12 september 2009

Darbeya leşkerî ya 12-ê Îlonê û kêmaqiliya dîktatoran

Bîstûheyşt(29)sal berî nuha di 12-ê Îlona 1980-î da li Tirkiyê artêşê bi darê zorê cara sêyem dest danî ser hukum.
Generalan hukûmeta Suleyman Demîrel û parlamento girtin, qanûna esasî îptal kirin, xebatên hemû komel û sendîkayên ne di bin emrê wan da rawestandin û li seranserêTirkiyê û Kurdistanê urfî îdare îlan kirin.
Bi vê darbeya leşkerî ra Artêşa Tirk ev cara sêyem bû ku(cara pêşî 27-ê Gulana 1960, cara duyem 12-ê Adara 1970-î)dest dida ser hukum û zulmeke nedîtî li hêzên mixalif lê bi taybetî jî li tevgera kurd ya azadîxwaz dikir.
Armanc û hedefa darbeya 12-ê Îlonê di esasê xwe da tevgera kurd ya çep û azadîxwaz bû.
Loma jî piştî darbeyê leşkeran rasterast berê xwe dan tevgera kurd ya netewî û bi hezaran şoreşger, çep û kurdên walatparêz girtin, xistin zîndanan û îşkenceyên nedîtî li wan kirin.
Bi îşkenceyê bi sedan kurd kuştin û seqet hîştin.
Zindana Amedê kirin weke kampeke Naziyan û bi hezaran keç û xortên kurd tê da kom kirin û ji îşkenceyên dûrî aqilan derbas kirin.
Herçiqas hin sebebên din nîşan bidin jî lê sebeb û armanca generalên faşîst a esasî ew bû ku bi vê darbeya leşkerî tevgera kurd ya netewî hîn baş xurt nebûye, di serî da bifetisînin.
Lê hesabê generalan yê mal û bajêr li hev derneket, darbeya 12-ê Îlonê bû destpêka şerê çekdarî û serîhildana kurdan ya netewî.
Gelo darbeya 12-ê Îlonê çênebûya, leşkeran dest bi girtin, kuştin û terora li kurdan nekira, şerê çekdarî ewê dîsa destpêbikira?
Serîhilda û liberxwedana gel ewê gelo îro ewê bihata vê nuxteyê, kes nikane sedîsed bibêje erê?
Bêguman bi darbeya leşkerî ya 12-ê Îlonê tevgera kurd ya netewî û miletê kurd zirar û ziyaneke pir mezin dîtin.
Ev rast e.
Lê li alî din, ev midaxele û terora artêşa tirk, bû sebebê ku kurd ji mecbûrî dest bavêjin sîlehê û baweriya xwe bi şerekî çekdarî bînin, piştî serîhildana Seyid Riza, cara pêşî biwêribin bi dewletê da biteqînin, guleya pêşî bera dewleta tirk bidin.
Darbeya 12-ê Adara 1971-ê jî bi eynî armancê berê xwe da tevgera kurd ya netewî, xwest hemû kadirên wê demê hîn di serî da çavtirsiyayî bike.
Di vê darbeyê da jî dewlet li zirarê derket.
Bi girtin, zîndankirin û terorê ra kurd bêtir şiyar bûn. Li Diyarbekrê di mahkimeya leşkerî da kurdan bi mêranî doza kurd û Kurdistanê parastin û ev parastin jî bû destpêka heyvanê serîhildan miletê kurd ya îro.
Helbet hîn berî wê, di sala 1959-an da “Doza 49-an jî heye”. Vê bûyerê jî tesîreke pir mezin li tevgera kurd ya netewî kir û bû sebebê xurtbûna hest û fikrên netewî, avakirina partiyên kurd û destpêka xebata Dr. Şivan ya ji bo şerekî çekdarî.
Erê destpêkirina şerê çekdarî nebû nesîbê Dr. Şivanê(Saît Kirmizitoprak)gorbehişt, lê vê fikra wî di meju û dilê kurdan cî girt, piştî wî, hemû kurdan ev rê parastin û kirin programên xwe.
Yanî bi kurtî, hercara ku vê dewleta nîjadperest xwestiye tevgera kurd ya netewî biqetîne û ji bo vê yekê jî dest danîye ser hukum, di netîceyê da tim li zirarê derketiye.
Li welatên din, mesela li Arjantînê, Yewnanîstanê û li Şîliyê xelkê generalên darbecî girtin, hesab j iwan pirsîn û hîn jî dipirsin, lê tirk hîn berê xwe bidin Kenan Ewren û hesabê sûc û cînayetên darbeya 12-ê Îlonê jê bipirsin.
Zalim û dîktator carnan gorrên xwe bi destên xwe dikolin, bi kirinên xwe dibin sebebê têkçûna xwe û destpêkirina tevgerên xurt.
Di vî warî da Sedam nimûneyeke balkêş e. Heger Seddam di tebaxa 1990-î da Kuweyt îşxal nekira bi îhtîmaleke mezin ewê îro hîn jî li ser hukum bûye û kurd jî ewê li başûr îro ne xwediyê vê desthilatdariyê bûna.
Ev jî îroniyeke dîrokê ya bi dîktatoran e, lê li gel vê jî tu dersê jê nagrin.
Artêş û nîjadperestên tirk jî bi darbeyên leşkerî, bi teror û kuştinê tim xwstine û bawer kirine ku ewê tevgera kurd ya netewî biqedînin, lê di demeke dirêj da kurd li karê û ew li zirarê derketine.
Mesela, ji bo ku tevgera kurd ya netewî ji hevda bixin, bi serok û kadir bihêlin, di darbeyên 1971 û 1980-î da bi hezaran kurd mecbûrî koçberiyê kirin.
Lê ev kurd û zarokên wan li Ewrûpayê li hemnber dewleta tirk hêz û lobiyeke pir xurt e, li Ewrûpayê jî cî li dewleta tirk teng kirine.
Dewleta tirk, hîn jî dev ji siyaseta asîmîlasyonê û qedandina tevgera kurd ya netewî bernedaye.
Hêviya artêşê û AKP-ê hîn jî ew e ku ewê bi şer û bi hin dek û dolab, pakêt û hewildanên xapandinê li berxwedana kurdan bişkînin û dîsa her tiştî bibin qeysa berê.
Lê ev xeyaleke vala ye, hersê darbeyên leşkerî û şerê terora wan ya van 30 salên dawî nîşan da ku hemû keftelefta wan beyhûdeye, zû dereng miletê kurd jî ewê bigihîje serxwebûn û azadiya xwe.
Ne ji hedê wan e ku bikanibin rê li ber vê netîceyê bigrin, tenê dikanin vê netîceyê hinekî derng bixin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE