30 september 2009

Bi ruhê Ataturk ra hevpeyvîna sêyem

Di destpêka salên 1980î da, di rojnameya Armancê da min bi “ruhê Ataturk” ra hevpevnînek kiribû.
Dûra, di sala 2005-an da min ”hevpeyvînek” din bi ruhê Ataturk ra kir û di Netkurdê da weşand.
Îşev ez hevpeyvîneke din pê ra dikim. Hin pirsên min yên berê ne û hin pirs jî nuh in, li ser mijarên îro ne.
Di van rojên dawî da li ser mesela kurd û ”pakêta” AKP-ê ya mesela kurd, tirk bi kurdan ra, kurd bi kurdan ra hevpeyvînan dikin, dîtin û fikrên hev fêr dibin.
Di demeke wiha hesas da min got ez jî careke din "fikrên" Ataturk fêr bibim, mêzekim hela ka ew çi dibêje?
Ez hêvî dikim ku hûnê ji ”hevpeyvînê” hez bikin.
Di ser wan herdu hevpeyvîna min ra gelek sal derbas bûn, li Tirkiyê û li Kurdistanê gelek bûyerên nuh rû dan û gelek tiştên xerîb qewimîn. Hin “serok” û hêzên kurd ku berê li dijî kemalîzmê û Ataturk bûn, ji nişka ve bûn mirîdên Ataturk û ji kurdan ra dest bi pesin û mezinayiya Ataturk kirin. Loma jî min pêwîst dît ku careke din jî bi “ruhê Ataturk” ra ”hevpeyvînekê” bikim, li ser rewşa Tirkiyê, Kurdan û van mirîdên wî yên nuh dîtina wî fêr bibim.
"Min frekans eyar kir û peywendî danî", min ji Ataturk pirsî:
-Birêz Ataturk, wek tê bîra te çend sal berê jî min bi te ra hevpeyvînek kribû. Ji wê demê û vir da li Tirkiyê û li Kurdistanê gelek tişt hatin guhertin.
Hin kurdên ku do li dijî te û îdeolojiya te bûn nuha bûne kemalîst û Ataturkçiyên gelkî baş û di nav kurdan da gav û seetê pesnê te didin.
Berê piraniya kurdan terefdarê serxwebûnê bûn, nuha piraniyê dev jê berdaye, êdî qala demokrasiyê, biratiyê, zewaca kurd û tirkan û pêwîstî û başiya jiyaneke bi hev ra dikin.
Him li ser van kesan û him jî bi tevayî li er rewşa Tirkiyê ya îro ez dixwazim hin pirsan ji te bikim.
-Kerem bike.
-Ez pirsa xwe ya berê dubare dikim, tu halê Tirkiyê yê îro çawa dibînî?
-Ez jî bersîva xwe ya berê dubare dikim. Ez halê Tirkiyê wek hale qereçiyan dibînim. Ne baş dibe û ne jî xerab dibe.Yanî ewê tim bela serê dinyayê be.
-Tu rewşa hikûmeta AKP-ê çawa dibînî?
-Ez rewşa hikûmeta AKP-ê wek rewşa emirberê dema xwe dibînim. Tu zanî di dema min da her zabitek emirberekî wî yê şexsî hebû, di xizmeta wî û mala wî da bû. Bi baweriya min rewşa hikûmeta Erdogan jî wiha ye, artêş çi emrî bide wan, ew mecbûr in bi cî bînin.
Lê bi taybetî jî di mesela kurdan da hukûmet tim di bin emrê da leşkeran daye.
-Baş e wê demê li gor te îro kî Tirkiyê îdare dike?
-Divê ez rast bibêjim û ji xwe her kes jî dizane, Tirkiye bi hîle û xurdan ji alî leşkeran ve hat avakirin. Ez jî û hemû hevalên min jî em giş leşker bûn. Û îro jî hîn tişt nehatiye guhertin, dîsa ji alî leşkeran ve tê îdarekirin. Tenê hin çete û mafiya li vê îdarê zêde bûne. Bi baweriya min li gor şertên îro ew jî normal û pêwîst e. Ji ber ku bêyî alîkarî û terora wan çeteyan dewlet dikane ji destê leşkeran derkeve û têkeve destê sivîlanû kurd jî dikanin ji vê rewşê feydeyê bibînin.
-Yanî tu dibêjî, dewlet bê çete û qatil îdare nabe?
-Ne hemû dewlet, lê ji bo Tirkiyê wisa ye. ”Dewleta kûr” bi saya qatilên artêşê û rêxistinên çeteyan heye, bêyî hebûna van çeteyan û rêxistinên weke Ergenekonê, îdareya dewletê ewê ji destê artêşê derkeve.
-Baş e, di derbarê ”pakêta kurd” ya AKP-ê da tu çi difikirî? Tu bawer dikî ku AKP bi rastî dixwaze mafê kurdan yê netewî bide û artêş jî ewê qebûl bike?
-Bi rastî jî hûn kurd hinekî saf in, yaho pakêta çi halê çi. Dewlet di van salên dawî da hinekî ketiye tengasiyê, dibîne ku bi şer nikane zora PKK-ê û kurdan bibe. Loma jî dixwazin bi ”pakêt” û hin gavên ”demokratîk”, hin tawîzên biçûk û bêgarantî kurdan berra hev din, ji ber hevda bixînin û bi vê riyê jî hêza xwe topî ser hev kin. Yanî wextê qezanc bikin. Çimkî nuha hewcedariya wan bi wextê heye. Dewlet dixwaze rê nede carake din kurd têkevin meclîsê û bi sedan belediyan bidest xin. Nuha dixebitin ku vê îmkanê ji dest kurdan bigrin, lê ewê çawa bikin hîn baş ne diyar e.
-Dîtina te li ser Amerîkayê çi ye?
-Amerîka hirç e! Divê meriv hevza xwe jê bike. Pir xurt e, hêza xurt divê meriv serî jê ra bitewîne. Yên me wek ehmeqan ev yek baş fêm nekirin, loma jî li Hewlêrê ew girtin û telîs xistin serê wan. Lê nuha hinekî biaqil bûne û pir bi dizî dixebitin. Tu zanî pêşiyên me temî li me kirine, gotine, ”destê tu nikanî badî maç bike û bide ser serê xwe.”
-Min fêm kir.Gelo li gor te Obama merivekî çawa ye?
-Merivekî pir ne baş e. Çimkî wek me naxwaze kurdan ji ruyê dinyayê hilîne. Ew jî têr nake, tew di ser da li Îraqê wan wek mitefîqê xwe jî dibîne. Belkî dewletekê jî ji wan ra
çêke. Li gor baweriya min her kesê ku bibêje bira kurd ji ruyê dinyayê neqelin xerab e û divê Tirkiye li dij be. Ev îdeolojî û siyaseta me ya netewî ye.
-Qey te jî bihîstiye, Tirkiye dixwaze têkeve Yekîtiya Ewrûpayê. Û ji bo vê yekê jî ev 46 sal in di dorê da ye. Di van demên dawî da xwedêgiravî hin gavan davêje û hin qanûnan derdixe. Dîtina te li ser vê yekê çi ye?
-Bi baweriya min heta kurdan bi temamî nehelînin naxwazin bibin endamê Yekîtiya ewrûpayê. Tiştê dikin siyaset e û xapandine.
Heta 20-30 salên din jî ewê wiha serî li Ewrûpayê bigerînin. Hêvî ew e ku heta wê çaxê bikanibin kurdan asîmîle bikin, kurdî wek ziman nimîne. Dema kurdî wek ziman nema, wê demê ewê jî wek alban, bosnî, laz, çerkez, gurcî û gelek miletên din mecbûrî bibin tirk.
-Gelo tiştekî wiha mimkûn e?
-Çima ne mimkûn e?
Ji xwe heta nuha bêyî kurdan me hemû miletên din asîmîe bûne û bûne tirk. Tenê kurd mane. Û ew jî ji nîvî bêtir ji xwe bûne tirk.
Di nav çend salan da yên mayî jî ewê ya bi zor, ya jî bi hawakî tabiî bihelin.
Ma heta nuha me hindik milet helandine, kirine tirk?
Meraq neke, ewê jî bibin.
Tu zanî piştî ku merivê kordunde dimre zuriyeta wî diqede. Milet jî wiha ne, dema zarokên wan zimanê diya xwe fêr nebin, ew milet jî zû derneg ewê bihele. kurd ketine vê pêvajoyê, yanî hêdî hêdî dibin tirk.
Lê ji bo ku em kanibin wan zû bihelînin û bikin tirk hewcedariya me bi alîkariya kurdan jî heye. Bêyî alîkariya kurdan karê me ewê gelkî zor be.
-Çawa yanî?
-Ji ber ku ji me bêtir ew hev û du fêrî tirkî dikin. Berê dezgeh, wasite û aletên me yên asîmîlasyonê hindik bûn, kurd dereng diheliyan.
Lê nuha di ber dezgehên me ra, telewîzyon, rojname, kovar, pirtûk û malperên kurdan jî gelkî alîkariya me dikin.
Mala van serok, hêz û şexsên tirkîaxêv ava be, xizmeta ew ji me ra dikin bavê me jî ji mer ra nake.
Tu zanî, kurmê darê ne ji darê be, dar narize. Bi saya serê van serok, siyasetmedar, ronakbîr, nivîskarên kurd zimanê tirkî di nava kurdan da baş belav dibe.
Û piştî ku însan fêr bûn êdî zû bi zû nikanin dev jê berdin, însan êdî weke cixare, alkol û narkotîkayê dibin muptelayê tirkî, devjêberdan pir û pir zahmet dibe.
Mesela, ma ew bi xwe kanin dev ji tirkî berdin? Na, çimkî carê di warê hest û fikir da asîmîle bûne, bûne tirk.
-Nuha min fêm kir. Baş e, Serokwezîr Tayyip Erdogan dibêje li Tirkiyê demokrasî heye. Gelo ev rast e?
-Li gor baweriya min heye û him jî pir zêde ye. Em bibêjin pûlisek ya jî leşkerekî me zarokekî ya jî terorîstekî dikuje, qiyametê radikin.
Li der û li hundur Tirkiyê didin mahkiman û gelek caran jî mahkûm dikin. Parlamenterên Ewrûpî tên li hefsên me digerin, bi malbatên girtî û kuştiyan ra dipeyivin, li ser îşkence û miamela xerab lêkolînan çê dikin, raporan hazir dikin.
Û berpirsiyarên dewletê jî nikanin tiştekî bibêjin. Ji ber ku demokrasiyek pir zêde heye.
Ma di dema min da wiha bû?
Ji bavê kê zêde bû ji me ra tiştek bigota ya jî di dadgehên navnetewî da çeza bidana me. Di serîhildanên Koçgirî, Şêx Seîd, Sason û Agriyê da ne yek û dudu, me bi hezaran kurd kuştin.
Ma kê dikanîbû bigota çima hûn dikujin ya jî doza mahkemekirina "musebîban" li me bikirina?
Lê îro ji ruyê demkrasiyê vê doze li me dikin. Li gor baweriya min û ev bawerî ya dewleta me ye jî, dema tu nikanibî terorîstekî dijminê dewletê eşkere bikuje, ev tê wê manê ku demokrasiyek mezin li wî welatî heye.
-Di heqê îşkencê da dîtina te çiye?
-Te ev pirs berê jî ji min kiribû. Pêşiyên tirkan gotine ço ji Cinnetê derketiye!
Bi baweriya min zarok bê kotek, dewlet bê îşkence îdare nabe. Ez vi ya ji tercûbên xwe jî baş dizanim.
-Baş e, nuha ez werim ser mesela hin Ataturkçiyên kurd yên nuh.
-Fermo.
- Belkî te jî bihîstibe, dema Abdullah Ocalan hat girtin, got, “diya min tirk”e. Ma ev rast e?
-Berî her tiştî buhtanan li diya xwe ya reben dike. Ya din jî ew bibêje bavê min jî tirk e, pere nake û xelasiya wî tuneye. Em tu carî dijminê xwe efû nakin.
-Min fêm kir. Dîsa Ocalan dibêje, ”Min daye ser şopa Ataturk ya salên 1920-î. Ez wî ji xwe ra nimûne digrim.” Li ser van gotinên Ocalan fikrê te çi ye?
-Ê weleh siyaseta min ya salên 1920-î ya li hember kurdan berê xepandin, dû ra jî înkar û wendakrin bû. Ku ew jî wek min bike mala wî ava. Ji xwe tiştê dewlet jê dixwaze jî ev e, bi xapandinê, hêdî hêdî kurdan ji hêz da bixe, bike tirk.
-Îddîayeke Ocalan ya din jî ew e ku dibêje Serîhildana Şêx Seîd û hin serîhildanên din yên kurdan ji alî îngilîzan ve li hember Komara Tirk ya nuha hatine pîjkirin. Ma ev yek rast e gelo?
-Rebeno ya ji hewla ruhê xwe dibêje. Bi gotinên wiha dixwaze xwe bi me şîrîn bike. Ew ne Serêhildana Şêx Seîd, bavê xwe jî bike hevalê emperyalîzmê û îngilîzan dîsa xelasiya wî tuneye.
Îcar tu rastiyê dixwazî heger ne xêra emperyalîstan û bi taybetî jî îngilîz û fransizan bûya me nikanîbû Kurdistan têxista bin nîrê xwe.
kurd nuha ji zûda rizgar bûbûn. Wê demê propagandeyek bi vî rengî ji me ra lazim bû, me jî ew kir. Tiştê me çêkiriye nuha ew difroşe me.
-Tu zanî PKK-ê û piraniya ronakbîr û siyasetmedarên kurdan berê ”serxwebûn”, ”federasyon” û çareseriyên wek wan diparastin. Lê Ocalan nuha dibêje,”federasyon” û heta “otonomî” jî ne baş e, ewê yekîtiya Tirkiyê xera bike. Îcar ne tenê Ocalan, gelek kesên ku berê ji ”serxwebûn” û ”federasyonê” danediketin nuha wan jî dev ji vê daxwazê berdane û qala realîzmê û hin çîrokên din dikin.
Gelo tu vê çerxkirinê çawa dibînî?
-Berî her tiştî ez vê çerxkirnê pir baş dibînim. Lê dîsa jî tiştên zêde dixwazin. Ne otonomî û sexwebûn, perwerdeyiya bi zimanê kurdî jî gelkî xerab e û dikane Tirkiyê perçe bike. Loma jî dive tiştekî nedin kurdan.
-Tu TRT6-ê çawa dibînî?
-Weleh ez baş nabînim, hebûna TRT-6-ê siyaset û îdeolojiya me ya resmî pûç kir, darbeyeke mezin li me da.
Lê ji mecbûrî bû.
Îcar ji ber ku carê ev tawîz hatiye dayin dibê dewlet baş feydeyê jê bigre. Mesela dibê hemû "kurdçiyên" berê "pir tûj" bûn û pir li dijî me bûn, gişa ya bigre kar ya jî îş bide wan.
Çimkî "kurdçiyên pûlperest" pir in, dibê dewlet wan bikşîne alî xwe. Çimkî ji bo gelek kesî pere ji kurdayetiyê şîrîntir e, dibê dewlet vê îmkanê baş bikar bîne.
Ji xwe bi qasî ez dibînim, gelek kes, bêyî ku dewlet ban wan bike, ji bo çêkirina çend programan li ber deriyê TRT-ê pê li serê hev dikin, ew bi xwe bi teqleyan diherin dibin mukur û dikevin deriyê dewletê, ji bo ko ku çend qurişan ji dewletê bifirînin ji ber deriyê TRT-ê venaqetin.
Di nava kurdan da kesên wiha pir in û dibê dewlet van kesan tu carî destvala venegerîne, tim çend qurişan têke bêrîka wan.
-Gelek sipas ji bo vê hevpeyvînê. Gotina te ya dawî çi ye?
-Berî her tiştî divê dewlet nehêle kurdî bi pêş keve û bibe zimanê resmî yê perwerdeyê.
Û ya din jî divê dewlet tirkî di nava kurdan da belav bike, îmkan û alîkariyê bide dezgeh û kesên ku ji xizmeta vê armanca me dikin.

29 september 2009

Îşev jî ji xwe ra rehet bikin...

Gelî dost, bira û xwendevanên hêja, îşev li qusûra min nenêrin, ez îşev nikanin tiştekî binivîsim.
Bi hêviya ku hûnê vê mazereta min qebûl bikin.
De heta sibe êvarî bimînin di xêr û xweşiyê da.

28 september 2009

Spor, bisiklêt û bîranîneke min ya zaroktiyê

Do êvarî min bi dilşadiyeke mezin dît ku malperke sporê, bi navê Sporkurdê dest bi weşanê kiriye.
Ez bawer dikim li Kurdistana Tirkiyê ev malpera xurrî bi kurdî li ser sporê ya pêşîn e.
Bira Sporkurd li hemû keç û xort û sporciyên kurd pîroz û bimbarek be.
Ji bo vê gava hêja ez pêşeng û hemû xebatkarên vê malperê bi dil û can pîroz dikim û di kar û xebata wan da ji wan ra serkeftinê dixwazim.
Çend roj berê hevalê min î sporhez Şefîk Oncu, bi e-mailikê ji min ra gotibû, hin xortên me yên li welêt ku hemû zarokên hevalên me ne, di demeke nêz da ewê malperke sporê çêkin û dest bi weaşnê bikin.
Malper ewê xurrî bi kurdî be.
Û heger ez jî bikanibim ji wan ra binivîsim ewê gelkî kêfxweş bibin.
Min di bersîva xwe da gotibû, ez ne şarezayê sporê me, lê yekcarnan ji qahra tirkan ra xwe lê dikim bela.
Bi rastî jî erê ez ji temaşekirna futbolê hez dikim, lê zanîn û kultura min ya futbol û sporê pir kêm e.
Di zaroktiya xwe da jî min zêde futbol nelîstiye. Ez neçûme mektebê, zaroktiya xwe nejiyame û lomajî wexta min ya zaroktiyê, ya lîstikê û kêfê tu carî çênebû…
Çimkî tam di salên min yên mektebê û zaroktiyê da debara malê ketibû hustuyê min û ez mecbûr bûm ku bixebitim û ji diya xwe ra bibim alîkar.
Lê min gelkî dixwest ku zarokên min bi sporê mijûl bin û bibin sporcî. Lê ew jî nebûn.
Ji bo ku Azad bibe pîngîsçiyekî(pîngpongciyekî)baş min gelkî hewil da, lê nebû, zû dev jê berda.
Heta 12-13 saliya xwe baş dom kir, gelek nîşan û xelat girt, lê dûra weke gelek zarokan jê sar bû û dev jê berda.
Serhat û Rojan bi futbolê destpêkirin, herdu jî çûn qursên qulêbên futbolê û çend salan jî lîstin, lê wan jî dom nekir.
Rojen dûra dest bi bandiyê kir, heta par jî dilîst, lê dûra taximê wan ji hev da ket û bela bûn.
Nuha hemû bûne weke min û xanimê, kes tiştekî nake.
Azad berê her roj baz dida, du caran ket Maratona Stockholmê, lê nuha zik berdaye, êdî ew jî jê nayê.
Spor li her dera cîhanê, him kirin û him jî temaşekirina wê gelkî populer e û bi milyonan însanan mobilîze dike, wext û demên xweş bi xortan û însanan dide derbaskirin.
Însanan her dem bal û wexta xwe dane gelek cûreyên sporê û tim hin beşên nuh bi pêş xistine.
Bi taybetî jî li welatên pêşketî spor pir populer e, biçûk, mezin herkes tiştekî dike.
Ji bo ku zarok û xort bêmijûlî nemînin, nekevin riyên xerab, ji alî fizîkî da xurt bibin, tim bi antraman bin dewlet bi milyaran pera li her cûreyê sporê mesref dike, însanan ji zaroktiyê da teşwîqî sporê dike.
Mixabin li welatê me ev hîn nebûye adet, însan û malbat hîn girîngiyê nadin sporê.
Ez bawer nakim hîn hemû zarokên kurd dikanin bisikilêtê bajon û ajnê bizanibin.
Li Swêd dibistan hemû zarokan fêrî ajnêberiyê dike, hemû zarok dikanin bisikilêtê bajon.
Lê li ba me ne dewlet û ne jî malbat guh didin vê yekê. Dimîne her kes û îmkanên xwe yên malbatî.
Mesela ez ajnêberiyê li vir hinekî fêr bûm û ajotina bisikilêtê hîn jî nizanim.
Li vir, li ser fêrnebûna bisikilêtê ez dixwazim qala bîranîneke xwe ya bi êş bikim.
Ez dibêm belkî ez 12-13 salî bûm. Li Wêranşarê hema hema bisikilêta kesî tunebû.
Yekî ruhayî bi navê Mihê çend bisikilêt kirîbûn û danîbû dikanekê û bi kirê dida zarokan.
Kirê ya bi saetê ya jî hêniyeke çûyin û hatinê hebû, yanî meriv heta derekê diçû û dihat.
Rojekê ez û hevalekî xwe, em çûn, me du bisikilêt kirê kir, emê heta nexweşxanê biçûyana û bihatana.
Kiriya bisikilêtên kevn hindik û yên nuh, bi neynik, bi zengil û xişir û mişir hinekî buhatir bû.
Lê siwarbûna wan jî zewq û navekî mezin bû, meriv nedixwest li bisikilêta xerxûtî siwar be.
Welhasil me perê xwe dayê û me heryekî bikilêteke nuh kirê kir.
Em herdu jî tam ne hoste bûn, lê ku kes dernekete ser riya me, me îdare dikir, em nediketin.
Em herdu bi kêf û zewqeke mezin li bisikilêtên xwe siwar bûn û me bi serbilindî û dilşahiyeke mezin berê xwe da nexweşxaneyê.
Em bi saxî û silametî gihîştin hêniya xwe, lê em newêrîbûn jê derbas bibûna, çikmkî bibihîsta ku em ji hêniyê derbas bûne ewê li me xista û zêde pere bixwesta.
Em daketin, me berê bisiklêtên xwe da bajêr û ya Alah û ya Xwedê em bi rê ketin.
Piştî çensed mîtroyekî ji kuça rastê me jineke gundî çend kerên bibar li ber ji nişkave derket hember me.
Hevalê min li pêş min bû, feqîro “dîreksiyona” xwe virda kir, wêda kir lê keran xwe neda alî, hevalê min got terp û ket.
Min xwe xelas kir, hinekî wê da jê daketim.
Me bi tirs bisikilêt ji erdê rakir...
Çong û destmestê hevalê min terişîbû, xwîn bûbû, lê me guh nadayê, tirsa me ew e ku tiştek bi bisikilêtê hatibe.
Mixabin pê hatibû, neynika wê şikestibû.
Tiştekî me bikira tunebû, bi veşartin nedihat.
Em çûn, ba Mihêyê bêexlaq û zalim.
Got heqê neynikê hewqas e, ka perê wê.
Me got perê me tuneye, emê dûra bidin te.
Got nabe.
Em çiqasî li ber geriyan jî qebûl nekir.
Rabû çakêtê hevalê min jê stend, got te kînga pere anî ezê çakêtê te bidim te.
Ji bo me ev felaket bû...
Zora me lê nedihat, hevalê min ji mecbûrî rabû çakêtê xwe dayê.
Vê bûyerê ez qutifandim û min hew çû bisikilêt kirê kir û hew li bisikilêtê siwar bûm.
Min ji xwe ra got, ji dêlî hevalê min dikanîbû ez bûma û ewê çakêtê min ji min bistenda.
Û ku ez bê çakêt biçûma malê û bavê min ev yek bibihîsta gelo minê çi bigota û ewê çi bianiya serê min?
Ew roj û ev roj hîn nigê min bi ser bisikilêtê nebûye.
Sal û zeman buhurîn, ez mezin bûm, zewicîm, bûm xwedî kar û bavê zarokan.
Lê ev hesreta bisikilêtê wer di dilê min da ma, min ji xwe ra digot, di zaroktiya xwe da ez nebûm xwedî bisikilêt dibê zarokên min bibin.
Loma jî gava lawikê me yê pêşî Azad hinekî mezin bû, bû 4-5 salî min çû jê ra bisikilêteke zarokan kirî û rismê wî pê ra kişand.
Ew risim nuha hîn û hîn jî di albûm û dataya min da wer li ber destê min e, ez carnan lê dinêrim û wan rojên zaroktiya xwe bi hesretke kûr bibîr tînim.
Bi vê minasebeta weşana malpera Sporkurdê ez vê bîranîna xwe ya zaroktiyê diyarî malpera Sporkurdê dikim.
Bi hêviya ku hemû zarokên kurd ajnêberiyê fêr bibin û bibin xwedî bisikilêtên herî xweşik.

27 september 2009

Îşev dîsa kela dilê min rabû

Seokê CHP-ê Denîz Baykalê Çerkez, do dîsa neyartiya xwe ya li hember miletê kurd û zimanê kurdî nîşan da.
Baykal, serokwezîr Erdogan ji ber siyaseta wî ya di derbarê mesela kurd û zimanê kurdî da rexne dike û dibêje, ”bêyî zimanê tirkî ewê tu zimanekî din qebûl nekin.”
Li gor îdîeya Baykal, AKP têra xwe ne li dijî kurdan û zimanê kurdî ye, dibê hîn bi sertî li dijî resmîbûn û perwerdeya zimanê kurdî derkeve.
Baykal di axaftina xwe da li dijî perwerdeya bi zimanê kurdî derdikeve û dibêje, ”Esasê milet ziman e. Zimanê me tirkî ye. Axaftin û resmîbûna zimanê tirkî hîmê yekîtî û hevkariya me ye. Serokwezîr îro çi dike? Li dora yekîtiya zimên dijatiyê dide destpêkirin. Wezîfeya kesên dewletê îdare dikin dibê ne ew be ku li gel zimanê resmî zimanekî din jî qebûl bikin û weke raqibê zimanê resmî nîşan bidin, dibê ne wisa be. Zimanê Tirkiyê tirkî ye û ewê tirkî bimîne.”Ez bawer nakim ku van gotinên Baykalê mahcirê Kafkasan ji bo tu kurdî surprîz be, hemû kurd dizanin ku Baykal mahcir û çerkezekî eslê xxwe înkar dike û ruhê xwe firotiye îdeolojiya nîjadperestiye tirk.
Ji ber ku ew kok û nîjada xwe înkar dike, loma jî ji kurdên ku weke wî eslê xwe înkar nakin û ruhê xwe nafroşin kamalîzma panturkîst gelkî aciz e û di her fersendê da dijminatiya wan dike.
Baykal dizane ku mesela herî girîng ziman e, dema zimanê kurdî jî weke zimanê tirkî bibe zimanê resmî ewê rê li ber rizgar bûna gelek miletên din jî vebe.
Loma jî mêrik bi hemû hêza xwe li dijî resmîbûna zimanê kurdî derdikeve û dibêje ”esasê milet ziman e, axaftin û yekzimaniya” tirkî dewleta tirk li ser nigan dihêle, roja ev ev ”yekzimanî” ji ortê rabe bêyî kurdan miletên din jî ewê bigihîjin azadî û mafên xwe yên netewî.
Lê di vir da tiştê xerîb ne şêla Baykal e, Baykal mêrik carê dev ji qewm û koka xwe berdyaye û kumê nîjadperestiya tirk daye serê xwe, loma jî meriv nikane loma ji şêl û neyariya wî bike.
Tiştê meriv matmayî dihêle şêl û israra kurdên tirkîparêz in, kurdên ku dimrin û dev ji tirkî bernadin.
Dewlet û Baykal dijmin in û helbet ewê rê nedin perwerdeya zimanê kurdî, helbet ewê nehêlin kurd bi zimanê xwe bixwînin, binivîsin û bipeyivin, helbet ewê bixwazin hemû kurd bi tirkî bipeyivin û binivîsin.
Di vê şêla Baykal û kesên weke wî da tu anormalî tuneye, anormalî di şêla siyasetmedar, romakbîr û gelek rîsipiyên me da ye, ew ji Baykal bêtir zirarê didin vî miletî, çimkî kurd li Baykal guhdarî nakin lê wan pir hindik guhdarî dikin.
Ji ber ku kurd in û di nava kurdan da ne.
Erdogan, Baykal û Başbûg pir vekirî dipeyivin, dibêjin ji bo ku em kurdan jî weke miletên bihelînin, bikin tirk dibê em wan asîmîle bikin, dibê kurd û bi taybetî jî cîlên nuh radibin kurdî fêr nebin.
Û ji bo vê jî dibê jin werin asîmîlekirin.
Çimkî li gor dewletê kesên di bin 40 û 50-î ra ne problem in, îşê wan qediyaye. Kal û pîr jî jixwe li ber mirinê ne, dimîne cîlên nuh radibin, gava ew ji diyên xwe kurdî fêr nebin mesele diqede, kurd jî dibin tirk.
Tiştê herî normal, siyasetmedar, ronakbîr, edîb, nivîskar axir kurdên ku başiyê û xerabiyê ji hev digerînin û xwedêgiravî di warê siyasî û îdeolojîk da pêşengiya vî miletî dikin li hember vê plana dewletê dibê xweliyekê li serê xwe kin, li gor hêza xwe, miletê xwe biparêzin, li dijî asîmîlasyonê şer bikin.
Li zana û rêberên me eksî vê dikin, dema meriv çavên xwe li malperên kurdan digerîne meriv bi matmayiyeke mezin dibîne ku bi sedan kurdên bîrewer, zana, ronakbîr, kurdperwer, kurdîzan, xoce, mele, alimê dînî welhasil bi sedan kurdên ku meriv qet hêviyê jê nake ku ewê di demeke wiha da hîn jî bi tirkî binivîsînin, dev ji kurdî berdane û bi tirkî dinivîsin.
Tew hinek hene vê taliyê pê ketine, berê qet bi tirkî nedinivîsandin, jixwe meriv nizanîbû ku ew bi tirkî dizanin, lê bala min lêye wan jî bi evîndariyeke pir mezin xwe li tirkî serqot kirine.
Yanî weke mîza devê em roj bi roj paşda diherin, ji dêlî ku bi zimanê xwe binivîsin, dev ji zimanê xwe berdidin, dest bi tirkî dikin.
Bi baweriya min tirk çi bînin serê me jî me heq kiriye, ji ber ku em tu carî nikanin ji tirkan û zimanê wan qut bibin.
Ew çuqasî ji kurdan nefret dikin, li wan dixin, heqaretê li wan dikin, wan dikujin, kurd bêtir dibin heyran û evîndarê tirkan, Tirkiyê û zimanê tirkî.
Yaho li hember van quretî û çavsoriyên Erdogan û Başbug bi kelbetanan goştê min jî jêkin ez dîsa jî ji kurdan ra, di malpereke kurdî bi tirkî nanivîsim.
Lê ne xema mezinên me ye...
Ji bo ku xelkê xêrnexwaz ya jî dijmin zirarê nede meriv, diziya meriv neke, meriv xwe diparêze. Mesela meriv deriyê mala xwe, deriyê dikane xwe digre.
Ya jî ji bo ku li meriv nexin, meriv hevza xwe dike, tedbîra xwe digre.
Lê yên me wisa nakin.
Dewlet dibêje hebûna zimanê kurdî tahlûkeye, ji bo ku kurd bibin tirk dibê kurdî nemîne.
Kurdên me yên tirkîparêz li gel ku vê siyaseta dewletê dizanin lê dîsa jî xwe û miletê xwe naparêzin, bira parastin li wir bimîne di ser da ew jî bi hemû hêz û îmkanên xwe li gor vê daxwaza dewletê miletê xwe asîmîle dikin.
Bi vê şêla xwe, ji siyaset, edebiyat, şiir, spor, muzîk, dîrok, bîranîn, çîrok welhasil ji ziman û çanda tirkî ra xizmetê dikin û nahêlin edebiyat û çanda kurdî bipêşkeve.
Ji roja komara tirkiyê ava bûye û virdaye siyaseta dewletê ya resmî ya li hember kurdan asîmîlasyon e. Ev 80 sal in dewlet vê siyasetê bi şiklekî dizî û vekirî dide meşandin.
Kurdên me yên evîndarên zimanê tirkî vê siyaseta dewletê pir baş dizanin, hinên wan lêkolînên dûr û dirêj li ser kirine û bi cildan kitêb nivîsîne.
Lê kurmê şîrî heta pîrî, dîsa destê wan ji tirkî nabe.
Yanî di vî warî da tu kêmasiyeke zanînê tuneye, loma jî sûcê wan ji yê kurdekî nezan gelkî girantir e.
Dewletê zimanê me yasax kirye, nahêle em bi zimanê xwe perwede bibin û weke tirkekî di her warê jiyanê da bikar bînin.
Kesê li hember vê siyaseta dewletê ya tunekirinê dernekve, bi zimanê xwe nenivîsîne, nexwîne, nepeyive maneya xwe ew e ku ew bi devikî li dij be jî lê di parktîkê li hember vê siyaseta dewletê hustuyê xwar dike û wê dipejirîne.
Lê esas tu meşrûtiyeteke van yasaxên dewletê tuneye, loma jî dibê siyasetmedar û ronakbîrên kurd bi tu hawî rîayetî van yasaxan nekirana.
Lê mixabin bi rengekî azad, bêyî ku weke di hefsa Amedê da bi darê zorê û bi îşkenceyê werin mecbûrkirin, ew bi xwe dev ji zimanê xwe berdidin û tirkî hildibijêrin.
Helbet ev tarjediyeke kurdan ya pir û pir mezin e...
Ew kurdên ku bi kurdî dizanin lê bi malî û zarokên xwe ra bi tirkî dipeyivin, bi kurdî dizanin lê nanivîsin ya jî yekcarnan ji bo “xapandin” û kêmkirina rexneyan” dinivîsin, rutbe û meqamên wan çi dibe bila bibe ew teslîmî siyaseta dewletê ya asîmîlasyonîst bûne.
Û ew, her tiştê ku ji kurdan ra bi tirkî dinivîsin, yanî mîrata li pey xwe dihêlin xizmeta ji kultur, ziman û edebiyata tirkî ra ye û îro jî tenê zirarê didin miletê kurd.
Em bi kurdî bistirên ji muzîka kurdî ra, bi tirkî bistirên ji muzîka tirkî ra, bi kurdî binivîsin ji edebiyata kurdî ra, bi tirkî binivîsin ji edebiyata tirkî ra xizmetê dikin.
Nabiyê Ruhayê(1642-1712)ji Ruhayê ye û kurd e. Lê şairekî osmanî ye, ji ber ku kurd e kes nabêje ew şairekî kurd e û helbestên wî jî malê edebiyata kurdî ne.
Ehmedê Xanî(1651-1707) jî di eynî sedsalê da jiyaye û ew jî helbestvan e.
Lê frqek di nabêna Nabî û Xanî da heye; Nabî bi tirkî û Ehmedê Xanî jî bi kurdî nivîsî ye.Loma jî îro Nabî weke şairekî Osmanî-Tirk û berhemên wî jî weke şiirên Osamnî-Tirkî tên hesibandin û Ehmedê Xanî jî weke fîlozof û şaiekî kurd tê qebûlkirin.
Û ji ber vê yekê ye kurd ne bi berhemên Nabiyê Ruhayî, lê bi yên Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Cegerxwîn; ne bi yên Hîcrî Ozgoren, Orhan Kotan û Ahmed Arîf, lê bi yên Mehmet Ûzûn û Fatma Savcî serbilind in.
Çimkî Nabî, Ahmet Arîf, Orhan Kotan û Hîxrî Ozgoren û kesên weke wan bi tirkî û yên din jî bi kurdî nivîsîne.
Bêguman heger zexeliyê nekin herkes vê rastiyê dizane, lê ji ber ku asîmîlasyonê meju û hestên wan dejenere kiriye, loma jî destê wan ji zimanê tirkî nabe.
Heyf !
Her cara ku di malperên kurdan da ez rastî van kurdên heyranê zimanê tirkî têm ez ji xwe ra diçim dinyayeke din.
Esas malperên kurdî jî bi qasî van kesan sûcdar in. Çimkî îmkana weşanê ew didin wan, kes bi tirkî neweşîne ewê jî hêdî hêdî dev ji tirkî berdin, ya jî ewê herin ba tirkan.
Li swêd firotina seksê ne sûc e, kirîn sûc e, ne bikaranîn lê firotina narkotîkayê sûc e.
Rewşa malperên kurdî yên ku bi tirkî weşanê dikin jî wisa ye, ew tirkî difroşin kurdan, ew bazarê peyda dikin.
Loma sûcê wan jî bi qasî nivîskaran heye, heta mezintir e jî...

26 september 2009

Serokê emniyeta Tirkiyê eroîncî derket

Alîkarê Mudûrê Giştî yê Emniyetê û 2 Mudûrên Emniyetê bi sûcê bincilkirina delîlan û înformekirina çeteyên ereonî hatin tewqîfkirin.

Alîkarê Mudûrê Giştî yê Emniyetê Emîn Aslan û mudûrên emniyetê Mûrat Nemûtlû û Mustafa Aral li bîneya Edliyeya Stenbolê îfade dan dozger.

Piştî girtina îfadeyên wan, dozger biyara tewqîfa wan da û hersê mudûrên pûlisan yê dewleta tirk şandin hevsê.

Çend hefte berê pûlisê Stenbolê yê şûbeya narkotîkê li hember çete û mafya narkotîkê operasyoneke mezin li dar xistin.

Di vê operasyonê da nêzî buha 2 milyar dolarî madeyên narkotîkayê hatibû bidestxistin û tuxtorek û serokê çeteyê jî jhatibûn girtin.

Piştî operasyonê û girtina hin kesan axftinên Hebîb Kanat û Emîn Aslan yên telefonê derketibû ortê.

Di van axaftian da merivê duyem yê emniyeta dewleta tirk Emîn Aslan ji Kanatê erpîncî ra dibêje, ” meraq neke, tu di bin çavdêriya me da yî. Tiştek bi te nabe.

Bêyî vê jî, dîsa derketibû ortê ku qîza Emîn Aslan û lawê Hebîb Kanat bi hev ra şîrketeke kompeturê vekirine.

Yanî bavên wan bi hev ra şirîkatiya narkotîkayê û zarokên wan jî karekî hîn bêtahlûke dikin.

Îcar dewletekê bifirkirin, ne bekçiyek ya jî pûlisek, ”Alîkarê Mudûrê Giştî yê Emniyeta Tirkiyê” yanî merivê pûlisan yê duyem û 2 mudûrên emniyeta Stenbolê bi sûcê narkotîkayê û hevalbendiya çeteyan tên girtin.

Du sal berê di operasyoneke wiha da dîsa gelek mudûr, şef û pûlisên rutbebilind hatibûn girtin û tefqîf bûbûn.

Vî Emîn Aslanî, wê demeê serokatiya wê operasyonê kiribû. Piştî ku ew ekîb ji ber xwe da xist, îcar wî dest bi tîcareta narkotîkayî kiriye.

Çawa ku wî yên berî xwe ji ber xwe da xist, bi îhtîmaleke mezin îcar jî hinekên din ew ji ber xwe da xistin û îcar jî wan dest bi karê xwe kirin.

Ji ber ku îdî dinya alem hemû dizane ku tîcareta narkotîkayê, jinfiroşiyê û qaçaxçîtiya însanan di destê dewleta tirk da ye, dezgeh û dahîreyên dibê li dijî van karên xerab bixebitin, sûcdaran bigirin ew bi xwe bi çete û mafyayê tîcareta van îşan dikin.

Sebebê girtinên wiha jî ji ber ku weke qertelên li ser beratê bihev dikevin loma tên girtin, nexwe girtinên wiah jî ewê tu carî nebin.

Pereyê ji narkotîkayê,ji jinfuroşîyê û qaçaxçîtiya însanan tê pereyekî pir mezin e, qala 200 milyar dolarî dikin.

Helbet ev pere giş nakeve bêrîka çeteyan, qismekî mezin dikeve kasa dewletê. Û dewlet jî, yanî artêş bi van pereyan li hemberî kurdan şerê xwe didomînin.

Yanî di şereê li hember kurdan da beşekî mezin yê butçeya artêşê ji van karên qirêj û tîcareta însanan û narkotîkayê tê.

Û loma jî ev dewlet tu carî topê navêje, çi dikin jî tim perê wan heye, tu carî feqîr nakevin. Çimkî bazara narkotîkaya cîhanê di destê zilam û çeteyên dewleta tirk da ye.

Qelem îcar ji şûr bihêztir derket

Dibêjin ”qelem ji şûr bi hêztir” min bawer nedikir.
Lê do danê êvarî min ev ”hêz û quderta qelemê”, (esas meriv bibêje ”hêza klavyeyê” rasttir e, çimkî êdî kes qelemê bikar nayne, klaviye ketiye dewsa qelemê)bi çavên serî xwe dît.
Do êvarî weke her roja îniyê piştî kar ji bo ku “qahwa xwe ya roja îniyê" vexwum min dîsa berê xwe da aşxaneya Yilmazê Licî.
Aşxaneya Yilmazê Licî,
ji bo min û gelek kurdên li Swêd û yên ku tên Stockholmê bûye ”Erzan Palasa” Diyarbekrê, dema meriv tê Stockholmê meriv miheqeq riya xwe bi vî mekanê kurd dixe, çay û qahweyekê weke bîranîn lê vedixwe û dûra xatir ji Stockholmê dixwaze.

Lê ez her hefte roja îniyê, piştî kar diçim vê ziyareta xwe bicî tînim û dûra jî ya riya xwe bi qahweya Heciyê Bedlîsî dixim ya jî li tirêna xwe siwar dibim û tevî derya xem û xeyalên xwe berê xwe didim malika xwe.
Welhasil ez zêde dirêj nekim û serê we neêşînim, do dema ez çûm qahwa xwe ya ”roja îniyê” vexwum, li hember îkram, îzet û serwîsa îcar ez matmayî mam û çûm dinyake din.
Bêxwediyeke telefona min ya Nokia heye, rojê carê xera dibe û min ji desthilanîn da dixe, ev du heftebûn min dabû ser tamîrê, xeber dan min, gotin temam bûye, were telefona xwe bigre.
Piştî kar ez çûm, min telefona xwe girt û dûra jî min berê da aşxaneyê ji bo ku herim qahwa xwe vexwum
Bi ketina hundur ra camêr pêşwaziyeke wisa li min kir, devê min ji hev çû, ez şaş mam, min di dilê xwe da got, kuro nebe ku viya min dişibîne yekî ji xezûranê xwe, çimkî pêşwaziyeke wisa bi kêfxweşî, bi merasim û bi hela û mela min tu carî nedîtibû.
Tenê xalîçeya sor û muzîka pêşwazîkirinê kêm bû…
Ez ji efendimê xwe ra bibêjim, camêr bi kibarî û nazikiyeke dîplomatan li dezgeya hember xwe cî nîşanî min da û bi rûgeşiyeke nedîtî got, piştî telefona te, min ji te ra qahweya teze çêkir.
Min sipas kir û got mala te ava.
Qahweya min di fîncaneke devsaxlem da(çimkî cara berê him qahwe beyat bû, him jî fîncan devşikyayî bû. Û ev yek jî xistibû hustuyê nehezkirina xwesiya min, gotibû xwesiya te îcar ji te hez nake)danî ber min, piştî qahwê, min dît îcar qedehek qonyak danî kêlekê…
Hîn min pê ra negîhandibû bibêjim xêr e, çi mesele ye, min hew dît ku seriyek çokulatayê nermê jî danî kêlekê…
Feleka min şaş bû, ji bo ku hişê min were serê min, min carê çavên xwe qurç kir, min got:
-Heger pirs ne eyb be, esbabî mucîbeya vê pêşwaziya dîplomatîk û vê serwîsa qodaman çi ye gelo?
Got keko, te em licî rezîl kirin, di nivîsa xwe ya hefta borî da te gotiye Yilmazê Licî qahwa beyat daye min. Ji tirsa, ji bo ku careke din tu vê heqaretê li min nekî, ez wiha dikim.
Ez keniyam, min got heyran piştî vî temenî ma qey ezê rabim derewan bikim, min çi dît, çi xwar û vexwar min ew nivîsî.
Di vê nabênê da qala serpêhatiyeke xwe jî kir.
Got berî salên 1980-î li Diyarbekir çayxaneyeke yekî swêregî hebû, xort û telebe diçûn lê rûdiniştin.
Rojekê kalekî licî tê jê ra dibêje, ma şeşderb bi te ra heye?
Ew jî dibêje erê heye, tu yê çi bikî?
Mêrik dibêje weleh xwediyê vê çayxanê merivekî pîs e, tim çaya beyat dide min, heger hûn bidin min ezê çend derban li hundur biteqînim, ji bo ku careke din çaya beyat nede min.
Ê yê me jî licî ye, jixwe li pelekî nexwendî digere, Xwedê ji bo macerayên wisa xuliqandiye, radibe şeşderbê ji ber xwe derdixe, mêrik yekî zeîf û bêhêz e, nikane gulê bajo devê şeşderbê. Yê me jê ra derbê dajo ber û dide destê mêrik.
Û kalê me yê licî jî qey êdî di fediyêdê dimîne, hema radibe pê halaneke mêrane di xwe hildide û dûra jî çend derban bera hewa dide.
Çayxane tijeye, milet ji tirsan xwe davêje erdê, hinek dikevin binê masan, hinek bazdidin der, haşer maşer radibe.
”macarapersetê” me û hevalên xwe ji ciyê xwe nalivin, bi reva milet ra kalê licî, xwediyê teqînê jî direve, bekçî pûlis bi rê da rastî wî tên, dibêjin çi bûye, dibêje "telebeyan" avêtin ser çayxanê-
Bi vî hawî xwe xelas dike, nayê girtin.
Pûlis tên îfade mîfade, mêrik nav nade.
Xwediyê çayxaneyê ji tirsan newêre navê mêrik bide, dibêje yek ji derve hat, li hundur teqand û çû.
Roja din eynî kes dîsa diherin wir. Lê çaya wan îcar him teze û him jî di tepsiyeke pir xweşik da tê ber wan.
Qehremanê licî dibêje, we dît îcar çi huemetê dike, ez careke din jî bikim ezê xûgiyê jê bistînim, lê ji bo min çaya teze têr dike.
Min got, yanî yê min jî bû ev mesele...
Got erê, piştî wê nivîsa te, ev bûyer hat bîra min, min got bi wê minasebetê ez wê jî ji te ra bibêjim.
Nîhayet ev qeheremaniya liciyan jî ket defteran.
Min got heyran, ez ne licî me, loma jî mêraniyên wih ji min nayê, lê heçî nivîs e weleh ezê qet texsîr nekim, dibê tu viya baş bizanibî.
Diyar e ne tenê ”şûr”, carnan ”gotin û qelem” jî pere dike, xelk dikane jê bitirse û loma jî qedrê meriv bigre, lê ber qahwê, qedehek konyak û çokolata jî bide meriv.
Ev jî ne xerab e.
Esas desthilanîn tim fereca xêrê ye û gotina rast jî tim li kara meriv e, ji mêraniyê û gotina rast meriv tu carî zirarê nabîne.
Herçiqas pêşiyên tirkan ji bo ku neviyên xwe fêrî derewan bikin gotibin ”yê rast bibêje ji heft gundan diqewirînin” jî lê ne rast e, dibê meriv guh nede vê şîreta wan ya bi zirar.
Li hember vê, pêşiyên kurdan gotine:
-Xwar rûne rast bipeyive.
-Gotina rast dibê Xwedê meriv bi qurban ke.
-Rastî bibe dezî jî naqete
-Rast bipeyive çavê min derxe
Loma jî ez tim guh didim gotinên pêşiyên xwe, gotinên pêşiyên tirkan li ba min pir ne meqbûl û muteber in.
Heger bêhemdî carê gotinek xweş û rast gotibin jî, tu hew mêze dikî deh gotinên eksê wê jî gotine.
Loma jî ez ji rastgotiyê hez dikim û heta ji min tê xwar rûdinim lê rast dipeyivim û tu carî tirsonek hereket nakim.
Ji ber ku ez dizanim mêrê tirsoneke nikane bi sîng û berê gewr û boz şa bibe...

24 september 2009

Tiştê ji qeweta min der ji min nexwazin

Ev çend car in nîvhenek nîvrastî, hin xwendevanên xêrxwazên min doza nivîsandina romanekê li min dikin.
Ev hêvî ji ku û çima bi van xwarzê û biraziyên min ra peyda bûye ez baş nizanim.
Lê texmîna min ew e ku yek, ewê ji ber sivikî, sadeyî û paqijiya zimanê min be û ya din jî li gor texmîna wan, zanîn û kultura min ya gelemperî têra nivîsîna romanekê dike.
Berî her tiştî, ji bo vê hêvî û baweriya van xortên kurdperwer ez gelkî sipasiya wan dikim ku hêviya tiştekî wiha ji min dikin.
Lê mixabin tiştê wiha bi temî û wesiyan nabe, dibê ji dilê meriv bê.
Ev yek.
Ya din, dibê tûrikê meriv yê edebî ne vala be û peyveke meriv ya girîng hebe ku meriv ji xelkê ra bibêje.
Lê bêguman ev jî têr anake, ji ber ku edebiyat bi zimên dibe, loma jî dibê meriv şareza û hakimê zimên be jî.
Ji ber ku mijar kurdî ye, loma jî dibê neriv kurdî him baş zanibe û him jî bizanibe gotinê xweş bibêje.
Yanî ji bo nivîsîna romanê, zanîn zimên tenê têr nake, hin kabîliyet û zanînên din jî ji meriv ra pêwîst e.
Bêguman gelek tiştî meriv dikane fêr bibe û xwe pêş bixe, lê ji bo min îro tiştekî wiha ne mimkûn e.
Baş e roman çi ye?
Roman, formeke edebî, çîrokeke dirêj e. Bi gelenperî ji çîrokê dirêjtir e û gelek şax û çiqlê wê hene.
Lê dema meriv kurt û kurmancî bibêje, roman li hev ragirtine, li hev anîn e. Dibê meriv bikanibe rastî, fantazî û xeyalan li hev ragire û çîrokeke xweş ya dirêj jê buxuluqîne ku gava însanan xwendin jê tam û lezetekê bigrin.
Gelek kes di jiyana xwe da xeyal dike ku bibe nivîskar û romanan binivîsîne.
Lê kêm kes dikane vê xeyala xwe bi rast bigerîne.
Ji ber ku însan di heqê vî sinetê edebî da ne xwedî zanîneke temam in. Yanî meriv çawa çîrokekê li hev radigre(dixuliqîne) û dirêj dike, bi xwendevanan ra çawa têkiliyeke hestiyar datîne û ya din jî gotinê çawa xweş dibêje, çawa xweş li hev tîne, ji bo ku ji axaftinên rojane derkeve û têkeve şiklekî edebî, bibe edebiyat.
Ez bi xwe heta nuha tu carî nefikirîme ku dest bi romanekê bikim û bibim romannivîs.
Ji ber ku yek, min ji xwe ra nekiriye kar û ya din jî tu zanîn û qabîliyeteke min ya di vî warî da tuneye.
Erê ez bi kurdî dizanim, lê ev têr nake, ger zanîna zimên têr bikira wê demê dibê hemû şair û romannivîs ji şivan û gavanan û gundiyan derketa, çimkî li gor bajariyan kurdiya wan gelkî baştir e.
Yanî başzanîna zimên tenê têr nake.
Lê bêguman hinek kurd hene bêyî ku kurdï bizanibin bûne nivîskar. Ji bo nivîskariyê hewcedariya tu zanînê nabînin, bêyî ku bi qasî zarokekî 10-12 salî kurdî bizanibin, bêyî ku ferqa ”keman” û kemençeyê” bizanibin, bêyî ku nîsk, nok, ceh û genim ji hev bigerînin xwe li nivîskariyê radikşînin û dibin nivîskarên kurd yên herî mezin.
Ji bo van "nivîskarên" kurd zanîna elementer û hakîmiyeta zimên ne pêwîst e.
Ne hewceye ku cewherek pê ra hebe.
Ne hewceye ku merivekî zana û bi kultur be.
Ne hewceye ku dîrok û edebiyata gelê xwe baş zanibe.
Ne hewceye ku şarezayê zimanê kurdî be.
Ji ber ku hemû kovar, kitêb, çîrok û romanên xelkê yên wan in, ne hewceye tiştekî bizanibin, tenê ”întîhal” yanî diziya berhemên xelkê têra wan dike û dikanin pê bibin nivîskar.
Û bûne jî.
Gelek nivîskarên kurd, bi taybetî jî kesên xwedêgiravî bûne ”romacî” mixabin bi ked û berhemên xelkê bûne nivîskar.
Heger meriv berhemên xelkê ji nava yên wan derxe ewê bibin sifir. Di rastiyê da ew bi xwe nikanin nameyekê ji keçikekê ra binivîsin, nikanin du gotinên kurdî xweş li hev bînin, lê bûne nivîskarên herî mezin.
Bi çi bûne?
Bi diziyê û bi keda xelkê…
Yek, ez naxwazim ji kesî ”întîhal” bikim, bi keda xelkê bibim nivîskar.
Dudu, ez weke hinekan ne li dû navê xwe me.
Ji ber ku hin ”nivîskar” nikanin û nikanîbûn bibin tu tişt, ji mecbûrî xwe li nivîskariyê kirin bela û bûn nivîskar.
Sisê, nivîskarî û nivîsandina romanan karekî pir û pir cidî ye, jê ra li gel zanînê, qabîliyetê wext jî divê.
Yê min ev wexta min tuneye.
Ez rojê 8 saeetan kar dikim û du saet jî li çûyin û hatina min dihere. Di van şertan da meriv nikane romeneke cidî bnivîse.
Karê wiha dibê bi seriyekî vehesiyayî were kirin.
Erê edebiyat jî weke sporê ye, heger meriv baş antraman bike, yanî meriv baş bixwîne û bi rengekî profesyonel pê ra mijûl bibe, belkî meriv nebe Şêrko Bêkes û Yaşar Kemal, lê meriv dikane helbest û romanan binivîse.
Ev mimkûn e.
Lê ji bo vê jî wek min got wext lazim e.
Yanî bi kurtî, nuha ne nêtke min ya wiha heye û ne jî wext û îmkana min heye.
Lê dema ez teqawit bûm, nêta min heye ku, heger ji destê min bê, ezê bîranînên xwe, serpêhatî û çîroka xwe binivîsim.
Ez xwendin û nivîsandinê çawa fêr bûm û min çawa û kînga dest bi nivîsandina kurdî kir?
Ev beşê jiyana min, bi taybetî jî yê zaroktiyê û hesreta neçûna mektebê gelkî balkêş û trajîk e, tesîreke gelkî mezin li min kiriye.
Bi baweriya min hêjayî qalkirinê ye.
Bes roman ne di ”rojeva” min da ye, ez nuha angajeyî vî quncikî me. Derdê min yê herî mezin ew e ku xwendevan ji nivîsên min memnûn bimînin û şiroveyên ji îsotê Ruhayê tûjtir nenivîsin.

23 september 2009

Weleh yê we jî nebû...

Wisa xuyate ku hin xwendevanên min xerab elimîne, her şev nivîseke bi hêl û mêl ji min feqîrê Xwedê dixwazin.
Bi qasî ku min ji şiroveyên wan fêm kir, kêfa wan gelkî ji nivîsên min yê do û pêr ra hatiye û dixwazin ez her şev nivîsên bi wî rengî û bi wê ”xweşikiyê” binivîsim.
Mala wan ava, lê vv ne mimkûn e, ji ber ku her şev wezna wê nayê.
Tu dibê qey nivîsên min yên berê hemû ”fasa fîso” û ne tu ”jahr û zuqûm” bûne yaho…:)Yaho bira hinekî ûjdan û merhemeta we hebe, nîşanciyê cîhanê yê herî baş jî hertim nikane li orta hedefê xwe, heger firê neke, li qerewanê nexwe jî, miheqeq carnan li rast û çep, jêr û jora nîşanê dixe.
Yanî carinan derb dikane li fûtê biçe.
Nivîs jî wihaye, nivîsên kin û mîzahî jî wiha ne, carnan meriv bi ser dikeve, carnan bi ser nakeve.
Ya din dema meriv bi rengekî profesyonel vî karî neke, têra xwe nexwîne, nefikire şansê serketinê jî kêm dibe.
Esas tiştê ez dikim ne karê ”aqilan e” lê rast e, bi gotineke din qirik û kêr e, ji dêlî ku piştî heyşt saet kar 2-3 saetan ji xwe ra rûnim, rehet bikim, bi xanimê ra têkevim laqirdiyan, ji xortan ra qala jiyan û serpêhatiya xwe bikim, diçim weke kundan xwe didim ber datayê û bi halekî xerab ji bo dîrokê, ji bo we û vî miletê belengaz çend gotinên pelapûçî li hev radigirim.
Êdî hûn û şansê xwe, carnan ewê weke hingivê Hîzanê tahm û lezetê bide binê boçika we û carinan jî weke îsotê hemşeriyên min yên ruhayî ewê devê we bişewitînin.
Dibê hûn devê xwe bielimîn herdu tahman jî, sebir û tehamula we ji herdu tahmnan ra jî hebe.
Min ev mesele hinekî dirêj kir, ez bawer dikim me hinekî ji halê hev û du fîm kir…

Tirk tirk e, nav AKP be jî dijminê miletê kurd e
Li gor ku Netkurdê nivîsiye, hedefa tirkan ya êrîşa 21-ê sibata par ya bi navê (Guneş Harakati)yanî ”Operasyona Rojê” ne PKK, hilweşandina Kurdistana Federe bûye.
Ev rastî di belgeyên Ergenekonê da derketiye ortê.
Yanî bi wê êrîşê hedefa dewleta tirk, ji navê rakirina Kurdistana Federe û desthilata kurdên başûr bûye.
Esas wê demê min ev yek got, lê tirkan tim înkar dikir, digotin na, em naxwazin zirarê bidin kurdên başûr û desthilata wan.
Lê ev dereweke tirkan ya gurover bûye, rastî û armanc îşxalkirina Kurdistanê bûye.
Heger bê bîra xwendevanan, artêşa tirk li çend pira û gundên kurdan jî xistibûn û hilweşandinbûn.
Hedef ne Kurdên başûr bûya li pirên wan nedixistin.
Lê 200-300 gerîllayên PKK-ê şer ji kurdên başûr ra nehîştin, nehîştin bigihîje wan, li herêma Zapê bi berxwedaneke mezin artêşa tirk rezîl û riswa kirin û kor poşman paşda şandin ser xwediyên wan.
Tirkan dema ew berxwedana çend gerîlla dîtin ji tirsan qutufîn, gotin piştî ku çend gerîlla vî hunerî bike, vê berxwedanê nîşan bide, gelo pêşmergeyên qehereman ewê çi bînin serê me.
Loma jî ya herî baş ew e ku em zû vegerin malika xwe û ruhê xelas bikin, hîn ku pêşmergeyan xwe negîhandine me.
Û revîrevî reviyan, bêyî ku li paş xwe binêrin.
Lê gelkî baş bû ku ev mesele derket ortê û bi vî şiklî derew, durûtî, zindiqî û dijminatiya AKP-ê jî eşkere bû.AKP, li rû ji kurdên başûr ra qala dostaniyê dike, lê di bin ra jî artêşê dişîne ser wan û dixwaze Kurdistanê îşxal bike.
Li gor belgeyên doza Ergenekonê, tirkan xeber nedane Emerîkayê, hukûmet û artêş wisa fikirîne ku piştî êrîşê ewê bi rengekî emirwaqî bikanibin Emerîkayê îqna bikin.
Lê Emerîka îqna nebûye û di ser da bi wan da xeyidîye.
Helbet di reve wan da tesîra vê şêla Emerîka jî heye.
Gotinek heye, dibêjin ”çû heyfa bavê qûna dê jî da ser”, ya tirkên me jî wiha bûye, xwedêgiravî çûne Kurdistanê îşxal bikin, lê çend gerîllayên kurd di nîvê rê da ew paşpê li kerên wan siwar kirine û şandine ser xwediyên wan yên nîjadperset û totikvala.

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan li Emerîkayê jî wuqaet derxistiye.Li gor çapemeniya tirk dinivîse, Erdogan û parêzvanên wî ya bi zanîn ya jî bi nezanî xwesitine têkevin çadira Obama ya li ber otêlê.
Li ser vê, di nabêna parêzvanên Erdogan û Emerikiyan da şer derketiye û emerikyan ew baş nerm kirine.
Tê gotin ku Erdogan jî di şer da dest avêtiye notirvanekî emerîkî û xwestiye here hawara parêzvanên xwe.
Ji ber ku camêr qebedayiye helbet dibê dest bibe xwe û ew jî têkeve şer...
Berdevkê pûlisên emerîkî dibêje, di demeke çewt da hatin û ziman jî nizanîbûn, loma ev rewşa ne xweş peyda bû.
Qasimpaşalî dibêje belkî her der Tirkiyeye, here ku dibê hemû derî jê ra vekirî bin.
Kuro li Emerîka qebedayitî pere nake, kultur, medeniyet û ziman pere dike.
Û ew jî li ba we tuneye, parêzvanên te merivên cahil û bê kultur in û di ser da ne tu û ne jî ew du gotin îngilîzî dizanin.
Ê madem hûn bi zimanan nizanin, çi îş û karê we li Emerîka û New Yorkê heye?
Rebenno, berê du gotin îngilîzî fêr bibin dûra herin civînên xelkê.
Efendî, weke bûyera Shîmon Peres, dîsa xwe xeyidandiye û beşdarî civînê nebûye, çûye otêla xwe. Weleh bi vê xeyda Erdogan beg ewê xewa emerîkiyan neyê...
Xwedê aqilekî bide we û me jî ji tora we nezan û cahilan xelas ke…

22 september 2009

Mûsa Anter û "Zimanê dê"

Ronakbîr û kurdperwerê hêja û bi nav û deng apê Apê Mûsa Anter 17 sal berê di 20-ê îlona 1992-an da li Amedê ji alî qatilekî dewleta tirk ve, bi emir û fermana dewletê bi qeleşî û bi bêbextiyeke mezin hate kuştin.
Ji zûda ye min nivîseke wî ya li ser giringîya zimên ku gelkî kêfa min jê ra tê rakiribû, ji bo ku di roja şehîdbûna wî da biweşînim.
Lê nizanim çawa bû do û pêr min ji bîr kir neweşand, ji bo vê xemsariya xwe ez ji we xwendevanan û ji Apê Mûsa lêborîna xwe dixwazim.
Tişt nabe, ez dizanim bîna Apê Mûsa fire ye, ewê li qusûra min nenêre, loma jî ji bo yadkirina vî şehîdê kurd û Kurdistanê, ez vê nivîsa wî ya giranbuha îşev ji diweşînim.
Wek tê zanîn Apê Mûsa merivekî hazircewab, henekçî, xweşsohbet, bi kultur, zana û di eynî wextê da jî him bi tirkî û him jî bi kurdî nuktedan û nivîsakerekî pir hêja û bêemsal bû.
Di vî warî da lêkolîneke min tuneye, ez tenê çavdêriya xwe dibêjim, bi baweriya min Apê Mûsa Anter di nava ronakbîrên kurdan da kolumnîstê(nivîsên pêkenînî, mîzahî)bi kurdî yê herî pêşîn û herî baş bû.
Di warê nivîsên kin û mîzahî da Apê Mûsa hosteyekî gelkî mezin e, hakimê qelema xwe ye, ew tim li orta nîşan dixe, tu carî li fûtê naçe…
Ne mimkûn e ku meriv nivîsên wî yên bi kurdî bi zewqeke mezin nexwîne.
Çi bi kurdî û çi jî bi tirkî, hemû nivîsên wî weke nukte û pêkenînên Xoce Nesredîn lezîz û manîdar in.
Meriv ji xwendina nivîsên Apê Mûsa têr nabe, ji ber ku di her nivîsa wî da meriv tiştekî nuh fêr dibe.
Nivîsên wî weke sohbeta şexsî ye, meriv aciz nake, meriv naxwaze biqede, dema diqede jî meriv dixwaze zû zûka dest bi ya din bike.
Bi taybetî jî meqaleyên wî yên bi kurdî pir û pir hêja ne, hemû jî di derece û qalîteya ku di dibistan û zanîngehan da ji rojnamevan û xwendevanên edebiyatê ra bibin kitêbên dersê û nimûneyên xweş nivîsînê.
Ne tenê berê, di nava kurdan da nuha jî hîn kesê ku bikanibe di qalîte û mistewa nivîsên Apê Mûsa da binivîse tuneye.
Li jêr ez meqeleya Apê Mûsa ya bi sernivîsa ”Zimanê dê” îşev pêşkêşî we dikim.
Ez bawer dikim ku ji xwendina wê, hûnê bi qasî helbesteke Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrê tam û zewqê jê bigrin û bixwazin hemû nivîsên Apê Mûsa yên bi kurdî bixwînin.
Bixwînin û bibînin ku Apê Mûsa li ser giringîya zimanê dê çiqasî xweş gotiye. Meriv dibêje xwezî min jî kanîbûya hewqas xweş binivîsiya.

”Zimanê dê
Niha neviyekî min heye, Bahoz. Bahozko ji niha ve bi kurdî zane lê bi turkî hîn nabe. Carna, radyokek min a biçûk heye, ez dikim dawa wî, ku bi tirkî xeber dide lawik dibê lew lew lew. Yani dişibîne dengê heywanan.
Lê ku ez dibêm lawo ka tilîka xwe bide min ez bixwim. Mal û malika wî tilîya wî ye, ew jî wê dike devê min.
Gelek caran ez jê ra bi kurdi distirêm, ma sitrana min çi sitran e. Ez ne İbrahim Tatlises im, heşayî min.
Ez Amedê jê ra dibêjim. Hema ku ez dibêm ‘lê Amedê Amedê, tu bayraqa Kurdan e, Ala Rengîn hildaye" ew lawikê yazde mehî hundirê çavên wî dikene û ji min re bi dest û lingan dilîze.
Bi rastî jî min qîmeta zimanê zikmakî zanîbû lê vî lawikî ji prefesorekî bêhtir ders da min. Qenc ez hîn bûm ku tiştek di ser zimanê diya me re tine ye.
Îsal 63 sal e, ez bûme hêsîrê zimane tirkî.
Bê çawa hêsîrekî bi namûs hesîrtiyê bi rast û rihanî qebûl nake, ez jî hînî zimanê tirkî nebûme. Erê tirk dibên zimanê kurdî tineye, lê ez bi ilmî dibêm zimanê tirkî tuneye.
Hema di van 60 salan de ez hînî pênc zimanên tirkî bûm.
Di mekteba pêşî de yek, di ya navîn de yek, di lîseyê de yek, di unîversîtê de yek û yek ji yên di derve.
Ne kesî emir daye tirkan, wan zimanê xwe ewha kir.
Ji ber vê yekê ez nebûm nivîskarekî qenc, kurdî ewan qedexe kir û tirkiya wan jî ne tu GÛ bû, evqas taba min a îsal 60 sal e bertelef çû.
Ez ne xwe dipesinînim lê ez yeqîn dikim ku ez 60 sal bi frensewî, îngilîzî, almanî bi vê tabê daketima bi kêmanî eze bibûma wek Victor Hugo, Goethe, Jean Jacques Rousseau û Shakepeare.
Lê çi fêde ji qewlê Nabî ve bi tirkî dibê, ‘‘Öyle bir nehir muazzam gibi çus etmiyem fakat heyhat kurak sahralarda akıp gecmişim.’’
Yanî ez wek çemekî mezin im, mesela wek Dîcle û Ferat im lê çi fêde ez di çolan re derbas dibim kes ji min fêde nabîne.
Tirkiyê jî ez kirim wek Dicle û Ferêt. Ji Kurdistanê derketim û ez ketim çolên ereban ên xerab cih û bêfêde.
Ji ber vê yekê îşê min zor e.
Fikra min û mêjîyê min kurd e.
Lê ez mecbûr dibim bi tirkî binivîsim.
Ji ber vê yekê ez dibêm işê min zor e.
Nivîsên min giş tercûme ne.
Tercûme tu carî nabin wek eslê xwe.
Ji ber vê yekê Fileh û Misilman dibên Quran û Încil nayên tercûmekirin. Ku bê tercûmekirin wê cewherê wan winda bibe.
Nivîsandinên min ên bi tirkî rij in, bê tewas in ji ber vê yekê ye ; bi kurdî difikirim û bi tirkî dinîvîsim.
Çiqas ecêb û zilm e.
Ma kesi dîtiye ku nivîskarekî Alman bi Fransewî şaheseran bi nivîse, yan jî yekî îtalyan bi yewnanî?
Kî bêje nebêje wek min 60 salî di nav vî agirî de nemaye.
Ez zanim bê ev çi agire û zilm e....!!
14-20 hezîran 1992
Mûsa Anter"

21 september 2009

Fortên vala û hesreta rojên berê

Mêrikê swêdî bi zewqeke mezin di telewizyonê da ji xwe ra li programa sporê temaşe dikir.

Taximê wî dilîst, maçeke pir bi heyecan bû.
Tam di orta maçê da jinikê hat xwe li kêlekê pit kir û bû pite-pita wê, tim pirs ji mêrik kir û xwest pê ra bipeyive.

Mêrik tim got:

-Xanim, nuha dev ji min berde, divê ez bi hawakî bêdeng û bi seriyekî vehesiyayî li vê maçê temaşe bikim. Ev maç ji bo min gelkî girîng e. Piştî maçê emê bipeyivin.

Lê jnikê guh neda rica mêrik û her carê mijarek dît û tiştek jê pirsî.

Dawiya dawî, di dereke maçê ya herî bi heyecan da sebra mêrik nema, bi hêrs û bi dengekî tehdîtwarî ji jinikê ra got:

-Tu îcar jî dengê xwe bikî ezê rabim te bibim têxim oda jor û derî li ser te kilît bikim. Te fêm kir?

Piştî vê tehdîdê, jinikê hêdîka ji ba mêrik findirand û çû bi dizîka telefonî pûlis kir.

Mêrik hew carê mêze kir ku du pûlisên tu dibê zebelih ketin hundur. Jê ra gotin:

-Haydê qereqolê!

Feqîro bi rengekî matmayî got:

-Xêr e, çi mesele ye, sûcê min çi ye?

Pûlisan got, zêde nepeyive, sebebê girtina xwe tu yê li qereqolê fêr bibî.

Bêyî ku bihêlin rebenê me heta dawiyê li macê temaşe bike, bi çepilên wî girtin û bi xwe ra birin qereqolê.

Jinikê di telefonê da ji pûlisan ra gotibû ez tehdît kirime.

Dozger tavilê biryar da ku ew ê wê şevê di nezaretê da bibe “mîvanê” wan.

Rebeno her çiqas got:

-Jinikê ez pir qeherandim, bêhemdî ji devê min derket, tu cidîyet di gotinên min da tunebû, lê pere ne kir.

Ew wê şevê di nezaretê da bû mîvanê pûlisan.

Çimkî li gor qanûnê, gotinên jinikê mutebertir e û loma jî têr dikir ku ew bê girtin û wê şevê bibe “mîvanê” wan.

Dema min ev xeber di rojnameyeke swêdî da xwend, min ji erd heta bi asîman şikir kir ku ev camêr ne ez bûme.

Ji ber ku berê min jî wek vî xêvoyê swêdî, yekcarnan bêhemdî ba ji ber guhê xwe ber dida û hema bi derewan, fort dida xwe û li jinikê qurretiyên wiha dikir. Min jî wek yê swêdî yekcarnan digot:

-Ez rabim ezê te bidim bin nigê xwe! Ez rabim nizanim ezê çi bînim serê te. Û nizanim çi û çi….

Helbet hemû fortên vala bûn. Loma jî jinikê tim bi tinaz digot:

-Maşala, maşala, ket serê min jî! Ji kerema xwe ji xwe ra qala tiştekî din bike bira têkeve serê min jî.

Lê fort mort, axir dema êşa bindestiyê dide dilê meriv, fortên vala bin jî meriv hinekî rehet dike. Qe nebe, bi derewan be jî, hema meriv xwe tiştekî dihesibîne lo!

Lê dema meriv dibîne ku ”otorîte û xofa” meriv bi qasî gurekî pîr yê bêdiran jî nemaye, meriv hesreta dem û dewrana berê dikşîne…

Meriv ji xwe ra dibêje, ax welato axxx, sal bi sal xwezî bi par…

Û kerem bikin ji Baxê Îremê Kurdistanê vê gula nazik û nazenîn ya Feqiyê Teyran bîhn bikin heta ku hûn serxweş û mest dibin.

Ey Dîlbera gerden zerî
Way nazika dêm qemerî
Qamet ji mûma fenerî
Wêran ezim, malim xirab.
Ey Dîlbera gerden letîf
Way nazika qamet elîf
Qamet ji reyhana xefîf
Wêran ezim, malim xirab.
Ey Dîlbera gerden zuzac
Way nazika mislî zuzac
Qamet ji reyhana qirac
Wêran ezim, malim xirab.
Ey Dîlbera qamet misal
Way nazika dilî hejar
Te ji xandinê kirim betal
Wêran ezim, malim xirab.
Ey Dîlberê, way Dîlberê
Firyad ji destê keserê
Avik ji ava Kewserê
Wêran ezim, malim xirab.
Ey dîlbera gerden zirav
Dêm şûşeye, tijî gulav
Ey duxtera bejna zirav
Wêran ezim, malim xirab.
Çavan ku hiltînî bi meste
Ew çend ya misrî bi deste
Li kuştina min te bi qeste
Wêran ezim, malim xirab.
Tu bi qesta min dikujî
Tu bi k'ifra di nosojî
Gelek sotim kirim rijî
Wêran ezim, malim xirab.
Gelek sotim, kirim kşibab
Kirye bi min, sed reng xirab
Ya leytenî kunrû turab
Wêran ezim, malim xirab.
Ya leytenî kunrû ve xar
Wey nazika min te ji dûr
Bêhiş kirim zilfê di hûr
Wêran ezim, malim xirab.
Bêhiş kirim zulfê du reş
Biskê siyah, bîhnê di xweş
Ey duxterê, çapik bi meş
Wêran ezim, malim xirab.
Bêk'êf kirim zilfê du reş
Biskê siyah, zilfêd qemer
Eşq û muhbeta min li ser
Wêran ezim, malim xirab.
Sotim, biraştim bê hesab
Lê pirsî bo kirme k'ebab
Kirye bi min sed reng ezab
Wêran ezim, malim xirab.
Sibhan ji şahê bi tenê
Xalik li xala gerdenê
Ez dîn kirim berdam dinê
Wêran ezim, malim xirab.
Eşqa mezac peyda bûye
Îro li min dijwar bûye
Hîvî dikim heqîqiye
Wêran ezim, malim xirab.
Feqiyê Teyran

PARVE BIKE