10 oktober 2009

Tirkiye dîsa ji dawiyê da bû yekem

Rojnameya Guardiane listeya 100 zanîngehên dinyayê yên herî baş weşand. Di serê lîsteyê da weke hertim dîsa Zanîngeha Harvard tê. Lê di nava van 100 zanîngehan da yek zanîngeheke Tirkiyê jî tuneye.
Rojnameya Îngilîz Guardîan, li gor lêkolîna ku ji alî Tîmes Hîgher Education û Unîversîteya Top QS ve hatiye çêkirin lîsteya 100 Unîversîteyên cîhanê yên herî baş weşand.
Unîversîteya Harvardê dîsa di serê lîsteyê da ye. Lê li alî din li gor salên borî zanîngehên(unîversîteyên)Asyayê jî di lîsteyê da gelkî zêde bûne.
Bi taybetî jî zanîngehên Çîn, Japon û Koreya Başûr hêdî hêdî dibin raqibê zanîngehên Emerîka û Îngilîstanê.
Lê yek zanîngeheke Tirkiyê jî di nava vê lîsteya 100 zanîngehên cîhanê yên herî baş da tuneye.
Tirk, li ba xwe xwe pir mezin dikin, ji xwe ra dibêjin ”em dewleteke pir mezin in, em dewleteke cîhanî ne” û nizanim em çi ne û çi ne, lê yek zanîngeha wan jî nikane têkeve dereceya zanîngehên baş.
Û ev ne îsal tenê, her sal wiha ye, tim li dawiya xelkê ne, tim ji dawiyê da dibin yekem, vê yekemiyê tu carî nadin kesî.
Di ilim, îrfan, îcad, pêşketin, azadî, demokrasî, wekhevî, refeh, aborî, teknîk axir di her warê ji bo însan û însaniyetê baş e ya sifir in ya jî di rêza herî dawî da ne.
Lê di darbeyên leşkerî da, di ”dewleta kûr” da, di terorê da, di kuştinê, qetlê, hîle, xapandin û bi taybetî jî dijminatiya li hember kurdan da li dinyayê kes di ser wan ra tuneye, di van waran da tim yekem in.
Yanî, di başî û tiştên baş da tim sivir û di xerabî û fiêlên xerab da tim yekem in.
Ji ber ku ji şer û dijminatiya li hember kurdan wextê nabînin ku serê xwe bi kar û tiştên baş ra biêşînin.
Hal û karê hemû dem û dezgehên dewleta tirk, hemû zanîngehên wan bi xebat û şerê li hember kurdan derbas dibe, weke dewlet û milet tenê xwe dane kuştin û wendakirina miletê kurd.
Û ne tenê kurdên Tirkiyê, heta ji destê wan tê nahêlin li tu derke din jî, li ku dibe bila bibe, qet ferq nake kurd bibin xwedî maf.
Mesela wê rojê UNESCO-yê li ser miracaeta Îranê, Newroz weke mîrateke kulturî û çandî ya mirovatiyê qebûl kir û girt bin parastinê.
Navê Îranê, Pakîstanê, Afganîstanê û Tirkiyê di nava welat û miletên ku Newrozê pîroz dikin da heye, lê navê kurdan tuneye.
Kurd dûra pê hesiyan ku navê wan di daxwaznameyê da tuneye. Berpirsiyarekî hukûmeta Kurdistanê got, Îranê em xapandin.
Xwedêgiravî vezîrê kulturê yê Îranê berî miracaetê gotiye, emê navê we jî têxin lîsteyê lê nexistinê.
Lê bi baweriya min tiliya tirkan di vê ”xapandinê” da heye, dewleta tirk Îran îqnayî vê ”xapandinê” kiriye.
Carê tirk Newrozê pîroz nakin, tu adet û kultureke wan ya pîrozkirina Newrozê tuneye. Lê ji bo ku nevê kurdan nexin lîsteyê xwe jî di ber ra kirine, ji ber ku mêrikan xwe xenîmê me dibînin.
Dixwazin me di tasek av da bixeniqînin.

DorMêrik kerên xwe bar kiribûn diçû êş. Bi rê da rastî yekî din hat. Got:
-Pismam ma tu ji ku tê?
-Mêrik got:
- Wele ez ji êş têm.
Ê got:
- Ma li êş dor hebû tunebû?
Yê ji êş dihat got:
-Wele dor mor tunebû, ez yê herî dawî bûm. Lê dema min dît dor tunye, hema min dada têrra xwe ya zad û bir danî pêşiya hemûyan û arvanê xwe berî her kesî hêra.
Yê diçû êş got:
-Ê weleh ez li wir bûma min nedihîşt tu dora min bigrî.
Yê ji êş dihat got:
-Weleh tu jî li wir bûya miné dîsa jî wer bikira û arvanê xwe berî her kesî bihêra.
Yê din got “ji te û bavê te zêde bû, kevir jî bibariya min nedihîşt.”
Wî got, “weleh te nikanûbû tu jahr belev bikira”, yê din got hela bira ez li wir bûma te yê bidîta û gelek gotinên din.
Axir yek ji wî, yek ji yê din, yê diçû êş got:
-Ê law aş dûr e, ma dor jî dûr e? Hema va ye ez di dorê da me, te tu mêr î were dorê ji min bistîne.
Û gotin tep û rep û repandin hev, heta hevûdu kel û kêx kirin.
Hinek kurdên me jî li ciyê rehetiyê, bêyî ku di “dora” tiştekî da bin, bêyî ku bi hinekan ra birr û bazara tiştekî bikin, li ser tiştekî tuneye ketine gewriya hev, hev û du perîşan dikin...

4 kommentarer:

  1. Xalo,
    Chîroka te dîsan felaket bu. Te dîsan tam di navikê da lêxistiye. Xalo, ma ew kurd kî ne? Gelo em nebin? :-).
    Silav milav
    Zarayê Kurdîjen

    SvaraRadera
  2. Na na, ne em in, li ser kesên ku li ciyê rehetiyê, bêyî ku tu sebebekî cidî hebe ketine gewriya hev û gotinên nemayî ji hev ra dikin.
    Lê rojekê gava wezna wê hat, ezê li ser xwarziyên xwe yên ku xwe ji in "enirandine" û êdî hew ji min ra dibêjin merheba jî çîrokekê binivîsim.
    Lê nuha ne wext û roja wê ye, çaxa ew wext û roj hat, ez bavê Azad im, ezê derbên xalan nîşanî wan bidim...

    SvaraRadera
  3. Apo,
    Yaw ez carina dibêm, ma chima xalo di Shêx Lotikxanê da tisht mishtan nanivîse hi. Bi rastî jî chîroka te pir xwesh bu xalo.
    Ê tabî xalo, min wê rojê hinekî bi ser xwe da kire qîreqîr, qet nebêje yaw. Min got, "lan oxlim tu chima di cejna remezanê da neketî qirika xalo hi? Te dît, xalo ji te ra shekirek jî neshand cîgerim!"

    Herê xalo, tu carekê nameyeke qirase ji wan kekan ra bishîne, ez ê jî îmzeya xwe li binî bixim u wesselam, wîîî :-).

    Silavên germik

    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera
  4. xale zinar
    welle newroz ji deste me cju.. heta ana faris u tirka bi zor le xwedi derketin sjere me u wan bi salan derbas bu,, ana ji kirin male hemu dinyaye u ji xwe behsa me ji nakin.. de were newrroza xwe ji deste hemi dinye derxeee..

    SvaraRadera

PARVE BIKE