15 oktober 2009

TRT 6-ê ji nişka ve milet şaş kir

Li xebereke ku îro di çapemeniyê da belav bûye, berpirsiyarê TRT 6-ê Sînan Îlhanê ruhayî, ji karê xwe hatiye bidûrxistin û ji di dewsa wî da Fethullah Kirşan bûye berpirsiyarê TRT 6-ê.
Ji bo ku sebebê vê guherandina ji nişka ve baştir fêm bikim, min çavê xwe hinekî li çapemeniya tirk gerand.
Lê ez rastî tu xebereke berfireh û cidî nehatim.
Tê îdîakirin ku sebebê bidûrxistina Sînan Îlhan dikane daketina reytingê be. Lê berpirpirsiyatên TRT 6-ê ev îdîa red kirine, gotine tu têkiliya huherandina Sînan Îlhan bi reytîngê tuneye.
Fethullah Kirşan di TRT-ê da mudûrê xeberan bûye û do dest bi wezîfeya xwe kiriye.
Li gor xeberên di çapemeniyê da Kirşan kurd e, ji Batmanê ye û bi kurdî dizane û ev 23 sal in ku di TRT-ê da kar dike.Her çiqas berpirsiyarên TRT-ê û helbet dibê meriv hukûmetê jî ji bîr neke, çimkî di mesela TRT 6-ê da ne mimkûn e ku Mudûrî TRT-ê Îbrahîm Şahîn bêyî hukûmetê, bi serê xwe vê biryarê bigre.
Miheqeq li ser daxwaz û emrê hukûmetê ev guherandin çêbûye.
Lê ji bo çi, sebeb çi ye nuha em nizanin, bes di rojên pêş da emê fêr bibin.
Dibe ku hukûmet ji hin tasaruf û xizmeta Sînan Îlhan ne razîbe loma ev guheharandina ji nişka ve pêk anî.
Bi baweriya min heger hukûmet ji îdare û birêvebirian Sînan Îlhan memnûn bûya ew nediguherand, ji ber ku ji hin tiştan ne memnûn in loma ”tezkereya” hemşeriyê min zû tije kirin.
Gelo ev guherandina di îdareyê da ewê tesîreke çawa li weşan û naveroka programên TRT 6-ê bike?
Ev gelkî girîng e.
Pirsa herî girîng, hin kesên ku bi saya têkiliyên Sînan Îlhan, bi zor û bela ji xwe ra hin programên fasafîso û yên pera bidest xistibûn gelo ewê dîsa karên xwe bidomînin ya na?
Çimkî ji ber programên bêqalîte qala ketina reytîngê tê kirin.
Geleo koordînatorê nuh Kirşan, ewê bi eynî şexsan ra eynî konseptê bidomîne ya jî ewê bixwaze naverokê baştir û bi qalîtetir bike?
Ev yek hîn baş ne diyar e, lê ez wisa texmîn dikim ku dilê hin pisporên merivên demê ji nuha da gupegup e lêdixe, pir ne dûr e ku planên wan neçe serî…
Axir çawa be jî di rojên pêş da emê bibin şahidê gelek xeberên balkêş û bi şirik…
Yanî ev geherandin ne vala ye.


DuaYê parsek li ber deriyê mizgeftê destê xwe li ber yekî vegirt û bi hustuxwarî jê ra got:
-Ji bo Xwedê sedeqeyekê bide min, ezê ji te ra duakar bim…
Mêrik bala xwe dayê û dûra bi ruyekî kenok jê ra got:
-Law ku dua te qebûl bibûya nuha tu ne di vî halî da bû.

TimayîDibêjin di xewnê da 9 akçe(lîre)dane Xoce Nesredîn. Lê Xoce qebûl nekiriye, bi israr gotiye heger hûn didin dûz bikin, bikin 10, qene bira bi kêrî tiştekî bê.
Xoçe her çiqas israr kiriye jî lê yên hember ev daxwaza wî qebûl nekirine. Di vê nabênê da Xoce bi xwe hesiya ye, bala xwe dayê ku destê wî vik û vala ye, tişt tê tuneye.
Li ser vê, çavên xwe digre û destê xwe dirêj dike û dibêje:
-Heyran bîne, bîne, tişt nabe, bira 9 akçe be...
Ez vê pêkenînê diyarî kesên tima û çavbirçî dikim, bira bikin guhar û têkin xwe xwe.

2 kommentarer:

  1. Xalo,
    Di van rojên dawiyê da tu pir bi girtî dipeyîvî. Ma ew chavbirchî kî ne, wîîî? Ê tabî canim, bila xwedê kesî nexîne destê Xoce Nesreddîn wellahî.

    Welle ew TRT6ê kunek di destê tirkên teres da bibe pepuk ha. Hemî keftar u gur u hirch u ker u mar hatine ba hev u pereyan didizin u pelulê bi ser miletê kurd da dirijînin fêlan u bêvan. Yaw babam TCya qewadoxlî qewad ji diziyê pê va chi nas dike hi?

    De sheva we bi shîr u shekir be cîgerlerim

    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera
  2. Gelek spas xalê Zinar ji bo nivîs û henekên te yên xwesh.

    Lê li vir li Swêdê roj nemaye herdemê êvar e :)

    SvaraRadera

PARVE BIKE