30 oktober 2009

Devê Davutoglu jî negeriya bibêje Kurdistan

Wezîrê derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu, wezîrê pêşesaziyê Zafer Çaglayan û heyeta karsazan ya gelkî qelebalix(80 kes)piştî Basrayê derbasî paytexta Kurdistana başûr Hewlêrê bûn.
Heyeta tirk li Hewlêrê ji alî kurdan ve bi germî hate pêşwazîkirin.
Ev serdana Ahmet Davutoglu bêguman ji bo kurdan serkeftineke mezin û gaveke gelekî girîng e.
Ji ber ku tirkan heta nuha nedixwestin hukûmeta kurdan nas bikin û têkiliyên dîplomatîk bi wan ra deynin.
Ev cara pêşîye ku Titkiye di asta wezîrtiyê da Kurdistanê ziyaret dike û bi şiklekî resmî bi kurdan ra rûdine.
Loma jî meriv dikane bibêje ku kurdên başûr bi zîrekî û bi siyaseteke bi sebir, siyaseta tirkan ya înkar û îmhayê û hemû xetên wan yên sor û zer têk birin û ew mecbûrî siyaseteke realîst kirin.
Davutoglu li Hewlerê bi xaliya sor ji bal serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, serokwezîrê nû Dr. Berham Salih û heyeteke gelkî fireh ve hat pêşwazîkirin.
Piştî hevdîtinan, Davutoglu û serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi hev ra civîneke çapemeniyê li dar xistin.
Di civînê da serok Barzanî got, ew ziyareta heyeta Tirkiyê weke gaveke gelkî girîng dibîne û li ser vekirina sefaretxaneyê jî wiha got:
”Biryara Tirkiyê ya vekirina seferatxaneya li Hewlêrê ji bo herêmê pêşketineke pir baş e. Weke Rojhilatanavîn em di pêvajoyeke pir hesas ra derbas dibin. Ji bo aştiyê li Rojhilatanavîn roleke Tirkiyê ya girîng heye. Em têkiliyên bi Tirkiyê ra pir girîng dibînin. Di têkiliyên bi Tirkiyê ra Kurdistan wezîfeya pirê dibîne.”
Barzanî, di derbarê hewildanên Tirkiyê yên ji bo mesela kurd jî got, ew hewildanên serokwezîr Erdogan yên ji bo çareserkirina mesela kurd pir baş dibîne û ji bo vê yekê jî wî pîroz dike û pîrozbahiyên xwe dişîne ji Tirkiyê ra. Serok Barzanî got, ”Ew piştgiriya şîdetê nakin, ”gavên tên avêtin baş dibînin” û ew hêvî dikin gelş werin çareserkirin û ”xwîna birayên me kurd û tirkan nerije.”
Davutoglu jî di axaftina xwe da qala avakirina Rojhilata navîn û avêtina hin gavên cesûr kir.
Lê weke hemû tirkan Davutoglu jî di axaftina xwe da pir kitim bû, zimanê wî jî negeriya bibêje kurd û Kurdistan.
Tirkiye wezîrê xwe yê derve dişîne Kurdistanê û biryar daye ku li Hewlêrê sefaretxaneyê veke.
Ev tê wê maneyê ku ew Kurdistana Federe û hukûmeta kurd nas dike û pê ra têkliyên dîplomatîk datîne.
Lê li gel vê jî Davutoglu naxwaze navê Kurdistanê bikar bîne, bi zimanekî rehet nabêje miletê kurd, ji dêlî vê va dibêje ”ew iraqiyan weke merivên xwe dibîne, ew li Îraqê ”tu ferqê naxin nabêna gurûbên etnîkî, tirk, kurd û ereb ji bo wan yek e” û ”kesê nikanibe fîtneyê têxe nabêna wan û bakurê Îraqê.”
Însanek ancax dikane hewqasî dilnexwazê miletî be, nîjadperest û ne medenî û li hember yê hember xwe bêhurmet be.
Ji alî serokwezîr û seokkomarê herêma Kurdistanê bi xaliya sort ê pêşwazîkirin, alaya Kurdistanê û ya Tirkiyê bi ser erebeya wî va dibe, lê dîsa jî navê Kurdistanê bikar nayne, dibêje ”bakurê Îraqê.”
Kurd û Kurdistan bûye kabûs û ezraîlê tirkan, j iwan wetnê dema bibêjin Kurdistan, Tirkiye ewê nemîne û tirkên mahcir û dewşîrme jî ewê ji ber hev da bikin.
Lê kurd bi sebir in, bi vê israrê û siyaseta bi îstîkrar tirk heta vira anîne, qet şik tuneye Dawutoglu di serdaneke xwe ya din da ewê weke efendiya bibêje Kurdistan jî…
Nuha gotin hinekî pê giran tê, dixwazin bi texsîdan qebûl bikin.
Lê li alî din, li hember vê şêla tirkan dibê kurd bêdeng nemînin, nerehetî û aciziya xwe nîşan bidin, vê şêla berpirsiyarên tirk ya li dijî prensîb û qaîdeyên dîplomasiyê qebûl nekin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE