17 oktober 2009

Kurd dîsa dikin bibin "Qasidê Aştiyê"

Abdullah Ocalan, hefteya borî ji bo ku ”pêşî li ber pêvajoya çareserkirina mesela kurd bê vekirin banga hatina du gurûbên aştiyê li PKK-ê kiribû.
PKK-ê tavilê bersîva vê daxawaza Ocalan da û bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan pêşniyara serokê xwe Ocalan di cî da dîtiye û di demeke kin da "ewê 3 gurûbên aştiyê" bişînin Tirkiyê.
Gurûba "aştîyê" ya pêşî di 19-ê cotmehê da ewê ji Qendîl û Mexmûrê di ser Silopiyê ra here Tirkiyê.Tê gotin ku gurûb ewê li dora 25 kes be.
Lê hîn ne diyar e ku li hember vê teşebusa PKK-ê şêla hukûmetê ewê çi be û ewê pêşwziyeke çawa li gurûbê bike?
Diyar e 20 mebûsên di meclîsê da û 20 milyon kurdên li Kurdistanê bi kêrî qasidiyeke wiha nayên, loma jî derve qasidên hîn bi qîmet û bi rûmet dişînin.
Qey Ocalan û hevalên wî tiştekî dizanin ku wiha dikin, ne xwe çima ewê wiha bikirana.
Qey wisa hesab dikin ku dema "qasidên aştiyê" ji Kampa Mexmûrê, ji Qendîl û Ewrûpayê bin dewleta tirk û hukûmeta AKP-ê ewê gelkî qedrê wan bigrin û gotina wan li erdê nexin, belkî jî bidin ser serê xwe.
Yê min bi xwe ji ber ku ez merivekî gundî û pir klasîk im, loma jî ez ji siyaseta pir ” super û modern” fêm nakim, aqilê min feqîrê Xwedê naçe ser birr û bazarên wiha pir tevlihev.
PKK-ê bi vî navî di sala 1999-an da jî dîsa li ser daxwaza Ocalan ji Ewrûpa û çiyê du ”gurûbên aştiyê” şandibûn Tirkiyê.
Weke tê zanîn ew teşebusa PKK-ê bi rengekî pir trajîk qediyabû, ez ditirsim ku îcar jî bi rengekî pir komîk biqede.Lê li gel vê jî ez ji dil û can hêvî dikim ev tirsa min ne li cî be, tiştê hat serê grûba pêşî neyê serê wan û siyaseta Ocalan rast be û feydekê bigihîne miletê kurd.
Pir nemaye, roja duşemiyê emê bibînin ev fîlm çawa diqede…

"Vebûna Kurd"Piştgiriya hukûmetê ya ji ”Vebûna”(!) kurd ra berdewam e. Wezareta Çandê 50 hezar lîre alîkarî daye fîlmê ku mamostê tirk zarokên kurd yên bi kurdî dipeyivn fêrî tirkî dike.
Ev jî nîşan dide ku hukûmet çuqasî ehemiyetê dide xebatên asîmîlekirina zarokên kurd.
Dibê "Vebûn"(!) wiha be...

Minê pê ra bazarî bikiraMamoste ji lawikê bedlîsî yê biçûk pirsiye:
-Şeş cara şeş?
-Sîh û neh.
Mamoste got:
-Rûne, sifir.
Hevalê wî yê li kêlekê jê pirsî, got:
-Kuro te bersîva rast dizanîbû, çima te got sîh û neh?
-Minê pê ra bazarî bikira, lê qeşmer fêm nekir...

Dînê masîgirYekî dîn rojekê ji şaneşînê(balkonê) nîka(olta)xwe berê jêr dabû fena ku masiya digre.
Rêwiyek ji wir dibihurî, bi tinaz jê pirsî, got:
-Te çend masî girtin?
Yê dîn keniya, got:
-Ehmeq, tu dîn î çi yî, masî li vir çi digerin?

NeynikYê gundî çûbû bajêr. Ji bo destvala neçe, rabû ji xanima xwe ra neynikek kirî. Gava çû mal, neynik da xanima xwe ya ku heta wê rojê tu carî neynik nesdîtibû.
Jinikê dema li neynikê nirî, qîrîn pê ket û dest bi girî kir û berê xwe da diya xwe. Neynik dirêjî destê diya xwe kir û jê ra got:
-Dayê, hela mêze efendî te çi kiriye? Piştî hewqas sal hewî aniya ser min.
Bi nêrîna li neynikê ra diya wê li çonga xwe xist û got:
-Weyla kor biyo, le çûye ev pîra uncûzî aniya ser qîza min ya weke xezalekê…

2 kommentarer:

  1. Xalo,
    Wellahî pêkenînên te dîsan felaket in haaa. Bi rastî jî tu rasterast jibo Shêx Lotikxanê yî. Bila xwedê hêza te kêm neke, qeda u belayê nede te :-).

    Êdî ev siyaset buye charox xalo. Ya rast lez u beza PKKê chi ye ku hema li duv gotinên Evdilleh wan rebenên xwedê dishîne ba tirkan. Ma sî mîlyon kurdên li Bakur ewqas ehmeq in ku dewlet nikare bi wan ra deng bike?
    Her chi dibe bila bibe, PKK bi vê yekê xwe dixe nav rîskeke mezin. Ez bawer nakim ku dewleta tirk bi dan u standinên xwe yên bi Evdo ra samîmî be. Dawiyê dê dîsan ev bobelatî di ser serê miletê kurd da biteqe.
    De em bêjin, dibe ku shandina ji der va mesajeke sembolîk bide raya gishtî. Lê em ê bibînin. Bila PKK u Evdo pashê durutiyê nekin u xwedîtiyê li kirinên xwe yên bê îdraq bikin. Bila bibînin ku di siyasetê da chiqas chiyayî u bê kêr mane.

    Silavên germ

    Zarayê Kurdîjen

    SvaraRadera
  2. Apo, te dîsan pêkenînên qirase nivîsîne yaw. Destê te sax be.
    Welle xalo, êdî siyaseta Evdilleh Pasha u ya PKKê buye shorba nîskê. Ya rast ne Evdilleh u ne jî PKK dikanin li gorî siyaseta global tishtekî bikin. Lewra di herduyan da jî ew aqil u zanîn tune. Chi dibe bila bibe, zu yan jî dereng dê Evdilleh u PKK werin tesfiye kirin. Qet bila xwe wekî mirîshka gêj di xewna xwe da garisê nebînin.

    Silav u rêz

    Qijikê Dêrsimê

    SvaraRadera

PARVE BIKE