20 september 2009

Dibê kurd doza miletekî hewqasî jî erzan nekin

Xwendevanên hêja, malpera Hawar Net.com-ê, li ser çareseriya mesela kurd 2 pirs ji min ra şandine, xwestina ez bersîva wan bidim.
Min a nuha bersîva pirsên wan şand. Dibe ku gelek xwendevan haya wan ji malpera Hawar Net-ê tunebe û loma jî ewê nikanibe vê hevpeyvînê di wir da bixwîne.
Ji bo ku hûn jî îmkana xwendina bersîvên min bibînin, li jêr ez pirsên Hawar Net-ê û bersîvên xwe diweşînim.
Bi hêviya ku ewê bi dilê we be jî.

-Gelo li gorî we ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li bakûrê Kurdistanê di dema nêzik û navîn de dewleta Tirk divê kîjan gavan bavêje? (Herî kêm 5 made)
Ji bo çareseriya mesela kurd berî her tiştî dibê li Tirkiyê qanûna esasî(ana yasayê)were guhertin û qanûneke nuh ku hebûna kurdan weke milet qebûl dike were qebûlkirin.
Dibê di vê qanûna esasî û qanûnên din da hebûna kurdan, navê Kurdistanê, ala kurdî, perwerdeya bi kurdî, merşa kurdî yanî miletê tirk xwedî kîjan maf û heqî ye, dibê miletê kurd jî bibe xwediyê wan mafan.Mesela kurd bi soz û ehdên devkî, bi hin gavên taktîkî, weke TRT6, di hin zanîngehan da vekirina beşê zimanê kurdî, paşdedana navên gundan yên kurdî nayê çareserkirin.
Heta ku hemû mafên hatine dayin û yên ku ewê werin dayin nekevin binê garantiya qanûnan, dibê kurd ji samîmiyeta dewletê bawer nekin û doza garantiyên zagonî û qanûnî bikin.
Heger dewlet bi rastî, bêyî hîle û xapandin dixwaze mesela kurd çareser bike, wê demê mafê dide dibê bigre bin garantiya qanûnan.
Kî dikane garantiya wê yekê bide ku dewlet van ”gavên demokratîk” û ”pakêta kurd”, ”hewildana mesela kurd” weke perçeyekî şerê çekdarî yê şikandin û têkbirina tevgera kurd ya netewî nabîne û ji bo vê armancê van ”gavên” taktîkî navêje.
Ji ber ku him serokwezîr û him jî serokerkan gelek caran gotine ”teror” tenê bi çekan ji ortê ranabe, li gel çekan dibê aliyên meselê yên kulturî, aborî û zimnan û nasnameyî jî were dîtin.
Esas bi danîna navê kanala ”pirzimanî”(TRt6), ji dêlî kanala kurdî û beşê ”zimanên zindî”, ji dêlî beşê zimanê kurdî, dewletê sinyala nesamîmiyetê û xapandinê nîşan daye.
Dibê siyasetmedarên kurd û kurdên ku di nava AKP-ê da ne û baweriya xwe bi ”pakêtên” AKP-ê tînin sebebê guherandina van herdu navan ji dewletê bikin.
Dibe ku dewlet weke taktîk van ”tawîzan” dide, ji bo ku kurdan bîne hember hev û dûra jî piştî guherîna hukûmetê her tiştî dîsa bibe wezna berê.
Ji bo em bawer bikin ku armanca dewletê ne ev e, dibê dewlet tiştê dide bigre bin garantiya qanûnan.


-Gelo ji bo bi dest xistina mafên xwe yên netweyî û ji bo pêşerojeke bihêz di dema nêzik û navîn de divê Kurd çi bikin? (Herî kêm 5 made)
Bersîva vê pirsa we, min di pirsa pêşî da daye, yanî tiştên ku dibê dewlet bike, dibê kurd jî bixwazin û ji wan daxwazan bi qasî misqalekî jî danekevin.
Ji bo ku kurd bikanibin bi tirkan ra bijîn, dibê ew jî weke wan xwediyê eynî mafan bin û ev jî teqabulî federasyonê dike.
Heta ku dewleta tirk mirinê nebîne bi tayê razî nabe, loma jî dibê kurd ji nîşandana ”mirinê” danekevin.
Helbet ev nayê wê maneyê ku dema dewlet hin gavên biçûk bavêje dibê em li dij derkevin û nexwazin.
Na, dewlet bi xwe çi gavan davêje bira bavêje, ya girîng dibê hêzên kurd, ronakbîr û nûmerên miletê kurd bi îdîea û argumenta dewletê netirsînin, xwedêgiravî ev daxwaz îro ”ne realîst in” dev ji daxwaza serxwebûnê û herî kêm jî federasyonê bernedin, doza miletê kurd li ciyê rehetiyê hewqasî danexin û erzan nefroşin.
Çimkî tirk hîn me weke mixatab jî qebîl nakin, hîn bi me ra li ser amsê rûneniştine û dest bi bazarê jî nekirine, loma jî tu sebeb tuneye ku em xwe bi xwe bibin bûk û zava û dev ji daxwaza xwe ya dewletbûnê berdin.

Ferqa me û tirkan û gazineke beradayî...

Tirkekî ji Kuluyê cîranê min e, deriyên me di hev da ne. Min îro bala xwe dayê meriv, dost û hevalên wî qefle bi qefle diçûn cejna wî û dihatin.
Li gel ku min şîranî û çerez danî ser masê, fasûliyê teze û pelê pêçayî çêkir û li mam li bende mîvanan, lê yek evdê Xwedê jî nehat...:)
Min got de ji xwe yek merivê min li vî welatî tuneye û cîranekî min î lurd hebû wî jî ji şnasê min ra bar kir, loma jî normal e ku kes neyê.
Ji dêlî wê va, nuha kurd û xwendevanên min ewê bi e-mail û şiroveyên xwe cejna me pîroz kin.
Lî çi heyf ku ez di vî warî da xeyalşikestî bûm.
Min nuha li e-mail û li nivîsa xwe nêrî, mixabin yek kurdî, yek xwendevanî silevek nedaye me û cejna me pîroz nekiriye.
Min ev freqa me û tirkan îro di telefonê da ji çend hevalan ra got.
Hûn nebêjin jî ez careke din dibêjim, Cejna Remezanê li we hemû xwendevanên vî quncikî û li miletê kurd pîroz be...

10 kommentarer:

  1. Xalo,
    Rast e, min/me cejna te pîroz nekiriye. Bibore. De bila ji dil u can pîroz be, wekî shekirê Shamê be apo.

    Xalo ya rast ez u cejn zêde li hev nakin. Yanî ez ji her tishtê tirkan, ereban u farisan nefret dikim u wesselam. Cejn jî cejna erebên kunik resh in. Ma chi bi min maye cejna qetîlên miletê kurd.

    Min do tishtek nenivîsî. Wellahî ji min nayê ku jibo gotarên siyasî shîroveyekê binivîsim xalo. Êdî vê siyasetê bêhna min pir teng kiriye. Li herderê bêhna siyasetê tê. Dike ku ez biteqim u herim cehnemê. Bêshik bêyî siyaseta sextekar u duru jî mirov dikare xwedîtiyê li hêjayiyên xwe bike. Lê gava kurdên me dikevin nav siyastê, êdî ji her tishtî destê xwe dishon. Ya rast di destê kurdan da wekî din tishtekî din jî tune. Ji pêshketinên dinê ji vir heta marsê dur in, di xewa mirinê da ne. Bi vî aqilî encax li kahwexaneyan zirt u virt ji xwe ra galegal dikin. Mîna dibêjin: Aqilê sivik, barê giran!

    Bibore xalo, ez u gotarên siyasî nikarin di heman golê da avjeniyê bikin. Jibo min xwedîtî li "kurdî, kurdîtî u Kurdistan-ê" kirin, ji her tishtî muhîmtir e. Siyaset ew e ku mirov hînî zimanê xwe bibe, hînî dîroka miletê xwe, dîroka kultura xwe, kevneshopiyên xwe u welatê xwe bibe. Mirov encax bi vî shiklî dikare di chavên dijminan da bibe kelemê bi jehr. Bawer nakim ku bi chend sloganên beredayî "kesayetiyeke kurdîperest, kurdperest u kurdistanperest" chêbibe.

    Careke din cejna te pîroz dikim xalo.

    Not: Te bersivên gelekî jîrane dane. Lê xalo di bersivên xwe da te qet qala zimanê kurdî nekiriye. Mixabin ku ez pir pê êshiyam. Heger xalo jî vê bike, halê me ne tu hal e.

    Silavên germ
    Lawkê Cholemêrgê

    SvaraRadera
  2. Apê Zinar,
    Cejna te pîroz be :-). Hêvîdar im ku qet nebe hin tisht li gor dilê te pêk hatibin u pêk werin.

    Apo wellahî chi bêjim, kêm zêde kekê ezîz Lawkê Cholemêrgê mebesta min jî aniye zimên, lewra naxwazim dubare bikim.

    Bêguman xalo, nivîsên te bi naverokên xwe gelekî tîje ne. Digel vê kurdiyeke te ya pir bash heye u ez bi xwe ji van gotaran hînî kurdiyeke spehî bume. Tu her u her hebî u bila xwdê teala bêtir hêz bide te, jiber ku em ji gotarên te mehrum nemînin.

    Lê emma welakîn xalê xalan, apê apan, tu gelekî xwe bi siyaseta rojane mujil dikî. Bi ya min be, tu hêla xwe ya "kupa zêrînî" pir kêm derdixî pêsh: Dîrok, ziman, chand, ol, kevneshopî, chîrok, ilm, serborî u hwd.

    Bi baweriya min xwînerên te yên ku halî-hazir shîroveyan diweshînin, ciwan in, xortên bergîlkî ne :-). Loma gerek tu hinekî vê yekê jî bigirî ber chavan.

    Ez dibêm heger aniha beranê nav garanê, kekê shîr u shekir, kek Beranê Meletiyê van nivîsan bixwîne, dê dîsan bibeje: Yaw psîkolojiya min dîsan xera bu u chu ellaxîme :-).

    Haaa xalo, bi rastî jî te qet behsa kurdî nekiriye. Chima xalo?

    Mesela xalo, tirk dikarin rojekê bêjin:

    "Bash e, em ê nasnameya we ya kurdbunê qebul bikin u bixin nav qanuna esasî, lê jibo vê jî gergek hun dev ji kurdî berdin?" Em ê chi bêjin xalo?

    Heger li shuna vê ji me ra bêjin:

    "Bash e, em ê zimanê we kurdî qebul bikin u bixin nav qanuna esasî (wekî tirkî), lê jibo vê jî gerek hun dev ji kurdbunê berdin?" Em ê chi bêjin xalo? Ez dibêjim aniha OKEY xalo. Jiber ku bêyî kurdî kurd jî tunin. Heta ku kurdî hebe, dê kurd jî hebin. Îro nebe sibe, sibe nebe sala tê, sala tê nebe pishtî pêncî salan, ew jî nebu, pishtî sed salî dê kurd azad bibin.
    Ziman = Kurd
    Ziman = Kurdistan
    Ziman = her tisht.

    Silav u rêz

    Pîran Tîr

    SvaraRadera
  3. Hevalê Zinar:

    Ez jî tevlî tev nerînên hevalê Lawkê Çolemêrgê û HEVALÊ Pîran Tîr. Gellek tiştên balkêş gotin.
    Ji bo min tenê cejnek heye ew jî Newroz e.

    Îro, ji şefeqê heya êvarê, min karê çolê dikir, ne kesekî ji min re got cejn pîroz be, ne min jî li kesekî pîroz kir. Ne email jî hatin.

    Lê divê ez bi Sînemê re biaxivin, û bi riya telefonê wê maç bikim û cejnê wê pîroz bikim.

    Bavê min jî, ne cejn dizane ne xwedê nasdike. Tenê bi xwezayê re mijûl dibe û ji Sînema xwe hezdike.

    Îro jî 21ê îlonê ye, çavên xwe bigrin vekin, 21 adarê li ber deriye.

    Newroz e Newroz e

    Piştî 6 mehan Newroz e

    Silav ji bo we hevalno

    Û cenjna we pîroz be

    Zinar Ala

    SvaraRadera
  4. Gelek sipas ji bo dîtin û "rexneyên" we.
    Rast e, min gotina "ziman" bikarneaniye(nizanim min çima ji bîr kiriye)lê min gotiye miletê tirk xwediyê kîjan mafan be, dibê kurd jî xwedî heman mafan bin.
    Min gotiye dibê kurd ji daxwaza federasyonê misqalekê jî danekevin.
    Kurdistaneke federal bê ziman nabe. Dema Kurdistan, alaya kurd, sirûda kurdî ya netewî hebe, helbet ewê ziman jî hebe.van tiştan bê ziman nabe.
    Jixwe doza me ne ji bo ku em weke însan azad bijîn, em dixwazin weke kurd, yanî bi zimanê xwe azad bin.
    Mesela dijatiya rojên dînî jî ez ne bi we ra me.
    Ne rast e ku meriv bawerî û rastiya miletê xwe qebûl neke. Dema em guh nedin bawerî û kultura miletê xwe, dijminê guh bidê û ji bo berjewendiyên xwe bikar bîne.
    Dibê berê tîrên xwe bidin îşxala dewleta tirk, ne bawerî û kultura gelê xwe.
    Vê siyaseta "çepîtiya hişk" û "ataîzmê" heta nuha gelek zirar daye me û gel ji me dûr xistiye.
    Ji bo me dibê ya herî girîng kurd li kurdayetiya xwe xwedî derkevin û doza azadî û serxwebûna welatê xwe bikin.

    SvaraRadera
  5. Xalo, dereng be jî, de bila cejna te pîroz u bimbarek be :-))).

    xalo ez jî bi temamî wekî kek Lawkê Cholemêrgê, Pîran Tîr u Zinar Ala difikirim. Bi taybetî jî zimanê kurdî li ser her tishtî ye. Ma wekî din chima dewletên nijadperest xwe didirînin ku kurdî ji holê rakin. Va ye nod sal in ku statuya kurdan ya siyasî tune, lê kurd hê jî hene. Chima? Jiberku kurdî hê jî li ber xwe dide, loma. Bi fikra min divê kurd hertim daxwaza zimanê kurdî bi zimanekî pir zelal u eshkere danîn ser masê. Bi gotinên girower nabe.

    Welle apo, vê siyastê em tev nexwesh kirine. Lê mixabin ku tu jî di nivîsên xwe da gelekî pê mujil dibî.

    Silavên u hurmet
    Qijikê Dêrsimê

    SvaraRadera
  6. Apê Zinar,
    Bibore, min jî dereng xist. Bila cejna te u we pîroz be.
    Xalo, tu chi dibêy jibo mijarên nivîsên xwe? Wellehî gotinên hevalên delal gishtî jî seba min pir maqul xuya dikin.
    Silavên germ
    Paytext-Erzingan

    SvaraRadera
  7. Xalooo,
    Yaw wellehî jî bîllehî jî bila cejna te u ya xaltîka me pîroz be, wîîî :-). Bi sond u peyman xalo, ma em ê cejna te pîroz nekin jî ya kê bikin haaa? Ma xalo muxtarê "hindik-rindik"a me kî ye? Tu yî. Êêê bê muxtar jî namusê gund pênc qurush nake dînime îmanime.

    Xalo va ye du roj in kecheke bêbav ya tirk pêsira min pêgirtiye u bernade yaw. Min chend caran jê ra got jibo ku ez bikevim înternetê. Chi bersivê bide min bash e xalo. Dibêje, ji xalê xwe ra bêje aniha vê gavê dersên te pir in. Hahooo, xalo tu dibînî? Qey ez li ba xatunê melayîket dimînim dînime îmanime. Tabî xalo min jî got, chê nabe, xalê min xalekî camêr u li ser xwe ye, nabe ku ez pê ra lîstikên osmankî bikim cîgerim, tirk di meselên weha da gelekî jîr in. Pashê hinekî hêrs ket u gîriya wellahî u bi gîrî dest bi lîstikan kir: "Ay Berancîgîm, ez dibêm tu qet ji min hez nakî, îhî îhî îhî. Chima? Ma ez jibo te bi têra xwe xweshik nînim? ..." fêlan u fistan.

    Xalo min jî got, kechê de hishshsh. Ma we di me da hish hishtiye ku em li xweshikiyê bifikirin, pepukê? Ma ev chi tinazên bergîlkî ne bebavê.

    Axxx xalo ax! Xwezî bila mala te nêzîkê min biba, te dê bidîta min ê chawa serê her seetê tu li malê ziyaret bikira u bi kêfa xwe u te tishtên li ser masê ji binî va paqij bikira.

    Welleh xalo, em rebenên kurd yên xwedê li Stembola tirkên xwînmij rojekê nîv têr, du rojan birchî, wekî mirîshka gêj xwe bi vir u wir da li ba dikin. Heyy tifuuu li vê shansê me yaw.

    Apê apan, apê shêran (ê helbet xalo tu wê gavê shêrê shêran î haaa), ez chavên hemî hevalan (Lawkê Cholemêrgê, Pîran Tîr, Zinar Ala abêcîgîm u berxê me yê nu Paytext-Erzingan) pach dikim. Îleweten destê xal u xaltîka xwe machî dikim yaw. Êêê xalo helbet ez dibêm hevalan tishtên pir nermik u germik gotine, wîîîîî.

    Wekî din jî xalo, heger careke din jî wan kafiran ji te pirsên weha kirin, ji wan ra bêje: "Lan oxlim hun chi dibêjin, ma ez ê chawa bêyî destura xwarziyên xwe yên berankî, berxkî, golikî bersivan bidim we hiii?"

    Wekî ku fransî dibêjin xalo, careke din "paxdon" ellaxîme kîtabîme :-).

    Ha xalo, kek Pîran gotiye. Bi rastî jî psîkolojiya min pir zu xera dibe. Lê helbet jibo tamîrê carcarina wext dixwaze, dizanî :-).

    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera
  8. Ji bo xatirê hemû "xwarzê û biraziyên" xwe min gotina "perwerdeya bi zimanê kurdî" li nivîsa zêde kir.
    Ev paragraf nuha wisa bû:
    "Dibê di vê qanûna esasî û qanûnên din da hebûna kurdan, navê Kurdistanê, ala kurdî, perwerdeya bi kurdî, merşa kurdî yanî miletê tirk xwedî kîjan maf û heqî ye, dibê miletê kurd jî bibe xwediyê wan mafan."
    Esas ne hewece bû, çimkî federasyon welatekî serbixwe ye, her kes dizane zimaê Kurdistaneke federe kurdî ye...

    SvaraRadera
  9. Bijî xalooooo!
    Bijî xalê me looo!
    Bijî demoxrasiya di "hindik-rindik"ê daaa!

    Tîrê Qersê

    SvaraRadera
  10. Apê Zinar,
    Ez cejna te u ya hevalên din pîroz dikim (ya rast ez qîma xwe tenê bi cejnên kurdan yên kurdî tînim)
    Diyar e cemaata li vir xwe bash organîze kiriye. Gelekî kêfxwesh bum.
    Demeke dirêj bu ku min nekarî serî li bloga te bidim.

    Berê di Diwanxanê da min carina dinivîsî. Lê mixabin ku di Diwanxanê da ji derî chend kesên bi rumet, chiqas tirshikchî hebun tê da bun u bi zimanê tirkan pishta xwe germ dikirin. Me ewqas israr kir u got bila tenê bi kurdî bibe. Lê camêran nekir u serda jî rexne li xwediyên van gotinan kirin. Yanî gava mirov di mêjiyê da tirkchîtiyê bijî u xwe li kurdîtiyê daynî, dê jê tenê lastîka bê qîmet derkeve. Dirêj nekim xalo, pashê ez u hin hevalê din (Bernas Kurmanc, Bîrjen Jehr, lê min Zarayê Kurdîjen li vir dît :-) jê derketin.

    Xalo bi rastî jî mirov bîrya kesên wekî xwandevanên te yên kurdîperest dike. Ez te u hevalên din ji dil pîroz dikim.

    Rêz u rêzdarî ji bo we hemiyan
    Rojen Shêrbaz

    SvaraRadera

PARVE BIKE