30 augusti 2009

Xelk newêrekiya Ocaln jê ra dike serhevde

Ji bo ku ez dilê xwendevanên xwe hinekî ”nerm û germ” bikim, berê dibê ez çîroka Eloyê Xemxur bibljim.
Belkî bi saya teşbîha vê çîroka manîdar ez bikanibim sebeb î mûcîbeya vê nivîsa xwe bidim fêmkirin.
Li gundekî yek hebû, ji ber ku hertişt ji xwe ra dikir derd, gundiyan jê ra digotin Eloyê Xemxur.
Şeveke havînê ew û xanima xwe li ser xênî rûniştibûn. Jinikê şîv hîn nuh dabû ber. Elo di ber xwe de got:
- Şikir ji rahm û kerama Xwedê ra, îşev ezê bê derd û kul ji xwe re bi rehetî pariyak nan bixum.
Tam di wê bîstikê de cîranê wî ban Elo kir, got:
- Elo, ma te bihîstiye dibêjin mankera cîranê me yê Ûso îro dahşikeke pot(bê dêl) anîye...Li ser vê xeberê Elo ji jina xwe re got:
- De were neqehere û merazarî nebe. Nuha ev dahşika reben ewê mezin bibe, bibe ker. Bi kişandina baran pişt ewê lê kurmî bibe, mêş û kelmêş ewê li ser kom bibin. Û ji ber ku pot e ewê wek kerên din nikanibe mêşan ji xwe biqewitîne. Îcar ev heywana kerr û lal ewê çawa bike, çawa bijî?Û dûra jî kesereke kûr kişand, kevçî ji destê xwe danî û got:
”Û de were neqehere, de were bira parî di ber te da here...”Îro di rojnameya Starê dema min nivîsa Ergun Babahan(kurd çi dixwazin? Serokekî ji ber ku pozê wî tê dike nûzenûz)xwend ez jî ketim rewşa Eloyê Xemxur.
Gotinên Babahan yên li ser tirsonekiya Ocalan tamara min ya xîret û kurdayetiyê tevrakir.
Nivîsandina li ser mijareke din da jibîrkirin…
Herçiqas Babahan, gazin û nûzenûzên Ocalan ne ji min ra, ji wî ra dikir serhevde, lê dîsa jî ez pê li ber xwe ketim.
Babahan ji Ocalan ra digot, çima tu jî weke serokên xelkê li ber xwe nadî?
Ji ber ku serokekî kurd bi qasî serokên xelkê ne mêr e, ne cesûr e ez pê qeherîm, ez pê qeherîm, min şerm kir.
Nuha jî ez dixwazim wî beşê nivîsa Ergun Babahan li jêr pêşkêşî we bikim. Kerem bikin bixwînin û hûn jî eke min hinekî pê biqeherin:
Serokekî ji ber ku pozê wî tê dike nûzenûz
”Serokekî Siheta min ne bi serê xwe tenê, sebebên girtina min ya li vir û şertên ez tê da dibê bi hev ra werin mutaale kirin. Di siheta min da tu guhertin tuneye, weke berê ye. Di çavên min da şewateke bi şîdet heye, qapaxa çavê min dizeliqe, di çerm da xurîn heye.Tuxtor got, elerjî ye. Herikîna gewriya min dom dike. Pozê min dixetime, tim tê, gelkî min nerehet dike. Vira heroj ji îşkenceyê jî xerabtir e. Di riyên bîngirtina min da xetimandinek heye, zoriyê dikşînim.”
Pozê min tê, qapaxa çavê min dizeliqe, di cildê min da xurîn heye, lîçika pozê min dom dike.
Gava meriv nizanibe yê van gotinan dibêje kî ye, merivê bibêje belkî patronekî bankeyê yê bi îthama xortimcîtiyê hatiye girtin e.
Tu dibêjî qey gedeyekî(pitikekî)qet nehatiye binçavkirin, qet ji lêpirsînê derbas nebûye,
dibêje vira ji îşkenceyê jî xerabtir e, ya xerabtir e çi ye? Hatina pozê wî ye.
Dismalekê bigre û pozê xwe pa bike.
Serokê tevgera gelekî çawa dikane ji lîçika pozê xwe, ji xurînê gazinan bike?
Hadê em bibêjin ku tu ji şertên salan yê Nelson Mandela ku ji yên te gelkî girantir bû ne haydar î, ma te Îbrahîm Kaypakaya yê ku jê ra dibêjin mêrê serî da sir neda jî ji bîr kir.
Yekî ku xwe wek lîderê tevgera miletekî bibîne, gava fersenda aşîtiyeke civakî peyda bibe ma ewê gazinan ji hatina lîçika pozê xwe bike?
Baş e, xortên ku bi banga te derketine serê çiyan, bêyî ku ruyê tuxtor û himamê bibînin di şikeftan da, di kunan da dijîn divê çi bkin?
Rast bibêje Abdullah Ocalan, tu aştiyê dixwazî ya jî ji bo xwe jiyaneke bi konfor?”
Nuha de were û li ser vê nivîsê nenivîse, de were weke kurd pê neêşe û ji derdê Ocalan merezarî nebe...

Ez felsefeya xwe ya kurdayetiyê ji we ra bibêjim: Yê min bixwe “dijminê” min be jî ez naxwazim kurdek li hember dijmin xwe pîs bike, bibe pepûk.
Loma jî dema tirk tirsonekî û newêrekiya Ocalan jê ra dikin serhevde, weke kurd ez jî pê diêşim.
Min pir dixwest ku Ocalan jî weke Dr. Fûad, Bavê Tûjo, Kemal Fewzî, Şêx Seîdê Kal, Seyid Riza û Qazî Mihemd bi wêrekî û mêraniya xwe dijmin rezîl û riswa bike, biçûk bixîne, serê xwe li hember tirkan netewîne û ji wan ra neke nûzenûz...
Lê çi heyf ku Ocalan di vî warî da xwe jî, hevalên xwe jî û miletê xwe jî hetikandiye.
Ne ew mêraniyê dike û ne jî dihêle hevalên wî derba mirinê li vê dewleta zalim û ceberrût xin, siyasetmedar û generalên nemirov bîne rê...
Netîce, bi dilêrî û qehremaniya gerîllayekî kurd ez gelkî serbilind û bi newêrekiya serokekî kurd jî ez şermezar dibim.

9 kommentarer:

  1. Xalo
    Bi rastî jî tu xwedî maf î. Yanî aniha tirkek radibe dersa lîderbuyînê dide sayin Apo-yê ku di destpêka îfadeya xwe da "dapîra min jî tirk e!" gotibu. Jibo ku kêfa narsîstiya Apo were shunê, Apo dikare her tishtî bike, kiriye jî. Têkoshîna milletê kurd jibo nexweshiyên xwe yên megaloman firote tirkan. Va ye deh sal in ku wekî "qoruciyekî" rê li ber miletê kurd digire u asîmîlasyonê di nav kurdan da kurtir u mezintir dike. Gelo li gor nirxên navnetewî qîmeta vî kesî chend "qurush" dike. Hey bila lanet lê be u wesselam.

    Xalo, te dît psîkolojiya min dîsan xera bu u chu allaxîme kîtabîme yaw.

    De silav u hurmet
    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera
  2. Lawo Qirxê Amedê, merheba, tu bi xêr û xweşî paş da hatî.
    Ji ber ku te ji kurdayetiyê îstîfa kiriye, min got tu êdî hew silavekê didî kurdekî.
    Li gor te nivîsîye, tu nuha li Îsraîlê yî û li barekê kar dikî û te xanimek cuhî jî ji xwe ra peyda kirye.
    Xwedê tebaîşê te be!
    Ji ber ku tu kurd î, herçiqs te xwe ji "kurdbûnê şuştibe" jî ez dîsa ji te ra dilşadî û serkeftinê dixwazim.
    Dîsa li gor gotina te, xamima te ji kurdan hez dike, lê te jê ra gotiye "kurd murd tune, em cuhûn e û hewqas."
    Lawo Qirixê Amedê, ruhniya herdu çavên xalê xwe, bi serê min û te, tu xwe di ava Zemzemê da kî jî tu nikanî bibî cuhû,çimkî kes te qebûl nake, ez benî...
    Tu zanî pezê ji kerî biqete tim û tim mahkûmî nêçîra guran e.
    Heger bala te lê ye hinek kurd hene ev 85 sal in li hember gelê xwe di destê dijmin da tim bûna kêr û gûzan, lê dilê tirkan hîn jî li wan rûneniştiye, mêrikan di raporên xwe yên bi dizî da hîn jî bi çavê neyaran li wan dinêrin.
    Yanî qewmiyet guherand hewqasî ne hêsa ye.
    Loma jî weke dostekî xêrxwazê te, temiya min li te, tu dev ji çi berdidî berde, dev ji kurdayetiya xwe bernede.
    Ji ber ku ne mimkûn e.
    Meriv dikane îdeolojiya xwe, dînê xwe, hin tebhên xwe bigurîne, ev mimkûn e, lê meriv nikane nasnameya xwe ya netewî yanî dê û bavê xwe biguherîne.
    Tu kurd hatiye dinê, tu yê kurd bimînî û kurd bimrî.
    Li vê cîhanê rojekê tiştê serê te têxe belayê jî kurdbûna te ye û yê te jê xelas bike û ji te ra bibe alîkar jî ew e.
    Çiqas xerab bin jî di roja herî teng da yê ji meriv ra bibe dîsa kesên ji qewmê meriv in.
    Li bala xwe bide dîroka kurdan û derz û îbretê bigre.
    Tu bi ya min dikî tu yê kurdbûna xwe weke rozeteke serbilindiyê tim bi sînga xwe ve bihlî...

    SvaraRadera
  3. Xalê Zinar,
    Ez dibêm pir normal e ku Apo poz, qirik, cîld u nizanim chiyê xwe ji xwe ra kiriye derd. Ya rast merivekî esilkurd xwe ewqas danaxîne li ber tirkan. Aha dîrok li ber chavên me ye. Wellahî ez dixwazim bibêm, di rehên Apo da xwîna tirkan serdest e. Êdî fashîstên herî bêbext yên tirkan jî ji xwe dikevin shikê gava li Apo dinêrin. Yaw chima "dewshorme" ewqas li hevdu dishibin, ez nizanim.

    Xalo dîqqet dîqqet, niha dê xarziyê me Beranê Meletiyê dîsan hêrs bikeve haaa, ji min gotin.

    Ez bi nivîsa Qirixê Amedê pir kêfxwesh bum. Kekê me agir bu agir dînime îmanîme. Xalo yanî te jî bersiveke gelekî hêja, germik u nermik daye. Helbet yaw, xalên rast weha dibin cîgerlerim.

    Silavên berankî u qirixî :-)
    Tîrê Qersê

    SvaraRadera
  4. Xalocan,
    Bêguman tu jî bash dizanî, gava tirkên xwînheram li hepsa Diyarbekir-ê bi metodên bê namustirîn li kurdan shikenche dikirin. Aha va ye ew kesena hê jî dijîn u mirov dikare wan li her derê bibîne u guhdar bike. Lê Apo-yê duru chi rexneyên bêheq li berxwedana wan kiriye, xwedê dizane. Bi ti tishtî qîma xwe neaniye u yên ku li pash tirkan maye jî, wî aniye shunê.

    Îcar ev e deh sal in ku Apo bi genên kurdan lîst u hemî xera kirin. Mirovên bêbext u xerabuyî encax dikarin zirareke weha bê wîjdan chêbikin.

    Berde lîderbunê, nikare shivantiya du bizinan jî bike!

    Keko, Qirixo, tu xêr hatî yau. Xuya ye te karê xwe serrast kiriye u bextewar î. Wellahî heger tu xalo hêrs mexî, dê bash be ha. Pashê xalo ewê di ser da biqîre u bibê: Law Qirixo, satur li nav sheqên te ketiyo, tu u Îsraîl, hiii! Tifuuuuu!
    Na looo, tu jî dibînî, va ye xalo ji biraziyê xwe gelekî hez dike. Binêre, xalo heta niha bi navê min shîroveyeke wilo qirase nenivîsiye u negotiye "xarziyê min Eliyê Dêrikî". Gerchî navê min ne wekî yê te bash deng dide, lê de bila Elî nebêje jî Elîsh bibêje babam. Ma dinya xera dibe, wîîî :-)

    Silav u rêz

    Eliyê Dêrikî

    Not: Min digot ez li ser helbestvaniya xalo tishtekî binivîsim, lê xalo mixabin ku mijara gotarê ez careke din rakirim tapana. Bibore.

    SvaraRadera
  5. Xalo

    Pirsa Ergun beg pirseke pir rast e: "Rast bibêje Abdullah Ocalan, tu aştiyê dixwazî ya jî ji bo xwe jiyaneke bi konfor?" (werger: Xalo)

    Bi fikra min Apo dixwaze bila herkes jê ra bîat bike, di hemî pirtukên dibistanan da wêne u navê wî were chap kirin, mîna ya Misto-yê tecawîzcî!

    Taybetiyeke kesên dîktator u fashîzan e, nikarin jiyaneke normal u însanî bijîn. Biyolojîk nikarin bibin xwedî zarok. Bi baweriya min Apo jiber shexsê xwe ji zarotiya xwe u vir da di nav psîkolojiyeke buhran da ye u ev nexweshiyên xwe jî wekî ku "îlhama xwedayî" be li murîdên xwe firotiye. Li cem me kurdan gava kesek dîn dibe u xeberên beredayî dide, dibên ku ew buye "ermîsh" yanî "derwîsh". Niha jî Apo u PKK u "Onderlix" (wê jî bi tirkî dibêjin!).

    Yahu ew kek Qirix kî ye? Chima hun weha bi kêf in? Ma bi rastî jî kekê me kurdekî qirase bu? Wê gavê ser seran u ser chavan. Her bijî kekê me! Yan na chima xalê me wekî xalekî pê ra qal bike bavkê mino. "Di vî tishtî da tishtek heye" dibên li cem me.

    Silav

    Qijikê Dêrsimê

    SvaraRadera
  6. Deste TE xweşbe birez Zinare Xemo!
    Abdullah Ocalan mala gelek kurdan u dile dayike kurdan şewitan u kurdistan kiredeve gura de.Wey li hale me kurdan be.
    Silav u rez.

    Midyadi

    SvaraRadera
  7. Xalê Zinar,
    Beriya ku Seyît Riza bê darda kirin weha gotibu li ser sehpayê: " Min nekarî rê li ber derew u hîlekariyên we bigirim. Ew ji min ra bu derd. Lê ez jî li ber we nehatim ser chokan/juniyan, bila ew jî ji we ra bibe derd!" (tenê ew di bîra min da maye)

    De were Apo u van rêberên kurdistanî ruberîhev bike?! Camêr bi vî halî jî xwe wekî xwedê dibîne. Di derewan da rehmetê li Silêman Demîrel-a tirkan dide xwandin.

    Sheva we bi xêr be

    Zarayê Kurdîjen

    SvaraRadera
  8. Xalê Zinar, wek ez dibînim van royan li vir pir tisht tên nivîsin. Min got ez jî bibêm ku bila xalo bîrhatinên xwe binivîse. Bê guman ewê pir rindik bibe.
    Ez hînê jî wextê xwe bi kurmancî derbaz dikim. Heger xwedê berdê, ez ê heta pashiya vê salê pir xurt bikim u pê guzan bifirînim/bishkînim :-) (te dît, ez êdî bi kurmancî henekan jî dikim).
    Slavên xwe ji xalo ra dishînim.

    Paytext-Erzingan

    SvaraRadera
  9. Paytext Ezirgan, serdana tee z pir dilşa kirim. Tu bi xêr hatî.
    Bira, yê te jî ne tu îş e, tu fena heyva binê ewr, geh derdikevî û geh wenda dibî.
    Ji kerema xwe ra zêde nabênê nexe silavên xwe.
    Ez werim ser mesela fêrbûna te ya kurmancî.
    Berî hertiştî ez pir kêfxweş bûm ku tu kurmanciya xwe pêş da dibî û di fêrbûnê da israr dikî.
    Bi baweriya min benîadem di Çi da israr bike dikane bihgihîje armanca xwe. Ya girîng daxwazeke ji dil û îstîkrar e.
    Heger bi rastî jî tu bixwazî kurdî fêr bibî, tu yê fêr bibî û him jî pir baş.
    Ne tenê ziman, heger em kurd bi piranî bixwazin bibin xwedî dewleteke serbixwe zû dereng emê bibin.
    Sebebê ku heta nuha kurdên bakur nebûne xwedî Kurdistaneke serbixwe nexwestina wan e, ew naxwazin ji bin destên tirkan xelas bibin.
    Roja ku kurd weke milet serxwebûna Kurdistanê ji xwe ra bikin armanc û bi israr viya bixwazin, Çawa ku tu kurdî fê bû, ewê jî rojekê miheqeq bigihîjin vê armanca xwe.
    Birayê ezîz, heger tu dixwazî di demeke kin da kurdî fêr bibî heta ji te tê bi kurdî bipeyive, bixwîne û binivîse û guhdarî bike.
    Yanî xwe biwestîne.
    Gava te xwe westand, tu yê fêkiyên ked û westana xwe jî bixwî.
    Bimîne di xweîyê da.

    SvaraRadera

PARVE BIKE