26 september 2009

Qelem îcar ji şûr bihêztir derket

Dibêjin ”qelem ji şûr bi hêztir” min bawer nedikir.
Lê do danê êvarî min ev ”hêz û quderta qelemê”, (esas meriv bibêje ”hêza klavyeyê” rasttir e, çimkî êdî kes qelemê bikar nayne, klaviye ketiye dewsa qelemê)bi çavên serî xwe dît.
Do êvarî weke her roja îniyê piştî kar ji bo ku “qahwa xwe ya roja îniyê" vexwum min dîsa berê xwe da aşxaneya Yilmazê Licî.
Aşxaneya Yilmazê Licî,
ji bo min û gelek kurdên li Swêd û yên ku tên Stockholmê bûye ”Erzan Palasa” Diyarbekrê, dema meriv tê Stockholmê meriv miheqeq riya xwe bi vî mekanê kurd dixe, çay û qahweyekê weke bîranîn lê vedixwe û dûra xatir ji Stockholmê dixwaze.

Lê ez her hefte roja îniyê, piştî kar diçim vê ziyareta xwe bicî tînim û dûra jî ya riya xwe bi qahweya Heciyê Bedlîsî dixim ya jî li tirêna xwe siwar dibim û tevî derya xem û xeyalên xwe berê xwe didim malika xwe.
Welhasil ez zêde dirêj nekim û serê we neêşînim, do dema ez çûm qahwa xwe ya ”roja îniyê” vexwum, li hember îkram, îzet û serwîsa îcar ez matmayî mam û çûm dinyake din.
Bêxwediyeke telefona min ya Nokia heye, rojê carê xera dibe û min ji desthilanîn da dixe, ev du heftebûn min dabû ser tamîrê, xeber dan min, gotin temam bûye, were telefona xwe bigre.
Piştî kar ez çûm, min telefona xwe girt û dûra jî min berê da aşxaneyê ji bo ku herim qahwa xwe vexwum
Bi ketina hundur ra camêr pêşwaziyeke wisa li min kir, devê min ji hev çû, ez şaş mam, min di dilê xwe da got, kuro nebe ku viya min dişibîne yekî ji xezûranê xwe, çimkî pêşwaziyeke wisa bi kêfxweşî, bi merasim û bi hela û mela min tu carî nedîtibû.
Tenê xalîçeya sor û muzîka pêşwazîkirinê kêm bû…
Ez ji efendimê xwe ra bibêjim, camêr bi kibarî û nazikiyeke dîplomatan li dezgeya hember xwe cî nîşanî min da û bi rûgeşiyeke nedîtî got, piştî telefona te, min ji te ra qahweya teze çêkir.
Min sipas kir û got mala te ava.
Qahweya min di fîncaneke devsaxlem da(çimkî cara berê him qahwe beyat bû, him jî fîncan devşikyayî bû. Û ev yek jî xistibû hustuyê nehezkirina xwesiya min, gotibû xwesiya te îcar ji te hez nake)danî ber min, piştî qahwê, min dît îcar qedehek qonyak danî kêlekê…
Hîn min pê ra negîhandibû bibêjim xêr e, çi mesele ye, min hew dît ku seriyek çokulatayê nermê jî danî kêlekê…
Feleka min şaş bû, ji bo ku hişê min were serê min, min carê çavên xwe qurç kir, min got:
-Heger pirs ne eyb be, esbabî mucîbeya vê pêşwaziya dîplomatîk û vê serwîsa qodaman çi ye gelo?
Got keko, te em licî rezîl kirin, di nivîsa xwe ya hefta borî da te gotiye Yilmazê Licî qahwa beyat daye min. Ji tirsa, ji bo ku careke din tu vê heqaretê li min nekî, ez wiha dikim.
Ez keniyam, min got heyran piştî vî temenî ma qey ezê rabim derewan bikim, min çi dît, çi xwar û vexwar min ew nivîsî.
Di vê nabênê da qala serpêhatiyeke xwe jî kir.
Got berî salên 1980-î li Diyarbekir çayxaneyeke yekî swêregî hebû, xort û telebe diçûn lê rûdiniştin.
Rojekê kalekî licî tê jê ra dibêje, ma şeşderb bi te ra heye?
Ew jî dibêje erê heye, tu yê çi bikî?
Mêrik dibêje weleh xwediyê vê çayxanê merivekî pîs e, tim çaya beyat dide min, heger hûn bidin min ezê çend derban li hundur biteqînim, ji bo ku careke din çaya beyat nede min.
Ê yê me jî licî ye, jixwe li pelekî nexwendî digere, Xwedê ji bo macerayên wisa xuliqandiye, radibe şeşderbê ji ber xwe derdixe, mêrik yekî zeîf û bêhêz e, nikane gulê bajo devê şeşderbê. Yê me jê ra derbê dajo ber û dide destê mêrik.
Û kalê me yê licî jî qey êdî di fediyêdê dimîne, hema radibe pê halaneke mêrane di xwe hildide û dûra jî çend derban bera hewa dide.
Çayxane tijeye, milet ji tirsan xwe davêje erdê, hinek dikevin binê masan, hinek bazdidin der, haşer maşer radibe.
”macarapersetê” me û hevalên xwe ji ciyê xwe nalivin, bi reva milet ra kalê licî, xwediyê teqînê jî direve, bekçî pûlis bi rê da rastî wî tên, dibêjin çi bûye, dibêje "telebeyan" avêtin ser çayxanê-
Bi vî hawî xwe xelas dike, nayê girtin.
Pûlis tên îfade mîfade, mêrik nav nade.
Xwediyê çayxaneyê ji tirsan newêre navê mêrik bide, dibêje yek ji derve hat, li hundur teqand û çû.
Roja din eynî kes dîsa diherin wir. Lê çaya wan îcar him teze û him jî di tepsiyeke pir xweşik da tê ber wan.
Qehremanê licî dibêje, we dît îcar çi huemetê dike, ez careke din jî bikim ezê xûgiyê jê bistînim, lê ji bo min çaya teze têr dike.
Min got, yanî yê min jî bû ev mesele...
Got erê, piştî wê nivîsa te, ev bûyer hat bîra min, min got bi wê minasebetê ez wê jî ji te ra bibêjim.
Nîhayet ev qeheremaniya liciyan jî ket defteran.
Min got heyran, ez ne licî me, loma jî mêraniyên wih ji min nayê, lê heçî nivîs e weleh ezê qet texsîr nekim, dibê tu viya baş bizanibî.
Diyar e ne tenê ”şûr”, carnan ”gotin û qelem” jî pere dike, xelk dikane jê bitirse û loma jî qedrê meriv bigre, lê ber qahwê, qedehek konyak û çokolata jî bide meriv.
Ev jî ne xerab e.
Esas desthilanîn tim fereca xêrê ye û gotina rast jî tim li kara meriv e, ji mêraniyê û gotina rast meriv tu carî zirarê nabîne.
Herçiqas pêşiyên tirkan ji bo ku neviyên xwe fêrî derewan bikin gotibin ”yê rast bibêje ji heft gundan diqewirînin” jî lê ne rast e, dibê meriv guh nede vê şîreta wan ya bi zirar.
Li hember vê, pêşiyên kurdan gotine:
-Xwar rûne rast bipeyive.
-Gotina rast dibê Xwedê meriv bi qurban ke.
-Rastî bibe dezî jî naqete
-Rast bipeyive çavê min derxe
Loma jî ez tim guh didim gotinên pêşiyên xwe, gotinên pêşiyên tirkan li ba min pir ne meqbûl û muteber in.
Heger bêhemdî carê gotinek xweş û rast gotibin jî, tu hew mêze dikî deh gotinên eksê wê jî gotine.
Loma jî ez ji rastgotiyê hez dikim û heta ji min tê xwar rûdinim lê rast dipeyivim û tu carî tirsonek hereket nakim.
Ji ber ku ez dizanim mêrê tirsoneke nikane bi sîng û berê gewr û boz şa bibe...

2 kommentarer:

  1. Apo,
    Va ye tu jî wekî cihuyan roja îniyê ji "shabat"a xwe danekevî jêr. Divê tu ji kek Yilmaz ra bêjî bila hurmeteke bash u xwesh nîshanî xalê me bide yaw. Bila xwarziyên xalo raneke ser tapanan babam.
    Rats e xalo, hêza klavyeyê ciyê shurê qedîm ji zu va girtiye. Min do di nucheyan da xwand, camêrekî li Stembol-a tirkan klavyeya bi kurdî derxistiye bazarê. Lê mixabin ku meriv ji tîpên tirkan "ch, sh, j" pir aciz dibe. Loma jî ez ê nekirim.

    Silavên hêja
    Lawkê Cholemêrgê

    SvaraRadera
  2. Xalocan,
    Yaw êdî ji niha u pê va gerek tu hertim qelema xwe di destê da li ba bikî eman emaaan. Bi xwedê xalo dê camêrê herî gunikresh jî poluposhman shunda lotikan bavêje u seroktiya te qebul bike wellahî. Ya esil xalo, ku tu careke din chuyî qehwexaneya Îlmaz abêyê ji Lîcê, divê tu hinekî simbêlên xwe dirêj bikî. Pashê xalo dîvê tu wan pir bash badî u cakête xwe bavêjî ser milên xwe u bêyî berchavokên xwe yên mulayîm herrî wir. Pishtî ku te derî vekir, divê tu li shuna xwe bisekinî, serê te ber bi jêr derudorê bi hêdîka ji ber chavan ra derbaz bikî u dest bi gotinên qirase bikî:
    "Bîsmîlle bîsmîlle! Lan Îlmazê Lîcî, ma oxlim qehweyeke te ya tehl jibo kekê te u xalê xwarziyên xwe yên di înternetê da heye? Binêre cîgerim, wextê min zêde tune, serê min jî neêshîne, chê bu? De, de, de zu bilezîne heyatim, heta ku kekê te hêrs neketiye, temam? Ellaxîme kîtabîme yaw êdî hurmet murmet nemaye di nav zarokan da. Offfff of! Lawo kuro Îlmaz, cîgerim te ez kushtim kusht, hey enneuzubîllehhhhh ..."

    Xalo ez dibêm jibo tirseke bichuk ewqas bes e. Heger nebu pisho pisho, aha li vir dibêjim, bila jina min ya pêsherojê bi sê telaqên jinberdanê, ji min berdayî be, wîîîîî :-).

    Silavên berankî

    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera

PARVE BIKE