27 augusti 2009

Erdogan dîsa got "yek milet..."

Serowezîrê Tirkiyê Erdogan, di axaftina xwe ya ”ji gel ra” piştî çend gotinên xweşkirin û zeytkirinê cejna remezanê li gel pîroz kir û dûra jî axaftina xwe ya dûr û dirêj domand, peyivî û peyivî, heta ku li erd û asîman çi hebû, qal hertiştî û her mijarê kir.
Û camêr pesnê partiya xwe, pesnê kirin û îcraatên xwe da û da, te digot qey qala buhuşta li ruyê erdê dike, hertişt mikemel e, kurd ne bindest in, zindan heta berdev ne tijene, dewxa însanan ji ber zêdeyiya azadî û demokrasiyê dihere…
Welhasil dawiya dawî camêr mesele anî ser me kurdan jî.
Weke her meselê, mesela kurd û ”pakêta” ku xwedêgiravî di rojên pêş da ewê vekin jî, berê bi gotinên qorr, gotinên bêmane û gotinên vala dest pê kir.
Ji bo ku tirk û kurdan baş ”nerm” bike, herdu alî jî baş zeyt kir, dîsa qala ”goşt û nenûkê” û biratiya derewan ya kurd û tirkan ya hezar salî kir.
Û dawiya dawî hat ser mesela herî girîng, yanî siyaseta AKP-ê ya derbarê mesela kurd da.
Erdogan got:
”Îktîdara me hertim ev tişt gotiye: Yek milet, yek welat, yek al, yek dewlet.”
Belê, yanî eynî tas û eynî himam e, dibê kurd bibin tirk…
Heger ”pakêt û projeya kurd” ku hukûmet ev demeke qal dike ev e, me havil kir, naveroka vê ”pakêtê” berê em dizanin.
”Yek milet”, tê maneya yek ziman î.
Ev jî înkara hebûna miletê kurd e.
Jixwe dewlet ev 85 sal in ku vê siyasetê dimeşîne.
Erdogan ji zindîqiya xwe nabêje “yek ziman”, gotina yek zimanê tevî madeyên fermana xwe nake, lê dema ”yek milet” be yek ziman e jî, miletek du zimanê wî tuneye, xwediyê yek zimanî ye.
Erdogan rast dibêje, ji roja ku ew hatine ser hukum û virda ye, ev dîtina,”Yek milet, yek welat, yek al, yek dewlet.”, mêrik di her fersendê da ev dîtina xwe dubare kiriye.
Lê ferza ku kurd naxwzin gotinên camêr rast fêm bikin, ji kîsê xwe netîceyên ne rast jê derdixin.
Meriv ji van gotinên Erdogan û Gul jî derdixwe ku di ”pakêt û projeya ” AKP-ê da tiştekî nuh tuneye.
Esas heta nuha tu pakêt makêt jî hîn li ortê tuneye, tenê dibêjin ”em dixwazin xwîna diherike bisekinînin”, hewqas.
Lê gelo ewê mafekeî bidin kurdan û vê xwînê bisekinînin, ya jî ewê bi ajîtasyon û gotinên vala vê yekê bikin hîn ne diyar e.
Kurd li hêviyê ne ku hukûmet bi rastî jî hin gavên demokratîk bavêje û hin mafan bide kurdan.
Ev hêviya kurdan e.
Lê tiştên Erdogan, Başbûg û Abdullah Gul dibêjin dubareya dîtina dewletê ya 85 salan e, di van gotinan da tu tiştekî nuh tuneye.

7 kommentarer:

  1. Xalocan,
    Qurban, heyran, ez xarziyê te Beranê Meletiyê sed carî têm destên te. Ez ê di vê remezana erebî da bikevin rojiya ebedî u îftara xwe bi pêshnavê te vekim u bi pashnave te jî bigirim, tev tu êdî destê xwe zêde nede vê siyaseta duru u sextekar. Ez dikim ku biteqim xalo. Aniha vê gavê ji min ra bêjin, "ma xorto daxwaziya te ya herî dawiyê chi ye?", ez ê bêjim digel tunekirina tirk, ecem u ereban, dîsa Apo u PKK ye. Ez ji van hemuyan ewqas nefret dikim ku xwedê dizane.

    Xalo, ma tu dibêjî êdî qet mijar nemane ku tu serê xwe pê biêshînî u me rebenên xwedê baqiltir bikî? Bi rastî jî psîkolojiya min ji binî va xera buye u chuye. Ma em jî nikarin hinekî li ser jiyana sosyal ya miletê kurd bipeyîvîn? Mesela ev nivîsên te yên berî du rojan yên di derbarê Diyarbekîr sporê da pir kêfa min anîbun...

    Offfff xalo, qet ji min nayê ku tishtekî binivîsînim. Xalo bi kerema xwe ji min/me ra shîîreke xweshik binivîse, jibo ku em bikanibin ji kurdiya kalikên xwe tama dengên wêranbuyî bigirin, qedehek shereba sor vexwin u bêjin: Xwezî bi wan rojên ku kalikên me dîtine! (xalo nebe nebe ku tu bêjî: "Law Berano, law xarziyo, law tofan li te ketiyo, ma dem dema shereba sor e, hiii?!")

    Xalo, divê tu li min hêrs neyî. Ti gotina min li dijî xalê min tune, bervajî vê hurmeta min bê sînor e. Xalo jî nebe, halê me ne ti hal e dînîme îmanîme. Xalo buye psîkologê me yê bê pere.
    Silavên germ
    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera
  2. Cîgerim Beranê Meletiyê, ma tu dibêjî psîkolojiya me kîjanî dikare lotikên rast u xwesh bavêje babam, wîîî? Bawer bike ku em wekî millet tevda xera bune. Binêre cîgerim, chiqas psîkopat hene, bune serok u agir li nav miletê kurd dixin. Bila xwedê te u me ji wan biparêze.
    Silav
    Tîrê Qersê

    SvaraRadera
  3. Kekinooo
    Yaw min îroj di avestakurd.net-ê nucheyek dît u dibêje stranbêja kurd Dashnî Murad li Emerîkaya Latînî bi muzîka xwe navê Kurdistan-ê belav dike u ew wekî Shakîraya Kurdistan-ê li wan deran dihatiye bi nav kirin.

    Divê kurd êdî serê xwe ji nav kuma xwe derxînin u li gor pîvanên cîhanê tevbigerin. Kesê bê huner/qabîliyet hew dikare îro di nav bazara merivatiyê da shuna xwe bigire. Wek din bi sloganên partî u serokên nexwesh ti kes pênc qurush qîmetê jî nade me. Bi sond u peyman ku bi vê jî xwedî maf in!

    Xalo, ez ji te tika dikim jibo ku tu li gor shert u mercên demokrasiya navnetewî :-) daxwazên xwînerên xwe yên reben hinekî bigirî ber chavan. Yan na, em dixwazin hilbijartine chêbikin, haaa. Ma em ji Eyshika ereb in?
    Rêz u rêzdarî
    Lawkê Cholemêrgê

    SvaraRadera
  4. Hmmm, xalo, gerek mirov daxwazên xwînerên xwe daf neke u bi nermî u germî lê nêzîk bibe. Yanî dibe ku xwînerên xalo rabin "sendîkaya xwînerên xalo" avabikin u li ser kolanên înternetê dengê xwe bilind bikin u bibên: "Em ji xalo demokrasiya fikir u kulturî dixwazin".
    Xwedêgiravî bi rastî jî vê siyasetê em hetikandine cîgerlerim.

    Silavên hêja

    Eliyê Dêrikî

    SvaraRadera
  5. Herê xalo welleh, helbesteke qirase bash dibu.
    Ma xalo Erdo beg dibêje jî kurd nabêjin em "tirk in, Tirkiye welatê me ye", yan jî yên ku di macha Diyarbekir u Fenerbahche-ya fashîst da ala Galatasaray-ê li ba dikirin, kurd nebun...?
    Rast e ku divê mirov vê siyaseta bêru u qeshmer nexîne nav rojeva xwe. Heger em li vir di warê kurdbuna xwe da xwe hinekî pêshta bixin, zimanê xwe têkuztir, zanîna xwe ya li ser dîroka xwe firehtir bikin, kurdiya xwe li her derê bi kar bînin ... dê jibo me mîlyon carî kêrtir u baqiltir be.
    Silav u rêz
    Qijikê Dêrsimê

    SvaraRadera
  6. Xalê Zinar
    Bi fikra min yê ku vê li Qasimpashalî Reco dide gotin, em kurd bi xwe ne. Bi navê hecuc u mecucan, heke pênc qurush hurmeta wî li ber kurdan hebiba, wî dê bi zimanekî din xwe îfade bikira. Yê vê ceseretê dide wî kurd in. Loma jî gerek em serê xwe li vir u wir nexin.
    Silav
    Zarayê Kurdîjen

    SvaraRadera
  7. Yaw xalo, ev bune sê ro ku tu dîsan tisht misht nanivîsî. Wellahî ez dibêm ew tatîla te ne fikreke bash bu :-). Bi serê Sofî Xelef be ku tu vî îshî êdî pir giran digirî. Were vê li me neke xalo, em bune mubteleya "hindik-rindik" haaa.

    Hurmet u rêz

    Pîran Tîr

    SvaraRadera

PARVE BIKE