05 september 2009

Leyla Zanayê îcar mesele serast kiriye

Şikir ji rahm û kerema ”Xwedayê mîhrîban û dilovan” ra ku Leyla Zanayê îcar xwe şaşomaşo nekirye, li parlamentoya Hollandayê li ser mafê kurdan yê dewletbûnê çend peyvên gelkî baş û di cî da kiriye.
Leyla Zana di panela li parlamentoya Hollandayê da peyivîye û gotiye, Erdogan li Turkmenîstanê ji bo yekîtiye tirkan û tirkmenan gotiye ”yek milet du dewlet”, ew jî ji bo tirk û kurdan dibêje, ”du milet yek dewlet.”
Li gor carên din Leyla Zana xanimê, îcar hinekî baş peyivîye û daxwazek rast û bi heq aniye zimên.
Esas kêm gotiye zêde negotiye...
Yanî gava miletek kanibe bibe xwedîyê du dewletan, ku ev mimkûn e, çimkî ereb ne xwediyê du dewletan, xwediyê 22 dewletan e.
Loma jî rast e du milet jî dikanin bibin xwediyê dewleteke mişterek.
Ku li cîhanî numûneyên vê jî pir in.
Mesela Belçîqa, Awusturya û Îraq jî nimûneyên 2-3 milet û yek dewletê ne.
Hemû(bê îstîsna hemû)serok û siyasetmedarên tirk ji bo hemû gelên meriv û nêzî xwe, mesela ji bo 270 hezar tirkên Qibrisê, çendsedhezar tirkmenên Îraqê û heyşt milyon Uygurên Çînê mafê dewletbûn û serxwebûnê diparêzin, viya ji bo wan wek mafekî xwezayî dibînin.
Mêrikan vê dîtina xwe li herderê jî tînin zimên.
Lê pir mixabin ku piraniya siysetmedar û serokên me kurdan ji bo ku tirkan hêrs nekin, newêrin navê otonomiyê jî bigrin devê xwe, newêrin doza al û navê welatê xwe jî bikin.
Di demeke wiha da dema Leyla Zana qala mafê kurdan yê dewletbûnê dike gaveke pir pêş da ye.
Kêfa min jê ra hat, ez pîroz dikim.
Leyla Zana, di axaftina xwe da gotiye, “di sedsala 21-em da gelê ku hîn jî negihîştiye azadiya xwe tenê miletê kurd e.”
Û dûra jî gotiye, “nuha dora me ye.”
Bi rastî jî dibê dora me be û em vê dorê jî ji dest xwe nerevînin...
Wisa xuyaye ku gava “rêber” û hin “qumsêr” midaxele nekin Leyla Zana weke jineke kurd ku pir kişandiye, ji destê dewleta tirk gelek zilm û neheqî dîtiye, ewê tiştên rast û xweş bibêje.
Li ser zulma li kurdan bûye û îşxala Kurdistanê jî Zanayê gotiye, “tu dijminatiyeke kurdan bi cîranên wan ra tuneye, kurdan tu carî êrîşî cîranên xwe nekirine, neketine hewildanên îşxal û îstîlayê. Lê li gel vê, kurd hertim marûzî înkar û zilma dewletên cîran bûne.”
Dibê kurd van kirinên cîranên xwe tim dubare bikin.
Zana, li ser hewildanên hukûmeta Akp-ê jî sekinîye û gotiye, “dibêjin kurd hene lê emê tenê mafên ferdî bidin. Dibêjin zimanê xwe bipeyive lê li mala xwe. Siyasetê bike lê di nava rêxistinên me da. Dibêjin ji bo fêrbûna zimanê xwe qursan vekin, herin peran bidin û fêr bibin. Bêyî Tirkiyê li tu dereke din tiştekî wiha nehatiye dîtin. Zimanê dê mafekî kollektîf e. Ji bo kurdan dibê di sîstema perwerdeya resmî da mafê perwerdeyê were naskirin. Ji bo ku dawî li asîmîlasyona 85 salan were. Kurd mafên xwe yên kollektîf dixwazin.”
Û dûra jî gotiye, “gelê kurd ji mafên xwe yên netewî tawîzê nade kesî.”
Dibê kurd li her derê vê biryardariyê nîşan bidin, dibê nekin nûzenûz.
Li ser hewildanên hukûmeta AKP-ê û riya çareserkirina mesela kurd jî Zanayê gotiye:
“Li ber Tirkiyê du rê hene, yek jê riya Yekîtiya Ewrûpayê û ya din jî veqetandin e. Gava riya aştîyane ya Yekîtiya Ewrûpayê red bike, wê demê ewê alternatîva duyem têkeve rojevê. Li gor peymanaYekîtiya Miletan ku Tirkiyê jî îmzeya xwe avêtiye binê vê peymanê, heger welatek, nikanibe mafên gelekî li wî welatî dijî bigre bin garantiyê, wê demê ew gel xwediyê mafê cihêbûnê ye.”

Herçiqas Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî da bi rengekî sergirtî rexne li van dîtinên veqetandinê girtibe jî, lê dibê kurd vê alternatîfê pir vekirî û bi dengekî bilind tim bi bîra tirkan xin.
Loma jî di vê dema ku hin siyasetmedar, ronakbîr û serokên kurdan weke webayê ji gotina veqetandin û serxwebûnê dirivin, van gotinên Leyla Zanayê li ba dilê min pir şîrîn û hêja kir.
Kêfa Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan gelkî ji dubarekirina “yek milet, yek al, yek dewlet, yek welatî” ra tê û camêr tim jî dibêje.
Li hember vê, ji bo jiyaneke bi hev ra dibê kurd jî tim şîara ”du milet, du al, du welat, du ziman û yek dewletê” di her fersendê da bînin bîra tirkan ji bo ku bizanibin kurd çi dixwazin û bi kîjan şertan dikanin dev ji serîhildana xwe berdin.

5 kommentarer:

  1. Kekê Zinar
    ez di mesela maf û azadiya kurdan de bi tera me. Lê belê çıma carek lı ser şaşi Üu xeletiyê sekreterê xwe Murad Cıwani nanaıvsini û rexne naki.

    SvaraRadera
  2. Her bijî xalo,
    Te dîsan gotareke qerase nivîsiye. Bi navê kalikên xwe ez tevli hemî gotinên te dibim.
    Lê leyla Zana ji zu va ye ku jibo min êdî tu mahnê nade. Berî chend salan yekcar bu shirîkê Apo u dest bi gotinên zirt u virt kir u ji shexsê xwe yê kurdîperest u kurdperwer veqetiya u chu. Bi rastî jî gava navê wê dibîzim yan jî dixwînim, dilê min teng dibe. Ji chi halî kete chi halî. Her weha Hatîp Dîcle jî dawiya dawîn bi gemariyên Apo u PKKê xera kirin. Bi navê siyaseta Apocî namusa kurdan kirin pênc qurush. Heger li ber dewleta tirkan sheref u namusa kurdan danexistina, bêshik dê rewsha miletê kurd îro li asteke din biba.
    Silavên hêja
    Eliyê Dêrikî

    SvaraRadera
  3. Wellahî xalo, gava Leyla Zana li gor shexsê xwe tevdigere u dipeyîve, wekî jineke kurdperest u zana xuya dike. Lê gava xwe dixe qaliba siyasetmaderekê, ewqas jî xerab dibe.
    Lewra bila Leyla Zana xwedîtiyê li nirxê xwe yên shexsî bike, ne yên ku ji girtîgehekê wekî wahiy jê ra têne shandin.
    Xalo te tishtên pir di cî da gotine. Lê ez dibêm halê L. Zanayê yê van salên dawiyê qet bi kêfa min nayîne. Mirov dibê qey zarokeke panzdeh salî rabuye siyasetê dike.
    Rêz u rêzdarî
    Lawkê Cholemêrgê

    SvaraRadera
  4. DU MILLET,DU ZMAN, MA CJIMA NE DU DEWLET.. MA TEJI JI YA XWE DAKET XALE ZINAR. MA HEQE KURDA DI DEVLET BUNEDE TUNEYE.. MA QEY EM MECBURIN BI TIRKARE BIJIN...

    SvaraRadera
  5. Pale, hela carê em bi federasyonê dest pê bikin ji bo dewleteke serbixwe jî Xwedê kerîm e.
    Lê ev pêşniyara min ji bo wan kesên ku dewlet-mewletê, heta otonomiyê jî naxwazin e.
    Herçî ez im , min bi serxwebûnê dest pêkiriye û heta dawiyê jî ewê biparêzim.
    Tirk biteqin û hin kuez rd ji tirsa biqutifin jî ez dev ji Kurdistaneke serbixwe bernadim...

    SvaraRadera

PARVE BIKE