10 oktober 2009

Min ji Îlyas Salman nefret kir

Ez nuha(23:50) di kanala TRT6-ê da li programa "Bûka Baranê", li sohbeta bi Îlyas Salman* ra temaşe dikim.

Weke her kes dizane Îlyas Salman ji Meletiyê ye û bi qasî ez dizanim kurd e.

Heta nuha tu qeneteke min ya baş ya jî xerab di heqê Îlyas Salaman da tunebû, min jê hez nedikir, lê ez ne li dij bûm jî, min jê nefret jî nedikir.

Lê piştî vê programê, dibê ez bibêjim ku min jê nefret kir.

Min li hemû programê guhdarî nekir, lê li gor ew qismê ku min lê temaşe kir, ez gihîştim wê qenaetê ku Îlyas Salman merivekî pir rezîl û pir bêşexsiyet e.

Ji ber ku ez rast nabînim ez nabîjim, heger min rast bidîta min ê gotinên hîn girantir, ku kûçik pê har bibûna ji bo vî mexlûqatê rezîl bigota, bikar bianiya.

Ez pir xemgîn im ku merivekî hewaqas bêşexsiyet û rezîl kurd e û ji dê bavekî kurd hasil bûye. Xwezî ne kurd bûya...

Min di jiyana xwe da gelek kurdên bênamûs û rezîl diîtine, lê Îlyas Salman yekî herî xerab e, yekî di dereceya bavê "bênamûsan" da ye, şahê kurdên bêxîret û bêheysiyet e.

Îlyas Salman, merivekî hewqas rezîl e ku weke kurd meriv nikane yek deqîqeyê jî lê guhdarî bike, dema dipeyive dilê meriv dixerbile, verşiya meriv tê, meriv ji kurdbûn û însaniyeta xwe fedî dike.

Îlyas Salman, merivekî hewqas bêşexsiyet e ku ji kurdbûn û elewîtiya xwe weke webayê direve, kurdbûn û elewîtiya xwe weke tiştekî normal qebûl nake, weke "kerasekî ku bi zor li wî kirine" dibîne, lê ew van kirasan tu carî qebûl nake, ji dêlî wê, "kirasê însan û însaniyetê" li xwe dike.

Yanî kurdbûn û elewîtiya xwe red dik û ji ber ku nikane bibêje ez tirk im, ji dêlî wê dibêje ez "însan im", yanî ez ne tu jahr, ne tu gû me...

Her însan xwediyê dê û bavekî û mensûbê qewmekî ye.

Lê ev Îlyas Salmanê sefîl ji bo ku nebêje ez kurd im û elewî me, dibêje ne ola min heye û ne jî netewa min heye, ez tenê însan im, ez ji diya xwe tajî bûme.

Kurro însanê ku eslê wî, nîjada wî ne diyar e ne însan e, tebayekî wisa hîn însaniyetê nas nekiriye.

Erê Îlyas Salman bûye "artîst" lê nebûye însan, ew çi teba ye, çi maxlûqat e ez nizanim, lê ez dizanim ku ew mexlûqatekî pir û pir sefîl, rezîl û bêşexsiyet e.

Û ev Nulîfer Akbal jî tim dihere tîpên wiha reben, bêşexsiyet, rezîl, tirsonek, pepûk, şelaf û ji cesareta medenî bêpar dibîne.

Çimkî şexsiyeta wê jî pir ne tema e, ne dixwaze ji "gotê dibe û ne jî ji motê...", maye di orta xelîl û celîl da.

ÎlyasSalman , dema qala kişandina fîlmekî xwe yê li Heranê kir, qala bûyerekê, mîvaniyeke xwe jî kir.

Got di dema kişandina filîm da ew bûna mîvanê axayekî çeleng, porzer û çavhişîn.

Axê, ji hemû ekîba film bi nezaket pirsiye ku ew çawa bûne artîst, her kesî qala sebebekî xwe kiriye.

Dema dor hatiye ser wî, axê xîtaba xwe guhertiye û jê ra gotiye:

Law XIYAR, tu çawa bû artîst?

Ji vê xîtaba axê ra gelkî kêfa min hat. Axayekî kurd, di nava çend deqîqeyan da fêm kiriye ku ev sefîl ne însan e, tenê "XIYAR" ! û loma jî dema ji her kesê din pirsiye, pir nazik bûye, bi kibarî ji wan pirsiye, lê dema dor hatiye ser Îlyas Salman gotiye, "XIYAR!", tu çawa bû artîst?

Ev bûyereke pir balkêş e. Tiştekî pir anormal e ku meriv ji yekî nenas û him jî mîvanê xwe ra bibêje "Law XIYAR!..."

Diyar e mêrik serafê însanan bûye, fêmkiriye ku ev mexlûqat ne "însan"e, "XIYAR e!"

Tiştê xerîb, Nulîfer Akbalê pirsên xwe bi kurdî jê dikir, lê wî bi tirkî bersîva wê dida.

Maneya xwe ew e ku ew bi kurdî dizane lê naxwaze bipeyive.

Çimkî di praogramê da(beşê min dît)rezîl yek gotinek jî bi kurdî negot, mesela negot "sipas", ya jî kurdiya min zeîf e, ezê bi tirkî bersîvê bidim.

Piştî ku ew ji Meletiyê, ji gundekî Arguwanê ye, sedîsed zimanê diya wî kurdî ye û li mektebê fêrî tirkî bûye.

Yanî pir hindik bi kurdî dizane.

Lê li gel vê jî yek gotin bi kurdî negot.

Wek min di serî da got, heta nuha baş ya jî xerab tu dîtin û qenaeteke min di heqê Îlyas Salman da tunebû, lê piştî vê programê min jê nefret kir...

*Lîstikvanê sînema û tiyatroyê

4 kommentarer:

  1. Xalo,
    Ê de em chi bêjin, axayê kurd yê mêrxas shexsiyeta wî kuchikî bash tehlîl kiriye: "Xiyaroxlî xiyar" e.

    Yaw xalo, va ye te jî dest bi chêrên bi hêz kiriye haaa. Bash e bash xalo :-). Psîkolog dibêjin, lêdan u chêrkirin ruhê mirov derman dike. Loma jî divê mirov carinan tisht mishtên weha bike yanî :-).
    Silav
    Qijikê Dêrsimê

    SvaraRadera
  2. Xalo, bi sond u peyman ji wî xiyarî, Îlyas Salman e chi kunek e, ti pox derneketiye u dernakeve jî. Haaa wilo xalo! Tu jî hêdî hêdî tê ser îmana gotinên qirase, wîîî. Te gotiye xalo: Bênamus e u wesselam yaw!
    Silav u milav

    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera
  3. Lawo Beranê Meletiyê, tu ji Meletiyê yî, hela ji xalê xwa ra koka vî bêbavî baş bikole. Bîstek berê di derekê da ez lê rast hatim, bêbav ji texmîna min jî pîstir bûye, dibêje ew ne kurd e, "tirkmen e" û loma jî ”xwe tirk” qebûl dike
    Gelo rast e ku ne kurd e?
    Xêra eynî(heman) çavkaniyê ez fêr bûm ku ew nivîskarê kovara "Turk Solu" ya faşîst e.
    Min heta do bi şev ev yek nizanîbû, ez bîstek berê fêr bûm. Kovara Turk Solu ya faşîst û kesên pir û pir tahlûke ne, dixwazin hemû kurdan qir bikin, dibêjin ji ser dikandarên kurd tiştan nekirin, dibêjin kurdan Tikrkiye îşxal kirine.
    Yanî kesekî di wê kovarê da binivîse ne tenê "bênamûs e", merivekî pir û pir tahlûke ye jî.
    Ez fêm nakim Nulufer Akbal çawa ban merivekî hewqas xerab û tahlûke dike.

    SvaraRadera
  4. Ohhh Xalo,
    Welle ez ê chawa koka wî bê namusî derxim. Ya rast ti kes naxwaze ku ew kuchikê heram ji miletê wî/wê be dînime îmanime. Lê ez dibêm (bila kerê meleyê gundê me bikute wî) ji "tesedufen" (hasha ji ummeta li vir) kurdekî alchax e. Bawer nakim ku tirro turkmen be, ew tenê devlinga hewîtiyê ye wellahî. Ez jî dizanim ew Türk Solu chi qewad e. Îcar ev kuchik Îlyas Salman-ê xiyaroxlî xiyar ji nivîsandinê chi fam dike ku di wir da dizure?

    Bi xwedê medê ez jî fam nakim apo, ka jiber chi xatun Nîlufer ew pîsikê bê kezeb dawet kiriye? Yaw de were jî neqehire. Binêre xalo, qet nayê bîra wan ku beranên wekî min dawet bikin, jibo ku ez bi têra xwe îmana wan cheqilmast bikim. Lê tew xiyar u teres ketine dora tenurê u hew.

    Berî bîst deqqan min di avestakurda.net-ê da nucheyek xwand. Tê gotin ku camêrekî qirase serê Tarik Akan-ê ergenekoncî kiriye wekî charshuya qerechiyan. De bila xwedê camêrekî weha qirase rastî vî kuchikî jî bîne u serê wî bixe nav doxîna wî, wîîî. Aha ji we ra shîroveya min ya jibo Avestakurd.net-ê:

    "Yaw babam ez nizanim jiber chi kurd ewqas zu rojên derbazbuyî hema bi lez ji bîr dikin ellaxîme kîtabîme. Eferîn ji wî camêrî ra lo. Kuro chima serê wî nekiriye chiyê wî, hey tifuuuu! Cîgerim avestakurd, ev Tarik Akan'ê tirro u bê namus hê berî chend rojan bi tevî ergenekonciyan meshek li dar xist, jibo ku ergenekonciyên qetîl yên miletê kurd neyên mehkeme kirin u hê gelek chirt u virtên din. Ê babam ka ew kurdên berankîîîîî."


    Silavên germik

    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera

PARVE BIKE