31 oktober 2009

Razîkirina însanan gelkî zor e

Razîkirina milet gelkî zahmet e, meriv çi dinivîse miheqeq hinek xwe dixeyidîne û dibêje "ma ev çi nivîse?"
Tiştê kes jê naxeyide û ji ber wê gazinan ji min nake pêkenîn in, heta nuha tenê ji ber wan kesî ez nedame ber kevir û kuçan û xwe ji min nexeyidandiye.
Ji bo ku ez îşev jî hin "neyara" ji xwe ra çênekim, ez du pêkenînên li ser Xwedê dinivîsim. Ez bawer dikim bîna wî ji însanan firehtir e...

Xwedê da
Ehmed rojekê li bajêr rastî hevalekî xwe tê. Dibîne ku wa ye motorsîkletke weke bûkekê di bin daye. Matmayî dimîne, dibêje.
-Lawo te ev motorsîkleta nuhûtop ji kuderê anî?
Ew jî dibêje:
-Min dûa kir, Xwedê da min.
Ehmed jî merivekî saf e, bawer dike û roja din diçe mizgeftê. Destên xwe vedigre û dest bi dua dike, dibêje:
-Ya Rebî tu motorsîkletekê bide min, ya Rebî tu motorsîkletekê bidî min… Dema ew vê dua dike, yê li kêlekê dibihîze, ew jî dibêje:
-Ya Rebî tu solekê bidî min, ya Rebî tu solekê bidî min….
Ehmed ji vê dua mêrik gelkî aciz dibe, êrîşî mêrik dike, wî ji mizgeftê derdixe der, jê ra dibêje:
-Zû ji vir her e û serê Xwedê tevlihev neke, ew nuha motorsîkleta min çêdike, piştî ku qedand tu dikanî werî û sola xwe jê bixwazî.
Û dûra jî vedigere ciyê xwe û dîsa dest bi duayên xwe dike, dibêje:
-Ya Rebî tu motorsîkletekê bidî min jî, ya Rebî tu motorsîkletekê nuh bidî min jî…
Carê bala xwe didê ku zilamê wî wa ye dîsa bi paş da hatiye û li quncikê hember dua dike.
Ehmedê gelkî aciz dibe, diçe ba mêrik û jê ra dibêje:
-Lawo tu bela yî tu çi yî? Ne tu be ne sola te be! Ha ji te ra here ji xwe ra cotek sol bikire û îşê min xera neke...
Piştî ku mêrik perê xwe digre û dihere, ew dîsa destên xwe vedigre û dibêje.
-Xwedayê mîhrîban û dilovan, va ye em dîsa tenê man, tu motorsîkleteke nuh bide min jî...

Zebeşê Xwedê
Yekî gundî rojekê xwest li erdê xwe ji xwe ra zebeşan biçîne. Lê bala xwe dayê ku erdê wî zêde bi kevir e, paqijkirina hemû erd zahmet e.
Loma jî rabû nîvê erdê xwe paqij kir û nîvî jî wer hîşt. Û ji xwe ra got, bila perçê paqijkirî yê min be, ji ber ku min tê da tab xwariye û yê bikevir jî para Xwedê be... Û dûra jî dendikên xwe çand.
Li bîstanê xwe pir miqate bû, her roj bi dûzan av dida, eşêf û berkol dikir û baş lê dinêrî.
Û erdê Xwedê jî hema bi çavê suxrê û êretî lê dinêrî, zêde av nedida û baş jî lê mêze nedikir.
Dema zebeş çêbûn yên wî hemû kurmî derdiketin û yên Xwedê jî hemû bûbûn weke goman û weke şekir jî şîrîn bûn.
Rojekê rabû du zebeş ji bîstanê Xwedê dizî û berê xwe da malê. Bi rê da baraneke pir dayê, bi kûzan ji asîmanan royî erdê dibû. Ji bo ku zêde şil nebe, xwe avêt hundur mizgeftê.
Dema ket hundur mizgeftê, îcar jî zîpikê dest pê kir, her hebeke zîbikê bi qasî gûzekê mezin bû, weke ku kevir û kuç bi ser banê mizgeftê da bibare, dengekî bi xof derdixist...
Feqîro gelkî tirsiya, serê xwe berbî jor ve bilind kir û bi dengekî fedîkar ji Xwedê ra got:
-Dee deee, hela ji bo du zebeşan tu mala xwe xera nakî...

30 oktober 2009

Devê Davutoglu jî negeriya bibêje Kurdistan

Wezîrê derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu, wezîrê pêşesaziyê Zafer Çaglayan û heyeta karsazan ya gelkî qelebalix(80 kes)piştî Basrayê derbasî paytexta Kurdistana başûr Hewlêrê bûn.
Heyeta tirk li Hewlêrê ji alî kurdan ve bi germî hate pêşwazîkirin.
Ev serdana Ahmet Davutoglu bêguman ji bo kurdan serkeftineke mezin û gaveke gelekî girîng e.
Ji ber ku tirkan heta nuha nedixwestin hukûmeta kurdan nas bikin û têkiliyên dîplomatîk bi wan ra deynin.
Ev cara pêşîye ku Titkiye di asta wezîrtiyê da Kurdistanê ziyaret dike û bi şiklekî resmî bi kurdan ra rûdine.
Loma jî meriv dikane bibêje ku kurdên başûr bi zîrekî û bi siyaseteke bi sebir, siyaseta tirkan ya înkar û îmhayê û hemû xetên wan yên sor û zer têk birin û ew mecbûrî siyaseteke realîst kirin.
Davutoglu li Hewlerê bi xaliya sor ji bal serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, serokwezîrê nû Dr. Berham Salih û heyeteke gelkî fireh ve hat pêşwazîkirin.
Piştî hevdîtinan, Davutoglu û serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi hev ra civîneke çapemeniyê li dar xistin.
Di civînê da serok Barzanî got, ew ziyareta heyeta Tirkiyê weke gaveke gelkî girîng dibîne û li ser vekirina sefaretxaneyê jî wiha got:
”Biryara Tirkiyê ya vekirina seferatxaneya li Hewlêrê ji bo herêmê pêşketineke pir baş e. Weke Rojhilatanavîn em di pêvajoyeke pir hesas ra derbas dibin. Ji bo aştiyê li Rojhilatanavîn roleke Tirkiyê ya girîng heye. Em têkiliyên bi Tirkiyê ra pir girîng dibînin. Di têkiliyên bi Tirkiyê ra Kurdistan wezîfeya pirê dibîne.”
Barzanî, di derbarê hewildanên Tirkiyê yên ji bo mesela kurd jî got, ew hewildanên serokwezîr Erdogan yên ji bo çareserkirina mesela kurd pir baş dibîne û ji bo vê yekê jî wî pîroz dike û pîrozbahiyên xwe dişîne ji Tirkiyê ra. Serok Barzanî got, ”Ew piştgiriya şîdetê nakin, ”gavên tên avêtin baş dibînin” û ew hêvî dikin gelş werin çareserkirin û ”xwîna birayên me kurd û tirkan nerije.”
Davutoglu jî di axaftina xwe da qala avakirina Rojhilata navîn û avêtina hin gavên cesûr kir.
Lê weke hemû tirkan Davutoglu jî di axaftina xwe da pir kitim bû, zimanê wî jî negeriya bibêje kurd û Kurdistan.
Tirkiye wezîrê xwe yê derve dişîne Kurdistanê û biryar daye ku li Hewlêrê sefaretxaneyê veke.
Ev tê wê maneyê ku ew Kurdistana Federe û hukûmeta kurd nas dike û pê ra têkliyên dîplomatîk datîne.
Lê li gel vê jî Davutoglu naxwaze navê Kurdistanê bikar bîne, bi zimanekî rehet nabêje miletê kurd, ji dêlî vê va dibêje ”ew iraqiyan weke merivên xwe dibîne, ew li Îraqê ”tu ferqê naxin nabêna gurûbên etnîkî, tirk, kurd û ereb ji bo wan yek e” û ”kesê nikanibe fîtneyê têxe nabêna wan û bakurê Îraqê.”
Însanek ancax dikane hewqasî dilnexwazê miletî be, nîjadperest û ne medenî û li hember yê hember xwe bêhurmet be.
Ji alî serokwezîr û seokkomarê herêma Kurdistanê bi xaliya sort ê pêşwazîkirin, alaya Kurdistanê û ya Tirkiyê bi ser erebeya wî va dibe, lê dîsa jî navê Kurdistanê bikar nayne, dibêje ”bakurê Îraqê.”
Kurd û Kurdistan bûye kabûs û ezraîlê tirkan, j iwan wetnê dema bibêjin Kurdistan, Tirkiye ewê nemîne û tirkên mahcir û dewşîrme jî ewê ji ber hev da bikin.
Lê kurd bi sebir in, bi vê israrê û siyaseta bi îstîkrar tirk heta vira anîne, qet şik tuneye Dawutoglu di serdaneke xwe ya din da ewê weke efendiya bibêje Kurdistan jî…
Nuha gotin hinekî pê giran tê, dixwazin bi texsîdan qebûl bikin.
Lê li alî din, li hember vê şêla tirkan dibê kurd bêdeng nemînin, nerehetî û aciziya xwe nîşan bidin, vê şêla berpirsiyarên tirk ya li dijî prensîb û qaîdeyên dîplomasiyê qebûl nekin.

Fanatîzim

Xwarina pir zêde meriv nerehet dike, zikê meriv diêşîne.
Vexwarina pir zêde serê meriv diêşîne, meriv serxweş dike.
Û dîndariya pir zêde jî meriv ji kor dike, ji rastiyê, ji realîteyê, ji hiş û şiyana hizirkirinê dûr dixe, dike fanatîk.
Û fanatîzim jî şêl û haletekî pir xerab e, meriv ji îradeye nirxandinê, ji bikaranîna aqil bêpar dihêle, ji bînfirehî û xweşbîniyê dûr dixe.
Kesên fanatîk weke robêtên ne ji vê serdemê hereket dikin, fena ku ne ji vê cîhanê bin, pêşketinên civakî, şertên nuh wan alaqedar nake.
Ji bo kesên fanatîk tenê dîtin, bawerî û nirxên ku ew jê bawer dikin rast in, loma jî dibê hemû însaniyet van dîtin, bawerî û nirxên wan bikin taca serê xwe û jiyaneke li gora van nirxan, li gora vê baweriya dînî bidomînin.
Fanatîzim celebekî dînîtiyê ye, loma jî meriv nikane doza şiyana nirxandinê, doza tevgere biaqil l iwan bike.
Dîn, li her derê dîn e, ha li gundekî çola Yêmenê û ha jî li paytexta Swêd li Stockholmê jê ra qet ferq nake.
Ji ber ku ne fedî dike û ne jî bîrî başî û xerabiyê dibe, jê ra her der teyşta dayika wî ye, li herderê dikane ardê xwe li moxilê xwe, aqilê wî yê kêm jê ra çi emir bike, bêyî ku guh bide der û dora xwe wisa hereket dike.
Do danê êvarî li Stockholmê ez ji termînala(xeraca)otobozan derbas dibûm. Ji nişka ve ji milê min ê çepê giriyê zarokekî bi ber guhê min ket.
Min berê xwe bi wî alî da kir.
Bi dîmenê min dît ra ez matmayî mam, min ji çavên xwe bawer nekir…
Tiştê min didît, tebeyak, mêr bû jin bû ne diyar bû, di nava çarçefeke qûl î reş da li ber cama termînalê pişta wê/wî bi rêwiyan û kesên diçin û tên da bû, di camêra li der dinêrî. Du zarokên biçûk jî(yek 2 salî û yek jî 3-4 salî)li erdê, yê biçûk digriya.
Ji ber ku pir nêzê camê bû û pişta xwe jî bi riya çûyin û hatinê da kiribû, loma jî pêşiya wê xuya nedikir, meriv tenê ji para didît.
Min meraq kir, ji bo ku ruyê wê bibînim ez çû kêlekê û min ji pê ra bala xwe da ruyê teba, qijika reş.
Bi dîtina ”rû” ra matmayina min zêdetir bû.
Çimkî bira xuya kirina rû/wec li wir bimîne, çavên tebaya li ber min jî ne xuya bûn.
Xêliyeke reş bera ser ruyê xwe da bû weke qijikek mezin ya bi xof, di orta derya milet da di ser çêlika xwe ra sekinîbû.
Bi îhtîmaleke mezin ji bo ku milet zêde şoke neke, netirsîne pişta xwe bi riya çûn û hatinê da kiribû, bi sedan însan di pişt wê ra diçûn û dihatin.
Tiştê min û bi sedan kesî didît tiştekî pir absurd, pir nelirê û dûrî aqil û îzanê bû, dîmenekî dînîtiyê bû.
Li Stockholmê li termînala merkezî qûqlayeke reş di nava milet da sekinîbû û kesî nizanîbû ew însan e ya na.
Û du zarok jî li erdê, ki ber qûqla reş digriyan û dixwestin ku çarçefa reş wan rake û têke himêza xwe.
Lê qûqla reş xwar nedibû û ranedihîşt zarokan…
Ji ber çi sebebî dibe bira bibe, ez fêm dikim ku hin jin serê xwe digrin, xwe dipêçin ya jî mecbûrî vê lixwekirinê dibin.
Lê ne bi vî rengî…
Girêdana serî, lixwekirneke hinekî girtî me qebûl e, lê ne ku têkeve nava çewalekî reş û zarokên meriv jî çavê meriv jî nebîne.
Geleo zarokan di wê kêliyê da çi his dikir, çi difikirîn?
Belkî giriyê wan jî ji tirsa bû, ew rewş protesto dikirin , digotin, dayê tu çima wiha dikî, em dixwa ruyê te, çavê te bibînin...
Lê fanatîzma dînî ev yek li zarokan qedexe kiye...
Tu dînî, tu pêxemberî û tu kitêbeke miqedes sosireteke wiha li ser însan ferz nekriye, ev îcad û zirdîniyeke hin kesên fanatîk û nexweş e.
Fanatîzim însanan ne tenê ji aqil û ji şiyana hizirkirinê, ji însaniyetê jî dûr dixe, dike pêkenîn.
Xwedê meriv ji her babet fanatîkiyê biparêxe...

28 oktober 2009

carnan dil heye lê taqet tuneye

Bixwedê îşev jî di çapemeniya tirk û kurd da tiştekî zêde bala min nekişand, dilê min nekeliya ser tu mijarê.
Jixwe dema ez bêtaqet bim di hilbijartina mewzûyê da ez pir hulhulî dibim, bi tu mijarê nayêm serî.
Îşev jî rewşa min ew e, ez hinekî bêtaqet im, nuh hatim mal û hûn rastiyê dixwazin serê min jî gelkî diêşe.
Loma jî hemû malper li ber çavên min weke leylanê hêl dibin û ez dikim nakim nikanim baş bixwînim.
Li dîsa jî xeberekê bala min kişand û gelkî jî kêfa min anî.
Dibê ez bi kurtî qala wê bikim.
Parlamentoya Kurdistanê, îro hukûmeta Dr.Berham Salih bi piraniya dengan qebûl kir.
Di kabîneya nû de ji bilî serokwezîr Dr. Berham Salih û cîgirê wî Azad Berwarî, 20 wezîr hene.
Li gor hatiye gotin lîsteye Civata Wezîran ji PDK-ê û YNK-ê pêk tê.
Kabîneya Şeşem ya Hikûmeta Kurdistanê li hemû miletê kurd pîroz û bimbarek be.

Dost
Ji kalê xwedî tercûbe pirsîn, gotin:
Kalo li vê dinyayê çend şikil dost hene?
Kalo keserek kûr kişand û rêz kir:
-Dost heye, weke nan e, weke xwarinê ye, weke avê ye, tu her roj lê digerî...
Dost heye, weke derman e, gava tu nexweş dikevî tu lê digerî.
Û dost jî heye, weke nexweşiyê ye, ew li te digere, te dibîne…
“Dostê” weke nexweşiyê tunebe çêtir e, qenekê meriv nexweş nakeve...

Ciwanî
Sofî piþtî ku riya xwe kur kir û şûnda, xwe da ber neynikê û bi fort ji xanima xwe ra got:
-Xanim, tu dibînî, sibehan piştî ku ez riya xwe kur dikim û şûnda ez deh salan ciwantir dibim.
Xanim keniya û got:
-Ê ku ne derew e rast e, bi şev jî riya xwe kur bike. Qenekê ewê bi kêrî tiştekî bê, fêda wê bigihîje mej î…

Beraz
Xwendevanekî dibistana Îmamxetîbê ji bo ku bibe îmamê camiyê ketibû îmtihanê. Pirs hemû nivîskî bûn. Xort bersîvên hemû pirsan rast da û kaxeta xwe teslîmî mamoste kir.
Lê li gel vê jî mamoste pûanek baş nedayê. Vê yekê bala mamosteyekî din kişand û ji hevalê xwe ra got:
-Bersîvên wî hemû rast in, tu çima heqê wî dixwî û pûanên kêm didê?
Mamoste ji hevalê xwe ra got:
-Tu nizanî ew çi beraz e, bersîvên wî rast in lê baweriya wî bi yekê jî nayê.

Qeza
Li Stenbolê texsî li yekî kal qelibî, tu namabû ku bike nanik. Lê di ser da şufêrê texsiyê serê xwe di pacê ra derxist û bi mêrik da qîriya, got:
-Sûcê te ye, ev bîst sal in ku ez şufêr im lê yek carê jî min qezayeke wiha nekiriye.
Kalo li erdê bi dengekî jar bersîv da, got:
-Ê ez bi qurbana serî, ez jî ev 8o sal in ku dimeşim, lê tu carî qezayeke wiha nehatiye serê min.

Ji bavê xwe bipirse
Lawikê biçûk bi heyecan ji diya xwe pirsî, got:
-Dayê, mamostê me dibêje em ji zuriyeta meymûnê ne, ma rast e?
Dê hinekî fikirî û dûra got:
-Here ji bavê xwe bipirse, ew malbata xwe çêtir nas dike.

27 oktober 2009

Ji bo xatirê "Xewnên Zîvîn"

Girtina nemeya pêşî ji dildara xwe çi kêf û heyecanê bide xortekî 18 salî, xwendina helbestên Fatma Savcî xanimê jî eynî heyecanê dide min, her cara ku ez dixwînim dilê min dîn û har dike, ez salên borî, porê sipîbûyî, çavên zelûl, ruyê qermiçî, pişta xûz û devê kox ji bîr dikim û weke xortekî ji nişka ve dil li min radibe pêdarê û meydanê ji min dixwaze.
A nuha, piştî xwendina çend rûpel ji ”Xwenên Zîvîn”, ji zêrzemiya dilê min daxwazeke kûr bilind bû, ji min ra got:
”Xwezî te jî kanîbûya hest, xeyal, xewn, hesret û dîtinên xwe wisa xweş, wisa nazenîn û wisa bi fesal bianiya zimên.
Û ev ne cara pêşî ye ku ev hest bi min ra çê dibe, her cara ku ez helbestên kêfa min jê ra bê û ez jê hez bikim bixwînim, pinpinîka şairiyê tê li ser keviya dilê min vedine û çavan bi min ra qurç dike, îlhamê dide min, min tahrîk dike…
Lê şikir ji Xwedê ra ku ez tu carî ne guh didim dilê xwe û ne jî xwe bi ber teqala wî dixim.
Çimkî ez dizanim, dema ez bidim dû û gura wî bikim ewê min bibe li çiya û baniyan biqewimîne û perîşan bike, min bike pêkenînê xelkê.
Kitêba Fatma Savci ya pêşî, ”Gulên Qasid” min xwendibû û di semînerekê da pê dabû îmzekirin jî.
Lê ya duyemîn bi destê min neketibû.
Do êvarî gava min li posta xwe nêrî û kitêba Fatma Savcî ”Xewnên Zîvîn” dît ji kêfa ez firiyam.
Ji bo ku ez bizanibim çi nivîsîye, min bi meraq û heyecan rûpela pêşî vekir û teksta wê xwend.
Ez nizanim gotin çawa di devê şairan da hewqas xweş dibin.
Gotiye:
”Bo mamoste Zinarê Xao, yê ku dilê xwe bi ser milkê welêt ve kirye berbejn…”
Piştî xwendina Çend helbestan min ji xwe ra got:
Xwezî ev dil şair ba, bira tûrê parsê li mil ba
û ew jî ji heft ciya qul ba
bira doşeke min erda ba
orxana min ezman ba
û balgiyê ber serê min jî kevir ba...
Zarokekî li şîr ji pêsîra diya xwe çuqasî hez bike ez jî ji kurmancî hewqasî hez dikim.
Lê bi taybetî gava ez şiirê dixwînim û li muzîka klasîk guhdarî dikim ev hezkirina ji kurmancî qat bi qat zêde dibe.
Kurdan zimanê pexşanê(nesrê)kirine gêrmiya gavanan, meriv tu kêf û zewqekê jê nagre, lema jî xwedê kir ku helbest heye.
Malperên kurdî ji xwe zimanê kurdî rezîl û riswa kirine, tu dibêjî qey hemûyan ji bo xerakirina kurdî qela xwe kirine yek.
Her sinet piştî demêkê tê fêrbûn, mesela meriv piştî çend sal xwendin tibê diqedîne dibe tixtor, dibe mamoste, mihendiz û wekî din.
Yanî çi kar, çi sinet dibe bira bibe, piştî demekê meriv fêr dibe û dûra dibe hoste, tuxtor û nizanim çi...
Lê nivîskarên piraniya melperênn kurdan bira fêrbûn li wir bimîne, sal bi sal bi paş da diherin, tu carî naqedînin, tim şagirtên nuh in.
Dibê meriv misîn bide destê wan û bişîne avê...
Yanî roj bi roj bêtir korfahm dibin.
Roja pêşî di kîjan nuxtê da bûn îro jî hîn li wir in, hîn şagirtên nuh in...
Loma jî xwendina kurdiya malperan tu zewqekê nade min.
Dimîne çend kesên romannivîs û çîroknivîs, xwedê kir ku ew hene, nexwe halê kurdî ne tu hal e.
Min Xewnên Zîvîn îşev neqedand, lê tiştê min xwend ez gêj û sermest kirim.
Ez bawer dikim ewê neheqî be ku ez we jî ji vê tamê mehrûm bikim. Kerem bikin hûn jî tama dilê xwe hinekî xweş bikin.

”Min got, dostê min, dilê min çar kendalên tik û tenê, …
Çar rojên girtî, çar şervanên bê welat e…
Çar hecîreşkên baskokirî ye…
Nizanim bi kîjanê ji wan, bi çi awayî ji te hez bikim…
(…)
Ez şîrava gurzeyên gulan nareşînim ser porê te…
ne gulek im, tu bilbilê dilê xwe pê şa bikî…
ne kenekî bê girî me ku tu laşê xwe li wê mişextiya sar li ber germ bikî…

”Beytikên li bajaran birçîmayî, difirin ser destên min, firîkên genim hêvî dikin ji min…
Çiqas bêjim belaş e.. guhên min, vê gavê zinarekî li qutba ye…
Lê nizanim çawa dibihîzim, dengê hezkirinekê…
Dostek li mişextiyê, dengê xwe tevlî mijangên bayê dike…”

”Min niha dîsa sar e, gelekî dicemidim xoşewîstê min. Bilezîne, sînga xwe, wê hêtûna hezar salî bide ber dilê min…”

26 oktober 2009

Ez ne mirîd im ku ji her tiştî ra serê xwe bileqînim

Xwendevanekî ”navnediyar” nivîsa min ya do rexne kiriye.
Diyar e rexnegirê min, min ji nêz ve nas dike, dizane ez diçim ku û ”îlhama dîtin û ramanên xwe” ji ku digrim.
Lê çi heyf ku wî, xwe bi min û bi xwendevanan nedaye nasîn, ew cesareta medenî nîşan nedaye.
Ev jî nîşan dide ku rexnegirê min ji dîtin û şêla xwe pir ne piştrast e, pir ne bawer e.
Tiştê xerîb, rexnegirê min di rexneya xwe da tim pronoma(cînavê) pulural(pirhejmar)bikar aniye, ji dêlî ku bibêje ”te” wiha gotiye, ” tu ne bawer bû”, dibêje ”we” ya jî ”hûn” û hwd.
Ez ne partî me û ne jî gurûb im û min bi kesên din ra jî li ser vê mijarê tu beyaneke mişterek nedaye.
Di vî quncikî da min çi nivîsî be, min bi navê xwe nivîsîye, îmzeya kesekî din di bin nivîseke min da tuneye.
Loma jî min tu mane neda gotinên weke, ”Kesî ji we ne bawer bû”, ya jî “Ez nizanim, gelo çima xurtbûna PKKê û rêveberiya wê we rehetsiz dike?”
Min xwe fêm kir, lê yên din kî ne?
Dibê meriv bi gotinên gurover û bêedres xelekê rexne neke, ev tiştekî ne xweş e û şêla mirovên tirsoneke.
Heger fikrekî te heye û tu dixwazî hinekan rexne bikî, kerem bike bi navê xwe û bi navê yên din dîtinên xwe bibêje û rexne bike.
Wiha rasttir û baştir e.
Dema dîtinên konkret werin rexne kirin, însan jî dikaninn xwe biparêzin, nexwe kes nagre ser xwe.
Li gor hevalê rexnegir ez ji hatina ”komên aştiyê” û pêşwazîkirina wan ”weke tirkên nîjadperest” gelkî aciz bûme. Û dûra jî gotiye:
”Mixabin, ez dibînim tu, xwarziyên te, û hin kurdên ku ji berê de di siyasetê de îflas kirine, êdî zarokên wan jî guh nade wan, jî bi vê yekê aciz in.”
Ji ber ku ez ne berdevk û abûqatê ”xwarziyên” xwe û hin kurdên di me, loma jî ez nikanim li ser navê wan tiştekî bibêjim.
Lê li ser navê xwe ezê çend pirsan ji rexnegirê xwe bikim.
Berî hertiştî bi buhatanan û bi avîtina çamûrê nabe, dibê tu îspat bikî, nimûneyekê nîşan bidî, min li ku û çawa û di kîjan nivîsa xwe da xwe weke tirkên nîjadperest aciz kirye?
Li ser hatina gurûbên aştiyê heta nuha min tam çar nivîs nivîsîne. Nivîsên min li ber destê te ne, kerem bike numûneyeke dijayetî û aciziya min nîşan bide.
Dema meriv însan bi dijayetî û diminatiya hêzekê îtham kir, dibê meriv bi delîl û îspat bipeyive, îthamên vala û buhtan ne karê însanên cidî ye.
Li hember dewleta tirk, min tu carî dijminatiya PKK-ê, DTP-ê û hêzeke din ya kurd nekiriye û nakim jî.
Lê li ser bûyeran fikir û dîtinên min hene, ji bo ku PKK, DTP û hêzên li hember dewleta tirk biser kevin ez fikrê xwe dibêjim.
Çimkî ez ne siya kesî me.
Di nivîsa xwe ya 17-ê mehê da(Kurd dîsa dikin bibin "Qasidê Aştiyê")li ser hatina gurûban min wiha gotiye:
”PKK-ê bi vî navî di sala 1999-an da jî dîsa li ser daxwaza Ocalan ji Ewrûpa û çiyê du ”gurûbên aştiyê” şandibûn Tirkiyê.Weke tê zanîn ew teşebusa PKK-ê bi rengekî pir trajîk qediyabû, ez ditirsim ku îcar jî bi rengekî pir komîk biqede.Lê li gel vê jî ez ji dil û can hêvî dikim ev tirsa min ne li cî be, tiştê hat serê grûba pêşî neyê serê wan û siyaseta Ocalan rast be û feydekê bigihîne miletê kurd.”
ji ber ku ez têkçûna PKK-ê û DTP-ê weke têkçûna tevgera kurd ya netewî dibûnim, loma jî di vî warî da ez xwedî fikir û dîtinim, ez naxwazim ev hêza xuluqîye heder bibe û têkve xeteke şaş.
Di nivîsa xwe ya di 19-ê mehê da jî min hêvî kirye ku bêyî Ocalan, hin hêzên din jî li mpişt vê însîyatîvê hebin. Di wê nivîsa xwe da li gel hin şik û metirsiyan, min gotiye:
”Lê meriv hêvî dike ku ”însîyatîv û daxwaz” tenê ne ya Ocalan be, hin hêzên din jî li pişt vê gavê bin.Heger hin hêzên din li pişt vê "hewildana aştiyê" hebin dibe ku ev teşebus dewletê mecbûrî hin gavên cidîtir bike...”
Û di nivîsa xwe ya dawî da jî(21/10-09)li ser serbestberdana 34 kesan min wiha gotiye:
”Bêguman serbestberdana hemû endamên gurûban pêşketineke baş e û loma jî pir normal e ku kurd pê kêfxweş bibin û pîroz bikin.Lê ne weke ku Kurdistan rizgar bûbe...Ez hêvî dikim ku ev gav di çarçeweya ”peyman” û lihevkirinekê da hatibe kirin û destpêka çareseriya meselê be.
”Û dibê meriv yê hember jî hewqasî tahrîk neke, cepheya li hember hukûmetê fireh neke, ev dikane li zirara me be.”
Weke tê dîtin, di hemû nivîsan da ez dixwazim ku PKK bi vê însîyatîfê bi ser keve û tiştê li zirara miletê kurd neke.
Ku ezê nikanibim viya jî nebêjim wê demê ez mirîd û şelafekî PKK-ê me, wezîfa min tenê çepik û serhejandin e.
Weke însan fikir û dîtinên min hene, ji tiştên baş ra dibêjim baş e û pesnê wan didim, piştgiriyê dikim û ji tiştên şaş ra jî dibêjim şaş e, rexne dikim, dîtinên xwe dibêjim.
Ev ne dijminatî ye, ev şêla merivekî bi şexsiyet û xwedî fikir e.
Her kes dizane ku ez ne li dijî serkeftina PKK-ê û DTP-ê me û tu carî jî ne li dij bûme.
Rexnegirê min ji bo ku hinekî din jî xwe têxe çavê PKK-ê û eferimekê ji hin kesan bigre, bi şiklekî bêbinake buhtanan li min dike, dibêje ”
”Ez nizanim, gelo çima xurtbûna PKKê û rêveberiya wê we rehetsiz dike?”
Rexnegirê min di vir da dîsa cînavê ”we” bikar aniye, gotiye çima ”we” rehetsiz” dike.
Weleh kê nerehet dike nake ez nizanim, tu pir jêhatiyî navê wan bibêje em jî xêra te wan kesan nas bikin.
Lê herçî ez im, min qet û qet nereht nake, bîlekis min kêfxweş dike. Û heger ûjdanê te hebe(lê tuneye)tu jî baş dizanî ku serkeftina PKK-ê ya li hember dewleta tirk min ”rehetsiz” nake.
Lê ev nayê wê maneyê ku PKK çi bike weke te ezê jiê ra li çepikan xim.
Ma geleo vê PKK-ê heta nuha qet şaşiyek, çewtiyek nekiriye?
Bêguman kiriye, çimkî heta nuha bi dehan car ”Serok” û PKK-ê xwe rexne kirine, gotine me filan şaşî kir, me hevalên xwe kuşt, me nizanim kîjan tişt kir ne rast bû û her wekî din.
Gelo heta nuha te yek carê jî rexneyeke vekirî û bi navê xwe li PKK-ê û ”Serok” girtiye?
Heger te girtiye bibêje ERÊ, li filan derê!
Heger te nekirye çima û navê vê bêdengiya te çiye?
Wek min got, serkeftina PKK-ê û tu hêzê, min nerehet nake, heger min ”rehetsiz” bike, wê demê ez dijminê miletê kurd im, ez hevalê dewleta tirk im û naxwzim kurd biserkevin.
Kî dibe bila bibe, ji PKK-ê bigre, heta bi dîndarên kurdan, ez dixwazim zora dewleta tirk bibin.
Ev yek min pir dilşa dike…
Loma jî min hertim serkeftina PKK-ê, DTP-ê û hemû kurdan ya li hember dewleta tirk weke serkeftina xwe û miletê kurd û têkçûna wan jî weke ya xwe û ya miletê kurd dîtiye.
Lê ji bo ku PKK, DTP û kurd li hember dewleta tirk biserkevin, zora vê dewleta zalim û xwînxwar bibin, ez merivekî xwedî fikir û dîtin im, ez ne mirîd û siya kesî me, dema hewce be dîtinên xwe dibêjim.
Ev ne dijminatî ye…

25 oktober 2009

Di siyasetê da ne pêşwazîkirina bi sedhezaran, netîce mihîm e

Siyaseta PKK-ê û DTP-ê ya van rojên dawî navê kitêba Lenîn, ”Gavek bi pêş da du gav bi paş da” anî bîra min.
Bi anîna 34 kesên ji Kampa Mexmûrê û çiyayê Qendîlê gavek bi pêş da avêtin û bi hela helayeke bêmane û şiklê pêşwazîkirina xwe jî du gav bi paş da avêtin.
Ê yanî bû çi?
Û me çi bi dest xit?
Li gor beyana Zubeyir Aydar, çûyîna koma aştiyê ya ku ewê di 28-ê mehê da ji Ewropayê biçûya texîr kirine, yanî çûyina gurûbê heta demeke ne diyar hatiye bipaşxistin.
Halbû biryar ew bû ku ev gurûb jî di 28-ê cotmehê da ji Ewrûpayê biçûya.
Lê ji ber şiklê pêşwazîkirina herdu gurûbên pêşî, muxalefetê û çapemeniya tirk ya faşîst û berdevkê artêşê bi demagojî û ajîtasyoneke nîjadperest ajotin ser AKP-ê û cî li hukûmetê teng kirin.
Li ser vê, hukûmetê jî li hember kurdan, PKK-ê û DTP-ê dest bi uslûb û zimanekî pir êrîşkar û nîjadperest kir.
Loma jî çûna gurûba Ewrûpayê nuha hatiye rawestandin.
Hukûmet jî ev du sê roj in êdî zimanê gefan û şer bikar tîne, serokwezîr û wezîrê hundur tiştên gelkî ne xweş ji bo PKK-ê û DTP-ê dibêjin û kurdan dehdît dikin.
Di siyasetê da ne nêt, netîce hesab dibe.
Nêta meriv çi dibe bira bibe, dema meriv di tevgera xwe da li karê derneket maneya xwe ew e ku meriv siyasetek şaş meşandiye.
Dema meriv tiştekî dike, dibê meriv kar û zirara xwe hesab bike. Tiştê li zirara xwe dibê meriv neke.
Nuha bi wê pêşwazîkirina bi sedhezaran PKK-ê, DTP-ê û miletê kurd çi kar kir, çi bi dest xist?
Qet…
Bira kar li wir bimîne, di ser da meriv dikane bibêje ku zirar jî daye ”pêvajoya” ku PKK-ê daye ber xwe.
Ez nizanim çima lê tim wiha dibe.
Her cara ku rewş hinekî baş dibe, qala lihevkirinekê, riyeke aştiyane tê kirin, tu hew mêze dikî ya çend leşker tên kuştin, ya jî bûyereke din ya pir ne xweş rû dide û hertişt dîsa diçe qeysa berê.
Îhtîmal heye ku îcar jî wisa bibe, ev hewildanên nuh jî weke carên berê rawestin.
Lê dikane nebe jî, ev yek bi qasî hukûmetê di destê PKK-ê da ye jî.
Siyset hinekî jî sinetê bidestxistina tiştê ne mimkûn e, dema meriv di siyaseta xwe da tiştekî pir zor, ne mimkûn bi dest nexist ya jî zirar jê dît, ev tê wê maneyê ku meriv li ser riyeke şaş e.
PKK-ê û DTP-ê bi anîna 34 kesên ji başûrê Kurdistanê hukûmet û dewleta tirk, rast derew mecbûrî hin sozan, hin tawîzan kir.
Carê negirtina endamên gurûbê ji bo PKK-ê û DTP-ê serkeftineke mezin bû, dibê ev serkeftin di cî da nehata heder kirin.
Lê mixabin şiklê pêşwazîkirineke bêfeyde bû sebeb ku hukûmet û dewlet dev biguherin û qala vegera nuxteya serî bikin.
Veger li gor peymanekê nebûye ku em bibêjin dewlet nikane dev biguhere û tiştekî bi me bike.
Garantiya me tenê aqlîselimîya birêvebirên dewletê ye, em hêvî dikin ku dewlet ewê dev ji siyaseta xwe ya şer, înkar û îmhayê berde û hin gavên berbî çareseriyê bavêje.
Lê dema çerx bike, poşman bibe em nikanin dewletê bisekinînin.
Siyaset ew e ku dibê meriv qeweta xwe û ya dijmin baş bizanibe û li gor wê hemleyan bike.
Mesela wa ye berpirsiyarên dewletê dibêjin ku kesên hatine dibê li gor qanûnan herin leşkeriya xwe bikin.
Baş e, dema bi rastî jî dewlet sibe here bi gewriya van kesan bigre û wan bibe leşkeriyê PKK û DTP ewê çi bike û dikane çi bike?
Ma tiştekî wiha ne sosireteke mezin e?
Gotineke Deng Xiaopîng ya gelkî meşhûr heye, dibêje, ”pisik reş e sipî ye pir ne girîng e, ya girîng ew e ku mişk bigre.”
Dibê ev yek ji bo PKK-ê jî wiha bûya, pêşwazîkirin bûye ya nebûye, deh kes çûne pêrgî ya yek milyon însan çûne pir ne girîng e.
Ya girîng ew e ku çi feydeyê digihîne nêt û armanca me kurdan?
Di siyasetê da carnan meriv dikane bi yek derbê ”nakawt” jî bibe, lê heger meriv jîr û biaqil tevbigere meriv dîsa jî dikane maçê qezenc bike…

Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, di heypeyvîna xwe da gotiye ku wî berê bangî serokê PSK-ê yê berê Kemal Burkay û serokê DEP yê berê Yaşar Kaya kiriye, lê ew nehatine...
Erdogan, di hevpeyvîna xwe ya bi Murat Yetkin ya di rojnameya Radikalê da gotiye, ”min berê bangî wan kiribû. Min gotibû ku deriyê. Min got ez li benda wan im...”
Erdogan, li ser vegera Burkay, Kaya û hin kurdên din yên li diyasporayê jî gotiye, ”pêwîst bû ew berî 34 kesan bihatana…” fîlan û bîvan.
Diyar e Erdogan xwe pir biaqil û xelkê jî kêmaqil dihesibîne.
Ji Burkay û Kaya ra dibêje bira vegirin, ”deriyê wî ji wan ra vekirîye…”
Tu dibêjî qey dawetî mala bavê xwe şîvê dike.
Lawo te çi daye gelê Kemal Bûrkay û Yaşar Kaya ku ew vegerin û bibin "mîvanê" te?
Burkay jî û kurdên din jî doza azadiya miletekî dikin, te kîjan qanûn, kîjan heq daye miletê kurd ku tu ban Bûrkay û kurdên din dikî, dibêjî werin...?
Di şiklê bankirina te da "teslîmiyet" heye, tu dibêjî doza tiştekî nekin, vegerin û werin li welatê xwe bijîn.
Viya ne hewceye tu ji me ra bibîjî heyran, ji xwe em dizanin, dema em dev ji doza serxwebûna miletê xwe berdin û weke hinekan bibin mamûrê dewleta te û bi dû çend qurişan kevin helbet tu yê me bidî ser serê xwe û ”derêyê te hertim ewê ji me ra vekirîbe…”
Lê te bê wê derê gotiye, kurdên bi xîret û heysîyet ewê tu carî dev ji doza miletê xwe bernedin û weke merivên têkçûyî û qediyayî xwe teslîmî dewleta te nekin, nebin ”mîvanê” we…

24 oktober 2009

Sal bi sal heft xwezî bi par...

Ez îro him hinekî meşxûl bûm û him jî pir dereng hatim mal, loma jî haya min baş ji dinyayê û ji halê kurdan û teşxela tirkan tunye.
Ji ber vê yekê jî ez newêrim xwe tevî siyasetê bikim.
Esas rahmetiyê Mahmût Baksî digot, ez naxwînim, ez dinivîsim.
Lê ji ber ku ew jîriya Xwedê nekiriye qismetê min, lema jî heta ku ez baş nexwînim ez newêrim binivîsim.
Lê li gel vê jî ez wisa texmîn dikim ku halê me kurdên bakur yê îro ewê ji do xerabtir e.
Yanî wek dibêjin, sal bi sal xwezî bi par...
De kerem kin îşev jî qîma xwe bi çend pêkenînên şîrîn û manîdar bînin...
Tu weke kûçikan diricifî
Yê erzeromî cara pêşî bû çûbû xirbetê Stenbolê. Kibarî û nezaketa mêr û jinan ya li hember hev gelkî bala wî kişand. Di vegerê da ji jina xwe ra qala kibariya jinên stenbolî kir, got gava mêr êvarê ji kar diçin mal, jinên wan li ber derî pêşwaziyê li mêrê xwe dikin û bi evîneke mezin jê ra dibêjin:
-Delaliyê min wey tu bi xêr hatî, nuha tu qefilî ye, tu westyayî ye...
Yanî bi rengekî sergirtî ji jinikê ra dibêje ji nuha û pê va dema ez hatim mal, dibê tu jî ji min ra wiha bibêjî, filan û bêvan...
Roja din êvarî dema diçe malê sar e, serma ye, berf e, tozan e, ji serma diricife. Jina wî derî lê vedike û fibêje:
-Wîîî mahrûmo, hela zû were hundur, tu weke kûçikan diricifî...

Hema ruhu min bistîne çêtir e
Yê gundî cara pêşî bû ku ji xwe ra cotek solên nû kirîbû. Rabû sola xwe ya nuh kir pê û berê xwe da nav zadê xwe.
Piştî ku gihîşt nava erd baraneke bi zirp dest pê kir, sola wî şil û pil bû, di gerekê geriya. Pir li ber sola xwe ket, nizanîbû çi bike û çawa ji çamûrê xelas bike.
Rabû bi halekeî bêçare destê xwe berbî ezmanan bilind kir û got:
"Xwedêo, ez nuha bêjim bira baran nabare, zadê min ewê neyê, ewê malik li min xera bibe. Û ez bibêjim bira baran bibare sola min a nuh û top ewê bilewite û heram bibe. Hema ya çêtir ew e ku tu ruhê min bigrî û min ji vî halî xelas bikî çêtir e…

Tu bi tirkî dizanî dibê tu fêm bikî
Qumandarê qereqola gund û Hecî Emîn ne li hev in. Qumandar tim li Hecî û maneyan digere.
Rojekê Hecî Emîn di ber qereqolê ra derbas dibe, tam di wê nabênê da nêzî qereqolê dizire. Qumandar bi tinaz ban Hecî Emîn dike, dibêje:
-Hecî, ma ev kera han çi dibêje?
Hecî Emîn berê xwe dide qumandar û jê ra dibêje:
-Weleh qumadar beg ez bi tirkî baş nizanim loma jî nizanim çi dibêje. Tu bi tirkî baş dizanî, dibê tu jê fêm bikî…

23 oktober 2009

Dibê Tirkiye û Kurdistan bi hev ra federasyonekê ava bikin

Malpera Netkurdê, li ser hewildanên hukûmeta AKP-ê ya çareserkirina mesela kurd ji nûnerên hin dezgeh û rêxistinan, siyasetmedar û ronakbîrên kurd dîtinên wan pirsiye.
Netkurdê gotiye, ”eger wezîr Beşîr Atalay ji we bipirse ku ”gelo lazim e di heryek ji van hersê qonaxan de kîjan daxwazên kurdan bên cîbicîkirin” hûn ê çi daxwazan pêşkêş bikin?”
Netkurdê, ev pirsa jor ji min jî kiribû û min jî bersîva li jêr di 17-ê cotmehê da ji berpirsiyarê Netkurdê ra şandibû.
Nivîsa heta nuha nehat weşandin. Dibe ku jî neweşînin, hêjayî weşanê nebînin.
Ez nizanim.
Loma jî min biryar da ku îşev bersîvên xwe li vir biweşînim, bira zêde tirş nebe.
Heger hat û Netkurdê di pêşerojê da weşand jî tişt nabe, li vir bi xwendina çend kesan tu zirar nagihîje weşana Netkurdê.

Bersîva pirsa Netkurdê:
Kurdistan, welatê kurdan derî îradeya miletê kurd û bi darê zorê hate perçekirin û kurd ketin bin destên çar dewletên zalim û dîktator.
Ji bo ku welatê xwe rizgar bikin û weke her miletî ew jî bibin xwedî dewleteke serbixwe kurd ev 150 sal in ku têkoşîneke bênanbên didin.
Di vê têkoşîna dûr dirêj da kurdan li her çar perçên Kurdistanê bi sedhezaran şehîd dane û gelek eziyet û cefa kişnadine.
Weke her miletî kurd jî dixwazin azad û seribixwe bijîn, pêşeroj û qedera xwe bi destê xwe tayin bikin.
Avakirina dewleteke serbixwe bi qasî ereban, tirkan û farisan, mafê miletê kurd e jî.
Dibê kurd ji xwestin û bilêvkirina vî mafê xwe yê avakirina dewleteke seribixwe tu carî netirsin û weke daxwazeke neheq û li cî nebînin.
Zeîfiya kurdan, xurtbûna dijmin û nemisaîdbûna şertên der û hundur dibê tu carî nebe sebeb ku kurd li tu beşekî Kurdistanê jî dev ji daxwaza vî mafê yê rewa beridn.
Li her çar beşên Kurdistanê jî ronakbîr, siyasetmedar û rêxistinênê kurd dibê her tim bi şiklekî vekirî bibêjin ku azadî û avakirina dewleteke seribxwe weke her miletî, mafê miletê kurd e jî, ev sûc e û ne jî qebhet e…
Lê ji ber ku zora kurdan îro li dijmin nayê, şert ne misaîdin, kurd nikanin vî mafê xe yê rewa têxin praktîkê û ji ber vê jî li dijî bidestxistina hin mafên hindik dernakavin ew tiştekî din e.
Dijmin îro çi ”mafî”, çi tawîzî dide me bira bide, bêguman dibê meriv li dij dernekeve.
Ya girîng ew e ku em dev ji îdîal û hedefa xwe ya dewleteke serbixwe bernedin û vê daxwazê ji hedefa xwe dernexin, bi ”pakêtên” dijmin neyên serî.
Nuha jî ez werim ser pirsa we.
Di pirsa xwe da we gotiye ku hukûmeta AKP-ê nuha li ser “Vebûna Kurd” ku dûra navê wê kirin “Vebûna Demokratîk” kar dike.
Hukûmet dibêje ku ”ev ne pakêtek e, proseseke, ê di sê qonaxan da(nêz, navîn û dûrûdirêj)bê cîbicîkirin.”
Û ji bo meşandina vê projeya hukûmetê, ”wezîrê karûbarê hundur Beşîr Atalay weke koordînator hatiye tespîtkirin.”
Atalay, di vê çarçewê da ”bi derûdorên cuda ra rûdine, fikir û daxwazên wan yên li ser vê Vebûnê dipirse.”
Piştî van agahiyan we gotiye, ”Eger wezîr Beşîr Atal bê ji we bipirse ku ”gelo lazim e di heryek ji van hersê qonaxên nêzîk, navîn û dûr de çi daxwazên kurdan bê bicîhkirin” hûnê madde bi madde kîjan daxwazan pêşkêş bikin?”
Heger Beşîr Atalay were fikrê min yên ji bo çareseriya mesela kurd ji min bipirse, ji ber ku ew wezîr e ezê jê ra tu ”tenzîlatê” nekim, weke ez ji kurdan ra dibêjim, ezê ji wî ra jî bibêjim ku bi ya min çareseriya herî baş û herî maqûl serxwebûna miletê kurd e, bi qasî tirkan mafê kurda ye jî bibin xwedî dewleteke serbixwe û dibê hûn viya qebûl bikin.
Lê heger hûn dixwazin bi kurdan ra bijîn û baweriya we ew e ku ev dewleta mişterek ewê li kara me herdu miletan be, wê demê divê em jî weke xwedî eynî maf û deshilatê bin.
Û navê vê jî federasyon e. Yanî dibê Tirkiye û Kurdistan bi hev ra federasyonekê ava bikin.
Û herçî mesela ”qonaxan e” jî ezê bibêjim, dev ji ”qonax monaxan” berdin û mafê kurdan bidin.
Çima 3 qonax?
Dîtinên min ji bo ”hersê qonaxan jî” eynî ye, dewleteke federatîv e, yanî federasyon e.
Her wisa ezê jê ra bibêjim, bi dîtina min dirêjkirina meselê ne çareserî ye û zirarê dide herdu aliyan jî.
Heger bi rastî jî hûn dixwazin kurd û tirk di nava aştiyê da bi hev ra bijîn, dibê hûn mafê kurdan jî qebûl bikin, hertiştê me dibê mişterek û bi qasî hev be.
Nimûneyên vê yekê li cîhanê pir in.
Atalay nûnerê dewleta tirk e, pir normal e ku ew bixwaze serî li kurdan bigerîne, bi navê ”qonax monaxan” demê dirêj bike.
Lê ezê jê ra bibêjim, tu sebeb tuneye ku hûn serî li xwe bigerînin, demê dirêj bikin û vî mafê kurdan yê rewa ”piço piço” bidin.
Heger heqê kurdan ne heq e bibêjin ne heq e û em nadin.
Lê na ku heq e wê demê li ser hev, bi carê da bidin.
Çima ”qonax” bi ”qonax” û piço piço?
Dana bi ”texsîdan” ne çareserî ye û dibê tu carî nebe daxwaza kurdan.
Dibê kurd tim qala mafê xwe yê tam û rewa bikin û dana dijmin ya bi ”texsîdan” jî red nekin, lê bes jî nebînin û ji ber vê dirêjkirininê jî rexne bikin.
Lê dibê kurd bixwe nebin alet û pêşengên vê siyaseta dewleta tirk ya bi ”texsîdan.”

22 oktober 2009

Seriyê neêşe dibê meriv paçan lê negerîne

Ez fikirîm, min ji xwe ra got îro dinya pir tevliheve û bîna min jî hinekî teng e, ez çi binivîsim dikane şaşomaşo be û bibe sebebê teşxeleyê.
Loma jî ya herî baş ew e ku îşev ez xwe tevî tu meseleyên siyasî miyasî nekim, dev ji teşexeleyên DTP û AKP-ê berdim û ji we ra çend pêkenînên kurdewarî binivîm ewê çêtir be.
Seriyê neêşe dibê meriv paçan lê negerîne...

Her der welatê min e…
Temelê laz li leşkeriyê pir serkeftiye, hemû qumandarên wî jê hez dikin. Di wexta daxitimê(belavkirina piştî dewreya ecemîtiyê)da ji ber vê jêhatîbûna wî qumandarê wî dixwaze çêyiyekê pê bike.
Ban Temel dike, jê ra dibêje.
-Temal lawê min, dilê te kuderê bixwaze emê te bişînin wir. Fedî neke, daxwaza xwe bibêje
Temel dikeve hazirolê, xwe dike tîr û bi rengekî ji xwe bawer dibêje:
-Her dera ku ala min lê hêl dibe welatê(niştimana)min e.
Qumandar dibêje:
-Erê rast e, lê lawê min tu zanî hin der hene bêtir tehlûke ne. Tu zanî teror heye, dûrî heye û wesaîre. Derekê bixwaze ku nêzî bajarê te be, ji bo ku tu kanibî dê û bavê xwe bibînî, herî werî…
Temel xwe hinekî din jî pik dike û dîsa dibêje:
-Her dera ku ala min lê hil dibe welatê min e.
Li ser vê, qumandar dev jê berdide û qur e tê kişandin. Ji Temel ra Culemêrg Çelê derdikve. Dema çavê Temel li Çelê dikeve hinavê wî diqete, di ber xwe da hêdî hêdî dibe piste pista wî, dibêje.
-Wey min di dê û jina wî kesê ku al li wir daçikandiye ki…

Dema çênebû emê bikin çay
Sofî tem li xanimê xera kiribû, dilê wî pir dixwest lê rebeno ji taqet da ketibû, mêranî jê nedihat, sileha wî nedixebitî, dikir nedikir ji mehê carê jî nikanîbû guleyek bajota dev û ”kafirek” bikuşta.
Wek dibêjin, beden kal bibe jî dil kal nabe, loma jî Sofî ban xanimê kir, got:
-Xanim, hela rabe ji kerema xwe ra avekê germ bike, ku çê bû çê bû û çênebû jî tişt nabe, emê ji xwe ra bikin çay û vexwin…


Tirsonek
Jinikê pir neheqî li mêrik dikir, zilma jinikê dabû dilê wî. Ji bo ku bizanibe hela her kes weke wî ji jina xwe ditirse li qahwê ji kesên derûdora xwe re got:
Yên ku ji jina xwe ditirse bira rabe ji pê!Yek ne tê da her kes rabû ser piya.
Xwediyê pirsê ji yê ranebû ra got:
Wisa xuyaye ku tu ji jina xwe natirsî?
Mêrik bi dengekî fedyok got:
Na wele, jinikê vê sibê darek li kulêmeka min xistîye pişt ketiye ber min, ji êşa wê ez nikanim rabim ser xwe.

21 oktober 2009

Em çi pîroz dikin?

Do hesabê min ê mal û bajêr li hev derneket û loma jî min pê ra negîhand ku nivîsa xwe ya rojê binivîsim.
Hevalekî min ê ku hinek jê ra dibêjin ”rebê zilaman”, lê ez jê ra dibêjim ”rebê zaliman” ji welêt hatibû, dibê min biçûya xêrhatin bidayê.
Hesabê min ew bû piştî hinek sohbet, ezê zû herim mal, lê weke gelek caran hesab tevlihev bû û ez mam heta nêzî donzdê şevê. Heta ez gihîştim mal saet dihat yekê şevê.
Min xeber girt êvarî ewê biçe çayxaneya Heciyê bedlîsî. Jixwe ciyê me yê hevdîtinê jî bi piranî wir e.
Welhasil…
Piştî kar ez çûm wir, me hevûdu dît, mirç mirç em çûn lep û ruyên hev û dûra jî lêpirsîna ”tu çawa yî, baş î” dest pê kir.
Berê min li halê wî pirsî, dûra wî li halê min pirsî, yek ji wî, yek ji min, wext herikî û şev zîz bû.
Cimat geriye, sohbet germ bû, çay, qahwe û helbet bîra mîra, şerab merab jî çûn û hatin, kêfa serê min geş bû.
Dema ez gihîştim mal nîvê şevê ji zûda qulubîbû û tu hêza ku min bikanîbûya tiştek binivîsiya bi min ra nemabû.
Min ji xwe ra got, Zinar, sibe tê xêr vêra û min çû serê xwe danî.
Ji ber ku do bi şev min serê xwe zêde germ kir, loma îşev jî ez hîn westiyayî me û bala min lêye ez pir ne li ser hişê xwe me…
Ez bawer dikim di derbarê rapora do da hewqas agahdarî bes e.

Nuha jî ez dixwazim li ser hatin û şiklê pêşwazîkirina ”qasidên aştiyê” çend tiştan bibêjim.
Wek tê zanîn do her 34 endamên gurûbên aştiyê yên ji Kampa Maxmûr û ji çiyayê Qendîl hatibûn serbest hatin berdan.
Piştî serbestberdanê hemû endamên gurûbê li otobosa DTP-ê siwar bûn û li Silopiyê ji aliyê girseyeke pir mezin va hatin pêşwazîkirin.
Piştî Silopiyê, li Cizîrê, Nisêbînî û îro jî li Diyarbekrê bi sedhezaran kurd bi
Kêf û coşeke mezin çûn pêşwaziya endamên gurûbê.
Ev du roj in li wê herêmê û li hin bajarên din kêf û şahiye, bi sedhezaran însan rabûne ser nigan û vê serbestberdana ”qasidên aştiyê”(ev gotin cara pêşî di 17-ê mehê da min bi kar anî. Bala min lê ye gelek malper û telewîzyon ji do da ye ew jî gotina ”qasid” bikar tînin.)bi coşeke pir mezin, fena ku Kurdistan rizgar bûbe, miletê kurd gihîştibe serxwebûn û azadiya xwe pîroz dikin.
Bi baweriya min ev şêl pir ne rast e, dibê meriv hinekî bi temkîn be.
Bêguman serbestberdana hemû endamên gurûban pêşketineke baş e û loma jî pir normal e ku kurd pê kêfxweş bibin û pîroz bikin.
Lê ne weke ku Kurdistan rizgar bûbe...
Ez hêvî dikim ku ev gav di çarçeweya ”peyman” û lihevkirinekê da hatibe kirin û destpêka çareseriya meselê be.
Yanî erê ji bo vê ”serkeftinê” kêfxweşî normal e, lê ne bi vî rengî, ji ber ku miletê kurd hîn tiştek bi dest nexistiye, dewletê tenê di çarçeweya plana xwe da îro girtin rast nedîtiye û loma jî kes negirtiye.
Û dibê meriv yê hember jî hewqasî tahrîk neke, cepheya li hember hukûmetê fireh neke, ev dikane li zirara me be.
Sibe dema dewlet hewce bibîne ya jî mecbûr bimîne ewê ”qasidên”me bigre û tewqîf jî bike…
Ji xwe waye dibêjin dozgeran dest bi lêpirsînê kirine jî.
Diyar e li bendene ku dinya hinekî kês û fês bibe, dûra ewê dest pê bikin, belkî jî bigrin jî...
Ji bo ku dewlet sibe nikanibe tiştekî wiha bike di destê me da tu peyman û garantî tuneye, em tenê hêvî dikin ku dewleta tirk siyaseta xwe biguherîne, tiştekî wiha neke.
Kurdan mafekî herî biçûk jî bi dest nexistiye, dewlet bi kesî ra rûneniştiye û peyman îmze nekiriye.
De îcar hewqas qerepere û qelebalix ji bo çi ye?
Me ji dewletê çi stendiye ku em hewqasî kêfxweş û dilşa dibin, bi coşeke hewqas mezin û bi sedhezaran pîroz dikin?
Tiştê bûye dewletê tenê negirtiye û tewqîf nekiriye, hew...
Sebebên “Qasidên aştiyê” derxistibûn serê çiyê hîn yek jî ji ortê ranebûne, do gerîlla ji bo kîjan sebeban derketibin serê çiyê, îro jî hîn eynî sebeb mewcûd in.
Me hîn tu mafekî xwe bi dewletê nedaye qebûlkirin û nexistiye bin garantiya qanûnan.
Tenê me hin “mafên” fiîlî xuluqandiye û dewlet jî îro dengê xwe nake, çavê xwe digre.
Ya jî tê hesabê dewletê nuha dengê xwe neke, lê ev nayê wê maneyê ku ewê sibe jî dengê neke.
Netîce dibê em ji xwe bipirsin, bi vê vegerê me çi bidest xistiye û em çi pîroz dikin?
Em destvala derketin çiyê û destvala jî vegeriyane...
Em çi pîroz dikin?
A ji ber van sebeban, bi baweriya min dibê meriv serbestberdan “qasidên “aştiyê” zêde mezin neke...

19 oktober 2009

Ez hêvî dikim ku ev fîlm wek yê berê xerab neqede

Esas min nedixwest ez qala teslîmbûna "gurûbên aştiyê" bikm.
Ji ber ku "teslîmbûn" hema tiştekî ne xweş e, bi min zor tê.
Û ev jî ne bes e, di ser da qurretiyên tirkan meriv dibehejîne, meriv dîn û har dike.
Lê li gel vê jî min xwe ranegirt, min xwest çend gotinên nermik û bêzirar bibêjim. Ji bo ku kes nebêje di rojeke wiha da Zinar newêrîbû dengê xwe bikira.
Ez zêde dirêj nekim, du grubên ”aştiyê” yên ku li ser daxwaza Ocalan, ji Kampa Mexmûrê û Qendîlê birê ketibûn, vê sibehê ji deriyê Îbrahîm Xelîl derbasî Tirkiyê bûn û xwe teslîmî dewleta tirk kirin.
Herdu gurûb li ser hev 34 kes in, 8 kes ji Qendîlê û 26 kes jî ji Kampa Mexmûrê ne.
Van herdu ”gurûbên aştiyê”, nameyeke ji 9 madeyan pêk tê ku ewê bidin serok û birêvebirên hukûmet û dewletê bi xwe ra anîne.
Tê gotin ku endamên gurûbê name li ser sînor teslîmî raydarên tirk kirin.
Gurûb, li ser sînor ji alî bi dehhezaran kurd ve bi zilxit û coşeke mezin hat pêşwazîkirin.
Fena ku serkeftineke pir mezin bi dest xistibin û gel jî bi coşeke mezin ev zafer pîroz dikir.
Piştî derbasbûnê, endamên herdu gurûban jî birin qereqola cendirmeyan. Li vê qereqolê ji alî 4 dozgerên ku ji Diyarbekrê hatibûn tayinkirin dest bi girtina îfadeyên wan hate kirin.
Hêvî û daxwaza PKK-ê, DTP-ê û hin kurdên din jî ew e ku hemû ferdên gurûban serbest werin berdan.
Lê di vî warî da hîn tiştekî zelal tuneye, dewletê şêla xwe hîn diyar nekiriye. Belkî jî qanûnê nîşan bide.
Bibêjin qanûn çi be dibê ew were kirin.
Û qanûn jî em dizanin ku girtin e, hefs e...
Lê îhtîmal heye ku kesên di gurûba Mexmûrê da serbest berdin, lê rewşa 8 gerîllayên di gurûba Qendîlê da hewqasî ne rehet e.
Dewlet dixwaze ew bibêjin, ”em xwe teslîm dikin û dixwazin ji qanûna poşmaniyê feydeyê bibînin.”
Heger wiha bikin, bêguman dewleta tirk ewê gelkî kêfxweş bibe, lê ewê bibêje ”ev têr nake, dibê hûn hemû werin xwe teslîmî edaleta tirk bikin…”
Lê di beyan û nameya gurûban da tê gotin ku ”ew ji bo poşmaniyê xwe teslîm nakin û naxwazin ji qanûna poşmaniyê feydeyê bibînin.”
Ev şêl jî ne li gor dilê dewletê ye.
Heger li pişt vê ”teslîmbûnê” sozek, lihevkirinek tunebe pir xerab e, tu feydeya kurdan tê tuneye.
Di zindanên dewleta tirk da ji bo kurdan hertim cî pir e, weke yên berê ewê van jî têxin qulikê û 10-15 salan tê da birizîne.
Jixwe 2-3 kesên ji gurûba 1999-an hîn jî di hefsê da ne, hinek tê da mirin.
Lê meriv hêvî dike ku ”însîyatîv û daxwaz” tenê ne Ocalan be, hin hêzên din li pişt vê gavê bin.
Heger hin hêzên din li pişt vê "hewildana aştiyê" hebin dibe ku ev teşebus dewletê mecbûrî hin gavên cidîtir bike...

Mêrê tirsonek
Ereba(otomobîla)yekî bi rê da xera bû. Çuqas pê da ket jî çênebû. Bû şev, sar û seqemê dest pê kir.
Ji mecbûrî berê xwe da ronayiyekê û çû. Çû çû, bala xwe dayê ku maleke tenê ye. Xwediya malê derî jê ra vekir û ew girt hundur.
Mêrik bala xwe dayê ku ne jin e, hema horiyeke cinetê ye. Li hember xweşikayiya jinikê devê wî xwar bû. Jinik jî bi tenê li mal bû.
Piştî ku têr xwar û vexwar, li dora jinikê çû û hat. Jinikê jê ra got, ez bêbextiyê bi mêrê xwe ra nakim. Heger tu yê wiha bikî divê tu ji mala min herî. Lê ku tu rehet bisekinî ezê bihêlim tu îşev li mala min rakevî.
Mêrik ji mecbûrî qebûl kir.
Wexta raketinê jinikê jêra got, qatek nivînê min tenê heye, ezê balgiyekî têkim nabêna xwe û te û divê tu di ser bêlgî(balgî, balîf) ra derbas nebî.
Mêrik soz dayê, got baş e, ezê bêlgî derbas nekim.
Û bi rastî jî wer kir, bi şev qet destê xwe jî bi jinikê nekir.
Sibehê, berî ku here dîsa li ber jinikê geriya, pesnê bedewiya wê da û got:
-Bira te bizanîbûya ji bo te min çi kiriye û çi nekiriye? Min ji bo te gelek erd û welat da bin nigê xwe, ez di ser gelek çiya û baniyan ra derbas bûm, heta ku min xwe gîhand te. Îcar nuha jî tu dibêjî na, ez bi te ra ranazêm.
Jinikê got:
-De wêda here virek û tirsonekê heram, şevê çuwîn heta sibê ez wer li bende te bûm, lê te nikanîbû balgîyek derbas bikira, îcar tu yê ji ku bikanibî di ser çiya û baniyan ra derbas bibî…

18 oktober 2009

Don Kîşot*

Li cîhanê hin gotinên wisa hene ku ketine her zimanî, di her zimanî da tên bikaranîn û hema hema her kesî bihîstiye û bikar tîne.
Ji van gotinan yek jî gotina ”Don Kîşot/ Don Quijote” û Don Kîşotî ye.
Weke tê zanîn Don Kîşot, navê romana meşhûr ya Miguel Cervantesê îspanî ye. Romanê navê xwe ji navê qeheremanê xwe girtiye.
Ez bawer dikim gotina ”Don Kîşot” û Don Kîşotî” ewê bi riya zimanê tirkî ketibe zimanê kurdî yê rojane.
Di zimanê tirkî yê rojane û siyasî da maneya gotina ”Don Kîşot” û ”Don Kîşotî” negatîv e.
Don Kîşot(Don Quijote)kesê xeyalperest, dîn, heyranê navê xwe, qure, kêmaqil, merivê bi siya xwe ra şer dike, bêyî ku hewce be xwe nîşan dide û li pey qehremaniya erzan e.
Di zimanî tirkî yê rojane da dema yek qala armanc û îdîaleke mezin bike, jê ra dibêjin, ”Don Kîşotiyê neke”, yanî tiştê ne mimkûn, tiştê derî aqilan nebêje, neparêze…
Lê ez îro fêr bûm ku di ziman û lîterarura îspanî da gotian ”Don Kîşot” û ”Don Kîşotî” ne negatîv e, pozîtîv e.
Vê danê sibehê dema ez diçûm ser qanala TRT6-ê riya min bi qanaleke TRT-ê jî ket, nuha nayê bîra min kîjan kanal bû, dikane TRT Int be.
Min dît jineke tirk li meydana dîrokî ya bajarê Cervantes, li Alcalá de Henares xwe daye kêleka heykelê Don Kîşot û Sancho Paza û qala Cervantes û romana wî Don Kîşot dike.
Ji axaftinên xanimê bêtir, mîmarî û dîmenên bajêr bala min kişand û min qanal neguherand, min bîstekê lê guhdarî kir.
Xanima tirk li wê meydana bajêr ya meşhûr çû çayxaneyê rûnişt û bi nivîskareke ciwan ya îspanî ra li ser Cervantes û Don Kîşot hinekî sohbet kir.
Ji xanima îspanî ra qala meşhûriya gotina Don Kîşot kir, got, li Tirkiyê kesên Don Kîşot nexwendibin jî navê Don Kîşot bihîstine û di jiyana rojane da jî pir tê bikaranîn.
Got, mesela ji kesên xeyalperest, macaraperest, ne biaqil, dîn ra dibêjin ”Don Kîşot” û ”Don Kîşotiyê” neke.
Jinika îspanî got, di zimanê îspanî da maneya Don Kîşot, û Donkîşotiyê ne negatîv e, pozîtîv e.
Di zimanê îspanî da Don Kîşot, qehremanekî xwedî îdîal e, li pey avakrina cîhaneke xweş û adil e, merivekî xêrxwaz û dilbirahm e.
Bi van gotinên xanima îspanî ra mejiyê min çelqiya, min got law hela bala xwe bidinê, van tirkan Don Kîşot çawa belovacî kirine, çawa herimandine.
Don Kîşotê xwedî îdîal, heqnas, adil, dilbirahm û qehremanê li pey avakirina dinyayeke hîn baştir, kirine merivekî dîn û macarapereset, yekî ku li pey nav û şohreta xwe ye.
Û me kurdan jî gotina Don Kîşot, di eynî maneya negatîv da tirkan girtiye û em jî di vê maneya negatîv bikar tînin.
Tirk, miletekî ne serîhildêr e, ne têkoşer e, ne li pey guherandinê, şoreşê û îdîalên mezin e.
Ji wê bêtir tirk miletekî ”esker e”, ji emir û bindestiya artêşê û dewletê hez dike, naxwaze li dijî zulm û neheqiyên artêşê û dewletê derkeve, têkoşîne bide, guherandinê bixwaze.
Loma jî ji kesên xwedî îdîal, xwedî wîzyon, kesên şoreşger hez nakin, ji wan ra dibêjin Don Kîşot, yanî dîn, kêmaqil û xeyalperest…
Û loma jî rabûne Don Kîşotê qehremanê armancên mezin li gor felsefa tirk ya oportunîst, pasîvîst û emirqûlîtiyê guherandine, kirine tiştekî din.
Ji xwe ji ber vê felsefeya emirqûlîtiyêye ku di sedsala bîstûyekê da jî tirk bi milet û siyasetmedarên xwe ve hîn emireriyên artêşê ne, li gor generalan Tirkiye hîn qişlayeke leşkerî û miletê tirk jî hîn hemû leşkerên wan in, hîn bi vî çavî li milet û siyasetmedaran dinêrin.
Û ronakbîr û edîbên miletekî hewqas reben û ruhê koletiyê helbet ewê Don Kîşot tahrîf bikin, îdîalîzmê bikin xeyalperestiyeke vala û qeheremaniya ji bo cîhaneke hîn baştir jî bikin dînîtî û şerê bi aşên bê re…
Li gor tê gotin, kitêba Miguel de Cervantes Don Quijote, li cîhanê kitêba herî zêde tê tercumekirin.
Û hinek rexnegir Don Kîşot, weke romana pêşî jî qebû dikin.
Loma jî min xwest ez bizanibim gelo cara pêşî, bi temamî û ji eslê wê, Don Kîşot kînga tercumeyî tirkî bûye?
Li gor agahiyên di Googlê da min bi dest xistin, beşê kitêbê yê yekem di sala 1605-an da li Îsipanyayê çap bûye, di 1612-an da tercumeyî îngilîzî, di 1614-an da tercumeyî fransî, di 1888-an da tercumeyî swêdî û ji orjînala wê û bi temamî jî cara pêşî di sala 1996-an da yanî piştî çapa Don Kîşot ya pêşî bi 391 salî tercumeyî tirkî bûye.
Çapên berî 1996-an ne bi temamî û ji zimanên din bûne.
Yanî Don Kîşotê ku tirk hewqasî qalê dikin û tahrîf kirine, hîn 13 sal berê bi şiklekî temam tercumeyî tirkî bûye.
Wey mala Xwedê ava be…
De îcar hûn ji xwe ra hesab bikin.
Cervantes merivekî pir enteresant e, pir dîtiye û pir jî kişandiye. Di sala 1575-an da ji alî keleşên(korsanên)deryayê yên cezaîrî va tê girtin, dikeve destê osmaniyan û weke kole tê firotin.
Tam 5 salan, heta 1580-î li Cezaîrê weke kole dijî. Çend caran dixwaze bireve lê tim tê girtin û dûra bi pereyekî zêde tê kirîn û diçe Îspanyayê.
Û dûra jî vê berhema xwe ya nemir ji însaniyetê ra dihêle.
* Don Quijote

17 oktober 2009

Kurd dîsa dikin bibin "Qasidê Aştiyê"

Abdullah Ocalan, hefteya borî ji bo ku ”pêşî li ber pêvajoya çareserkirina mesela kurd bê vekirin banga hatina du gurûbên aştiyê li PKK-ê kiribû.
PKK-ê tavilê bersîva vê daxawaza Ocalan da û bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan pêşniyara serokê xwe Ocalan di cî da dîtiye û di demeke kin da "ewê 3 gurûbên aştiyê" bişînin Tirkiyê.
Gurûba "aştîyê" ya pêşî di 19-ê cotmehê da ewê ji Qendîl û Mexmûrê di ser Silopiyê ra here Tirkiyê.
Tê gotin ku gurûb ewê li dora 25 kes be.
Lê hîn ne diyar e ku li hember vê teşebusa PKK-ê şêla hukûmetê ewê çi be û ewê pêşwziyeke çawa li gurûbê bike?
Diyar e 20 mebûsên di meclîsê da û 20 milyon kurdên li Kurdistanê bi kêrî qasidiyeke wiha nayên, loma jî derve qasidên hîn bi qîmet û bi rûmet dişînin.
Qey Ocalan û hevalên wî tiştekî dizanin ku wiha dikin, ne xwe çima ewê wiha bikirana.
Qey wisa hesab dikin ku dema "qasidên aştiyê" ji Kampa Mexmûrê, ji Qendîl û Ewrûpayê bin dewleta tirk û hukûmeta AKP-ê ewê gelkî qedrê wan bigrin û gotina wan li erdê nexin, belkî jî bidin ser serê xwe.
Yê min bi xwe ji ber ku ez merivekî gundî û pir klasîk im, loma jî ez ji siyaseta pir ” super û modern” fêm nakim, aqilê min feqîrê Xwedê naçe ser birr û bazarên wiha pir tevlihev.
PKK-ê bi vî navî di sala 1999-an da jî dîsa li ser daxwaza Ocalan ji Ewrûpa û çiyê du ”gurûbên aştiyê” şandibûn Tirkiyê.
Weke tê zanîn ew teşebusa PKK-ê bi rengekî pir trajîk qediyabû, ez ditirsim ku îcar jî bi rengekî pir komîk biqede.
Lê li gel vê jî ez ji dil û can hêvî dikim ev tirsa min ne li cî be, tiştê hat serê grûba pêşî neyê serê wan û siyaseta Ocalan rast be û feydekê bigihîne miletê kurd.
Pir nemaye, roja duşemiyê emê bibînin ev fîlm çawa diqede…

"Vebûna Kurd"
Piştgiriya hukûmetê ya ji ”Vebûna”(!) kurd ra berdewam e. Wezareta Çandê 50 hezar lîre alîkarî daye fîlmê ku mamostê tirk zarokên kurd yên bi kurdî dipeyivn fêrî tirkî dike.
Ev jî nîşan dide ku hukûmet çuqasî ehemiyetê dide xebatên asîmîlekirina zarokên kurd.
Dibê "Vebûn"(!) wiha be...

Minê pê ra bazarî bikira
Mamoste ji lawikê bedlîsî yê biçûk pirsiye:
-Şeş cara şeş?
-Sîh û neh.
Mamoste got:
-Rûne, sifir.
Hevalê wî yê li kêlekê jê pirsî, got:
-Kuro te bersîva rast dizanîbû, çima te got sîh û neh?
-Minê pê ra bazarî bikira, lê qeşmer fêm nekir...

Dînê masîgir
Yekî dîn rojekê ji şaneşînê(balkonê) nîka(olta)xwe berê jêr dabû fena ku masiya digre.
Rêwiyek ji wir dibihurî, bi tinaz jê pirsî, got:
-Te çend masî girtin?
Yê dîn keniya, got:
-Ehmeq, tu dîn î çi yî, masî li vir çi digerin?

Neynik
Yê gundî çûbû bajêr. Ji bo destvala neçe, rabû ji xanima xwe ra neynikek kirî. Gava çû mal, neynik da xanima xwe ya ku heta wê rojê tu carî neynik nesdîtibû.
Jinikê dema li neynikê nirî, qîrîn pê ket û dest bi girî kir û berê xwe da diya xwe. Neynik dirêjî destê diya xwe kir û jê ra got:
-Dayê, hela mêze efendî te çi kiriye? Piştî hewqas sal hewî aniya ser min.
Bi nêrîna li neynikê ra diya wê li çonga xwe xist û got:
-Weyla kor biyo, le çûye ev pîra uncûzî aniya ser qîza min ya weke xezalekê…

15 oktober 2009

TRT 6-ê ji nişka ve milet şaş kir

Li xebereke ku îro di çapemeniyê da belav bûye, berpirsiyarê TRT 6-ê Sînan Îlhanê ruhayî, ji karê xwe hatiye bidûrxistin û ji di dewsa wî da Fethullah Kirşan bûye berpirsiyarê TRT 6-ê.
Ji bo ku sebebê vê guherandina ji nişka ve baştir fêm bikim, min çavê xwe hinekî li çapemeniya tirk gerand.
Lê ez rastî tu xebereke berfireh û cidî nehatim.
Tê îdîakirin ku sebebê bidûrxistina Sînan Îlhan dikane daketina reytingê be. Lê berpirpirsiyatên TRT 6-ê ev îdîa red kirine, gotine tu têkiliya huherandina Sînan Îlhan bi reytîngê tuneye.
Fethullah Kirşan di TRT-ê da mudûrê xeberan bûye û do dest bi wezîfeya xwe kiriye.
Li gor xeberên di çapemeniyê da Kirşan kurd e, ji Batmanê ye û bi kurdî dizane û ev 23 sal in ku di TRT-ê da kar dike.
Her çiqas berpirsiyarên TRT-ê û helbet dibê meriv hukûmetê jî ji bîr neke, çimkî di mesela TRT 6-ê da ne mimkûn e ku Mudûrî TRT-ê Îbrahîm Şahîn bêyî hukûmetê, bi serê xwe vê biryarê bigre.
Miheqeq li ser daxwaz û emrê hukûmetê ev guherandin çêbûye.
Lê ji bo çi, sebeb çi ye nuha em nizanin, bes di rojên pêş da emê fêr bibin.
Dibe ku hukûmet ji hin tasaruf û xizmeta Sînan Îlhan ne razîbe loma ev guheharandina ji nişka ve pêk anî.
Bi baweriya min heger hukûmet ji îdare û birêvebirian Sînan Îlhan memnûn bûya ew nediguherand, ji ber ku ji hin tiştan ne memnûn in loma ”tezkereya” hemşeriyê min zû tije kirin.
Gelo ev guherandina di îdareyê da ewê tesîreke çawa li weşan û naveroka programên TRT 6-ê bike?
Ev gelkî girîng e.
Pirsa herî girîng, hin kesên ku bi saya têkiliyên Sînan Îlhan, bi zor û bela ji xwe ra hin programên fasafîso û yên pera bidest xistibûn gelo ewê dîsa karên xwe bidomînin ya na?
Çimkî ji ber programên bêqalîte qala ketina reytîngê tê kirin.
Geleo koordînatorê nuh Kirşan, ewê bi eynî şexsan ra eynî konseptê bidomîne ya jî ewê bixwaze naverokê baştir û bi qalîtetir bike?
Ev yek hîn baş ne diyar e, lê ez wisa texmîn dikim ku dilê hin pisporên merivên demê ji nuha da gupegup e lêdixe, pir ne dûr e ku planên wan neçe serî…
Axir çawa be jî di rojên pêş da emê bibin şahidê gelek xeberên balkêş û bi şirik…
Yanî ev geherandin ne vala ye.


Dua
Yê parsek li ber deriyê mizgeftê destê xwe li ber yekî vegirt û bi hustuxwarî jê ra got:
-Ji bo Xwedê sedeqeyekê bide min, ezê ji te ra duakar bim…
Mêrik bala xwe dayê û dûra bi ruyekî kenok jê ra got:
-Law ku dua te qebûl bibûya nuha tu ne di vî halî da bû.

Timayî
Dibêjin di xewnê da 9 akçe(lîre)dane Xoce Nesredîn. Lê Xoce qebûl nekiriye, bi israr gotiye heger hûn didin dûz bikin, bikin 10, qene bira bi kêrî tiştekî bê.
Xoçe her çiqas israr kiriye jî lê yên hember ev daxwaza wî qebûl nekirine. Di vê nabênê da Xoce bi xwe hesiya ye, bala xwe dayê ku destê wî vik û vala ye, tişt tê tuneye.
Li ser vê, çavên xwe digre û destê xwe dirêj dike û dibêje:
-Heyran bîne, bîne, tişt nabe, bira 9 akçe be...
Ez vê pêkenînê diyarî kesên tima û çavbirçî dikim, bira bikin guhar û têkin xwe xwe.

14 oktober 2009

"Hindik" tim rindik e û her kes jê hez dike

Li gor nivîsên dirêj û siyasî, nivîsên kin, pêkenîn, nivîsên mîzahî bêtir tên xwendin û hezkirin.
Ne di kurdî tenê da, di her her zimanî da ev yek wiha ye, însan ji nivîsên kin û mîzahî, pêkenînên rojane hez dikin.
Demakê, heta orta salên 1990-î di rojnameya Armancê da min pêkenîn tim dinivîsî. Dûra di sala 1998-an da li Swêdê di navan weşanên APEC-ê da kitêmeke min jî bi navê ”Hindik-Rindik” derket.
Yanî ji zaroktiyê da ye nabêna min û henekan , pêkenînan tu carî xera nebûye, min tim xwendiye, takîb kiriye û carnan jî dema besta min lê hatiye min nivîsîye.
Heta nuha di vî quncikî da jî min çend caran tiştên wiha nivîsîn.
Do êvarî jî min çend pêkenînên tevlihev nivîsîn.
Ez ji şiroveyan fêm dikim ku ji wan hatiye hezkirin.
Bêguman dema ji nivîseke meirv were hezkirin kêfa meriv tê, dilê meriv şa dibe û meriv li nivîsîsandinê bêtir germ dibe.
Paytext Erzingan, di şiroveya xwe da dibêje, kêfa bavê wî gelkî ji pêkenîna bi navê ”medya tirk” ra hetiye, pir keniyaya û gotiye, lawo hela careke din ji min ra bixweîne.
Li ser bextê Paytext Erzinganê be, dibêje kêfa bavê wî ne tenê ji nivîs û pêkenînên min ra, lê ji sivikiya zimanê min ra jî tê.
Weke nivîskar helbet ne mimkûn e ku kêfa meriv ji van gotinan ra neyê.
Ji bo ku xort û kalekî kurd nivîsên min dixwînin û kêfa wan jê ra tê helbet ez kêfxweş dibim.
Pesin tim şîrîn e, kêfa meriv tîne, lê di eynî wextê da dikane meriv ji se rê da jî bixîne, meriv qure bike.
Loma jî ez bixwe ji pesnên zêde û mezinkirinê hez nakim, tim xwe jê kef dikikim.
Lê li alî din bi hemû zanîn û hêza xwe hewil didim ku zimanê min sade, fesîh û hêsa be.
Ne weke porê dînan be.
Neşibe pangekî, ya jî dîwarî hewqekê, dibê ne çeloxwarî be.
Gotin, dibê hemû fena kevirên şehkirî rast û lihevhatî bin, cumle dibê weke dîwarê bedenekê saxlem û qewî bin.
Ji bo ku zimanê min wiha be çi ji dest min tê ez dikim.
Ez dixebitim ku zimanê min weke fêkiyê ”ekolojîk” be, bê hormon û bê kimyasal be, tertemîz be, zimanê gel be û serê kesî neêşîne.
Loma jî dema hin kes jê hez bikin normal e.
Ji bo ku bavê Paytext Erzingan, ji pêkenînan hez kiriye, ji bo xatirê wî ez îşev jî çend heban pêşkêşî we xwendevanan dikim.

Pîvan
Li Diyarbekrê jinikê ji şufêrê texsiyê pirsî, got:
-Tu yê heta Deriyê Mêrdînê min bi çuqasî bibî?
Şufêr got:
-Bi sed hezarî.
-Baş e le ku mêrê min jî bi min ra were?
Şufêr got
-Ferq nake, dîsa sed hezar e.
Li ser vê bersîva şufêr, jinikê berê xwe da mêrê xwe û jê ra got:
-Binêr, belasebeb min ji te ra nedigot tu pênc peran nakî, a wa ye ji bo suwarbûna te qurişekî jî nastîne!

Bêsebrî sofî
Sofî ji xwe ra jinbiyek dîtiû û dikira pê ra bizewiciya. Nas û dost li dorê kom bûbûn û pê ra ketibûn laqirdiyan.
Sofî gelkî bê sebir bû, bawer nedikir ku ewê bibe êvar û here xwe bigihîne bûkê. Loma jî gav û seetê tim ji der û dora xwa dipirsî, digot:
-Ma hîn êvar pir maye lo?
Û yên li dorê jî ji heramî tim digotin, erê hîn pir maye. Ma hîn tu li ku êvar li ku?
Carek, du car, sê car sofî êdî hew xwe ragirt, bi bêsebriyek mezin got:
-Lawo heger îro bû êvar ezê van simêlên xwe ji kok da kur bikim! Îro ji şansê min ra roj naçe ava...

Derya Siwîsrê û Edaleta Tirkiyê
Serokwezîrê Tirkiyê Tayyip Erdogan, ji bo hin hevdîtinan çûbû Siwîsreyê(Îswîçreyê). Serokwezîrê Siwîsrê, wezîrên xwe bi Erdogan dida naskirin, dibêje:
“Birêz Erdogan, ev wezîrê me yê tîcaretê ye, ev wezîrê me yê gumrikê ye, ev wezîrê me yê perwerdê ye, ev jî wezîrê me yê deryayê ye.”
Li ser vê teqdîma serokwezîrê swîsreyê, Erdogan bi uslûbeke ji xwe bawer û bi devlikenî dibêje:
“Çawa dibe, li welatê we derya tuneye ku wezîrê we yê deryayê hebe?
Li ser vê, srokwezîrê Siwîsreyê jî dibêje:
“Serokwezîrê min ê ezîz, li ba we jî edalet tuneye lê belê wezîrê edaletê heye...
Piştî vê bersîvê Erdogan dibe weke pisika şîr birjîne, devê xwe digre û li ser dêla xwe dikeve...

13 oktober 2009

Hinek jî henek...

Her şev siyaset, kurdan wa got, tirkan wa got nabe, bira îşev jî quncikê me ji çend pêkenîn tevlihev ra be.
Ez bawer dikim ewê tu zirara wê tunebe.

ZimanYekî Ruhayî li Stenbolê aşxaneyek vekiribû û li ser deriyê wê jî bi herfên mezin,”li vê aşxaneyê meriv dikane bi her zimanî bipeyive” nivîsî bû.
Rojekê wezîrekî tirk piştî ku xwarina xwe xwar, bi meraqdarî ji xwediyê aşxanê pirsî, got:
-Li qusûra min nenêre, lê min meraq kir, ma tu bi her zimanî dizanî?
Xwediyê aşxaneyê got:
-Na, ne ez, lê mişteryên min dikanin bi her zimanî bipeyivin. Mesela li meclîsa we axaftina kurdî qedexe ye, lê li aşxana min serbest e...

Bira ne ehmaq bûyaHakim ji mutahîdê sextekar pirsî, got:
-Lawo ev camêrê han dibêje ku ev çar car in ku ew ji te xênî dikire lê te heta nuha yek xanî jî teslîmî wî nekiriye. Tu çi dibêjî ?
Mutahîd ji hakim ra got:
-Hakim beg, ma ez çi bibêjim, bira hewqasî jî ne ehmaq bûya û çara caran nekiriye...
Mixabin di siyasetê da jî gelek saf û xêvên ji vî camêrî "ehmeqtir" hene, ne çar caran, di van 30-40 salên dawî da deh caran hatine xapandin lê dîsa jî aqilê wan nayê serî...

Sûcê mirîşkê çi ye?Jinikê ji mêrê xwe ra got:
Tu zanî sibe salvegera zewaca me ye, divê em bi hawakî pîroz bikin.
Mêrik got:
-Ê tu dibê em çi bikin?
Jinikê got:
-Hema emê mirîşka xwe şerjêkin, ban çend dost û hevalan kin û bi hev ra pîroz bikin.
Mêrik got:
-Xanim, em ji xwe ra zewicî ne, de îcar sûcê mirîşka reben çi ye? Çima emê rabin vê heywana kerr û lal ji xwe ra bikin qurbana?
Ev dinya wiha ye, hinek ji bo kêf û zewqa xwe bi çavê mirîşka were şerjîkirin li meriv dinêrin, dibê meriv hevza xwe ji merivên wiha bike...

Ez vê pêkenîna dînan jî diyarî hemû biaqilan dikim.
Pêkenîna dînanRojekê yekî dîn li bexçê tîmarxanê digeriya. Bala xwe dayê ku yek li bin darê rûnişteye û ji xwe ra “heke heka” wî ye dikene. Jê ra bû meraq û çû jê pirsî, got:
-Ma tu bi çi dikenî?
Dînê dikeniya got:
-Qet, ez tim ji xwe ra pêkenînan dibîjim. Lê eva dawî min qet nebihîstibû, loma jî ez pir pê keniyam.

Û bira ev pêkenîn jî dîyarîya çapemeniya tirk ya virek be. Ew çapemeniya ku bi hemû dem û dezgeyên xwe ve weke kûra derewan dixebite...

Medya TirkRojekê yekî Kurd ji dêlî pêşmalê, rojnameyekê li dor nava xwe digerîne û dikve himamê. Yên vê yekê dibînin matmayî dimînin, dibêjin ev çi mesele ye?
-Ew jî dibêje:
-Hûn dizanin mediya tirk her tiştî mezin dike. Min got belkî "yê min" jî hinekî mezin bike..

12 oktober 2009

Tu nemaye ku ez jî ji "ava kaniyê" vexwim û dîn bibim

Li gor çîrokekê, dibêjin di wext û zemanên berê da weliyekê Xwedê û jina wî hebûne. Herduyan bi hev ra jiyaneke pir xweş û aram borandiye.
Weliyê Xwedê rojekê xewneke pir balkêş dibîne. Di xewnê da jê ra tê gotin ku:
”Di demeke pir nêz da ewê baraneke zêde bibara, ewê aşît rabe, her der ewê di bin ava baranê da bimîne. Kesên ku ji kaniya ava baranê tevê bûye avê vexwin ewê tavilê dîn bibin.”
Roja din mêrik xewna xwe ji jina xwe ra dibêje. Bi hev dişêwirin, dibêjin em çi bikin, çi nekin? Dibêjin ya baş ew e ku berî baranê em hemû fera û folên xwe tije av bikin, ji bo ku em ava baranê venexwin û dîn nebin.
Û radibin wisa jî dikin, hemû fera û folên malê tije ava paqij dikin û tenê ji wê avê vedixwin.
Piştî çend rojan, bi rastî jî baraneke bi zirp dest pê dike, dibare û dibare, her der di bin avê da dimîne, kaniya gund jî tije ava baranê dibe.
Haya gundiyan ji meselê tuneye, kî ava kaniyê vedixwe hiş berdide, dîn dibe.
Di demeke kin da bêyî weliyê Xwedê û jina wî her kes dîn dibe, di gund da kesekî biaqil namîne, her kes dibe rentele û zirdîn.
Lê ji ber ku hemû gundî dîn bûne, loma jî haya wan ji dînîtiya wan tunye, ji ber vê yekê jî ew, xwe biaqil û kesên ne weke xwe jî dîn dihesibînin.
Wisa dibe ku li gund, weliyê Xwedê û jina wî êdî ji alî gundiyan ve dîn tên hesêbandin.
Her çiqas di rastiyê da li gund yên biaqil tenê weliyê Xwedê û jina wî be jî, lê ji ber ku piranî di destê dînan da ye, lema jî dîn, bi çavên dînan li wan dinêrin û miamela dînan bi wan ra dikin.
Ev şêl û tevgera dînan jiyana wan zahmet dike.
Ji ber ku di nava dînan da ne, biaqilya wan li serê wan dibe bela, dîn, ji wan ra dibêjin ”vana dîn in., weke dînan dipeyivin...”
Weliyê Xwedî û jina wî dereke ku pê da biçin jî tunye, mecbûr in di nava dînan da û bi dînan ra bijîn û tehamulî paşgotiniyên wan bikin.
Ji ber ku dizanin ew biqail in, di serî da zêde guh nadin gotinên dînan, dibêjin tişt nabe, dîn in, dibê meriv kêmaqilî û dînîtiyên wan fêm bike.
Lê her ku diçe zixta dînan zêde dibe.
Dibêjin emê hinekî din jî tehamul bikin.
Ava wan jî pir e, ji xwe ra dibêjin, demeke din jî, heta ava kaniyê baş zelal dibe emê debar bikin.
Lê der û dor, dînên gund wan rehet nahêlin, henekên xwe bi wan dikin, her kes bi çavê dînan li wan dinêre, li pişt wan dibêjin vana dîn in, tiştên maqûl û rast nabêjin û gelek nav û nîçokên din bi wan va dikin.
Weliyê Xwedê dibîne ku jiyan êdî nayê kişandin, dibê çareyekê bibîne. Rojekê radibe ban xanima xwe dike û jê ra dibêje:
”Xanim, ez û tu dizanin ku em ne dîn in, em biaqil in, kesên ji me ra dibêjin dîn, esas ew dîn in. Lê ev rastî pere nake, çimkî dîn di piraniyê da ne, em çuqasî biaqil bin û tiştên biaqil bibêjin jî feyde nake, nakeve serê dînan.
Lê li alî din jiyan jî êdî bi vî hawî nayê kişandin. Li ber me du rê hene, ya emê heta û heta derdê dînan bikşînin û ji qehra merezarî bibin û yan emê jî ji ava kaniyê vexwin û weke her kesî dîn bibin û ji vî ezabî xelas bibin. Tu çi dibêjî?”

Jinik dibêje:
”Weleh tu rast dibêjî, hema ezê rabim herim satilek av bînin, emê vexwin û emê jî weke her kesî dîn bibin û weselam…”
Û rîwayet ew e ku ew jî ji wê ava kaniyê vedixwin û weke hemû gundiyên din dîn û rentele dibin…
Û her cara ku ez çavên xwe li malperên kurdan yên tirkîparêz û tirkîhez digerînim û bi sedan sûretên kurdên bi tirkî nivîsandine dibînim ev çîrok tê bîra min û tu namîne ku ez jî ji "ava kaniyê" vexwim û weke wan dîn bibim…
Û helbet dûra jî weke piraniya kurdan dest bi nivîsandina tirkî bikim…

11 oktober 2009

Serokê me "Om" e xwelî li serê me kom e

Di hin malperên tirkî da îro xeberek bi ber çavê min ket. Di xeberê da tê gotin ku Serokê DTP-ê Ahmet Turk, ji Şukru Ayalanê ku kongreya DTP-ê weke protesto terikandibû uzrê xwe xwestiye.
Û dûra jî Ahmet Turk ji Şukru Ayalan ra gotiye, “Em ne hakimê salonê ne. Ji destê min hewqas tê.”
Li gor xebera rojnameya Bugunê, di kongreya DTP-ê da ji ber ku ji bo “PKK-liyan milet deqîqeyekê rabûye giramiyê” alîkarê serokê AKP-ê Şukru Ayalan salon terikandiye.
Li ser vê, serokê DTP-ê Ahmet Turk, ji ber ku dîwana kongreyê di cimateke ku cîgirê serokê AKP-ê Şukru Ayalan lê, ev bêedebî kirine li ser navê wan jê “uzrê xwe xwestiye.”
Ahmet Turk
bi riya berdevkekî xwe ji çîgirê AKP-ê Şukru Ayalan ra gotiye, “em ne hakimê salonê ne. Ji destê min hewqas tê.”
Bûyera ku bûye sebebê uzurxwestina Ahmet Turk wiha rû daye:
Li ser navê AKP-ê cîgirê serok Şukru Ayalan hefteya borî beşdarî kongreya DTP-ê bûye.
Lê dema serokê dîwanê milet “ji bo şehîdên PKK-ê dawetî deqîqeyek rêzgirtinê” dike, Ayalan hêrs dibe û salona kongrê terk dike.
Li ser vê, Ahmet Turk, alîkarê xwe bi pê Ayalan dixe û ji ber vê şêla dîwanê ûzrê xwe jê dixwaze.
Piştî kongreyê Ayalan, terikandina xwe diparêze û dibêje, “ji bo tezahurata salona kongreyê ez tiştekî nabêjim. Lê belê gava serokê dîwanê ji bo PKK-liyan daxwaza deqîqeyek rawestana giramiyê kir êdî ez nikanûbûm li wir bimama.”
Di serî da dibê ez “tehrîfateke” bêexlaq ya Şukru Ayalan û çapemeniya tirk serast bikim.
Hemû malperên tirk(xebereke roja pêşî, bi navê notên ji kongrê ne tê da)gotine, “ji ber ku dîwanê milet ji bo PKK-liyan deqîqeyekê rakir rêzgirtinê” loma Şukru Ayalan kongre terikandiye, ku Ayalan bi xwe jî wisa dibêje.
Lê ev îdîa ji bin da derew e, dîwanê tiştekî wiha negotiye, him Şukru Ayalan û him jî çapemeniya tirk derewan dikin, ruyê xwe reş dikin.
Lê helbet vê derewê bi zanebûn dikin, çimkî naxwazin rastiyê bibêjin.
Serokê dîwanê Osman Ozçelîk, qala “PKK-yiyan” nakiriye, di banga xwe da gotiye, “ji bo kesên ku jiyana xwe di riya demokrasiyê, mafên însanî, aştî û têkoşîna gelê kurd ya ji bo azadiyê da wenda kirine ez we deqîqeyekê dawetî rêzgirtinê dikim.”
Wek tê dîtin, di van gotinan da navê “PKK-ê” û “PKK-yiyan”derbas nabe, lê navê “têkoşîna gelê kurd ya ji bo azadiyê” derbas dibe.
A sebebê rastî yê ku Şukru Ayalanê AKP-yî kongre terikandiye ev gotina Osman Ozçelîk e, ji ber ku Ozçelîk gotiye “têkoşîna gelê kurd ya ji bo azadiyê” Ayalan hiç bûye û kongre terikandiye.
Mêrik zalimekî hewqasî çavsor e, qebûl nake ku kurd li hember miriyên xwe jî hurmeteke herî biçûk nîşan bidin.
Tirk, mensûbê kîjan partiyê dibin bira bibin qet ferq nake, merivên bêûjdan, kezebreş û zalim in.
Tirk dixwazin hemû kurd li hember “kuştî û şehîdên” wan hurmetê nîşan bidin, rabin rawestana rêzgirtinê.
Lê ew bi xwe ji bo şehîdên kurdan vê hurmetê nîşan nadin. Û qebûl nakin ku kurd bi xwe jî, dê û bavên wan, dost û xizmên wan jî hurmetê nîşanî miriyên xwe bidin.
Ji ber ku merivên hewqasî çavsor û zalim in, qebûl nakin ku kurd di kongreya partiyeke xwe da ji bo zarokên xwe, ji bo bi sedhezaran hezaran şehîdên xwe rabin deqîqeyek rêzgirtinê.
Kesln ji bo serxwebûn û azadiya gelê kurd şehîd ketine ne gerîllayên PKK-ê tenê ne, ev 15o sal in kurd ji bo serxwebûn û azadiya gel û welatê xwe xweîna xwe diherikînin, şehîd dikevin.
Lê tirk qebûl nakin...
Ji bo tirkan yên wan şehîd in, dibê tirk, kurd, her kes bi hurmet qala wan bike, serê xwe li ber wan bitewîne, lê yên kurdan ne însan in, ne xwedî dê û bav in, ne hêjayî hurmetê ne...
Dewletek, miletek ancax hewqasî dikane zalim, hov, wahş û ji însaniyetê dûr bikeve.
A zora zaliman ev e...
Lê tiştê meriv pê diêşe, “serokê” DTP-ê ji dêlî ku ji Şukru Ayalan ra bibêje “ji te ra oxir be”, radibe qasidan bi pê dixe û uzrê xwe jê dixwaze.
Malneket, kêmaqil, tu çima uzrê xwe jê dixwazî, ji ber ku wî li hember şehîdên te bêhurmetî û bêedebî kiriye dibê ew uzrê xwe ji te û ji miletê te bixwaze; dibê te ev doz lê kiribûya.
Lê ez çi bikim, weke ku kurd dibêjin, “axê me Om e xwelî li serê me kom e.”
Mêrik, di kongreya me da, di nava miletê me da li hember şehîdên me bêhurmetiyê dike, serokê me diçe uzrê xwe jê dixwaze...

10 oktober 2009

Min ji Îlyas Salman nefret kir

Ez nuha(23:50) di kanala TRT6-ê da li programa "Bûka Baranê", li sohbeta bi Îlyas Salman* ra temaşe dikim.

Weke her kes dizane Îlyas Salman ji Meletiyê ye û bi qasî ez dizanim kurd e.

Heta nuha tu qeneteke min ya baş ya jî xerab di heqê Îlyas Salaman da tunebû, min jê hez nedikir, lê ez ne li dij bûm jî, min jê nefret jî nedikir.

Lê piştî vê programê, dibê ez bibêjim ku min jê nefret kir.

Min li hemû programê guhdarî nekir, lê li gor ew qismê ku min lê temaşe kir, ez gihîştim wê qenaetê ku Îlyas Salman merivekî pir rezîl û pir bêşexsiyet e.

Ji ber ku ez rast nabînim ez nabîjim, heger min rast bidîta min ê gotinên hîn girantir, ku kûçik pê har bibûna ji bo vî mexlûqatê rezîl bigota, bikar bianiya.

Ez pir xemgîn im ku merivekî hewaqas bêşexsiyet û rezîl kurd e û ji dê bavekî kurd hasil bûye. Xwezî ne kurd bûya...

Min di jiyana xwe da gelek kurdên bênamûs û rezîl diîtine, lê Îlyas Salman yekî herî xerab e, yekî di dereceya bavê "bênamûsan" da ye, şahê kurdên bêxîret û bêheysiyet e.

Îlyas Salman, merivekî hewqas rezîl e ku weke kurd meriv nikane yek deqîqeyê jî lê guhdarî bike, dema dipeyive dilê meriv dixerbile, verşiya meriv tê, meriv ji kurdbûn û însaniyeta xwe fedî dike.

Îlyas Salman, merivekî hewqas bêşexsiyet e ku ji kurdbûn û elewîtiya xwe weke webayê direve, kurdbûn û elewîtiya xwe weke tiştekî normal qebûl nake, weke "kerasekî ku bi zor li wî kirine" dibîne, lê ew van kirasan tu carî qebûl nake, ji dêlî wê, "kirasê însan û însaniyetê" li xwe dike.

Yanî kurdbûn û elewîtiya xwe red dik û ji ber ku nikane bibêje ez tirk im, ji dêlî wê dibêje ez "însan im", yanî ez ne tu jahr, ne tu gû me...

Her însan xwediyê dê û bavekî û mensûbê qewmekî ye.

Lê ev Îlyas Salmanê sefîl ji bo ku nebêje ez kurd im û elewî me, dibêje ne ola min heye û ne jî netewa min heye, ez tenê însan im, ez ji diya xwe tajî bûme.

Kurro însanê ku eslê wî, nîjada wî ne diyar e ne însan e, tebayekî wisa hîn însaniyetê nas nekiriye.

Erê Îlyas Salman bûye "artîst" lê nebûye însan, ew çi teba ye, çi maxlûqat e ez nizanim, lê ez dizanim ku ew mexlûqatekî pir û pir sefîl, rezîl û bêşexsiyet e.

Û ev Nulîfer Akbal jî tim dihere tîpên wiha reben, bêşexsiyet, rezîl, tirsonek, pepûk, şelaf û ji cesareta medenî bêpar dibîne.

Çimkî şexsiyeta wê jî pir ne tema e, ne dixwaze ji "gotê dibe û ne jî ji motê...", maye di orta xelîl û celîl da.

ÎlyasSalman , dema qala kişandina fîlmekî xwe yê li Heranê kir, qala bûyerekê, mîvaniyeke xwe jî kir.

Got di dema kişandina filîm da ew bûna mîvanê axayekî çeleng, porzer û çavhişîn.

Axê, ji hemû ekîba film bi nezaket pirsiye ku ew çawa bûne artîst, her kesî qala sebebekî xwe kiriye.

Dema dor hatiye ser wî, axê xîtaba xwe guhertiye û jê ra gotiye:

Law XIYAR, tu çawa bû artîst?

Ji vê xîtaba axê ra gelkî kêfa min hat. Axayekî kurd, di nava çend deqîqeyan da fêm kiriye ku ev sefîl ne însan e, tenê "XIYAR" ! û loma jî dema ji her kesê din pirsiye, pir nazik bûye, bi kibarî ji wan pirsiye, lê dema dor hatiye ser Îlyas Salman gotiye, "XIYAR!", tu çawa bû artîst?

Ev bûyereke pir balkêş e. Tiştekî pir anormal e ku meriv ji yekî nenas û him jî mîvanê xwe ra bibêje "Law XIYAR!..."

Diyar e mêrik serafê însanan bûye, fêmkiriye ku ev mexlûqat ne "însan"e, "XIYAR e!"

Tiştê xerîb, Nulîfer Akbalê pirsên xwe bi kurdî jê dikir, lê wî bi tirkî bersîva wê dida.

Maneya xwe ew e ku ew bi kurdî dizane lê naxwaze bipeyive.

Çimkî di praogramê da(beşê min dît)rezîl yek gotinek jî bi kurdî negot, mesela negot "sipas", ya jî kurdiya min zeîf e, ezê bi tirkî bersîvê bidim.

Piştî ku ew ji Meletiyê, ji gundekî Arguwanê ye, sedîsed zimanê diya wî kurdî ye û li mektebê fêrî tirkî bûye.

Yanî pir hindik bi kurdî dizane.

Lê li gel vê jî yek gotin bi kurdî negot.

Wek min di serî da got, heta nuha baş ya jî xerab tu dîtin û qenaeteke min di heqê Îlyas Salman da tunebû, lê piştî vê programê min jê nefret kir...

*Lîstikvanê sînema û tiyatroyê

Tirkiye dîsa ji dawiyê da bû yekem

Rojnameya Guardiane listeya 100 zanîngehên dinyayê yên herî baş weşand. Di serê lîsteyê da weke hertim dîsa Zanîngeha Harvard tê. Lê di nava van 100 zanîngehan da yek zanîngeheke Tirkiyê jî tuneye.
Rojnameya Îngilîz Guardîan, li gor lêkolîna ku ji alî Tîmes Hîgher Education û Unîversîteya Top QS ve hatiye çêkirin lîsteya 100 Unîversîteyên cîhanê yên herî baş weşand.
Unîversîteya Harvardê dîsa di serê lîsteyê da ye. Lê li alî din li gor salên borî zanîngehên(unîversîteyên)Asyayê jî di lîsteyê da gelkî zêde bûne.
Bi taybetî jî zanîngehên Çîn, Japon û Koreya Başûr hêdî hêdî dibin raqibê zanîngehên Emerîka û Îngilîstanê.
Lê yek zanîngeheke Tirkiyê jî di nava vê lîsteya 100 zanîngehên cîhanê yên herî baş da tuneye.
Tirk, li ba xwe xwe pir mezin dikin, ji xwe ra dibêjin ”em dewleteke pir mezin in, em dewleteke cîhanî ne” û nizanim em çi ne û çi ne, lê yek zanîngeha wan jî nikane têkeve dereceya zanîngehên baş.
Û ev ne îsal tenê, her sal wiha ye, tim li dawiya xelkê ne, tim ji dawiyê da dibin yekem, vê yekemiyê tu carî nadin kesî.
Di ilim, îrfan, îcad, pêşketin, azadî, demokrasî, wekhevî, refeh, aborî, teknîk axir di her warê ji bo însan û însaniyetê baş e ya sifir in ya jî di rêza herî dawî da ne.
Lê di darbeyên leşkerî da, di ”dewleta kûr” da, di terorê da, di kuştinê, qetlê, hîle, xapandin û bi taybetî jî dijminatiya li hember kurdan da li dinyayê kes di ser wan ra tuneye, di van waran da tim yekem in.
Yanî, di başî û tiştên baş da tim sivir û di xerabî û fiêlên xerab da tim yekem in.
Ji ber ku ji şer û dijminatiya li hember kurdan wextê nabînin ku serê xwe bi kar û tiştên baş ra biêşînin.
Hal û karê hemû dem û dezgehên dewleta tirk, hemû zanîngehên wan bi xebat û şerê li hember kurdan derbas dibe, weke dewlet û milet tenê xwe dane kuştin û wendakirina miletê kurd.
Û ne tenê kurdên Tirkiyê, heta ji destê wan tê nahêlin li tu derke din jî, li ku dibe bila bibe, qet ferq nake kurd bibin xwedî maf.
Mesela wê rojê UNESCO-yê li ser miracaeta Îranê, Newroz weke mîrateke kulturî û çandî ya mirovatiyê qebûl kir û girt bin parastinê.
Navê Îranê, Pakîstanê, Afganîstanê û Tirkiyê di nava welat û miletên ku Newrozê pîroz dikin da heye, lê navê kurdan tuneye.
Kurd dûra pê hesiyan ku navê wan di daxwaznameyê da tuneye. Berpirsiyarekî hukûmeta Kurdistanê got, Îranê em xapandin.
Xwedêgiravî vezîrê kulturê yê Îranê berî miracaetê gotiye, emê navê we jî têxin lîsteyê lê nexistinê.
Lê bi baweriya min tiliya tirkan di vê ”xapandinê” da heye, dewleta tirk Îran îqnayî vê ”xapandinê” kiriye.
Carê tirk Newrozê pîroz nakin, tu adet û kultureke wan ya pîrozkirina Newrozê tuneye. Lê ji bo ku nevê kurdan nexin lîsteyê xwe jî di ber ra kirine, ji ber ku mêrikan xwe xenîmê me dibînin.
Dixwazin me di tasek av da bixeniqînin.

Dor
Mêrik kerên xwe bar kiribûn diçû êş. Bi rê da rastî yekî din hat. Got:
-Pismam ma tu ji ku tê?
-Mêrik got:
- Wele ez ji êş têm.
Ê got:
- Ma li êş dor hebû tunebû?
Yê ji êş dihat got:
-Wele dor mor tunebû, ez yê herî dawî bûm. Lê dema min dît dor tunye, hema min dada têrra xwe ya zad û bir danî pêşiya hemûyan û arvanê xwe berî her kesî hêra.
Yê diçû êş got:
-Ê weleh ez li wir bûma min nedihîşt tu dora min bigrî.
Yê ji êş dihat got:
-Weleh tu jî li wir bûya miné dîsa jî wer bikira û arvanê xwe berî her kesî bihêra.
Yê din got “ji te û bavê te zêde bû, kevir jî bibariya min nedihîşt.”
Wî got, “weleh te nikanûbû tu jahr belev bikira”, yê din got hela bira ez li wir bûma te yê bidîta û gelek gotinên din.
Axir yek ji wî, yek ji yê din, yê diçû êş got:
-Ê law aş dûr e, ma dor jî dûr e? Hema va ye ez di dorê da me, te tu mêr î were dorê ji min bistîne.
Û gotin tep û rep û repandin hev, heta hevûdu kel û kêx kirin.
Hinek kurdên me jî li ciyê rehetiyê, bêyî ku di “dora” tiştekî da bin, bêyî ku bi hinekan ra birr û bazara tiştekî bikin, li ser tiştekî tuneye ketine gewriya hev, hev û du perîşan dikin...

08 oktober 2009

Dibê kurd weke taximekî netewî li Diyarbekir Sporê xwedî derkevin

Serokê Diyarbekir Sporê Çetîn Sumer, bi telefonê beşdarî programeke radyoya Dengê Emerîka Beşê kurdî bû û got, ew ji dewletê tu alîkariyê nagrin, lê li gel vê jî weke tîmeke dewletê têne lansekirin.
Heta nuha tu serokekî Diyarbekir Sporê negotiye ”Diyarbekir Spor taximê miletê kurd e”, lê Çetîn Sumer di hevpeyvîna xwe da diwêre vê rastiyê bibêje: ”Em ne taximê dewletê, taximê Diyarbekrê û yê miletê kurd in.”
Di warê sporê da ev gotinên Çetîn Sumer pêşketineke nuh e û pir baş e, dibê were pîrozkirin.
Û dibê hemû kurd jî bi vî çavî li Diyarbekir Sporê binêrin û li gor wê lê xwedî derkevin û alîkariyê pê ra bikin.
Dibê miletê kurd, bi taybetî jî kurdên dewlemend, şareza û miletperwer bi zanîn û bi şiûrekî netewî dest bavêjin Diyarbekir Sporê û bikin taximekî miletê kurd û Kurdistanê.
Ji bo cudabûna me ji tirkan ev yek gelkî girîng e.
Dibê Diyarbekir Spor jî weke taximên din ji bo zarok û xortan qurs û dibistanên futbolê veke, bi sedan, bi hezaran xortên kurd perwerde bike û bi wesîleyê him zimanê kurdî û him jî şiûrekî netewî bide telebe û lîstikvanên Diyarbekir Sporê.
Heger kurd bixwazin dikanin Diyarbekir Sporê bikin mekteb û hêlîneke kurdewariyê.
Kurd bi riya Diyarbekir Sporê dikane bi hezaran zarokên kurd ji kuçe û kolanan xelas bikin û bikin sporciyên miletê kurd.
Çetîn Sumer, di derbarê maça Bûrsasuporê da jî axivîye û gotiye, li Bûrsayê heqaretên pir mezin li wan û li temaşevanên wan hate kirin.
Dibe ku Çetîn Sumer kurdekî pir paqij û pir dilsoz be, lê diyar e wî hîn tirk nas nekiriye, loma jî li hember heqaret û êrîşên temeşavanên tirk matmayî maye û gotiye:
“Dizanin ku em kurd in. Sloganên siyasî û xerab avêtin û aligirên me yên ku ji Diyarbekrê hatibûn kevir kirin. Kes nikane vê zulmê li me bike. Me jî ji federasyonê ra got, emê taximê xwe ji lîgê vekêşinin. Ser vê, çapemeniya Tirkiyê zêde cih da bûyerê. Ji ber ku zilm û mexdûrîyeta me dîtibû li ortê bû.”
Ev ne cara pêşîye ku temaşevanên tirk bi vî rengî êrîşî Diyarbekir Sporê dikin, di her maça Diyarbekrê da temaşevanên tirk eynî nîjadperstiyê li hember kurdan dikin.
Ji ber ku tirk kurdan, bjar û taximên wan ji xwe nahesibînin, weke weke neyar û Diyarbekir Sporê jî weke taximekî neyaran dibîne.
Lê kurd naxwazin vê rastiyê bibînin, weke hêştirmê serê xwe dixin qûmê û gazinan dikin.
Bêguman dibê meriv heqaret û tezahuratên siyasî, derî sporê qebûl neke û dema bûjî dibê kesên berpirsiyar gilî bikin. Ev temam.
Lê dibê em ne li bende bin ku tirkê ji me ”hez bikin”, ya jî muameleya taximekî tirk bi me ra bikin.
Hêviyeke wisa ne realîst e.
Sümer bi nêteke pir paqij û saf dibêje, dema ew çûn Bûrsayê, berî maçê, wan di beyanên xwe da got:
”Di sporê de cihê siyasetê tune ye, lê ew bi awayekî organizekirî hatin ser me û ala Tirk vekirine. Fena ku em ji miletekî û welatekî din hatibin. Zulmeke pir mezin li me kirin.”
Mixabin di vir da gazinên Sumer ne di cî da ne, helbet temeşavanên Diyarbekir Sporê ji miletekî din û ji welatekî din in, parastina eksê vê şaş e û ne rast e.
Diyaarbekir Spor, taximê miletekî din û welatekî din e. Lê ev nayê wê maneyê ku ji ber vê yekê dibê tirk dijminatiyê pê ra bikin, bes dikin.
Çimkî tirk li hember her taximekî biyanî eynî dijminatiyê nakin, tenê li hember kurdan wisa dikin.
Xwedêgiravî Sumer jî di axaftina xwe da gotiye ku ew ”taximê Diyarbekrê û yê miletê kurd in.”
Yanî Diyarbekir Spor
, taximê paytexta Kurdistanê û yê miletê kurd e, ev rast e û ji xwe dibê wisa be jî.
Û hemû kurd jî bi vî çavî li Diyarbekir Sporê mêze bikin.
Serokê Diyarbekir Sporê Sumer, dibêje di warê madî da gelkî tengasiyên wan hene û çi heyf ku kes destê alîkariyê dirêjî wan nake. Ew ji dewletê alîkariyê naxwazin û kurd jî bîr nabin ku alîkariyê bikin.
Heger taximekî tirk bûya bêguman bi sedan dewlemendên kurd ewê xwe bi qurban kirana û ji bo ku bibin serok ya jî têkevin îdareyê ewê bi milyonan bidana.
Lê ji ber ku ne Fenerbahçe, Galatasaray û Beşîktaş e, Diyarbekir Spor e loma jî dest navêjin bêrîka xwe û alîkariyê nakin.
Ez çi bibêjim, perê min tuneye ku ez bidim, yê min tenê dev û qelema min heye, ez dikanin van herduyan jî têxim emir û xizmeta Diyarbekir Sporê û hemû taximên Kurdistanê.
Tiştê ji min tê ev e.
Bes heger rast û mimkûn be, bira li ser navê Diyarbekir Sporê hesabekî ji bo alîkariyê vekin, wê demê her kurd li gor îmkana xwe dikane alîkariyê bike.
Lê li alî din jî esas heger îdareciyên baş hebin dîtina peran pir ne zahmet e, dibê meriv bizanibe pere çawa tê peydakirin.
Û ji bo vê yekê jî hezar û yek rê hene, dibê kesên birêvebir serê xwe pê ra biêşînin…Bi hêviya ku hemû kurd li Diyarbekir Sporê xwedî derkevin û wê bikin taximekî miletê kurd yê netewî…

07 oktober 2009

Tirk dixwazin Ahmet Turk paşnavê xwe biguherîne

Li gor xebera ajansa ANF-ê, ji bajarê Balîkesîrê jineke tirk ya bi navê Atiye Daniş, ji bo ku paşnavê hevserokê DTP-ê Ahmet Turk jê were stendin erzûhaleke daye dozgerê Balikesîrê û xwestiye ku dewlet vî paşnavê ”Turk” ji Ahmedê Hecî Sînan bistîne.
Atiye Danişê, di erzûhala xwe da gotiye, Ahmet Turk bi tu hal û tevgera xwe ji Tirkiyê ra nabe numûneyek baş.
Atiye Danişê gotiye, her çiqas paşnavê wî ”Turk” e jî lê ew ne layiqî vî paşna ye, çimkî li gor vî paşnavî tevnagere, loma jî dibê jê were stendin.
Li gor Danişê, Ahmet Turk ne tirk e û weke tirkekî hereket nake û ji ber vê yekê jî wî ev paşnav heq nekiriye, dibê dewlet vî paşnavî jê bistîne.
Bi baweriya min jina tirk baş kiriye, lê ez bawer nakim ku tesîrê li Ahmed Turk bike û rabe paşnavê xwe biguherîne, bike ”kurd” ya jî tiştekî din, çimkî carê fêr bûye...
Ev ne cara pêşî ye ku ev paşnav ji Ahmed Turk ra dibe ”serhevde” û mijara rexne û pêkenînê.
Bi rastî jî qet ne xweş ku paşnavê serokê partiyeke kurd, tevgereke kurd ya netewî ”Turk” be.
Dibê ji zûda ev paşnav guherandibe.
Û ne ew tenê, dibê hemû kurdên ku paşnavên wan ”Turk , Ozturk , Tumturk, Turkoglu” û hemû paşnavên ku gotina ”Turk” pêva ye dibê biguherînin.
Ji bo kurdekî welatparêz, kurdperwer paşnavê ”Turk” û weke wê qet ne xweş e û ne rast e jî.
Serokê partiyeke kurd çawa dikane paşnavê wî ”Turk” be?
Berê çawa bûye ew tiştekî din e, lê meriv nuha qebûl neke. Û dema neguherîne jî her roj ewê ji meriv ra wiha bibe problem û serhevdeyî.
Ez bi xwe qet fêm nakim, kurdekî di nava tevgera kurd ya netewî da çawa dikane bi paşnavekî wiha nerehet nebe?
Ya herî rast dibê Ahmed heta nuha ev paşnav guherandiba, lê neguherandiye. Bes piştî vê gilînameyê(esas çend carên din jî ne bi gilî be jî lê bi devkî û nivîskî ev yek ji Ahmed ra gotine)dibê Ahmed û hemû kurdên ku paşnavê wan bi ”Turk” dest pê dike di zûtirîn wext da paşnavên xwe biguherînin.
Dema neguherînin şaşiyeke mezin e.
Meriv jê hez neke meriv nake paşnavê xwe, wê demê xwediyên van paşnavan ji paşnavên xwe memnûn in û jê hez dikin.
Heger jê hez nakin dibê biguherûnin.

***
Çavê me hemûyan ronî...
Çavê hemû kurdan ronîbe, êdî kurd jî xwedî pasaporta kurdî ne. Paseporta ku bi kurdî, erebî û îngilîzî li ser hatiye nivîsandin temam e û êdî kurd dikanin bigrin û têkin bêrîka xwe.
Li gor nûçeya malpera Pûkmedîa, îro li Bexdayê paseporta ku bi sê zimanan, kurdî, erebî û îngilîzî li ser hatiye nivîsandin ji hemwelatiyan ra hate dagirtin.
Bixêr û bimbarek be û li hemû kurdan pîroz be, êdî beşekî ji kurdan ewê bibin xwediyê nasname û pasaportên bi zimanê kurdî.
Aqûbet li serê me…
Lê ji bo vê, dibê em jî weke kurdên başûr doza pasaportên bi zimanên kurdî-tirkî bikin.
Ev heqê me ye. Çawa ku yekî tirk dixwaze pasaporta di bêrîka wî da bi zimanê wî be, dibê kurd jî eynî tiştî bixwazin.
Weke kurde, ez dixwazim nasname û pasaporta min bi kurdî be, bi zimanê min be jî.
Dibê kurd vê daxwazê bilind bikin.

***
Ji tirsê
Rojekê Ataturk tebdîlî qiyafet dike û diçe sînemayê, li filmekî dokumenter yê li ser jiyana xwe temaşe dike. Bi vî hawî dixwaze bizanibe hela ka milet di heqê wî da çi difikire û çi dibêje. Di filîm da her cara ku Ataturk nîşan didin ji tezahurat û çepikan qiyamet radibe. Herkes radibe ser piya û li hewa bi deqîqeyan li çepikan dixe. Ataturk li hember vê tezahurat û hezkirina milet şaş dimîne û ji yê kêleka xwe dipirse, dibêje:
-Gelo tu zanî ev mileta ji bo çi hewqasî ji Ataturk hez dike?
Mêrik dikene û dibêje:
-Hezkirina çi birayê min?! Em ji tirsê û ji hewla ruhê xwe li çepikan dixin…
***
Pasaport
Ji apê Kamo ra gotin.
-Li gor anketekê derketiye ortê ku pasaportên ji 93-ê jinên tirk tuneye.
Apê Kamo keniya, got:
-Ji xwe hewcedariya wan pê tuneye. Piraniya jinên tirk nikanin herin çarşiyê, îcar ewê çawa herin derî welêt...

06 oktober 2009

Çima?

Gelek caran bi gotina felesefê, tiştên abstrakt(muceret,soyut) tê bîra meriv.
Weke ev mase heye ya tuneye?
Heger heye ji bo çi heye?
Lê felsefe ne ev e.
Mijara felsefê ya esasî pirs e, pirsîna pirsê ye.
Çima?
Çawa?
Ji bo çi?
Kînga?
Ji bo fêmkirina do û îro felsefe pûsûlayeke pir girîng e.
Însanê bê felsefe weke kaptanê bê pûsûla ye, nikane keştiya xwe bigihîne firêqetiyê.
Kurd, weke milet ji siyasetê gelkî hez dikin û li gor miletên din pir jî pê mijûl in.
Lê siyaseteke bê felsefe ye.
Siyasetmedarên kurd(qesta min kurdên bakur in) her tiştî dizanin, dema devê wan vedibe ji ”qal û bela” dipeyivin, lê felesefeyeke wan ya siyasî tuneye, ji zanîn û şiûrekî netewî bêpar in, nizanin çima û çwa ketine vî halî û ewê çawa ji vî halî derkevin?
Însan dema xwe nas neke, ji xwe û ji yê hember xwe pirsê neke û serê xwe pirê neêşîne tu carî nikane biserkeve, bigihîje derekê.
Heger ne xêra pirs û diyalogên Sokrates û şagirtê wî Eflatûn bûya ne mimkûn bû ku Yûnanîstana kevn ji wê serdema navîn hewqas zû xelas bibûya û demokrasî keşif bikira..
Bi saya felsefê em xwe û cîhana xwe nas dikin.
Lê ji ber ku siyasetmedarên kurd ne xwedî tu felsefe ne loma jî ne xwe nas dikin û ne jî dizanin çima ew jî ne weke xelkê azad û xwedî dewlet in.
Mesela piraniya kurdan qet ji xwe napirsin:
Çima ereb, tirk, faris û hin miletên ku nufûsa wan ne bi qasî ya bajarekî Kurdistanê ye bûne dewlet, lê em 30 milyon kurd hîn ne xwediyê gundekî otonomin jî?
Ji bo çi em jî weke ereb, tirk û farisan ne xwedî dewleteke serbixwe ne?
Tirk di telewîzyonan da bêtirs û bi serbilindî navê welatê xwe dibêjin, lê nahêlin em bibêjin û dema em dibêjin jî sansor dikin; çima em vê yekê qebûl dikin û beşdarî programên wan dibin?
Çima em hewqasî rehet dev ji dîdin û armancên xwe berdin?
Çima em hewqasî rehet hustuyê xwe li ber şert û şurûtên dijmin xwar dikin?
Ji bo beşdarbûna programekê, ya jî ji bo çend quriş pere çima em sansora dijmin qebûl dikin û dev ji bilêvkirna navê welatê xwe berdidin û ji gotinên ku ewê dijmin aciz bike îtîna dikin?
Çi yê me ji wan kêmtir e ya jî çi yê wan ji me zêdetir e ku ew bûne xwedî dewletên serbixwe û em jî bûne reben û koleyên wan?
Sebebî mûcîbeya vê çi ye?
Çima em di vî halî da ne?
Ji kînga ve ye, çima û çawa em ketine vî halî û bûne koleyên ereb, tirk û farisan?
Ereb, tirk û faris bi serbestî û serbilindî alên xwe bi sînga xwe dikin, çima em kurd nikanin, newêrin?
Çima ereb, tirk û fasris nahêlin em jî weke wan bibin xwedî al?
Tirk nahêlin em navên kurdî li zarokên xwe kin, çima?
Tirkan navên hemü gundên me guhertine, çima em viya qebûl dikin û navên tirkî bikar tînin?
Çima em hemû kurd weke milet li dijî vê neheqiyê dernakevin û di navên kurdî da israr nakin.
Tirk zarokên xwe dişînin mektebên tirkî, lê nahêlin em zarokên xwe bişînin mektebên kurdî, çima?
Çima em vê zulmê qebûl dikin û zarokên xwe dişînin mektebên wan?
Tirk nahêlin weke wan, em jî bi zimanê xwe perwerde bibin, bibin xwedî mekteb, unîwersîte, telewîzyon, radyo, rojname, kitêbxane.
Çima li gel vê jî em bi dilxweşî û serbilindî bi tirkî dinivîsin?
Tirk, ereb û faris bi serbilindî navê welatê xwe hildidin, çima kurd newêribin, nikanin bibêjin Kurdistan?
Dema dibêjin marûzî azar û lêdanê dibin, çima?
Hemû partiyên tirkan bindestiya me diparêzin, li dijî azadî û serxwebûna me ne, dema tên ser hukum zulmê li me dikin, me dixin hefsan û dikujin.
Lê dîsa jî em rayên xwe didin van partiyên dijiminên xwe, çima?
Çima em ji dijminê xwe ra, ji kesên ku mafên me yên netewî nadin ra dibêjin ”bira”, bi wan ra dizewicin û bi zimanên wan şiîr, roman, çîrok û meqaleyan dinivîsînin?
Welhasil çima em van pirsan hemûyan ji xwe nakin, pê nerehet nabin, xewa şevan li xwe nahermînin?
Û li gel ku em di halekî hewqas perîşan û xerab da ne, çima dîsa jî em weke ferdên miletekî serbixwe û azad bêxem dijîn?
Ji bo ku em xwe nas bikin û ji rewşa xwe fedî bikin, dibê em gav û saetê xwe û xelkê miqayese bikin, gelo çi yê me ji xelkê kêmtir e?