07 oktober 2009

Tirk dixwazin Ahmet Turk paşnavê xwe biguherîne

Li gor xebera ajansa ANF-ê, ji bajarê Balîkesîrê jineke tirk ya bi navê Atiye Daniş, ji bo ku paşnavê hevserokê DTP-ê Ahmet Turk jê were stendin erzûhaleke daye dozgerê Balikesîrê û xwestiye ku dewlet vî paşnavê ”Turk” ji Ahmedê Hecî Sînan bistîne.
Atiye Danişê, di erzûhala xwe da gotiye, Ahmet Turk bi tu hal û tevgera xwe ji Tirkiyê ra nabe numûneyek baş.
Atiye Danişê gotiye, her çiqas paşnavê wî ”Turk” e jî lê ew ne layiqî vî paşna ye, çimkî li gor vî paşnavî tevnagere, loma jî dibê jê were stendin.
Li gor Danişê, Ahmet Turk ne tirk e û weke tirkekî hereket nake û ji ber vê yekê jî wî ev paşnav heq nekiriye, dibê dewlet vî paşnavî jê bistîne.
Bi baweriya min jina tirk baş kiriye, lê ez bawer nakim ku tesîrê li Ahmed Turk bike û rabe paşnavê xwe biguherîne, bike ”kurd” ya jî tiştekî din, çimkî carê fêr bûye...
Ev ne cara pêşî ye ku ev paşnav ji Ahmed Turk ra dibe ”serhevde” û mijara rexne û pêkenînê.
Bi rastî jî qet ne xweş ku paşnavê serokê partiyeke kurd, tevgereke kurd ya netewî ”Turk” be.
Dibê ji zûda ev paşnav guherandibe.
Û ne ew tenê, dibê hemû kurdên ku paşnavên wan ”Turk , Ozturk , Tumturk, Turkoglu” û hemû paşnavên ku gotina ”Turk” pêva ye dibê biguherînin.
Ji bo kurdekî welatparêz, kurdperwer paşnavê ”Turk” û weke wê qet ne xweş e û ne rast e jî.
Serokê partiyeke kurd çawa dikane paşnavê wî ”Turk” be?
Berê çawa bûye ew tiştekî din e, lê meriv nuha qebûl neke. Û dema neguherîne jî her roj ewê ji meriv ra wiha bibe problem û serhevdeyî.
Ez bi xwe qet fêm nakim, kurdekî di nava tevgera kurd ya netewî da çawa dikane bi paşnavekî wiha nerehet nebe?
Ya herî rast dibê Ahmed heta nuha ev paşnav guherandiba, lê neguherandiye. Bes piştî vê gilînameyê(esas çend carên din jî ne bi gilî be jî lê bi devkî û nivîskî ev yek ji Ahmed ra gotine)dibê Ahmed û hemû kurdên ku paşnavê wan bi ”Turk” dest pê dike di zûtirîn wext da paşnavên xwe biguherînin.
Dema neguherînin şaşiyeke mezin e.
Meriv jê hez neke meriv nake paşnavê xwe, wê demê xwediyên van paşnavan ji paşnavên xwe memnûn in û jê hez dikin.
Heger jê hez nakin dibê biguherûnin.

***
Çavê me hemûyan ronî...Çavê hemû kurdan ronîbe, êdî kurd jî xwedî pasaporta kurdî ne. Paseporta ku bi kurdî, erebî û îngilîzî li ser hatiye nivîsandin temam e û êdî kurd dikanin bigrin û têkin bêrîka xwe.
Li gor nûçeya malpera Pûkmedîa, îro li Bexdayê paseporta ku bi sê zimanan, kurdî, erebî û îngilîzî li ser hatiye nivîsandin ji hemwelatiyan ra hate dagirtin.
Bixêr û bimbarek be û li hemû kurdan pîroz be, êdî beşekî ji kurdan ewê bibin xwediyê nasname û pasaportên bi zimanê kurdî.
Aqûbet li serê me…
Lê ji bo vê, dibê em jî weke kurdên başûr doza pasaportên bi zimanên kurdî-tirkî bikin.
Ev heqê me ye. Çawa ku yekî tirk dixwaze pasaporta di bêrîka wî da bi zimanê wî be, dibê kurd jî eynî tiştî bixwazin.
Weke kurde, ez dixwazim nasname û pasaporta min bi kurdî be, bi zimanê min be jî.
Dibê kurd vê daxwazê bilind bikin.

***
Ji tirsêRojekê Ataturk tebdîlî qiyafet dike û diçe sînemayê, li filmekî dokumenter yê li ser jiyana xwe temaşe dike. Bi vî hawî dixwaze bizanibe hela ka milet di heqê wî da çi difikire û çi dibêje. Di filîm da her cara ku Ataturk nîşan didin ji tezahurat û çepikan qiyamet radibe. Herkes radibe ser piya û li hewa bi deqîqeyan li çepikan dixe. Ataturk li hember vê tezahurat û hezkirina milet şaş dimîne û ji yê kêleka xwe dipirse, dibêje:
-Gelo tu zanî ev mileta ji bo çi hewqasî ji Ataturk hez dike?
Mêrik dikene û dibêje:
-Hezkirina çi birayê min?! Em ji tirsê û ji hewla ruhê xwe li çepikan dixin…
***
Pasaport
Ji apê Kamo ra gotin.
-Li gor anketekê derketiye ortê ku pasaportên ji 93-ê jinên tirk tuneye.
Apê Kamo keniya, got:
-Ji xwe hewcedariya wan pê tuneye. Piraniya jinên tirk nikanin herin çarşiyê, îcar ewê çawa herin derî welêt...

1 kommentar:

  1. Xalo,
    Wellahî ez wê jinikê tirkperest pîroz dikim. Bila tifuuu li pozê Ehmedê Tirkoxlu tirk be. Bi xwedê di van siyasetmedarên kurdan da bê îdraqî li asta herî bilind e!

    Rastî jî pasaporta bi kurdî ya li Bashur jibo hemî kurdan xeyalekî dîrokî bu. Bila kakacan qîmeta wê bizanibin.

    Ma xalo jinên tirkan yên bê derpî dê chawan derkevin u herin welatên din. Aha va ye Almenya bi gemariya xwe tîjî kirine.

    Silav

    Zarayê Kurdîjen

    SvaraRadera

PARVE BIKE