09 september 2009

Stenbol di ber avê çû

Yaho ev Tirkiye çi welatekî paşdemayî, bêserûber, perîşan û jihevdeketîye.
Meriv fêm nake ev weleta ev 85 sal in çawa heta nuha maye û hîn bat nebûye.
Bi rastî jî mûcîze ye.
Du rojan berf dibare jiyan disekine, dibistan tên girtin, riyên bi hezaran gund û bajaran tên girtin, trafîk dimre.
Du rojan baran dibare, dîsa jiyan felc dibe, hemû rê û dirb tên girtin, bajar serobinî hev dibin, bi sedan tax, cî û war di bin avê da dimînin.
Aqilê meriv disekine, ev çi bajar in û çi rê ne ku bi bareneke du rojan wisa wêran dibin û herder dibe weke qada herbê.
Piştî du roj baran Stenbol û Tekîrdag bi avahî, wasite û însanên xwe hemû di ber avê çûn.
Li gor dibêjin heta nuha bi kêmasî 32 mirî û gelek jî birîndar hene, zerar û ziyana madî bêhed û bêhesab e.
Dema di telewîzyonan da meriv dîmenên hin taxên Stenbolê dibîne, meriv dibêje belkî li vî bajarî herbeke mezin qewimî ye, herder û hertişt ji hev perengperengî bûye, her der di bin avê da maye.
Heta riyên çûyin û hatina balafirxaneyê jî di bin avê da mane.
Bi kurtî meriv dibêje qey li Stenbolê zelzele çêbûye, kevir li ser kevir nemaye.
Heger bajar bi cî û warên avahiya xwe, bi rê, sereb(kanalizasyon) û komînîkasyona xwe weke bajaran, li gor şert û prensîbên bajaran werin avakirin dibê piştî du roj baran haşermaşer ranebe, herder di binê avê da nemîne, kaoseke bi vî rengî neyê meydanê.
Ev nêzî 30 salan e ku ez li Swêdê dijîm, car heye mehekê li ser hev berf û baran dibare, lê min tu carî nedîtiye û ne jî bihîstiye ku yek rojê jî trafîk raweste, rê werin girtin, ji ber berf û baranê dibistan têkevin tehtîlê, jiyan felc bibe.
Ji ber ku xelkê bajarên xwe weke bajaran ava kirine, riyên wan ne êretî, xaniyên wan ne holik û serebên(kanalîzyasonên)wan bi du meh baran jî ne dixetimin û ne jî diteqin.
Lê yê Tirkiyê, her sal ev hal e, piştî çend saet baraneke bi zirp herder di bin avê da dimîne û jiyan felc dibe.
Helbet hin tofan û felaketên tebîetê hene meriv hertim nikane rê li ber bigre, lê ne bi vî rengî.
Erê navê gelek bajarên Tirkiyê bajar in lê di esasê xwe da jj gundan û holikên ser bîstanan jî xerabtir in.
Yanî navî giran e lê warî wêran e.
Ji ber ku li Tirkiyê li dera ku dibê avahî lê çênebe lê çêdikin, sereb ne tu sereb bin, plana bajêr û taxan ne tu plan e.
Yanî tu tiştekî wan ne temam û tekûz e.
Loma jî piştî du roj baran Stenbol, bi mal û însanên xwe ve di ber avê dihere, bajar serobinî hev dibe.
Ev rewş têkiliya wê hinekî jî bi şerê li hember kurdan ra heye.
Ev 30 sal in dewleta tirk li hember kurdan şerekî bi xwîn dimeşîne. Vî şerî bi milyonan kurd mecbûrî koçberiya bajarên mezin kir, li Stenbol û gelek bajarên din getoyên pir mezin ava bûn, ku ji hemû hewcedariyên bajartiyê bêpar in.
Vê rewşê struktur û demografiya gelek bajaran serobinî hev kir û dewletê jî di vî warî da tu tedbîrên pêwîst negirt.
Dewlet ji dêlî ku giraniyê bide avakirina tax û bajarên tekûz, bi ser û ber, bi plan, giranî da şerê li hember kurdan, giranî da bombebaran kirina çiyayên Kurdustanê.
Dewleta tirk di kuştin û terorîze kirina kurdan gelkî jêhatîye, di çetetî, teror û qetlê da kes nikane bi dewleta tirk ra kaban bavîje.
Lê dema tê urbanîzmê, avakirina jiyaneke bajarvanîyê li dû herkesî ne, ji herkesî paşdatir in.
Bajarekî weke Stenbolê, piştî du roj baran dibe weke taxeke feqîran ya Hindistan û Efrîqa Başûr tarûmar nebe.
Lê ne xema tirka ye, ji bo wan ya girîng şerê li hember kurda ye…

1 kommentar:

  1. Xalo,
    Bila bêter bibin. Xwezî bila tevda di vê gemariyê da bifetisin u wesselam.
    Xalo, qurban, heyran, ma hewce ye ku tu jî tirkan bînî u bixinî rojeva me.
    Xalo, bi rastî jî ez dibêm ez ê di nêzîk da bibim psîkopat wellahî. Bi kerema xwe min ji van tirkên dolheram xelas bikin yaw.
    Offf xalo, ez ê heta demekê cartin nenivîsim. Dibe ku ez bêyî hemda xwe biteqim u derdora xwe wêran bikim.
    Silav u rêz ji we hemuyan ra
    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera

PARVE BIKE