19 september 2009

Cejneke mişt êş û xemgînî

Sibe Cejna Remezanê ye.
Bêyî Kurdistana Federe, li hersê perçên Kurdistanê yên din gelê me di bin zulm û zoreke hovanede ye.
Li van hersê perçên Kurdistanê kurd hîn jî ji hemû mafên xwe yên însanî û netewî bêpar in, hîn jî bindest in.
Li Kurdistana Tirkiyê di van demên dawî da dewleta tirk bi hovîtiyeke pir mezin dajo ser gelê me û her roj xwîna çend keç û lawên kurd diherikîne.
Dewleta tirk bi van operasyon û êrîşên xwe yên leşkerî û terora li hember endam û birêvebirên DTP-ê, ev Cejina mubarek jî li gelê me kiriye roja şînê û xemgîniyê.
Ji dêlî ku dê û bavên kurd sibe weke her kesî kêf û şahiyê bikin ewê cenazeyên zarokên xwe rakin û hêsiran bibarînin ser gorrên wan.
Weke her kurdî bi van hestên xemgîn, ez Cejna Remezanê li gelê kurd û li hemû kesên bawermend pîroz dikim.
Ez hêvî dikim ku ev Cejna Remezanê ewê bibe wesîleya gelek serkeftinên netewî, yekitiya Kurdan û serxwebûna Kurdistanê...
Li gor xebera Netkurdê, di Sîteya Serekerkaniyê da tê gotin ku ji îro û pêva li Diyarbekrê, Xarpêtê, Colemêrgê, Şirnexê û Sêrtê “Herêma Ewlehî ya Miweqet” yanî îdareya urfî ya leşkerî(rewşa awarte) hatiye îlankirin.
Li gor vê beyana Serekerkaniya Tirk, di navbera 19-ê îlonê û 19-ê çileya pêşîn ya 2009-an da hatin û çûyina hin herêm, dever, dol, hêl, çiya û zozanan jî hatiye qedexekirin.
Maneya xwe ew e ku hukûmeta AKP-ê li van herêmên Kurdistanê urfî îdareya leşkerî îlan kiriye.
Ji xwe ji hilbijartinên adarê û virdaye hukûmeta AKP-ê di praktîkî da li seranserê Kurdistanê îdareyeke leşkerî dide meşandin.
Dewlet nahêle kurd çavên xwe vekin, rojekê bi kêfxweşî û şadî derbas bikin, her roj girtin, azar, îşkence, operasyon û bombebaran e.
Heger ev xeber rast û bi rastî jî li van herêmên Kurdistanê ”rewşa awarta” were meşandin, wê demê dibê kurd tavilê ji hemû mebûsên kurd yên di nava AKP-ê da îstîfaya wan bixwazin.
Hukûmet li aliyekî dibêje wan ”pakêta kurd” amade kiriye, bi vê pakêtê ewê mesela kurd çareser bikin, lê li aliyekî din jî li pênc bajarên Kurdistanê ”urfî îdareya leşkerî” îlan dike.
Ev herdu tişt li hev nakin, hukûmeta ku bixwaze mesela kurd çareser bike, her roj bombeyên jahrî li serê çiyan bi ser serê keç û xortên kurd da nabarîne, tenê zindan û gorrê layiqî miletê kurd nabîne.
Loma jî dibê DTP û gel bi girsiyî û bi dengekî bilind hesabê vê siyaseta hukûmetê ji mebûsên kurd yên di nava AKP-yî bikin.
Bibêjin ma kurdan rayên xwe da we ji bo ku hûn herin rejîma Kenan Ewren paş da bînin?
Dewleta tirk bi rica û li bergerê nayê rê û dev ji terora xwe bernade, ji bo ku berde dibê zext, nerazîbûn û serîhildaneke meizn bibîne.
Ew jî bi girseyî îstîfa mebûsên kurd yên di nava AKP-ê da ye.
Ez dizanim hemûyên van kesan hewqasî ne bi xîret û kurdperwer in, kursî û menfeeta wan ya şexsî di ser qewmiyeta wan ra ye.
Lê li gel vê jî dibê kurd vê daxwazê bikin, bi kêmasî ji kesên ku xwedêgiravî xwe kurdperwer dibînin, dibêjin em ji bo çareseriya doza gelê xwe di nava vê partiyê da ne vê daxwazê bikin.
Heger 60-70 mebûsên kurd yên di nava AKP-ê da beyanekê bidin, bibêjin em vê zulmê li gelê xwe qebûl nakin, wê demê ji bavê Erdogan û Başbûg zêdeye ku vê çavsoriyê li miletê kurd bikin.
Lê ji ber ku yên me xwe dikin qurbana wan loma jî mêrikan natirsin, loma jî bêtirs zarokên me dikujin, me terorîze dikin û tenê kuştin û hefsê layiqî me dibînin.
Van zalimên tirkan, vê şeva mubarek dîsa kul û derdên min tev rakirin û nehîştin ez du gotinên dilxweşkir bibêjim.
Ez hêvî dikim ku di demeke nêz da zalimên tirk jî weke Saddam ewê rastî bela xwe werin.
Lê ji bo vê jî dibê destikên wan kêm bibin û hinekî jî namûs di mebûsên AKP-yî hilê…

1 kommentar:

  1. Apê Zinar,

    Ez dibêm heta ku "kurdên kurd" li ber tirkên dolheram xwe xwaro-maro bikin, "dev" ji biratî u pismamtiya tirkan bernedin, wekî kalikên me tifî ruyên van segbavan nekin, Kurdistan-ê ji sherê chekdarî vala nekin nechin bajarên tirkan u wan bajaran bi ser wan da hilneweshînin, qîmeta tu gotina me tune.

    Gelo heta ku tirk jan u êshên sherê gemar hîs nekin, kîjan ehmeqê ehmeqan dikare wan jibo ashtiyê bîne rê, kîjan ehmeq?!

    Bila bijî kushtina tirkên xwînxwar!
    Bila bimire Pkk-ya tasheron ya kemalîst u tirkîperest u tirkperest!

    Silav u hurmet
    Tîrê Qersê

    SvaraRadera

PARVE BIKE