10 september 2009

Bi vê qûşê hûn nagihîjin Mûşê...

Hokus pokus, di zanîngehan da vekirina beşê ”Ziman û Edebiyata Kurdî” jî bû derew û kuş…
Di çarçeweya hewildanên çareserkirina mesela kurd da xwedêgiravî li Zanîngeha Mêrdînê û dûra jî li hin zanîngehên din ewê beşê Ziman û Edebiyata Kurdî bihata vekirin.
YOK-ê(Heyeta Perwedeya Bilind)ev biryar îro tesdîq kir, yanî di zanîngehan da vekirina beşê Ziman û Edebiyta Kurdî qebûl kir.
Lê dîsa bi hîle û fen, para lê belê tê da hîşt…
Xwedêgiravî navê beşan ewê ”Beşê Ziman û Edebiyata Kurdî” bûya, lê di deqîqeya dawî da navekî din lê kirin.
Yanî gotina ”kurdî” di qatê dewletê da hîn jî nayê qebûlkirin, dewlet naxwaze resmîyetê bide kurdî.
Li gor biryara YOK-ê ya îro, li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê beşê ”Ziman û Edebiyata Kurdî” ewê were vekirin, lê navê wê ewê ne ”ziman û edebiyata kurdî” be.
Dewletê navekî din ji kurdî ra dîtiye, ”zimanê zindî !!!
Serokê YOK-ê Yusuf Ziya Ozcan, di derbarê mijarê da beyanek daya rojnamevanan û gotiye:
-Li Mêrdînê ewê Enstîtuya Zimanên Zindî were avakrin.
-Ev ne ji bo kurdî tenê, ji bo zimanên din jî bû çareserî.
-Me modeleke nuh bipêşxist. Ji nuha û pêva emê xizmetê bidin zimanên din jî.
-Li vir armanca esasî perwerdekirina akademîsyenan e.
Bi rastî jî tirk di îcadkirina modelan da li cîhanê yekem in, di vî warî da kes nikane bi wan ra kaban bavîje.
Gotinek heye, dibêjin kurmê şîrî heta pîrî.
Siaysetmedarên tirk carê fêrî konetiyê û derewan bûne, dinya jî xera bibe rast nabin.
Diyar e dewleta tirk hîn jî tehamulî bikaranîna navê kurdî nake, îcar ewê ji me ra di zanîngehan da beşê Ziman û Edebiyata Kurdî veke…
Tew lolooo, tew loloo…
Heta îro îdîa ew bû ku ewê li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê beşê Ziman û Edebiyata kurdî vekirana, lê em ji beyana serokê YOK-ê Yusus Ozcan fêr dibin ku ne ”zanîgeh” ewê enstîtu vebe û navê wê jî ewê ne ”ziman û edebiyata kurdî”, ewê ”Enstîtuya Zimanên Zindî” be.
Belê, zimanên zindî..!
Xweê kir nekirin zimanên mirî.
Hela hûn bala xwe bidin vê sosiretê kuro, kê bîra xwe û zimanên zindî birî ye?
Ji bo ku navê kurdî nekeve belgeyên dewletê yên resmî, ji bo ku burokrat, siyasetmedar û birêvebirên dewletê gotina kurdî bikar neynin, rabûne navê wî beşî kirine ”beşê zimanên zindî.”
Tu dibêjî qey zimanên din, mesela îngilîzî, fransî, almanî û tirkî zimanên mirî ne.
Çima hûn navê wan nakin zimanên zindî?
Ma tirkî zimanekî mirî ye?
Navê zanîngehên ”Ziman û Edebiyata Tirkî” bi tirkî ne, çima ya kurdî ewê ne kurdî be?
Heger ne fen e wê demê ev çi ben e?
Mêrikan hewqasî nîjadperest û bi hesab û kitab in, loma jî naxwazin tenê beşê kurdî vekin.
Ji bo ku ji nevê kurdî, ji gotina zimanê kurdî xelas bibin hin boçikan pêva dikin, dibêjin emê beşên gelek zimanên din jî vekin.
Ê li Tirkiyê berê jî di gelek zanîngehan da beşê gelek zimanan hene, lê navê wan ne ”zimanên zindî” ye.
Ji bo ku bêtehemuluya xwe ya li hember zimanê kurdî û kurdan veşêrin berdevkên dewletê bê fedî û bê heya derewan dikin, lê kurd van derewên wan dibînin û baş fêm dikin.
Rimm êdî di çewêl hilnayê, em fêm dikin ji bo çi hûn dibêjin ”zimanên zindî”, qet derewan nekin, em naxapin.
Dewleta ku hîn tehamulî navê kurdî neke ne mimkûn e ku xwedî tu pakêt û hewildanên çareseriyeke rasteqîn be.
Bi vê qûşê Erdogan û hukûmeta wî nagihîjin Mûşê…

2 kommentarer:

  1. Xalo,
    Li ser vî erdî ji tirkan bêtir miletekî heramzad, dolheram, nijadperest tune. Mêze bike carekê, bi lîstikên wilo beredayî qey bi miletê kurd dilîzin u her kesî wekî xwe "ker lawê keran" qebul dikin (hurmet jibo keran ya rebbîl u alemîn!).
    Bi vî halî jî dê pakêta kurd amede bikin! Lan oxlim, bi navê shêx Lotikxaneya pîroz u miqaddes, ruhê Sofî Xelef li heysht ejdadê we kiriyooo! (paxdon, yanî pardon cîgerlerim).
    Silavên germ
    Zarayê Kurdîjen

    SvaraRadera
  2. Ê helbet, heta ku kurd ev kurdên xwelî li ser bin, dê tirk jî bê namusiyên weha bi ser me da bibarînin.
    Yên ku vê ceseretê didin tirkan em kurd bi xwe ne! Yên ku sucdar in, em kurd bi xwe ne!
    Wellahî jî bîllahî jî kurd "bi vê qushê nagêhîjin Mush-ê"!
    Silav
    Lawkê Cholemêrgê

    SvaraRadera

PARVE BIKE