04 oktober 2009

Li ser xortanî û kalîtiyê

 Dibêjin Xwedê berê dinya ava kir û dûra jî însan.
Û dûra ji însên ra got:

-Min ev dinya xweş ji bo te ava kir, tu çi bixwazî tê da heye. Tu yê li gor dilê xwe bixwî, vexwî û kêfa mîran bikî. Û ji bo vê jiyana xweş jî ez sîh(30) sal emir didim te. Tu çi dibêjî?

Însên got:

-Ey Xwedayê mezin, tiştê tu dibêjî min qebûl e, lê belê ji bo jiyaneke hewqasî xweş ev temen hindik e. Ez dixwazim tu çend salên din jî bidî min.


Dû ra Xwedê ker xuliqand û jê ra got:

-Ewê kurtan(palik)wer li te be û tu yê ji însên ra bi şev û roj kar û ximetê bikî. Însan ewê him li te siwar bin û him jî barên xwe li te kin. Û ji bo vî karî jî ez sîh(30) sal emir didim. Tu çi dibêjî?

Zirîn bi kerê ket, giriya û got:

-Ey Xwedayê mezin, sîh sal pir e. Di bin baran da ewê nav li min biqete û pişt li min kurmî bibe. Rica min ji te ew e tu yê vî umrî daxînî nîvî, panzde sal têra min dike û zêdeye jî.

Însên tavilê xwe di ber kerê ra kir û got:

-Ey Xwedayê mîhrîban û dilovan, salên para kerê bavîje ser temenê min, min ew qebûl e.

Xwedê daxwaza însên qebûl kir û temenê benîadem kir 45 sal.

Dûra Xwedê kûçik xuliqand û sîh sal umir da kûçik jî. Û pişt ra jî wek ku ji însên û ji kerê ra gotibû, ji kûçik ra jî got:

-Tu yê tim xeydok û bînteng bî. Tu yê bi şev û roj mal û milkê însên, terş û dewarên wan bipê û biparêzî. Tu yê her tim nobetdarê mala xwediyê xwe bî. Tu yê baweriyê tu carî bi xerîban neynî û tu yê tim herî wan, bi wan da biewtî. Bi şev ewê tu carî xew nekeve çavên te û tu yê ji her xiştînekê şikê bikî û êrîşê bibî ser. Û ji bo vê jînê û van karan jî ez sîh sal umir didim te. Tu çi dibêjî?

Kûçik bi hustyxwarî zûriya û got:

-Ey Xwedayê mezin, sîh sal pir e, hewqas sal ezê nikanibim tehamulî vê jiyana zahmet bikim. Nîvê vî temenî têra min dike û zêdeye jî.

Însên dîsa xwe di ber ra kir û got:

-Ey Xwedayê mezin, ez dixwazim tu 15 salên kûçik jî bavîje ser temenê min.

Û Xwedê rabû 15 salên kûçik jî da ser temenê însên, umrê însên kir 60 sal.

Dûra Xwedê meymûn xuliqand. Û wek ku însên, ker û kûçik 30 sal umir da wî jî û dûra jî jê ra got:

-Hemû daristan, çol û çepel yên te ne. Ne hewceye tu bixebitî û xwe biwestînî. Ji bo berdewamiya jiyana te her tişt heye. Tu yê bêyî ked û xebat bijî û zikê xwe têr bikî. Lê tu yê heywanekî pir ne xweşik û pîsik bî. Tu yê keçelokî û bê buru(buruh) bî. Çûk û mezin ewê bixwazin li te temaşe bikin, lê ewê bi te jî bikenin. Tu yê ji bo kêf û zewqa însên qirdîtiyê bikî û wan bidî kenandin. Û ji bo vê jînê jî ez sîh sal umir didim te. Tu çi dibêjî?

Meymûn jî wek ker û kûçik got ez 30 sal umir naxwazim, 30 sal pir e, 15 sal têra min dike û zêdeye jî.

Însên li vir jî tavilê xwe di ber ra kir û got:

-Ey Xwedayê mezin, ez dixwazim tu 15 salên meymûn jî têxî ser temenê min.

Xwedê got baş e û rabû 15 salên meymûn jî xist ser temenê însên.

Bi vî hawî temenê însên ji 30 salî derket 75 salan.

Û loma jî însan heta 30 saliya xwe bi rastî jî wek mirovan xweş dijî. Lê di 15 salên kerê da wek keran dixebite û mal û milk dide hev.

Û piştî 45-an jî dikeve salên kûçiktiyê, êdî tim bînteng û xeydok e, bi kesî baweriyê nayne, tim li pere, mal û milkê xwe miqateye, nahêle kes nêz bibe.

Ev yek heta 60 saliya wî dom dike.

Dûra salên meymûntiyê dest pê dike. Dema bi ser 60î, 70î, 80î û 90î dikeve, kal dibe, dibe meymûn. Her kes êdî bi çavekî din lê dinêre û henekê xwe bi pîrî û kalîtîya wî dike.
Êdî ew meymûnê civatê ye…

5 kommentarer:

  1. Xalo,
    Te chîrokeke pir qirase nivîsiye haaa. Wellehî jî bîllehî jî tev rast in. Bashtir e ku mirov qet zêde xwe neêshîne. Pir nermik u germik bijî :-).

    Silavên germik
    Zarayê Kurdîjen

    SvaraRadera
  2. Apê Zinar
    Chîroka te zaroktî maroktiya min anî bîra min. Xêr e xalo. Yaw bi rastî jî tu hîn pir ciwan î ha. Chima tu xwe dixî nav fikiran. Barê te hîn jî pir giran e xalo. Yanî tu nakevî nav vê sinifê bi xwedê.
    Silav u hurmet
    Pîran Tîr

    SvaraRadera
  3. Xalo,
    Me gotiye carekê, tu kupa zêrînî ya chîrokên kurdî yî. Lê babam tu carna xwe giran datînî u naxwazî rebenên wekî me yê xwedê baqiltir bikî, wîîî. Welle xalo, ez ê bi vî shiklî hêdî-hêdî dest bi kafirtiyê bikim dînime îmanime.

    Yaw xalo min îro ji Shêx Lotikxanê ra shîroveyeke pir qirase shand. Shêx Lotikxane sax be, shîroveya min ya nermik u germik weshandiye, hinek sensur kiriye, hinek lê zêde kiriye u wesselam. Lê ez vê tirrê ji Shêx Lotikxanê ra helbet nahêlim babam.

    Navê nivîsa min:
    Lan oxlim, ma chima ez carekê nabim bashqan? (kafiran guhartine)

    Navê min jî:

    Beranê Gunikresh e (gerchî min "Gunikreshtirîn" gotibu)

    Tabî xalo wêneya min jî wêneyeke pir felaket e.

    Ê de bi destura xwedê ez ê ji niha u pê va ji Shêx Lotikaxanê ra carina-marina ayet-mayetan bishînim.

    Beranê Meletiyê (= Beranê Gunikresh)

    SvaraRadera
  4. Xwarziyên giranbiha û qedirnas gelek sipas ji bo "pesn û sena" we efendim.
    Zêde pesnê min nedin ez jî dikanim weke hinekan di taliya jiyana xwe da "bixirifim"...

    SvaraRadera
  5. Xalo, yaw tu shêr î haaa. Ma xurifîn murifîn jî chi gotin e wîîî :-).

    Ya xalo, ez dibêm bêyî kekên me yên qirase hindik-rindik hinekî telef dimîne. De bi wê xatotiya xwe carekê guhên kek Eliyê Dêrikî, Lawkê Cholemêrgê u Tîrê Qersê bikishîne, bila shunda wegerin kozika xwe enneuzîbîlleh.

    Xalo nameyeke pir nermik u germik binivîse u bêje "law heyatim Eliyê Dêrikî, Lawkê Cholemêrgê u Tîrê Qersê, xwedê dizane (ji vir pê va dikarî tujtir bikî xalo :-)) heger hun ketin destê min tune, ez ê guhên we wekî yên fîlan bikim u fêlan u bêvan...

    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera

PARVE BIKE