06 september 2009

Werin rê!

DTP-yî û heval û dilxwazên PKK-ê di meş û mitîngên xwe da slogana(şîara, diruşma) ”Edî bes e” pir bikar tînin.
Heta meriv dikane bibêje ku di meş û mitîngên DTP-ê da ”Êdî bes e” slogana sereke ya rêza yekem e.
Weke benîştê qanikê ketiye devê herkesî, kîjan kurd devê xwe vedike, dibêje ”Êdî bes e !”Yê min bixwe dilê min tu carî li vê slogana "Êdî bes e" germ nebû, xwîna min nekeliya ser, min jê hez nekir û weke şîareke têkoşînê qebûl nekir.
Ev slogan bi min wisa dihat fena ku di şerê azadî û serxwebûnê da em westiya bin, çavê me êdî dewleta tirk nabire, loma jî em dibêjin, de ”Êdî bes e”, werin em li hev werin.
Fena ku di pinîkêrê(nezerê)da ez teslîm bibim û ji raqibê xwe ra bibêjim heyran ”teslîm, êdî bes e, ez hew dilîzim!”Min tim dixwest ku sloganeke ji vê bêxwediya ”êdî bes e” xweştir têkeve devê kurdan ku bîna westiyanê û revê jê neyê.
A nuha di malpera ANF-ê da ez rastî vê sloganê hatim, kurdan sloganeke ji ”êdî bes e” sed qatî xweştir û şoreşgertir dîtine:
”WERIN RÊ !”Li gor xebera malpera ANF-ê, slogan do bi şev li Sêrtê di meşeke bi meşale da hatiye bikaranîn.
Berê li derke din ev slogan hatiye bikaranîn ya na ez nizanim, ez bixwe ev cara pêşîye dibihîzim.
Axir ”kê, li ku, kînga” ji bo min pir ne girîng e, ya girîng ew e ku ev slogan hatiye dîtin û ketiye devê kurdan.
Tiştê dimîne, dibê ji îro û pêda slogana ”WERIN RÊ !” tavilê ciyê ”Êdî bes e” bigre û di hemû çalakiyan da were bikaranîn.
Heta di maneyeke nêzî wê da meriv dikane sloganeke din jî, ”Werin îmanê !” jî lê zêde bike.
Bira ev jî ji gelê kurd yê qehereman ra diyariyeke Zinarê Xamo be...
”Werin îmanê !”
”Werin rê !
”Kêfa min gelkî ji slogana ”Werin rê” ra hat.
Hema her hetiştê ku di têkoşîna li hember dewleta tirk da bîna westiyanê, bêhêvîtiyê, bêbaweriyê û teslîmiyetê jê bê, li ber çavê min weke marê reş e, madê min jê dixeriqe.
Di slogana ”Werin rê” da berger, westiyan tuneye, bawerî, xurtî û serdestî heye, emir heye…
”Werin rê !...”,
ya na
emê îfadeya we bigrin, hûnê li zirarê derkevin. Ji bo we ya baştir ew e ku ji nuha da hûnê ”Werin rê” berî ku hûn bar û sûcê li xwe girantir bikin.

Belê, gelî general û yasetmedarên nîjadperest, serhişk û korfahm, zû ”Werin rê” hîn dereng nebûye.
Kurdno, rica min ji we, vê sloganê belav bikin û têxin devê her kurd î…
Werin rê...

6 kommentarer:

  1. Herê xalo,
    Bi rastî jî ev "êdî bes e" zirzopiyeke wilo bu ku, hin mêjî bi gu ("tirkchî", bibore) gotinên ji tirkî werdigerînin kurdî u zimanê kurdî xera dikin (ji tirkî "yeter artik"). Mesela van rojan dîsan gotineke herî ehmeq di medyaya kurdî da tê belav kirin ku qet nepirse: "Vebun"! (jibo tirkî "açilim"). Tu jî dibînî, bêyî ku aqilsivikan hînî zimanê kurdî bibin u termên zimanê kurdî bi kar bînin, bê îdraqiya xwe di medyayê da belav dikin. Kuro, lawo, heger hun kerê melê jî bipirsin, dê bi ser we da biqîre u bibêje: "Min di we kirino (bibore), ma ev niha chê bu? :-) Heger nizanin jî herin ji Shêx Lotikxanê bipirsin babam, wîîîîî.

    Silavên germ
    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera
  2. Xalo,
    Sedîsed xwedî maf î. Divê mirov sloganên xwe pirr bash hilbijêre. Berî her tishtî jî divê ew sloganana bi zimanê kurdî bin, ne bi tirkî. Tê gotin ku li ewrupê jî kurd li ser kolanan bi zimanê tirkên nijadperest diqîrin u ewrupî jî wekî gê lê mêze dikin. Min di televîzyonê da jî dîtiye. Ya rast em kurd pir gêj in. Miletên ewrupî u tirkî?! Ez vê hertim dibêm, Apo u PKK wekî zarokên kud u felc zayîne.

    De dirêj nekim xalo. Min got ez vê slogana hinekî li gor zimanê kurdî form bikim. Bi ya min be, ez ê bêjim:

    "Yan bikevin qulê -
    yan jî werin rê/îmanê!"
    (Pirr qirase bu, ne xalo? Min pê negirin xalo! :-))

    Xalo "werin rê" mirov nikare wekî slogan bi kafiye biqîre.


    Lawkê Cholemêrgê

    SvaraRadera
  3. Xalo,
    Heqqê te heye ku ev gotina "êdî bes e" tishtekî pir ecêb e. Kek Beranê Meletiyê jî gotiye wergera zimanê tirkî ye ("yeter artik!"), u sedîsed rast e. Jiber ku di kurdî da weha nayê gotin. Li gor qeyideyên zimanê kurdî mirov dikare "bes!, bes e!, de bes e!" bibê, lê digel "êdî" qet nabe, sedîsed bi tirkî ye.

    Mesela di van zimanên îndocermenî da weha tê gotin,

    înglîzî:
    - "enough!" = "bes!, bes e!",
    - it is enough! = "(de) bes e!"

    Fransî:
    - assez! = "bes!, bes e!
    - c'est assez! = "bes e! de bes e!

    Swêdî:
    - tillräcklig! = "bes!, bes e!"
    - det är nog! = "bes e!, de bes e!"

    Di nav van zimanan da gotina "êdî" tune. Ev zimanana jî wekî kurdî îndocermenî ne.

    Li cem me dibên "bes, bes e, de bes e!".

    Mixabin cahîliya PKKê u murîdan zimanê kurdî cankêshî kiriye. Ya rast partiyên din jî ji PKKê bashtir nînin. Lê jiber ku bandora PKKê ji yên din bêtir e, xirabiyê wê jî shopên mezintir chêdikin.

    Rêz u rêzdarî
    Pîran Tîr

    SvaraRadera
  4. Xalê Zinar,
    Tu u heval, hun rastiyê dibêjin. Di kurdî da gotina "bes!" zêdeyî bi fîîla "bun" tê bi kar anîn, yanî meriv dibêje "bes e!" yan jî "de bes e!". Carina "bes" jî derbaz dibe (mesela "bes te dengê xwe kir!"). Ango li gora kurdî bi fîîlê gotin bashtir dibe. Lê di tirkî da mirov nikare fîîlê bi kar bîne u bêje: "yeterdir!, artik yeterdir!", nabe. Lewra gava kurdên ku tirkî pirr xirab dizanin, bi kurdî difikirin u bi tirkî jî deng dikin, vê ecêba nedîtî dibêjin: "yeterdir!".
    Silav u hurmet
    Tîrê Qersê

    SvaraRadera
  5. Xalocan,
    Ma em nikarin vê sloganê wekî "lan oxlim werin rê!" bikin?

    Wekî din jî mîna ku shêrê me, Lawkê Cholemêrgê jî gotiye:
    "Yan bikevin qulê
    yan jî werin rê!"
    xerab nabe allaxîme kîtabîme.

    Silavên germ
    Zarayê Kurdîjen

    SvaraRadera
  6. Gelî xortan, hema nebêjin "êdî bes e" hûn dibêjin çi hûn bi qîma xwe ne, tenê bira bîna westiyan û teslîmiyetê jê neyê...

    SvaraRadera

PARVE BIKE