01 oktober 2009

Pûlis dest danî ser kitêbên "zimanên zindî"

Hukûmeta AKP-ê demakê bi şahşehe û qerepereyeke pir mezin digot ewê li ”Zanîngeha Artûklu” ya Mêrdînê beşê ziman û edebiyata kurdî vekin.
Lê dûra YOK-ê(Saziya Xwendina ya Bilind)ji bo ku navê kurdî nekeve resmiyetê, ev nav qebûl nekir û ji dêlî wê va navê wê kirin "Enstîtuya Zimanên Dijîn".
A ji bo vê ”Eznstîtuya Zimanên Dijîn”, hinek dibêjin "zimanên zindî" ku qaşomaşo dezgeheke resmî ya dewletê ye û ji alî hukûmet û YOK-ê va jî hatiye qebûlkirin, ji Swêd hin kitêb û materyalên dersê hatine şandin.
Lê emniyeta Mêrdînê ji bo ”kontrol û tetkîkê” dest daye ser kitêban.
Mudûrê Emniyeta Mêrdînê ji bo ku li ser kitêban lêkolîn were kirin, hela di kitêban da tu fikrên tahlûke hene ya na, serî li dozgeriya Mêrdînê daye û kitêb teslîmî dozgeriyê kirine
Piştî ku YOK-ê biryara vekirina ”Enstîtuya Zimanênên Dijîn” da, mamosteyên beşê kurdî ji kitêbxaneyên gelek welatên cihê kopyeyên hin kitêb û berhemên akademîk dane xwestin.
Di vê çarçewê da 300 kitêb û berhemên akademîk yên ku ji Swêdê hatibûn xwestin, bi kargoyê ji ”Zanîngeha Artuklû” ya Mêrdînê ra hatiye şandin.
Lê postexaneya Mêrdînê, berî ku kitêban bide zanîngehê, ji bo ku bizanibin hela ”propagandeya PKK-ê” di kitêban da heye ya na, teslîmî emniyetê kiriye.
Belê, kitêbên dersa ”zimanên dijîn” dibê berê ji alî pûlisan ve were kontirolkirin û dûra teslîmî zanîngehê bibe.
Îcar ji ber ku li Emniyeta Mêrdînî kesê ku kanibe bi kurdî bixwîne tuneye, yanî pûlisên kurdîzan tunene, rabûne kitêb ji bo lêkolînê şandine Serdozgeriya Mêrdînê.
Belê, piştî pûlis dibê dozger jî kontrol bike…
Nuha mamosteyên ”Enstîtuya Zimanên Dijîn” bi bêsebriyeke mezin li bende lêkolîn û biryara dozger in.
Îcar piştî lêkolîn û kûrkolînê ewê kitêban bidin ”Enstîtuya Zimanên Dijîn” ya na ew hîn ne diyar e.
Heger namûsa wan hebe dibê nedin…
Nuha ev ne qeşmerî ye çi ye?
Xwedêgiravî dewletê di zanîngehekê da beşekî zimanê kurdî, biborin, ”beşekî zimanên dijîn” vekirye û mamosteyên vî beşê ”zimanên dijîn” ji Swêd hin kitêbên bi bi kurdî yanî bi ”zimanê dijî” xwestine.
Lê postexane, emniyet û dozger dest dane ser kitêbên ”zimanên dijîn” û nadin zanîngehê, dibêjin emê 300 kitêbî bixwînin, belkî ”propagandeya PKK-ê” têda hebe…
Û ne wezîrê karê hundur û ne jî wezîrê perwedeyê, axirê tu berpirsiyarekî
dewletê ranabe nabêje ev çi rezalet e, ev çi komedî ye, hûn çawa dikanin dest deynin ser malzemeyên zanîngehê?
Dema berpirsiyarên dewletê li hember vê bûyerê bêdeng bimînin, maneya xwe ew e ku hukûmet jî vê mudaxelê rast dibîne.
Heger rast nedîtina emniyetê nikanîbû dest daniya ser kitêban.
Îcar piştî vê qeşmeriyê were ji gotin û biryarên vê dewletê û vê hukûmetê bawer bike?
Ev dewlet bi rastî jî dewleteke tiroviro ye, ne tu mal e, ne tu tişt e, ne dewleteke cidî ye.
Lê li ser serê me kurdan bûye dewlet, ev jî bêşansiya me ye.
Ji şansê xerab ra em rastî xeraban hatine.
Û kesên vê dewleta tiroviro îdare dikin jî merivên tiroviro ne, merivên bêexlaq in û bêmistewa ne.
Bala xwe bidinê, him beşê ”zimanên dijîn” vedikin û him jî dest didin ser kitêb û malzemeyên vî zimanî.
Ê heger hûnê bixwazin her kitêb û xabeteke akdemîk bi pûlis û MÎT-a xwe bidin kontrolkirin wê demê tiştekî wiha venekin.
Ji ber ku qebûlkirina proseseke wiha ne mimkûn e, di serî da dibê rektorê Zanîngeha Mêrdînê û mamosteyên beşê ”zimanên dijîn” heqaretke wiha qebûl nekin, ev pêkenîn e.
Jixwe navê ”Unîversîteya Artuklu” jî nêşan dide ku ev dewlet çiqasî nêtxerab e. Ma li dinyayê nav nema rabûn navê wê kirin ”Artuklu”?Ez qet naxwazim vî navî bigrim devê xwe jî.
Çima ku "artuklî" merivên tirkan tên hesêb û demekê li herêma Mêrdîn û Heskîfê hukum kirine.
Lomama jî navê zanîngehê dikin nizanim ”Zanîngeha nizanim çi…”.
Baş e, Eyûbiyan jî bi qasî wan li wir hukum kirine, heta beşekî Artukliyan ji ortê rakirine û li Heskîf û Mêrdînê gelek eser jî li pey xwe hîştine.
Ya din, di nava alema Îslamê da Selehadînê Eyûbî û dewra Eyûbiyan hezar qatî ji "Artuklu"yan biqîmettir û nav û dengtir in.
Çima hûn navê wê nakin ”Unîversîteya Selahedînê Eyûbî” ya jî ”Unîversîteya Eyûbî”Nakin, çimkî Selahedîn kurd e.Berê, dema kurd nezan bûn û nikanîbûn bibêjin, Selahedîn ya dikirin ereb ya jî tirk.
Lê nuha ji ber ku virên wan êdî pere nake, loma jî naxwazin qala Selahedîn û eyûbiyan bikin.
Êdî li Selahedînê Eyûbî jî bi çavê dijmin dinêrin, ji ber ku kurd e.
Dewleta ku di sedsala 21-ê da ji kitêban bitirse û him jî ji kitêbên bi "zimanên dijîn"
Ez bawer nakim ji vê dewletê tu jahr derkeve, xirecireke vala ye...

3 kommentarer:

  1. Xalo
    Bi fikra min misteheq e jibo kurdan. Ma mirov chawa dikare kurdan cîddî bigire. Kurdê ku xwedîtiyê li zimanê xwe bike tune. Ma yên ku herroj zarokan dishînin dibistanên tirkan, kitab u rojnameyên tirkan dikirrin, li ber qenalên tirkan ranabin, zimanê xwe bi tirkiya dolheram germ dikin, kurd nînin?!

    Xalo, heta ku kurd bi gishtî danekevin ser kolanan, hemî sazgehên tirkan protesto nekin u yên xwe jî chênekin, xwe bi vir u wir da avêtin bê mahne ye. Dewleta tirkan jî bash dizane ku kurd qasî peyva tirkî "eshek" jî qîmetê nadin kurdî. Êêê, ma dewleta tirkan ewqas ehmeq e ku pirtukên bi kurdî bide kurdan?! Chawan be pishtî pênc salan kurdî tevda dê bikeve xewa mirinê u tew hemî cîhan jî were êdî veger-meger jî tune

    Ez dibêjim, lan tirkên eshekoglî eshekino, heger hun nijadperestiya xwe di nav poz, dev u guhên kurdan ra dernexînin, bila kerê herî qirase bazde ser namusa we. Lan oxlim heger hun qira kurdan neyînin, hun bi tevîhev kuchikên nêremok yên bê gunik in u wesselam.

    Silav u rêz

    SvaraRadera
  2. Bibore xalo, min navê xwe ji bîr kiriye. Tu jî dibîne, ez pir bi hêrs im wellahî.

    Zarayê Kurdîjen

    SvaraRadera
  3. Xalo,
    Yaw tu bi xwedê dikî ne serê xwe u ne jî yê me biêshîne, wîîî. Dînime îmanime aniha kesekî biyanî bibihize, dê bibêje kurd bi zimanê xwe ewqas girêdayî ne ku, heger pêwîst be, dê canê xwe jî bidin u heta mirinê jî dê kelîmeyeke bi zimanê tirkên xwînmij jî nexin nav devê xwe lo. Ê qardashim ma ka li ku ne ew kurdên gunikresh hi?! Hela helaaa, enneuzîbîlahî, ê nizam ji chiyê kerê meleyê gundê me va ku tirkan zimanê xwe kutana me kurdan, wîîî. Bila pîroz be yaw. Ez jî wekî kek Zarayê Kurdîjen dibêjim, jibo kurdan misteheq e cîgerlerim.
    Bila bimire kurdî!!!!!!
    Bila bijî tirkî!!!!!!

    Silavên shîr u hunguvîn

    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera

PARVE BIKE