17 september 2009

Îşev jî serêşê bela xwe di min da

Xwendevanên hêja, îşev ez hinekî nerehet im, serê min zêde diêşe. Ez nuha bala xwe didimê taqeta min ya xwendin û nivîsê îşev tuneye.
Ez hêvî dikim ku hûnê li qusûra min nenêrin. Min nedixwest rutîna xwe xera bikim, lê carnan ne di destê meriv da ye, serêşeke malkambax jî dikane zora meriv bibe û mriv ji karê meriv bihêle.
Ezê nuha herim têkevim nava nivînan û rakevim. Dermanê min xeweke bêbinî ye.
Ez bawer dikim heta sibê ezê bibim pîvaz, ewê tiştekî min nemîne.
De hûn jî duaciyê min bin...!:)
Û bi vê minasebeta serêşiya min hûn jî ji xwe ra westa xwe bigrin û rehet bikin. Çimkî pir hindik hûn jî bi min ra diwestin...
Yaho ev serêşî tiştekî çiqasî ne xweş e, tunebûya baştir bû.

13 kommentarer:

  1. Derbaz be xalo! Bike ku tu dîsan wekî shêran bibî :-)
    Silav
    Lawkê Cholemêrgê

    SvaraRadera
  2. Selamet û xweşî ji te re dixwazim hevalê Zinar.
    Xwe vehesîne, qisaweta xwendevanê xwe nexwe, herdem wê li bendê te bin.
    Zinar Ala

    SvaraRadera
  3. Xalocan,
    Ez dibêm dawiya hefteya derbazbuyî bash bu ku te xaltîka me bir xwarin u sînemê, yan na dê halê te pir biba. Ê tabî aniha xaltîka me li dor xalê me bi vir u wir da dibeze, jibo ku xalo me xwe hinekî li giraniyê bixe :-).
    Yaw xalo, ma ev "heval" Zinar Ala hevalê te yê zaroktiyê ye ku ji te ra dibêje "hevalê Zinar", errrek :-). Yaw cîgerim, heyatim, ma niha ew bu chi. Xalo jibo ku em jê ra "xalo" bibêjin, porê xwe spî kiriye, wîîîîî. offfff xalo, tu hertim guhê min dikishînî, chi dibe xalo carekê jî guhê "heval Zinar abê" bikishîne :-). Ellaxîme kîtabîme ez ê bêjim xalo ji demoxrasiyê tu tavîzê nade.

    Xalo gerek te xaltîka me hînî nivîsîna li ser komputirê bikira u di rewshan weha giran da arzu-halê xwe bi devkî bigota u wê jî binivîsiya. Xalo, te yê bigota, de xaltîka Beranê Meletiyê pê li tîpên qirase bike:
    "Law lawikê Beranê Meletiyê yê bê derpî, kuro lawo ew zimanê te chiqas dirêj e weha. Stop. Law xwarziyo, heyatim, hey tifuuuuu. Stop. Kuro, heger tu carekê bikevî destê min, dînime îmanime ez ê serê te bikim wekî pofika ser maseya mîrê Botan. Stop. ..."

    Xalo, bi dîn u îman ji te ra xweshiyeke berankî daxwaz dikim haaa.

    Silavên germ
    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera
  4. Birêz Beranê Meletiyê: Berî her tiştî ji bilî ku min şîroveya te hezkir her wiha navê te li xwe kiriye pir xweş e.

    Ez û Zinarê Xamo xwedî blog in, mixbain hî hejmara me bloggerên kurd jî pir hindik e. Min berê jî gotibû Zinarê Xamo yekemîn bloggerê kurd bû, û ez nabêjim ne xalo û ne apo û emrê wî mezin nakim.

    Rast e porê wî spî bûye. Lê nivîskarê ku bi vê hêzê gotarên rojane biweşînê ev nîvîkarekî xort e û ji hemû xortan xurttir e.

    Her bijî bloga Zinarê Xamo.

    SvaraRadera
  5. Min jî bîr kir kek " Beranê Meletiyê":
    Ku ez tevlî te me di pêşniyara ku ku hevsera "Xalo" fêrî teknîka weşandina gotaran li ser blogspot, ta ku ev serêş nebe kelem ji bo nivîsandinê. Lê baştir ku "Xalo" mêjiya xwe jî vehesînê û dîsa bi hêz vegere nivîsandinê.

    Silav

    SvaraRadera
  6. Ohhh, heval, Zinar abê, yaw tu gelekî nermik u germik dipeyîvî. Wellahî canakem te pir rast gitoye, "nivîskarê ku bi vê hêzê gotarên rojane biweşîne ev nîvîskarekî xort e û ji hemû xortan jî xurttir e". Dînime îmanime te tam di navika mijarê da lê xistiye. Yaw keko, ma tu fêylozof î ch yî, wîîîîî. De ez dirêj nekim heyatim, ez ji herdu chavên te pach u mach dikim.
    Yaw min got ez bêjim ji destên xalo jî pach u mach dikim, emma welakîn êdî chênabe. Wellahî êdî xalo jî xwe pir zêde li xortaniyê dixe. Ma ez pepukê nîg shikestî chima ji destên xortan pach u mach bikim cîgerlerim, hiii? Ka bêjin chima?

    Silavên germik u nermik
    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera
  7. Beranê hêja û delal:

    Ne tenê min navê te hezkiriye, her wiha şîroveyê te pir xweş in.

    siheta birêz Xamo mîlyon car xweş be ku em bi hevdu naskirin daye.

    Hêvîdarim rojekê ku şîroveyên te (tûj, tehl, tirş yan jî şîrîn, xem nake) di bloga xwe de jî bibînim.
    http://zinarala.wordpress.com/

    SvaraRadera
  8. Xalo, xweshî be! Chawa be dawiya heftê ye. Bila xaltîka me jibo te tasek shorbeya nîskê bipêje, temam. Ku nekir jî sînemayê bîne bîra wê :-).

    Beran "abê", yaw te dîsan civat germ kiriye. Wellahî xalo jiber derdê te nexwesh ket. Te berî demekê got ez ê heta wextekê din tisht-mishtan nenivîsîm. Lewra xalo ji hêz u taqeta xwe ket. Yanî tu dev ji "berankiyê" berde u were civatê. Bi xwedê dê xalê me dest ji bloga-mloga berde u here u li ber televîzyona xwe rune. Temam Berano?

    Silav u fêlan u bêvan
    Qijikê Dêrsimê

    SvaraRadera
  9. Xalo,
    Derbaz be. Hindikî li xwe muqeyît be. Shorbeya bi lîmon u naneyê pir bixwe. Zêde li televîzyonan sêr neke. Xaltîka me chi dibê bila bibê, tu jî wê bike.
    Xalo, de tu carekê guchikê Beranê Meletiyê bikishîne. Chima ew va chend ro ne dengê xwe dernaxîne.

    Silav ji paytexta Kurdistan-ê, ji Erzingan-ê!

    Paytext-Erzingan

    SvaraRadera
  10. Lawkê Cholemêrgê,Beranê Meletiyê, Qijikê Dêrsimê û Paytext-Erzingan. Hûn her hebin niha hevalê Zinarê Xamo an jî wek hûn dibêjin Xalê Zinar van şîroveyan bibîne wê di cih de ji serêşiyê rizgar bibe û wê vegere wek berê.

    Zinar Ala ji zemîna Don Kîxote.
    Ciudad Real - Spanya

    SvaraRadera
  11. Oooo millet,
    Ev chi sohbeta weha. Axxx Berano ax. Heger tu carekê bikevî destê min, ez dizanim ez ê chi bînim serê te pismamo.Lê ez dizanim, tu yê nekevî destê min cîgerim. Ya rast gerek di kuncika xalo da her tim weha biba. Welle ev bloga xalo bila bibe ciyê xortên bêkes. Bila xalo jî bibe "shêxê" me u em dest bi firehkirina terîqeta xwe bikin :-).
    Bibore xalo, jiber germahiya civatê min ji bîr kir ku xweshiya xwedê jibo te bixwazim. Bê xalo jiyan nameshe.
    Silav u hurmet ji tevan ra
    Eliyê Dêrikî

    SvaraRadera
  12. Xalo, xweshî u silametî jibo te dixwazim. Va ye heval rabune tapana. Beranê me hema tu bêje buye pîrê henekên kurmancî ellaxîme kîtabîme. Kekê me digot, wey psîkolojiya min xera buye, wey ez bume psîkopat, lê va ye dîsan îmana psîkolojiya bi cho u bivir u tevir bash terbiye kiriye, chavê min :-).

    Ji hemiyan ra silav u hurmet

    Pîran Tîr

    SvaraRadera
  13. Wey Zinar abê, yaw gotinên min pir tuj in, tirsh in, tahl in, mirov ji hêrsan xwînî dikin. Wellahî jî bîllehî jî cîgerim, derdê min tenê xalo dikane bikishîne. Derdê min bê derman e, wîîî. Sofî Xelef carekê pif li min kir u hew, psîkojiya min tevda bu wekî dewê tirk u ereb u eceman heyatim.

    Keko, tu jî mîna beranê di nav garanê da xuya dikî ellawekîl haaa :-).

    De haydê silav u silametên berankî

    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera

PARVE BIKE