03 oktober 2009

Dewleta tirk û hustuyê devê

Di rojnameya Mîllîyetê da yekî bi navê Melîh Aşik heye. Weke tirpê ew jî xwe ji nihmet dihesibîne, yanî efendî xwe tiştekî dihesibîne û xwe tevî şerê ”boxe û beranan” dike.
Ji bo ku patronê wî jê ra bibêje ”eferim Melîh, min ji te hez kir”, ew jî yek rojan radihîje xîçekî û davêje ji kurdan da.
A ev Melîhê me yê ”henekçî”, di nivîsa xwe ya îro da gotinên Komsêrê Mafên Mirovan yê Ewrûpa Thomas Hammarberg yên derbarê ”Çi bextewrîye yê ji xwe ra dibêje ez tirk im” rexne dike.
Hammarberg, di rapora xwe ya li ser eqaliyetên(kêmatiyên)li Tirkiyê da gotina ”çi bextewariye yê ku ji xwe ra dibêje ez tirk im” rexne kiribû û gotibû ev nîjadperestiye.
Hammarberg gotibû di dibistanên Tirkiyê da bi sond û marşên weke ”ez bi tirkbûna xwe îfîxar dikim” û yên weke wan, miletek tê bilindkirin, dibê ev sond û marşên nîjadperes hemû werin rakirin, dibê di zanîngehan da mamosteyên kurdî werin gîhandin, mafê elewiyan were dayin û hin daxwazên wisa di rapora xwe da anîye zimên.
Ev daxwaz û gotinên Hammaberg, bi Melîh Aşikê me gelkî ne xweş hatiye û gotiye:
”Di rêzê da çi heye?..
Helbet daxwazên guhertina Marşa Netewî…
Hin siyasetmedarên ewrûpî yên radîkal dibêjin hîv û stêrka li ser ala tirk sîmbola dînî ye. Dema wext û zemanê were ewê Marşa Netewî jî û Ala Tirk jî bînin rojevê.”
Ji deve ra gotine, ”deve ma çima hustuyê te wisa xwar e?”
Deve gotiye, ”ma ku dera min rast e ku hustuyê minê rast be.”
Ya tirkan jî bûye ev mesele, feqîran her tiştê wan derî alem û medeniyetê ye, loma jî ji alî dinyayê ve tên rexnekirin.
Ji kitêbên wan yên dîrokê, cografyayê, dînî bigire, heta bi marşa wan ya netewî, sirûdên di dibistanan da her sibe bi zarokan didin gotin, di hemûyan da miheqeq anormaliyek û nîjadperestî heye.
Û loma jî dema dixwazin bibin endamê dezgehên navnetewî xelk ji wan daxwaza guherînê dike, dibêjin bi vî halî hûn nikanin bibin endamê sîstem û rêxistineke demokratîk û medenî.
Îcar ji dêlî ku guh bidin xelkê û xwe biguherînin, xwe dixeyidînin, dibêjin her kes li dijî me ye.
Kuro dinya li dijî me ye.
Kuro kes xusûsî ne li dijî we ye, ji ber ku rejima we rejimeke kevneperst û jîjadperest e, mejuyê we zengarî ye, weke însan hûn li derî medeniyetê mane, dîtin û fikrên we ne yên vê sedsalê ne, loma xelk we rexne dike.
Jinikê lawê xwe yê nexweş bir ser tuxtor. Tuxtor ji jinikê pirsî, got:
-Xanim nexweşiya gedê te çi ye, kudera wî diêşe?
Jinik got:
Tuxtor beg, lawikê me ji makzayî da gurçikên wî baş naxebitin, aliyekî wî felc e, kût e nikane bimeşe, guhên wî nabihîzin û çavên wî jî nabînin. Bêyî van, çend nexweşiyên din yên biçûk jî pê ra hene lê ew pir ne girîng in.
Tuxtor got:
-Min fêm kir, wê çaxê zû xwe tazî bike!
Li hember vê daxwaza tuxtor, jinik matmayî ma, got:
Tuxtor beg, yê nexweş gedê min e, tu yê li wî binêrî, îcar çima ezê xwe tazî bikim?
Tuxtor got:
-Xanim, ez dizanim. Lê di gedê te da tu xêr nemaye. Li vê cîhanê tu tuxtor nikane wî xelas bike. Ya herî baş ewe ku em yekî nuh çêkin; ewê gelkî çêtir be.
Rewşa dewleta tirk jî ev e, bi guherandin û derxistina çend qanûn manûnan rast nabe, dibê ev dewleta nîjadperest ji kok da hilweşe û di dewsê da tiştekî nuh ava bibe...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE