11 oktober 2009

Serokê me "Om" e xwelî li serê me kom e

Di hin malperên tirkî da îro xeberek bi ber çavê min ket. Di xeberê da tê gotin ku Serokê DTP-ê Ahmet Turk, ji Şukru Ayalanê ku kongreya DTP-ê weke protesto terikandibû uzrê xwe xwestiye.
Û dûra jî Ahmet Turk ji Şukru Ayalan ra gotiye, “Em ne hakimê salonê ne. Ji destê min hewqas tê.”Li gor xebera rojnameya Bugunê, di kongreya DTP-ê da ji ber ku ji bo “PKK-liyan milet deqîqeyekê rabûye giramiyê” alîkarê serokê AKP-ê Şukru Ayalan salon terikandiye.Li ser vê, serokê DTP-ê Ahmet Turk, ji ber ku dîwana kongreyê di cimateke ku cîgirê serokê AKP-ê Şukru Ayalan lê, ev bêedebî kirine li ser navê wan jê “uzrê xwe xwestiye.”
Ahmet Turk
bi riya berdevkekî xwe ji çîgirê AKP-ê Şukru Ayalan ra gotiye, “em ne hakimê salonê ne. Ji destê min hewqas tê.”Bûyera ku bûye sebebê uzurxwestina Ahmet Turk wiha rû daye:

Li ser navê AKP-ê cîgirê serok Şukru Ayalan hefteya borî beşdarî kongreya DTP-ê bûye.
Lê dema serokê dîwanê milet “ji bo şehîdên PKK-ê dawetî deqîqeyek rêzgirtinê” dike, Ayalan hêrs dibe û salona kongrê terk dike.
Li ser vê, Ahmet Turk, alîkarê xwe bi pê Ayalan dixe û ji ber vê şêla dîwanê ûzrê xwe jê dixwaze.
Piştî kongreyê Ayalan, terikandina xwe diparêze û dibêje, “ji bo tezahurata salona kongreyê ez tiştekî nabêjim. Lê belê gava serokê dîwanê ji bo PKK-liyan daxwaza deqîqeyek rawestana giramiyê kir êdî ez nikanûbûm li wir bimama.”Di serî da dibê ez “tehrîfateke” bêexlaq ya Şukru Ayalan û çapemeniya tirk serast bikim.
Hemû malperên tirk(xebereke roja pêşî, bi navê notên ji kongrê ne tê da)gotine, “ji ber ku dîwanê milet ji bo PKK-liyan deqîqeyekê rakir rêzgirtinê” loma Şukru Ayalan kongre terikandiye, ku Ayalan bi xwe jî wisa dibêje.
Lê ev îdîa ji bin da derew e, dîwanê tiştekî wiha negotiye, him Şukru Ayalan û him jî çapemeniya tirk derewan dikin, ruyê xwe reş dikin.
Lê helbet vê derewê bi zanebûn dikin, çimkî naxwazin rastiyê bibêjin.
Serokê dîwanê Osman Ozçelîk, qala “PKK-yiyan” nakiriye, di banga xwe da gotiye, “ji bo kesên ku jiyana xwe di riya demokrasiyê, mafên însanî, aştî û têkoşîna gelê kurd ya ji bo azadiyê da wenda kirine ez we deqîqeyekê dawetî rêzgirtinê dikim.”Wek tê dîtin, di van gotinan da navê “PKK-ê” û “PKK-yiyan”derbas nabe, lê navê “têkoşîna gelê kurd ya ji bo azadiyê” derbas dibe.
A sebebê rastî yê ku Şukru Ayalanê AKP-yî kongre terikandiye ev gotina Osman Ozçelîk e, ji ber ku Ozçelîk gotiye “têkoşîna gelê kurd ya ji bo azadiyê” Ayalan hiç bûye û kongre terikandiye.
Mêrik zalimekî hewqasî çavsor e, qebûl nake ku kurd li hember miriyên xwe jî hurmeteke herî biçûk nîşan bidin.
Tirk, mensûbê kîjan partiyê dibin bira bibin qet ferq nake, merivên bêûjdan, kezebreş û zalim in.
Tirk dixwazin hemû kurd li hember “kuştî û şehîdên” wan hurmetê nîşan bidin, rabin rawestana rêzgirtinê.
Lê ew bi xwe ji bo şehîdên kurdan vê hurmetê nîşan nadin. Û qebûl nakin ku kurd bi xwe jî, dê û bavên wan, dost û xizmên wan jî hurmetê nîşanî miriyên xwe bidin.
Ji ber ku merivên hewqasî çavsor û zalim in, qebûl nakin ku kurd di kongreya partiyeke xwe da ji bo zarokên xwe, ji bo bi sedhezaran hezaran şehîdên xwe rabin deqîqeyek rêzgirtinê.
Kesln ji bo serxwebûn û azadiya gelê kurd şehîd ketine ne gerîllayên PKK-ê tenê ne, ev 15o sal in kurd ji bo serxwebûn û azadiya gel û welatê xwe xweîna xwe diherikînin, şehîd dikevin.
Lê tirk qebûl nakin...
Ji bo tirkan yên wan şehîd in, dibê tirk, kurd, her kes bi hurmet qala wan bike, serê xwe li ber wan bitewîne, lê yên kurdan ne însan in, ne xwedî dê û bav in, ne hêjayî hurmetê ne...
Dewletek, miletek ancax hewqasî dikane zalim, hov, wahş û ji însaniyetê dûr bikeve.
A zora zaliman ev e...
Lê tiştê meriv pê diêşe, “serokê” DTP-ê ji dêlî ku ji Şukru Ayalan ra bibêje “ji te ra oxir be”, radibe qasidan bi pê dixe û uzrê xwe jê dixwaze.
Malneket, kêmaqil, tu çima uzrê xwe jê dixwazî, ji ber ku wî li hember şehîdên te bêhurmetî û bêedebî kiriye dibê ew uzrê xwe ji te û ji miletê te bixwaze; dibê te ev doz lê kiribûya.
Lê ez çi bikim, weke ku kurd dibêjin, “axê me Om e xwelî li serê me kom e.”Mêrik, di kongreya me da, di nava miletê me da li hember şehîdên me bêhurmetiyê dike, serokê me diçe uzrê xwe jê dixwaze...

4 kommentarer:

  1. Herê xalo,
    Tirkên dolheram hemî kurd li ber onbashiyekî kirin wekî kuchik, têr nebun, îcar kerbavên kerbav bernadin ku miletê kurd li hemberî shehîdên xwe yên ku di nav zilmeke mezin da chune ser dilovaniya xwe, rêza xwe nîshan bidin. Wellahî helwesta Ehmedê Tirk jixwe "fiseke" li gor xwediyê xwe ye!

    Yaw ma mirov li hemberî shehîdên xwe jî ewqas bê hurmet u bê wîjdan dibe? Ew chi siyaseteke bê exlaq e ez nizanim. Tabî canim sayin bashqan Evdilleh Pasha îmana sherefa me kire pênc qurush, chima nebe?!

    Her bijî shehîdên kurd u Kurdistan-ê!
    Qijikê Dêrsimê

    SvaraRadera
  2. Wellahî xalo, aqlê sayin Evdilla beg namusa kurdan anî kir bin nîgên tirkan. Qasho camêr siyasetê dike. Aha ji we ra Ehmedê Tirkchî. Xema tu kesî jî nîne ku kurd ewqas dimirin u di nav belegaziyê da tev têne gevizandin.

    Zarayê Kurdîjen

    SvaraRadera
  3. Yaw xalo,
    Ya rast ti hêviya min ji van siyasetmedarên me kurdan yên bê derpî tune. wellahî hebe nebe dibeku tenê sayin Shêx Lotikxane tishtekî bikute van tirkên xwînheram. Lewra xalo min giliyên te yên li ser kuchikê bê didan Îlo Silo ji Shêx Lotikxanê ra shandin u navê vê jî ...?
    Hêrs nekeve ha xalo. Ez chi bikim, Shêx Lotikxane ketiye xwîna min ya nermik u germik, wîîî.

    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera
  4. Hello friends, how is everything, and what you desire to say on the topic of this article, in my view its in fact remarkable in favor of me.


    Feel free to visit my blog: laser cellulite treatment

    SvaraRadera

PARVE BIKE