13 oktober 2009

Hinek jî henek...

Her şev siyaset, kurdan wa got, tirkan wa got nabe, bira îşev jî quncikê me ji çend pêkenîn tevlihev ra be.
Ez bawer dikim ewê tu zirara wê tunebe.

Ziman
Yekî Ruhayî li Stenbolê aşxaneyek vekiribû û li ser deriyê wê jî bi herfên mezin,”li vê aşxaneyê meriv dikane bi her zimanî bipeyive” nivîsî bû.
Rojekê wezîrekî tirk piştî ku xwarina xwe xwar, bi meraqdarî ji xwediyê aşxanê pirsî, got:
-Li qusûra min nenêre, lê min meraq kir, ma tu bi her zimanî dizanî?
Xwediyê aşxaneyê got:
-Na, ne ez, lê mişteryên min dikanin bi her zimanî bipeyivin. Mesela li meclîsa we axaftina kurdî qedexe ye, lê li aşxana min serbest e...

Bira ne ehmaq bûya
Hakim ji mutahîdê sextekar pirsî, got:
-Lawo ev camêrê han dibêje ku ev çar car in ku ew ji te xênî dikire lê te heta nuha yek xanî jî teslîmî wî nekiriye. Tu çi dibêjî ?
Mutahîd ji hakim ra got:
-Hakim beg, ma ez çi bibêjim, bira hewqasî jî ne ehmaq bûya û çara caran nekiriye...
Mixabin di siyasetê da jî gelek saf û xêvên ji vî camêrî "ehmeqtir" hene, ne çar caran, di van 30-40 salên dawî da deh caran hatine xapandin lê dîsa jî aqilê wan nayê serî...

Sûcê mirîşkê çi ye?
Jinikê ji mêrê xwe ra got:
Tu zanî sibe salvegera zewaca me ye, divê em bi hawakî pîroz bikin.
Mêrik got:
-Ê tu dibê em çi bikin?
Jinikê got:
-Hema emê mirîşka xwe şerjêkin, ban çend dost û hevalan kin û bi hev ra pîroz bikin.
Mêrik got:
-Xanim, em ji xwe ra zewicî ne, de îcar sûcê mirîşka reben çi ye? Çima emê rabin vê heywana kerr û lal ji xwe ra bikin qurbana?
Ev dinya wiha ye, hinek ji bo kêf û zewqa xwe bi çavê mirîşka were şerjîkirin li meriv dinêrin, dibê meriv hevza xwe ji merivên wiha bike...

Ez vê pêkenîna dînan jî diyarî hemû biaqilan dikim.

Pêkenîna dînan
Rojekê yekî dîn li bexçê tîmarxanê digeriya. Bala xwe dayê ku yek li bin darê rûnişteye û ji xwe ra “heke heka” wî ye dikene. Jê ra bû meraq û çû jê pirsî, got:
-Ma tu bi çi dikenî?
Dînê dikeniya got:
-Qet, ez tim ji xwe ra pêkenînan dibîjim. Lê eva dawî min qet nebihîstibû, loma jî ez pir pê keniyam.

Û bira ev pêkenîn jî dîyarîya çapemeniya tirk ya virek be. Ew çapemeniya ku bi hemû dem û dezgeyên xwe ve weke kûra derewan dixebite...

Medya TirkRojekê yekî Kurd ji dêlî pêşmalê, rojnameyekê li dor nava xwe digerîne û dikve himamê. Yên vê yekê dibînin matmayî dimînin, dibêjin ev çi mesele ye?
-Ew jî dibêje:
-Hûn dizanin mediya tirk her tiştî mezin dike. Min got belkî "yê min" jî hinekî mezin bike..

3 kommentarer:

  1. Yaw Xalo,
    Bawer bike ez ji kenînê zikopishto bum, hahooo. Bi taybetî jî du pêkenînên dawiyê, lê di nav wan herduyan da jî "medyaya tirk" pir xweshik bu, tam jibo Lotikxanê ye.

    Aha xalo, bi sond u peyman ku mirov bi vî shiklî ji kurdî bêtir hez dike, lê ashik dibe.

    Her bijî xalo!

    Silav u rêz

    Zarayê Kurdîjen

    SvaraRadera
  2. Xalo,
    Ê tabî canim, ma me jibo chi gotiye xalo kupa zêrînî ye? Wellahî xalo, pishtî min henekên te xwandin, min got: "Law Berano, hey tifuuu, qey te jî digot di turika te da chend heb shekirên sorik u germik hene oxlim. Aha te dît, xalo dîsan sînorên leqleqîcîtiyê nîshan da u quna te jî dax kir, wîîî :-)".
    Welle xalo tu yeman î yaw. Ma babam em ê chawan bi te ra qayîshê bikishînin bi vî halî xwe yê tirro :-))).

    Silav u hurmet

    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera
  3. Xalê Zinar,

    Bi rastî jî pêkenînên te pir pir rindik u xweshik bun. Pêkenîna dawiyê kêfa bavê min jî pir anî, pir keniya. Berî saetekê ji min ra got, lawo hela were wê cartin bixwîne. Pashê jî got, "yaw mêrik rast gotiye wellahî". Tabî kêfa xwe bi kurmancî hat u got, "bi xwedê heqqê lawê min heye ku "kurmancî taqîlmîsh" be. Kurmancî zimanekî pir xwesh e canim."

    Haaa, bavê min shîroveyên kek Beranê Meletiyê jî pir hez dike. Ji minra dibê, "welle lawikekî yeman e. Yaw yanî niha kurmanc jî dibin meriyên baqil u chi?"

    Xalo tu jî dizanî, min soz daye ku, heta serê salê kurdiya xwe bikim wekî dengê bilbilê. Lê wext jî zêde nema. Gerek ez soza xwe bînim shunê. Ez dibêm ez ê bînim shunê jî. Chimku ez di soz u daxwaza xwe da pir cîddî me u ev jibo min pir muhîm e jî. Ez nivîsên te her tim dixwînim. Jê pir tishtan hîn dibim. Spas xalo.

    Silavên germ

    Paytext-Erzingan

    SvaraRadera

PARVE BIKE