02 augusti 2009

Heta 3 rojan bi xatirê we...

Xwendevanên hêja, sibe bi berbanga sibê ra ez û xanim, em Stockholmê terk dikin û ji bo 3 roj bînvedanê diçin Vîsby.Roja pêncşemiyê bixêr emê vegerin.
Loma jî heta roja pêncşemiyê ji min nivîs mivîsan nepên. Ezê 3 rojan bîna xwe bigrim û tûrikê xwe yê xem û xeyalan saxî bikim.
Hesreta dûriya ji malê, ji zarokan, ji nivîsandinê, ji xirecira tirk û kurdan, ji heval û hogiran biceribînim.
Yanî ezê sebir, tehamul û taqeta vî dilê rezîl çend rojan tecrûbe bikim...
Bêguman bi tunebûna min ra hûnê jî sê(3) rojan ji pite pit û gote gota min xelas bibin.
Xelek û alem gava dikevin tehtîlê bi heftan, bi mehan avê li ser xwe zelal dikin, lê yê min tiştên wer ji min nayê.
Ew hêz û taqet li ba min tuneye, ez nikanim zêde ji ber kulînê dûr kevim, pir pir Vîsby ye û ew jî here were 3 roj in.
Axir me got em jî navekî bi xwe xin, dema gotin li gotinê ket emê jî qala “seyaheta” xwe bikin.Madî manewî, ez xwe ji sala bê, ji çûna welêt ra hazir dikim. Ji nuha da hiş û aqilê min li wir e, li Wêranşara xopan e.
Visby, bajarê ku emê herinê bajarekî girava Gotlandê ye.
Û Gotland jî giraveke Swêd e.
Dîroka avabûna Vîsby baş nayê zanîn, lê tê gotin ku ji sedsala 11-an û vir da bajarekî şên e.
Çendakî berê bi riya karê xwe cara pêşî min Vîsby dît û min pir ji xweza û ji mîmariya bajêr hez kir.
Loma jî min got, dibê ez çend rojan li vî bajarê kevnare, li van kuçe û kolanên teng yên 1000 salî bigerim.
Ji bo sê rojan be jî, ezê ji taswasa nivîsê, ji hingedinga çêkirina xwarinê, ji tirsa karên li bende min, ji fikrê tesnîfkirina kitêbên li bin guhên hev ketine, ji leqeleqa tirkan ya vala û ji gelek derd û kulên din xelas bibim.
Ewê gelkî xweş be, dema meriv sibehê ji xew ra be tu kar, tu tişt ne li bendî meriv be.
Karê meriv tenê ger, dîtina derên nuh û tiralî be.
Dema meriv li gor zîla saetê ji nava nivînan nepengize, li gor kêfa dilê xwe ji xwe ji xew rabe, gelkî xweş e.
Ew jî babetekî azadiyê ye, meriv xwe fena beytikekê azad û sivik his dike…
Sê rojan ezê jî weke beytikekê serbets û azad bim, tenê têra dilê xwe bifikirm û xeyal bikim…

7 kommentarer:

  1. Bila riya te vekirî u rêwîtiya te li ser xêrê be xalo. Dê sedîsed kêfa te pê bihêt.

    Zarayê Kurdîjen

    SvaraRadera
  2. Xalo,
    Bila "hindik" be, lê bila "rindik" be!
    Silav
    Qijikê Dêrsimê

    SvaraRadera
  3. Bi xêr herî û bi xêr jî vegerî. Emê li benda nivîsên we li ser vê serdanê bimînin.
    Silav ji zemîna Don Kîjotê.

    SvaraRadera
  4. Xalo,

    Nebe nebe ku tu tatîla xwe dirêj bikî haaa. Jibo kurdan allaxîme kîtabîme sê roj bes in.

    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera
  5. Te jî dirêj xalo, de zu wegere haaa. Va ye ez hêdî-hêdî zirz dibim dînime îmanîme.
    Tîrê Qersê

    SvaraRadera
  6. Yaw xalo,

    Aha va ye sayin sermezin bashqan kasimpashalî Erdo u birêz Ehmedê Tirk hatin ba hevdu u (hasha!) tirr ji meselê berdan.

    Ma xalo kurd u tatîl jî chi mesele ye? Ne kurd u ne jî tatîl li hev nayên wellahî. Di rewsheke weha "hessas" da chuna tatîl matîlê ne li shunê ye, heta ku shoresha cheqilmast chênebe u sayin bashqan Îmralî desturê nede haaa. Tatîla me herî zêde chuyîna shivantiya pezê gund e xalo.

    Silav

    Lawkê Cholemêrgê

    SvaraRadera
  7. Kek Zinar
    Bi xwedê ez mafê xwe yê demoqratîk bi kar tînim u vê tatîla te ya dirêj protesto dikim. Xalo, de hadê me rojek, du roj fam kirin. Gelo ev char roj ji ku derketin?
    Hmmm, de bila li ser xweshiyê be xalo!

    Eliyê Dêrikî

    SvaraRadera

PARVE BIKE