31 augusti 2009

Li ser gazinekê...

Do, li ser şiroveya xwarziyê min î xeydok Qirxê Amedê, min jî bi çend gotinên ji dil bersîva wî dabû.
Bîstik berê, gava min komputura xwe vekir û şiroveyên Tîrê Qersê, Beranê Meletiyê, Qijikê Dêrsimê, Eliyê Dêrikê û Midyadî xwend, rexne û gazinên hemşerî û ”xwarziyê” min Eliyê Dêrikê bala min kişand û ez gelkî xemgîn û rûsar kirim.
Xwarziyê min î Eliyê Dêrikî, di ”gilî û gazinên” xwe da bi kibarî hemû kevir û kuçikên Qerejdaxê bi ser serê min da barandiye.
Ji ber ku heta nuha di şiroveyên xwe da min ew ”îhmal” kirye û tu carî jê ra negotiye ”xwarzê.”Bi vê gazinê ez him xemgîn bûm û jî matmayî mam.
Ji ber ku li vê surgûniya malkambax ez li hewa li xwarziyan û biraziyan digerim.
Ez bi şev û roj hesretiya wê rojê, wê saetê dikşînim ku carê yek ji min ra bibêje ”apo” û ”xalo” û ez jî ji wan ra bibêjim ”xwarzê” û ”biraxê”.
Hûn min ji ”xalîtiya” xwe derxin jî ez qebûl nakim, piştî 30 salî bi zor min ji xwe ra çend xwarzê peyda kirine, îcar ezê rabib dev ji we berdim?
Wiya ji bîr bikin…
Li vî welatî kes ji meriv ra nabêje ”apo” û "xalo" û meriv jî kesî nabîne ku jê ra bibêje ”xwarzê” û ”birazê.”Haya we ji me rebenan tuneye, em bûne weke kulîlkên qurçimî, bi kêrî tiştekî nayên.
Weke demên salê, di jiyana însên da jî hin demsal, hin qonaxên taybetî hene. Her qonaxek bi xweşî û nexweşiyên xwe, bi başî û xerabiyên xwe dibê di wext û zemanê xwe da were jiyîn.
Zarok dibê zaroktiya xwe û kalê weke min jî dibê kalîtiya xwe bijî.
Lê li vir em ji vê yekê bêpar in.
Cîlê min ev 30 sal in ku em ji welatê xwe dûr ketine û li dervayî welêt, di nava civat û kultureke xerîb, gelkî dûrî kultur û adedên xwe da dijiîn.
Dema em derketin der, em xort bûn, 25-30 salî bûn.
Îro piraniya me por kiriye hirî, diran di dev da nemaye, çav kuskusîne, derekê nabîne, welhsal em bûne kokim û çûne.
Lê ji me hin kes hene ku hîn kesî yek carê jî jê ra negotiye ”apo” û ”xalo”!
Ez jî kêm zêde yekî ji van kesa me.
Hîn yek carê jî xwarziyekî min, biraziyekî min eydiyekê nehatiye destê min maç nekiriye û negotiye ka eydaniya min…
Hîn yek carê jî li çayxaneyê çar xort li dor min û yên di salên min da rûneniştine û negotine ”xalo” û ”pao”!
Ji ber ku li vir ne qahwe û mekanên bi vî rengî hene û nej î ew şert û kultur.
Loma jî dema yek di dinya înternetê da jî be, bi nivîskî be jî dema ji min ra dibêje ”xalo” ya jî ”apo” gelkî kêfa min tê, ez pê dihesim ku ez êdî kal bûme, êdî rîsipî me, xortanî zûda ji min dûr ketiye.
Loma jî heger heta nuha min ji te ra negotibe ”xwarzê” û şiroveyeke li gor dilê te nenvîsî be tiştekî pir xerîb e.
Bi xêra şiroveyên we ez bi temenê xwe jî dihesim û li gor wê tevdigerim.
Ku ne xêra te û xortên din bûne, heta nuha minê gelek ”cahiliyên” xortaniyê bikira.
Ya din jî ji xwe ez ji dêrikiyan gelkî hez dikim. Ji ber ku di dema min da dêrikî kurd û kurdçî bûn, kes bi tirkî nedipeyivî.
Li Wêranşar û Dêrikê di cimata dêrikiyan da peyivîna bi tirkî ji ”tirra melê” jî xerabtir bû, meriv dihetikandin.
Loma jî kêfa min gelkî ji vî aliyê dêrikiyan ra dihat û min ji hevaltiya wan jî hez dikir.
Nuha di çi halî da ne, weke hin bajarên din ew jî teslîmî tirkî bûne ya na ez baş nizanim.Ez hêvî dikim ku ewê ne wisa be.
Eliyê delal, dibê tu bizanibî mîtroya xalê te ya hezkirinê kurdperwerî û axaftina bi kurdî ye, li kesê ne kurdperwer û kurdînezan dilê min baş lê rûnane, nikanim ji kûrayiya dilê xwe jê hez bikim û pê ra bibim dost û heval.
Loma jî kurdên kurdperwer û kurdîzan yên ku doza kurd û Kurdistanê dikin, kî dibe bila bibe, giş delaliyê ber dilê min in û tu jî di nava wan da yî...

7 kommentarer:

  1. Xalocan, xalê xalan,
    Bi sond u peyman, dînime îmanime, allaxîme kîtabîme ku min henek kiriye. Li ser ziyareta gundê me, li ser Duzgin Baba, Ehmedê Xanî, Elîshêr, Mîr Bedirxan, Shêx Seîd, Bro Hesko, chiyayê Nemrut, teyr u chukên Kurdisatn-ê, masiyên di Dîcle u Firatê, gola Wan-ê, chiyayê Agrî, bajarên Kurdistan-ê, hemî dayikên kurdistanî ... u dawiya dawîn jî li ser kalikê me pêxember Zerdesht sonda bi jehr vedixwim ku min henek kiriye, wîîîîî :-).
    Xalo ez bi bersiva te ya jibo kekê kekan Qirixê Amed-ê pir kêfxwesh bum. Ya rast xalên ji dil encax dikarin nesîhetên weha bikin. De min efu bike xalo, heger min bi zimanekî tevlihev mebesta anîbe zimên.

    Ji destên xalê xwe pach u mach dikim :-)

    Xarziyê te Eliyê Dêrikî

    SvaraRadera
  2. Paytext Ezirgan, serdana tee z pir dilşa kirim. Tu bi xêr hatî.
    Bira, yê te jî ne tu îş e, tu fena heyva binê ewr, geh derdikevî û geh wenda dibî.
    Ji kerema xwe ra zêde nabênê nexe silavên xwe.
    Ez werim ser mesela fêrbûna te ya kurmancî.
    Berî hertiştî ez pir kêfxweş bûm ku tu kurmanciya xwe pêş da dibî û di fêrbûnê da israr dikî.
    Bi baweriya min benîadem di Çi da israr bike dikane bihgihîje armanca xwe. Ya girîng daxwazeke ji dil û îstîkrar e.
    Heger bi rastî jî tu bixwazî kurdî fêr bibî, tu yê fêr bibî û him jî pir baş.
    Ne tenê ziman, heger em kurd bi piranî bixwazin bibin xwedî dewleteke serbixwe zû dereng emê bibin.
    Sebebê ku heta nuha kurdên bakur nebûne xwedî Kurdistaneke serbixwe nexwestina wan e, ew naxwazin ji bin destên tirkan xelas bibin.
    Roja ku kurd weke milet serxwebûna Kurdistanê ji xwe ra bikin armanc û bi israr viya bixwazin, Çawa ku tu kurdî fê bû, ewê jî rojekê miheqeq bigihîjin vê armanca xwe.
    Birayê ezîz, heger tu dixwazî di demeke kin da kurdî fêr bibî heta ji te tê bi kurdî bipeyive, bixwîne û binivîse û guhdarî bike.
    Yanî xwe biwestîne.
    Gava te xwe westand, tu yê fêkiyên ked û westana xwe jî bixwî.
    Bimîne di xweîyê da.

    SvaraRadera
  3. Xalê Zinar, spas dikim seba gotinên te. Heqqê te heye, ez pir kêm xwe didim xuya kirin. Feqet xalo, ez nivîsên te hertim dixwînim. Bi rastî jî kêfa min bi nivîsên te u shîroveyên hevalên din tê. Ji ve gishtiyan pir hez dikim.

    Min demê xwe gishtî daye kurmancî, carina miletê li derudorê bi chavekî ecêb li min seyr dikin. Qey dibên chi bi vî lawikî hatiye. Bavkê min jî weha dike, lê dîsan jî di dilê xwe da, bi dizikî, bi xwedîderketina min ya seba kurmancî pir sha dibe.

    Xalo ez soz didim te u hemî hevalan, heta pashiya vê salê ez kurmanciya xwe wekî shurê Ristemê Zal bi hêz bikim.

    Careke din spas seva gotinên te yên ji dil u dilxwazî.

    Silavên germ ji Erzinganê

    Paytext-Erzingan

    SvaraRadera
  4. Xalo,

    Wellehî ez nizanim ku chi bibim. Spas xalo. Tu xalekî pirr hêja u bi qîmetî.

    Na xalo, bawer bike ku min ev buka te peyda nekiriye, wê ez peyda kirime. Li bara ku ez kar dikim em rastî li hev hatin. Ya rast hê di destpêkê da tîrêjan li ezmanê dilê me herduyan xist. Tabî xalo ez hîn jî bi îngliziya xwe ya bi "shur u mertal" dipeyîvîn. Gava ez herfa "k" ya înglîzî dikim "q" millet ji kennan dimire. Zêdeyî xatun pir kêfxwesh dibin u dixwazin timî bi min ra deng bikin. Xarziyê te me xalo, xwedê dizane, gelekî jî li ser xwe me, chelengê dilê qîzên dil bi shewat im. Ê tabî hinekî jî wekî golikê bavê xwe me. Zu mista xwe li ser masê dixim haaa :-). Li vir taybetî jî turîstên xerîb hene. Kafir qet ji bar u dîskoyan dernakevin. Gelek kesên cihu yên ku li vir najîn jî têne. Bi baweriya min gelek ji wan dixwazin Îsraîl-ê bash nas bikin u rojekê shunda werin u li vir bi cîh bibin. Ez li hemberî welatparêziya wan, zanîn u kultura wan ya li ser dîrok u zimanê wan mit u matmayî mame. Her yek bi serê xwe afirînerekî/e bê terîf u îzeh e. Qey mirov dibê ji van her yek dikare Îsraîl-ekê biafirîne. Perwerdehiya zarokan li vir wekî pirtuka pîroz pirr muhîm e, ji wê jî bilindtir e. Dirêj nekim xalo, cîhaneke din ya xerîb e jibo me kurdên ku her tisht bune, lê tenê xwe nebune. Gelo em ê chawan bi vê zir cahiliya xwe bi miletên din ra qayîshê bikishînin? Offf xalo, halê kurdan ne ti hal e. Serda jî partî, serok u ronakbîrên duru u qeshmer millet bi temamî kirine/dikine famkor.

    Ya min xalo, ne girîng e ku ez bibim cihu. Bila tenê zarokên min bibin bes e. Wekî ku tu jî dizanî, li ba cihuyan hêla dayêkê muhîm e. Yanî ku dayik cihu bu, zarok jî sedîsed wekî cihu têne qebul kirin. Ev jî jibo zarokên min yên ku ewê rojekê chêbibin, bash e. Ez ê gelek zarokan chêbikim xalo, gelekan :-).

    Xalo, ez dibêm kek Eliyê Dêrikî henek kiriye, divê tu xwe pê neêshînî. Ez gelek bi gotinên "xarziyê te Elîsh" keniyam.

    Bi rastî jî kêfa min bi hevalên di quncika te da pirr hat. Ez dibêm kekên min tevda jî kurdên saxlem u mêjîtuj in, kurdîperest in, kurdistanperest in. Ma ji vê bêtir chi dikare mirov bextiyar bike? Her chiqas min destê xwe ji kurdîtiya xwe shushtibe jî :-(.

    Aniha divê ez dersa xwe zimanê înglîzî u îbranî amade bikim. Îro du qursên min hene. Divê ez zu herdu zimanan jî bi pesh bixim ku bikaribim sala tê dest bi xwandina xwe ya bilind bikim. Pishtî qursan jî ez ê herrim destê buka te bigirim u hinekî dilê xwe germ bikim. Pashê jî herrim barê u vexwarinên xweshik u efsunî chêbikim u bidim bedewên xerîb.

    Ji we tevan ra silavên xwe yên xarziyî u birakî dishînim.

    Ji destên xalê xwe mach dikim

    Xarziyê te Qirixê Amedê

    SvaraRadera
  5. Paytext Erzingan, gelek sipas ji bo bersîva te ya hêja û ya bêqusûr
    Piştî ku min bersîva te xwend ev çîro beytikê hat bîra min.
    Çêlika beytikê berî ku ji hêlîna xwe bifire şîretek lê kir, got:
    -Însan bêbext in, gava te dît yek xwarî erdê bû, bizanibe ku ewê rahîje kevirekî û bavîje ji te da. Loma jî berî ku ew xwarï erdê bibe dibê tu bifirî!
    Çêlikê ji got:
    -Kevir kane berê di dest da be…
    Li ser vê diya wê got:
    -Waya tu derza xwe baş fêr bûyî, tu êdî ne muhtacî şîretan e…
    Ya te jî bû ev mesele.
    Xortê delal, tu nuha ji mamosteyekï bştir û rastir dinivîsî.
    Tu êdî ne muhtacî şîretên min î..
    Riya xwe bidomîne, tu li ser riyeke rast e.

    SvaraRadera
  6. Xalo
    Wellahî ez peyva "xalo" dikarim bi kar bînim, lê ya "apo" nikarim. Êdî ev peyva di chavên min da buye agir u pizot, min zirz dike, psîkolojiya min ser u bin dike. Nahêle ku ez bi shiklekî normal tevbigerim. Ango jibo min wekî "laneta ji lanetan e". Dibe ku pishtî demekê ev bobelatiya biguhere u ez dîsan wê peyvê jî di mahneya xwe ya rast "apo (= mamo)" da bixim nav ferhenga xwe.

    Te dît xalo, va ye Qirixê me yê hêja u tîrê dilê kechikên ji bihishta qedîm, her tisht rêk u pêk kiriye. Yaw keko, de carcarina serdana dergeha xalê me bike u silavên xwedê bide me cîgerim.

    Her bijî Paytext-Erzingan! Lawê dê u bavê xwe yê rast u baqil e. Bêguman ewê Elî Shêr bi vê tevgera te pir bextiyar biba. Ewê bigota: "Tishtê me chandiye, îro jî dichînin!"

    Xalo, mamo, bi fikra min kek Eliyê Dêrikî yekî henekhez e. Min shîroveyên kekê xwe di malperên din da jî dîtiye. Bi xwedê, kekê me kurdîperest u kurdperestekî herî saxlem e. Mesela wî jibo nuche ya "mamoste Medya" ew shîrove kiriye di netkurd.com-ê da:

    "Heger di nav kurdan da hejimara kesên weha kurdperwer, kurdîperest u bi sheref zêde bibin, dê di nav demeke pirr kin da barbariya tirkan ya li hemberî ziman u chanda kurdî zu were tarumar kirin. Gelo kurd hê li benda chi ne? Chima li her ciyî dibistanên bi zimanê kurdî venakin? Ev heqqê herî însanî u xwezayî ye. Di vê mijarê da dê hemî cîhan ligel kurdan pishtgiriya xwe nîshan bide u li dijî sextekariya tirkan bi shiklekî din tevbigere. Divê kurd dest ji slogan u serokên beredayî berdin, bila bi hemî hêz u îmkanên xwe zimanê xwe ji mirinê xelas bikin. Qet nabe ku kurd li gor zîncîrên ku tirkan li serê wan pêchaye, hereket bikin."


    Silav u hurmet

    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera
  7. Howdy! Quick question that's totally off topic. Do you know how to make your site mobile friendly? My web site looks weird when browsing from my iphone. I'm trying to find a template or plugin that might
    be able to resolve this problem. If you have any suggestions, please
    share. Appreciate it!

    Here is my webpage; natural cellulite treatment

    SvaraRadera

PARVE BIKE