19 augusti 2009

Daxwazên kurdan yên 90 sal berê

Nivîskarê rojnameya Radîkalê Hakki Devrîm, di nivîsa xwe ya îro da li ser mesela kurd belgeyek daxwazên kurdan yên 80-90 sal berê ji axaftina dîroknasê tirk Mûrat Bardakçi girtiye.
Mûrat Bardakçî, di sohbeta xwe ya Haber Turkê da belgeyeke dîrokî ya ku kurdan ya
80-90 sal berê, ku serokên kurdan piştî Peymanê Sevrê dane hukûmeta Anqerê eşkere kiriye.
Ez gelkî li nivîsa Mûrat Bardakçi geriyam lê min nedît.
Li gor Hakki Dewrîm dinivîse, ev axaftina Mûrat Bardakçî roja yekşemiyê(16/8)di rojnameya Haber turkê da bûye, lê min nivîs nedît.
Loma jî ez qîma xwe teksta Hakki Devrîm tînim.
Di daxwazên kurdan yên teqrîben 90 sal berê da ji tespîtkirina sînorên Kurdistanê bigre heta bi resmîbûna zimanê kurdî, îdareyek serbixwe û di artêşa mişterek da ji bo er û zabitên kurd avabûna qiteyên taybet, ders û talîma bi kurdî û gelek daxwazên wisa hene ku serok û rêberên me yên îro
bira xwestin li wir bimîne, newêrin wan daxwazan xeyal jî bikin.Dema meriv van daxwazên kurdan dixwîne meriv dibîne ku serokên kurdan yên wê demê çiqasî kurd û ji xwe bawer bûne, bi mêranî doza serxwebûna gelê xwe kirine.
Li hember tirkan nebûne pepûk, nekirine vine vin, ji bo er û zabitên kurd derz û talîma bi kurdî xwestine, gotine, dibê cendirmeyên kurd hebin.
Yanî bi kurtî doza miletekî kirine, gotine heger emê bi hev ra bijîn dibê em herdu milet jî xwedî eynî mafan bin.
Lê dema meriv daxwazên Ocalan û yên DTP-ê bi van daxwazan ra miqayese dike, meriv fêm dike ku kurd çiqasî têkçûne û tirk jî çiqasî biserketine.
Loma jî îşê me kurdan gelkî zor e...
Li gor Hakki Devrîm di quncikê xwe da weşandiye, daxwazên kurdan ji kemalîstan yên 80 sal berê ev in:
1. Komîteya Kurdistanê, ne aletê tu dewletê ye. Armanca wê, bidestxistina mafên xwe yên meşrû ye.
Ew jî:
a. Dibê sînorên millî veqetin û werin nîşankirin. Di xizmet û karên hundur da dibê kurd bibin bibin xwediyê merkezeke serbixwe û îdareyeke serbixwe.
b. Di nava sînorên netewî da divê kurdî weke zimanê resmî were qebûlkirin.
c. Dibê mamûrên kurdan ji wan bin
d. Dibê teşkîlata cendirmeyan ji kurdan be.
e. Dibê er û zabitên kurd di artêşa mişterek da qiteyên taybet pêk bînin û dibê bi zimanê kurdî talîm û terbiyê bibînin.
2. Heta ku netîceya armanca netewî diyar dibe şer ewê berdewam e. Zirarên der û hundur û xwîna diherike, mesûliyeta madî û manewî aidî Anqerê ye.
3. Komîte, amadeye ku dozê bi riya aştiyê çareser bike.
4. Li gor nîsbeta xwîna were herikandin şertên ku kurd didin pêş jî ewê girantir bibin.
Merkeza Navendî ya Komîteya Serxwebûn û Rizgariya Kurdistanê.

De îcar van daxwazên jorîn bi yên Ocalan, Tugluk û Aynayê ra bidin ber hev û bibînin ku kurd xistine çi halî...

2 kommentarer:

  1. Kek Zinar,
    Tu jî dibînî, dîrok li ba kurdan tesîrê nake. Xelkê alemê her di pêsh da terre, lê em kurd di pash da dibezin. Nevê vê kêmaqiliyê jî dikin "siyaseta herî nujen, felsefeya bashqanê sererd u binerd" u gelek zirzopiyên din. Ji bo ku camêr bikaribin kurde hene, diviya temamê Kurdistan-ê ji binî va bihata shewitandin. Li derekî din yê cîhanê xelk tenê ji ber buyereke pirr bichuk radibe u dikeve nav kolanan. De tu îcar li halê me binêre. Sayin bashqan 5 mîlyon kurd kir parsek, namusa jinên kurd da hingaftin, zarok da kushtin, 4-5 hezar gund da vala kirin ... hê jî li pash bochika kemalîzmê kurdperweriyê dike "qeshmer". Hê jî dixwaze ku milet bo vî merivê tirkperest xwîna xwe birijîne... Ji bo ku daxwazên wî yên shexsî bînin shunê, ne yên miletê kurd.
    Silav
    Qijikê Dêrsimê

    SvaraRadera
  2. Xalo
    Tevî van daxwazên miletê kurd yên berî 90 salan jî hin kesan hertim tevgera kurd ya azadîxwaz u serbixwe bi eshîrtiyê tawanbar kir. Ji van yek jî, ya herî bêbext jî Apo u PKK bun. Bêshik partî, siyasetmedarok u ronakbîrokên qeshmer yên kurd tenê li gor aqlê dewleta tirkan tevgeriyan, ango dewleta tirkan ew pir bash manîpule kir u dike. Lê ecêbê xwedê ye, Apo-yê ku li hemberî mezinên kurdan yên dîrokî ji bilî êrishkirinê tishtekî din nekir/nake, ji bo miletê kurd bedelê "saniyeyeke mirî" jî ji tirkan naxwaze. Bi vî halê xwe yê bêrumet jî ji tirkan bêtir buye tirk u êgir li ocaxa hestên kurdan yên mîllî dide. Kemalîstî u tirkperestiya xwe jî bi "înternasyonalîzma" kemalkî diparêze... Yabo, cîgerim, tu nikarî pîvazekê jî ji bo kurdan ji tirkan bixwazî, îcar ev ruhê xaro-maro chi quzil u qurtan e?! Di hevdîtina xwe ya dawiyê da rabuye pesna Fettuhlah Gülen dide. Diyar e hêviya xwe qet nemaye ku weha li ber F. Gülen digere. Ez dibêm êdî kêm be jî tunebuna xwe ya bê wate hîs dike.
    Rêz u rêzdarî
    Lawkê Cholemêrgê

    SvaraRadera

PARVE BIKE