22 oktober 2009

Seriyê neêşe dibê meriv paçan lê negerîne

Ez fikirîm, min ji xwe ra got îro dinya pir tevliheve û bîna min jî hinekî teng e, ez çi binivîsim dikane şaşomaşo be û bibe sebebê teşxeleyê.
Loma jî ya herî baş ew e ku îşev ez xwe tevî tu meseleyên siyasî miyasî nekim, dev ji teşexeleyên DTP û AKP-ê berdim û ji we ra çend pêkenînên kurdewarî binivîm ewê çêtir be.
Seriyê neêşe dibê meriv paçan lê negerîne...

Her der welatê min e…Temelê laz li leşkeriyê pir serkeftiye, hemû qumandarên wî jê hez dikin. Di wexta daxitimê(belavkirina piştî dewreya ecemîtiyê)da ji ber vê jêhatîbûna wî qumandarê wî dixwaze çêyiyekê pê bike.
Ban Temel dike, jê ra dibêje.
-Temal lawê min, dilê te kuderê bixwaze emê te bişînin wir. Fedî neke, daxwaza xwe bibêje
Temel dikeve hazirolê, xwe dike tîr û bi rengekî ji xwe bawer dibêje:
-Her dera ku ala min lê hêl dibe welatê(niştimana)min e.
Qumandar dibêje:
-Erê rast e, lê lawê min tu zanî hin der hene bêtir tehlûke ne. Tu zanî teror heye, dûrî heye û wesaîre. Derekê bixwaze ku nêzî bajarê te be, ji bo ku tu kanibî dê û bavê xwe bibînî, herî werî…
Temel xwe hinekî din jî pik dike û dîsa dibêje:
-Her dera ku ala min lê hil dibe welatê min e.
Li ser vê, qumandar dev jê berdide û qur e tê kişandin. Ji Temel ra Culemêrg Çelê derdikve. Dema çavê Temel li Çelê dikeve hinavê wî diqete, di ber xwe da hêdî hêdî dibe piste pista wî, dibêje.
-Wey min di dê û jina wî kesê ku al li wir daçikandiye ki…

Dema çênebû emê bikin çaySofî tem li xanimê xera kiribû, dilê wî pir dixwest lê rebeno ji taqet da ketibû, mêranî jê nedihat, sileha wî nedixebitî, dikir nedikir ji mehê carê jî nikanîbû guleyek bajota dev û ”kafirek” bikuşta.
Wek dibêjin, beden kal bibe jî dil kal nabe, loma jî Sofî ban xanimê kir, got:
-Xanim, hela rabe ji kerema xwe ra avekê germ bike, ku çê bû çê bû û çênebû jî tişt nabe, emê ji xwe ra bikin çay û vexwin…


Tirsonek
Jinikê pir neheqî li mêrik dikir, zilma jinikê dabû dilê wî. Ji bo ku bizanibe hela her kes weke wî ji jina xwe ditirse li qahwê ji kesên derûdora xwe re got:
Yên ku ji jina xwe ditirse bira rabe ji pê!Yek ne tê da her kes rabû ser piya.
Xwediyê pirsê ji yê ranebû ra got:
Wisa xuyaye ku tu ji jina xwe natirsî?
Mêrik bi dengekî fedyok got:
Na wele, jinikê vê sibê darek li kulêmeka min xistîye pişt ketiye ber min, ji êşa wê ez nikanim rabim ser xwe.

2 kommentarer:

  1. Welle xalo, tu u pêkenînên te yeman in yaw. Bila guhê Shêx Lotikxanê bike zinnng. Nich nich nich, divê Shêx Lotikxane operasyoneke leshkerî bide destpêkirin jibo van chîrokên qirase haaa :-)

    Silavên nermik u germik

    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera
  2. Xalo,
    Qasî ku xuya dike di turika te da gelek pêkenînên tuj hene wellahî. Bi xwedê xalo, divê em "niwênerên ashtiyê" bishînin ba te. Xalo, ma tu chima dibêy "qasid"? Bi zanîna min ev bi erebî ye, bi kurdî mirov dikara "niwêner, peyk" bibê.
    Silav u rêz
    Zarayê Kurdîjen

    SvaraRadera

PARVE BIKE