25 augusti 2009

Leşkeran dîsa dest bi nerindiyê kirin

Leşeker di derbarê ”pakêta kurd” ya hukûmetê da heta nuha bêdeng bûn, li dijî siyaseta hukûmetê tirtştek nedigotin.
Lê îro serokerkan Îlker Başbûg û qumandarê hêzên hewayî Hasan Aksay herduyan bi hev ra ”pakêta kurd” ya hukûmeta AKP-ê dan ber topan û rexneyên giran li DTP-ê û li daxwazên kurdan girtin.
Halbû eynî generalan 3-4 roj berê di belavoka Heyeta Ewlekariya Millî da piştgirî dabûn siyaseta hukûmetê û gotibûn ”artêş piştgiriyê dide gavên demokratîk yên hukûmetê.”
Lê di axaftian herdu generalan ya îro da bi şiklekî sergirtî jî qala piştgiriya ”pakêta kurd” nayê kirin, bi vacayî dîtinên CHP û MHP tê dubarekirin.
Serekerkan Îlker Başbûg, bi minasebeta ”hefteya serkeftinê” peyamek(mesajek)belav kir.
Başbûg di vê peyama xwe da êrîşî daxwazên kurdan yên netewî dike û dibêje:
-Artêşa tirk ewê tu carî qebûl neke ku zirar bigihîje avahiya netewdewletê û dewleta tirk ya unîter.
-Hurmeta artêşê ji kulturên cuda ra heye. Lê qebûl nake ku kulturên cuda rengekî siyasî bigrin, yanî di çarçeweya qanûna esasî da weke nasnameyekê were qebûlkirin.
Yanî artêş qebûl nake ku hebûna kurdan were qebûlkirin û zimanê kurdî jî bibe zimanê perwerdeyê.

Bêyî van şertan, Başbûg danûstendina bi PKK û DTP-ê jî red dike û dibêje ewê tu carî tiştekî wiha qebûl nekin.
Kurd dibêjin, ”lawikê min çû seferê hat kerê berê”, Başbûg jî înkar û zirzopiyên 85 salî dîsa dubare kirye.
Qumandarê nuh yê Hêzên Hewayî Hasan Aksay jî îro di merasima dewr û teslîmê da peyivî û wî jî weke serokê xwe agir bera erdê da, got, ”Heta mirina terorîstê dawî micadele ewê bidome”.Diyar e edebiyata ”heta yek terorîst jî bimîne” dîsa dest pê kir û berdevkên hukûmetê jî van gotinan tesdîq dikin.
Van beyanên Başbûg û Aksay, gelkî kêfa MHP-ê û CHP-ê anî, weke ku roj li wan hilê, ji kêfa şorik ji devê berdevkên mixalefetê diherike.
Ji ber ku ji wan ra pişt çêbû…
Nermbûn, guherîn û demokrasiya Tirkiyê weke tava buharê ye, zû derbas dibe, meriv hew dibîne ku dîsa bû mij û dûman, dîsa bû gurrîna tavan û şîrqîna burûskan.
Ev ne cara pêşî ye ku li Tilrkiyê tiştên wiha dibin.
Çend hukûmetên berî AKP-ê jî qala çareseriya mesela kurd kiribûn û demeke kurt hêvî jî dabûn milet, lê dûra dîsa leşkeran ji nişkave ”tûtika paydosê” lêxistibûn û dawî dabûn hêviyên çareseriyê.
Helbet îcar ne weke demên berê ye, lê li gel vê jî îhtîmala ku hukûmet bitirse û paşda vekişe hertim heye.
Meriv hêvî dike ku wiha nebe...
Mesela serokkomar Abdullah Gul di derbarê beyana Îlker Başbûg da dibêje, ”daxuyaniyeke baş e.”Çawa baş e min fêm nekir?
Başbûg dibêje heta nuha çawa bû dibê ji nuha û pêva jî wiha dom bike, kurd weke milet nebin xwedî tu maf û azadiyê.
Û Gul jî ji van gotinan ra dibêje baş e...
Wekîlê serokê gurûba AKP-ê yê meclîsê Bekîr Bozdag jî weke Gul gotinên Başbûg testîq dike û dibêje, ”em hemû gotinên Başbûg rast dibînin.”Serokkomar Gul, dibêje ”axaftinke baş” bû, berdevkê AKP-ê yê meclîsê Bekîr Bozgag dibêje, ew ”hemû gotinên Başbûg rast dibînin” û li alî din jî qala helkirina mesela kurd dikin, qala avêtina hin gavên demokratîk dikin...
Di heqê beyana Başbûg da Erdogan gotiye, ”Teqwîm dom dike. Bala xwe ji ser me nebirin.”Li gor çapemenî dinivîse, di derbarê xebatên hukûmetê da Erdogan roja pêncşemiyê ewê axaftineke berfireh bike.
Di vê axaftina Erdogan da nêt û siyaseta hukûmetê ewê bêtir zelal bibe.
Lê ne leşker û mixalefet tenê, di van rojên dawî da KCK-ê û DTP-ê jî dev guherandin, ev çend roj in wan jî dev ji zimanê nerm û ”aşîtiyê” berdaye, ew jî êdî bi zimanê şer û cengê dipeyivin.
Yanî herdu hêzên çekdar û xwedî qudret jî xwe li hev sor dikin û li defa şer dixin. Hela ka em binêrin rojên pêşî ewê çi nişanî me bide…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE