23 oktober 2009

Dibê Tirkiye û Kurdistan bi hev ra federasyonekê ava bikin

Malpera Netkurdê, li ser hewildanên hukûmeta AKP-ê ya çareserkirina mesela kurd ji nûnerên hin dezgeh û rêxistinan, siyasetmedar û ronakbîrên kurd dîtinên wan pirsiye.
Netkurdê gotiye, ”eger wezîr Beşîr Atalay ji we bipirse ku ”gelo lazim e di heryek ji van hersê qonaxan de kîjan daxwazên kurdan bên cîbicîkirin” hûn ê çi daxwazan pêşkêş bikin?”Netkurdê, ev pirsa jor ji min jî kiribû û min jî bersîva li jêr di 17-ê cotmehê da ji berpirsiyarê Netkurdê ra şandibû.
Nivîsa heta nuha nehat weşandin. Dibe ku jî neweşînin, hêjayî weşanê nebînin.
Ez nizanim.
Loma jî min biryar da ku îşev bersîvên xwe li vir biweşînim, bira zêde tirş nebe.
Heger hat û Netkurdê di pêşerojê da weşand jî tişt nabe, li vir bi xwendina çend kesan tu zirar nagihîje weşana Netkurdê.

Bersîva pirsa Netkurdê:Kurdistan, welatê kurdan derî îradeya miletê kurd û bi darê zorê hate perçekirin û kurd ketin bin destên çar dewletên zalim û dîktator.
Ji bo ku welatê xwe rizgar bikin û weke her miletî ew jî bibin xwedî dewleteke serbixwe kurd ev 150 sal in ku têkoşîneke bênanbên didin.
Di vê têkoşîna dûr dirêj da kurdan li her çar perçên Kurdistanê bi sedhezaran şehîd dane û gelek eziyet û cefa kişnadine.
Weke her miletî kurd jî dixwazin azad û seribixwe bijîn, pêşeroj û qedera xwe bi destê xwe tayin bikin.
Avakirina dewleteke serbixwe bi qasî ereban, tirkan û farisan, mafê miletê kurd e jî.
Dibê kurd ji xwestin û bilêvkirina vî mafê xwe yê avakirina dewleteke seribixwe tu carî netirsin û weke daxwazeke neheq û li cî nebînin.
Zeîfiya kurdan, xurtbûna dijmin û nemisaîdbûna şertên der û hundur dibê tu carî nebe sebeb ku kurd li tu beşekî Kurdistanê jî dev ji daxwaza vî mafê yê rewa beridn.
Li her çar beşên Kurdistanê jî ronakbîr, siyasetmedar û rêxistinênê kurd dibê her tim bi şiklekî vekirî bibêjin ku azadî û avakirina dewleteke seribxwe weke her miletî, mafê miletê kurd e jî, ev sûc e û ne jî qebhet e…
Lê ji ber ku zora kurdan îro li dijmin nayê, şert ne misaîdin, kurd nikanin vî mafê xe yê rewa têxin praktîkê û ji ber vê jî li dijî bidestxistina hin mafên hindik dernakavin ew tiştekî din e.
Dijmin îro çi ”mafî”, çi tawîzî dide me bira bide, bêguman dibê meriv li dij dernekeve.
Ya girîng ew e ku em dev ji îdîal û hedefa xwe ya dewleteke serbixwe bernedin û vê daxwazê ji hedefa xwe dernexin, bi ”pakêtên” dijmin neyên serî.
Nuha jî ez werim ser pirsa we.
Di pirsa xwe da we gotiye ku hukûmeta AKP-ê nuha li ser “Vebûna Kurd” ku dûra navê wê kirin “Vebûna Demokratîk” kar dike.
Hukûmet dibêje ku ”ev ne pakêtek e, proseseke, ê di sê qonaxan da(nêz, navîn û dûrûdirêj)bê cîbicîkirin.”
Û ji bo meşandina vê projeya hukûmetê, ”wezîrê karûbarê hundur Beşîr Atalay weke koordînator hatiye tespîtkirin.”
Atalay, di vê çarçewê da ”bi derûdorên cuda ra rûdine, fikir û daxwazên wan yên li ser vê Vebûnê dipirse.”
Piştî van agahiyan we gotiye, ”Eger wezîr Beşîr Atal bê ji we bipirse ku ”gelo lazim e di heryek ji van hersê qonaxên nêzîk, navîn û dûr de çi daxwazên kurdan bê bicîhkirin” hûnê madde bi madde kîjan daxwazan pêşkêş bikin?”
Heger Beşîr Atalay were fikrê min yên ji bo çareseriya mesela kurd ji min bipirse, ji ber ku ew wezîr e ezê jê ra tu ”tenzîlatê” nekim, weke ez ji kurdan ra dibêjim, ezê ji wî ra jî bibêjim ku bi ya min çareseriya herî baş û herî maqûl serxwebûna miletê kurd e, bi qasî tirkan mafê kurda ye jî bibin xwedî dewleteke serbixwe û dibê hûn viya qebûl bikin.
Lê heger hûn dixwazin bi kurdan ra bijîn û baweriya we ew e ku ev dewleta mişterek ewê li kara me herdu miletan be, wê demê divê em jî weke xwedî eynî maf û deshilatê bin.
Û navê vê jî federasyon e. Yanî dibê Tirkiye û Kurdistan bi hev ra federasyonekê ava bikin.
Û herçî mesela ”qonaxan e” jî ezê bibêjim, dev ji ”qonax monaxan” berdin û mafê kurdan bidin.
Çima 3 qonax?
Dîtinên min ji bo ”hersê qonaxan jî” eynî ye, dewleteke federatîv e, yanî federasyon e.
Her wisa ezê jê ra bibêjim, bi dîtina min dirêjkirina meselê ne çareserî ye û zirarê dide herdu aliyan jî.
Heger bi rastî jî hûn dixwazin kurd û tirk di nava aştiyê da bi hev ra bijîn, dibê hûn mafê kurdan jî qebûl bikin, hertiştê me dibê mişterek û bi qasî hev be.
Nimûneyên vê yekê li cîhanê pir in.
Atalay nûnerê dewleta tirk e, pir normal e ku ew bixwaze serî li kurdan bigerîne, bi navê ”qonax monaxan” demê dirêj bike.
Lê ezê jê ra bibêjim, tu sebeb tuneye ku hûn serî li xwe bigerînin, demê dirêj bikin û vî mafê kurdan yê rewa ”piço piço” bidin.
Heger heqê kurdan ne heq e bibêjin ne heq e û em nadin.
Lê na ku heq e wê demê li ser hev, bi carê da bidin.
Çima ”qonax” bi ”qonax” û piço piço?
Dana bi ”texsîdan” ne çareserî ye û dibê tu carî nebe daxwaza kurdan.
Dibê kurd tim qala mafê xwe yê tam û rewa bikin û dana dijmin ya bi ”texsîdan” jî red nekin, lê bes jî nebînin û ji ber vê dirêjkirininê jî rexne bikin.
Lê dibê kurd bixwe nebin alet û pêşengên vê siyaseta dewleta tirk ya bi ”texsîdan.”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE