28 september 2009

Spor, bisiklêt û bîranîneke min ya zaroktiyê

Do êvarî min bi dilşadiyeke mezin dît ku malperke sporê, bi navê Sporkurdê dest bi weşanê kiriye.
Ez bawer dikim li Kurdistana Tirkiyê ev malpera xurrî bi kurdî li ser sporê ya pêşîn e.
Bira Sporkurd li hemû keç û xort û sporciyên kurd pîroz û bimbarek be.
Ji bo vê gava hêja ez pêşeng û hemû xebatkarên vê malperê bi dil û can pîroz dikim û di kar û xebata wan da ji wan ra serkeftinê dixwazim.
Çend roj berê hevalê min î sporhez Şefîk Oncu, bi e-mailikê ji min ra gotibû, hin xortên me yên li welêt ku hemû zarokên hevalên me ne, di demeke nêz da ewê malperke sporê çêkin û dest bi weaşnê bikin.
Malper ewê xurrî bi kurdî be.
Û heger ez jî bikanibim ji wan ra binivîsim ewê gelkî kêfxweş bibin.
Min di bersîva xwe da gotibû, ez ne şarezayê sporê me, lê yekcarnan ji qahra tirkan ra xwe lê dikim bela.
Bi rastî jî erê ez ji temaşekirna futbolê hez dikim, lê zanîn û kultura min ya futbol û sporê pir kêm e.
Di zaroktiya xwe da jî min zêde futbol nelîstiye. Ez neçûme mektebê, zaroktiya xwe nejiyame û lomajî wexta min ya zaroktiyê, ya lîstikê û kêfê tu carî çênebû…
Çimkî tam di salên min yên mektebê û zaroktiyê da debara malê ketibû hustuyê min û ez mecbûr bûm ku bixebitim û ji diya xwe ra bibim alîkar.
Lê min gelkî dixwest ku zarokên min bi sporê mijûl bin û bibin sporcî. Lê ew jî nebûn.
Ji bo ku Azad bibe pîngîsçiyekî(pîngpongciyekî)baş min gelkî hewil da, lê nebû, zû dev jê berda.
Heta 12-13 saliya xwe baş dom kir, gelek nîşan û xelat girt, lê dûra weke gelek zarokan jê sar bû û dev jê berda.
Serhat û Rojan bi futbolê destpêkirin, herdu jî çûn qursên qulêbên futbolê û çend salan jî lîstin, lê wan jî dom nekir.
Rojen dûra dest bi bandiyê kir, heta par jî dilîst, lê dûra taximê wan ji hev da ket û bela bûn.
Nuha hemû bûne weke min û xanimê, kes tiştekî nake.
Azad berê her roj baz dida, du caran ket Maratona Stockholmê, lê nuha zik berdaye, êdî ew jî jê nayê.
Spor li her dera cîhanê, him kirin û him jî temaşekirina wê gelkî populer e û bi milyonan însanan mobilîze dike, wext û demên xweş bi xortan û însanan dide derbaskirin.
Însanan her dem bal û wexta xwe dane gelek cûreyên sporê û tim hin beşên nuh bi pêş xistine.
Bi taybetî jî li welatên pêşketî spor pir populer e, biçûk, mezin herkes tiştekî dike.
Ji bo ku zarok û xort bêmijûlî nemînin, nekevin riyên xerab, ji alî fizîkî da xurt bibin, tim bi antraman bin dewlet bi milyaran pera li her cûreyê sporê mesref dike, însanan ji zaroktiyê da teşwîqî sporê dike.
Mixabin li welatê me ev hîn nebûye adet, însan û malbat hîn girîngiyê nadin sporê.
Ez bawer nakim hîn hemû zarokên kurd dikanin bisikilêtê bajon û ajnê bizanibin.
Li Swêd dibistan hemû zarokan fêrî ajnêberiyê dike, hemû zarok dikanin bisikilêtê bajon.
Lê li ba me ne dewlet û ne jî malbat guh didin vê yekê. Dimîne her kes û îmkanên xwe yên malbatî.
Mesela ez ajnêberiyê li vir hinekî fêr bûm û ajotina bisikilêtê hîn jî nizanim.
Li vir, li ser fêrnebûna bisikilêtê ez dixwazim qala bîranîneke xwe ya bi êş bikim.
Ez dibêm belkî ez 12-13 salî bûm. Li Wêranşarê hema hema bisikilêta kesî tunebû.
Yekî ruhayî bi navê Mihê çend bisikilêt kirîbûn û danîbû dikanekê û bi kirê dida zarokan.
Kirê ya bi saetê ya jî hêniyeke çûyin û hatinê hebû, yanî meriv heta derekê diçû û dihat.
Rojekê ez û hevalekî xwe, em çûn, me du bisikilêt kirê kir, emê heta nexweşxanê biçûyana û bihatana.
Kiriya bisikilêtên kevn hindik û yên nuh, bi neynik, bi zengil û xişir û mişir hinekî buhatir bû.
Lê siwarbûna wan jî zewq û navekî mezin bû, meriv nedixwest li bisikilêta xerxûtî siwar be.
Welhasil me perê xwe dayê û me heryekî bikilêteke nuh kirê kir.
Em herdu jî tam ne hoste bûn, lê ku kes dernekete ser riya me, me îdare dikir, em nediketin.
Em herdu bi kêf û zewqeke mezin li bisikilêtên xwe siwar bûn û me bi serbilindî û dilşahiyeke mezin berê xwe da nexweşxaneyê.
Em bi saxî û silametî gihîştin hêniya xwe, lê em newêrîbûn jê derbas bibûna, çikmkî bibihîsta ku em ji hêniyê derbas bûne ewê li me xista û zêde pere bixwesta.
Em daketin, me berê bisiklêtên xwe da bajêr û ya Alah û ya Xwedê em bi rê ketin.
Piştî çensed mîtroyekî ji kuça rastê me jineke gundî çend kerên bibar li ber ji nişkave derket hember me.
Hevalê min li pêş min bû, feqîro “dîreksiyona” xwe virda kir, wêda kir lê keran xwe neda alî, hevalê min got terp û ket.
Min xwe xelas kir, hinekî wê da jê daketim.
Me bi tirs bisikilêt ji erdê rakir...
Çong û destmestê hevalê min terişîbû, xwîn bûbû, lê me guh nadayê, tirsa me ew e ku tiştek bi bisikilêtê hatibe.
Mixabin pê hatibû, neynika wê şikestibû.
Tiştekî me bikira tunebû, bi veşartin nedihat.
Em çûn, ba Mihêyê bêexlaq û zalim.
Got heqê neynikê hewqas e, ka perê wê.
Me got perê me tuneye, emê dûra bidin te.
Got nabe.
Em çiqasî li ber geriyan jî qebûl nekir.
Rabû çakêtê hevalê min jê stend, got te kînga pere anî ezê çakêtê te bidim te.
Ji bo me ev felaket bû...
Zora me lê nedihat, hevalê min ji mecbûrî rabû çakêtê xwe dayê.
Vê bûyerê ez qutifandim û min hew çû bisikilêt kirê kir û hew li bisikilêtê siwar bûm.
Min ji xwe ra got, ji dêlî hevalê min dikanîbû ez bûma û ewê çakêtê min ji min bistenda.
Û ku ez bê çakêt biçûma malê û bavê min ev yek bibihîsta gelo minê çi bigota û ewê çi bianiya serê min?
Ew roj û ev roj hîn nigê min bi ser bisikilêtê nebûye.
Sal û zeman buhurîn, ez mezin bûm, zewicîm, bûm xwedî kar û bavê zarokan.
Lê ev hesreta bisikilêtê wer di dilê min da ma, min ji xwe ra digot, di zaroktiya xwe da ez nebûm xwedî bisikilêt dibê zarokên min bibin.
Loma jî gava lawikê me yê pêşî Azad hinekî mezin bû, bû 4-5 salî min çû jê ra bisikilêteke zarokan kirî û rismê wî pê ra kişand.
Ew risim nuha hîn û hîn jî di albûm û dataya min da wer li ber destê min e, ez carnan lê dinêrim û wan rojên zaroktiya xwe bi hesretke kûr bibîr tînim.
Bi vê minasebeta weşana malpera Sporkurdê ez vê bîranîna xwe ya zaroktiyê diyarî malpera Sporkurdê dikim.
Bi hêviya ku hemû zarokên kurd ajnêberiyê fêr bibin û bibin xwedî bisikilêtên herî xweşik.

2 kommentarer:

  1. Xalo,
    Bi rastî kêfa min jî bi vebuna malpera sporkurd.com hat. Ez hêvî dikim ku di kar u barê xwe da bi serkevin u jê sazgeha spora kurd ya pêsherojê ava bikin.
    Lê ez bi temamî nizanim, ma "sporkurd" yan "kurdspor" rasttir e. Ez dibêm li gor rêzimana kurdî "kurdspor" ya rast e. Gerchî em kurd zêde serê xwe bi rastiya tishtan naêshînin.

    Silavên germ
    Zarayê Kurdîjen

    SvaraRadera
  2. Apo
    Hahooo, yaw min nedizanî ku tu ewqas menshur î xalo. Ew chi hal e, wîîî. Yaw gava min di Sporkurd da (ya rast "kurdspor" e, de tu carê guhê wan camêran jî bikishîne xalo) wêneya te u di bin wêneya te da jî nivîsa te dît, min got, law te dît, xalo sportmenekî chi zalim buye babam. Xalo wekî din min chi got dizanî? Min got, law Berano oxlim, heger berchavokê xalo jî nebe, ji xalo yemantir kes nikare bi sporê dakeve nav bazara kurdên kelesh cîgerim.

    Xwedê dizane, lê tu jî dizanî xalo (ma chiyê xalo ji xwedê kêmtir e, wîîî), ez dibêm arîkariya wan tifilên li ber shîr bi nivîsên te yên bi bahoz u tofan hene ellaxîme kîtabîme haaa.

    Silav u rêz u rêzdarî u hurmet :-)

    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera

PARVE BIKE