08 oktober 2009

Dibê kurd weke taximekî netewî li Diyarbekir Sporê xwedî derkevin

Serokê Diyarbekir Sporê Çetîn Sumer, bi telefonê beşdarî programeke radyoya Dengê Emerîka Beşê kurdî bû û got, ew ji dewletê tu alîkariyê nagrin, lê li gel vê jî weke tîmeke dewletê têne lansekirin.
Heta nuha tu serokekî Diyarbekir Sporê negotiye ”Diyarbekir Spor taximê miletê kurd e”, lê Çetîn Sumer di hevpeyvîna xwe da diwêre vê rastiyê bibêje: ”Em ne taximê dewletê, taximê Diyarbekrê û yê miletê kurd in.”Di warê sporê da ev gotinên Çetîn Sumer pêşketineke nuh e û pir baş e, dibê were pîrozkirin.
Û dibê hemû kurd jî bi vî çavî li Diyarbekir Sporê binêrin û li gor wê lê xwedî derkevin û alîkariyê pê ra bikin.
Dibê miletê kurd, bi taybetî jî kurdên dewlemend, şareza û miletperwer bi zanîn û bi şiûrekî netewî dest bavêjin Diyarbekir Sporê û bikin taximekî miletê kurd û Kurdistanê.
Ji bo cudabûna me ji tirkan ev yek gelkî girîng e.
Dibê Diyarbekir Spor jî weke taximên din ji bo zarok û xortan qurs û dibistanên futbolê veke, bi sedan, bi hezaran xortên kurd perwerde bike û bi wesîleyê him zimanê kurdî û him jî şiûrekî netewî bide telebe û lîstikvanên Diyarbekir Sporê.
Heger kurd bixwazin dikanin Diyarbekir Sporê bikin mekteb û hêlîneke kurdewariyê.
Kurd bi riya Diyarbekir Sporê dikane bi hezaran zarokên kurd ji kuçe û kolanan xelas bikin û bikin sporciyên miletê kurd.
Çetîn Sumer, di derbarê maça Bûrsasuporê da jî axivîye û gotiye, li Bûrsayê heqaretên pir mezin li wan û li temaşevanên wan hate kirin.
Dibe ku Çetîn Sumer kurdekî pir paqij û pir dilsoz be, lê diyar e wî hîn tirk nas nekiriye, loma jî li hember heqaret û êrîşên temeşavanên tirk matmayî maye û gotiye:
“Dizanin ku em kurd in. Sloganên siyasî û xerab avêtin û aligirên me yên ku ji Diyarbekrê hatibûn kevir kirin. Kes nikane vê zulmê li me bike. Me jî ji federasyonê ra got, emê taximê xwe ji lîgê vekêşinin. Ser vê, çapemeniya Tirkiyê zêde cih da bûyerê. Ji ber ku zilm û mexdûrîyeta me dîtibû li ortê bû.”Ev ne cara pêşîye ku temaşevanên tirk bi vî rengî êrîşî Diyarbekir Sporê dikin, di her maça Diyarbekrê da temaşevanên tirk eynî nîjadperstiyê li hember kurdan dikin.
Ji ber ku tirk kurdan, bjar û taximên wan ji xwe nahesibînin, weke weke neyar û Diyarbekir Sporê jî weke taximekî neyaran dibîne.
Lê kurd naxwazin vê rastiyê bibînin, weke hêştirmê serê xwe dixin qûmê û gazinan dikin.
Bêguman dibê meriv heqaret û tezahuratên siyasî, derî sporê qebûl neke û dema bûjî dibê kesên berpirsiyar gilî bikin. Ev temam.
Lê dibê em ne li bende bin ku tirkê ji me ”hez bikin”, ya jî muameleya taximekî tirk bi me ra bikin.
Hêviyeke wisa ne realîst e.
Sümer bi nêteke pir paqij û saf dibêje, dema ew çûn Bûrsayê, berî maçê, wan di beyanên xwe da got:
”Di sporê de cihê siyasetê tune ye, lê ew bi awayekî organizekirî hatin ser me û ala Tirk vekirine. Fena ku em ji miletekî û welatekî din hatibin. Zulmeke pir mezin li me kirin.”Mixabin di vir da gazinên Sumer ne di cî da ne, helbet temeşavanên Diyarbekir Sporê ji miletekî din û ji welatekî din in, parastina eksê vê şaş e û ne rast e.
Diyaarbekir Spor, taximê miletekî din û welatekî din e. Lê ev nayê wê maneyê ku ji ber vê yekê dibê tirk dijminatiyê pê ra bikin, bes dikin.
Çimkî tirk li hember her taximekî biyanî eynî dijminatiyê nakin, tenê li hember kurdan wisa dikin.
Xwedêgiravî Sumer jî di axaftina xwe da gotiye ku ew ”taximê Diyarbekrê û yê miletê kurd in.”
Yanî Diyarbekir Spor
, taximê paytexta Kurdistanê û yê miletê kurd e, ev rast e û ji xwe dibê wisa be jî.

Û hemû kurd jî bi vî çavî li Diyarbekir Sporê mêze bikin.
Serokê Diyarbekir Sporê Sumer, dibêje di warê madî da gelkî tengasiyên wan hene û çi heyf ku kes destê alîkariyê dirêjî wan nake. Ew ji dewletê alîkariyê naxwazin û kurd jî bîr nabin ku alîkariyê bikin.
Heger taximekî tirk bûya bêguman bi sedan dewlemendên kurd ewê xwe bi qurban kirana û ji bo ku bibin serok ya jî têkevin îdareyê ewê bi milyonan bidana.
Lê ji ber ku ne Fenerbahçe, Galatasaray û Beşîktaş e, Diyarbekir Spor e loma jî dest navêjin bêrîka xwe û alîkariyê nakin.
Ez çi bibêjim, perê min tuneye ku ez bidim, yê min tenê dev û qelema min heye, ez dikanin van herduyan jî têxim emir û xizmeta Diyarbekir Sporê û hemû taximên Kurdistanê.Tiştê ji min tê ev e.
Bes heger rast û mimkûn be, bira li ser navê Diyarbekir Sporê hesabekî ji bo alîkariyê vekin, wê demê her kurd li gor îmkana xwe dikane alîkariyê bike.
Lê li alî din jî esas heger îdareciyên baş hebin dîtina peran pir ne zahmet e, dibê meriv bizanibe pere çawa tê peydakirin.
Û ji bo vê yekê jî hezar û yek rê hene, dibê kesên birêvebir serê xwe pê ra biêşînin…Bi hêviya ku hemû kurd li Diyarbekir Sporê xwedî derkevin û wê bikin taximekî miletê kurd yê netewî…

3 kommentarer:

  1. Xalo,
    qasî ku ez dibînim, nêta te heye ku bibî sporciyekî qirase haaa :-).
    Rast e xalo, divê miletê kurd xwedîtiyê li Diyarbekir Sporê bike, lê heta ku Diyarbekir Spor jî xwedîtiyê li neteweya xwe bike, xedîtiyê li kurdbuna xwe bike.

    Silavên hêca
    Qijikê Dêrsimê

    SvaraRadera
  2. Qijikê Dêrsimê, xwarziyê min î delal, dema kesên hoste destê xwe navêjin ji meselê da meydan ji kesên wek min ra vala dimîne.
    Yanî dema xwediyên meselê weke mêran zend û bendên xwe venemalin û danekevin qada xebatê, hûnê tim mecbûrî xwarina "gosştê dîkan" bibin.

    SvaraRadera
  3. Xalo, na naaa, bi rastî jî tu sporciyekî yemanî yaw. Min îro di Kurdspor da (ev sporkurd jî chi ye ez nizanim) nivîsa te ya bi top u gulle dît u got, yaw heyatim, Berano, heta ku xalo nebe mudur u shivanê sporciyên me kurdan, ti pox jî ji me nabe oxlim.
    Bijî xaloyê me yê sportmen!

    Silavên sportmenî u fêlan u bêvan

    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera

PARVE BIKE