27 oktober 2009

Ji bo xatirê "Xewnên Zîvîn"

Girtina nemeya pêşî ji dildara xwe çi kêf û heyecanê bide xortekî 18 salî, xwendina helbestên Fatma Savcî xanimê jî eynî heyecanê dide min, her cara ku ez dixwînim dilê min dîn û har dike, ez salên borî, porê sipîbûyî, çavên zelûl, ruyê qermiçî, pişta xûz û devê kox ji bîr dikim û weke xortekî ji nişka ve dil li min radibe pêdarê û meydanê ji min dixwaze.
A nuha, piştî xwendina çend rûpel ji ”Xwenên Zîvîn”, ji zêrzemiya dilê min daxwazeke kûr bilind bû, ji min ra got:
”Xwezî te jî kanîbûya hest, xeyal, xewn, hesret û dîtinên xwe wisa xweş, wisa nazenîn û wisa bi fesal bianiya zimên.
Û ev ne cara pêşî ye ku ev hest bi min ra çê dibe, her cara ku ez helbestên kêfa min jê ra bê û ez jê hez bikim bixwînim, pinpinîka şairiyê tê li ser keviya dilê min vedine û çavan bi min ra qurç dike, îlhamê dide min, min tahrîk dike…
Lê şikir ji Xwedê ra ku ez tu carî ne guh didim dilê xwe û ne jî xwe bi ber teqala wî dixim.
Çimkî ez dizanim, dema ez bidim dû û gura wî bikim ewê min bibe li çiya û baniyan biqewimîne û perîşan bike, min bike pêkenînê xelkê.
Kitêba Fatma Savci ya pêşî, ”Gulên Qasid” min xwendibû û di semînerekê da pê dabû îmzekirin jî.
Lê ya duyemîn bi destê min neketibû.
Do êvarî gava min li posta xwe nêrî û kitêba Fatma Savcî ”Xewnên Zîvîn” dît ji kêfa ez firiyam.
Ji bo ku ez bizanibim çi nivîsîye, min bi meraq û heyecan rûpela pêşî vekir û teksta wê xwend.
Ez nizanim gotin çawa di devê şairan da hewqas xweş dibin.
Gotiye:
”Bo mamoste Zinarê Xao, yê ku dilê xwe bi ser milkê welêt ve kirye berbejn…”
Piştî xwendina Çend helbestan min ji xwe ra got:
Xwezî ev dil şair ba, bira tûrê parsê li mil ba
û ew jî ji heft ciya qul ba
bira doşega min erd ba
orxana min ezman ba
û balgiyê ber serê min jî kevir ba...
Zarokekî li şîr ji pêsîra diya xwe çuqasî hez bike ez jî ji kurmancî hewqasî hez dikim.
Lê bi taybetî gava ez şiirê dixwînim û li muzîka klasîk guhdarî dikim ev hezkirina ji kurmancî qat bi qat zêde dibe.
Kurdan zimanê pexşanê(nesrê)kirine gêrmiya gavanan, meriv tu kêf û zewqekê jê nagre, lema jî xwedê kir ku helbest heye.
Malperên kurdî ji xwe zimanê kurdî rezîl û riswa kirine, tu dibêjî qey hemûyan ji bo xerakirina kurdî qela xwe kirine yek.
Her sinet piştî demêkê tê fêrbûn, mesela meriv piştî çend sal xwendin tibê diqedîne dibe tixtor, dibe mamoste, mihendiz û wekî din.
Yanî çi kar, çi sinet dibe bira bibe, piştî demekê meriv fêr dibe û dûra dibe hoste, tuxtor û nizanim çi...
Lê nivîskarên piraniya melperênn kurdan bira fêrbûn li wir bimîne, sal bi sal bi paş da diherin, tu carî naqedînin, tim şagirtên nuh in.
Dibê meriv misîn bide destê wan û bişîne avê...
Yanî roj bi roj bêtir korfahm dibin.
Roja pêşî di kîjan nuxtê da bûn îro jî hîn li wir in, hîn şagirtên nuh in...
Loma jî xwendina kurdiya malperan tu zewqekê nade min.
Dimîne çend kesên romannivîs û çîroknivîs, xwedê kir ku ew hene, nexwe halê kurdî ne tu hal e.
Min Xewnên Zîvîn îşev neqedand, lê tiştê min xwend ez gêj û sermest kirim.
Ez bawer dikim ewê neheqî be ku ez we jî ji vê tamê mehrûm bikim. Kerem bikin hûn jî tama dilê xwe hinekî xweş bikin.

”Min got, dostê min, dilê min çar kendalên tik û tenê, …
Çar rojên girtî, çar şervanên bê welat e…
Çar hecîreşkên baskokirî ye…
Nizanim bi kîjanê ji wan, bi çi awayî ji te hez bikim…
(…)
Ez şîrava gurzeyên gulan nareşînim ser porê te…
ne gulek im, tu bilbilê dilê xwe pê şa bikî…
ne kenekî bê girî me ku tu laşê xwe li wê mişextiya sar li ber germ bikî…

”Beytikên li bajaran birçîmayî, difirin ser destên min, firîkên genim hêvî dikin ji min…
Çiqas bêjim belaş e.. guhên min, vê gavê zinarekî li qutba ye…
Lê nizanim çawa dibihîzim, dengê hezkirinekê…
Dostek li mişextiyê, dengê xwe tevlî mijangên bayê dike…”

”Min niha dîsa sar e, gelekî dicemidim xoşewîstê min. Bilezîne, sînga xwe, wê hêtûna hezar salî bide ber dilê min…”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE