civîneke ji sedîsedê wê kurd da qala siyaseta partiya xwe dike.
Di civînê da ne tenê kurdên Tirkiyê, kurdên Îraqê, Sûriyê, û Îranê jî hene, lê afîşê nav û amblema partiyê bi tirkî ye.
Em ferz bikin ku di civîneke partiyeke kurdên Sûrî da plaket û bandrol ne bi kurdî lê bi erebî bin, gelo em kurdên tirkiyê emê çi bibêjin û çi reaksiyonê nîşan bidin?
Di orta civînê da min çû ev rexneya xwe ji berpirsiyarê li kêlek Bozyel rûniştibû ra got, min got çima we teksteke bi kurdî jî bi darda nekiriye?
Birader got qey tuneyebûye, ya jî bîr nebirine...
Lê pir girîng nedît…
Halbû ev pir girîng bû, ya naormal dibê me, milet ew nav û amblema tirkî tenê qebûl nekira, ya kurdî jî bixwesta, heger tunebûya bira ew jî rakirana.
Lê kesî midaxele nekir û midaxeleya min jî ji “tirsa gazinan” bi dizî bû.
Ji ber ku dilê min rehet nekir, loma jî ez vê rexneya xwe jî li vir eşkere dibêjim û hêvî dikim ku ji nuha û pêva milet jî tiştên wiha êdî qebûl neke.
Netîce dibê ez bibêjim ku kêfa min ji serokê Partiya Maf û Azadiyan Bayram Bozyel ra hat.
Ez, di kar û xebatên wî yên ji bo kurd û Kurdistanê da jê ra serkeftinê dixwazim û hêvî dikim ku vê kurdiya xwe ya ku li Stockholmê olan da bike zimanê partiya xwe jî û di civînên xwe da jî bi kurdî bipeyive...

06 november 2009

Hukûmeta AKP-ê li hember kurdên başûr siyaseteke durû dimeşîne

Li gel hemû demagojî û lîstikên AKP-ê yên xapandin û durûtiya ”dostaniyê” tiştek pir vekirîye:
Di siyaseta li hember kurdên başûr da(kurdên Tirkiyê ji xwe ne hewceye meriv qal bike)AKP ji muxalefetê cudatir nafikire, siyaseta dewletê ya resmî li hember kurdan çibe, AKP jî di nuxteyên esasî da eynî siyasetê dimeşîne.
Ew jî, di bin ra, bi dizî di her warî da berberî û neyartiya bi kurdan ra ye...
Kîjan kurd dibe bira bibe, qet ferq nake, hemû kurd dijminên dewleta tirk in...
Û ji bo ku dijmin in, loma jî dibê tirk tu carî xêr û çêya hîç kurdekî jî nexwaxin, hertim û li herderê di eleyhê wan da bixebitin, dijminatiya wan bikin.
Siyaseta AKP-ê jî di bin ra ev e...
Ferqa siyaseta AKP-ê ji muxalefetê tenê di rû da, tenê di warê bikaranîn û hilbijartina taktîkan da ye.
Muxalefet,(CHP, MHP û hemû hêz û gurûbên nîjadperest)dixwaze bi kurdan ra dijminatiyeke eşkere bike, naxwaze hukûmeta Kurdistana Federe nas bike û bi wan ra rûne.
AKP-ê jî heta nuha ev siyaseta dijminana ya ”nasnekirinê” dimeşand, lê nuha wisa xuyaye ku dixwaze dev ji vê ”dijminatiya vekirî” berde, ji dêlî wê, siyaseta dijminatiya di bin ”xêliya dostaniyê” da biceribîne.
Ji ber ku dewlet jî û AKP jî êdî dibînin ku ev 17 sal in li hember kurdên başûr bi siyaseta boykot û nasnekirinê bisernakevin.
Loma jî dixwazin di siyaseta dijminatiya xwe da taktîkê biguherînin, vê neyariyê di bin perda ”dostaniyê” da bimeşînin.
Yanî ji dêlî dijminatiyeke vekirî ya êrîşkar û ”bêkir” û bi zirar, dostiniyeke sexte, durû lê ji bo dewletê ”bikêr” û bi feyde.
Ji bo AKP-ê jî ya girîng ew e ku zirarê bide kurdên başûr, ji wan ra tim kelem û astengan derxe, nehêle Kerkûk tevî Kurdistanê bibe, di nava tirkmenan da dijminatiya li hember kurdan tim pîj bike, nehêle kurd ji Îraqê veqetin, serxwebûna xwe bidest xin û hwd.
Îcar bi riya dijminatiyeke vekirî û êrîşkar dikanin vê siyaseta xwe baştir bimeşînin ya jî bi naskirin, bi dostaniyeke sexte û durû ji bo Erdogan û hukûmeta wî qet ne girîng e.
Birêvebirin hukûmeta AKP-ê çi derewê dikin bira bikin, di her dema kirîtîk da dijminatiya wan ya li hember kurdên başû xwe dide der.
Numûneya herî dawî midaxeleya Tirkiyê ya hilbijartinên Kerkükê ye.
Tirkiyê, du roj berê di civîneke Neteweyên Yekbûyî da bi zimanekî pir vekirî êrîş bir ser hukûmeta Kurdistana Federe û dijminatiya kurdan kir û do jî bi riya sefîrê xwe yê Îraqê midaxeleyî mesela Kerkûkê kir, fena ku Tirkiye jî terefek be tevî civîna li ser zagonan bû û hewil da ku ereb û tirkmen li hember kurdan xwe bikin yek.
Endamê Komisyona Zagonan yê Parlamentoya Îraqê Hakim Ahmed Enver, daxuyaniyek daye PNA-yê û gotiye:
“Komisyona Zagonan, îro ji bo ku pirsgrêkên Kerkûk û zagonên hilbijartinê çareser bike, civînek lidarxist. Sefîrê Tirkiyê yê Îraqê jî, bi awayekî fermî tevlî vê civînê bû. Sefîrê tirk, li vê derê got, ji bo ku hilbijartin di dema xwe da bên çêkirin, divê pirsgrêkên heyî, bi lezûbez bên çareserkirin. Sefîr, herweha da zanîn ku, ew di mijara zagonên hilbijartinê de bêteref in, ancax, ew dixwazin ev pirsgrêk zû bên çareserkirin, ji bo ku rewşa siyasî ya Îraqê bêtir ber bi xirabiyê ve neçe.“ Parlamenter Samî Etrûşî jî, li ser civîna Neteweyên Yekbûyî beyanek da, got:
“NY-ê doh li ser Îtîfaqa Kurdistanî û Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê civînek lidarxist. NY-yê, li vê derê da zanîn ku heta roja pêncşemê heger pêşniyarên wan neyên qebûlkirin, ewê ji vê yekê tenê kurdan mesûl bigrin.“
Bêguman di vê şêla Neteweyên Yekbûyî da rola Tirkiyê pir e. Ji ber ku ji
destpêkê da ye nûnerê NY-ê yê Kerkûkê bi Tirkiyê ra tim di têkiliyê da ye. Dîsa Tirkiye zorê dide Emerîka jî ji bo ku pştgiriyê nede daxwazên kurdan.
Ev jî ne bes e, sefîrê Tirkiyê yê Îraqê wek ku Tirkiye jî aliyekî mesela Kerkûkê ye tevî civînên aliyan dibe û dixwaze ku Kerkûk tevî Kurdistanê nebe, ji dêlî wê va bibe xwedî statuyeke taybet.
Ev, midaxeleyeke nava kar û barê Îraqê ya pir eşkereye.
Û midaxeleyeke li dijî kurdan e, ji bo Kerkûk ji destê kurdan derkeve, bibe ya ereban.
Li ser vê midaxeleya Tirkiyê, wezîrê derve yê Îraqê Hoşyar Zêberî daxwaz ji sefîrê Tirkiyê kirye ku dev ji midaxele û zixtên xwe berdin.
Li gor qanûnên Îraqê û karê diplomatîk, balyozê tu welatekî nikane xwe têkilî siyaseta wî wealtî bike, destê xwe têxe nava kar û barên qanûnên hilbijartinên welatekî.
Lê Tirkiye guh nade qanûnên Îraqê û mueyideyên dîplomatîk, ji bo ku li dijî kurdan, ereb û tirkmenan bike yek çi desta tê dike.
A di demên wiha kirîtîk da dostî û neyartiya Tirkiyê ya li hember kurdên başûr derdikve ortê, dostiya AKP-ê ya sexte û nêtxerab eşkere dibe.
Gotinên Erdogan û Gul yên ne samîmî, ziyareta Davutoglu, li Hewlêrê vekirina sefaretxaneya Tirkiyê û gelek ”gavên” din wisa diyar e ku siyaseta Tirkiyê ya resmî, yanî dijminatiya bi kurdan ra hîn neguheriye.
Loma jî ya girîng ne ew e ku Erdogan, Gul û Davutoglu çi dibêjin, ya girîng li Îraqê çi dikin, li hember kurdan siyaseteke çito dimeşînin?
Heger hukûmeta AKP-ê bi rastî jî dev ji dijminatiya kurdên başûr berdabûya dibê qîmetek mezin bida civîna hevkariya aborî ya kurd û tirkan ya Stenbolê.
Kudan cidîyeteke pir mezin dan civîne Stenbolê, loma jï bi gelek wezîran beşdarî civînê bûn.
Lê li ser navê hukûmetê bira wezê li wir bimîne, mamûrekî herî biçûk jî beşdar nebû.
Netîce, meriv dikane bibêje ku hukûmeta AKP-ê li hember kurdên başûr bi rû ”dost” xuyaye, lê di bin ra dijmin e, siyaseteke dijminane dimeşîne.
Ev jî siyaseta mar e, meriv nizane kînga ewê bi meriv vede.
Lê merivê biaqil tu carî baweriya xwe bi mar nayne…

04 november 2009

Leşker haziriyên xwe yên cûntayê hîn jî didomînin

Zabitê ku orjînala Belegeya Micadeleya Bi Îrtîcayê ra ya ku îmzeya Albay Dûrsûn Çîçek li binî bû ji dozgerên doza Ergenekonê ra şandibû, bi hin belgeyên nuh ra nameyeke din ji dozger ra şandiye.
Hin beşên vê nameya nuh û hin belgeyên pê ra îro di çapemeniyê da hate belavkirin.
Di vê nameya nuh da, generalên cûntacî ji bo ku raya giştî ya ku piştî weşana belgeyê li dijî wan çêbûye berteraf bikin çawa dixebitin, kîjan taktîkan dixin praktîkê yek bi yek tê îzahkirin.
Bêyê wê, navê kesên vê xebatê dimeşînin jî tê gotin.
Wek tê zanîn leşkeran, bi navê ”Belegeya Micadeleya Bi Îrtîcayê” ra li hember hukûmetê plana darbeyeke leşkerî amade kiribûn.
Lê ev plan berî ku têkeve jiyanê ji alî zabitekî navnediyar ve ji dozgerên doza Ergenekonê ra hat şandin û bi vî rengî plana artêşê nîvçe ma.
Piştî îfşabûna ”belgeya darbeya leşkerî”, li hember artêşê û serekerkaniyê medyayê û civatê reaksiyonek baş nîşan da û gelek kesî daxwaza îstîfaya serokerkan Îlker Başbûg kir. ..
Vê rewşê cî li artêşê û li serokekanîyê teng kir.
Çimkî êdî înkar jî ne mimkûn bû. Berê gotin belge sexteye, îmze sexteye, lê piştî derketina orjînala belgeyê êdî hertişt derket ortê û înkar ne mimkûn bû.
Piştî eşkerebûna hewqas belge û delîl, girtin, îfade, mahkime, herkesî bawer dikir ku êdî mesele qediyaye û leşker hew teşebusî tiştekî wiha dikin.
Lê bi vê nameya duyem ra diyar dibe ku mêrikan nesekinîne, eynen dîsa weke berê amadekariyên xwe berdewam dikin.
Wisa xuyaye ku camêran dibêjin, îcar nebû carek dinê…
Yanî eşkerebûna darbeya berê, belgeyên derketin ortê, reaksiyona civatê ew qet nedirsandine.
Ew darbe neçû serî, haziriya yeka din dikin.
Ev jî nîşan dide ku ji hukûmetê, ji dadgehan natirsin. Heger bitirsiyana, hger bizanîbûna netîceya vî karê wan ewê bibe sebebê ”serê” wan, careke din eynî tişt nedikirin.
Lê waye dikin.
Him jî li 430 malperên kurd û tirkan guhdarî dikin.
Zabitê muxbîr, bi nameya xwe ra lîsteya 430 malperên ku ji alî serekerkaniyê va tê taqîbkirin jî şandiye.
Li hember her malperê, meyla siyasî(dîndar, Fetullahçî, Cudaxawaz, elewî, li dijî artêşê û hwd.) nivîsîne.
Min bala xwe dayê, malperên girtine bin çavdêriyê bi piranî malperên kurdên bakur in. Tenê çend malperên nûçeyan yên kurdên başûr wek Pûkmedî” û yek dudiyên din hene, lê yên din hemû yên kurdên Tirkiyê ne.
Bêyî bloggan, tirkî, kurdî, hema hema hemû malperên kurdên Kurdistana bakur girtine bin kontrolê, heta yên bajaran jî, yên belediyên DTP-ê jî.
Lê tiştê herî balkêş tenê çend malperên weke ”Netkurd, Nefel, Avestakurd, Rojeva kurd û Haberdiyarbakir” di lîsteyê da tunene.
Mesela ”Haber Diyarbakir him bi kurdî û him jî bi tirkî weşanê dike û malperke pir mezin e jî, lê dîsa jî navê wê tuneye.
Ev yek ji bo Avestakurd, Nefel û Netkurd”ê wissa ye.
Çima navê wan di vê lîsteyê da tuneye meriv şaş dimîne?
Gelo navê wan di lîsteyeke din heye.
Ya jî pîvan û sebebekî leşkeran yê din heye?
Min got, belkî giranî dane malperên bi tirkî, lê dûra min bala xwe dayê ne wisaye, melperên kurdî yên pir biçûk, heta yên şexsan jî girtine bin kontrolê.
Mesela navê ”Kerkûk Kurdistan e” heye, lê navê ”Nefelê” tuneye. Halbû ”Nefel” ji ”Kerkûk Kurdistan” e gelkî aktîftir e…
Herçiqas ”blogg” di vê lîsteyê da tunebin jî ji ber ku navê navê ”hindik-rindik” tê tuneye ez qeherîm.
Esas pir ne dûr î îhtîmalêyê ku lîstyeke ”bloggan” jî hebe. Piştî ku malperên şexsan girtine bin çavdêriyê çima ewê ”bloggan” negrin bin kontrolê?
Netîce, derdikeve ortê ku leşkeran hîn kevirê xwe bi ber xwe da bernedane, mêrikan hîn jî li pey xelkê ne, hîn jî li xelkê guhdarî dikin, hîn jî amadekariyên xwe yên darbeyê didomînin.
Û hukûmet ş dozger jî vê yekê dizanin lê diyar e nikanin koka wan biqelînin, wan ji bigrin, ceza bikin.
Heger wiah biçe, pir ne dûr e ku ew kesên hemberî xwe ji artêşê dûr xin û tasfiye bikin.

03 november 2009

Li gor leşkeran serokwezîr piştî onbaşî û er tê...

Di rojnameya Tarafê da Neşe Duzelê bi dozger û hakimê leşkerî yê kevn Faîk Tarimcioglu ra hevpeyvîneke dirêj kiriye.
Tarimcioglu di hevpeyvîna xwe da di heqê artêşa tirk da gelek tiştên balkêş û bi cesaret dibêje.
Tarimcioglu dibêje, bi dîtina leşkeran li gor rêza rutbeyê serokwezîr piştî onbaşî û er tê, yanî yê herî bêdesthilat, bi gotineke din "sifir" e.
Wek tê zanîn, di hiyarşiya ordiya tirk da, onbaşî rutbeya herî kêm û ya herî dawî ye û piştî onbîşî jî er tê, ew jî bêrutbeye. Yanî di bin "ER" ra kes tuneye.
A li gor leşkeran, serokwezîrê Tirkiyê bi qasî "erekî" bêrutbe jî giraniya wî tuneye, yanî di bin sifirê ra ye.
Er, ji mereşal bigre heta bi onbaşî, hemû qumandarên wî ne û mecbûr e ku li hember hemûyan têkeve hazirolê.
Lê li gor leşkeran serokwezîr ji "er" jî xerabtir e.
Baweriya leşkeran ew e ku sivîl naikanin siyasetê bimeşînin, di vî warî da heqê wan jî tuneye.
Ji ber ku li gor leşkeran, ”Komara Tirkiyê” leşkeran avakiriye û loma jî dibê ew îdare bikin. Ev 86 sal in ku leşker wisa difikirin û wisa li dewletê dinêrin.
Baweriya Tarimcioglu ew e ku ji doza Ergenekonê ewê zêde tiştek dernekeve, çimkî mahkemekirina generalam gelkî zor e. Yanî ewê dadgehkirineke berfireh nebe, ewê pir bi sînor be.
Lê belê di nava artêşê da ewê tasfiyeke pir ne mezin bibe, ewê hinekan ji artêşê dûrxin.
Serokerkan Başbûg jî mecbûr ewê vê ”paqijiyê” qebûl bike.
Ergenekon sedîsed ewê neqede.
Ji ber ku sîstema dadê ne di wê hêzê da ye ku hemû rûviyan paqij bike.
Sîstema dadê, di bin tesîr û emirê artêşê da ye.
Tarimcioglu dibêje, hukûmet ji sedî 47 ya jî 55-ê dengan bigre jî tenê dikane dîlimekî biçûk ji pastaya siyasî bigre.
Li gor Tarimcioglu, dîlimê herî bezin yanî goştê herî baş û nerm tim û tim para şêr e û ew jî leşker in.
Para siyasiyan tenê hin pelax û hestî mestyên ku ji ber şêr dimîne, dibê bi van hesiyan qîma xwe bînin.
Û bi rastî jî heta nuha tim wiha bûye, rayên milet tu carî îktîtar nedaye partiyên siyasî.
Meclîs tu carî nebûye ciyê îradeya milet tecelî dike.
Partî, meclîs, sîstema dadê û edaletê hemû sûs û şeklî ne, dereceya selahiyta wan li gor destûra leşkeran e.
Erê navê Tirkiyê ”Komara Tirkiyê ye”, lê di rastiya xwe da Komara Leşkeran e, çimkî leşer wê îdare dikin û weke forfalîte beşekî wê jî bi sivîlan jî didin îdarekirin.
Tarimcioglu dibêje, li gor leşkeran siyasetmedar mirovên dereceya duyem in, siyaseta sivîl xerab e, nikanin welêt îdare bikin.
Û di dawiyê da jî Taricioglu dibêje, bawerkirin zor e, lê leşker wiha dibêjin. Di artêşê da rutbe berbijêr ve diçe. Mereşal, general, mîralay(amirhêz, albay), serdar(bînbaşî), serpel(yuzbaşî), tegmen, başçawîş, onbaşî, er…Û dûra jî serokwezîrê sivîl tê.
Piştî ku meriv ji devê dozger û haikimekî leşkerî van gotinan dibihîze, meriv baştir fêm dike ku heta nuha çima hemû siyasetmedar, serokwezîr û serokkomar ji leşkeran biziyayane û tu carî ji emrê wan derneketine der.
Di dîroka "Komara Leşkerî" da ev cara pêşîye ku hukûmetek û serokwezîrek emirê leşkeran tam nayne cî, di hin waran da bêemriya wan dikin.
Loma jî tiştê AKP-ê kiriye û dike di çapa Tirkiyê da dikane weke şoreşekê were dîtin.

02 november 2009

Gava meriv nexwaze meriv fêr nabe...

Nivîsa min ya do di çapa xwe da ”olaneke” baş da. Hin xwendevanan bi e-mailan û hinan jî bi şiroveyên xwe dîtinên xwe gotine.
Ji dêlî ku ez yeko yeko bersîvên wan bidim, ya baştir ew e ku ez li vir bi giştî çend tiştên din jî li ser nikanîbûna ”xwendin û nivîsandina” kurdî bibêjim.
Adil Dûran di şiroveya xwe da dibêje:
”Min jî perwedeyiyek bi kurdî nedîtiye. Bi fêrbûna gotinên malê, bi têkiliyên şexsî dikanim bixwînim û lêkim. Mixabin carcarnan dema ku dixwazim hestên dilê xwe gurr kim nikarim. Gelek pê diêşim, lê serok û rêberên me jî bi zimanê zikmakî napeyivin. Ew ji min ra bûye derd û kul…”
Birayê Midyadiye jî di şiroveya xwe da heq daye rexneyên min û gazin siyasetmedar û serokên tirkîaxêv kirye û gotiye, ”Ew nebana geleki baştirbû ji bo kurd û kurdistane.”
Gotineke gelkî xweş ya pêşiyên me kurdan heye, gotine, ”xeta xwar ji gayê pîr da ye.”
Yanî heger rêber û serok baş bin, tiştên baş bi ber milet xin, miletê jî tiştê baş bike û nede ser riya şaş û xerab.
Ez werim ser mesela ”nikanîn û nezanîna” xwendin û nivîsandina kurdî û mazeretên di vî warî da tên nîşandan.
Bi baweriya min yek sebebê "zanîn û nezanîna" xwendin û nivîsîna kurdî heye: Ew jî hezkirin e, daxwaza ji dil e.
Kesê ku bi rastî xwestiye, kesê ku ji dil û can kurd û kurdperwer bûye û ji kurdî hezkiriye, xwendin û nivîsandina kurdî fêr bûye.
Û kesê ku nexwestiye, qet mihîm nedîtiye, bi dil û can ne kurd û kurdpewer bûye û ji zimanê kurdî hez nekiriye, bêguman fêr nebûye.
Mesele ev e.
Sebebên din hemû qal û qîlên vala û derew in...
Hinek dibêjin ku ”em neçûna mektebên kurdî”, nizanim ”me perwerdeya bi kurdî nedîtiye” û gelek mazeretên wiha.
Helbet para rastiyê di van ”mazeretan” da heye, lê têr nake, ev mazeret nikane berpirsiyariya însanan ji ortê rake.
Berî hertiştî em qala însanên xwenda dikin, însanên mijara me hemû bi elîfbeya latînî û zimanê tirkî dizanin, hemû çûne mekteban, zanîngehên bilind, belkî jî bi çend zimanan dizanin.
Kesê ku elîfbeya latînî û tirkî bizanibe maneya xwe ew e ku ew elîfbeya kurdî jî dizane.
Çimkî ferqa elîfbeya tirkî û kurdî tenê 6 herf in(ê, î, q, û, x, w) û meriv wan herfan jî di nava çend deqîqeyan da nas dike, fêr dibe.
Yanî her kurdê Kurdistana bakur yê ku xwendin û nivîsandina wî/wê ya bi tirkî hebe, elîfbeya kurdî jî nas dike û piştî hewildaneke hindik dikane bixwîne.
Îcar piştî ku meriv elîfbe nas kir û zimanê diya meriv jî kurdî be ji bo ku meriv nikanibe bixwîne û binivîsîne bêyî ”xwestinê”, bêyî daxwaza fêrbûnê tu sebeb û astengek namîne.
Gava meriv bixwaze meriv fêr dibe.
Tenê nexwestin, heznekirin û zeîfiya hestên kurdayetiyê dikane bibin sebeb ku meriv fêrî xwendin û nivîsandina kurdî nebe.
Heta salên 1980-î kesên li Kurdistana bakur dikanîbûn bi kurdî bixwînin û binivîsin bi tiliya dihatin nîşandan.
Hema hema bêyî mele û feqiyan kesî nikanîbû bi kurdî bixwenda û binivîsanda.
Li gor îro him şert girantir bûn, berhem û materyalên bi kurdî tunebûn û him jî kesî bîr nedibir.
Lê dûra, bere bere kesên xwestin him kurdî fêr bûn û him jî xwendin û nivîsandinê.
Û bi sedan kes jî bûn nivîskar.
Îro li Kurdistana bakur belkî bi sedhezaran însan dikanin kurdî baş bixwîne û binivîsîne.
Bi sedan , bi hezaran însan bi kurdî berheman didin gelê xwe. Û di nava van 30 salên dawî da belkî bi hezaran kitêbên cûr be cûr hatine nivîsîn.
Ji van nivîskaran yek jî neçûye dibistanên kurdî, di zanîngehan da zimanê kurdî nexwendiye.
Herkes bi îmkan û hewildanên xwe yên şexsî fêr bûye û fêr dibe.
Yanî di vî warî da îmkanên kesî ji kesî ne zêdetir e, herkes xwediyê eynî derfet, asteng û zahmetiyan e.
Wek min li jor jî got, ferq tenê dilxwazî ye, yê xwestiye fêr bûye û yê nexwestiye fêr nebûye.
Meriv nexwaze meriv fêr nabe...